21
XWÎNA KU BÊTIR DIRIJE
 

Werin em dirust bibin.

Dema mijar rastiya ruhî be, em ji bo fêrbûnê hêdî tevdigerin.

Xwedê vê rastiyê dizane:

Heya niha divabû hûn mamoste bûna, niha pêdiviyame bi yekî heye ku rêgezên peyva Xwedê ji we re ji nû de hîn bike. Ji we re dîsa şîr pêwîst e, ne xwarinên hişk.” (Îbranî 5:12)

Ax!

Xwedê bi saya dilovaniya xwe mamosteyê herî bisebr e. Rêgezên bingeh ên ku divabû em berê hîn bûna, jê nareve ku dubare bike û dîsa bêje. Xwedê ji bo ku alîkariya me bike, bi sedan çîrokan ku yek ji rastiyên herî girîng bi grafîkî xêz dike, xistiye nav Pirtûka xwe.

Bêyî rijandina xwînê bexşamdin nabe.” (Îbranî 9:22)

Bexşandina gunehê, ji hêla Afirînerê me yê ku pîroziya Wî nuwaze ye, tu car wekî mijareke hêsan xuya nekiriye. Xwedê ji roja ku guneh ketiye dinyayê, dest bi hînkirinê kir ku tenê xwîna qurbaneke lihevhatî dikare ji gunehê re bibe kefaret (dikare gunehê bipêçe). Xwedayê ku Dadgerê Adil e, dê gunehê bêyî cezakirina gunehkaran tenê bi vî awayî darizanda. 

REB kedên kesane yên Adem û Hewa yên ku ji bo veşartina gunehên xwe didan, red kir. Heya ku deynê gunehê bi mirinê nehata dayîn, Xwedê dê gunehê nebexşanda. Çîroka Kayîn û Habîl jî ji me re heman dersê da. Me di çîrokên Birahîm û Îshaq de jî heman tişt dît.

Pirtûkên Peymana Kevn ên Leviyî û Ji Misirê Derketin, yên ku pirtûka Afirînê dişopînin, bi çîrokên mêr û jinên ku sitûyê xwe li ber vê zagona qurbanê xwar kirine re tijî ye. 1

EZ Ê JI SER WE DERBAS BIBIM

Pirtûka Ji Misirê Derketin, wekî ku Xwedê berê wehd kiribû, çîrokeke balkêş a ku Xwedê dê nifşa Birahîm bike netewe, dihewîne.

Wekî ku Xwedê berê ji Birahîm re gotibû, 2 bi rêya bûyerên ku bi awayî xwedayî pêk hatine, nifşa Îsraîlê bûn koleyên ku di bin serweriya firewnên Misirî de bûn. Xwedê wehd kir, ku wext bê dê wan ji koletiyê derxe û Xwedê di nav vê pêvajoyê de, dê “wêneyên” Plana xwe ya ku ji bo zarokên Adem ji êsîriyê derxe çêkiriye, ragihanda.

Çîroka Fisih va ev e.

B.M derdora sala 1490an, REB bi rêya peyva Musa, deh belayên ecêb anîn ser Misirê. Neh nîşaneyên mucîzewî yên sereke –Reb bi van neh belayan re serî li hemberî xwedayên sexte yên Misirê hilda û ew têk birin- nehişt ku Firewn sitûyê xwe li ber Xwedê xwar bike û Îsraîlî biçin. 3 Xwedê li ser vê ji Mûsa re got ku bila ji mirovan re ragihîne ku kurê pêşîn ê her malbata Misirî û Îsraîliyan mehkumî mirinê bû. Nîvê şevê gava wext bê, dê milyaketê mirinê ji welêt derbas bûya û li her malê kurê pêşîn bikuşta.

Ev agahîyeke xirab bû.

Agahiya baş jî ev bû: Xwedê ji bo ku ji vê belaya mirinê bifilitin, rêyeke çêkiribû. REB ji Mûsa re ferman kir ku bila her malbat ‘ji pez an jî bizinên xwe, yê bê bêqusûr, nêr û berxikeke yek salî’ (Ji Misirê Derketin 12:5) hilbijêrin. Piştre gava wext hat, divabû berxik bihata kuştin û xwîna wê li rexê xanî û li ser serê deriyan bihata lêdan. Yên ku xwîna berxikê li rex û li ser deriyên xênî lêdabûn, gava belaya mirinê ji welêt derbas be, kesên ku li wê malê dimînin dê rizgar bûna.

REB wehd kir:

Dema ez xwînê bibînim ez ê ji welatê we derbas bibim; dema Misirê ceza dike yê ku mirin belav dike dê tevlî we nebe.” (Ji Misirê Derketin 12:13)

Her tişt li gorî gotina Xwedê pêk hat. Xwedê wê şevê hemû kurên pêşîn ên ku mane dibinxwînêde parastin; yên din hemû mehv bûn. Maleke bê mirî tune bû.

Belê, li her malê miriyek hebû.

An berxikek an jî kurê pêşîn miribû.

Wê şevê, yên ku xwîn li rex û li ser deriyê xaniyê xwe dan ji zordestî û êsîriyê xilas bûn; koletiya wan bi dawî bû û bûn gelekî azad û razgarkirî.

Berdêla kefaretê ya rizgarbûna wan çi bû?

Xwîna berxikekê.

Zagona qurbanê, carek din li ser zagona guneh û mirinê serkeftî bibû. Di salên piştî vê bûyerê dê Cihû Fisih pîroz kirina; Fisih ji hêla Cihûyan dê her sal bihata pîrozkirin lewre Xwedê ew bi rêya xwîna berxikekê rizgar kiribûn.

XWEDAYÊ KU JIGELÊ XWE RE RÊBERIYÊ DIKE

Xwedê li şeva pêşîn a Fishê, Îsraîlî ji êsîriya çar sed sih salî ya Misirê rizgar kirin û ew ji Misirê derxistin û birin çolê. Plana Xwedê ew bû ku wan dîsa bihere welatê ku ji Birahîm, Îshaq û Yaqûb û ji nifşa wan re wehd kiribû. Dema rêwîtî dikirin Xwedî jî bi awayekî aşkere tev wan rêwîtî kir û dilê wan rihet bû.

Ji bo ku şev û roj rêwîtî bikin REB biroj di nav stûneke ewrê de rê nîşan dida û bişev jî di nav stûneke êgir de ronî dida wan û rêbertiyê wan dikir.” (Ji Misirê Derketin 13:21)

Reb ji gelê xwe yê çolê re tenê rêberî nekir û tenê ronî neda wan, di heman demê de bi rêya Milê xwe yê Biqudret di nav Deryaya Sor de rêyek vekir û ew ji artêşa Firewn ku li dû wan bû xilas kir. Û piştre wekî ku soz dabû Mûsa, ew anîn Çiyayê Sînayê. 4

Vê neteweya nû ku hejmara wan ji du mîlyonan zêdetir bûn, li pala çiya ji xwe re kamp çêkir. Dê li vê çola ziwa çawa li ser piyan bimana? Xwedayê ku qenciya Wî bêsînor, lutfa Wî bêdawî ye, ji wan re ji esmanan nan, ji zinaran av peyda kir. 5 Îsraîlî di mijara spaskirin, bawerkirin û îtaetkirina Xwedayê ku ew ji êsîriyê xilas kirin de neserkeftî bûn, lê dîsa jî Reb her itm dilsoz bû ji wan re. Gava li hemberî Wî guneh kirin, Xwedê ew darizandin û gava jê re îman kirin ew bereket kirin. REB bi neteweya ku hilbijart re wiha xebitî, ji bo ku bila neteweyên derdorê riya Wî ya rizgariyê bibînin, li ser bifikirin û bizanibin ka ev rê çawa ye. Xwedê di heman demê de xwest ku bila mirov fam bikin kudikarin Wî bi awayekî kesane nas bikin.

REB piştî ku ji Îsraîl re Deh Ferman û zagonên din dan, ji gelê xwe re ferman kir ku bila cihekî pîroz ê ku wekî Avahî an jî Kona Hevdîtinê tê binavkirin, çêkin.

AVAHÎ

Ji bo ku ez nav wan de bijîm, bila ji Min re cihekî pîroz çêkin. Avahî û tiştên wê eynî mîna mîkana ku ez ê rê te bidim, çêkin.” (Ji Misirê Derketin 25:8-9)

Armanca gelê kevn ê Xwedê çi bû ku ev kona taybet çêkirin? Û çima ew qas girîng bû ku ev kon “eynî mîna mînaka” ku dê Xwedê nîşan bide, bê çêkirin?

Xwedê sêwirand ku dê bikaranîna vê konê ji bo ku Xwe nîşan bide ka çawa ye û mirov dikare çawa nêzî Wî bibe dê bi awayekî dîtbarî hînê wan bike.

Di Pirtûka Pîroz de der heqê kon û mijarên der heqê konê de pêncî beş hene; ji ber vê ne mimkun e ku ev hemû beş li vir bêne ravekirin. Em ê tenê hin mijarên bingeh nîşan bidin.

YEKANE RÊ

Xwedê kon sêwirand ku ji dinyayê re hîn bike digel ku xwedî pîroziya nuwaze ye dîsa jî dixwaze bi mirovan re rûne. Lê dîsa jî di navbera Xwedê û mirov de astengeke mezin heye.

Ev asteng GUNEH e.

Li derdora kona taybet a ku hebûna Xwedê ya nav mirovan sembolîze dike, hewşeke mezin a çargoşe hebû. Çepera derdora vê hewşê, ji perdeyên keten ên tenik û ji kutekên tûnc ên ku ji bo perdeyan hatine çêkirin, hatiye çêkirin. Dirêjiya perdeyan du metre nîv bû – bi vî awayî dê ji derve tu kes hundir nedîta. Xwedê dixwest bila mirov fam bikin ku li derveyî asta Wî ya pîroz in. Va ye agahiya xirab ev bû.

Agahiya baş jî ew bû ku Xwedê rêyeke amade kiribû ji bo gunehkar nêzî Wî bibin. Deriyêkî dîwarê hebû ku ji perdeya ketena tenik a ku ji tayên lacîwerd, mor û sor hatibûn hunandin. Yek rêya gunehkaran ku bi berxik an jî qurbaneke din a xwînê biçin huzûra Xwedê, bi vê riya yek derî 6  pêk dihat.

REB ji Îsraîliyan re got bila ji darcêwiyê qurbangehek çêkin û bila ser vê qurbangehê bi tûncê bipêçin. Ev qurbangeh divabû têkata navbera derî û kona taybet a Xwedê. Yên ku pêşkêşiya gunehê tînin, dê destê daynin ser serê heywanê bêguneh û dê rewşa xwe, ango gunehkariya xwe ya neçar îtîraf bikirana. Piştre dê heywan bihata kuştin û dê bedena wî li ser qurbangehê bihata şewitandin. Xwedê bi rêya vê fermanê ji mirovan re car din digot ku tenê zagona qurbanê dikare zagona guneh û mirinê têk bibe. 7

Rêzika Xwedê zelal û net bû: bêyî rijandina xwînê, veşartina gunehê ne mumkin bû. Ku ji gunehê re kefaret nehata kirin, lihevhatina bi Xwedê re (têkiliya rast) ne mimkun bû.

Xwedê di heman demê de ji Musa re gotibû bila sandoqeke bêhempa çêke ku nav û derdora wê ji zêrê xwerû, û ji texteya darcêwiyê bê çêkirin. Navê vê tiştê ku aîdê avahiya Xwedê ye, Sandoqa Peymanê bû. Ev Sandoqa Peymanê, textê Xwedê ya esmanan sembolîze dikir. Lewhayên kevir ên ku li ser Deh Fermanên Xwedê nivîsîne, xistin nav vê sandoqê. Li her du rexê devgirên sandoqê ku ji zêrê xwerû hatiye çêkirin û navê wê Devgira Bexşandinê ye, fîgurên Keruv ên ku ji deqa zêr hatine çêkirin, hebûn. Keruv milyaketên Xwedê ne ku derdora textê Wî yê esmanê dorpêç dikin. Xwedê ji Musa re got bila Sandoqa Peymanê têxe beşa herî navîn (Cihê Herî Pîroz) a avahiyê.

CIHÊ HERÎ PÎROZ

Avahiya Xwedê bibû du ode. Odeya pêşî wekî Cihê Pîroz û odeya hundirîn wekî Cihê Herî Pîroz an jî Pîroza Pîrozan hatibû binavkirin. Ev cihê pîroz a hundirîn, “tenê mînakeke cihê pîroz ê esas, ango esmanêesas bû.” (Îbranî 9:24)

Cihê Herî Pîroz Bihuşta ku Xwedê lê rûdine sembolîze dikir. Ev odeya taybet, mîna kûpê hatibû çêkirin – dirêjayî, firehî û bilindahiya odê wekhev bûn. Gava em nêzî rêwîtiya xwe ya Nivîsên Pîroz bibin, em ê vî bajarê esmanî yê ku dîsa wekî kûpekî hatiye înşakirin û dê rojeke bibe mala hemû biîmanan, bibînin.

Îro gelek kes dibêjin ku katedraleke, avahiya dêrê, mizgeft, sînagog an jî ziyaret cihên pîroz in, û ev der bi gelemperî bi kesên ku plana rizgariyê ya Xwedê red dikin, tijî ye. Pîroza rastî ne li cihekî ye. Pîroziya rastî, tenê bi famkirina bexşandin û rastîdayîna Xwedê dikare bê dîtin.

PERDE

Dîtbariya derveyî avahiyê xwerû bû: koneke pir mezin a ku bi çermên heywanan hatiye çêkirin. Gava ji derve li avahiyê dinêrîn qet bandorker nebû, lê hundira wê ew qas xweşik bû ku mirov heyirî dima. 8 Her du odeyên avahiyê bi pertaleke stûr a ku ji ketena tenik hatiye çêkirin û jê re perde dihat gotin, hatibû veqetandin.

Perdeyeke ku ji ketena tenik û bi tayên lacîwert, mor, sor hatine hunandin, çêke; ser wê bi Keruvan re bi hosteyî bixemilîne.” (Ji Misirê Derketin 26:31)

Perde dê mirov ji Cihê Herî Pîroz ê ku hişmet û roniya Hebûna Xwedê dihewîne dûr bixista. Fermana ku perde ji her kesî re dida ev bû: DÛRBISEKINE hekena TU YÊ BIMIRÎ!

Ev perdeya taybet standarda rastiya Xwedê sembolîze dikir. Xwedê gava ji Musa re Deh Ferman dabû, ji mirovahiyê re der heqê standarda rastiya Xwe agahî dabû. Lê dîsa jî digel her tiştî ev deh ferman der heqê daxwaza Xwedê nêrîneke bisînor dida. Plana dawînî ya Xwedê, Kurê Xwe yê ku dê daxwaza Wî pêşkêş bikira, bişanda serzemînê. Daxwaza Xwedê, NUWAZEBÛN BÛ.

Dê Standarda Xwedê Mesîh bûya. Xwedê perde sêwirand ku em bifikirin.

Ev perdeya xweşik ji ketena xwerû hatibû çêkirin û ji safîtiya Mesîh re dibû mînak. Mesîh dê bêguneh; pîroz bûya.

Ketena xwerû bi sê tayên rengîn ên biriqî hatibû hunandin – lacîwerd, mor û sor.

Lacîwerd= rengê esmanan. Mesîh dê bûya Rebê esmanan.

Sor = rengê serzemîn, mirov û xwînê. 9 Mesîh dê bedeneke ji goşt û xwînê bigirta ku li şûna gunehkaran bigire, biêşe û bimire.

Mor = tevliheviya rengên şîn û sorê. Mesîh dê Xweda-Mirov bûya. Mor rengeke ku qraltiyê sembolîze dike, ye; Mesîh dê di dilê her kesî ku jê bawer dikin de qraltiya xwe ya ruhî saz bikira. Piştre jî dê li serzemînê bi qraltiya xwe ya fîzîkî hukm bikira.

Çawa ku mor rengek e ku di navbera rengên şîn û sorê de ye, Mesîh jî bi heman awayî ji bo ku navbera Xwedê û mirov de navbeynkarî bike, dê bihata dinyayê.

Lewre yek Xweda û navbera Xwedê û mirov de yek navbeyn heye. Ew jî Mesîh Îsayê însan e ku xwe ji bo her kesî wekî fidye pêşkêş dike. Şahidiya ku di dema guncan de tê dayîn, ev e.” (Timoteosê 1., 2:5-6)

EWRÊ HIŞMETÊ

Piştî ku çêkirina avahiyê diqede û her tişt li gorî plana Xwedê di nav avahiyê de tê sazkirin, Xwedê ji textê xwe yê esmanan hişmeta Hebûna xwe xist nav ewrekî mezin û şand serzemînê. Vî ewrê hişmetê avahî dagirt.

Wê demê ewr Kona Hevdîtinê dorpêç kir ûhişmeta REB avahî dagirt.Mûsa nekarî têkeve nav Kona Hevdîtinê,Lewre ewr her derê dagirtiye,Hişmeta REB hemû avahî dagirtibû.” (Ji Misirê Derketin 40:34-35)

Reb, roniya Hebûna xwe ya ku çavê mirov tarî dike, danî Cihê Herî Pîroz a ku di navbera her du Keruvan ku li ser Devgira Bexşandinê ya Sandoqa Peymanê ne.

Xwedê ji bo ku bi gelê xwe re be, bi awayekî dîtbarî hatibû nav gelê xwe.

REB serweriyê dike, bila gel ricifin! Di navbera Keruvan de rûniştiyesertextê xwe, bila serzemîn biheje!” (Mezmûr 99:1)

Afirîner bi hişmeta xwe her derê dagirt û Ewrê xwe danî ser konê, û bi vî awayî ji neteweyêndinyayê re û ji nifşên pêşerojê re derseke girîng dida: Yek Xwedayê rast gunehkaran vedixwîne ku bi Wî re têkevin têkiliyê, lêvexwandina Wî tenê di şertên diyar de dibe.

MÎNAKÊN DÎTBARÎ

Avahî, ji kesên ku dixwazin Xwedê û plana Xwedê ya der heqê mirovan de bizanibin, gelek hacetên dîtbarî derxistin.

Vê dîmenê bînin ber çavên xwe.

Ev neteweya kole –dozdeh êla Îsraîlê- ya ku bi fermanên teqez ên Xwedê hatiye rizgarkirin, konên xwe li pala çiya, wekî şikla çarmixê danîbûn. Avahî tam li navendê bû. Li derdora avahiyê dozdeh êl hebûn ku li başûrê sê, li bakurê sê, li rojavayê sê û li rojhilatê sê êl hebûn. 10 Ji ber ewrê hişmet ê biriqî yê ku li ser wan bû, tu kes nedikarî înkar bikira ku Xwedê ne di navbera wan bû.

Rastiya avahî-kona ku tenê deriyekî wê yê bilind heye, û deriyê ku bi pertala keten a spî hatiye çêkirin, dikarîbû me hînê dersên din ên dîtbar jî bikira. Li aliyê hundirîn a dêrî qurbangehek hebû. Ku gunehkar bi bingeha qurbaneke nuwaze ya sembolîk nêzî Xwedê nebûna, ji mezinahiya Xwedê bêpar diman.

Ya ku jiyan dide zîndeyan, xwîn e. Min ew da we ku hûn li qurbangehê xwe ji gunehê bibexşînin. Lewre xwîn ji dêla jiyanê guneh dide bexşandin.” (Leviyî 17:11)

Heya ku cezayê gunehekî nehata dayîn, bexşandina gunehê çênedibû. Û mirov gava çi qas guneh dikirin ne mimkun bû qurbeneke bînin avahiyê, ji bo vê Xwedê ferman da ku li her rojê salê bila berxikeke bê kuştin û qurbangehê bê şewitandin: her sibe û her êvarê. Kesên ku ji REB û ji plana Wî bawer dikin, dikarîbûn ji van pêşkêşiyên rojane kêf bistandana û mimkun bû ku ji têkiliya nûbûyî ya bi Afîrenê xwe re tam bistandana.

Hûn ê birêkûpêkherroj li qurbangehê du berxikên nêr ên yek salî pêşkêş bikin. Yek ji wan sibê û yadin jî berêvarê pêşkêş bikin. Dê ev pêşkêşiya ji bo şewitandinê li beşa têketin a Kona Hevdîtinê, li huzûra Xwedê ji hêla nifşan ve bi awayekî domdar dê bê pêşkêşkirin. Ez ê ji bo ku bi we re bipeyivim, li wir we bibînim.” (Ji Misirê Derketin 29:38-39,42)

ROJA KEFARETÊ

Xwedê ji bo ku rastiya xwe zêdetir nîşanê mirovan bide, ji wan re got têketina Cihê Herî Pîroz –odeya taybet a ku esmanê esas sembolîze dike- tenê bi awayekî dikare bibe. Salê rojekê, ji kesekî ku bi taybet hatiye hilbijartin û wekî kahînê sereke hatiye binavkirin re destûr tê dayîn ku têkeve hundirê vî cihê pîroz. Dê vê Roja Kefaretê 11 derbasî hundir a pişt perdê bûya. Dê xwîna berxikekê qurbankirî tev xwe bibira û dê vê xwînê heft car bi Devgira Bexşandinê, ango bi devgira Sandoqa Peymanê werkira. Ger ev kahînê sereke bi awayekî din biçûya huzûra Xwedê, dê wê demê bimira.

Ku ji Wî re û ji dana Wî re wekî zarokekî bawer bikin, Xwedê soz dabû ku dê gunehê Îsraîliyan bi saya vê xwîna werkirî bi salekê bibexşanda.

Armanca sêwirandina konê ya bi hemû hurgûliyên wê, tiştên wê û pêkanînên wê, ev bû: dê ji dinyayê re bi van mînakên zindî bihata ragihandin ka dê gunehkarên sûcdar ji bo gunehên xwe çawa bihatana kefaretkirin û tekiliya wan a bi Afirînerê wan ê ku xwedî pîroziya nuwaze ye dê çawa baş bûya. Kon û her tiştê der heqê konê de Mesîhê wehdkirî û peywira Wî nîşan dikirin.

Reb bi vî awayî, kanala Neteweya xwe ya ku bi sedsalan e hilbijartibû, bi kar anî û ji dinyayeke ku di nav gunehê de wenda bûye re, bi rêya bi sedan wêneyan agahiya gelek wehdên nuwaze da.

PERESTGEH Û QURBANÊN PERESTGEHÊ

Pêncsed sal piştî ku Mûsa û Îsraîlî ji bo strîna Huzûra Reb ev kon çêkirin, Xwedê Silêman beralî kir ku li şûna vê kona guhêzbar, bila perestgeheke payîdar çêke. Plana vê avahiya nû ya ku li Yeruşalimê bû, pir dişiba ya konê, lê ev avahiya nû ji ya kevn mezintir û xweşiktir bû. Perestgeha Silêman bû yek ji perestgeha herî xweşik a dinyaya kevn.

Li roja ku merasîma vekirina konê çêbû, hişmeta Xwedê çawa ku ji bo dagirtina Cihê Herî Pîroz ji esmanan daket, li roja vekirina perestgehê jî Hebûna bihişmet û roniya neafirandî ya Xwedê ji esmanan daket û perestgeh dagirt.

Piştî ku Silêman duayê xwe qedand, ji esmanan agir barî, pêşkêşiyên ji bo şewitandinê û qurbanan xilas kir. Û hişmeta Reb perestgeh dagirt. Dema perestgeha Wî bi hişmeta Wî hat dagirtin, kahîn nekarîn têkevin perestgehê.” (Dîrokên 2., 7:1-2)

Perestgeh li pişta heman çiyê ku hezar sal berê Brahîm li wê li şûna kurê xwe beranekî qurban kiribû, hat avakirin. 12

Ji bo ku vê perestgehê ji Xwedê re nezr bike, Qral Silêman ferman da ku bila 120.000 pez û 22.000 boxe bêne qurbankirin. 13 Ev zêdeyî, hezar sal bi şûn de li tepeyeke nêzî pişta vê çiyê qîmeta bêbiha ya xwîneke hêja ya ku bê rijandin sembolîze dikir.

Bi vî awayî, ji bo ku Adem, Habîl, Birahîm û yên din ji gunehê re kefaret bikin, li qurbangehan bi milyonan qurbanên xwînê yên sembolîk hatin pêşkêşkirin – qurbanên xwînê yên ku bi dawî nabin, bi salan bi awayekî domdar hatin pêşkêşkirin.

Piştre Mesîh hat.


1. Min di Peymana Kevn de dest bi jimartina çîrokên qurbanê kirin, lê piştî gihaştina çîroka dusedan, min êdî nehejmart. Çar peyvên wekî “Xwîn”, “qurban”, “pêşkêş”, û “qurbangeh” di Pirtûka Pîroz de ji 1400 caran zêdetir hene.

2. AfirÎn 15:13-14. “Reb ji Avram re wiha got, ‘Vê baş bizanibe ku dê nifşa te li welatekî biyanî, li xerîbiyê bijî. Dê çar sed sal bibe kole û zilm bibîne. Lê ez ê neteweya ku dê nifşa te bike kole, ceza bikim, piştre dê nifşa te ji wir bi milkeke mezin derkeve.’ Pêkhatina wehda Xwedê di ayetên Ji Misirê Derketin 1:1-12; 12:35-41 hatiye qeydkirin. Planên Xwedayê me yê serwer her tim pêk tên.

3. Ji Misirê Derketin 5-11

4. Demeke berê, Xwedê li Çiyayê Sînayê di nav deviyê ku dişewitî de ji Musa re ev wehd kiribû: “Tu guman neke, ez ê bi te re bibim. Û delîla ku min tu şandiyî dê ev be: Dema we gel ji Misirê derxist, hûn ê li vê çiyê min biperêsin.” (Ji Misirê Derketin 3:12)

5. Ji Misirê Derketin 13-17; “Zinar qelaşt, av jê viziqîn, li axa bejî wekî çemekî herikî.” (Mezmûr 105:41)

6. Ji Misirê Derketin 28:9-19; Piştre Mesîh dema li serzemînê bû wiha got: “Derî Ez im. Ku kesekî bi rêya min têkeve hundir dê bifilite” (Yuhanna 10:9). Her hêmana nav konê Kesayetî û karê Wî nîşan kir.

7. “Divê destê xwe deyne ser pêşkêşê û ew li devê deriyê Kona Civînê şerjê bike. Kahînên ku ji nifşa Harun tên dê xwînê li her derê qurbangehê birêjin… Dê kurên Harun, li ser pêşkêşa şewitînê ku li ser êzingên ku li qurbangehê dişewitin e, van bişewitîne.” (Leviyî 3:2, 5)

8. Kona Civînê mînakeke Rizgarkerekî ku dê ji esmên bê serzemînê da nîşan. Ji bo kesên ku vî Rizgarkerî nas dikin “Ew ji serî heya binî bedew e” (Newaya Newayan 5:16) – wekî nava Kona Civînê. Ji bo yên ku Wî nas nakin jî “ji bedewiyeke ku dilê me dikêşa bêpar bû” (Yeşaya 53:2-3) –wekî derveyî Kona Civînê.

9. Adem (Adamah) di Îbrankî de beramberê peyva “insan” e û rasterast wateya wê “axa sor” e, lewre Xwedê bedena Adem ji axa erdê şêwand.

10. Li Çolê Hejmar 3:23-39

11. Leviyî 16; Îro Cihû roja Kefaretê wekî Yom Kippur bi nav dikin, lê bi vî awayî Roj ji şêwaza xwe ya orîjînal bêpar dimîne, lewre êdî ne perestgeh, ne kahîntî û ne jî berxikên qurbanê yê Cihûyan mane. Sembola îro ya Cihûyan, dîwarekî ye ku ji yekê zêdetir wateya wî heye –Dîwarê Rojavayî- Dîwarê palpiştê ku ji bo firehkirina herêma perestgehê li hêla Hirodesê Mezin hatiye sazkirin. Cihû her roj li ber vî dîwarî disekinin û ji bo hatina Mesîh –jixwe hatiye- dua dikin! Wekî ku pêxember ji berê de dan zanîn, neteweya Cihû bi awayê ruhî kor e (Yeşaya 6:10; 53:1; Yeremya 5:21; Hezekiel 12:2; Korîntiyên 2., 3:12-4:6). Dê çavên Cihûyan rojekê vebe ku bizanibin Îsa (Yeşu) ew Kes e ku sembolîzmên perestgeh, kahîntî û qurbanan pêk tîne (Îbranî 8-10; Efesî 2). Dê dîwarê korîtiya ruhî hilweşe (Efesî 2:14; Romayî 9-11). Di beşa 5. a vê pirtûkê de, nivîs û têbiniyên di bin sernavê PÊXEMBERIYÊN DER HEQÊ GELEKÎ DE bixwînin.

12. Ayeta Dîrokên 2., 3:1 bi ayeta Afirîn 22:2 bidin ber hev. Ev cih li cihê Kubeya Kevir de ye ku Misilman di sedsala heftemîn de saz kiribûn.

13. Dîrokên 2., 7:5