6
ŞAHIDÎYA HEVGIRTÎ
 “Heger ku hûn bixwazin bizanin av çawa çêdibe, ji masiyê nepirsin.”
— gotinên pêşiyan ên Çînî

Vê mijarê bînin li ber çavên xwe.

Li rojeke pir germ, gava hûn li qeraxa çêm dimeşin, kêfa diçe avjeniyê. Lê dîsa jî hûn meraq dikin ka dê ava çêm biçe xeşa we an na. Gelo birha avê pir xurt e? Gelo av zêde sar e? An jî hemû merc musaîd in?

Gotina pêşiyan a Çînî vê şîretê dike: “Ji masiyê nepirsin.”

Ew masiyên ku di nav çêm de dijîn çima ne xwedî wê wesfê ne ku bêjin ka “av çawa ye” (ji bilî ku zimanê we naaxivin!)

Sedema wan masiyan ka çima nikarin agahiyeke wisa bidin we hêsan e; ji xeynî wan sînoran ku hebûna wan tenê di nav wê avê de ye, ne xwedî referansek in. Tişta ku dizanin ew cîhana bisînor û şêlo ye.

Bi heman awayî, ku em dixwazin cîhana ku em tê de dijîn û çima em li vir in bizanin, divê ev agahî ji derveyî nêrîna bisînor bide dayîn.

Agahiya baş jî ew e ku Xwedayê Asîmanan kî dixwaze jê re daye ev agahî.

Nivîsên Pîroz bi tevahî îlhama Xwedê ye û ji bo hînkirin, tedîpkirin û ji bo dayîna perwerdehiya rastiyê sûdewar e.”(2. Timoteos, 3:16)

Em ê çawa bizanibin ka Nivîsên Pîroz îlhamaXwedê ye, ango ji hêla Xwedê ve ji bo îlhamê hatiye dayîn? Me di beşa berê de dît ku Afirîner bi sedan pêxemberiyên pêkhatî xist nav Pirtûka Pîroz û ewlebûna wê mor kir.

Tenê Xwedê ji berê de dikare pêşeroja dûr çendî caran û  %100 biyeqînî bide zanîn.

Xwedê di heman demê de, ewlebûna Raveya xwe bi sedan salan ji gelek pêxemberan re rave kiriye û bi vî awayî bingeha xwe ava kiriye.

YEK ŞAHIDÎ TÊRÊ NAKE

Xwedê ji Musa re wiha got: “Derbarê sûcek an jî gunehekî de yek şahidî têrê nake ji bo sûcdarkirina yekî. Her pirsgirêk bi şahidiya du-sê kesan ve zelal bibe.” (Dubareya Zagonê 19:15)

Ev rêgez li hemû cîhanê tê qebûlkirin. “Di dozeke dadgehî de, ji bo diyarkirina rastiyê ji yekê zêdetir şahid tê xwestin. Ji bo ku ev îdia rast bê qebûlkirin, divê ji hêla çavkaniyên ewledar ên cur bi cur bê îspatkirin.

Xwedê bi ravekirina rastî de, zagona xwe ya ku “Şahidek tenê têrê nake” îfade dike, nedanî aliyekî. Nivîsên Pîroz vê daxûyaniyê didin: “Xwedayê ku erd, esman, behr û tiştên ku di nav van de dijîn afirand… Destûr da ku her netewe di rêya xwe de bimeşe. Dîsa jî xwe bêşahid nehişt.” (Karên Qasidan 14:15-17)

Kabîleyên herî dûr ên ku li cîhanê dijîn jî xwedî şahidiya derveyî ya afirandinêr (bi dîtina afirandinên afirîneran) û şahidiya hundirîn a wijdanê (hesta zikmakî ya agahiya rastî, çewtî û bêdawîtî) ne. Ji hemû mirovên serzemînê re hinek ronî – hinek rastî hatiye dayîn. Ji ber vê Xwedê xuya dike ku “tu qisûra wî” tune ye. 1 Tevî vê yekê Xwedê wehd dike ku dê ji bo kesên ku bixîret dixebitin ji bo dîtina Afirînerê xwe û naskirina Wî, zêdetir ronî bide.

ŞAHIDIYA DOMDAR

Xwedê tu car xwe bêşahid nehişt.

Di hezar saliya ewil a dîroka mirovahiyê de, Xwedê bi mirovan re an rasterast axivî an jî rastiya xwe bi alîkariya şahidiya devkî ya mirovên ewilîn da zanîn.

Adem, yê ku mirovê yekemîn e, heya sala 930an jiya.  Kesên ku di hezar saliya ewil a dîroka mirovahiyê de jiyabû, nikarîbûn mahneyek bigotana der heqê nezanbûna rastiya Afirîner-Xwedayê wan de, lewre ji bo hînbûnê dikarîbûn ji Hewa û Adem yên ku şahidên orîjînal bûn, bipirsiyana. 2  Emrdirêjiya mirovên ewilîn, wekî ku Xwedê piştre sererast kiriye û wekî ku di îfadeyê de jî hatiye diyarkirin, “emrê me heftê sal dom dike, herî zêde heştê, ew jî ku tenduristiya me baş be.” (Mezmûr 90:10) Ji emrê îro yanzdeh car zêdetir bû.

B.M nêzî di sala 1920an de, Xwedê yekî kal ku navê wî xist Birahîm hilbijart. Xwedê ji Birahîm re wehd kir ku dê neteweyek ava bike ku ji wan re der heqê plana Xwe û mirovan de dersên taybet hîn bike. Xwedê di heman demê de bi rêya vê neteweya hilbijartî, dê pêxember û Nivîsên Pîroz pêk bianiya û dê Mesîh bişanda dinyayê. B.M nêzî sala 1490an, Xwedê mirovekî ku di nav vê neteweyê de bû peywirdar kir ku bibe Berdevkê Wî. Navê vî zilamî Mûsa bû.

ŞAHIDIYA NIVÎSKÎ

Xwedê ji Mûsa re îlham da ku bila Tevrat a ku beşa yekemîn a Nivîsên Pîroz e, binivîse. Armanca Wî ew bû ku rastiya Afirînerê Esman û Rûzemînê, heya dawiya demê ji bo nifşa pêşerojê, bi awayekî nivîskî bikaribe bide peydakirin. Peyvên ku divabû bihata nivîsîn xist mêjiyê Mûsa. Xwedê rastiya Peyva xwe, bi mucîzeyên xurt ên ku bi destê Mûsa pêk anî, ji neteweyan re rast derxist. Xwedê di heman demê de bûyerên pêşerojê, yên ku Mûsa ji Misirî û Îsraîliyan re da zanîn, rave kir. Her tişt wekî ku Mûsa ji berê de dabû zanîn, pêk hat. Xwedê ji tu gumanên ku piştre mantiq derxe holê re cih neda.

Gumanbarên herî hişk jî mecbûr man îtîraf kirin bikin ku Xwedayê ku bi rêya Mûsa diaxive, Xwedayê rast û jîndar e. 3

Mûsa pêxemberê yekemîn bû ku Peyva Xwedê ji panzdeh sedsalan zêdetir qeyd kir. 4 Pêxember ew kes bûn ku paşeroja wan ji hev cuda bûn. Hinek ji wan perwerdehiya fermî nedîtibûn. Û digel ku nav nifşên cuda de jiya bûn, nivîsên wan peyamek pêşkêş dikir ku ji serî heya binî lihevhatineke bêhempa bû.

Xwedê Mûsa, Dawud, Silêman û nêzîkî sih kesên din hilbijart ku Nivîsên Peymana Kevn binivîsin. Û Peyva xwe, bi wehd, pêxemberî û nîşanên mucîzewî re rast derxist.

Di Peymana Nû de, kok, jiyan, peyv, kar, mirin û vejîna Mesîh ji hêla çar kesan ve hatiye qeydkirin: Matta, Markos, Lûka û Yûhanna. Van çar mirovan bi nivîsîna Mizgîniyê (di erebî de wekî Incîl tê binavkirin) ji cîhanê re çar şahidiyên cuda anîn. Xwedê, di heman demê de armancên niha û taliyê yên ku ji bo gelê xwe fikiriye, ji bo ku bi awayekî bêhempa rave bikin, ji Petrûs, Yaqûb û Yahûda (zirbirayên Îsa) û Pavlûs (zanyarekî û terorîstekî kevn) re îlham da. Yûhannayê Qasid pirtûka dawî ya Pirtûka Pîroz nivîsî ku dê dîroka cîhanê wekî grafîkî – wekî ku em dizanin- çawa bi dawî be, dide zanîn.

ŞAHIDIYA HEVGIRTÎ

Xwedê ji bo ku ravekirinên Wî qeyd bike, ji panzdeh sedsalan zêdetir nêzî çil zilaman bi kar anî. Digel ku piraniya van şahidan tu car hev û du nas nekirine, tiştên dinivîsin ku şêwe bidin çîrok û peyama dawînî li hev dikin.

Kê dikarîbû şahidiyeke wisa hevgirtî bikira, ji xeynî Yekî ku kurtbûna qewlê jiyanekê nikare asteng bike?

Lewre tu peyva pêxemberiyê ji daxwaza mirov derneket holê. Mirovên ku ji hêla Ruhê Pîroz hatin birêvebirin, peyvên Xwedê ragihandin.”(Petrûsê 2., 1:21)

Gelek mirov bi sedsalan êrişî Peymana Nû kirin, bi taybetî jî li nivîsên Pavlûsî êrîş hatin kirin..

Qasid Petrûs ji me re şîretan dike ku em girîngiyê bidin nivîsên Pavlûs:

Di heman demê de Pavlûs jî bi zanebûna ku Xwedê dabûyê ji we re ivîsî…Di nameyên wî de ji bo famkirinê cihên dijwar hene ku, kesên nezan û bêbiyarwekî Nivîsên Pîrozên din, van jî berevajî dikin û hilweşîna xwe amade dikin.”(Petrûsê 2., 3:15-16)

Her tiştê ku Qasid Pavlûs nivîsî, bi nivîsên pêxemberan re li hev tê. Wekî ku Pavlûs bixwe jî şahidiyê kir, “Lê heya îro Xwedê alîkarî min kir. Ji ber vê ez li vir disekinim, ji her kesî re –mezin, biçûk- şahidiyê dikim. Tiştên ku ez dibêjim, ji bûyerên ku pêxember û Mûsa berê agahî dabûn ne cudatir in… tu ji peyvên pêxemberan bawer dikî? (Karên Qasidan 26:22,27) 

HEVGIRTÎ AN HEVNEGIRTÎ?

Ewlebûna şahidekî, ne bi pîvanga rastî ku şahidiya wî kesî dihewîne, bi hevnegirtiyeke ku di şahidiya wî de tune ye tê kontrolkirin. Em bi çîrokeke biçûk mînak bidin vê mijarê:

Çar xortên xwendekarê lîseyê, li rojeke tavîn li ber xirandina ku neçin dibistanê, nesekinîn. Roja din gava çûn dibistanê, dema hewce bû ku vebêjin ka çima roja berê neçûn dibistanê, derew kirin ku lastîka ereba wan teqiyaye. Mamoste, bi bişirîneke ku dilê her çar xwendekaran rihet kir, got: “Min duh ezmûneke nivîskî çêkiribû, hûn negihiştinê.” Lê piştre berdewam kir: “Rûnin cihê xwe, pênûs û kaxez derxin. Pirsa yekemîn: Lastîka ku teqiyabû kîjan bû?” 5

Bersivên hevnegirtî, çîroka wan a lihevnehatî diyar kir.

Berevajî şahidiya van çar xortan ku li hev nagire, şahidiya Xwedê hevgirtî ye. Afirînerê me bi domahiya nifşên bêmijar, bi bikaranîna bidozîneyan nivîskar û şahid, Xwe û plana xwe bi hevgirtiyeke bêqusûr rave kiriye.

Xwedê di okyanûsa pêldar a okyanûsa felsefe û dînên dijber ên mirovan de, ji bo ku em canê xwe rihet bikin li ser wê okyanûsê zinareke ku naheje çêkiriye û ew parastiye.

Ev zinar, gotina WÎ ye.

Gotinên pêxemberan ji bo me bû mîsogeriyeke mezintir, ku hûn guh bidinevan peyvan ku dişibin çiraya ku di tariyê de ronî dide, hûn ê baş bikin… Lêdi nav gel de pêxemberên  sexte hebûn, çawa ku dê di nav we de jî kesên kuagahiyên çewt belav bikin, hebe… dê gelek kes jî tevlî kêfdarî wan bibin, ji wan dê bihekimin ji rêya rastî re. Ji ber peyvên xwe yên derew ên ku ji ber çavbirçîbûna xwe dikin, dê we bimêjin.” (Petrûsê 2., 1:19-2:1-3)

PÊXEMBERÊN SEXTE

Wekî tê dîtin, Peyva Xwedê li hemberî çavbirçiyan “kesên ku dê bi peyvên çewt we bimêjin”, pêxember û mamosteyên ku ji bo menfeata xwe tevdigerin, hişyarî dide. 6  Pirtûka Pîroz der heqê kesên ku bi navê Xwedê dipeyivin, lê esas “giyaneke ku derewan dike”, gelek çîrok dihewîne di hundirê xwe de. (Qralên 1., 22:22)

Nivîsên Pîroz ji dewra Îlyas ê ku di dîroka Îsraîlê de, li hemberî 850 pêxemberên sexte, pêxemberê rast bû, qal dikin.

Gava 7000 Îsraîlî dilsoz in li hemberî Xwedayê rast, kesên din ên ku bi milyonan in, bawerbûna ji şahidên sexte yên ku ji wan re xizmetê kiribûn, çêtir dîtin. 7

Reb dibêje ku, ‘Ya pêxemberên ku gelê min ji rê derxistin, hûn ji kesên kuwe têr dikin re silametî dixwazin, lê êrişî kesên ku we têr nakin, dikin.’ ”(Mîka 3:5)

Rêya ku dîrokê şopand ev e; Îsa ji ber vê, ev hişyarî kir:

Deriyê ku dibe hilweşînê fireh e û rê berfireh e. Kesên ku ji vî dêrî derbasdibin gelek in. Lê deriyê ku dibe jiyanê teng e, rê jî dijwar e. Kesên ku vêriyê dibînin kêm in. Ji pêxemberên sexte dûr bikevin! Ew xwe bi postên berxikan dipêçin û xwe nêzîkê we dikin, lê esas gurên dirende ne. Hûn ê wan ji fêkiyên wan nas bikin. Ji giyayên derzok tirî, ji strîmişkan hejîr tê berhevkirin? Mîna vê, her dara baş fêkiyê baş dide û her dara xirab fêkiyêxirab dide. Dara baş fêkiyê xirab nade û dara xirab jî nikarefêkiyê baş nade.” (Matta 7:13-17)

Pêxemberên sexte û mamosteyên bêhejmar, bi sedsalan hebûna xwe domdar kirin. Hinek ji wan bi sedan û hezaran kesan xistin bin bandora xwe, hinek ji wan jî bi mîlyonan heta bi milyaran kesan xistin wê riyê ku ew birin “hilweşînê”.

Ger hûn dixwazin ji wan “pirjimarên” ku pêxemberê sexte di “riya hilweşînê” de korkorane dişopînin birevin, naxwe hînkirina wî kesî ji mevsika vê pîvanê derbas bikin:

Peyama pêxemberekî rast, her tim bi Nivîsên pêxemberî yên beriya wî, yên ku hatine pejirandin re li hev tê.

Li rewşa van sê kesên jêrê yên ku dibêjin em pêxemberên Xwedê ne, binêrin. Ev kes pêxemberên rast an sexte ne?

LÊKOLÎNA I: “MESÎHEKΔ VEŞARTÎ

Dîrok der heqê gelek kesên ku piştî dema Mesîhî jiyane û xwe wekî pêxember û Mesîh îdîa dikin, agahî dide. 8 Yek ji van kesan Ebû Îsa ye.

Ebû Îsa nêzî dawiya sedsala 7. li Împaratoriya Pers jiya. Kesên ku ew dişopandin jê bawer kirin ku ew Mesîh e, lewre wî got ku dê wan kesan bigihijîne serfiraziyê û tevî ku xwendin û nivîsîn nizanîbû, li gorî rîwayetê pirtûk nivîsîn. Lê peyama vî zilamî bi Nivîsên Pîroz re li hev nedihatin.

Ebû Îsa ji wan re hîn kir ku bila rojê heft caran dua bikin û ji wan re parastineke xwedayî wehd kir û bang li wan kir ku bi hev re biçin şer. Tevî her tiştî, Ebû Îsa li şer mir û piştî veşartina wî nekarî vegere jiyanê, kesên ku jê bawer dikirin mecbûr man ku îtîraf bikin ku ew ne Mesîh bû.

Demeke dirêj beriya Ebû, Îsa kesên ku guhdarî wî dikirin hişyar kir:

Dê Mesîhên sexte, pêxemberên sexte derkevin; dê ev elamet û mucîzeyên mezin çêkin. Wisa ku ji destê wan bê dê kesên hilbijartî jî ji rê derxin. Va ye  ji berê de ji we re dibêjim.”(Matta 24:24-25)

LÊKOLÎNA II: “PÊXEMBEREKΔ XWEKUJIYÊ

Jim Jones, terîqeteke bi navê PerestgehaGelava kir. Di serê 1970an de Jim li Kalîforniya San Franciscoyê waîzekî nîşandana miletê bû. Bi hunera xwe ya ku gelek kesê ji bo alîkariya polîtîka û feqîran tevger dikir, dihat nasîn. Jim xwe wekî “Pêxember” da nasîn û wisa îdia kir ku xwedî hêzek e ku dikare nexweşên pençeşêrê baş bike û dikare miriyan vejîne.

Di dawiyê de Jim Jones kesên ku jê bawer dikirin îkna kir ku bi wî re biçin Başûrê Amerîkayê û “Jonestown” ê ku li Guyanayê ye. “Pêxember Jim” ji piştevanên xwe wehd kir ku dê li vê civata nû jiyaneke biaram û kêfxweş dom bikin. Lê ev pêyv dereweke mezin bûn.

Jim ne ji xeynî gurekî dirende bû ku xwe bi postê berxikan pêçabû. San Francisco Chronicle ev nûçe belav kir: “18 Berfanbar 1978: Jones ji qewteyê xwe re ferman kir ku bila bi siyanûrê xwe bikujin û bi vî awayî bila xelat bidine xwe. Ji kesên ku siyanûrê red kirin re, bi zorî jehr hat dayîn. Zarok bi derziyan hatin kuştin. Di dawiyê de, li Jonestownê 914 cendek hat dîtin ku yê Jones jî tê de bû.” 9

LÊKOLÎN III: “PIRTÛKEKE PÎROZ” YA KU HATIYE PEJIRANDIN

JosephSmith di 1805an de li Bakûrê Amerîkayê hate dinyayê. Smith ê ku di nav xizaniyê de û bi baweriya tewş mezin bûye, gava bû xortekî, ji mirovan re got ku pêxemberê Xwedê ye. Îdia kir ku Xwedê jê re bi riya milyaketekî roniyê bi navê Moroni hin bînahiyan daye û pê re axiviye.

Joseph ev nivîsîn: “Ez bi hêzeke hatim zebtkirin ku yekcar ez têk birim. Bandora vê hêza li ser min ew qas mezin û bandorker bû ku min nedikarî biaxivim. Derdora min tarî bû û ji bo demekê ez fikirîm ku rastî laneta hilweşîneke nişkav hatim.” Smith piştre qal dike ka çawa li ser serê wî “stûneke roniyê xuya kir û ev roniya ku wekî rojê dibiriqî çawa hêdî hêdî hat li ser wî sekinî”. 10  Joseph da zanîn ku Xwedê ji bo wî pirtûkeke pîroz a nû rave kir –Pirtûka Mormonê. Ji alîgirên xwe re got ku ev Pirtûka Pîroz ji Xwedê hatiye, lê ev pirtûk ravekirina Xwedê ya dawî ye. Joseph ji mirovan re jiberkirina duayê, rojîgirtinê, sedeqedayînê, başbûnê û qebûlkirina wî ya wekî pêxemberekî hîn kir. Di vê navberê de wî jî berjewendiyên xwe derxist pêş û jiyaneke bişehwet jiya û wî ev jiyan meşrû kir.

Tevî ku raveyên Joseph Smith ji hêla şahidên din nehat pejirandin (digel ku wî îdia dikir ku sê şahidên wî hene) û rastiya pirtûka wî ku bi Pirtîka Pîroz, dîrok û arkeolojî re li hev nayê, 11 îro bi mîlyonan kes girêdayî dînê Mormonizmê ne. Dêrê Mormonê Dewlemend mîsyonerên xwe dişîne her derê dinyayê û her roj bi sedan kes dibin Mormon(wekî Latter-day Saints jî tên binavkirin). Piraniya Mormonan kesên jidil û dirust in, lê ku hûn peyama “Pêxember Joseph” bi peyama ku pêxemberên Pirtûka Pîroz dabûn zanîn û nivîsîbûn re bidin berhev, hûn ê bibînin ku du peyamên yekcar ji hev cuda ne.

Ne tevgereke zanakî ye –tevî ku ev peyam birêkûpêk girêdayî hev jî be an jî peyameke jîrekane jî be- ku em qedera xwe ya bêdawî ji bo peyamên nakokî û nepejirandî ên pêxamberên ku xwe dane sehkirin, bavêjin xetereyê. “Lewre Şeytan wî dike wekî milyaketê roniyê.” (Korintiyên 2., 11:14)

PEYAMEKE PEJIRANDÎ

Di dinyayekî ku hişê wî tevlihev de, gelek kes ku “der heqê Xwedê de li şûna rastiyê, derew xistine”(Romayî 1:25), Xwedayekî rast, rastiya xwe ji van gelek dengan ku li hemberî vê rastiyê disekinin, bi awayekî net cuda kiriye.

Rêya ku Xwedê Peyama xwe pejirandiye, ev e: raveyeke domdar ku bi domahiya gelek nifşan ji gelek pêxemberan re, bi hevgirtineke nuwaze dikin. Nivîskarê ku tenê bêyî demê heye, dibe ku ji ravekirineke wisa îlham girtibû.

 

Çilmirovên vê mînakê nûçevanên ku peyamên hilbijartî û hevgirtî yên Xweda ku bi domdariya panzdeh sedsalan ve di Nivîsên Pîroz de qeyd kirine, temsîl dikin.

 

Yek mirov nûçevanekî ku bi peyameke piştre lihevnehatiye û nehatiye pejirandin derhetiye holê, temsîl dike.

Çilmirovên vê mînakê nûçevanên ku peyamên hilbijartî û hevgirtî yên Xweda ku bi domdariya panzdeh sedsalan ve di Nivîsên Pîroz de qeyd kirine, temsîl dikin.

Yek mirov nûçevanekî ku bi peyameke piştre lihevnehatiye û nehatiye pejirandin derhetiye holê, temsîl dike.

Di çend beşên berê de em rastî gelek delîlan hatibûn ku dida nîşan Pirtûka Pîroz Peyva Xwedê ye. Ev û delîlên din çi qas qanîker bibin jî, belgekirina Peyama Xwedê ku beriya her tiştî divê bê çêkirin, bi bihîstin, famkirin û qebûlkirina pêyamê re pêk tê.

Rêzên bûyerên pirtûka Xwedê ku bi hûrguliyan tên agahdarkirin, tiştê ku bi awayekî bêdawî ji hêza xeyala me wê de ye, rave dike. Dide nîşan ku xwezaya Afirînerê me xwedî dengeyekî bişeml û nuwaze ye. Mirovan ji tirsa mirinê difilitîne û hêvîya yeqîn a jiyana bêdawî dide wan. Karakter û helwesta mirovan diguherîne. Aliyê wan dide Xwedayê yek û rast.

Ne Şeytan ne jî mirov nedikarî peyameke wiha pêşkêş bikira.

Lê hûn ji min bawer nekin.

Her tiştê biceribînin, tiştê baş bi hişkî bigirin.” (Selanîkiyên 1., 5:21)


1. “Lewre tiştên ku der heqê Xwedê de tên zanîn, li ber çavên wan e: Xwedê hemû daniye li ber çavên wan. Wesfên Xwedê yên ku nayên dîtin –hêza bêdawî û Xwedatiya Wî- dinya hat afirandin û pê ve bi kirinên Wî têne famkirin, bi awayekî zelal têne dîtin. Ji ber vê tu lêborîna wan tune ye” (Romayî 1:19-20). Kesên ku ne xwedî Nivîsên Pîroz in jî, “didin nîşan ku di dilê wan de pêwîstiyên Zagona Pîroz hatine nivîsîn. Wijdanên wan dibin şahidên vê. Fikrên wan jî, an wan tawanbar dike an jî piştgirî dide wan” (Romayî 2:15). Lê dîsa jî piraniya mirovan, li şûna ku zêdetir li rastiyê bigerin, yê sexte an jî şaş dişopînin.

2. Bi hesabkirina emrên nivîskî yên ku li nifşên ku Pirtûka Pîroz hatine qeydkirin, em hîn dibin ku Adem, bavê Nuh (nifşa nehemîn a piştî Adem) heya ku pêncî saliya xwe derbas nekiriye, nemiriye (Afirîn 5).

3. Piştre sêrbaz ji Firewn re gotin, ‘Xwedê tevlî vê bûye’ (Ji Misirê Derketin 8:19). Di heman demê de binêrin: Ji Misirê Derketin 12:30-33. Ji bo temamiya çîrokê, Ji Misirê Derketin 5:14 bixwînin.

4. Musa, beşa pêşîn a Nivîsên Pîroz nivîsî. Lê belê tê zanîn ku pirtûka Eyûb beriya Tewratê (di dema Brahîm de) hatiye nivîsîn, ji ber vê pirtûka Eyûb dibe yek ji parçeyên herî kevn ên wêjeya ne temamkirî. Ku dîrok rast be, wê demê Pirtûka Pîroz nêzî ji 2000 salan zêdetir berê hat nivîsîn.

5. DeHaan, Dennis. Our Daily Bread, Gulan 6, 2006. Grand Rapids, MI: RBC Ministries.

6. Hin kes ev pirs dikin: “Xwedê çima ji pêxemberên sexte re destûr bide ku peyamên xapînok bidin zanîn?” Musa di Tewratê de bersiva vê pirsê wiha da: “Ku ji nav we pêxemberek an jî yekî ku xeyal dibîne derkeve, û ku ji we re nîşaneyek an jî bûyereke metelhiştî ji berê de bêje, ku bêje ‘Em berê xwe bidin îlahên din ên ku em nizanin, û em wan biperêsin’, nîşaneya ku dibêje û bûyera metelhiştÎ rast derkeve jî, divê hûn peyvên wî pêxemberî an jî yê ku xeyal dibîne, guhdarî nekin. Xwedayê we Reb, we diceribîne ka hûn ji Wî ji dil û bi hemû canê xwe hez dikin an na.” (Dubareya Zagonê 13:1-3)

7. Qralên 1., 18; Qralên 1., 19:18; Romayî 11:14.

8. Smith, James E. What the Bible teaches about the Promised Messiah. Nashville, TN: Thomas Nelson Publishers, 1993, rûpel 470-474; Di heman demê de: Phililps, John. Exploring The World of the Jew. Neptune., NJ: Loizeaux Brothers, 1993, rûpel 80-81.

9. Taylor, John. “Jones Captivates San Francisco’s Liberal Elite,” San Francisco Chronicle, November 12, 1998.

10. Smith, Joseph. Pearl of Great Price. Joseph Smith – History; 1:15-16.

11. Pirtûka Pîroz ji hêla dîrok û arkeolojiyê ve tê pejirandin, lê dîrok û arkeolojî pirtûka Mormonê napejirînin. Thomas Stuart Ferguson profesorekî ye ku, ji bo ku ji “pirtûka pîroz” a Mormonan re delîleke pejirandî bibîne, ji bo vê yek armancê li Zanîngeha Brigham Young beşa arkeolojiya Mormonîzmê ava kiriye. Piştî lêkolîneke bîst û pênc salî, beşa arkeolojiya Fergusonê, wekî ku li pirtûka Mormonê tê diyarkirin, nebatên ku li herêmekê şîn bûne (flora), ajalên ku aîdê welatekî an jî dema jeolojiyê (fauna), topografî, erdnîgarî, mirov, perê hesin û delîlên ku derdoran dipejirîne nedîtine. Ferguson ev encam derxistiye ku erdnîgariya pirtûka Mormonê “pevxistî” ye. (Martin, Walter. The Kingdom of the Cults. Minneapolis, MN: Bethany House Publishers, 1977, rûpel 200-202).