12
ZAGONA GUNEH Û MIRINÊ
“Her kesê ku gunehdike xulamêgunehêye.”
Îsayê Nasirayî (Yuhanna 8:34)

Adem û Hewa ji Afirîner-Xwedayê xwe re bêîtaetî kiribûn. Wekî Şeytên, wan jî girêdanên xwe yên bi Xwedê re wenda kirin û bûn xulamê gunehê. Wekî zarokên ku li fermana diyar a bavê xwe îtaet nakin, Adem û Hewa jî êdî nexwestin bi Wî Kesî ku ji wan hez dike û bi wan re eleqededar dibe re bibin. Li şûna hestên wan ên zewq û pêbaweriyê niha tirs, qirêjayî û fedî hebû.

Bi vî awayî, di hênikahiya rojê de dengê REB Xwedayê ku li baxçê dimeşiya bihîstin. Ji Wî reviyan û xwe di nav daran de veşartin.” (Afirîn 3:8)

Adem û Hewa niha bi gunehê hatibûn qirêjkirin û guneh bibû sedema wan ku xwe ji Afirîner û Efendiyê xwe veşêrin. Wijdanên wan ên ku nû bi dest xistibûn, ji wan re ji navajo hîn kiribû ku di huzûra Xwedayekî pîroz de tenê dikare mirovên pîroz bijîn û bi vî awayî hebûna tegînên başÎ û xirabiyê da zanîn. Adem û Hewa êdî li ber Xwedê safî nebûn û wan ev dizanîbûn. Girêdana nêzîk a navbera Xweda û mirovê de şikest.

Têkilî mir.

ÇIQLEKÎ ŞIKESTÎ

Rojekê, di bin darekî ku nêzî mizgeftekê bû, min bi çend mêran re suhbetê dikir, suhbet beraliyê guneh û mirinê ve çû.  

Min çiqlekî darê şikand û ji wan pirs kir: “Ev çiqil mirî ye an zindî ye?”

Yek ji wan got, “Çiqil dimire”.

Yekî din got, “Çiqil mirî ye”.

Ez li dijî gotina wî derketim û min got: “Tu çawa dibêjî çiqil şikestî ye? Tu nabînî çi qas şîn e?”

Zilam ev bersiv da: “Wekî zindî xuya dike, lê ji ber ku ji çavkaniya ku jiyana xwe jê distend veqetiya, a rast mirî ye.”

Min ji wan re got: “ev gotina te pir rast e. Te bi gotinên xwe re terîfa ku di Nivîsên Pîroz de der heqê MIRINê de tê kirin, got. MIRIN ne wendabûn e; VEQETÎNA ji Çavkaniya Mirinê ye. Ji ber vê gava yekê ku em jê hez dikin dimire, beriya ku bedena wî tê veşartin, em der heqê wî de dibêjin “çû”. Ji ber ku em dizanin ruhê wî ji bedena wî veqetiyaye, em bi vî awayî diaxivin. Mirin tê wateya veqetînê.

Piştre min ji van kesan re behsa fermana ku Xwedê ji Adem re daye, kir. Û min ji wan pirs kir: “Xweda ji Adem re got, ku li hemberî Wî guneh bike dê çi bibe. Xwedê jê re got ku fêkiya qedexe bixwe divê merasîmên dînî bike, dua bike, rojî bigire, dehanî bide û dest bi çûyîna dêr an jî mizgeftekê bike?”

Gotin “Na”, “Xweda got dê Adem bimire”.

“Rast e. Xweda bi awayekî zelal ev got; dê cezayê gunehê bûya MIRIN. Lê ez ji we dixwazim ku hûn bersiva vê pirsa min bidin: Adem û Hewa piştî ku ji Xwedê re bêîtaetî kirin û fêkiya qedexe xwarin, di heman rojê de mirin?”

“Na!”

“Naxwe, gava Xweda ji Adem re digot, ‘Roja ku tu vê fêkiyê bixwî tu yê teqez bimirî’ mebesta Wî çi bû?”

Min ji vê destpêkê ji wan kesan re terîfa Xwedê ya der heqê mirinê de kir: veqetîneke sêber a ku bi bêîtaetiya mirovan a li hemberî Xwedayê xwe derdikeve.

VEQETÎNA SÊBER A KU GUNEH JÊ RE DIBE SEDEM

1. Mirina ruhî: VEQETÎNA ruh û canê mirov ji Xwedayê xwe

Adem û Hewa roja yekemîn ku li hemberî Xweda guneh kirin, ji hêla ruhî mirin. Têkiliya nêzîk a Adem û Hewa ya bi REBê xwe re, wekî çiqlekî ku ji dara xwe hatiye jêkirin, miribû. Û agahî xirabtir dibin. Her kesê ku ji nifşa Adem û Hewa tên, parçeya vê “çiqla” mirî ya ji hêla ruhî ne.

Her kes çawa ku di Adem de dimire…”(Korintiyên 1., 15:22)  

Digel hînkirina zelal a Nivîsên Pîroz, gelek kesên ku qebûl dikin nifşa mirovan ji Adem hatiye, di heman demê de israr dikin ku bebekên ku nû hatinê dinê bi xwezayeke saf û bêguneh hatine dinyayê. Em li ser çiqlê ku ji darê hatiye jêkirin dîsa bifikirin.

Beşeke darê ye ku jê hatiye veqetîn, lê kîjan beşa çiqlî “mirî ye?” Şûlikên biçûk ên li ser wî jî tê de, çiqil bi temamî mirî ye. Ku ev şûlik û pel bikarîbana biaxivin, belkî dê tiştên mîna vê bigotana: “Niha bîskek bisekinin! Ne xeletiya me ye ku çiqil ji darê hatiye şikestin! Tişta ku yekî din kiriye li ser me bandorê nake!” dikarin wiha bibêjin, lê a rast ew e ku, tişta yekî din din bandorê li ser wan dike. Bi heman awayî Peyva Xweda dibêje ku hemû nifşa mirov “di Adem de ye”. Em her yek parçeyeke heman “çiqlê” ku ji darê veqetiya ye, ne û em êşa encama vê dikişînin. Li we xweş bê neyê gava Adem guneh kir xwe lewitand û rastiyek e ku hemû malbata mirov ji nifşa wî hatiye.

Ava gundê ku ez lê dijîm, ji Çemê Senegalê ku bi kîlometreyan pêş de ye, tê. Li gundê me bîrekê heye lê tu kes nikare ji ava wê vexwe. Ava vê bîrê bixwê ye. Her dewlika avê ku ji vê bîrê tê kişandin, bi xwê qirêj bûye. Dilopeke vê avê jî ne safî ye, her dilopa wê bi xwê qirêj bûye.

Bi heman awayî her kesê ku ji Adem çêbûye, bi gunehê qirêj bûye. Sedema zarokên biçûk jî ku guneh dikin, ev xwezaya bi guneh e. Guneh, parçeyeke xwezaya wan e. Ji bo ku mirov baş û nazik bibe, divê hewldaneke hişmendî û têkoşîn hebe. Lê belê ji bo xweperestî û êşandina mirovan, hewldaneke taybet ne hewce ye. Pêxember Dawud rave dike ka çima em bi xweajo guneh dikin:

“Di nav sûcê de hatim dinyayê, di nav gunehê de bihemle bû diya min.” (Mezmûr 51:5) “Yên xirab hê dimalzarokadiyaxwedederdikevin rê, çawa tê dinê bi derewan ji rê derdikeve.” (Mezmûr 58:3)Hemû ji rê derketin. Hemû xetîş bûn. Kesê ku qenciyê dike tune ye, kesekî jî!” (Mezmûr 14:3)

Gelê Wolof ê Senegalê, xwedî çend wecîzeyên xweşik in ku ji hin kesî re di famkirina rastiyê de alîkar bûne. Mînaka yekemîn wiha ye: “Koremişkekî nifşeke ku nakole naqewimîne.” Bi heman awayî Ademê ku bi gunehê hatiye lewitandin, nikare nifşeke ku guneh nake biqewimîne.

Wecîzeyeke din jî wiha ye: “Nexweşiyeke şov, xwe bi kesê ku nexweşî pê ve girtiye re bisînor nake.” 

Pir xemnak e lê rast e. Wekî qusûreke ku bi zayînê re çêdibe an jî wekî nexweşiyeke têger, xwezaya biguneh a Adem jî derbasî me û zarokên me bûye.

Guneh bi rêya mirovekî, mirin jî bi rêya gunehekê kete dinyayê. Bi vî awayî mirin belavî hemûkesan bû. Lewre hemû guneh kirin.” (Romayî 5:12)

Bala xwe bidin îfadeya yekemîn: “Guneh bi rêya mirovekî hat.” Û em li ser îfadeya dawî bisekinin: Hemûyan guneh kirin.” Em hemû bi rêya zayîn û çalakiyê re gunehkar in. Em nikarin ji ber gunehên xwe Adem tawanbar bikin. Nivîsên Pîroz wiha dibêje:

Lê sûcên we, we ji Xwedayê we dûr xist; û ji ber gunehên we, we êdî nema rûyê Wî dît.” (Yeşaya 59:2)

Gavamirovekî tê wê emrê ku êdî dikare rastî û xeletiyê ji hev veqetîne, Xwedê wî bi gunehên wî berpirsiyar dike. 1 Hemû “çiqlê” mirov ji Afirînerê wî veqetiyaye. Mirov wekî ruhî, “ji ber sûc û gunehên ku tê de dijî, mirîye.” (Efesî 2:1)  

2. Mirina fîzîkî: VEQETÎNA ruh û canê mirov ji bedena xwe.

Gava Adem û Hewa guneh kirin, tenê bi ruhî nemirin, di heman demê de bi fîzîkî jî dest bi mirinê kirin. Çawa ku pelên çiqlekî şikestî zû bi zû ziwa nabe, bedenên Adem û Hewa jî bi heman awayî roja ku guneh kirin nemirin. Lê dîsa jî bedenên wan, bi mirinê ku dijmineke jê nayê revîn bû, hatibû dagirkirin.

Ji bo Adem, Hewa û nifşên wan, bidestxistina ji hêla mirina fîzîkî li hemanan bû.  Yek ji wecîzeyên Ereban dibêje: “Mirin li deveyê ku zû diçe, siwar dibe.” Tu kes nikare ji mirinê bireve. Peyva Xwedê jî vê wiha îfade dike:

Carekê mirin û piştre jî bê darizandin, qedera mirovan e.” (Îbranî 9:27)

3. Mirina bêdawî: VEQETÎNA ruh, can û bedena mirovekî ji Xwedayê xwe heta hetayê.

Hatiye sêwirandin ku çiqlekî zindî dê pel, kulîlk û fêkî hilgire. Çiqlên mirî tînin cem hev û têne şewitandin. Gava Adem li hemberî Xweda guneh kir, mafê xwe yê îmtiyazê ku ji bo wî hatibû sêwirandin –Bilindkirina Xwedê û heta hetayê bi Wî re jiyîn- bi cezayê re wenda kir. Mirovê ku ji bo ku heya bêdawiyê bijî hatibû afirandin, ji Afirîner-Xwedayê xwe yê bêsînor re bêîtaetî kiribû. Cezayê vê bêîtaetiyê, hetahetayê ji Xwedê dûrketin bû.

Ku Reb bi rehma xwe ji bo guneha Adem û Hewa çareseriyek nedîta, gava bedenên Adem û Hewa carekê mirin, dê bi şoka mayîna li “sergo”ya ku ji bo Şeytan û cinên wî hatibû amadekirin, rû bi rû bimaya. Pirtûka Pîroz vê wekî “mirina duyemîn” bi nav dike, lewre ev mirin piştî mirina fîzîkî derdikeve holê. Navekî wê yê din jî “cezayê ku heya bêdawiyê didome” ye. 2 Fikra cihekî ku dê mirov ji bo maweyeke demborî lê cezayê gunehê xwe bikişînin û dê rojekê jê rizgar bibin, cihekî ye ku mirov bixwe derxistine.

Ger ku “cezayê ku heya bêdawiyê didome” neadil an jî bêmantiq xuya dike, sedema wê belkî jî ew e ku di mijara famkirina xwezaya Xweda, erdkêşiya gunehê û têgîna bêdawiyê de neserkeftîbûna me ye.

Piştre em ê li ser safîtiya Xwedê û qirêjiya gunehê bisekinin.

Ku em bêne mijara têgîna bêdawiyê, em dikarin vê îtiraf bikin: peyva bêdawîyê bixwe jî ji zerengiya me ya zîhnî zêde ye, lewre çarçoveya referansa me dem (Zeman) e.

Di bêdawiyê de dem tune ye.

Ku em bifikirin ku dê mirovekî li cehenemê bi milyaran sal derbas bike, dê ev fikra me şaş be. Bêdawî ji salan pêk nayê. Bêdawî, nihayeke bêdawî ye. Mirov dema bikevin vê herêma jênerevîn, dê mantiqa wê ya giran fam bikin. Çîroka (Beşa 3.) zilamê dewlemend ê ku diçû cehenemê tê bîra we? Ev zilamê dewlemend hê li wir e.

Xweda, daxwazên ku ji bo Bihuştê pêwîst in, bi awayekî zelal diyar dike:

Dê tu tiştên qirêj, kesên ku tiştên pelos û xapînok dikin tucar nekevin wir.” (Wehî 21:27)

Di vê mijarê de dê bi tu tiştê ve neyê berdan. Çawa ku zagonên xwezayî yên Xweda ji bo mirin an jî hişkbûna çiqlekî ku ji darê xwe tê jêkirin, dibe sedem, zagonên ruhî yên Xwedê jî bi heman awayî dixwazin ku guneh bila bi ruhî, fîzîkî û bi veqetîna bêdawî bêne cezakirin.

GUNEH Û FEDÎ

Niha wext hat ku em vegerin cihê ku me Adem û Hewa herî dawî dîtin – di nav darên baxçê hewl didan ku xwe ji Xwedê veşêrin.

Beriya ku Adem û Hewa guneh kirin, bi bilindahî û nuwazebûna Xwedê hatibûn pêçandin. Di huzûra Afirînerê xwe de yekcar rihet bûn. Lê gava ku zagona Xwedê binpê kirin, xwe bi awayekî din dîtin. Û aciz bûn – sedema acizbûna wan ne tenê tazîbûna wan a fîzîkî bû, di heman demê de ji ber ku haya wan ji tazîbûna ruhî jî çêbibû, riheta wan xera bibû.

Adem û Hewa, beriya ku zagonê binpê kirin, xwedî hişmendiya Xwedê bûn û “qet fedî nedikirin” (Afirîn 2:25). Niha bi awayekî nexwezayî haya wan ji wan çêbû û li ber Xwedayê Pîroz xwe qirêj hîs kirin. Adem û Hewa bûn tam dijî Afirînerê xwe. Niha pîroz nebûn. Êdî nexwestin ku li huzûra saf û biriqî ya Xwedê bibin. Wekî zirqîtikên ku gava ronî dibe, ji bo ku xwe veşêrin bilez direvin, “li şûna roniyê ji tarîtiyê hez kirin, lewre kirinên wan xirab bûn. Kesên ku xirabiyê dikin ji roniyê nefret dikin û ji bo ku kirinên wan dernekevin holê, nêzî roniyê nabin. (Yuhanna 3:19-20)

Adem û Hewa derketin holê û fedî kirin. Wisa hîs kirin ku baxçeyê nuwaze li wan nayê. Gava dengê Xwedê bihîstin, şok bûn. Êdî nexwestin bi Afirînerê xwe yê pîroz û dilovan re bin. Lê digel her tiştê, Ew ji bo ku li wan bigere hat baxçê.

Lêgerîn û filitandina yê wenda” parçeyeke xwezaya Xwedê ye. (Lûka 19:10)

XWEDAYÊ KU LI MIROV DIGERE

“REB Xweda bang li Adem kir, got, ‘Tu li ku yî?’. Adem got, ‘Dema min li baxçê dengê te bihîst, ez tirsiyam. Lewre ez tazî bûm. Ji ber vê min xwe veşart’. REB Xweda jê pirs kir, ‘Kê got ku tu tazî yî? Te ji fêkiya dara ku min got nexwe, xwar?’ (Afirîn 3:9-11)

Bala xwe bidine pirsa yekemîn a qeydkirî ya Xwedê ku ji Adem pirs kir.

“Tu li ku yî?”

Xweda bi vê pirsa xwe ya dilovan û ku li dilê mirov rûdine re xwest ku bila haya Adem jê hebe ka guneh ji wî û ji jina wî re çi kiriye. Xweda xwest ku bila binpêkirina zagonê îtiraf bikin. Xwest bila fam bikin ku guneh ketiye navbera wan û REBê wan ê Pîroz.

Sedema vê rewşa wan, ew guneh bû ku kiribûn. Sedema fedîkirin û xweveşartina bin dar û pelên hejîran, gunehên wan bû. Lê Adem û Hewa nedikarîna xwe ji Xwedê veşêrin, ji rastiya Wî û darizandina Wî ya ku her tiştê dizane, nedikarîna birevin.

HEQÊ GUNEHÊ MIRIN E

Gava Xwedê agahiyan dida Adem, henakan nedikir: “Roja ku tu ji wê bixwî, tu yê teqez bimirî.” (Afirîn 2:17) Em dizanin, kesên ku di kûrahiya dilê xwe de li hemberî Afirînerê xwe serî hildidin, divê ji Wî veqetin.

Piraniya me ew fîlm temaşe kirine ku tê de “zilamên xirab” dimirin û “zilamên baş” têk dibin. Em ji bo “zilamên xirab” xemgîn dibin? Na, em difikirin ku çi heq kirine wê girtine. Rastiya cidî jî ev e: di çavê Xwedê de hemû nifşa Adem “zilamên xirab in”.

Hemû ji rê derketin, hemû xetîş bûn. Kesê ku qenciyê dike tune ye, kesekî jî!” (Mezmûr 14:3)

Li gorî pîvana edaleta Afirînerê, em hemû cezayê mirinê heq dikin. Pirtûka Xwedê vê pîvana edaletê wiha diyar dike:

Zagona guneh û mirinê(Romayî 8:2)

Zagona guneh û mirinê, dixwaze ku her çalakiya bêîtaetiyê ku li hemberî Xwedê tê kirin, divê cezayê wê veqetîna ji Xwedê be. Awarte tune ye. Guneh mirinê tîne.

Sedema pejirandina Xwedê ya vê zagonê, karaktera Wî ya pîroz û dilsoz e. Kalikên me yên pêşîn, bi çalakiya gunehekê re xwe ji qraltiya rastî û jiyan a Xwedê veqetandin û xwe xistin nav qraltiya guneh û mirinê ya Şeytên.

Hema li wir bi ruhîmirin – wekî çiqlekî darê yê jêkirî. Têkiliya wan a bi Xwedê re mir.

Di heman demê de dest bi mirina fîzîkîjî kirin – wekî çiqlekî hişkbûyî. Vegerîna bedena wan a axê, tenê pirsgirêka demê bû.

Ya herî xirab jî ew bû ku REB ji bo guneh û fediya wan çareseriyek nedîta, dê hetahetayê di şoka mirinê re rû bi rû bimana – di nav agirê bêdawî ku ji bo Şeytan û cinên wî hatibûn amadekirin de, ji Xweda heta hetayê dûr biketana.

Nivîsên Pîroz ev mijar bi awayekî zelal anîn zimên:

Yê ku dê bimire, ew kes e ku gunehkiriye.” (Hezekiel 18:20)

Lewre heqê gunehêmirin e.” (Romayî 6:23)

Gava guneh digihîje jî mirinê tîne.” (Yaqûb 1:15)

Xweda mafdar e ku vê rastiya cidî wekî zagona guneh û mirinê bi nav dike. Ev rastiya cidî, ZAGON E.

Divê cezayê gunehê bê bicîhanîn.

Û dê ev ceza bê bicîhanîn.


1. Pirseke ku her kes dike: Ji bebek û zarokên ku dimirin re çi dibe? Dê ji ber xwezaya gunehê ya aferîşa xwe, bêne darizandin (Mezmûr 51:5; 58:3)? Dê Xwedayê biedalet ya rast bike (Afirîn 18:25). Xwedê kesekî ku hunera wî ya famkirinê tune ye, nadarizîne. Ew kesan, bi zanînên wan û ku der heqê lêgerîna rastiya Xwedê de ked bidin, wan bi tiştên dibe ku bizanibin berpirsiyar dike (Romayî 2:11-15; Mezmûr 34:10; Yeşaya 55:6). Kesekî dema bi qasî bikaribe li ber Xwedê bijareyên exlaqî bike bigihije, êdî berpirsiyar e (Dubareya Zagonê 1:39; Yeşaya 7:16; Samuelê 2., 12:23; Matta 18:10; Timoteosê 2., 3:14-17). Tenê Xwedê dizane kesekî kengî ji guneh û bijareyên xwe berpirsiyar e. Rewş çi be bila bibe, peyama ku Xwedê ji her yekî me re dide, ev e: “Va ye wext niha ye, roja rizgariyê va ye niha ye.” (Korîntiyên 2., 6:2).

2. Wehî 20:14-15; 2:11; 21:8; Matta 25:46.