15
ACIZIYA DUHÊL

Sernivîsa rojnameyeke meha Gulanê ya 2006an ev nûçe dabû: Mehkûmekî piştî ku 38 sal revî, dîsa hate girtin.

Mehkûmekî bi navê Smith ku ji ber şêlankariyê di girtîgehê de bû, di 1968an de ji girtîgeheke ku li Kalîforniya ye revî.

38 sal, bi bikaranîna paşnavê diya xwe, her tim cihê xwe guhert, di dawiyê de biryara xwe da ku li Amerîkaya Navîn, li herêmeke ku li wir darên gur hene, di nav romorkekê de bijî. Rayedar ew li wê herêmê bi dest xistin.

Dedektîfê Buroya Şerîf ê Navçeyê der heqê bûyerê de wiha got: “Demeke kin li erdê nêrî û piştre serê xwe rakir û ji min re wiha got: ‘Erê, ew kesê ku hûn lê digerin, ez im.’ Nefikirîbû ku dê mirov bi demeke ew qas dirêj lê bigeriyana.” 1

Smith ku nekarî ji hêza biisrar a zagonê bireve, kesekî ku guh nade zagonên Xwedê jî dê nekare ji qada ragihanî ya bêsînor a Zagonkerê Adil û Dadger bireve.

Û niha em binêrin ka kî ye guh nade vê zagonê:

Her kesî ku guneh kiriye li dijî zagonê hatiye; lewre guneh li dijhatina zagônê ye.” (Yuhannayê 1., 3:4)

Her kesî ku li hemberî zagonên nuwaze yên Xweda bêîtaetî kiriye, li hemberî zagonê hatiye. Lusîfer jî wisa kir. Yê ku Adem û Hewa jî kirin ev bû. Me jî heman tişt kir.

Hemû guneh li hemberî Xwedê ye. Gelek kes gunehên xwe girîng nabînin, lê di çavê Xwedê de hemû gunehkarên ku tobe nekirine û nehatine bexşandin –çi qas baş an jî oldar bibin jî- kesên sûcdar in ku li hemberî zagonê hatine.

TEMAŞEKARÊN XWEŞBÎN ÊN LEYLANÊ

Demeke berê cîranekî min wiha got: “Ez xweşbîn im; ez bawer im ez ê biçim bihuştê.”

Gava wextê darizandinê bê, xweşbînî û hewldanên ciranê min dê bikaribe wî ji cezayê bêdawî xilas bike?

Carekê gava min li Geliyê Mirî yê Kalîforniyayê (yek ji çolên herî germ ên rûzemînê) rêwîtiyê dikir, min li dûr cihekî dît ku dişibiya goleke biriqî, lê gava ez nêzîk bûm “gol” ji ber çav wenda bû. Gava min li pêş nêrî, min cihekî din jî dît ku dişibiya “gol”ê. Lê ev “gol” jî bi heman awayî wenda bû.

Yên ku min dîtin leylan bûn.    

Leylanek, bi tîrêjên roniyê ku bi rêya tebeqeyên tîn û siftî ya hewayê dişkên, çêdibin. Gol wekî rast xuya dibûn, lê ne rast bûn. Bi heman awayî, gunehkarekî jî dikare di mijara çûyîna bihuştê de xwe xweşbîn hîs bike, lê Nivîsên Pîroz rastiyê bi awayekî zelal derdixin holê. Nifşa Adem “ne xwedî wê hêzê” (Romayî 5:6) ye ku xwe ji êgir xilas bike.

Wekî kesekî ku li çolekê qemirî ku hemû ava xwe rijandiye û wenda bûye, mirovahî jî neçar e ku jiyana xwe ya ku ji ber gunehê wenda kiriye bi dest bixe.

Teqez em ê hemû bimirin, em wekî avê ne ku li axê dirije lê car din nikare bê berhevkirin.”(Samuelê 2., 14:14)

Kesê wenda jidil dikare ji wehaya ku dê jiyana wî xilas bike, bawer bike, lê “weha” dibe pelên germ ên ku dibin sedem ku beden zêdetir av kom bike. Kesê neçar û bêav heya bimire nav leylanan de bi zehmetî dimeşe.

Heman rewş ji bo helwesta xweşbînî, jidilî û hewldanên gunehdarekî jî derbasdar e.

Rêyek wisa heye ku ji mirov re wekî rast (dûz) xuya dibe, lê dawiya wê mirin e.”(Wecîzeyên Silêman 14:12)

Îro li dinyayê bi milyaran kes hewl didin ku bi rewşên xwe yên qirêj ji heq derkevin, li rêya ku ji wan re rast xuya dike dimeşin. Merasîmên dînî çêdikin, bi awayekî mekanîk dua ji ber dikin, bi merasîman bedenên xwe paqij dikin, ji hin xwarinan xwe dûr dixin, sedeqe didin, mûmê pêdixin, tizbî dikişînin, rêzikan dubare dikin, û tiştên ku jê bawer dikin “karên baş” in, dikin. Hinekê wan jî bala xwe didin sitûxwarkirina li ber rêberê xwe yê ruhî û hinek jî wisa hêvî dikin ku dê ji bo sedemeke ku dizanin qey pîroz an jî adil e şehîd bibin û dê wê mafê bigirin ku bikevin cinetê.

Gelo mimkun e bi tevgerîna bi vî awayî, li dû leylanekê direvin?

DER HEQÊ XWEBÛNÊ DE NÊRÎNEKE RAST

Wecîzeyeke Wolofê dibêje, “Rastî, îsoteke tûj e.”

Digel ku em ji vê aciz dibin, Xwedê der heqê me de rastiya zalim dibêje. Me vedixwîne ku em der heqê gunehên xwe de bi Wî re bi awayekî durist tevbigerin. Ku em ne xwedî jidiliyeke wiha ne, em ê bibin wekî cîranekî ku ez û hevsera min nas dikin, ku nexweşiyeke wî ya cidî heye. Ev cîran nexwest ku bizanibe hewcedariya bijîşkekî baş e û biisrar digot qey dê baş bibe. Çend hefte bi şûn de mir.

Mesîh gava li rûzemînê bû, ji komeke rêberê dînî yên ku ji rastiyên xwe bawer dikirin re got:

Ne yên baş, lê hewcedariya yên nexweş bi hekîmê heye. Ez nehatim ku gazî kesên rast (kesên ku jê bawer dikin ku têra xwe baş in) bikim, ez hatim ku gazî gunehkaran bikim.” (Markos 2:17)

Digel îfadeya zelal û net a Nivîsên Pîroz, îro rayedarên gelek dêr, mizgeft û sînagogan ji mirovan re dibêjin divê çi qas bş bibin an jî divê hinek din hewl bidin. Ev rayedar ji mirovan re der heqê rastiya xirabnebûyî ya Xwedê û encama cidî ya gunehê de hewisandin nadin.

Mizgeftekê ku li Kanadayê ye, li afîşa ku li ser deriyê de bû ev peyam dida:

“EM HER KESÎ QEBÛL DIKIN Û JI TU KESÎ RE

NABÊJIN GUNEHKAR E”

Xweda li afîşa xwe ya ku danîbû serdestpêka cinetê, peyameke cuda dabû:

TIŞTA QIRÊJ DÊ TU CAR NEKEVEVIR

(Wehî 21:27)

Nivîsên Pîroz wiha dibêjin:

“Her kes guneh kir û ji mezinahiya Xwedê bêpar ma.”(Romayî 3:23) Xwedê tukesî li gorî hewldan an jî karên wan qebûl nake û dibêje ku her kes gunehkar e.

Dê tenê kesên paqij ên ku bikaribin têra pîvana edaleta nuwaze û safîtiya nuwaze ya Xwedê bikin, bikaribin têkevin cinetê.

DER HEQÊ XWEDA DE NÊRÎNEKE TEQEZ

Ji Yeşaya pêxember re rojekê, bînahiyeke der heqê safîtiya mutleq a Xwedê û mezinahiya Wî ya ku tirseke dide mirov, hat dayîn. Û Yeşaya ev nivîsî:

Sala ku Uziyya mir, min Rebê bilind û bihişmet dît; li textê rûdinişt, pêşa kincê Wî perestgehê dipêça. Li ser Seraf disekinîn; şeş baskên her yek hebûn; bi du heban rûyê xwe, bi du heban piyên xwe dipêçan û du heban jî difiriyan. Ji hev re wiha digotin: “Rebê ku Serwerê Her Tiştê ye pîroz, pîroz, pîroz e! Mezinahiya Wî hemû cîhanê dadigire. Ji dengê Serafan şîpaneyên deriyan hejiyan, perestgeh hemû bû dûman.Min got, ‘Xwelî li serê min, ez mehf bûm! Lewre ez zilamekî lêvqirêj im. Ez di nav gelekî lêvqirêj dijîm. Digel vê min Qral, Rebê ku Serwerê Her Tiştê ye bi çavên xwe dît.”(Yeşaya 6:1-5)

Hişmeta bipêt a Xwedê ku textê Wî yê bihuştê dorpêç dike ew qas bilind e ku, milyaketên ku di safîtiyê de nuwaze ne jî rûyê xwe û piyên xwe dipêçin. Ev milyaket, li hemberî pîrozî û bilindiya Xwedê ketine nav tirseke ew qas mezin ku, nikarin di Huzûra Wî de rûnin. Li şûna ku rûnin, li derdora textê Wî difirin û ji hev re wiha dibêjin: “Rebê ku Serwerê Her Tiştê ye, pîroz, pîroz, pîroz e! Mezinahiya Wî hemû cîhanê dadigire”.

Çima gelek mirov nikarin rûyê rast ê gunehê bibînin?

Sedema vê belkî jî ew e ku tu car nekarîne bibînin ka Xweda Kî ye. Li ser safîtiya Wî ku pêt direşîne, tu car nefikirîne. Yeşaya yek ji pêxemberên Xwedê bû, lê dîsa jî bînahiya ku der heqê bihişmetiya pîroz a Reb de jê re hatiye dayîn, jê re bû sedem ku fam bike ka çi qas qirêj e. “Xwelî li serê min, ez mehf bûm! Lewre ez zilamekî lêvqirêj im!”got. Yeşaya dizanîbû ku, bixwe û hemû gelê Îsraîlê ku bi Reb re bihatana hevberkirin, dizanîbû ku rewşeke neçar de ne!

Yeşaya piştre ev nivîsî: “Em hemû wekî pezan ji rê derketibûn; her yekê me vegeriya ser riya xwe… em hemû bûn wekî kesên qirêj û hemû karên me yên rast wekî cawa adetê ya qirêj e.” (Yeşaya 53:6; 64:6) Yeşaya dizanîbû ku xweşûştinên merasîmî û hewldanên mirovan çi qas bibe jî, nikarîbûn li ber Reb safî bibin. 2 Li ber Afirînerê Pîroz “em hemû dişibin yên qirêj”.

Eyûb pêxember rewşa vê qirêjiya mirov, bi vê pirsê diyar dike: “Li ber Xwedê mirov çawa dikare mafdar bibe?” … Ez bi gîyayê sabûnê xwe bişom, destên xwe bi ava xweliyê re paqij bikim, tu yê dîsa min binoqînî nav gemariyê, bîzê kincên min jî ji min tê.” (Eyûb 9:2, 30, 31)

Û pêxember Yeremya van peyvên Xwedê nivîsî: “Tu bi sodaya cilan xwe bişo, gelek ava xweliyê jî bi kar bînî, sûcê te li ber min wekî lekeyek disekine’ dibêje REBê Serwer.”(Yeremya 2:22)

Der heqê Xwedê de xwedîbûna nêrîneke teqez, dibe sedem ku em der heqê xwe de xwedî nêrînekê bin. Ger ku fikrên me yên der heqê Afirînerê me de ne teqez e, wê demê tê wateyê ku em ê der heqê xwe de xwedî fikrên bifêz bibin.

Yekî ku li ser wî kincên qirêj û bimîkrop û qerpal heye, dikare xwe paqij û guncaw  bibîne, lê ew fikr wî kesî paqij û guncaw nake. Bi heman awayî, gunehkarekî dikare xwe rast bibîne, lê ev fikr nayê wê wateyê ku ew rast e.

Karên me yên herî baş, gava bi hişmet û rastiya Xwedê re tên hevrûkirin, wekî “cawa adetê ya qirêj e.”

DERSEKE KU DIVÊ HER KES HÎN BIBE

Yek ji armancên Xwedê ku neteweya Îsraîlê afirand ew bû ku ji hemû neteweyan re hin dersên girîng hîn bike. REB digel ku her tim ji Îsraîlê re dilsoz ma, gelê Îsraîlê her tim Ew îhmal kirin. Xweda dixwaze ku em ji tevgerên Îsraîliyan dersê bigrin.Ev bûyer ji bo dersdayîna me çêbûn ku em jî wekî wan bêriya ji tiştên xirab nekin.”(Korîntiyên 1., 10:6)

Mûsa di pirtûka duyemîn a Tewratê ya bi navê Ji Misirê Derketin de dinivîse ku Îsraîlî di mijara dîtina gunehê de wekî Xwedê ne bi serkeftî ne. Xwedê bi milên xwe yên xurt ew ji koletiya çarsed salî rizgar kiribûn. Lê dîsa jî der heqê REB û karaktera Wî de gelek tiştên ku fam nekiribûn, hebûn. Îsraîlî fikirîn ku ji bo ku ji darizandina Xwedê birevin dê bikarîbûna têra xwe biîtaet bûna.

Ew qas baweriya gelê Îsraîlê ji xwe dihat ku, hemû gel tev de karî ji Mûsa re ev peyv bigota:

Em ê hertiştê ku REB gotiye, bikin.” (Ji Misirê Derketin 19:8)

Xwe wekî neçar û gunehkar nedîtin û tênegihiştin ku daxwaza Xweda rastiya bêqusûr e. Ji bîr kiribûn ku sedema ku Adem û Hewa ji Xwedê veqetandibû tenê gunehekî bû. Ji bo ku gunehê xwe bibînin û ji vê şerm bikin, Xwedê ji Îsraîliyan re ezmûneke ku bi deh xalan pêk tê, çêkir.

Nivîsên Pîroz rave dike ka Reb çawa bi hêz û hişmet daket ser Çiyayê Sînayê. “Bû xurmîna esmanan û birûsk lêdan. Liserçiya ewrekî tarî hebû. Bi vî awayî, dengekî xurt ê boriyê hat.Li artêşgehê her kes ricifî.” (Ji Misirê Derketin 19:16) Piştre dengê Xwedê kir gurînî û ev deh xal dane zanîn;

DEH FERMAN

1. “Dê ji xeynî min Xweda tune be.” Ji xeynî REB perestina yekî din guneh e. Guneh e ku em li her dema her rojê ji Xwedê bi dil, hiş û hêza xwe hez nekin. (Ji Misirê Derketin 20) 3

2. “Tu yê pûtekî ku dişibe zindiyê çênekî…tu yê li ber wan xwe netewînî, tu yê wan neperisînî.” Ev ferman, bi netewandina li ber pûtekî an jî bi rêzgirtina objeyekê re ne bisînor e. Tiştekî ku dikeve şûna Xwedê, tê wê wateyê ku guh nade vê zagonê.

3. “Tu yê belasebeb navê REB Xwedayê xwe tênexî devê xwe.” Ger hûn îdîa dikin ku li ber yek Xwedayê rast sitûyê xwe ditewînin, lê hûn naxwazin Wî nas bikin û ji Peyva Wî re îtaet bikin, wê demê tê wê wateyê ku hûn Navê Wî yê pîroz belasebeb dixin devê xwe.

4. “Roja Şabatê wekî pîroz bihesibîne û bîne bîra xwe… wê rojê hûn ê tu kar nekin.” Xweda ji Îsraîliyan xwest ku, ji bo ku Wî rûmetdar bikin bila roja heftemîn a hefteyê tu kar nekin.

5. “Ji dê û bavê xwe re rêz bigire.” Îtaeta bêqusûr guneh e. Zarokekî ku ji dê û bavê xwe re rêz negire, an jî li hemberî wan xirab tevbigere, tê wê wateyê ku guh nade vê fermanê.

6. “Tu yê tu kesî nekujî.” Xweda di heman demê de dibêje, “Yê ku ji birayê xwe nefret dike, mêrkuj e.” (Yuhannayê 1., 3:15) Nefretkirin û mêrkujî heman tişt e. Xwedê li dil dinêre û dixwaze di dil de her tim hezkirineke ne xweparêz hebe.

7. “Tu yê zîna nekî.” Ev zagon tenê bikaranîna bedenê ya bi awayekî bêexlaqî nîşan nade, di heman demê de daxwazên ku saf in û di zihn û dil de ne îfade dike. “Zilamekî ku bi şehwet li jinekê dinêre, di dilê xwe de bi wê jinê re zîna dike.” (Matta 5:28)

8. “Tu yê nedizî.” Ji heqê xwe zêdetir stendin, di bêşdayîn an jî ezmûnê de hîle nekirin, an jî ji bo kardarê xwe bi dilsozî nexebitîn, cureyên diziyê ne.

9. “Tu yê ji bo cîranê xwe şahidiyeke derewîn nekî.” Der heqê yekî an jî tiştekî de, gotina tam ne rast guneh e.

10. “Tu yê li tu tiştê cîranê xwe çav bernedî” Mirov tişta ku ne aîdê wî ye pir bixwaze guneh e. Divê em bi tiştên ku xwedî ne têr bibin.

SÛCDAR!

Piştî ku REB ev deh rêzik daxuyan kir, Nivîsên Pîroz wiha rave dikin ka Îsraîlî çawa tirsiyan: “Gava gel gurminiya esman, dengê boriyê bihîst û birûsk û dûmana li ser çiya dît, jitirsanricifî û lidûrsekinî(Ji Misirê Derketin 20:18)

Êdî pesna xwe nedidan ku dikarin “Her tişta ku Xwedê dibêje” bikin.

Ji ezmûnê derbas nebibûn.

Rewş ji bo we çawa ye? We di ezmûnê de çi kir?

Ger we her tim deh rêzikan bêkêmasî nekariye bi cih bînin, (ango îtaeta bêqusûr a ku 24 saetê rojê, 7 rojê heftê, roja ku hûn hatin dinyayê û heya niha) wê demê hûn jî wekî Îsraîliyan û wekî min ji ezmûnê derbas nebûne.

Kesek, ku hemû gotinên zagonê pêk bîne jî, di yek mijarê de jê veqete, li hemberî hemû Zagonê sûcdar dibe.” (Yaqûb 2:10)

Di beşa yekemîn a vê pirtûkê ku we xwendiye de, me bala we kêşabû ku Pirtûka Pîroz ne tenê pirtûka ku li cîhanê herî zêde tê firotin e; Pirtûka Pîroz di heman demê de li cîhanê pirtûka herî zêde jê tê revîn e. Yek ji sedemên ku nayê daxwazkirin ev e ku gunehê me derdixe holê û di me de xurûr nahêle. Pirtûka Pîroz der heqê me de wiha dibêje: “Tu dibêjî ‘Ez dewlemend im, dewlemend bûm, pêdiviya min bi tu tiştê tune ye’, lê tu nizanî ku tu di rewşeke belengaz, reben, feqîr, kor û tazî yî” û dibêje: “Li rûzemînê kesekî rast tune ye ku her tim qenciyê dike û tu car gunehnake.”(Wehî 3:17; Waiz 7:20)

Zagona Xwedê me bi me baş hîskirin nade.

DEH FERMAN JI BO ÇI HAT DAYÎN?

Naxwe armanca van fermanan çi ye? Ger tu kes nagihije pîvana Xwedê, çima Xwedê zehmetiya daxuyandina van fermanan kêşa?

Yek ji sedemên diyar ên dayîna van fermanan ev e, Xweda xwest ku ji mirovahiyê re di jiyana wî ya civakê de ji bo ku bigîhije pergalekê, pîvaneke zelal a exlaqê bide. Her şaristaniyê ku der heqê rastî û şaşiyê de wekhev nafikire, dê li hêla anarşî an jî zordestiyê bê kontrolkirin. Xweda dizane ku mirovahî di civakê de hewcedariya rêzika zagonê ye. Lê dîsa jî sedemên ji vê  girîngtir hebûn di dayîna  Deh Fermana Xwedê de.

Reb, Zagona xwe da, wisa ku,“bila her dev bê girtin, bila hemû cîhan hesab bide Xwedê. Ji ber vê bi pêkanîna pêwîsitiyên Zagonê, dê li cem Xweda tu kes pak nebe. Lewre bi saya Zagonê guneh bi bîr te.” (Romayî 3:19-20)

SÊ ERKÊN DEH FERMANÊ

1. Zagona Xwedê dengê kesên ku bi rastiya xwe pêbawer in dibire.“Bila hemû dev bêne girtin û bila hemû cîhan sûcê xwe yê cem Xwedê qebûl bike.” Deh Ferman, ji me re dibêje, “Hûn çi qas bifikirin jî ku hûn pir baş in, hûn ê tu car pîvana rastî ya nuwaze ya Xwedê nekarin bi cih bînin. Hûn ji ber ku guh nadin zagonê, sûcdar in. Dev ji pesndana xwe berdin! 4

2. Zagona Xweda gunehê me derdixe holê.“Lewre bi saya zagonê guneh bibîrtê.”Zagon mîna haceteke rontgenê ye. Radyografî dikare hestiyekî şikestî derxe holê, lê nikare wî baş bike. Bi heman awayî, “Bi pêkanîna pêwîstiyên zagonê, dê li cem Xweda tu kes pak nebe(dê bêsûciya wî neyê gotin).” Ji bo kesê ku rûyê wî qirêj e neynik tê çi wateyê, Deh Ferman jî ji bo gunehkarekî tê heman wateyê. Neynik dikare qirêjayiya rûyê mirov bide nîşan, lê nikare wî paqij bike. Zagona Xwedê guneh û qirêjiya me diyar dike, lê nikare van ji me dûr bixe.

Çend sal berê, min li Senegalê ji mamosteyê matematîk ê dibistana Roman Katolîkê re zagona Xwedê rave kir. Mamoste li hemberî vê ravekirinê şok bû. Ji dengê wî diyar bû ku şok bibû û got: “BAŞ E, Deh Ferman dibêje ku em li cem Xwedayê ku pîroz e û Yê ku divê gunehê darizîne neçar û gunehkar in, û ji me re hîn dike ku em ê bi saya karên me yên baş, bi duayên xwe û bi rojiyên ku em digirin nekarin xwe xilas bikin. Naxwe em çawa dikarin li cem Xwedê guncaw BIBIN? Çare çi YE?”

3. Zagona Xweda ji me re çareseriya Xwedê nîşan dide. Çawa ku li heman nexweşxaneyê teknîsyenê rontgenê ji nexweşê ku piyê wî şikestiye re navê bijîşkekî pispor yê ku dikare wî hestiyê baş bike, dide, Zagon û Pêxember ji me re yek “Bijîşk”ê ku “dê bikare me ji laneta Zagonê bifilitîne”, nîşan didin. Em ê çendek bi şûn de der heqê vê Bijîşkê de zêdetir agahî bigirin. 5

HAWAR!

Ku hûn di rewşa xeniqînê de bûna û kesekî ku dikare we xilas bike nêzî wir bûya, hûn ê ji bo ku alîkariya we bike ji bêr fêza (xurûr) xwe gazî wî nekira?

Ne têkçûnek e hûn têgihijin ku hêza we tune ye ku we ji cezayê mirinê xilas bike; gava pêşîn e ku ji bo serkeftinê tê avêtin. Pêdiviya mirov bi alîkariyê heye – û tenê Xwedê dikare vê alîkariyê pêk bîne.

Belkî we jî ev wecîze bihîstiye: “Xweda ji kesên ku alîkarî Wî dikin re, alîkarî dike.” Digel ku ev wecîze dikare li hin cihên jiyanê bê pêkanîn, gava ku rastiya me ya biguneh û mirina me ya ruhî mijara çêlê be, dijî vê wecîzeyê rast e: Xwedê ji wan kesên ku dizanin nikarin alîkariya xwe bikin re alîkarî dike.

Xwedê ji wan kesên ku îtîraf dikin pêdiviya wan bi Xelaskerekî heye re alîkarî dike.

Wecîzekeye Afrîkî ya ku pir tê ecibandin wiha dibêje: “goncikekê gava bi demeke dirêj li ser avê bimîne û şil bibe jî, dê tu car nebe tîmseh.”

Bi heman awayî mirov jî xwezaya xwe ya qirêj nikare biguherîne û nikare xwe rast bike.

QIRÊJ

Em vegerin û dîsa Adem bifikirin. Xweda ji wî re yek rêzik tenê dabû:

Ji dara zanîna başî û xirabiyê nexwe!

Ger ku Adem û Hewa ji Afirînerê xwe re îtaet bikirana, dê bi wî re di têkiliyeke nuwaze de mezin bûna û heta hetayê jiyana xwe domdar bikirana. Lê wisa nebû.

Kalikên me ev rêzik bi cih neanîn û têkiliya wan a bi Xwedê re xira bû. Êdî ji ber ku gunehkar bûn, hewl dan ku xwe ji Xwedê veşêrin. Fedî kirin û tazîbûna xwe bi pelên hejîrê re veşartin. Lê belê Xwedê ew bernedan û da dû wan, ji wan re ji bo demeke kin Dilovanî û Edaleta xwe nîşan da, piştre ew ji Huzûra xwe derxistin. Ku Xwedê di vê mijarê de çareseriyek nedîta, dê heta hetayê ji Huzûra Xwedê dûr biketana. Li ber Afirîner û Dadgerê xwe yê pîroz qirêj û sûcdar man.

Li vir divê pirseke girîng bê kirin: beriya ku Xweda wan ji Baxçeyê Adenê ya nuwaze derxe, divabû Adem û Hewa çend guneh bikirana?

Yek guneh bes bû.

“Qenciyên” wan ên berê an jî hewldanên wan ên paşî, dê nekariya vî gunehê wan ji holê rake.

“Başî” pîvana Xwedê ya normale. Gava Adem guneh kir, li gorî pîvana nirxandina Xwedê êdî ne “baş” bû. Çawa ku yekî dilopeke siyanurê dixe nav îskanekê avê û wê qirêj dike, Adem jî wekî encama yek gunehê qirêj bibû. Ger ku destê we de îskaneke avê ya bijehr hebe, hûn hewl bidin û ava safî li ser zêde bikin, dê jehra wê wenda bibe? Na. Bi heman awayî em çi qas qenciyê bikin jî, em nikarin pirsgîrêka guneha xwe çareser bikin. Û ger ku karên baş bikaribana gunehê dûr bikin, dîsa jî rastiya ku em ne xwedî “ava safî” ne ku li ser xwezaya xwe ya biguneh zêde bikin, ango rastiya nexwedîbûna me ya karên rast dê neguheriya.

Li gorî pîvana nirxandina Xwedê, hewldanên me yên herî baş jî bi qasî şibandina “cawa adetê ya qirêj” qirêj in.

Wekî yê Hewa, canê Adem jî bi guneh lewitîbû. Û bi heman awayî canên me jî qirêj in. Em hemû ji heman çavkaniya qirêj tên. Dawud pêxember ji me re hukma Xwedê bi van peyvan dibêje:

REB êdî ji esmanan li mirovan dinêre… Hemû ji rê derketin, hemû xetîş bûn. Kesê ku qenciyê dike tuneye, kesekîjî.” (Mezmûr 14:2-3)

ACIZIYA ME YA DUHÊL

Der heqê zilamekî de ku sed sal berê li girtîgeha Îngîltereyê mehkûmê mirinê bibû, tê qalkirin. Rojekê deriyê hucreya vî mehkûmî bi hejandineke vedibe û gardiyan dikeve hundir:

“Derbasî be! KralÎçe tu bexşandî” dibêje.

Gava zilam hestên xwe qet diyar nake gardiyan metelmayî dibe û diqîre:

“Hey, ji te re dibêjim, derbasî be!” û belgeya ku di destan de ye rê wî dide, “Va ye efûnameya te. Qralîçe tu bexşandî!”

Li ser vê zilam êşlika xwe derdixe û girêbaya (tumor) ku li ser bedena wî ye pir xirab xuya dike rê gardiyan dide û dibêje, “Ez ketim nexweşiya pençeşêrê ku dê min di nav çend roj an jî çend hefteyan de bikuje. Ger ku Qralîçe nekare min ji vê nexweşiyê bifilitîne, bexşandina min qet kêrê min nayê.”

Zilam dizanîbû ku ji bexşandina sûcên wî, pêdiviya wî zêdetir bi tiştek din hebû; pêdiviya wî, jiyana nûbû.

Her endama nifşa Adem, dişibe vî zilamî ku mehkûmî cezayê mirinê bûye.

Em ên ku hem gunehkirinê dipejirînin û hem jî gava hatin dinyayê jixwe gunehkar bûn, bi du zehmetiyan re rû bi rû ne: pêdiviya me hem bi bexşandina sûcên ku me li hemberî Xwedê kirine hem jîbijiyana rast û bêdawî ku dê ji me re ji hêla Xwedê ve bê dayîn heye ku dê ji me re şarezatiyê bide da ku em li huzûra Wî ya pîroz bikaribin bijîn.

Aciziya me ya duhêl ev e:

  • GUNEH: Em gunehkarên sûcdar in, Kesekî tenê heye ku bikaribe me ji gunehê paqij bike û me ji cezayê gunehê ku dê heya bêdawiyê bidome xilas bike, Xwedê ye.

Pêdiviya me bi bexşandina Xwedê heye.

  • FEDÎ: Em bi ruhê tazî ne.Tenê Xwedê dikare Rastiya xwe li me ke û dikare Jiyana xwe ya Bêdawî bide me.

Pêdiviya me bi nuwazebûna Xwedêheye.

Ji bo guneh û fediya me pêdiviya me bi şîfayeke duhêl heye ku em nikarin peyda bikin.

Agahiya baş jî ew e ku Xweda vê şîfaya duhêl peyda dike ji me re.


2. Xweşûştinên merasîmî parçeyeke zagona Peymana Kevn bûn (li pirtûka Leviyî binêrin). Armanca van merasîman ew bû ku gunehkaran hînê qirêjiyên ruhî yên li ber Xwedê bikin. Ji ber ku Xwedê bi rêya Mesîh paqijiyeke tam û rastî dîtiye, Xwedê êdî merasîmên bi vî awayî naxwaze. Beşên Karên Elçiyan 10 û Koloseyî 2 bixwînin. Heya îro gelek dîn, merasîmên derveyî yên der heqê paqijî de tînin zimên û li ser van merasîman pir disekinin. Ji Misilmanekî ku li Londrayê dijî, ev peyama elektronîk hat ji min re: “Xirîstiyan jî tê de, yên ku ne Misilman in hemû qirêj in. Misilman paqij in û nêzî Xwedê ne, lewre xwe dişon.”

3. Xwedê piştî ku ferman bi devkî dan zanîn (Ji Misirê Derketin 20), Musa gazî çiyê kir û du lewheyên kevir danê ku bi destê xwe fermanan nivîsiye li ser (Ji Misirê Derketin 24:12; 31:18). “Lewheyên kevir Xwedê çêkiribûn, nivîsên qewartî yên li ser, nivîsên Wî bûn.” (Ji Misirê Derketin 32:16)

4. Binêrin: Lûka 18:9-14; Efesî 2:8-9.

5. Mesîh yek Kes e ku hemû zagonên Xwedê pêk aniye û dikare bêje, “Ya Xwedayê min, ez bi pêkanîna daxwaza Te zewqê distînm, Zagona te di kûrahiya dilê min de ye” (Mezmûr 40:8). Zagon Wî nîşanê me dide. “ji bo ku em biîman pak bibin, heya hatina Mesîh Zagon bû perwerdekarê me.” (Galatyayî 3:24) Der heqê gunehê mirov de, pêşnumaya çareseriya Xwedê, di Romayî 3:20-27an de bi awayekî xurt tê diyarkirin.