27
QONAX 1:
BERNAMEYA XWEDA YA BERÎ YA NIHA
“Tu yê îro bi min re li bihuştê bibî!”
Îsa Mesîh (Lûka 23:43)

Beriya niha bi çend deqeyan bataryaya laptopa min hema çi bigire qediyabû an jî miribû. Lê niha bi jiyana nû tê tijekirin pozîsyoneke li ber mirinê dîsa çawa hat ber meqlûbkirin.

Min fîşa kompîtura xwe xist prîza elektrîkê.

Her tim pîlên laptopê, telefona destan, an jî fenerên destan ya diqedin ya dimirin –şarja wan diqete- ev rewşa wan heta ku ji çavkaniyeke hêzeke mezintir neyên şarjkirin berdewam dike.

Rewşa nîjada Adem bi awayekî dişibe pîlên diqedin û dimirin. Ji roja ku em ketine malzaroka diya xwe û heta îro ji bo ku em naleta ku gunehan aniye em bi şûn de vegerînin bêyî ku em pê de biçin mirina me dest pê kir.

Beriya ku em dest bi beşa dawiyê ya rêwîtiya xwe bikin ez dixwazim behsa çîroka gerokelên Frensî yê ku rabirdûya wî dimre yê ku bi qasî pîlekê bêhêvî, bikim.

LE MISÉRABLE (NEŞAD Û BIDERD)

Min û Brunoyê 26 salî me hev di Adara 1987an de nas kir.

Ev mirovê ciwan beriya niha bi gelek salan wateya jiyanê meraq dikir. Di hûndurê xwe de valahiyeke mezin hîs dikir – nikarîbû ne bi wê baweritya xwe ya Katolîk ya pê mezin bibû û ne jî bi zewqên dinyewî tije bikira.

Bruno dema kurikekî biçûçik bû dît ku yên Xwedê fêr dikin tiştên ku vedibêjin pêk naynin. Di wê dema xwe ya naşîtiyê de çavdêriya dinyayeke bê edalet dît. Dema ku hat hejdeh saliya xwe tiştên ku Bruno dixwest bike ev bûn: derbaskirina dawiya hefteyê ya bi hevalê xwe ya keç re, serxweşbûn û ji bîrkirina şert û mercên xirab yê jiyana me. Dema hevala wî ya keç di qezaya trafîkê de mir, bêhîsîtiya wî ya ku di nav de ditevizî pirtir bû. Li hember Xwedê hêr bû.

Bruno biryar da ku biçe Hindîstanê. Hêvî dikir ku wateya jiyanê di wan ayînên Hindîstanê yekê de bibîne. Bruno piştî we di rêya reş re rêwîtiyeke zor û zehmet û mirov dibetiland bijart û pê ve gihaşt bajarekî qelebalix yê Hindîstan. Li vir neşadiya ku mirov nikare bi peyvên bîne ziman û cehdeke ayînî ya mezin re rû bi rû ma. Ev rewşa ku Bruno jiyaye em bi gotinên wî ragihînin we: “Min dît mirovên li vir digel ayîn û baweriyên xwe ji min neşadtir in.”

Bruno piştî ku li Hindîstinê nêzî salekî derbas kir, gihaşt vê encamê: ger ku dilê wî hebû rastiya nîhaî keşif bike bûya encax wê rastiya Xwedê dikarîbû ji wî re rave bikira. Bi vî awayî jî bi vê duaya kêsan xîtabî Afirînerê xwe kir, “ger Tu heyî, xwe ji min re rave bike!”

Bruno rojekê dema ku li kolanên Kalkutayê dimeşiya, lewheyeek ku li ser PIRTÛKXANEYA PÎROZ nivîsandî ya li ser deriyê dikaneke ferq kir. Di wê kêliyê de biryar da û kete hûndur û ji peywirdar pirsî, “gelo pirtûkeke we ya bi Frensî heye?” Di dikanê de bi tenê Pirtûka Pîroz a Frensî hebû.

Bruno Pirtûka Pîroz stend û dest bi xwendinê kir.

Dema ku xwend li gelek tiştên ku wî matmayî bihêlin rast hat. Wekî mînak, gelekî di bin bandora yekemîn û duyemîn yên olî di deh fermanan ma: “Ew ê ji bilî min tu Xwedayê din çênebe. Tu yê ji xwe re tu pûtê ku bişibe zindiyekê çênekî… Tu yê sitûyê xwe li ber pûtan xwar nekî û rajariyê ji wan re nekî.”(Ji Misirê Derketin 20:3-5) Bruno digel ku di bin bandora van fermanan de mabû jî bû şahidê perestgehên hûndurê wan tijî pût û mirovên ku serê xwe li ber wan ditewand. Û dema derbarê dînê ku pê mezin bûye fikirî fam kir ku hin mirovên ku ew jî nas dike jî ji ber ku li ber peykerên Meryem û Ezîzan serê xwe ditewînin û dua dua dikin, bi vî awayî fermanên Xwedê bin pê dikin, sûcdar in.

Bruno di heman demê de di bin bandora vê ayetê de jî mabû: “Tiştên di Pirtûka Zagonê de nivîsandî wer bibilîne. Ji bo ku tu hemûyan pêk bînî bi şev û roj li wan bifikire. Wê demê tu yê bi serbikevî û bigihîjî armanca xwe.”(Yeşû 1:8)

Piştî ku qinyata xwe pê anî ku ew rastiya ku lê difikire tenê di Pirtûka Pîroz de heye. Bruno ji Hindîstanê vegeriya Fransayê. Lê li şûna ku xwendina Pirtûka Pîroz berdewam bike ew xist refikê û dîsa vegeriya jiyana ker û kêfê. Lê tiştê ku ev awayê jiyanê dida wî tehmeke tehl û dilekî vîkîvala bû.

Di navberê de çar sal derbas bû.

Bruno dema ku rojekê derbarê jiyana xwe ya bêwate de difikirî ayeteke Pirtûka Pîroz ya ku wehdê Xwedê tê de ne hat bîra wî. “Hûn ê li min bigerin. Dema ku hûn bi hemû dilxwaziya xwe li min bigerin hûn ê Min bibînin.” (Yeremya 29:13) Bruno wiha dua kir, “Belê Xwedayê min, ji bo ku ez fam bikim bê ka wehdên te rast in an ne rast in ez ê bi hemû dilsoziya xwe li te bigerim.”

Ji bo ku mala wî bandorê li ser wî neke Bruno vê carê biryar da ku derkeve rêwîtiyeke ber bi Efrîkayê ve. Di vê rêwîtiya xwe ya ku bi rêya reş dikir de pirtûka xwe ya Pîroz xwend û dua kir, “Xwedêyo, min bi ber rastiya xwe ve araste bike û ji riyên xerab û xelet bistirîne”. Piştî ku Sehra derbas kir gihaşt Senegala Bakur. Şeva xwe ya ewil li bajarê ku ez û malbata xwe lê bûn derbas kir.

Dotir rojê Bruno derket li nava bajêr hinekî li ser xwe geriya. Wekî Kalkuta lewheyeke li ser deriyekî daliqandî bala wî kişand. Li ser wê lewheyê ev tişt hatibûn nivîsîn.

ECOUTEZ! CAR L’ETERNEL DIEU A PARLE!

(Guhdar bike! Ji ber ku Xwedayê REB axivî!)

Bruno ket hundir.

Cihê ku ketê ofîsa min bû. Dema serê xwe ji sr karê ku min dikir rakir, min zilamekî mîna çilo û rih dirêj yê ku Pirtûka Pîroz ya berg şîn a gelekî hatibû bikaranîn û biçûk ya ji Hindîstanê kirîbû di destê wî de dît. Ew pirsa yekem ya ku ji min pirsîbû hê jî ji kerika guhê min derneketine.

“Tu çi yî, Katolîk an Protestan?”

“Ez tenê Xirîstiyanek im – şopînerê Mesîh-” dema ku Bruno bersiva min bihîst hem şaş bû hem jî memnûn ma. Ji ber ku dema Pirtûka Pîroz xwendibû çavdêriya ku Pirtûka Pîroz qet behsa Katolîk û Protestan nake, bi tenê behsa Xirîstiyan –ên îmana xwe bi Mesîh anîne- dike. Bruno wê rojê ji min re got ku wê rojê te ji min re bigota ez  “Katolîk im” an “Protestan im” min ê tavilê dikan biterikanda. Ji dîn kerixî bû. Rastî dixwest.

Piştî wê rojê bi çend rojan Bruno li ser serê min kir barana pirsan, min bersivên Xwedê yên di Pirtûka Pîroz de nîşanî wî dan. Êvara ku ew ê veqetiya (Dil dikir ku biçe Efrîkaya Başûr) min wî bêmînet kir. “Pirtûka xwe ya careke din bixwîne û tiştên ku Xwedê ji te re kiriye dîsa bixwîne.”

Piştî şeş hefteyan ji Bruno nameyek hat ji min û jina min re. Di nameya xwe de digot li nêzî gundekî masîgiran ji xwe re odeyek kirê kiriye bi şertê ku peymana kevn û nû bide ber hev dîsa Pirtûka Pîroz xwendiye û qedandiye.

Di hemû nivîsên Pîroz de Mesîh dîtibû.

Ez dixwazim vê beşê bi gotinên Bruno vebêjim: “Rojekê bi şev dema ku ez tikîtenê bûm wehda Îsa bi awayekî xurt ket dilê min. ‘Ya yên hemû kesên betilî û yên bargiran! Werin ba min, ez ê rehetiyê bidim we.(Matta 11:28). Dema ku min jiyana xwe ligel hemû têkçûn, êş û poşmaniyan raçav kir di dilê min de pevçûneke bihêrs pêk hat. Êdî min dizanîbû. Ger ez Mesîh bişopînim êdî ez ê ne azad bim bo bengîtî û vînên xwe bişopînim. Dawiya dawî ez radest bûmç xwedê çavê min vekir. Min baweriya rêya xwe pê anî ku Mesîh di çarmixê de Xwîna xwe ji bo min rijandiye û jibomin ji mirinê vejiyaye. Dilê min, canê min tijî aramî bû. Ez giriyam û giriyê min nesekinî. Barê giran yê gunehê min bi min re nemabû.” Bruno bi van gotinan berdewam kir: “En somme, je suis né de nouveau!” (Bi kurtasî, ez ji nû de welidîm!)

Bruno li çi tiştê ku lê digeriya dît: dilekî hatiye pirtûpakkirin û wijdan, bi Afirirînerê xwe re têkilî û jiyana ebedî. Êdî fam kir bê ka ji bo çi li rûkala dinyayê ye û bê ka berê wî bi ku de ve ye.

Lêgerîn qediya. Pirtûka Pîroz wiha dibêje:

Ger kesek di Mesîh de be mexlûqatekî nû ye. tiştên kevn derbas bûne her tişt nû bûye.” (Korîntiyên 2., 5:17)

Jiyana Bruno hem bi mijarên biçûk hem jî bi yê mezin bi lez û bez veguherî. Wekî mînak, digel ku ji yanzdeh saliya xwe ve cixare dikişand, Reb ew ji wî teb’ê wî xilas kir. Jiyana wî ya dersîncî ya araqvexur û xwe perest bû bîranînek hetîketiyê ya rabirdûyê. Nivîsên Pîroz êdî ji bo wî xwediyê maneyek mezin bûn û kirina duaya ji bo Bruno bi qasî dan û stendina nefesê tiştekî xwezayî bû.

Bruno ji bedêla ku gera xwe berdewam bike, ji bo ku li ser Nivîsên Pîroz bixebite, wextderbaskirina wî yên bawermendên di Mesîh de û bi armanca ku ji bo ji bawermendên din re bê ka Xwedê ji wan re çi kiriye vebêje şeş mehê xwe yê dawiyê li Senegalê ma.

Bruno, bibû aferîdeyekî nû.

Digel ku di ser lihevrasthatina min û Brunoyî ewilî re bîst sal derbas buye hê jî haya me ji hev heye û em bi ser hev de diherin û tên. “Brunoyê Nû” niha li Fransayê bi hevsera xwe re dijî. Bi Xwedê re dimeşin û çar zarokên xwe bi zanîna Reb û bereketa Wî mezin dikin.

Van tiştên ku ez dibêjim gelo tê wateya jiyana Bruno êdî ji têkoşîn, diltengî û dilêşiyên jiyanê azad bûn? Na, hem ew hem jî malbata wî bi wî ceribandin û xapînokên wî re rû bi rû dimînin lê ne bêkes in.

Reb bi xwe bi wan re ye.

BERNAMEYA XWEDÊ YA SÊ GAVÎ

Dibe ku yek wisa difikire: “Deqeyek bisekinin, ger Îsa ji bo me Şeytan, mirin û guneh têk biribe wê gavê bawermendên Mesîh ji di nav de mirov ji bo çi di gelek qadan de hê jî têkoşînê dikin. Dinyaya me çima tijî xerabî û berberî ye? ew rizgarkirin û mukemeltiya ku hatiye wehdkirin, ka?

Bersiva van pirsan di heqîqeta plana sê gavî ya dem dirêj a ku Xwedê ji bo mudaxeleyî dîroka mirov bike de ye:

Gav I:   Xwedê ew ê gelê xwe ji CEZAYA guneh rizgar bikira.

Gav II:  Xwedê ew ê gelê xwe ji HÊZA gunehê rizgar bikira.

Gav III: Xwedê ew ê gelê xwe ji HEBÛNA gunehrizgar bikira. 1

Li jêr jêgirtineke ji Peymana Nû bi kurtasî bernameya Xwedê ya sê gavî –rabirdû, niha û dahatû- vedibêje:

Xwedê ‘em ji talûkeya mirina ew qasî mezin [Gav I] rizgar kir; ew ê hê jî rizgar bike [Gav II]; me hêviya xwe bi Wî girêda, ew ê dîsa me rizgar bike [Gav III].” (Korîntiyên 2., 1:10)

Beşa ji rêwîtiya me ya di Nivîsên Pîroz de maye dê li ser bernameya sê gavî ya Xwedê ya ku ew ê bandora Şeytên, guneh û mirinê heta û heta têk bibe, hûr bibe. beşa dawî ya rêwîtiya me ji ber ku ew ê hê dîmenên kin yên ji Bihuştê bide mei dê manzarayên nuwaze tê de hebin.

BEREVAJÎKIRINA LANETÊ: GAV YEK

Dema ku Adem û Hewa li tiştên ku Şeytan gotibû guhdar kirin, hevaltiya xwe ya bi Afirîner û Xwedayê xwe re wekî ceza wendakirin û lanet li ser xwe de û hem jî bi ser hemû nîjada xwe re anîn. Ji bo çi dinyaya orîjînal û mukemel ji nişka ve veguhezî cihekî ku mirov xwe lê ji Xwedê vedişêrin û dixwazin di rêya ku ji xwe re çêkirine re bimeşin. Êdî jiyan bi bawerî û êşê bi nexweşî û xerabûnê bi xizanî û birçîbûnê bi xemgînî û berberiyê hat biwatekirin.

Guneh lanetek anî, lê dema wext çêbû wekî ku Xwedê ehd kiribû Kurê Xwedê yê ebedî ji bo ku nîjada Adem ji Şeytên, guneh û mirinê xilas bike wekî ezbeta jinekê ji ezmanan daket rûzemînê.    

Xwedê di demên kevnar de bi rêya pêxemberan gelek caran bi gelek awayan bang li pêşiyên me kir. Di vê  qirnê de dawiyê de jî bi rêya Kurê xwe yê ku kiriye mîratxurê her tiştî  dide berdewamkirin. Piştî ku ji gunehan pirûpak kir û pê ve li cihên bilind li aliyê rastê yê Xwedayê berz rûnişt.” (Îbranî 1:1-3)

Reb Îsa ji ber guneh nehatibû lewitandin.

Ew, destnîşan kir ku li ser hemû unsûrên afirînê yên bi gunehan hatiye lanetkirin desthilatdar e. Bi her peyvekê got an bi destlêdaneke xwe kir ku ruhên xirab birevin, çavên kor bibînin, nexweşên cuzamê paqij bibin û mirî bivejin. Ew li ser avê meşiya, bahoz da sekinandin û ji bo ku mirovên birçî têr bibin nan da zêdekirin. Ew, guneh da efûkirin û kir ku dilên birîndar dilxweş û dilrehet bibin.

Û piştre peywira ku divê pêk bîne temam kir.

Ji bo ku bavê xwe berz bike û Nivîsên Pîroz pêk bîne û hemû kesên îmana xwe bi Wî anîne rizgar bike êş kişand, mir û dîsa vejiya.

Mesîh ji bo ku pîrozkirina ji Birahîm re hatibû pêkanîn, bi rêya Îsayê Mesîh ji netewan re pêk anîn û ew ruhê ku ji me re hatine wehdkirin bi îmanê me bistirîne ji bo me hat lanetkirin û em ji laneta Zagonê rizgar kir. Ji ber ku wiha hatiye nivîsandin ‘hemû kesên ku bi darê ve hatine daliqandin bi lanet in.’” (Galatyayî 3:13-14; Dubareya Zagonê 21:23)

LUTFA KU MATMAYÎ DIKE

Îsayê ku zagonên Xwedê bi awayekî nuwaze pêk tîne, ji bo ku yên zagonê îhlal dikin, “ji bo ji laneta zagonê rizgar bike (ji bo ku mirov vê yekê karibe bike, îtîatkirineke nuwaze divê), ji bo me bê lanetklirin” hat. Îsa ji bo ku me ji wî cezaya ebedî rizgar bike bi daxwaza xwe ew cezayê ku me heq kiribû xist sitûyê xwe.

Reb dema bi çarmixê ve daliqandîbû jî ji bo ku armanca xwe ya ji bo bermeqlûbkirina lanetê destnîşan kiriye.

Îsa di nava du kesên ku li hember dewletê xayîntî kiribûn, yên dizî û kuştin kiribûn hat çarmixkirin. Em guhê xwe bidin axaftina di navbera Reb û wan her du gunehkaran de derbas bûye. Berê her du zilaman jî henekên xwe bi Îsa kirin, dem derbas bû, dilê yekî guherî û tobe kir.

Yek ji sûcdarên di çarmixê de da dijûnan û got, ‘Tu ne Mesîh î. De hadê me jî û xwe jî rizgar bike!

Lê te dît sûcdarê din bi Wî re xeyidî û bersiv dayê, ‘Ma tu tirsa Xwedê jî bi te re tune ye? Tu jî heman cezayê dikişînî. Her wekî em mafdar in ku me ceza dikin û em bedêla tiştên ku me kirine didin. Lêbelê vî zilamî tu xirabî nekiriye.’ Piştre got, ‘Ya Îsa dema ku tu ketî bin desthilatdariya xwe min bi bîr bîne.’

Îsa jê re got, ‘Ez ji te re rastiyê bibêjim, tu yê îro bi min re bê bihuştê.” (Lûka 23:39-43)

Ev her du rêbir hindik mabûn bimrana û biçiyana dojehê. Piştre yek ji wan di saetên xwe yên dawî de pê hisiya ku gunehkar e û baweriya xwe bi Rizgarkerê bê guneh yê li çarmixa ortê hatibû çarmixkirin anî û pê îman kir.

Îsa jê re wehdek kir:

“Tu yê îro bi min re li bihuştê bibî!”

Ji bedêla ku tu bêdawîtiyê li cihê ji Şeytên û milyaketên Wî yê bêrûmetbûyî re hatiye amadekirin bibuhure tu yê li ba ev rêbirê hatiye efûkirin ew ê bêdawîtiyê li ba Afirîner û Rizgarkerê xwe derbas bike.

Du cihên çi qasî ji hev cuda û çi pevserbiserkirineke mezin!

Ji bo ku cezaya gunehê bikişîne di wê kêliyê de bi Berxikê Xwedê yê ku Xwîna Wî dirijand bawer dikir gunehê gunehkar ji deftera qeydê bir. Rastiya Îsa li serhesabê wî nivîsand û navê xwe li Pirtûka Jiyanê ya Berxikê nivîsand – ew pirtûk navê hemû kesên ku îmana xwe bi jiyana ebedî, heqîqet û efûkirinê anîne di nava xwe de diparêze.

Laneta guneh ji bo vî gunehkarê neçar heta dawiya dawî hat bermeqlubkirin.

GELO MÊRKUJ TÊN EFÛKIRIN?

Postaya elektronîk a jêr ji yekî ku lêkolînê dike, hat:

Posteya Elektronîk

“Îsa (bila selametî li ser Wî be) xwe xist dewsa me û ji bo gunehên me mir” ez meraq dikim gelo hûn ê bi ronahiya peyva ku beriya niha hat destnîşankirin têgeha edaletê çawa rave bikin. Ev îfade gelo tê wateya di emrê xwe de ez ê ji tu xetayan mesûl neyêm dîtin. Mêrkujê ku li vê dinyayê ji destê edaletê xilas bûye li dinyaya din ji ber ku Îsa cezaya gunehên wî daye ew ê bê azadkirin. Ez di erêkirina vê fikrê de ditengijim. Ez hêvî dikim ku rêya rast bi ber me hemûyan ve bê xistin!

Gelo bi “edaletê” re li hev dikin mirina Îsayî di çarmixê de ya ji bo gunehkaran? Xwedê dikare mêrkujekî jî bibexşîne? Ka werin em bersiva vê pirsa dawî bi şahidiya çend “mêrkujên” hatine efûkirin û veguherîne bidin.

YAMYAM (MIROVXUR)

Wergêrê Pirtûka Pîroz û antropolog Don Richardson di pirtûka xwe ya bi navê Efendiyên Rûzemînê de behsa gelê Yalî yê Yamyamên dirinde yên li çiyayê Îrîan Jayayê dijîn dike. Bi sedsalan ev gel ê li mirovên dijmin yên li gundên dora wan dijiyan îşkence kirin, ew kuştin û erê ew xwarin. Tolhildan û tirs awayekî jiyanê “asayî” bû.

Piştre Mizgînî bi wan re birin.

Gelê Yalî û qebîleyên li der û dora wan mizgîniya Xwedayê ku gunehan efû dike û jiyana baş ya di Mesîh de bihîstin. Piraniya van mirovan îman pê anîn. Awayî jiyan û ramana wan hat gherandin. Wekî zarokekî Xweda ku nû welidîne derbarê bê ka çi “asayî ye” de standardeke nû bi dest xistin. Ew kesên ku berê ji hev ditirsiyan û nefret dikirin bûn birayên hev ji bo ku bi dijminên xwe yên kevn re dostaniya xwe xurt bikin “patîkayên bi kalîtetir yên ku gundên Yaliyê nêzîkî hev kirin” çêkirin. 2

Îro ew mêrkujên kevn li hember kesên ku dixwazin zerarê bidin wan bi dilrehm in. Ji ber ku Ruhê Xwedê dilê wan guherandiye û ew fêrî vî tiştî kirine: “Li hember hev û du dilbaş û bi dilrehm bin. Çawa ku Xwedê wê di Mesîh de efû kiriye hûn jî hev û du efû bikin.” (Efesî 4:32)

KEÇIKEKE KU HÊVIYÊN XWE WENDA KIRINE

Emma di nava malbata muhafazeker û tund ya Misilman a li Singapurê de mezin bû. Piştî hevberdana dê û bavê xwe ji ber bêpergaliya jiyana xwe biryar da ku yekî –xwe- bikuje.

Emma bi nêt bû ku xwe ji şaneşîna apartmana deh qat bavêje erdê. Hindik mabû ew plana xwe pêk bianiya ji Xwedayê ku nas nedikir bi hêrsbûn û bêhêvitiyê feryad kir, “ger bi rastî jî tu hebî, vê bi şiklekî ji min re ragihîne!”

Ber bi nêrdewana ku ji çend derencan pêk dihat ve meşiya û li ser derencekekê ji wan pirtûkeke Pîroz hebû! Emma rahişt pirtûkê û bi rev çû odeya xwe rûpelên Pirtûka Pîroz vebûn, di van rû rûpelên vebûn de ev rêzik habûn nivîsîn:

Reb şivanê min e, kêmasiyên min tune ne. Min li mêrgên hêşîn di xew re dike, min dibe qeraxa avên aram hundirê min nû dike. Ji bo xatirê navê xwe di rêyên rast de rêberiyê ji min re dike. Ger ez di geliyê mirinê yê tarî re derbas bibim jî ez jş xirabitê natirsim. Ji ber ku tu bi min re yî. Çoyê te, şiva te baweriyê dide mkin. Tu li ber dijminê min ji min re sifreyê amade dikî. Tu rûn di serê min dide. Kaseya min di ser re dihere. Di hemû temenê min de tenê ew ê başî û hezkirin min bişopîne. Ez ê her tim li mala REB rûnim.” (Mezmûr 23)

Emma dema ev Mezmûr xwend rastiya Xwedê û HEZKIRINA Wî têr tije bi ser wî de hat. Piştî vê baweriya bi Reb Îsa ku gotibû Ez şivanekî baş im. Ji bo pezên xwe canê xwe didim.”(Yuhanna 10:11)anî û îmana xwe bi Wî anî.

Emma bû yek ji “mihên” Wî.

Emma êdî naxwaze xwe bikuje. Niha hevsereke kêfxweş û diya pênc zarokan e. Armanca jiyana Emma ew hezkirina Xwedayê – HEZKIRINA PIR A XWEDÊ- ku di Mesîh de dîtibû kesên wekî din jî bibînin.

Dema min ev çîrok ji bo ku Emma rastbûna wê bipejirîne şand çîrok bi rêya posteya elektronîk ji min re bi şûn de şand. Li çîrokê peyvên xwe yên derbarê hezkirina Xwedê bi tîpên mezin nivîsandibû û lê zêde kiribû Emma. Di nava jinên ku li her derê dinyayê ku dibin çewisendinên mezin de tên kerixandin û gef lê tê xwarin de ew û hezkirina ji bo jiyana rojane di hezkirin û eleqeya Reb ya mirov matmayî dihêle de dibîne.

MIROVEKÎ DIRINDE

Di dawiyê de em lki ser partîzanê oldar Saulê Tersûsî yê ku ji bo navê Xwedê mirovan dikuje, bisekinin.

Saul di zemanê Mesîh de li Asyaya Biçûk (Tirkiyeya îro) li Tarsûsaê hat dinyayê. Saul baweriya xwe pê neanî ku Îsa Mesîh e û Kurê Xwedê ye. Piştî ku Îsa vegeriya Bihuştê ne bi tiştekî Saul ji hêla lijneya bilind a Cihûyan ve bo yên Îsa dişopînin bavêje hepsê, qirbaç bike û bikuje, hat peywirdarkirin. Ew di wê baweriyê de bû ku dema Cihûyên ku ji Îsa bawer kirine bavêje hepsê, qirbaç bike û bikuje ew ji Xwedê re xizmetê dike. 3  Ka em dema ku rojekê Saul û zilamên xwe Xirîstiyanên Cihû digire çi dibe di rêzikên jêr de bixwînin.

Dema ku tibabek rê çû nêzîkayî li Şamê kir, ji nişka ve ronahiyekê ji ezmanan dihat der û dora wî ronî kir. Saul ket erdê bihîst ku deng jê re dibêje, ‘Saul, Saul tu çima zilmê li Min dikî?

Saul got, ‘Ya Efendiyê min, tu kî yî?

Bersiv bi awayê “Ez Îsayê ku te zilm lê kiribû” hat. Dema tu li hemberî zextê derdikevî, tu zerarê didî xwe.’

Saul ji matmayînê zîq sekinê, bi lerizîn got, ‘Reb tu çi ji min dixwazî ez bikim?’ (Karên Qasidan 9:3-6)

Fikrên Saul yên derbarê Îsa de guherî. Saul wekî şagirtekî, nivîsên Peymana Kevn tavilê fam kir, Mesîhê ku hemû pêxemberan derbarê Wî de dinivîsand bi xwe ye.

Dijminê mezin bû lehengê mezin. 4

Saulê ku piştre navê xwe wekî Pavlus (tê maneya “biçûk”) guherandibû, derbarê xwe de şahidiya vî tiştî dike:

Digel ku demekê ez yekî ku min ji wî re dida çêran û ez mirovekî zalim, kusteh bûm jî li min hat rehmê. Ji ber ku min çi kir ji ber nezaniyê û bêîmaniyê min kir. Lê belê lutfa Rebê me bi îman û bi hezkirin bi Mesîh Îsa re heye zêde zêde bû para min. ‘Mesîh Îsa ji bo ku gunehkaran rizgar bike hat dinyayê’ gotineke ku mirov pê ewle bibe û bi her awayî gotineke ku mirov dikare ji dil û can qebûl bike ye. Ji nav gunehkaran yê herî xirab ez im.” (Timoteosê 1., 1:13-15)

PISPORIYA MESÎH

Gelo dibe “mêrkuj” bi xwe jî ji hêla Xwedê ve bê bexşandin û guherandin?

Yamyamên Îrîanî, Emmaya Singapurî û Saulê Tersûsî ji hêla Xwedê ve hat efûkirin û guherandin. Heman rewş ji bo ew mêrkujê tobeker yê li nik Îsa hatibû çarmixkirin jî mirov dikare bibêje. Li ku derê dinyayê dibe bila bibe dema gunehkarek ji peyama Xwedê bawer bike – Yên di hundirê girtîgehê de û yên li derveyî wê- ji hêla Xwedê tên efûkirin û guhertin.

Rizgarkirin û guhertina dilê gunehkarên “herî xirab” û “herî baş” qada pispjoriya Mesîh e.

Her tiştê derbarê lutf û dilrehmiya Xwedê de ev e.

Bêguman encamên gunehan heye.

Rêbirê di çarmixê de ji ber sûcên xwe hê jêş êş dikişand. Di emrê xwe de ew aramî û kêfxweşiya naskirina Reb, jiyana ji bo wî, ji bo kesên wekî din wî nas bikin dikariya bi wan re nejiya. Digel her tiştî ji bo ku gunehkarek bê bexşandin û li hember Xwedê bê rastkirin her dem bi heman riyê hatiye kirin: ferqkirina rewşa xwe ya gunehkariyê û bawerîpêanîn, rizgarkirina Xwedê ye.

Bawerîpêneanîna bi Îsa, bi rêbirê tobenekirîbû yê li kêleka Îsa hatibû çarmixkirkikn re mehvbûn e.

DILREHMÎ Û EDALET BI HEV RE

Ew kesê ku berî niha bi çend rûpelan we posteya wî ya elektronîk xwendibû ev pirs kiribû: “‘Gelo li gor gotina ‘Îsa ket dewsa me û ji bo gunehên me mir’ têgeha edaletê rave bike?” Ehmed berê heman pirs kiribû:

Posteya Elektronîk

Xwedê gelo ne bi qasî ku bê ka çi dixwaze ji mirovan re bibêje û beriya ku kurê xwe yê delal qurban bike û îşkence bike ne mezin e???!

Beriya niha ji gelek caran ve wekî me dîtibû ji ber ku Xwedê di babetên edalet û sedaqetê de mezin e heta ku gunehên mirovan bi awayê ku hewce dike neyê darizandin û cezakirin nikare van gunehan “jêbibe”.

Ew mînaka ku di beşa 13. de bibîrbînin ya ku derbarê dadmendê ku dilrehmiyê îhsen dike ye ku bêyî edaletê pêk bîne.

Xwedê naşibe ew dadmendê xwediyê fikrên seyr. Di karaktera Wî de an di navdariya Wî de bi qasî tozeke biçûçîk jî debxek tune ye. Ew dilrehmiyeke ku zerarê bide edaletê qet îhsan nake. Kurê xwe jî ji ezmanan daxist rûzemînê ji bo ku li çarmixê bê xistin û ji bo ku di çarmixê de dilrehmî û heqîqeta Xwedê bi awayekî nuwaze bi pêkhênanekê pêşkêş bike, ji bo hezkirina xwe ya mezin şand.

Hezkirin û dilsozî ew ê bigihîje hev. Ew ê heqîqet û dilrehetî hev du ramûsîne. Ew ê dilsozî ji erdê bilind bibe, heqîqet dê ji ezmanan binêre.” (Mezmûr 85:10-11)

Îsa ji ber ku ji ber me li hember xezeba Xwedê deber dike, Xwedê “ji ezmanan dikare li jêr binêre” û ji me re diyariyên xwe yên wekî efûkirin, nuwazebûn û jiyana ebedî pêşkêş bike. Reb Îsa ket dewsa me û edalet, dilovanî û lutfa Xwedê pêşkêş kir. Wekî ku berê jî me çavdêriya Wî kiribû:

Edalet, bi destxistina tiştê me heq kiriye,

Dilovanî, bi destnexistina tiştê me heq kiriye,

Lutf jî, bi destxistina tiştê me heq nekiriye ye.

Yên ku baweriya xwe bi Mesîh anîne tiştê ku tu kesî heq nekiriye distîne: pakbûna ji gunehan, rastiya Mesîh, di malbata Xwedê de cihek û jiyana ebedî. Yên ku Mesîh red dikin û guh nadin wî ew ê tiştê ku her kes heq dike bistîne.

Beriya ku Mesîh were bi hefsed salî pêxember Mîka ev nivîsand: “Ew ê bi şivê li hinarkên rûyê yê ku rêveberiyê dike xînin.” (Mîka 5:1). Li ser vê mijarê bisekinin û bifikirin. Rêveberê hemû rûzemînê ji bo ku ji hêla wan gunehkarên nankor bê kuştin ketibû dilgê mirov!

Edalet, dilovanî û lutf bi hev re ahengeke nedîtî pêk anîn.

Hê em neçar bûn Mesîh di dema ku hatibû diyarkirin de ji hêla xwedênenasan ve hat kuştin. Kes zû bi zû ji bo mirovekî rast namire lê belê ji bo mirovekî baş dibe ku yek mirinê bide ber çavê xwe. Xwedê bi vê yekê dide peyitendin ku ji me hez dike: Hê dema em gunehkar bûn Mesîh ji bo me mir.” (Romayî 5:6-8).

YÊ ADÎLMAYÎ Û PIRÛPAKKER

Xwedê di gava yekemîn ya plana xwe de ji bo ku gunehkaran efû bike bêyî ku standardên xwe yên nuwaze xira bike rêyek vekir. Xwedê ew kesê ku yên hem “adil mayî û hem jî yên îman bi Îsa anîne ji bin tohmetê xilas dike.” (Romayî 3:26).

Xwedê Adil e, lewre guneh bi awayê ku hewce dike daye cezakirin.

Xwedê hemû kesên ku baweriya xwe bi Rizgarkerê ku Wî şandiye anîne ji bin tohmetê xilas dike.

Roja ku min nema baerî bi hewldanên xwe anî û min bawerî bi Mesîh anî û min pê bawerî anî ku ew ji bo min miriye û vejiyaye adamendê adil dê morê li ser hemû sûcên min yên di deftera qeydê de nivîsandî bike:

HATPAKKIRIN!

Hak pakkirin, bi rêya çalakiya zagonî ya Xwedê rast hatin îlankirin e.

Xwedê çawa dikare vê yekê bike?

Xwedê dikare vê yekê bike, ji ber ku di çarmixê de cezaya-gunehê min Wî da.

Dema Adem gunehkar bû, Xwedê da zanîn ku hemû nîjada mirov ne rast e. Lê belê ji ber ku Îsa mir û dîsa vejiya Xwedê hemû kesên ku baweriya xwe bi Wî anîne wekî mirovê rast îlan dike.

Ji ber ku çawa ji ber mirovekî li peyva wî guhdar nekiribû gelek ji wan hat gunehkarkirin, bi peyva wî guhdarkirina kesekî jî dê gelek ji wan wekî mirovên rast bên hesibandin.” (Romayî 5:19)

Çawa ku gunehê Adem murderî û mirin afirandiye, mirina Mesîh û vejîna Wî jî pakbûn û jiyan pêk anî.

Çawa ku her kes di Adem de dimire dê her kes di Mesîh de jî bigihije jiyanê.” (Korîntiyên 1., 15:22)

Dadmendê adil dema ku ji ezmên li rûzemînê temaşe dike, we di Adem û gunehkariya wî ya kirêt de dibîne an Xwedê we di Mesîh û di wê rastiya Wî ya saf û bêlewt de dibîne?

Dadgeha Bihuştê bijarteyeke sêyemîn nade.

TENGASIYA DUHÊL A MIROV

Wekî ku di beşa sêyemîn a pirtûka Afirînê hatiye qalkirin, dema Adem û Hewa ji Afirînerê xwe re bêîtaetî kirin, nezanîna duhêl a guneh û şermê anîn ser xwe.

Ji ber gunehên xwe mecbûr man xwe veşêrin.

Şerma wan ew rakirin ku tazîtiya xwe bipêçin.

Xwedê ji ber Edaleta xwe, pelên hejîran yên ku bi keda xwe ji bo veşartina tazîtiya xwe bi kar anîn, red kir, lê ji ber Rehma xwe, ew bi çermên heywanên qurbankirî pêçandin. Xwîna heywanê sembolîze dikir ka ji bo ku ji gunehê birevin çi hewce ye, û çermên heywanan jî sembolîze dikirin ka ji bo pêçandina şermê çi hewce ye. 

Em guneh û şerma kalikê xwe hevpar dikin. Em li ber Xwedê gunehkarên qirêj û taziyên ruhî ne. Tişteke pir şerm e lê em ne lihevhatî ne ji bo ku li Huzûra Wî bisekinin. Hewcedariya me bi bexşandina Wî û nuwazebûna Wî heye.

Tengasiya me ya duhêl dikare bi du pirsên jêrê bê kurtasîkirin:

  1. Em ji guneha ku me ji Afirînerê me vediqetîne, dikarin çawa xwe paqij bikin?
  2. Ji bo ku em pê re heta hetayê bijîn, em ê çawa nuwazebûnê li xwe bikin?

ŞÎFAYA XWEDÊ YA DUHÊL

Ji bo gunehkarî û kêmasiya rastiya mirov, tenê Xwedê xwedî çareseriyekê ye. Kurê bêguneh ê Xwedê, dema li çarmixê Xwîna xwe rijand, cezayê me da ser milên xwe, û ji ber ku Yê ku mirinê feth kiriye ye, ji me re rastiya Xwe pêşkêş dike.

Xwedê dê yên ji Yê ku Rebê me Îsa ji mirinê vejand bawer dike, fihêlbûyî bihesibîne. Îsa ji bo sûcên me radestî mirinê bû û ji bo fihêlbûna me hat vejandin.”(Romayî 4:24-25)

Kesekî ku di Mesîh de ye, aferîdeyê nû ye; tiştên kevn derbas bûne, her tişt nû ye. Ev hemû ji ber Xwedê ye. Xwedê bi rêya Mesîh em bi xwe re li hev anîn û ji me re peywira lihêvanînê da. Xwedê Mesîhê ku nizanîbû guneh çi ye, ji bo me kir pêşkêşiya gunehê. Wisa ku em bi saya Mesîh bibin rastiya Xwedê.”(Korintiyên 2., 5:17-18,21)

Dema hûn dev ji baweriya Xwe û dînê xwe berdin, û dema hêviya we bibe Mesîh û xwîna Wî ya nuwaze:

  1. Dê we ji qirêjiya gunehê paqij bike, û
  2. Dê we bi rastiya Xwe ya nuwaze bipêçe.

Rêyeke din a Xwedê tune ye ku guneh û şerma we baş bike.

BERNAMEYA PEVGUHERTINÊ YA XWEDÊ

Reb Îsa Mesîh, bi rêya mirin û vejîna xwe gunehê me girt û rastiya Xwe da me. Bernameya pevguhertinê ya Xwedê wiha ye: li hemberî rastiya Wî, gunehê min.  

Yekî çima pêşniyariyeke wisa metelhiştî û mirov heyirî dihêle, red bike?

Rastiya ku mirov xemgîn dike ev e ku, piraniya mirovan redkirina dana Xwedê dipejirînin. Lê belê digel her tiştê, pêşniyara Wî hatiye pêşkêşkirin: her kesî ku diyariya rizgariya Xwedê girtiye, rast hat daxuyankirin. Her kesî ku ev diyarî red kir, berdêla gunehê xwe ne li Arafekê xeyalî û derbasdar, dê li dojeha ku ji bo Şeytan û cinên wî hatiye amade kirin, bidin.

Gelek mirovê dîndar di vê mijarê de israr dikin: “her kes divê berdêla gunehê xwe bide.” Yên ku bexşandin û rastiya Xwedê red dikin xwedî vê ramanê ne. Lê dîsa jî ji ber ku deynê vî gunehê heta hetayê ye, dê berdêla wî tu car nekare bê dayîn. Û dema gunehkarên wenda cezaya gunehê xwe di gola êgir de heta hetayê bikêşin, dê tu car rastiya ku ji bo jiyana bihuştê pêwîst e, bi dest nexin. Tenê Xwedê dikare ji gunehkarên neçar re bexşandin û rastiya pêwîst bide ku bi Wî re bijîn.

Sed sal beriya hatina Rizgarker, pêxember Yeşaya der heqê bernameya pevguherîna mezin a Xwedê ev tişt nivîsîn:

Em hemû bûn wekî qirêjan.
Hemû karên me yên rast wekî cawa qirêj a adetê.
Em hemû wekî pezan ji rê derketibûn,
Her yekî me vegeriya ser rêya xwe.
Dîsa jî Reb cezaya me hemûyan li ser milê Wî kir bar.
Ez ê li cem Xwedê kêfxweşiyeke mezin bibînim;
Dê dilê min bi Xwedê re coş bibe.
Lewre kincê rizgariyê xist ser min,
Ez bi xiftanê rastiyê pêçam
.”
(Yeşaya 64:6; 53:6; 61:10)

Hûn hê li ber Xwedê dişibin yên qirêj? An jî hûn bi saya xwîna Mesîh hatin paqijkirin?

Yên ku tazîtiya we dipêçe, cawên qirêj ên adetê yên rastiya we ne? An jî we kincê paqij ê rastiya Mesîh li xwe kir?

Her tişt girêdayî bersivdana vê pirsê ye.

“Kê ji agahiya me bawer kir?” (Yeşaya 53:1)

We ji agahiya Xwedê bawer kir? We hemû tiştên din ên der heqê rastiya Wî de danîn li hêlekê?

“JI BO HÛN BIZANIBIN”

Peyva Xwedê wiha dibêje: “Min ev nivîsîn ku bizanibin, hûn ê ku ji navê Kurê Xwedê re îman dikin, xwedî jiyaneke bêdawî ne.” (Yuhannayê 1., 5:13)

Çend sal berê, bi xanimeke dîndar re der heqê diyariya Xwedê ya jiyana bêdawî de axivîm. Ev xanim, digel ku xwe wekî xirîstiyan bi nav dike, tu car jê bawer nekiribû ku Xwedê bi Mesîh rizgariyê anîbû.

Dema min jê re got, “Ez dizanim ku gava ez bimirim, ez ê biçim bihuştê”, hinek hêrs bû û ev bersiv da, “Erê, hûn xwe ew qas baş dihesibînin ku hûn dikarin bêjin hûn ê rasterast biçin bihuştê, ne wisa?”

Min got, “Na, ez ê biçim bihuştê, lê ne ji ber ku ew qas baş im. Ji ber ku Xwedê ew qas baş e. Ku em ji Wî re û ji tiştên ku ji bo me çêkiriye re îman bikin, Ew e ji me re dibêje, “bizanibin ku hûn ê xwedî jiyaneke bêdawî bin.”

Lewre heqê gunehê mirin, diyariya Xwedê jî li cem Rebê me Mesîh Îsa jiyaneke bêdawî ye.” (Romayî 6:23)

ELÎ ÇAWA ZANÎ?

Min di beşa yekemîn a vê pirtûkê de behsa Elî kiribû ku ji ber ku ji peyama Xwedê bawer kiribû, ji hêla malbata xwe hatibû redkirin.

Dema min ew cara yekem dît Elî jî wekî Bruno 26 salî bû. Lê belê dîsa jî Elî ji Brunoyê ku hişê wî li ser kêfê bû, cuda bû û dînê xwe bi dilxwazî pêk anî – bicihanîna duayên rojane wekî diyarkirî, her sal mehekê rojî girtin û ji kesên din re qencîkirin. Lê dîsa jî bêhuzuriyekê hîs dikir ku êş dida mîdeya wî.

Elî şevan nedikarî rakeve û ev difikirî: “Ez peywirên xwe yên dînî pêk tînim – wê demê çima ji bêdawîtiyê ew qas ditirsim? Ax Xwedê, rêyeke tune ye ku bizanibim piştî mirinê ez ê biçim ku?”

Elî ev pirs ji bavê xwe û ji reberên dînî kir, “Ez ê çawa jê bawer bibim ku dê Xwedê destûr bide ku têkevim Bihuştê?” Her kes wekî tûtî, heman bersiv da: “Tu nikarî bizanî. Tu kes nikare qedera xwe bizane. Tenê Xwedê dizane.”

Bersiva wan têra Elî nekir.

Li malê û li dibistanê ji Elî re ev agahî hatibûn hînkirin: Îsayê kurê Meryem, pêxemberekî rast bû ku ji bakîreyekê hatibû dinyayê. Elî di heman hîn bû ku Îsa xwedê nasnavên wekî Mesîh, Peyva Xwedê û Ruhê Xwedê ye û pêxemberekî ku mucîzeyan çêdike, ye. Wisa fikirî, “Dibe ku Îsa Pêxember bikaribe bersiva ku ez lê digerim bide min.”

Elî biryar da ku der heqê Îsa de pirtûkek bibîne. Çend hefte bi şûn de em rastî hev hatin. Min eleyeqe germ da Elî û Pirtûkeke Pîroz da wî. Nêzî salek bi şûn de piştî ku lêkolîna Pirtûka Pîroz kir, em binêrin ka çi keşf kiriye:

“Ez hîn bûm ku hemû pêxember Îsa nîşan didin. Min beşa ku Îsa Bixwe dibêje: Rê, Rastî û Jiyan Ez im, Bêyî alîkariya min tu kes nikare bê cem Bav… Ez ji we re rastiyê bêjim, yê ku dengê min dibihîze û ji Yê ku Ez şandim re îman dike, xwedî jiyaneke bêdawî ye. Yekî wisa nayê darizandin, ji mirinê derbasî jiyanê bûye.” (Yuhanna 14:6; 5:24) xwend.

Ev û ayetên din alîkarî min bûn ku ew Wî qebûl bikim û fam bikim ka Îsa kî ye: yek Rizgarkerê ku ji mirinê vejiyaye û ji bo rizgariyeke teqez xwîna xwe rijandiye! Min ji ber ku ketiye şûna min û ji bo gunehên min êşaye û miriye, jê re îman kir.

Dema min îman kir, min huzûreke wisa hîs kir ku min berê qet hîs nekiribû. Çi guherîneke mezin!  Ez êdî qedera xwe ya bêdawî nafikirim û xem nakim, lewre ez dizanim ku Reb cezayên gunehên min ên ku ez mehkûm kirime, bi tevahî daye. Niha, ez dizanim, ne ji ber başbûna min, ji ber lutfa Xwedê ya ku ji Mesîh re daye ez ê biçin bihuştê. Niha ez dixwazim Xwedê di her mijarê de razî bikim, lê ne ji ber ku rizgariya xwe bi dest bixim, ji ber ku Xwedê ez xilas kirim û dilê min guherand, dixwazim.”

Ji bo Elî laneta gunehê berevajî bibû. Îro ew, hevsera wî û kurê wî ne tenê dizanîbûn piştî mirinê dê biçin ku, di heman demê de dizanîbûn ka ji bo çi hatine cîhanê: naskirina Afirîner-Rizgarkerê wan, jê hezkirin û jê re xizmetkirin û mirovên din jî beraliyê nasîna Wî kirin.

MIRIN: XULAMÊ YÊ BIÎMAN

Mesîh dema cara pêşîn hat serzemînê, beşa yekemîn a plana sê ast a Xwedê ya ku ji bo berevajîkirina laneta gunehê çêkiribû, pêk anî. Îsa bi rêya jiyan, mirin, veşartin û vejîna xwe dîwara mirinê û gunehê ya ku wisa xuya dibe ku nikare jê derbas bibe, qul kir. Rêbirê li çarmixê, yên hov, Emma, Saul, Eli, Bruno û kesên ku rastiya peyama Xwedê qebûl kirin, ew kes in ku dê ji vê peyamê sûd bigirin.

Mirinê zalim û zordest, ji bo biîmanên Mesîh, bû xizmetkareke dilnizm a ku dê bi fermana Xwedê deriyê bihuştê veke. Nivîsên Pîroz wiha dibêjin: “Mirina evdên dilsoz ji bo Reb hêja ye.” 5 (Mezmûr 116:15)

Xeyala wê jî ne mimkun bû ku peyva “hêja” ji bo diyarkirina “mirinê” bihata bikaranîn. Lê hemd ji Xwedê re, em êdî dikarin ev biwêj ji bo kesên ku îman dikin, bi kar bînin.

Ya mirin, striyê te li ku ye? Ya mirin ka serkeftina te?... hemd ji Xwedê re ku bi rêya Rebê me Îsa MesÎh em gihandin serkeftinê!” (Korîntiyên 1., 55,57)

Laneta paşerojê ya gunehê hatiye berevajîkirin.


1. Her beşa Pirtûka Pîroz bi şêwazên cuda bi yek ji van sê mijaran re girêdayî hev e: 1. Xweda çi kir? II. Xweda çi dike? III. Xwedê êdî dê çi bike? Bi rêya têgînên teolojîk, ev sê mijarên Pirtûka Pîroz wiha tên tesnîfkirin: 1) Fihêlbûn = Dema hûn ji Mizgîniyê bawer dikin, Xwedê we rastiya nuwazeya rewşa we îlan dike (Romayî 35). 2) Pîrozbûn = Xwedê ji we re ku hûn bi îman in, ji ber ku rast bijîn jiyana we nexş dike. (Romayî 6-8 û 12-15) 3) Berzkirin = Hûn ê li bihuştê hem di rewş hem jî di pêkanîna xwe de rastiya nuwaze bibin. (Wehî 21 & 22)

2. Richardson, Don. Lords of the Earth. Oxnard, CA: Regal Books; 1977, rûpel 354. (Pirtûkeke çîrokê ya Don Richardson a der heqê yamyamekê ku biîman dibe, vê pirtûkê bixwînin. Peace Child. Oxnard, CA: Regal Books, 1975.)

3. Karên Qasidan 26:9-11; 7:58-60; 8:1-3; 9:1-2

4. Karên Qasidan 9:1-31; di heman demê de li beşên Karên Qasidan 11; 13-14; 16-28 binêrin (di beşên Karên Qasidan 22 û 26an de Pavlûs ji me re qal dike ka çawa tobe kiriye). Di heman demê de Galatyayî 1:13,23; Fîlîpînî 3:6; Korîntiyên 1., 15:9; hwd.

5. Di nav têqînên Pirtûka Pîroz de “pîroz” ji bo Xwedê hatiye veqetandin; Yê ku ji şêwaza bexşandin û rastî ya Xwedê bi rêya îmanê re ji hêla Xwedê pîroz hatiye îlankirin. Kevneşopiya yên mirî, kesên diyarkirî “xistina nav lîsteya yên pîroz” û bi vî awayî wan wekî “yên pîroz” nîşandan, yekcar li dijî hînkirina Pirtûka Pîroz e (binêrin Dubareya Zagonê 33:2-3; Mezmûr 30:4; Wecîzeyên Silêman 2:8; Daniel 7:21-27; Matta 27:52; Karên Qasidan 26:10; Efesî 1:1; 2:19, hwd).