29
QONAX 3:
BERNAMEYA XWEDÊ YA BÊ

“Xwedayê ku selametî dide,
dê di demeke nêzîk de Şeytên di bin piyên we de bipelixîne.”
(Romayî 16:20)

Ev wehda ku ji yên biîmanan re tê dayîn, ji pêxemberiya veşartî ya ku Xwedê roja ku guneh nifşa mirov qirêj kir, tê: dê ezbeta jinekê serê Mar bipelixanda..

Dê Afirîner-Xwedayê gerdûnê her tiştê wehdkirî pêk bianiya. Lê dê vê bi rojeva xwe û bi wextê re lihevhatî, çêkira.

BEREVAJÎKIRINA LANETÊ: QONAX SÊ

Mesîhê wehdkirî cara pêşîn dema hat, cezaya gunehê xwe hemû da û Şeytên têk bir. Ji bo yê biîman êdî dojeh ne tiştek e, lê bihuşt teqez e. Wekî encama vê têkçûnê, Şêytên çeka xwe ya delal a sitrû wenda kir. Cezaya gunehêhat berevajîkirin.

Piştî ku Reb Îsa vegeriya esmên, Ruhê Pîroz, “Alîkarî” şand jêrê ku gelê xwe bixurt bike ku di jiyana xwe ya rojane de Şeytan û gunehên wî têk bibin û veguherin xuyanga Wî. Hêza gunehêhat berevajîkirin.

Lê dîsa jî pelixandina Şeytên a bi temamî û rizgarkirina Xwedê ya gelê xwe ji hebûna gunehê, tenê dê bi vegerîna Îsa ya serzemînê pêk bê.

TIŞTÊN PÊŞEROJÊ

Xwedê çawa ku ji pêxemberan re hatina pêşîn a Mesîh ji berê da zanîn, pêxember hatina Wî ya duyemîn jî bi heman awayî ji berê de dane zanîn. 1

Roja daxuyaniya ku dê li esmanan olan vede, nêzîk dibe:

Serewriya dinyayê bû ya Rebê me û ya Mesîh. Ew ê heta hetayê serweriya xwe bidomîne! (Wehî 11:15)

Dema Îsa vegeriya serzemînê, dê benîadem tacên bisitrû nexin ser Wî, û dê Wî li ser çarmixê bizmar nekin. Dê navê Wî belasebeb bilêv nekin an jî dê nebêjin Ew tenê pêxemberekî ye.

Dê êdî ji Qral re tiştên wisa bêedeb nekin.

Daxuynaiyên Nivîsên Pîroz pir zelal in. Îsa dema dîsa bê, ‘dê her kes çogerî bibe” (Yeşaya 45:23). Lê beriya ku ev bûyer pêk bê, hê pêxemberiyên din hene ku pêk bê.

LI ESMANAN KÊFXWEŞÎ

Beriya ku dinya li ber Afirîner-Xwedayê xwe çogerî bibin, bûyereke ku divê pêk bê heye: divê Îsa têkeve na v atmosfera serzemînê ku gelê xwe yê rizgarkirî bibe esmên.

Reb bixwe, dê bi gazîna fermanekê, bi gazîkirina milyaketê sereke, bi boriya Xwedê ji esmên dakeve. Dê ewil miriyên aîdê Mesîh vejîn. Piştre em ên ku dijîn, li jiyanê ne, ji bo ku Reb li hewa pêşwazî bikin, bi wan re di nav ewran de bên birin. Bi vî awayî em ê heta hetayê bi Reb re bijîn.” (Selanîkiyên 1., 4:16-17)

Ev sir, ev bûyera metelhiştî dibe ku her gav pêk bê. Dema ev bûyer pêk bê, bedenên mirî yên biîmanan ku can û ruhên wan li bihuştê dijîn, dê bi biîmanên ku li serzemînê dijîn re “ji bo pêşwazîkirina Reb a li hewa…em hemû bêne birin.” 2 Biîmanên di Mesîh de, dê di demeke pir kin de veguherin xuyanga Mesîh. Dê xwedî bedeneke bin ku bi bêdawîtiyê re li hev tê, bi zeman û cih re ne bisînor e.

Piştî ku “bêne birin” biîmanên takekesî yên ku dema li serzemînê dijiyan fidakarî dikirin û ji bo bilindahiya Xwedê û ji bo bereketa kesên din tiştan dikirin, dê xelat bigirin. 3 Piştre gelê Xwedê heya bêdawiyê wekî “pîroz û paqij” dê jiyana xwe ji bo Şampiyon, “Zavayê” 4 bêdawî yê ku jiyana xwe ji bo ku wan ji darizandina bêdawî rizgar bike feda kir, bê pêşkêşkirin.

Em kêfxweş bibin, bicoş in! Em Wî bilind bikin! Lewre deweta Berxik dest pê dike, Bûka Wî hat amadekirin. Ji bo ku li xwe ke jê re kincên keten ên tenik û biriqî hat dayîn; ketena tenik karên biedalet ên pîrozan dide nîşan. Piştre milyaket ji min re got, ‘Binivîse!’

Her bijî yên ku ji bo deweta Berxik hatine vexwendin!’” (Wehî 19:7-9)

Kêfa têkiliyên ku li bêdawiyê bêne kirin, dê bi awayekî bêsînor raserê tiştê serzemînê bin.

TENGASIYA MEZIN A SERZEMÎNÊ

Ni vê navberê de Nivîsên Pîroz didin zanîn ku dê li serzemînê “dema tengasiyeke mezin” 5 bibe; di vê serdemê de Xwedê dê xezeba xwe bîne ser dinyayeke biinyad û dê ji hatina duyemîn a Xwedê rê amade bike. Ev serdem wekî “ji bo nifşa Yaqûb serdema tengasiyê” (Yeremya 30:7) tê nîşankirin, lewre ev serdem ji bo neteweya Îsraîlê bînê tobeyê hat sêwirandin.

Di vê serdemê de, dê serweriyeke dinyayê ya bandorker û bihêz a ku wekî “li hemberî Mesîh” û “Cinewar” tê gotin, xurt bibe. dê qelebalixên mezin bi awayekî kor, wî û pêxemberê wî yê sexte ku mucîzeyan çêdike, bişopînin. Dê ji her mirovê serzemînê re bê gotin, “li destê xwe yê rastê an jî li eniya xwe nîşaneyek çêke, yê ku hejmara ku navê cinewar nîşan dide li ser xwe neke, dê ne bikare tiştek bistîne an jî bikare tiştek bifroşe.” (Wehî 13:16)

Dê serê yên ku serîxwarkirinê red dikin, bê jêkirin. Ev Mesîhê sexte dê aşitî û aramî wehd bike, lê li şûna ku van pêk bîne, dê mirovan bixapîne, wan beraliyê hilweşîn û mirinê bike.

ARMAGEDON

Piraniya pêxemberên Xwedê di Pirtûka Pîroz de der heqê Şerê Cîhanê yê dawî yê ku dema Îsa ji esmên dakeve hê berdewam dike, dinivîsin. Ev xebata dramatîk, li herêmeke fireh a ku ji Çemê Şeriayê heya Deryaya Spî dirêj dibe, li mexeliya Esdraelonê pêk bê. Nivîsên Pîroz di heman demê de vê herêma kevn û qada şer a pêşerojê wekî Armagedon a ku tê wateya “Çiyayê komkujiyê” bi nav dike.

Ev ruhên cinan ên ku nîşaneyên serşirustî dikin. Diçin hemû qralan kom bikin ji bo şer ku dê roja mezin a Xwedayê ku Hêza Wî Têra Her Tiştê dike, pêk bê. ‘Va ye, ez wekî dizan têm! Her bijî yên ku şiyar bimînin ji bo ku tazî negerin û di nav şermê de nemînin!’ sê ruhê xirab, qral li cihê ku wekî Armagedon tê binavkirin, kom kirin.” (Wehî 16:14-16)

Pêxember Zekeriya di heman demê de rewşa dramatîk a bûyerên ku dê hevaltiya Mesîh bikin jî nivisî.

Va ye roja REB tê! Ya gelê Yeruşalimê! Milkê ku dê ji te bên talankirin, li ber çavên te bê paykirin. Ez ê hemû neteweyan bînim cem hev ku li hemberî Yeruşalimê şer bikin. Dê bajêr bê b,destxistin, dê mal bên talankirin, dê dest bavêjin namûsa jinan. Dê nîvê kesên ku li bajêr dijîn, bên derxistin, yên din dê li bajêr bimînin.” (Zekeriya 14:1-2)

“hemû netewe” Yeruşalim dorpêç bikin. Ev lihevxistin dê bibe komkujiyeke mîna destanan.

VEGERA MESÎH

Dema hemû hêvî wenda bin û dema hejmara bajêr a ku hê dijîn cihek nebînin ji bo alîkariyê, dê ji REB re feryad bikin ji bo ku wan xilas bike. Piştre yê ku navê Wî “Reb rizgar dike” ar dike” ye, dê ji esmanan dakeve. Dema neteweya Îsraîlê bibîne ku Rizgarkerê wan Îsayêçarmixkirî ye, dê heyirî bimîne û şok bibe! lê vê carê dê di nav ruhê tobeyê de û bi êşa can, dê Qralê xwe qebûl bikin.

Ez ê ruhê lutf û lavayê bireşînim ser yên ku li Yeruşalimê rûdinin. Dê li min, ango li yên ku qul kirin binêrin; dê wekî kesekî ku ji bo kurê xwe yê yekane şîn digire, bigirin, dê wekî kesekî ku ji bo kurê xwe yê pêşîn êş dikêşe, êş bikêşin.” (Zekeriya 12:10)

Dê çavên kor ên neteweya Cihû di dawiyê de ji hêla ruhî ve vebe û dê bê zanîn ku Îsa berê û her tim Mesîhê yek û rast e û dê ji vê rastiyê bawer bikin. 6

Bûyera ku dê piştî vê pêk bê, dê wekî şerê herî bandorker ê dîroka dinyayê pêk bê û Îsayê ku Peyv e dê tenê biaxive û ev dijmin dê belav bibe.

Piştre Reb wekî ku di demên şer de dike, dê biçe li hemberî van neteweyan şer bike. Wê rojê dê piyên Wî, li ser Çiyayê Zeytunê be ku li rojhilata Yeruşalimê ye. Dê Çiyayê Zeytunê li hêla rastê û çêpê bibe du şeq û dê nav de newaleke pir mezin çêbe. Dê nîvê çiyê vekêşê aliyê bakurê û nivê din jî vekêşe aliyê başûrê.

REB dê hemû gelên ku li hemberî Yeruşalimê şer dikin bi vê belayê ceza bike: Dema hê saq in dê beden, çav û zimanên wan birizin..

Dê rojeke taybet be, dê  rojekê be ku tenê Xwedê dizane. Dê şev jî roj jî nebe. Dê şev ronî be.

Reb dê Qralê hemû dinyayê. Wê rojê dê tenê REB, tenê navê Wî bimîne.” (Zekeriya 14.3-4, 12,7,9)

Di dawiyê de, dê pesna yek Xwedayê rast li gorî layiqbûna wî bê dayîn û dê bê rûmetkirin.

SERWERIYA KU DÎSA TÊ XWESTIN

Bi dehan sal berê ku pêxemberiya Zekeriya ya wê demê me xwend hatiye nivîsîn, Xwedê ji pêxember Daniel re bînahiyeke ku dişibe vê pêxemberiyê da:

Min di bînahiyên xwe yên şev de dît yekî ku dişibe benîadem bi ewrên esmên ve hat. Ber bi Yê ku ji berê de heye ve çû, çû li ber Wî. Jê re serwerî, bilindahî û qraltî hat dayîn. Hemû gel, netewe û mirovên ji her zimanî Ew perestin. Serweriya Wî serweriyeke bêdawî ya ku dê tu car neqede, û qraltiya Wî qraltiyeke dê tu car hilneweşe ye.” (Daniel 7:13-14)

Peyva serweriyê sê car tê dubarekirin.

Dema Xwedê cara pêşîn mêr û jinê afirand, ji wan re got Serweriyê hemû zindiyên serzemînê bikin.” (Afirîn 1:26, 28) Dema Adem serî li ber Afirînerê xwe rakir, ev serwerî da Şeytên. Lê ev serweriya li ser vê gerdûnê ku “mirovê pêşîn” Adem da Şeytan, dê “Mirovê Duyemîn” Îsa 7 dîsa bixwaze.

Xwedê ji xwendekarê Îsa Yuhanna re bînahiyeke temamker da ku bi pêxemberiyên Zekeriya û Daniel re bi awayekî nuwaze li hev tê:

Min piştre dît ku esman vebûye, hespekî spî li wir sekiniye. Navê siwariyê wî Disoz û Rast e. Bi edaletî didarizîne, şer dike. Çavên wî mîna êgir e ku disincire. Li sr serê wî gelek tac hene. Li ser wî navek hatiye nivîsîn ku ji xeynî wî tu kes nizane. Xiftanekî ku li xwînê noq kiribûn, li ser wî bû. Bi Peyva Xwedê tê bîranîn. Artêşa ser esmanan ku ketena tenik, paqij û spî li xwe pêçabûn, siwarî hespên spî bibûn û ew dişopandin. Ji devê wî şûrekî tûj dirêj dibe ku dê hemû neteweyan lêxe. Dê wan bi darqîtkekî hesin bajo. Dê masaraya ku şeraba Yê ku Hêza Wî Têra Her Tiştê dike çêdike, bixwe bicû. Li ser xiftan û pişta wî ev nav hatibû nivîsîn: QRALÊ QRALAN Û REBÊ REBAN.” (Wehî 19:11-16)

Dema Qralê Qralan vegere, dê gelek milyaket û “artêşên esmanan yên ku bi ketena tenik hatine pêçandin” ênku bi nifşa rizgarkirî ya Adem pêk hatine, hevaltiya Wî bikin. 8 Raberiyên lutufkar ên hêz û hişmeta Îsa, dê li ber hêz û hişmeta metelhiştî ya hatina wî ya duyemîn biçilmisin.

SERWERIYA ESMANAN A SER DILAN

Em bibêjin ku hûn li daristanekê tena serê xwe dimeşin. Ji min re bibêjin ka hûn dixwazin rastî kîjan heywanê bibin? –şêr, an berxik?

Dema Mesîh cara pêşîn hat serzemînê, ji bo gunehkaran rizgar bike wekî “Berxikekî” hat, lê dema dîsa vegere, ji bo ku gunehkaran darizîne dê wekî “Şêrekî” bê. 9

Îsa dema cara pêşîn serzemînê ziyaret kir wiha wehd kir: “Tobe bikin, lewre serweriya esmanan nêzîk e.” (Matta 4:17) Lê Cihû û netewe, li şûna ku ji fikrên xwe yên şaş tobe bikin û Qralê xwe qebûl bikin, ji bo ku Qralê xwe li çarmixê bixin alîkarî hev kirin. Bi vî awayî, haya wan jê tune bû lê plana Xwedê ya ku ji bo deynê gunehê dinyayê divabû Mesîh Xwîna xwe birêta, pêk anîn.

Agahiya baş ev e: ku gûnehkar ji Reb Îsa û ji tiştên ku ji bo wan kir bawer bikin, Xwedê dê serweriya xwe bixe dilên wan û dê wan heta hetayê bike gelê xwe.

Hûn dizanin ku her biîmanê rast ê Mesîh, hê ji niha de welatiyê tescîlkirî yê esmanan e?

Lê welatê me li esmanan e. Em ji wir li benda Rizgarker in, li benda Reb Îsa Mesîh in. Dê ew bi hêza ku dikare her tiştê girêdayî xwe bike, dê bedenên me yên reben biguherîne û bike mîna bedena xwe ya bilind.” (Fîlîpînî 3:20-21)

SERWERIYA ESMANAN A LI SERZEMÎNÊ

Dema Îsa vegeriya serzemînê, dê Serweriya xwe li Yeruşalimê ku dê serzemînê hezar sal li wir bi rê ve bibe, dane. Di dawiyê de, dê Qraltiya Wî bê û “wekî esmanan dê li serzemînê jî” daxwaza Wî bibe (Matta 6:10). Dê xirabî êdî li tu neteweyan de baş xuya neke, lewre “dê wan bi darqîtkekî hesin bajo.” (Wehî 19:15)

Gelek kes jê bawer nakin ku dê Kurê Xwedê wekî fîzîkî vegere serzemînê. Lê digel vê, Nivîsên Pîroz bi awayekî zelal vê mijarê diyar dikin. Çawa ku Kurê Xwedê dema cara pêşîn hat bedeneke fîzîkî girt û piştre vejiya, bi bedena xwe ya fîzîkî û bêsînor li esmên hat birin, bi heman awayî dê bi awayekî fîzîkî vegere:

We çawa dît ku Îsa ji nav we hat girtin û derket esmanan, dê bi heman awayî vegere.” (Karen Qasidan 1:11)

ŞEYTANÊ GIRÊDAYÎ

Pirtûka Xwedê der heqê serweriya Îsa ya hezar salî de gelek tişt dide zanîn. Tişta ku em dikarin bikin jî, tenê kurtasiya bûyerên bingeh bêjin.

Piştî ku Îsa vegere serzemînê, tişta pêşîn a ku dê pêk bê der heqê wî “marî” ango Şeytên de ye ku nifşa mirov cara yekem beralî hilweşînê kir.

Piştre min dît ku milyaketekî ji esmên daket. Di destê wî de mifteya kûrahiyên bêdawî û zincîreke mezin hebû. Milyaket ejderha –marê kevn ê ku wekî Îblîs an jî Şeytan tê binavkirin- girt û hezar sal girêda. Bi hezar salan, ji bo ku dîsa neteweyan ji rê dernexe, ew avêt kûrahiyên bêbinî, derî girt û mor kir. Piştî hezar salan, ji bo demeke kin divê bê azadkirin.” (Wehî 20:1-3)

Şeytan hezar sal dê girtî û girêdayî bimîne. Bi girêdayîkirina Yê Xirab û bi serweriya Yê Baş dê “ji mirovên serzemînê ku ji wan razî ye selametî” bibe. (Lûka 2:14)

Rêveberiya biedalet a Xwedê ya ku dinya bi hesret li bendê ye, dê bibe rastiyekê.

Dê Xwedayê esmanan qraltiyeke çêke ku dê tu car hilneweşe…Û ev qraltî dê heta hetayê bidome.” (Daniel 2:44)

RADESTIYA RAST

Qral Silêman, 10 nêzî sê hezar sal berê, der heqê serweriya Mesîh a pêşerojê ku dê her netewe û her mirov li ber Wî serê xwe bitewîne de nivîsî. Îro gelek kes dibêjin ku radestî yek Xwedayê rast bûne. Lê wê rojê, dê her kes radestî Wî bibe.

“Bila di rojên Wî de rastî belav bibe û geş bibe, çi qas heyv şewqa xwe dide bila selametî zêde bibe! Bila serwerî berdewam bibe ji deryayan heya deryayên din, ji Firatê heya serê serzemînê! Bila qebîleyên çolê çogerî bibin, bila dijmin tozê bialêsin. Bila qralên Saba û Sevayê diyariyan bidin! Bila hemû qral li ber Wî xwe xwar bikin, bila hemû netewe jê re evdî bike! Lewre feqîrê ku alîkarî dixwaze, ketiyê ku piştgiriyê wî tune Ew xilas dike. Dilê Wî bi feqîr û yê ketî dişewite, canê yên ketî xilas dike. Ji zordestiyê, zorbazî wan azad dike, lewre di çavê Wî de xwîna wan girîng e. Bijî qral! Bila jê re zêrê Sabayê bidin; bila her tim dua bikin ji bo Wî. Bila sibê heya şevê pesna Wî bidin! Bila li welêt gelek genim hebe. Bila li ser çiyayan pêl bide! Bila simbila wan mîna Lubnanê bi bereket be. Bila gelê bajêr mîna giya belav bibe û zêde bibe. Bila navê Qral heta hetayê bijî, heya ku tav hebe bila navê Wî hebe. Bila bi rêya Wî mirov bên pîrozkirin, bila hemû netewe bêjin, ‘Bila Ew Her Bijî!’ Hemd ji Reb Xwedê û Xwedayê Îsraîlê re! Tenê Ew e ku tiştên nuwaze çêdike. Heta hetayê hemd ji navê Wî yê bilind re! Bila hemû serzemîn bi bilindahiya Wî bê dagirtin. Amîn! Amîn!” (Mezmûr 72:7-19)

Ev Mezmûr agahiyeke baş dide me ku em der heqê Mesîh de ku “dê heya serên serzemînê serweriyê bike” û qraltiya Wî de xwedî têgihiştineke zelal bibin. 

RÊVEBERIYA SERAZA

“Feqîrê ku alîkarî dixwaze, ketiyê ku piştgîriya wî tune ye Ew xilas dike.” Dê serweriya Mesîh bi temamî li dijî dinyaya îro ya xirabe û tevlihevî derdixe, bibe. Dê cara pêşîn ji gunehê re ji Ketina Peşîn û heya niha azadî û edalet serwerî bike. Dê jiyana her bebek, zarok, mêr û jinê bi nirxa bêdawî bê dîtin û dê her jiyanê re rêz bê girtin. “Ji zordestiyê, zorbaziyê wan azad dike, lewre di çavê Wî de xwîna wan hêja ye.”

Medyaya nûçeyê, der heqê rêberên dînî û polîtîk yên ku navbeynkarî dikin ku çekgirtin kêm bibe de her tim agahî didin. Lê dîsa jî ji ber raye û hêzên wan ên bisînor, ev rêber nikarin aramiya ku dibêjin, pêk bînin. Lê dema ew Kesê ku ba û pêl li ber Wî sitûyê xwe xwar dikin vegere, dê serzemîn di dawiyê de tama edaleta rast û “zêdeyiya selametiyêbistîne.

Bi sedsalan hemû qral û serwerên vê cîhanê jiyane û mirine. Lê Nivîsên Pîroz der heqê Qralê qralan Îsa de wiha dibêjin: “Û Ew dê bijî.” Dê serzemîn a ku di bin rêveberiya benîadem a ku guneh û mirinê têk biriye de, dê di nav hezar salan de ku di selametiyeke bêhempa û aramiyê de derbas bibe, geş bibe.

Bila hemû qral li ber xwe xwar bikin û bi rêya mirov bên pîrozkirin; bila hemû netewe bêjin, ‘Bila Ew her bijî’” (Mezmûr 72:11,17)

Dê Reb Bixwe ji vê dinyaya westiyayî û acizbûyî re rêveberiya biedalet bîne. Yên ku dê bi Wî re serweriyê bikin, dê tenê zarokên Adem bibin ku xwedî bedenên bilindbûyî û xwezayên pîroz in.

Dê qraltiya Wî ji xirabiyê azad bibe.

Yên ku di nav vejîna pêşîn de bextewar û pîroz in. Rayeya mirina duyemîn tune li ser van. Dê ew bibin kahînên Xwedê û Mesîh, dê bi Wî re hezar sal serweriyê bikin.” (Wehî 20:6)

Dê hemû şêwazên rêveberiyê –monarşî, totalîter, demokratîk, dînî- têk çûne, lê dê rêveberiya Wî têk neçe.

Dê rêveberiya Wî jî wekî Wî serasa be.

PRENSÊ SELAMETIYÊ

Me berê behsa çend pêxemberiyên der heqê hatina Mesîh kirin. Mînak, pêxember Mîka ji berê de da zanîn ku dê Mesîh li Beytlehemê bê dinyayê. Lê we bala xwe dayê ku di nav pêxemberiya Mîka de di heman demê de ev heye ku dê Mesîh rojekê li hemû serzemînê serweriyê bike?

Lê tu ya Beytlehem Efrata, digel ku tu ni nav qebileyên Yahudayê de ne girîng î, dê yê ku Îsraîlê li ser navê min bi rê ve bibe, ji nav te derkeve. Koka Wî digihije ezelîtiyê, destpêka zemanê. Dê hemû dinya mezinahiya Wî qebûl bike, dê ji gelê xwe re selametî bîne.” (Mîka 5:2,4-5)

Yeşaya ku ji dema Mîka bû jî der heqê kurê ku dê bê dinyayê û Kurê bêdawî de pêxemberî kir.

Pêxemberiya Yeşaya di heman demê de rêveberiya Kur a li hemû dinyayê jî nîşan dikir.

Lewre dê ji me re zarokekî bê, dê ji me re kurekî bê dayîn, dê rêveberî li ser milê Wî be. Navê Wî dê bibe Şîretkerê Nuwaze, Xwedayê Xurt, Bavê Ebedî, Rêberê Selametiyê. Dê li ser textê Dawud û welatê wî serweriyê bike. Dê geşbûna serwerî û selametiya wî neqede. Dê serweriya xwe bi edalet û rastiyê ava bike. Û dê heta hetayê berdewam bike.” (Yeşaya 9:6-7)

Di dawiyê de dê hemû dinya re bi nasnavên ku heq dike xîtabê Kurê Xwedê bike. Navê WÎ:

Nuwaze,

Şîretker,

Xwedayê Bi hêz

Bavê Ebedî

Rêberê Selametiyê bibe.

Dê netewe “ji wê demê heta hetayêkêfa edalet û selametiyê bikin.

Dê daxwaza Xwedê ya bi mirov re bijî, dê rastî bibe. Heta hetayê.

Wê rojê dê gelek netewe girêdayî Xwedê bibe, dê bibe gelê Wî û wê demê dê Reb nav we de bijî.” (Zekeriya 2:11)

Agahiya baş a îro ew e ku Ruhê Mesîh ku di dilê kê de cihê xwe bigire, dikare kêfa hebûn û selametiya Xwedê jinihade bistîne.

DÊ ÊDÎ NEZAN NEBE

Reb cara pêşîn dema hat serzemînê, ni nav mirovan de jiya, piraniya mirovan, di nasîna Wî de serkeftî nebûn. Heya îro gelek kes dîtina Îsa wekî Qralê xwe red kirin. Lê digel her tiştê, serdema zêrîn tê ku dê her kes Wî wekî Kesê ku Ew dibêje qebûl bikin.

Ji Heyva Nû heya Heyva Nû, Ji Roja Şabatê heya Roja Şabatê, dê hemû mirov bên li ber min û Min biperêsin,’ dibêje REB. (Yeşaya 66:23)

Dê êdî li serzemînê bi hezaran dîn, mezheb û tarîkat tune be. Û di heman demê de, dê tu kes newêre rastiya dîrokî ya Kurê Xwedê Îsa înkar bike. Lê dîsa jî dê her kes jê bawer neke, lê dê her kes rastiya der heqê Wî û peyama Wî de bizane.

Lewre av çawa derya tijî dikin, dê dinya jî bi zanyariya Xwedê bê dagirtin.” (Habakkûk 2:14)

DÊ ÊDÎ ŞER NEBE

Piştî ku Reb li serzemînê serweriyê bike, berberiya navbera Bakur û Başûr, Rojhilat û Rojava dê li dema berê bimîne. Dê pevçûnên navbera Îsraîl û neteweyên derdora Îsraîlê bi dawî bibe. Dê tengasiya parzemîna Afrîkayê heta hetayê ji holê rabe. Dê ji bo parzemînên din jî wisa bibe. Şerê sivîl û zordestî dê biqede. Dê li serzemînê selametî, aramî û wateya rast belav bibe.

Dê gelek gel bê, dê bêjin, ‘Dê haydê em derkevin Çiyayê Reb, em derkevin Perestgeha Xwedayê Yaqûb. Bila Ew rêya xwe rê me bide, em jî di rêya Wî de biçin.’

REB dê di nav neteweyan de bibe dadger, dê pevçûna navbera gelan de çareser bike. Dê şûrên xwe bi çakûçan bikutin û dê haletê cotê çêkin, rimên xwe bikin kêra rezvanan. Dê netewe li hemberî neteweyek din şûrê xwe raneke, dê êdî perwerdehiya şer çênekin.” (Yeşaya 2:3-4)

Dema mirov yek Xwedayê rast nas bike û Wî biperêse dê selametî û yekîtî navneteweyî bibe.

Dê tevliheviya Babîlê berevajî bibe. Dê dinya dîsa wekî berê bi zimanekî bipeyive:

Ez ê wê demê lêvên gelan pak bikim ku bila hemû bi hev re bi navê min gazî min bikin, milên xwe bidin milên hev û ji min re xizmetê bikin.” (Sefanya 3:9)

LANET HAT RAKIRIN

Reb ji bo ku aramiya vê hezar salî zêde bike, dê laneta ku ji ber gunehê hatiye serzemînê rake.

Îsa dema cara pêşîn li serzemînê jiya, hêza xwe ya vegerîna lanetê da nîşan. Cinan der kir, seqetan baş kir, şîfa da ji nexweşiyan re, miriyan vejand, ji qelebalixan re xwarin peyda kir û ew xwedî kirin û kontrola xwe ya ser xwezayê da nîşan. Ev çalakiyên Wî delîlên wisa ne ku ew Mesîh û Qral e, dijî vê nikare bê gotin.

Îsa tiştên ku dema cara pêşîn hat bi mînakan peyda kir, dê di hatina xwe ya cara duyemîn de bi awayekî navnetewî peyda bike.

Şeytan û cinên wî gîrêda. Dê seqetî, nexweşî û mirinê ku bi awayekî xwezayî derketine holê, rake. Dê li ser axê êdî sitrû û devî tune be. Dê cotkar êdî ew qas mahsûl peyda bikin ku berê qet wisa çênebûye. Dê “feqîrtî” û “birçîtî” bibin peyvên kevn ên ku qet nayên bikaranîn.

Dê her netewe vê serdema zêrîn a dîroka dinyayê biceribîne.

Qraltiya esmanê ya ku dema cara pêşîn Îsa hat ji hêla welatiyên serzemînê hat redkirin, dema cara duyemîn bê, dê li her derê dinyayê cih bigire û serweriyê bike.

Dê wê demê çavên kor, guhên ker vebin; dê topal mîna xezalan lotikan bavêjin, zimanê bêzimanan bi kêfxweşî qîrîn bike. Lewre dê li çolan av bifişfişe, dê li beriyan çem biherikin. Dê berxik û gur bi hev re biçêrin, dê şêr mîna dewaran ka bixwe, dê xwarina mar jî ax bibe. Dê li tu derê çiyayê min ê pîroz tu kes zerarê nede, tu kes wenda neke..’ wiha dibêje REB.” (Yeşaya 35:5-6; 65:25)

Dê alema heywanan jî êdî bi selametî di nav hev de be, dê vegerin rewşa beriya avakirina dinyayê, ango rewşa baxçeyê Aden ku goşt nedihat xwarin û tenê sebze dihat xwarin.

Lê dîsa jî digel van hemûyan, di dilê kesên ku dê li dema serweriya hezar salî ya Mesîh bêne dinyayê, hê jî koka gunehê hebe. Wekî her serdemê, dê nifşa Adem diyariya bexşandina Xwedê tenê bi baweriya rizgariya Wî bigire.

We bala xwe dayê ka ayeta dawî ya ku me xwend der heqê mar de agahiya çi dide? “Dê xwarina mar ax bibe.” Dê di pêvajoya hezar salî de dîsa mar li ser zikê xwe biçin. çûyîna wan a ser axê dê bibe sedem ku ev bê bîra mirov: ji bo ku di asta sêyemîn û dawî ya plana Xwedê de lanet heta hetayê bê berevajîkirin, divê bûyereke dramatîk jî pêk bê.

PÊNGAVA DAWÎ YA YÊ XIRAB

Em berê hîn bûn ku dê “Şeytan û Îblîs, ew marê kevn” bê gîrêdan û di serweriya hezar salî ya Mesîh de di kûrahiyên bêbinî de bêne girtin. “Hezar sal ji bo ku car din neteweyan ji rê dernexe”, hathepskirin. “Lê piştî hezar salan ji bo demeke kin divê bê azadkirin.”(Wehî 20:2-3)

Xwedê çima dê dîsa Şeytên azad bike? Dê çima wî girêdayî û li pişt mifteyê nehêle?

Rebê xwedî zanyariya bêdawî, beriya ku xirabî heta hetayê ji holê rabe, dê car din destûr bide ku dilê biguneh û ji rê derketî ya mirov derkeve holê. Dema mirovahiyê ji zemanê derbasî bêdawîtiyê bibe, dê ev rastî bi awayekî zelal derkeve holê: nifşa Adem ew qas neçar e ku dê nekare li ser xwezaya xwe ya ketî serwerî bike. Tenê REB Xweda ye ku bikare gunehkaran rast bike û dilê wan ê biinyad biguherîne.

Dil ji her tiştê zêdetir mirov dixapîne, baş nabe. Kî dikare Wî fam bike? ‘Ez, Reb ji bo ku ji her kesî re li gorî kirin û tevgerên wan xelat bidim, li dilê wan dinêrim, fikra wan diceribînim.’” (Yeremya 17:9-10)

Dilê mirov çawa ji “her tiştê zêdetir dixapîne”? Piştî jiyaneke hezar salî ya li derdoreke nuwaze, di bin rêveberiya nuwaze ya Qralekî nuwaze jî, dema Şeytan bê azadkirin, qelebalixeke mezin a ku di dema hezar salî de hatine dinyayê, dê ji derewên Şeytên bawer bikin û piştgirî bidin Wî! Dê bi dijminên Xwedê bêne cem hev û li hemberî Afirînerê xwe, wekî kalikên xwe ku li Baxçeyê Adenê kirin, dê serî hildin.

Dê pêngaveke dawî ya yê Xirab bibe.

HEWLDANA DAWÎ YA ŞEYTÊN

Dema hezar sal biqede dê Şeytan ji zindana ku hat avêtin, bê azadkirin. Dê ji bo ku neteweyên çar aliyê dinyayê –Gog û Magog- ji rê derxe, ji bo şer bîne cem hev, ji zindanê derkeve. Hejmara yên kom dibin, bi qasî qûma deryayê pir e. Ji çar aliyê serzemînê hatin, artêşgeha pîrozan û bajarê ku jê tê hezkirin, dorpêç kirin. Lê ji esmên agir barî û ew şewitandin, wenda kirin.” (Wehî 20:7-9)

Reb dê ji artêşa Şeytên a ku ji mirovên ku serî hildidin pêk tê, destûr bide ku Yeruşalimê dorpêç bikin, lê çawa ku ev mirov bên cem hev dê ji esmên agir bibare û wan wenda bike. Dê Şeytan û alîgîrên wî bigihijin dawiya rê.

MARÊ PELIXANDÎ

Dê piştî vê bûyera herî cidî ya dîrokê pêk bê.

Îblîsê ku ew ji rê derxistin, bi cinewar û pêxemberê sexte hat avêtin gola agir û zirnîxê. Dê şev û roj heta hetayê îşkence bibînin. Piştre min textekî mezin û Yê ku li ser text rûdinişt, dît. Erd û esman ji ber Wî reviyan, wenda bûn. Min miriyên biçûk û mezinên li ber text dîtin. Piştre pirtûk vebûn. Pirtûka ku jê re pirtûka jiyanê tê gotin jî vebû. Mirî li gorî tevgerên xwe yên ku li pirtûkan hatibûn nivîsîn, hatin darizandin.

Mirin û Warê Miriyan li golê hatin avêtin. Va ye ev gola êgir mirina duyemîn e. Yên ku navên wan li ser Pirtûka Jiyanê nehatine nivîsîn, li gola êgir hatin avêtin.” (Wehî 20:10-15)

Pevçûna ku bi serdeman e berdewam dike, dê heta hetayê wenda bibe.

Piştî darizandina li ber Textê Spî yê Mezin, dê laneta gunehê di dîrokê de wenda bibe. lê dersa ku piştî darizandina Xwedê ya xirabiyê, dê tu car neyê ji bîrkirin. Dê hemû aferîde bibe şahidê xirabiya gunehê û rastiya Xwedê.

Di dawiyê de dê serê mar bê pelixandin.

Şeytan û kesên ku ew dişopînin, dê “di agirê ku venamire û ji bo Îblîs û milyaketên wî hatine çêkirin de” heta hetayê bêne hepskirin (Matta 25:41). Yên ku hatine darizandin dê tu car nekarin ji vê zindana bêdawî birevin. Dê ji bo vê cezayê nekarin Xwedê jî sûcdar bikin, lewre digel ku li serzemÎneke nuwaze, bi Qralekî nuwaze hezar sal hatine bi bereketkirin, dîsa jî li hemberî Afirîner-Xwedayê xwe serhildanê kirinê.

Dê tu mahne tune be ku mirov pêşkêş bike.

Dê navdarî û gaziya yek Xwedayê rast heta hetayê mafdar bibe.

Yên ku navên wan di Pirtûka Jiyanê de hatine nivîsîn, dê heta hetayê bi Reb re bibin, “lê tirsonek, bêîman, pelos, mêrkuj, yê ku fuhûşê dike, sêrbaz, pûtperest û hemû derewker, cihê wan gola êgir e ku bi zirnîxê dişewite. Mirina duyemîn ev e.” (Wehî 21:8) 11

Dê yê xirab, kirêt êdî tu car nekare serê hilde jor. Dê hemû aferîde heta hetayê serê xwe li ber yek Xwedayê rast xwar bike û wisa bijî.

BI WÎ RE

Tiştên ku dê êdî çêbe ew qas serasa ne nikarin bên xeyalkirin jî:

Min dengekî bilind bihîst ku ji text dihat, ‘Va ye avahiya Xwedê di nav mirovan de ye. Xwedê dê nav wan de bijî û dê ew bibin gelê Wî. Dê Xwedê Bixwe jî di nav wan de be. Dê hemû hêstirên çavê wan paqij bike. Êdî dê mirin nebe, êdî ne şîn, ne girîn ne jî keder hebe. Lewre pergala berê rabû.” (Wehî 21:3-5)

Çawa ku her du beşên serî ya Peymana Kevn afirîna orîjînal a Xwedê diyar dike, her du beşên dawî yên Peymana Nû jî afirîna nû ya Xwedê diyar dikin. Piştî dûrxistina Şeytan, guneh û mirinê, her tişt dê bi xwezaya pîroz a Afirîner di lihevhatineke nuwaze de be. Ji îro pê ve êdî mirov an jî milyaket dê nekevin dapika gunehê. Dê dersên pêwîst bêne stendin û “Xwedê dê Bixwe di nav wan de be û dê bibe Xwedayê wan.”

Bernameya Xwedê, ji dûrxistina bandorên gunehê zêdetir tişt dihewîne nav xwe de. Ya ku di bernameya Xwedê de ye, “nûkirina her tiştê ye.” Dê gelê Xwedê ji bo hebûna wî ya nuwaze, kêfa bedenên esmanî yên bihişmet bikin. Heta hetayê hemû canên rizgarîkirî yên ji her netewe û serdeman, dê di nav planên Wî yên metelhiştî û bi zeman re ne bisînor e de cih bigire. Wekî yên biîman, em ê kêfxweş bibin ku bi Wî re heta hetayê bijîn, û dê bibe kêfxweşiya Wî jî ku em bi Wî re bibin.

Mijara “Xwedê bi me re ye” dê bibe rastiyeke bêdawî.

WEKÎ WÎ!

Hevpayiya şêrîn a navbera Rizgarker û gelê Wî, dê tu car bi dawî nebe. Tişta ku Adem li bihuşta erdîn wenda kir dê nû bibe û li Bihuşta esmanî raser bibe. Dema Xwedê dikir mêr û jina pêşîn diafirand, wiha got,

Em mirov di xuyanga xwe de, mîna xwe biafirînin.” got. (Afirîn 1:26)

Her tişt dê li gorî plana Wî pêk bê.

Dê bihuşt bi jin û mêrên ku karakter, sûret û xuyanga tevgera hildigirin, tijî be. Guneh êdî dê nebe îhtimalekê jî. Dê gelê Xwedê bi rastî re bê morkirin. Pêxember Dawud, “lê ez ê bi saya rastiyê rûyê te bibînim. Dema ez şiyar bim ez ê ji dîtina sûretê te têr bibim” (Mezmûr 17:15) dema ev rêzik nivîsîn, berê ev rewş dîtibû.

Mêr, jin û zarokên ku bi fidye hatine xilaskirin, “bi veguherîna xuyanga Kurê Wî” (Romayî 8:29) wekî afirîna nû ya Xwedê dê heta hetayê ewle bibin.

Hê ji me re nehat nîşandan ka em ê bibin çi, lê em dizanin ku dema Mesîh xuya be em ê di xuyanga Wî de bin. Lewre Ew çawa ye em ê Wî wisa bibînin.” (Yuhannayê 1., 3:2)

JI BO WÎ

Ji serî de armanca Afirîner ew bû ku qraltiya xwe nav mirovahiyê de çêke, ji bo ku em hişmet, safî, hezkirin, edalet, dilovanî û lutfa Wî bizanibin û pesna wan bidin.

Bi temamiya şerê dirêj ê ku bi Şeytên re hat kirin, plana Xwedê her tim “bi armanca ji neteweyên din ji bo navê xwe gelekî derxe, nêzîkbûna wan bû.” (Karên Qasidan 15:14) Reb dê xwedî wê tişta ku ji bo qezenckirinê hatibû serzemînê, bibe: gelekî rizgarkirî şikirdar ê ku bi dilên xwe yên perestinê di xuyanga Wî de ne, dê heta hetayê jê hez bikin, pesna Wî bidin û dê jê zewqê bistînin.

Asta sêyemîn û dawiya plana Xwedê ya der heqê berevajîkirina laneta Xwedê, êdî dikarîbû dest pê bikira.

Hûn amade ne?

Fikra der heqê vegera Îsa we kêfxweş dike, an ditirsîne?

Pirtûka Pîroz, di vê rêwîtiya me ya Nivîsîn Pîroz de, der heqê zemanên dawî yên ku wextê me tune ye em lê binêrin de hê gelek têgihîn dide me. Niha têra me heye ku em bizanibin dê Afirînerê me yê ewledar pêxemberiyeke biçûk a ku di beşa dawî ya pirtûka Wî de ye, pêk bîne:

Dê êdî tu lanet nemîne!” (Wehî 22:3)


1. Piştî çend rûpelan, em ê çend ayet bixwînin ku ji Peymana Kevn pêxemberên ku hatina Mesîh a rûzemînê ya cara duyemîn ji berê de didin zanîn û bûyerên ku bi vegerîna Wî pêk bên ji berê de didin zanîn, bixînin. Hin beşên ku em ê lê binêrin ev in: Zekeriya, beş 14; Daniel 7:13-14; Mezmûr 72 û Yeşaya 9:6-7.

2. Selanîkiyên 1., 4:13-18; Korîntiyên 1., 15:51-58

3. Binêrin beş 28; sernav: DU ROJÊN DARIZÎNÊ

4. Ayeta Efesî 5:27 û ayetên derdora vê ayetê bixwînin. Ev mijara girîng di beşa 10. a YEK XWEDA YEK PEYAM de heye. Nivîsên Pîroz her tim Reb wekî “Zava” gelê Wî jî wekî “Bûk” didin nîşan. Zewac –bi şêwaza îdeal- ji bo ku plana Reb Xwedayê ku bi gelê xwe re heta hetayê dê zewqa têkiliya ruhî bistîne ji me re fikreke henase bide, hatiye sêwirandin (Yeşaya 54:5; 62:5; Mezmûr 45; Newayên Newayan; Hoşea 2:16, 19, 20; Matta 9:15; 25:1-13; Yuhanna 3:29; Korîntiyên 2., 11:2-3; Efesî 5:22-33; Wehî 21:2,9, 22:17).

5. Matta 24:21; Wehî 7:14; Pênaseya bêkêmasî ya Tengaiya Mezin di beşên Wehî 6-19 de heye.

6. Romayî 11:26-27. Nîşe: Ev bûyer, di çîroka Yusûf a ku di Afirîn 37-45 de ye, heye. Dirûvên metelhiştî hene!

7. Korîntiyên 1., 15:45-47; Romayî 5:12-21. Ji têgînên wekî “Ademê Pêşîn” û “Ademê Dawî” di heman demê de di beşa 16. a YEK XWEDA YEK PEYAM de tê qalkirin. Gunehê Adem çawa bû sedem ku hemû mirov bimirin, bi heman awayî rastiya Îsa û xwîna Wî ya rijayî ji bo kesên ku îman dikin re jiyana bêdawî nû dike.

8. Selanîkiyên 2., 1:7-10; Wehî 19:6-14; Yahûda 14; Zekeriya 14:5

9. Yeşaya 53:7; Yuhanna 1:29; Wehî 5:5; Selanîkiyên 2., 1:5-10; Yuhanna 3:17-18; 12:47; Daniel 9:24-27; Yeşaya 53 bi Zekeriya 14 bidin ber hev. Di heman demê de li ser dijîtiyên navbera têgînên “tengasî” û “bilindahî” ya ku di van beşan de ye bifikirin: Lûka 24:25-26; Petrûsê 1., 1:10-12; Îbranî 2:9; Fîlîpînî 2:5-11; Mezmûr 22; hwd.

10. Sernava Mezmûra 72. wiha ye: Mezmûreke Silêman. Ev Mezmûr her çi qas bi gotinên “Duayên Dawudê kurê Îşay li vir diqede.” (Mezmûr 72:20) bi dawî dibe, dibêjin qey Silêman ev Mezmûr nivîsiye. Ev ayet di dawiya beşa duyemîn a pênc-pirtûkên Mezmûrê bi nîşaneyan tên nîşankirin. Dawud nivîskarê yekemîn a beşa duyemîn a Mezmûran bû.

11. Heta hetayê dê kî bê darizandin? “Yên tirsonek û yên bawer nakin,” ango, ji ber ku ji gotin û kirinên malbat û hevalên xwe ditirsin, dê tu car ji peyama Xwedê bawer nekin. Dema Îsa li rûzemînê ye, guhdarên xwe bi awayekî zelal hişyar kir, “Ji yên ku bedenê dikujin lê nikarin canê bikujin, netirsin. Ji Xwedayê ku can jî bedenê jî di dojehê de mehv dike bitirsin… nebêjin ku ji bo aşitiyê bînim rûzemînê, hatime! Ne aşitî lê ji bo şûr bînim hatim. Lewre ez hatim ku veqetîn têxim navbera bav û kur, dê û keç, bûk û xwesû. Dijminê mirov dê bibe gelê wî yê malê. Yê ku ji diya xwe an jî bavê xwe ji min zêdetir hez dike, ne layiqê min e.” (Matta 10:28, 34-37).