8 |
XWEDA YEKÎ ÇAWA YE? |
Rêwîtiya destpêka pirtûka Xwedê, bi bangewaziya herî mezin a hemû deman dest pê dike:
“Di serî de Xweda erd û esman afirand.” (Afirîn 1:1)
Ji bo îspatkirina hebûna Xweda, tu pêngav nayê avêtin. Hebûna Xwedê rastiyeke diyar e û li holê ye.
Ger hûn li sîlekaneke xalî bimeşin, hûn rastî şopa cotek pê ya nû bên, hûn ê bixwe hîs bikin ku hûn ne tenê ne. Ev şopa cotek pê, bixwe xwe neafirandin. Hûn dizanin ku ba û av çênekir. Yekî bûye sedem ku ev şopên piyan çêbûne.
Hûn dizanin ku wiha ye.
Lê gelek kes dibêjin, nizanin ku Yekî bûye sedem ji qûma ku şopa piyan re û ji hebûna wî mirovî ku ji van şopên piyan re bûye sedem, re. Mirov di mijara ravekirina aferîdeyê ya bêyî Afirîner de, gelek teoriyên hûrgulî derxistine; hinek ji wan rêzên sedeman ku bi milyaran sal paş de diçe, xeyal dikin. Lê gava carek digihîjin wê xala ku jê re dibêjin “destpêk”, nêzî xala ku ji mijara orîjînal re bibe bersiv, nabin: Tişta ku ji aferîdeyê re dibe sedem çi ye?
Nivîsên Pîroz wiha dibêje: “Der heqê Xweda de tiştên ku têne zanîn çi hebe, li ber çavên te ne; Xweda hemû daniye li ber çavên te. Wesfên Xweda yên ku nayên dîtin –hêza Wî ya bêdawî û Xwedatiya Wî- ji dema ku dinya hatiye afirandin û pê de bi kirinên Wî tê famkirin, bi awayekî aşkere tê dîtin. Ji ber vê qusûrên wan tune ne.” (Romayî 1:18-20)
Mantiq hêsan e: ji bo sêwirek divê sêwirînerek hebe.
Heman tişt çawa ji bo tiştên wekî şopên piyan, erebe û kompîtur ku ji hêla mirovan ve hatine çêkirin derbasdar e, bi heman awayî ji bo pê, hucre û mekanîzmayên wekî koma stêrkan derbasdar e. Bila bi çavên tazî an jî bi mîkroskop, teleskopê bê raçavkirin, ji bo tevliheviya gerdûnê ku nikare bibe halê ku tê xwestin û pergala wê ya ku famkirina wê zehmet e, divê Afirîner û Peydekerek hebe.
Çawa ku ji bo şopa piyekê divê yekî hebe ku wê çêke, gerdûnek jî bi heman awayî Afirînerê Gerdûnê divê.
“Esman îhtişama Xwedê diyar dike, saca esmanî berhema destên wî diyar dike.” (Mezmûr 19:1)
Naxwe, ew kesê ku vê Gerdûnê-Afirandiye kî ye? Em ê çawa bizanibin ka kesekî çawa ye? Em dikarin bizanin, lewre Wî, Xwe daye zanîn. 1
BÊDAWÎ
Me berê vê posteya elektronîk a ku yekî bi awayekî tinazker pirs kiribû, xwend: “Kî Xweda afirand? Min ji bîr kiriye.” Em bersivê bidin: Tu kes. Xweda bêdawî ye. “Di serî de XWEDAji me re hîn dike ku, Afirînerê me naşibe tu tiştî û tu kesî.
“Hê çiya çênebûne, hê gerdûn û cîhanê neafirandiye, ji ezelîtiyê heya bêdawîtiyê Xweda tu yî.” (Mezmûr 90:2)
Paşeroj, niha û pêşeroj li ber Xweda wekî tu tiştekî ye. Reb-Xwedaya ku dikare her tiştî bike, yê ku Hebû, heye û dê hebe!” (Wehî 4:8)
Ew bêdawî ye, bi demê re ne bisînor e û eqlê mirov nagihîje Wî.
Ne mimkun e heyînekî ku hatiye afirandin der heqê Xweda de her tiştî bizanibe û dê tu car nezanibe. Ew, “Bilind e, bihişmet e û li bêdawîtiyê dijî.” (Yeşaya 57:15)
Xweda tu car naguhere. “Lê tu her tim eynî yî, dê salên te neqedin..” (Mezmûr 102:27)
MEZINTIR
Xweda ji hemû tiştên ku em xeyal dikin mezintir e. Ji ber ku hebûna Wî diyar e, çawa ku yê bêdawî ji bo îspatkirina Hebûna xwe tiştek nake, bi heman awayî ji bo diyarkirina Hebûna xwe jî tiştek nake, lewre hişê me yê bisînor ji xeynî zeman, cih û madeyê nikare tiştek fam bike.
Dema ez zarokekî biçûk bûm, tê bîra min ku min li esman dinêrî û min digot ku ez têra xwe derkevim jor û rêwîtiya dûr bikim, ez ê di dawiyê de bikarim bigîhîjim arîkan û ez ê bigihîjim dawiya gerdûnê. Xetaya min a di vê xeyalê de ew bû ku min bala xwe nedidayê ku li hemberî wan arîkên ku min xeyal dikirin valahiyeke bêdawî heye!
Hin tişt tenê bi bawerbûna gotinên Afirîner tê famkirin.
Îmana ji Peyva Xwedê ya hevgirtî û çespandî, mifteya gihîştina asta herî bilind a zanatiyê ye.
“Bêyî îmanê ne mimkun e ku em Xwedê razî bikin, lewre kesê ku nêzî Wî dibe divê ji hebûna Wî re û ji baweriya xelatdayîna ji kesê ku li wî digerin re, îman bikin… em bi saya îmanê fam dikin ku gerdûn bi fermana Xweda hatiye afirandin, bi vî awayî tiştên ku xuya dibin bi yên nexuyayî pêk tên.” (Îbranî 11:6,3)
Zanista modern “tiştên ku xuya dibin bi yên nexuyayî pêk tên” dipejirîne. Fizîkzan ji me re dibêjin ku, made ji atomên nexuyayî pêk tên, atom ji elektronê pêk tên, ev elektron li dora dendikekê ku ji proton û notronan çêbûye, zûka dizivire, ev proton û notron ji yek ji sê cure zereyên ku hinekî bi elektrîkê re barkiriye û wekî bingeha madeyê tê hesibandin, pêk tê, yek ji van sê zereyan çawa çêdibe…? Mirovahî gelek tişt keşf kiriye, lê dîsa jî em kêm tişt dizanin! Mirovên zana, sînorên hişê mirov dibînin.
Tişta ku dê zanist tu car nekare îspat bike an jî bikare îspat neke “gerdûn bi fermana Xwedê hatiye afirandin” e. Em vê rastiyê tenê dikarin bi seheka şeşemîn, ango îmana ku Xwedê daye me dikarin bizanin.
Em mijar û pirsên herî girîng ên jiyanê “bi saya îmanê famdikin”. Sedema vê diyar e:
“Xweda ji mirov mezintir e.” (Eyûb 33:12)
Em lê binêrin ka Ev ê bihişmet der heqê xwe de wekî din çi gotiye?
BÊSÎNOR
Ew, Ew Kes e ku Hêza Wî Têra Her Tiştî Dike. “YaREBêSerwer! Te bi hêza xwe ya mezin, bi qudreta xwe erd û esman afirand. Tişta ku tu nekarî bikî tune ye.” (Yeremya 32:17) Afirîner li ser aferîdeyên xwe ye. Ew li ser her tiştê ku em difikirin e û jê wêdetir e.
Ew, Ew kes e ku her tiştê dizane. “Tu rabûn rûniştina min dizanî, tu nêta min ji dûr ve fam dikî…” (Mezmûr 139:2) Afirîner her tiştî dizane – paşerojê, îro û dahatûyê. Zanabûna Wî bi demê re zêde nabe. “Xweşbîniya Wî bêsînor e.” (Mezmûr 147:5)
Hebûna Wî li her derê ye. “Ez dikarim biçim ku ji Ruhê te, dikarim birevim ku ji hizûra te?” (Mezmûr 139:7) Yê bêsînor, gava bi we re ye, di heman demê de dikare bi me re jî be. Gava li bihuştê bi milyaketan re diaxive, dikare li rûzemînê bi mirovan re jî biaxive.
Ew bêsînor e.
RUH
Em der heqê yê ku bêsînor e agahiyeke din a girîng bidin:
“Xweda Ruh e..” (Yuhanna 4:24)
Xwedê Ruhekî bêsînor û kesanî ye ku li her derê ye, lê xuya nake. Tevî ku pêdiviya Wî bi bedenê tune ye, dikare Xwe çawa bixwaze wisa bide nîşan, têra xwe heye û azad e. Nivîsên Pîroz, demên cuda yên ku Xweda ji mêr û jinan re bi şeklên ku dikare bi çav bê dîtin, xwe nîşan dide, dinivîse – “çawa ku yekî bi hevalekî/e xwe re rû bi rû diaxive” (Ji Misirê Derketin 33:11)
Xwedayê ku Ruhê raser e , dixwaze ku heyînên giyanî yên ku Wî afirandin, bila li gorî armanca afirîna xwe Wî nas bikin, bila jê bawer bikin û bila Wî biperêsin.
“Bav li wan kesên ku wî wisa diperêsin, digere. Xweda Ruh e,Yên ku Wî diperêsin jî, bila di ruh û rastiyê de biperêsin.” (Yuhanna 4:23-24)
BAVÊ RUHAN
Yek ji nasnavên Xwedê “Bavê ruhan” e. (Îbranî 12:9)
Xweda beriya ku rûzemînê afirand, 2 ji bo ku bi Wî re li mala Wî ya esmanî bijîn, bi milyonan, heyînên ruhî yên nuwaze yên ku wekî milyaket tên bi navkirin, afirand. Milyaket tê wateya “nûçevan” an jî “xizmetkar”. Xwedayê ku armanca wî ew e ku xwedî qraltiyek bibe da ku bila nîştevaneke dilovan bijî li wir û bi wan re bikaribe bêdawîtiyê parve bike. Û Xwedê ew afirandin ku Wî nas bikin, Wî biperêsin, jê re îtaet û xizmetê bikin û heya bêdawîtiyê bila jê kêfê bigirin.
“Min li der û dora text, aferîde û ixtiyaran bi hejmaran milyaket dîtin… hejmara wan bi hezaran hezar, bi deh hezaran deh hezar bû…” (Wehî 5:11)
Ji bo ku ji nû ve neyên hilberandin, Xwedê di serî de bi qasî dilê xwe milyaket afirandin. Tevî ku bi Afirînerê xwe re heya pîvanekê dişibîna hev, ev milyaket bi tu awayî bi Xwedayê xwe re ne wekhev bûn. Xwedê asteke bilind a jîrahiyê da wan. Û di heman demê de hest, vîn û zerengî da ku bi Wî re bikaribin têkevin têkiliyê. Milyaket jî mîna Afirînerê xwe, ji xeynî ku ji bo peywirekê dîtina wan ne hewce be, ji hêla mirovan ve nayên dîtin. 3
Xweda li qraltiya xwe ya ku heyînên ruhî yên hatine afirandin li wê ne, nehatiye afirandin, ew Ruhekî bêsînor e ku, hêza Wî têra her tiştî dike û her tiştî dizane.
RASERÊ HER TIŞTÊ YE
“Ruh yek. Reb yek. Raserêher tikştê, Xwedayê her kesî û Bavê Wî yek e.” (Efesî 4:4-6)
Tevî ku raserê her tiştê ye, bi zeman û cih re ne bisînor e, li gerdûnê cihekî Wî yê diyar heye ku avahî ava kiriye û bi rê ve dibe. “REB textê xwe li esmanan ava kiriye, serdestiya Wî her derê dipêçe.” (Mezmûr 103:19) Qral Silêman, gava der heqê mezinahî û nezikahiya Xwedê difikirî, ji Afirînerê xwe re bi van gotinan dua kir:
“Bi rastî jî Xwedê li rûzemînê dijî? Tu nikarî li asîmanan, li asîmanênasîmanan jî bi cih bibî.” (Qralên 1., 8:27)
Pirtûka Pîroz ji sê esmanên cuda behs dike. Du hebê van ji hêla mirovan dikare bê dîtin; yek ji wan nayê dîtin.
Asîmana atmosferîk – asîmana şîn a li ser serê me.
Asîmana ku aîdê dûrîngên navbera stêrakan e – valahiya tarî ya ku Xwedê gerestêrk û stêrkan bi cih kiriye li wir.
Û asîmanên asîmanan – cihê gelek biriqî ya ku Xwedê avahî ava kiriye li wir. Ev mala asîmanî ya Xwedê û ev cihê ku milyaket li wê ne, di heman demê de wekî asîmanên herî bilind, esmana sêyemîn, mala Bav, avahiya Wî, Bihuşt û tenê bi awayekî hêsan wekî Esman jî tê binavkirin. 4
“Reb ji esmanan dinêre, hemû mirovan dibîne. Ji cihê ku rûdine, çavdêriya her kesî ku li rûzemînê dijîn dike. Yê ku dilê her kesî afirand, hemû tiştên ku afirand dipîve, Ew e.” (Mezmûr 33:13-15)
XWEDA YEK E
Ayeta yekemîn a Pirtûka Pîroz, dipejirîne ku tenê yek Xweda heye:“Di serî de Xweda.”
Hem Nivîsên Peymana Kevn û hem yên Nû, vê pêşkêş dikin:“Xwedayê me Reb, yekReb e.” (Dubareya Zagonê 6:4) “Xweda yek e.”(Romayî 3:30)
Xweda YEK e.
Hemberê (raqîp) Xwedê tune ye. Wekhevê Xwedê tune ye.
Ev mijar bi têgihên teolojîk wekî monoteîzm tê binavkirin: tenê ji Xwedayekî bawerkirin. Monoteîzm, bi polîteîzm (ji gelek xweda û xwedawendan bawerkirin) û panteîzm re dijberê hev e. Polîteîst û panteîst cudahiya navbera Afirîner û aferîndeyên Wî de şêlo dikin. Û wekî encameke vê, înkar dikin ku Xweda ne kesayetiyekî xwedî taybetiyên karakterî ye.
YEKBÛYÎ
Îfadeya “Di destpêkê de Xweda”, rastiyeke pêşîn e, lê nerastiyekexwerûye.
Yê bêsînor, ne hêsan e. Xwedê hevedûdanî ye. Yekbûna Xwedê, yekîtiyeke pir bizereng e. Di rêzimana wî de şeklên navî yên yekjimar (yek), cot (tenê du heb), û pirjimar (sê an jî zêdetir) hene. Elohim li gorî rêzimanê pirjimar e, lê xwedî yek wateyê ye.
Xwedayê rast a yek, ji hêla zerengiyên (kapasîte) xwe, yekbûyî û bêsînor e. Sê ayetên ewil ên Nivîsên Pîroz dibêjin:
“Xwedê di serî de (navê pirjimar) asîman û erdê afirand (kişandina lêkera yekjimar). Erd vala bû, şeklên rûzemînê tunebûn; bi tarîtiyên mezin re girtîbûn. RuhêXweda li ser avê pêl dida. Piştre XWEDA, FERMANA ‘bila ronî çêbibin’ da û ronî çêbû.” (Afirîn 1:1-3)
Bi vî awayî, îfadeya destpêka Pirtûka Xwedê, rê me dide ka karê afirînê çawa çêkiriye. Xwedê çalakiya xwe ya afirînê bi rêya Ruh û Peyva Xwe qedand.
Ewil Ruhê Xwedê yê Bixwe, ji bo ku fermanên Wî bîne cih, ji asîman hate şandin. Wekî kevokekê ku li ser hêlîna xwe melûl dibe, “RuhêXweda” li ser dinyaya ku nû çêdibû “pêldida”. Di Îbrankî de peyva ku ji bo “Ruh”ê tê bikaranîn, “ruah” e; ruh tê wateya hilm an jî enerjiyê. Ev “Ruhê Xwedê” hebûna Wî ya ku enerjî dide.
“Dema ruhê (ruah) wan dişînin, çêdibin.” (Mezmûr 104:30)
Piştre Xweda axivî. Beşa yekemîn a pirtûka Afirînê deh caran qala heman îfadeyê dike: “Xweda ferman da…” gava Xweda axivî, tişta ku ferman da pêk hat.
“Esman biPeyvaReb re û cîsmên esmanê bi hilma (ruah) ku ji devê Wî derket re hat afirandin.” (Mezmûr 33:6)
Xwedê dinyayê, bi rêya Peyv û Ruhê xwe afirand.
YÊ KU TÊKILIYÊ ÇÊDİKE
Rastiya ku Xweda her tiştê bi axaftinê afirand, der heqê Xweda de me hînê tiştek din jî dike.
Xweda têkiliyê çêdike.
Beriya ku afirîn pêk hat, têkilî hebû.
“Di serî de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv Xwedê bû. Di serî de Ew bi Xwedê re bû.” (Yuhanna 1:1-2)
Ev “Peyv”, ji peyva logosa Yewnanî tê, wateya wê; îfadekirina ramanê ye. 5 Di Nivîsên Pîroz de Logos yek ji nasnavên Xwedê ye. Peyv, bi Xwedê re yek e.
Her tişt bi rêya Peyvê hat afirandin.
Xweda, tenê bi fikirînê dikarîbû dinyayê biafiranda û her tişt dikarîbû ji nişka ve çêbûya û bimeşa. Lê Xweda wiha nekir. Wî, ramanên xwe îfade kirin. Xweda axivî.
Peyv, bi axaftinê, dinyayê di pergaleke şeş rojan de ava kir.
Pêdiviya Yê ku Hêza Wî Têra Her Tiştê Dike bi şeş rojan hebû ku peywirê pêk bîne?
Na, yê ku bi zeman re ne bisînor e, pêdiviya wî bi mîqdara zeman re tune ye. Lê dîsa jî, Xwedê bi afirîna dinyaya me ye bi vî awayî, tenê hefteyeke heftrojî çênekir, 6 di heman demê de ji me re wê têgihiştinê da ku em kesayetî û karaktera Wî nas bikin. Ev dana Wî girîng e, lewre bawerî bi Xwedayekî ku nayê naskirin, nayê, îteat nayê kirin û nayê perestin.
Niha em li çîroka afirînê ku Afirîner bixwe rave dike, binêrin, em guh bidinê û em ji Wî hîn bibin.
ROJA 1.: RONÎ Û ZEMAN – XWEDA PÎROZ E
“Xwedê ferman kir got “bila ronî çêbe” û ronî çêbû. Xwedê dît ku ronî baş e, ew ji tarîtiyê veqetand. Ji ronî re got “Roj” û ji tarîtiyê re jî got “Şev”. Bû êvar, bû sibe û roja yekemîn çêbû.” (Afirîn 1:3-5)
Li roja yekemîn Xwedê ronî anî li ser dîka afirînê. Bi vî awayî zeman jî çêbû, dinya dest bi dewra xwe ya bîst û çar saetan kir: seate astronomîk a ku şev û rojê saz dike. Lê Xweda, heya roja çaran roj (tav), heyv û stêrkan neafirand.
Li demekê, zanist nîqaşê dikirin ku li gorî zanistê, bêyî rojê (tav) ne mimkun e ku ronî çêbe. Lê belê êdî ev nîqaş bi dawî bûye. Îro zanistên ku baweriya wan bi qeydên der heqê afirînê de nayê jî, dibêjin rûzemîn beriya rojê û bi awayekî serbixwe hebû. 7
Afirîner beriya ku ronî-hilgiran(ragir) (roja 4.) afirand, roniyê afirand (roja 1.) ku bide nîşan ku Ew Çavkaniya neafirandî ya fîzîkî û ruhî ya roniyê bû. Ku ew nebûya dê tenê tarîtî hebûya.
Gava em di Nivîsên Pîroz de berdewamê rêwîtiya xwe dikin, em ê her tim rastî Çavkaniya Roniyê bên û ev rasthatin dê bigîhije asta herî bilind ku em li Bihuşta ku dê Xwedê ji gelê xwe re “ pêdiviya dê wan bi roniya çirayê û bi ya tavê nebe, lewre dê Reb Xweda ji wan re roniyê bide, binêrin, em ê bibînin. (Wehî 22:5)
Ronî, ji bo zihnên ku herî bai difikirin, dê wekî tiştê nayê zanîn bimîne. Fîzîkzan hinek dizanin ka ronî çi dike, lê pir kêm fam dikin ka ronî çi ye. Ji bo zanistê ronî mutlaq û bêdawî ye. Di saniyekê de bi leza 300.000 kîlometre (186.000 mîl) re diçe. Gava fîzîkvanê navdar Albert Einstein E=mc2 (enerjî beramberê kutle caran leza kareya roniyê ye) dît, dema nukleera atoma ecêb û sawder dest pê kir. Derdora ku ronî lê ye, bandorê lê nake. Dikare li ser qutiya çopa ku bêhna wê ne xweş e, bibiriqe, lê ronî bixwe tevî derdora xwe paqij dimîne. Ronî bi tarîtî re nabe. Raserê tarîtiyê ye.
Xwedayê ku Çavkaniya Roniyê ye, mutlaqa dawînî û bêdawî ye. Hebûneke ku ji bo ku di hizûra Wî de bijî nehatiye tewizandin, îhtişama Wî ecêb û muthîş dibîne.
Xweda xwerû û pîroz e.
Wateya peyva Pîrozê, hatiye veqetandin an jî cuda ye. Xweda, yê Cuda ye. Wekî Wî tune ye. Milyaketên ku derdora textê Wî yê cinetê girtine, wiha diqîrin: “REB, pîroz, pîroz, pîroz e!” (Yeşaya 6:3). Pîrozî, taybetiya tenê ya Xwedê ye ku di Nivîsan de ji bo kirpandinê li dû hev, sê caran tê dubarekirin. Ew Pîroz e, “bi roniya ku nêzîkbûna wê ne mimkun e, rûdine.” (Timoteosê 1., 6:16)
Xweda bi yê xerab re, li cem hev nabe. Ew roniyê ji tarîtiyê vediqetîne. Tenê hebûnên xwerû û rast dikarin bi Wî re rûnin.
“Xweda ronî ye. Di Wî de tu tarîtî tune ye. Ku em bibêjin hempariya me heye bi Wî re û em di tarîtiyê de bimeşin, em ê derewan bikin, em ê bi rastiyê re li hev neyên.” (Yuhannayê 1., 1:5-6)
Roja yekemîn a Afirînê daxuyanî dide ku Xweda pîroz e.
ROJA 2.: HEWA Û AV – XWEDA EW E KU HÊZA WÎ TÊRA HER TIŞTÊ DIKE
“Xweda ferman da ku ‘Bila di nav avan de qubeyek hebe, bila avan ji hev veqetîne’. Û wisa çêbû. Xweda qubeya (saca) esmanî afirand. Bû êvar, bû sibe û roja duyemîn pêk hat.” (Afirîn 1:6-8)
Roja duyemîn a afirînê li ser du unsûrên ku hemû organîzmayên zindî girêdayîne, disekine: hewa û av.
Peyva qubeya (saca) esmanî ya Îbrankî, qada fireh a bikembera mezin a li ser serê me ye ku li wir atmosfer û ewr hatine bicihkirin û stêrk têne dîtin, nîşan dide. Li ser oksîjen û nîtrojenê, buxara avê û karbondîoksîtê, ozon û wekî yên din li ser pêkhênana gazê ya atmosferê ku bi awayekî nuwaze hatiye terazkirin, bifikirin. Çawa ku hûn vê têkelê biguherînin, em ê bimirin. Xweda dizanîbû ka çi dikir.
Giraniya bi trîlyonan buxara avê ya ku li ser me, di atmosferê de aliqî maye, bînin bîra xwe. Kîjan zanatî û hêz dikarîbû tenê bi axaftinê, ev pêkhênana hewa û avê ya bêqusûr biafiranda û biparêza?
“Dema Wî got, her tişt pek hat; dema Wî ferman da her tişt diyar bû.” (Mezmûr 33:9)
Wekî hemû rojên din ên afirandinê, roja duyemîn jî rê me dide ku hêza Afirînerê me têra her tiştê dike.
ROJA 3.: AX Û NEBAT – XWEDA BAŞ E
“Xweda ferman da ku ‘Bila avên di bin asîmanê de li cihekî kom bibin, bila axa zuwa xuya bibe’ û wisa çêbû… û Xweda dît ku ev baş bû. Xweda ferman da ku ‘Bila rûzemîn nebat, giyayên ku tov didin, li gorî cisnê xwe bila darên fêkî yên ku tovên wan jî di fêkiyên wan de ne, hilberîne’… û Xweda dît ku ev baş bû.” (Afirîn 1:9-12)
Xweda li roja sêyemîn axê ji avê veqetand û ferman da ku bila hemû nebat çêbin. “Û Xweda dît ku ev baş bû.” Wî li gerestêrka me ava ku çi qas têrê dikir, bi cih kir. Ji wê rojê û heya îro hewce nekir ku dîsa li ser wê av bê zêdekirin. 8
Xweda her nebat û darê ji bo ku tov bide û li gorî cisnê xwe zebze an jî fêkî bide, çêkir. Xweda van hemû xwarinan ji bo çi çêkir? Wî ev xwarin çêkirin, lewre “ji bo ku li ser bê jiyîn, şekl da dinyayê.” (Yeşaya 45:18) Rûzemîn di nav pergala rojê de bêhempa ye. Rûzemîn gerestêrka tenê ye ku ji bo ku piştgîriyê bide jiyanê û wê dewlemend bike, hatiye sêwirandin.
Mînak, hin mehsûlên sûdewer ên ku em ji nebatan bi dest dixin, bifikirin: oksîjena ku ji bo jiyanê pêwîst e, zebzeyên xwedîker, fêkiyên tehmxweş, siyên daran ku di germahiyê de me diparêze, daristanên sûdewer, dermanên pêwîst, kulîlkên rengîn û bêhnxweş, dîmenên xweşik û gelek tiştên din.
Ku em bên mijara xwarinê, Xwedê ji bo xwarina me dibe ku tenê çend tişt afirandibû – wekî mûz, fasûlî, û birincê. Me dikarîbû bi van xwarinan jiyana xwe berdewam bikira. Lê Xweda wisa nekir. Zanist dibêjin ku li rûzemînê du milyon nebat hene ku ji bo xwarin û êmê ajalan tên bikaranîn.
Di beşa 1ê ya pirtûka Afirînê de, Xweda heft caran dibêje ku aferîndeyên Wî “baş e”. Di Nivîsên Pîroz de jimara heftê bêqusûriyê sembolîze dike. Her tişta ku Xweda çêkir, bi awayekî nuwaze baş bû.
Lewre Xweda bi awayekî nuwaze baş e.
“Xweda… ji bo ku em jê zewqê bistînin, her tiştê zêde zêde dide me.”(Timoteosê 1., 6:17)
Roja sêyemîn, hînê me dike ku Xweda baş e.
ROJA 4.: RONIYÊN KU AÎDÊ ASÎMANÊ NE – XWEDA DILSOZ E
“Xweda wiha ferman da: ‘Bila li qubeya esmanê roniyên ku rojê ji şevê vediqetîne, û ronahiyê dide rûzemînê, hebe. Bila xuyanî, demsal, roj û salan nîşan bide.’ Û wisa çêbû. Xweda stêrk û du roniyên mezin ku ya mezin ji rojê re û ya biçûk ji şevê re serweriyê dike, afirandin.” (Afirîn 1:14-16)
Roja çaremîn ji me re Xwedayê pergalekê nîşan dide. Ew Xweda ye ku “ji bo ku biroj ronî be rojê (tav) çêkir, ji bo ku bişev ronî be heyvê çêkir, û stêrkan xist pergalekê” (Yeremya 31:35). Bişevan pergala stêrkan ji wan kesên ku li erd û behrê de rêwîtî dikin re, dibe nexşeyeke ewledar. Birojan jî tav wê roniyê dide ku baweriya ji roj û salan re çêdibe.
Wekî roj û stêrkan, heyva rûzemînê jî her tim şahidî dike ku baweriya mirov dikare ji Afirînerê wê re bê. Xweda heyvê wekî “li esmanan şahidekî ewledar” (Mezmûr 89:37) bi nav dike. Heyva gerestêrk ji her aliyê rûzemînê, her tim li rûzemînê dinêre, tu car pişta xwe nadê wê aliyê. 9 Bi rêkûpêkiya saetekê, mezin dibe û biçûk dibe. Heyv dilsoz e, lewre yê ku ew afirand dilsoz e.
Ji ber ku Xweda dilsoz e tişteke ku nekare çêke heye. Li dijî xwezaya xwe tevnagere û ne mimkun e ku guh nede zagonên xwe. “Em dilsoz nebin jî dê ew dilsoz be, lewre li dijî xwe tevnagere… ne mimkun e ku Xweda derewan bike.” (Timoteosê 2., 2:13; Îbranî 6:18). Gelek kes wisa difikirin ku, ji ber ku Xweda pir mezin e dikare li dijî Karaktera xwe tevbigere an jî dikare ji peyva xwe vegere. Lê Xweda “mezinahiyê” wiha nasêwire.
Di karaktera Xweda de çarpînetî (bêhawatî) tune ye. Dilsozî heye. Wekî pergala sabît a gerestêrk û komstêrkên me, Afirîner û Peydakerê me Pêbawer e.
Hûn dikarin baweriya xwe Pê bînin.
“Hemû nîmet, hemû diyariyên nuwaze, ji jor, ji wî BavêRoniyan tê ku di Wî de siya guherîn û çarpînetî tune ye.” (Yaqûb 1:17)
Roja çaremîn a Afirînê ji dilsoziya Xweda re şahidiyê dike.
ROJA 5.: MASÎ Û ÇÛK
Xweda li roja pêncemîn bi zanatî û hêza xwe ya bêsînor, ji bo ku li behrê û asîmanê bijîn, hemû cisnên hebûnê afirand û wan arastek kir ji bo ku li derdora ku aîdê wan e, bijîn – ji masiyên ku di nav avê de ne kerik û perik da û ji çûkan re jî hestiyên sivik û pûrt da.
“Xweda ferman da ku ‘Bila av bi aferîndeyên zindî re tijî be, bila li ser dinyayê, li esmanan çûk bifirin’. Xweda cinawirên mezin ên deryayê, zîruhên ku di nav avê de li hev dikin û zîruhên cuda cuda (li gorî cisnê xwe)yên ku difirin, afirandin. Dît ku ev baş e.’ ” (Afirîn 1:20-21)
Bala xwe bidin îfadeya nivîskî ya hevoka“Bila av bi zîruhan re li hev bike”. Lihevhatin tê wateya “pir tijî, heya serî dagirtî”. Mîktobiyolojîst ji me re dibêjin ku dibe ku di dilopekî ava birkê de bi milyonan mîkroorganîzmayên zindî hebe û piraniya van dibe ku bi qasî heywanên mezin tevlihev bin! Xureka balînaya şîn ku di pergala nuwaze ya okyanûsê de, ji aferîndeyên herî mezin e, plankton e – nebat û ajalokên biçûk ku di deryayê de avjeniyê dikin.
Okyanûs koleksiyoneke mezin a Xwedê ye ku mucîzeyên Wî yên zindî tê de ne.
Heman tişt ji bo çûkên cur be cur ên ku li asîmanê difirin, û mirovê metelhiştî dihêlin jî derbasdar e.
Di heman demê de, bala xwe bidin peyva “cur be cur” jî. Ev peyv, di beşa yekemîn a pirtûka Pîroz de, bi beyankirina pergela hemû cisnê organîzmaya zindî, deh car tê dubarekirin. Nivîskarê Jiyanê, ferman da ku divê her nebat û aferîde “li gorî cisnê xwe” zêde bibe. Teoriya peresendî ya mirovê, li dijî vê zagona xwezayî ya nayê guherîn e. Digel ku di hemû zindiyên ku dijîn de veguherîn, guherîn û lêanîn çêbe jî, tu hebê wan ji xeynî sînorên ku Xweda danîbûn nikarin “werar bibin”. Qeydên der heqê fosîlan de ji vê re şahidiyê dikin.
Çavkanî û Peydakerê vê enerjiya bêhempa ya ku wekî jiyan tê binavkirin, tenê Xweda ye. Ku ew nebe, tişta ku heye mirin e.
“Her tişt bi Wî re çêbû, tu tiştên ku hene bê Wî çênebûn. Jiyan di Wî de bû.” (Yuhanna 1:3,4)
Aferîdeyên zindî yên bihejmaran ku di roja pêncemîn de hatin afirandin, ji me re hîn kirin ku Xweda jiyan e.
ROJA 6. : AJAL Û MIROV – XWEDA HEZKIRIN E
Afirîner di destpêka roja şeşemîn de, bi deh hezaran heywanên guhandar, xuşînok û kêzikên bandorker afirandin:
“Xweda cur be cur (li gorî cisnê xwe) ajalên hov, kedî û guhandar afirandin. Dît ku ev baş e.” (Afirîn 1:25)
Xweda hinek ji wan biçûk, hinek ji wan mezin afirand û ji her yekê re ji bo ku bijîn û tevkariya dinyaya xwezayî bikin, zanista sehekî da wan; dê her yekê wan nifşa xwe berdewam bikirana û dê bi têjikên xwe re eleqedar bûna.
Gava Xweda qraltiya hewyanan afirand her tişt “baş bû”. Di holê de tu xirabî tune bû an jî hê tu xwîn nehatibû rijandin. Wisa hatibû sêwirandin ku heywan tenê bi xwarina zebze û fêkiyan, dê jiyana xwe berdewam bikirana.
Xweda digot, “Ez ji hemû heywanên hov, çûkên ku li asîmanê difirin, xuşînok –ji hemû heywanên ku nefes distînin- re wekî xwarin gîyayên şîn didim.” (Afirîn 1:30) Zincîra xwarinê ku aferîde-aferîdeyê dixwe, hê çênebibû. Dijmintî û tirs nedihat zanîn. Di her tişta ku hatibû afirandin de şewqa başbûna Xweda hebû. Şêrekî xwe bi berxikekê dida û diçû, kêfa pisîkek dihat gava li cem çûkekê bû. Di cîhanê de xweşiyeke bêqusûr hebû.
Gava Xweda afirandina ajalan qedand, dor hate afirandina seresera Wî: jin û mêr. Plana Xweda ew bû ku bila mirov di qraltiya hezkirinê ya biîhtişam, kêfxweş û bêdawî de, bila wekî rajêriya ku Jê re hatiye nezirkirin, bijîn.
Hezkirin, ji bo Afirînerê me ji çalakiyek wêdetir e. Hezkirin ew Bixwe ye.
“Xweda hezkirin e.” (Yuhannayê 1., 4:8)
Çalakiyên afirînê yên Xweda ku li roja şeşemîn dikirin, wisa didin xuyakirin ku Ew hezkirin e.
“EM BIAFIRÎNIN”
Ji ber ku Xweda hezkirin e, ji mirovên ku armanc û wergirên hezkirina Wi ne, dinyayeke xweşik ava kir. Û bi avayî li roja şeşemîn:
“Xweda got: ‘Em mirovê di xuyanga xwe de, mîna xwe biafirînin.’ ” (Afirîn 1:26)
Ka bisekinin! Bisekinin! Ev çi ye? Xweda bi rastî jî got “Em mirovê di xuyangaxwe de biafirînin”?
Ji ber ku Xweda YEK e, naxwe peyvên “EM” û “YÊ ME” kî nîşan dide?
Xweda bi kê re diaxivî?
1. Hewldanên zanyarên peresendî yên ku dixwazin dîroka peresendiyê derxin holê, bingeha xwe li ser “keda yekbûyî ya der heqê çavdêrî û teorî de” daniye (Loeb, Abraham. “The Dark Ages of the Universe.” Scientific American, November 2006). Dema bingeha zanînên zanyarên peresendiyan li ser çavdêrî u teorî hatiye avakirin, bingeha zanîna yên ku ji Pirtûka Pîroz bawer dikin, li ser çavdêrî û ravekirinê hatiye avakirin. Rave, wekî ku li beşên 5 û 6. a YEK XWEDA YEK PEYAMê de tê dîtin, xwedî îmzeyeke xwedayî ye. Xwedê rastiya xwe wisa rave kiriye ku, em dikarin bizanibin ev rastî rast e.
2. Ayetên 38:6-7 yên pirtûka Eyûb, didin zanîn ku dema Xwedê serzemîn afirand, milyaket çavdêrî kirin û kêfxweş bûn. Pirtûka Eyûb, pirtûkeke helbestî ye; ji ber vê milyaket wekî “stêrkên sibehê” û “kurên Xwedê” tên diyarkirin. Ev her du biwêjên ku li vir hatine bikaranîn, qala hebûnên ji hev cuda nake. Ev diyarkirina duhêl, mînaka şibandinê ye ku taybetiya helbesta Îbranî ye. di heman demê de binêrin: Eyûb 1:6; 2:1.
3. Ji nîvê zêdetir ê 66 pirtûkên Pirtûka Pîroz qala milyaketan dikin. Mînak: Afirîn: 3:24; 16:7-11; 18:1-19:1; Qralên 1., 19:5-7; Mezmûr 103:20-21; 104:4; Daniel 6:22; Îbranî 1:4-7,14; 12-22; Matta 1:20; 2:13, 19-20; 22:30; 26:53; Lûka 1 & 2; Selanîkiyên 2., 1:7, Wehî 5:11; 18:1;22:6-16, hwd. (pirtûka Wehiyê, peyva “milyaket” an jî “milyaketan” ji 70 caran zêdetir bi kar tîne.)
4. Dubareya Zagonê 10:14; Korîntiyên 2., 12:2, 4; Yuhanna 14:2; Mezmûr 33:13; 115:3; Qralên 1., 8:39
5. Vine, W.E., M.A. An Expository Dictionary of New Testament Words. Westwood, NJ: Fleming H. Revel Company; 1966, rûpel 229.
6. Çalakiya Xwedê ya şeş rojî ya afirînê û rojekê bêhnvedanê, ji bo mirovahiyê çerxa zemanê ya ku ji hêla Xwedê tê diyarkirin, ava kir û heya îro li hemû cîhanê tê çavdêrîkirin. Hefte wekî ku jiroj, meh û salan cuda ye, ne di astronomiyê de ye. Hefte ji hêla Xwedê muqeder hat dîtin.
7. Alîgirên teoriya “Teqîna Mezin”, dibêjin ku ronî ji tav û serzemînê 9.000.000.000 sal berê hebû! (Loeb, Abraham. “The Dark Ages of the Universe,” Scientific american; November 2006, rûpel 49.)
8. Êdî ku hûn dilopeke avê vexwin, dibe ku hûn bixwazin ji Afirînerê xwe re bibêjin ‘Spas dikim!’ Rast e ku H2O (av) tînayiya me dişkîne û me zindî digire, lê av bi rastî jî mirov heyirî dihêle. Ji nav şileyan av tenê dema diqerise diqebire, bi vî awayî kêmtir zîlal û herikbar dibe. Kuav mîna madeyên din bûya, dema diqerise giran bûya, wê demê dê di binê gol û çeman de noq bibûya. Dê beşeke mezin a avê neheliya û di dawiyê de dê ava me ya xweş bimaya di binî de û dê biqerisiya. Fikra Xwedayê me yê der heqê vê mijarê de pir lihevhatî ye!
9. Aliyê tarî yê heyvê cara yekemîn, ji hêla sê mirovan ve di 24 Berfanbar 1068an de, dema haleta valahiyê ya Apollo 8 li rêgeha heyvê zivirî, hat dîtin. Çi ecêb e ku, astronot wê rojê ji valahiya navbera stêrk û gerestêrkan de ku ji serzemînê re li ser televîzyonê dihat weşandin, beşa 1. a Afirînê xwendin (Reynolds, David West. Apollo: The Epic Journey to the Moon. NY: Harcourt, Inc., 2002, rûpel 110-111.)