30 |
BEŞÊN KU JI BIHUŞTA DAHATUYÊ HATINE |
Hejmareke mezin a dinyayê der heqê xirab de xwedî ramaneke yin-yangê ne. Yin “sîdar” û yang tê wateya “tavîn”. Dibe ku we sembola yin-yangê – daîreyek ku bi têkela bêhempa ya reş û spî hatiye çêkirin- dîtibe. Digel ku ev felsefeya kevn a Çînî rastiyê dihewîne, cudahiya navbera baş û xirab, rast û şaş, mirin û jiyan de şêlo dike. Başî û xirabiyê wekî taybetiyeke hebûna mirov a xwezayî û dê tu car neqede, dibîne.
Wekî ku me dît, Pirtûka Pîroz analîzeke cuda ya baş û xirabê dike. Fikra ku êş û keder her tim heye û dê her tim bibe parçeya gerdûnê ya jêneqetîn, napejirîne. Fikra Nivîsên Pîroz a der heqê vê mirjarê de zelal e. Roja ku dê Xirabî, Êş û Mirin bi dawînî serê xwe xwar bikin û dê ji sehneya dîrokê wenda bibin, tê.
Grfîka li jêrê, bernameya Xwedê ya ku nayê guhertin diyar dike:
← | BÊDAWÎTÎ | [ ZEMAN ] | BÊDAWÎTÎ | → | ||
BAŞA NUWAZE | [ Baş/Xirab ] | BAŞA NUWAZE |
Têkela baş û xirab a aîdê dema niha di parantezê de ye. Dê heta hetayê li derdor nebe. 1
Her du beşên pêşîn û dawî yên pirtûka Xwedê, dinyayeke ku ji gunehê hat azadkirin û Xwedê tê hezkirin û bilindkirin, resm dikin. Em di navbera van beşên serî û dawî de dibînin ku Xwedê der heqê têkbirina guneh û laneta gunehê de çareserî dibîne û ji bo gelekî ku Wî nas dike, jê hez dike û dixwaze bêdawîtiyê bi Wî re bijî rizgar bike, Plana xwe pêk tîne.
Wekî her du çîrokan, destpêkek, nîvendek û dawiyeke dîroka rizgarikirina Xwedê heye:
DESTPÊK: Afirîn 1&2:
Dinyayeke nuwaze – beriya ku xirab hat.
NÎVEND: Ji Afirîn 3 heya Wehî 20:
Dinyayeke xirabe – tevlîbûna Xwedê
DAWÎ: Wehî 21&22:
Dinyayeke nuwaze – piştî ku xirab hat rakirin.
PIRTÛKA DAWÎYAN
Çawa ku pirtûka pêşîn a Pirtûka Pîroz pirtûka despêkê ye, bi heman awayî pirtûka dawî ya Pirtûka Pîroz pirtûka dawiyan e.
Afirîn | Wehiya hatiye dûrkirin |
◊ Destpêka her tiştê | √ Dawiya her tiştê |
◊ Afirîna Esman & Serzemîn | √ Afirîna esman&serzemîna nû |
◊ Xwedê ji bo serzemînê tavê diafirîne | √ Xwedê roniya esmên e |
◊ Jirêderxistina Şeytan a mirov cara pêşîn | √ Jirêderxistina Şeytan a mirov cara dawî |
◊ Darizînên pêşîn ên Xwedê | √ Darizînên dawînî yên Xwedê |
◊ Têketina guneh û mirinê | √ Rakirina guneh û mirinê |
◊ ‘Ademê Pêşîn’ serweriyê wenda dike | √ ‘Ademê Dawî’ dîsa serweriyê digire |
◊ Xwedê soz dide ku dê Şeytên bipelixîne | √ Şeytan li Gola Êgir tê avêtin |
◊ Berxikê pêşîn ê qurbankirî | √ Berxikê Xwedê yê Bilindkirî |
◊ Mirovê ku ji bihuşta erdîn tê derxistin | √ Mirovê li Bihuşta Esmanî |
◊ Mirovê ku ji Dara Jiyanê hatiye dûrxistin | √ Mirovê ku ji Dara Jiyanê dixwe |
◊ Benîademê ku ji Xwedê veqetiyaye | √ Benîademê rizgarkirî heta hetayê bi Xwedê re ye |
Lîsteya li jorê dikarîbû dirêj bûya, lê we fam kir ka dixwaze çi bêje.
WEHÎ
Dema em rêwîtiya ku bi hev re dikin diqedînin, em dixwazin bala xwe bidin çîroka Xwedê ya ku di rastiyê de destpêkêke nû ye.
Pirtûka dawî ya Pirtûka Pîroz bi van gotinan dest pê dike:
“Îsa wehiyê Mesîh e. Xwedê jê re ev wehî da ku bila bûyerên ku divê dema nêzîk de bibe, nîşanê evdên xwe bide. Wî jî bi rêya milyaketê şandî, ev ragihand kulê xwe Yuhanna. Yuhanna ji Peyva Xwedê û Şahidiya Îsa Mesîh re –ji her tiştê ku dibîne re- şahidî dike. Her bijî yên ku van peyvên pêxemberiyê dixwînin, guhdarî nivîsên vir dikin û pêk tînin! Lewre dema li bendê mayî nêzîk e… Bila bilindahî û hêz bibe ya Mesîh ê ku heta hetayê ji me hez dike û bi Xwîna xwe em azad kirine. Amîn. Va ye bi ewran tê! Dê her çav Wî bibîne, yên ku bedena Wî qul kirine jî. Hemû gelê serzemînê ku ji bo Wî li xwe bixin. Belê, dê wiha bibe! amîn. ‘Yê ku heye, yê ku çêbûye û yê ku dê bê, Reb Xwedayê ku Hêza Wî Têra Her Tiştê Dike, ‘Alfa û Omega [tîpên serî û dawî yên alfabeya Grekî] Ez im’ dibêje.” (Wehî 1:1-3,5-8) 2
Xwedê ev peyv dan “evdê xwe Yuhanna”. Yuhanna yek ji dozdeh xwendekaran bû ku ji li serzemînê alîkarî Îsa dikir. 3 Îsa piştî ku şêst sal bi şûn de vegeriya esmên, Ruhê Wî yê Pîroz ji Yuhanna re sirûşt da ku pirtûka dawî ya pirtûkxaneya Xwedê binivîse.
Wehî, tê wateya “li ber çavan bûn”. Ev pirtûka efsûnker, bûyerên wisa derdixe holê ku tu mirov nikare têbigihîje. Pirtûka wehî xetên bingeh xêz dike ka dê Reb navê Xwe çawa mafdar bike û serweriya ku bi gunehê mirov hatiye têkbirin dê çawa restore bike. Ev pirtûk di heman demê de ji me re ji Bihuşta dahatû beşan dide nîşan.
TEXT
Ji hin pêxember û elçiyên hilbijarî yên Xwedê re agahiyên kurt hatibûn dayîn der heqê cihê ku dê Xwedê lê avahî saz bike, lê raveya ku ji Elçî Yuhanna re hatiye kirin, agahiya herî zelal e ku der heqê vê mijarê de hatiye dayîn. Yuhanna ev nivîsîn:
“Piştre min li esmên deriyekî vekirî dît. Min bihîst ku bi min re diaxive, dengekî ku dişibe yê boriyê jî wiha got, ‘Derkeve vir! Ez bûyerên ku ji îro pê ve divê pêk bên ez ê rê te bidim.’ Wê demê bi bandora Ruh, min li esmên textek û yekî ku li ser text rûniştiye, dît. Yê ku li text rûdinişt di xuyanga kevirê eqîq ê yeşîm û sor [du kevirên giranbûha] 4 bû. Keskesoreke ku dişiba zimrûd, text dorpêç dikir.” (Wehî 4:1-3)
Yuhanna di sêwirandina odeya text de zehmetî dît. Odeya text ew qas bi hişmet bû ku nedikarî bi peyvan bihata îfadekirin. Milyaketên ku li derdora textê Xwedê diçûn dihatin, her tim ev daxuyanî didan: “Pîroz, pîroz, pîroz e, Yê ku Hêza Wî Têra Her Tiştê Dike.Yê ku hebû, yê ku heye û yê ku dê hebe!” (Wehî 4:8) Yuhanna tenê dikarîbû yên ku hinek dişibin yên serzemînê, dikarîbû ragihanda, lê tiştên ku dîtin ji xweşikahî û hêjayê dîtinê bi awayekî bêsînor wêdetir bûn. Li cihê ku lê dinêrî roniyeke ku çavê mirov dixwar û rengên biriqî hebûn. Yuhanna dengên muzîkê yên ku dişiban xurxura esmên û gelek dengên kêfxeşî û pesndanê bihîstin, lê ji bo wî yê herî balkêş, Yê ku li text rûdinişt bû. 5
COŞÎ
Dînên dinyayê, Bihuştê bi gelek şêwazan didin xuyakirin.
Hin pênase bi erênî bêhna mirov teng dikin. Dibe ku we li karîkaturan dîtibe: mirov li ser ewran rûdinin, bi rêzdarî li çengê (arp) didin. Lê Pirtûka Pîroz avahiya bihişmet a Xwedê wiha nade xuyakirin.
Hin kes jî bihuştê, wekî baxçeyeke ku ji bo mêran e û şehwet lê naqede, didin nasîn. Ev têgîna der heqê bihuştê jî şaş e. Dema Reb li serzemînê bû hîn kir ku gelê Wî yê rizgarkirî “piştî vejînê dê nezewicin, neyên zewicandin, dê wekî milyaketên ser esmên bibin.” (Matta 22:30)
Bihuşt herêmeke Xwedaperestî ye ku dê zanyariya bêdawî û kêfxweşiya aramiya hezkirinê, heyrantî û coşî tu car neqede. Bihuşt cihekî rasertir e ji têkiliyên ku li serzemînê tên zanîn. Xwedê zewaca erdîn wekî fikra zenûn a têkiliya bihişmet a ku heta hetayê dê di navbera Reb û gelê Wî yê rizgarkirî de be. Zewacên erdîn ên herî baş jî, di nîşandana tama kêfxweşiya kûr û wekheviya pîroz a ku mirovên ku bi Mesîh re bêne cem hev, kêm dimînin.
Nivîsên Pîroz vê wekî “sireke mezin” (Efesî 5:32) bi nav dikin û vê li ser zêde dikin: “Her bijî yên ku ji bo deweta Berxik hatine gazîkirin!” (Wehî 19:9)
Bihuşt, tenê bûyîna bi Wî re ye.
Milyaketên ku hejmara wan nikare bê texmînkirin û bi mîlyonan sal berê hatine afirandin, îro ji hebûna Xwedê re ji her demê zêdetir heyran in. Ev rewş ji bo zarokên Adem ên rizgarkirî ne jî. Ji bo ku em nuzawebûn, zanyarî û serasabûna Xwedê fam bikin, pêdiviya me bi hemû bêdawîtiyê heye!
“Ya Xwedê fikrên te yên der heqê min de çi hêja ne, hejmara wan çi zêde ne! hûn ez bihejmêrim ji hebên qûmê zêdetir in. Ez şiyar dibim, hê bi Te re me.” (Mezmûr 139:17-18)
Dê coşî û kêfxweşiya bûyîna bi Reb re tu car kêm nebe. Pirs ne ew e ku dê bêhna me teng be an nebe, li dijî vê, gelo em ê bikaribin li Wî nenêrin?
“Kêfxweşiyeke zêde heye di huzûra te de. Ji destê te yê rastê bextewarî kêm nabe.” (Mezmûr 16:11)
QELEBALIX
Elçî Yuhanna tenê Rebê ku li text rûdine ji bo demekê nedît – di heman demê de qelebalixa yên ku rizgarkirî çêkirine jî dît:
“Min piştre dît ku, ji her neteweyê, her êlê, her gelî, her zimanî, qelebalixeke mezin a ku tu kes nikarîbû bihejmarta, li ber text û Berxik sekinîbûn. Hemû jî xiftaneke spî li xwe kiribûn, di destê wan de çiqlên xurmê hebûn. Bi dengekî bilind diqîriyan: ‘Rizgarkirin, tenê ya Xwedayê me yê ku li text rûdine û ya Berxik e!” (Wehî 7:9-10)
Tê bîra we Xwedê bi rêya Rizgarkerê ku ji nifşa malbata Brahîm, Îshaq û Yaqûb hatiye dinyayê re pêşkêşkirina bereketên xwe ji hemû netewe û mirovên dinyayê re wehd dike? 6 Xwedê destûr da ku Yuhanna li dahatûyê binêre û şahid bibe ji pêkanîna Wehda Wî.
Dê li derdora textê Xwedê, dê her kom, netewe û mirovên ji her zimanî yên serzemînê bêne temsîlkirin. Ev qelebalixa mezin a ku ji gunehkarên rizgarkirî pêk tê û hejmara wan nikare bê texmînkirin, bi şikirdar û dengekî kêfxweşî dê heta hetayê pesna Berxikê ku ji bo ku wan ji mirina bêdawî rizgar bike û ji bo ku jiyana bêdawî bide wan Xwîna xwe rijandiye, bidin û Ew biperêsin:
“Newayeke nû digotin: ‘Tu layiq î… lewre tu hatî şerjêkirin û te bi xwîna xwe ji Xwedê re mirovên ji her êlê, her zimanî, her gelî, her neteweyê stendin. Te ew di xizmeta Xwedayê me de kirin wekî qraltiyekê, te ew kirin kahîn. Dê li ser dinyayê serweriyê bikin.’
Piştre min li derdora text, aferîde û îxtiyaran gelek milyaket dîtin, min dengê wan bihîstin. Hejmara wan bi hezaran hezar, bi deh hezaran deh hezar bû. Bi dengekî bilind wiha digotin: ‘Berxikê şerjêkirî layiqê girtina hêz, dewlemendî, zanatî, qudret, rêz, bilindahî û pesnê ye.” (Wehî 5:9-12)
RIZGARKERÊ MIN
Çar hezar sal berê pêxember Eyûb bi coş bibû:
“Lê ez dizanim ku rizgarkerê min djî û dê di dawiyê de bê serzemînê; piştî ku çermê min wenda be ez ê bi bedena xwe ya nû Xwedê bibînim, ez ê bixwe Wî bibînim, bi çavên xwe re, ne yekî din. Dilê min ji hişê xwe diçe di paxila min de.” (Eyûb 19:25-27)
Dilê we jî jibo “dîtina Xwedê”, wekî dilê Eyûb ji hişê xwe diçe? Hûn Wî wekî Rizgarkerê we nas dikin?
Hemû biîmanên rast hêviya teqez a Eyûb hevpar dikin. Hevalê min, ez nikarim bi navê we biaxivim, lê ez, ez dizanim ku ez ê Rizgarkerê xwe rû bi rû bibînim. Ez ê bi “Kurê Xwedê yê ku ji min hez dike û ji bo min xwe feda kir” (Galatyayî 2:20) re bimeşim û ez ê bi Wî re biaxivim.
Ez niha bi heyecan li benda wan demên nuwaze me ku ez ê biçim cem Reb, ez ê bi malbat, heval û gelê Xwedê yê ku ji her serdemê ye hevpayî bikim û ez jidil bihêvî me ku hûn ê jî di nav van kesan de bibin. Lê ya ji van girîngtir ev e: Ez dixwazim Îsa bibînim!
Wî, dojeha min ji bo min gîrt ser xwe.
Bêguman, yek ji rastiyên metelhişt a ku dê mêjiyê min bifikire, ev e:
Ew dixwaze, ez bi Wî re bêdawîtiyê derbas bikim.
Şeva ku Îsa ji bo darizandin û çarmixkirinê hat girtin, Îsa wiha dua kir:
“Bavo, ez dixwazim yên ku te da min, bila li cihê ku ez lê me bin, bila bi Min re bin û bila bilindahiya Min, bilindahiya ku Te da Min bibînin. lewre beriya afirîna cîhanê Te ji Min hez kir.” (Yuhanna 17:24)
Ev mijar, bingeha peyama Xwedê ye. Wî mirovan afirand ku bila bi Wî re bibin, lê dê zordestiyê neke ji we re ku hûn pêşniyara Wî qebûl bikin.
Dê hilbijartinê ji we re bihêle.
“Ez ê ji yên ku têk bibin re wê mafê bidim ku bila ji dara jiyanê ya ku li bihuşta Xwedê ye, bixwin ..Ji bilî yên ku jê bawer dikin ku Îsa Kurê Xwedê ye, kê dinya têk bir?” (Wehî 2:7; Yuhannayê 1., 5:5)
HÊLÎNA SERASA
Her du beşên dawî yên Pirtûka Pîroz, der heqê hêlîna bêdawî de agahiyên kurt didin ku dê biîmanên ji her serdemê bi Afirîner-Rizgarkerê xwe re bijîn û dê tevlî her tiştê ku Wî ji bo gelê xwe çêkiriye, bibin.
“Min piştre esmanekî nû û serzemîneke nû dîtin. Lewre esman û serzemîna berê ji holê rabibû. Derya jî tune bû êdî. Min dît ku bajarê pîroz, Yeruşalimê nû ji esmên, ji cem Xwedê daket.” (Wehî 21:1-2)
Ev bajarê bihişmet, ji bo ku bi gerdûna me ya ji nû de hatiye afirandin bibe yek, “dê ji esmên, ji cem Xwedê” dakeve.
Li serzemîna nû “edî derya jî tune ye.” Êdî dê parzemînên ji hev cuda tunebin.
“Û Xwedê dê ji çavên wan hemû hestiran jê bibe. Dê êdî mirin nebe. Êdî ne şîn, ne girî, ne jî êş hebe. Lewre pergala berê ji holê rabû.” (Wehî 21:4)
Her tişt dê nuwaze bibe. Dê bajarê esmanî ew qas xweş bibe ku nayê xeyalkirin. Yuhanna di terîfkirina bajarê nû de zehmetî dîtibû:
“Bajêr çargoşe bû. Dirêjayiya wî bi berahiya wî wekhev bû. Milyaket bajêr bi qamîşê pîva. Her aliyê wî bû avêtina dozdeh hezar tîr (nêzî 2000 kîlometre). Dirêjayî, berahî û bilindahiya wî wekhev bû. Milyaket sûr pîvan. Li gorî pîvana mirov a ku bi kar anî 144 arşin bû (nêzî 75 metre). Sûr bi yeşîmê hatibûn çêkirin, bajar jî bi safîtiya camê xwerû ji zêrê bû. Bingehên sûrên bajêr, bi kevirên cihêreng ên giranbûha hatibûn xemilandin. Kevirê yekemîn ê bingeh yeşîm, yê duyemîn kevirê lacîwerd, yê sêyemîn akîk, yê çaremîn zimrûd, yê pêncemîn akîka bidemar, yê şeşemîn akîka sor, yê heftemîn yaqûdê zer, yê heştemîn berîl, yê nehemîn berzerîne, yê dehemîn zimrûda zerîn, yê yazdemîn yaqûdê esmanî, yê dozdemîn ametîst bû. Dozdeh derî, dozdeh mican bûn; her derî ji yek mircanê hatibû çêkirin. Makerê di şefafiya camê, ji zêrê xwerû bû. Lê min li bajêr perestgeh nedît. Lewre Reb Xwedayê ku Hêza Wî Her Tiştê dike û Berxik perestgehê bajêr in. Ji bo ronahiyê pêdiviya bajêr bi tav an jî heyv tune ye. Lewre hişmeta Xwedê ew ronî dike. Berxik jî çiraya wî ye. Neteweyên yên rizgarkirî dê di roniya bajêr de bimeşin …lê tu kesê ku tiştên qirêj, pelos û xapînok dikin dê nekarin têkevin wir. Tenê yên ku navên wan di pirtûka jiyanê ya Berxik de hatine nivîsîn bikarin têkevin.” (Wehî 21:16-24;27)
Ev bajarê esmanî, dê bi her hurgûliya xwe ve bihişmet bibe; cadeyên wî jî “bi safîtiya camê, ji zêrê xwerû ye.” Her parçeya bajêr, ji bo hisandina bilindahiya Xwedê hatiye sêwirandin.
Li bajêr perestgeh an jî tav tune ye, lewre Reb Bixwe navenda perestiyê ya Bajêr û Çavkaniya Roniyê ye, “Berxik çiraya bajêr e.”
Bihuşt li roja pêşîn a afirînê ji hêla heman Kesî ku dibêje “Bila Ronî Bibe” ve bê ronîkirin. Dê Roniya vî bajarî, li Kona Perestinê, li Perestgehê û di Îsa Mesîh de a ku dibêje “Roniya Dinyayê Ez im” (Yuhanna 8:12) bibe heman hişmeta ku çavê mirov dixwe.
Dê ev bajarê esmanî bibe çargoşeyeke nuwaze – Cihê herî Pîroz ê Perestgehê ku Bihuştê sembolîze dike. Dirêjayî û firehiya bajêr, her aliyê wî 2200 kîlometre ye. Bilindahiya bajêr jî wisa ye. Qey dê bajêr ji stratosfera serzemînê nû derbas bibe û ber bi valahiyê ve bilind bibe.
Li vê hêlîna bihişmet, dê ji bo yên ku nû çêdibin re odeyeke fireh hebe. Lê digel her tiştê, dê hemû mirov li wir nebin, “tenê yên ku navên wan li pirtûka jiyanê ya Berxik hatine nivîsîn” li wir bin. Yên ku dê li wir bin, tenê yên ku dema li serzemînê bûn ji yek Xwedayê rast û ji Rizgariya Wî bawer dikirin, li wir bin.
Beşa dawî baxçeyê ku di nav bajêr de ye terîf dike:
“Milyaket çemê ava zelal a jiyanê yê wekî bilûrê ku ji textê Berxik û Xwedê derdiket rê min da. Li her du aliyê makerêya bajêr a ku di nav de çem diherikî, dara jiyanê ya ku dozdeh cins û her meh fêkî dide, hebû. …Dê êdî tu lanet nemîne. Dê textê Xwedê û Berxik di nav bajêr de be, dê evdên Wî Wî biperêsin. Dê rûyê Wî bibînin. Dê li eniya xwe navê Wî bê nivîsîn …û dê heta hetayê serweriyê bikin.” (Wehî 22:1-5)
ÇÎROKA SERASA
Çîroka Xwedê qediyaye.
“Di nîvenda makerê û li her du aliyê çêm, dara jiyanê hebû.”
Çîroka ku li baxçeyeke xweşik dest pê dike, li bajarekî ku xwedî baxçeyeke nuwaze ye bi dawî dibe. Dê ji Baxçeyê Adenê cuda be, dê li Bihuşta esmanî dara zanîna başî û xirabiyê tune be, lê dara jiyanê ku dema Adem û Hewa guneh kirin jê dûr hatin xistin, dê li Bihuştê xwedî cihekî girîng bibe. pîroziya nuwaze û jiyana bêdawî, pejirandina tenê ye li bajarê esmanî.
Demên ceribandinê û jiyana biîman dê wenda bibe.
“Dê textê Xwedê û Berxik di nava bajêr be, dê evdên Wî Wî biperêsin. Dê rûyê Wî bibînin ..û heta hetayê dê serwerî bikin.”
Gelê Xwedê, li bêdawîtiyê ji hêla ‘Xwedê û Berxik’ canênwanênneçar ji darizandinê hate rizgarkirin û berdêla ku ji bo heta hetayê bi Wî re bijîn hatiye dayîn, dê tu car ji bîr nekin.
Hevpayiya şêrîn û nayê xirakirin dê navbera Reb û gelê Wî de bidome. Divêtiya ku Xwedê bi me re û em jî bi Wî re bin, ji tişteke ku Adem û Hewa bêyî gunehê bizanîbana, serasatir bûya.
Çima dê serasatir bibe?
Bersiva vê pirsê di peyva rizgariyê de ye.
“Wî em ji serweriya tarîtiyê xilas kirin û dan bin serweriya Kurê xwe yê Yekane. Em di Wî de xwedî rizgariyê, bexşandina gunehên me ne.” (Koloseyî 1:13-14)
Wekî mehkûmên ku li zindana tarî ya guneh mirinê guh nadin zagonê rizgarbûna ji qedera herî xirab û piştre wekî welatiyên ku li qraltiya ronî û hezkirin a Xwedê de lutf dîtine anîna rewşa herî baş! Ji vê xweştir çi heye?
Afirîner-Rizgarkerê me di mijara rizgarkirinê de ji kesên ku jê bawer dikin re, ev tişt kir. Bi hezkirina Xwe ya mezin, bi saya xwîna xwe ya ku xwedî girîngiya bêsînor e, gûnehkarên neçar ji dojehê rizgar kiriye û rê li ber wan vekiriye ku têkevin bihuştê.
Ev çîrok, Çîrokeke nuwaze ye – Çîroka Rizgariyê ya ku di bêdawîtiyê de divê li ser bê fikirîn û bê pesndan.
“Min piştre dît ku, ji her neteweyê, her êlê, her gelî, her zimanî, qelebalixeke mezin a ku tu kes nikarîbû bihejmarta, li ber text û Berxik sekinîbûn. Hemû jî xiftaneke spî li xwe kiribûn, di destê wan de çiqlên xurmê hebûn. Bi dengekî bilind diqîriyan: ‘Rizgarkirin, tenê ya Xwedayê me yê ku li text rûdine û ya Berxik e!” (Wehî 7:9-10)
“Newayeke nû digotin: ‘Tu layiq î… lewre tu hatî şerjêkirin û te bi xwîna xwe ji Xwedê re mirovên ji her êlê, her zimanî, her gelî, her neteweyê stendin. Bila heta hetayê pesn, rêz, bilindahî û hêz ya Yê ku li text rûdine û ya Berxik be!”(Wehî 5:9,13)
PIŞTÎ VÊ HERTIM BI BEXTEWARÎ JIYAN
Li dinyayê, mirovên ji her temenê, ji çîrokên romantîk û evînî yên der heqê rizgariyê de hez dikin – çîrokên ku bi bextewarî diqedin. 7
Efsaneyeke kevn a ku bi şev, di bin esmên de, ji hêla gundiyekî ve ji koma ku li derdora roniya êgir a ricifî û biriqî rûdinin, tê qalkirin an jî çîrokekê ku di wextê razanê de ji hêl dê-bav ji zarokan re tê vegotin; mijara çîrokê naguhere. Û wiha ye:
“Keçeke ciwan a ku di tengasiye de ye, ji hêla karakterekî xirab hatiye êsîr girtin. Û ji vê rewşa xwe ya bêhêvî, ji hêla şervan an jî prensekî çeleng bi awayekî serşirûstî tê rizgarkirin. Piştî ku gernas destgirtiya xwe azad dike, li mala xwe ya nuwaze, bi wê re dijî û ew dike bûka xwe.
Û çîrok çawa bi dawî dibe?
Û piştre her tim bi bextewarî jiyan.
Mirov çima çîrokên wiha vedibêjin?
Sedema mirovan a ku çîrokên wiha vedibêjin ew e ku Xwedê daxwaza rizgarkirina ji xirabiyê, hezkirin, û piştre her tim jiyaneke bi bextewarî xistiye nav canê mirov. Sedema zarok û mezinan ku ji van çîrokan hez dikin, ev e.
Lê çîroka Xwedê, ne çîrokek e ku bi xeyalî hatiye nivîsîn.
Di dîrokê de lêanîneke xeyalî tune ye, û rewşeke wisa ji hêla arkeolojî jî nayê pejirandin. Çîrokeke lihevhatî, çawa ku bi panzdeh sedsalan nikare ji hêla mirovan hatibe nivîsîn, di heman demê de ne mimkun e ku çîrokeke lihevhatî bi sedan pêxemberan hatiye agahdarkirin. Lehengekî sextekar, nikarîbû bi zanyariya esmanî ya Îsa biaxive, û ji kesên ku dê rizgar bike re nedikarî ev peyv bigota: “Em niha diçin Yeruşalimê. Dê nivîsên pêxemberên ku der heqê Benîadem de nivîsîne, hemû pêk bên. Dê ew ji radestî neteweyên din bê kirin, dê bi Wî re henekên xwe bikin, dê jê re heqaret bikin; dê tû bikin ser Wî, dê Wî qemçî bikin û bikujin. Lê belê, dê roja sêyemîn vejî.” (Lûka 18:31-33) Lihevanîn, nikare ji gunehkarên mehkûmî dojehê re wijdaneke paqij û ewlederiya jiyaneke bêdawî bide. Fantezî, nikare bi afirînerê me re têkiliyeke kesane çêke û nikare dilê me yê biguneh û xwebîn bike dilê ku Xwedê bilind dike û ji mirovên din re xizmetê dike.
Yek çîrok heye ku bikaribe vê çêke, çîroka Xwedê.
Çîroka Xwedê rast e.
Ku em bi kurtasî bibêjin: çîrok û peyama yek Xwedayê rast, der heqê Kurê Wî de ye; Kurê Xwedê ku mirov e, jiyaneke nuwaze didomîne, û ji bo ku gunehkarên neçar ji Şeytan, guneh, mirin û dojehê rizgar bike Xwîna xwe ya serasa rijandiye û ji mirinê vejiyaye, van hemûyan bi hemû bibaweran re ji bo ku zanyariya mala Bavê xwe û zewqên bêdawî yên hezkirinê parve bike, kir. Ev agahiya baş a Xwedê ye ku dide dinyaya ku di nav tengasiyê de ye. Bi saya kirinên Wî, em êdî dikarin her tim bi bextewarî bijîn.
“Ez dizanim her tiştê ku Xwedê çêdike dê heta hetayê bidome.” (Weaz 3:14)
VEXWENDIN Û HIŞYARÎ
Pirtûka Xwedê bi van gotinan bi dawî dibe:
“Ez Îsa, ji bo ku şahidiya der heqê dêran de ragihîne we, min Milyaketê xwe şand… Alfa û Omega, serî û dawî, destpêk û dawî Ez im.” (Wehî 22:16, 13)
“Ruh û Bûk (gunehkarên rizgarkirî), ‘Were!’ dibêjin. Yê ku dibihîze bila ‘Were!’ bibêje. Yê ku tî dibe bila bê. Yê ku dixwaze, bila bê berdêl ji ava jiyanê bigre. Ez her kesî ku peyvên pêxemberî yên vê pirtûkê dibihîzin, hişyar dikim! Ku kî tiştek li van pêyvan zêde ke, dê Xwedê jî belayên ku li vê pirtûkê nivîsî ne, li ser wî zêde ke.
Ku kî tiştek ji van peyvên pirtûka pêxemberî derxe, dê Xwedê jî ji dara jiyanê ku li vê pirtûkê nivîsiye û ji bajarê pîroz para wî derxe. Yê ku şahidî li van dike, ‘Erê, ez lezelez têm!’ dibêje. Amîn! Were, ya Reb Îsa! Bila lutfa Reb Îsa bi pîrozan re be! Amîn.” (Wehî 22:17-21)
Bi vî awayî, Nivîskarê ku bi “Amîneke” (ev peyv tê wê wateyê ku, yên ku tên gotin ewledar û rast in) dawî li derveyî zeman e, çîrok û peyama xwe encama dîroka xwe derdêxe.
XWEDÊ Û MIROV BI HEV RE
Tê bîra we dema REB hatibû baxçê û gotibû “Tu li ku yî?”, Adem çi bersiv dabû?
Adem, bi şermokî ev bersiv dabû:
“Dema min li baxçê dengê te bihîst ez tirsiyam.” (Afirîn 3:10)
Mêr û jin, hewl dan ku ji Afirîner-Xwedayê xwe, xwe veşêrin, lewre guneh kiribûn.
Lê niha, dema em têne dawiya dîrokê, mêr, jin û zarokên ku jê bawer dikin, çawa bersiv didin ji wehda der heqê Afirîner-Xwedayê wan ji bo ku heta hetayê bi Wî re bijîn, tê wan dibe de?
Bi kêfxweşî û coşî wiha dibêjin:
“Amîn’ Were, ya Reb Îsa!” (Wehî 22:20)
Ya ku vê bersiva cuda tîne çi ye? hin kesên ku ji nifşa Adem in, çima êdî naxwazin xwe ji Rebê xwe veşêrin? Li dijî vê, çima ew qas dixwazin Wî rû bi rû bibînin?
Bersiv, di peyama yek Xwedayê rast de ye:
“Xwedê em ne li gorî kirinên me, —
Li gorî armanc û lutfa xwe rizgar kirin,
Û em ji bo jiyaneke pîroz vexwendin.
Ev lutf ji me re beriya
Destpêka Zemên
Di Mesîh Îsa de hatiye bexşandin.
Niha jî bi hatina Wî aşkere bûye.
Rizgarkerê me Mesîh Îsa,
Mirin bêbandor kiriye,
jiyan û nemiriyê bi rêya Mizginiyê
Derxistiye ber roniyê.” (Timoteosê 2., 1:9-10)
YEK ŞERT
Çawa Xwedê şertekî tenê daniye ber Adem, li baxçeyê erdîn a bihuştê, ji nifşa Adem re jî bi heman awayî der heqê bajarê esmanî de şertekî tenê daye:
“Dê kesên ku tiştên qirej, pelos û xapînok dikin tu car nekarin têkevin wir; tenê yên ku navê wan li pirtûka jiyanê ya Berxik hatine nivîsîn, dê bikarin têkevin.” (Wehî 21:27)
Navê we li pirtûka jiyanê ya Berxik nivîsiye? Ku nivîsî be, wê demê peyveke Wî ya kesane heye ji we re:
“Bila bêhna we teng nebe.
Ji Xwedê re îman bikin, ji Min re jî îman bikin.
Gelek cih heye li mala Bavê min ji bo mayînê;
Ku wisa nebe min ê ji we re bigota.
Lewre ez ji bo ku ji we re cih amade bikim, diçim.
Ku biçim û ji we re cih amade bikim,
Ji bo ku hûn jî li cihê ku ez lê me bin,
Ez ê bêm û we bînim cem xwe.
Rê, Rastî û Jiyan Ez im.
Ku bi rêya min nebe, tu kes nikare bê cem Bav.”
——Îsa (Yuhanna 14:1-3,6)
1. Matta 13:24-30. Ev şibandina Îsa îlan dike ku tevliheviya qencî û xirabiyê tenê dê di demeke bisînor de bibe.
2. Zêdehiya beşa yekemîn a Wehî pênasîneke nefsbiçûkî ya Reb Îsa dide nîşan –ji portreya Îsa ya ku di pirtûk, fîlm an jî piraniya dînan de tê dîtin, porteyeke Îsa ya pir cuda.
3. Markos 3:14-19; Yuhanna 19:26-27; Yuhanna ev pirtûkên Pirtûka Pîroz jî nivîsîn: Mizgîniya Yuhanna; Yuhannayê 1.; Yuhannayê 2.; Yuhannayê 3. û Wehî.
4. Rengên cuda yên kevirê yeşîmê hene. Kevirê eqîqê bi gelemperî soreke biriqî û nîv zebloq e. Dema kevirê eqîqê li roniyê tê girtin rengê wê kûr dibe û zêde dibe.
5. Binêrin ka kî li ser text rûniştiye. Yeşaya 6ê (bînahiya ku li beşa 15. a YEK XWEDA YEK PEYAM de hatiye pêşkêşkirin) bi Yuhanna 12:36 re bidin ber hev.
6. Afirîn 12:2-3; Matta 1. (ji bo zêdetir agahiya der heqê wehdên ku Xwedê ji Birahîmre dane li beşa 20. a pirtûka YEK XWEDA YEK PEYAM binêrin.)
7. Mînak, çîroka klasîk a Sinderella a ku cara pêşîn li Çînê hatiye vegotin, di heman demê de li welatên wekî Ewrûpa, Emerîka, Îranê kevn, Iraq, Misir, Kore, Hindîstan hwd. tê nasîn. Her welat li gorî xwe xwedî wersiyonekê ye, lê mijar her tim wek hev in. Hesreteke rizgariyê û jiyana bêdawiyê li her derê cîhanê di dilên her kesî de hatiye bi cihkirin. Silêman ev nivîsî: “Xwedê her tiştî di wextê de baş çêkir. Têgîna bêdawiyê xist dilên mirovan; dîsa jî mirov nikare karê Xwedê ji serî heya binî fam bike.” (Weîz 3:11)