10
TU KES NAŞIBE WÎ

Em du beş berê, li ser daxuyana mezintirîn a hemû deman, sekinîbûn: “Di serî de Xweda erd û esman afirand.” (Afirîn 1:1) Em li ser îfadeyeke din a girîng jî bisekinin ku Xweda daxuyan kiribû:

Xweda mirov di xuyanga xwe de afirand.”(Afirîn 1:27)

Xweda, mirov ji bo ku bibin taca Afirîna Wî, sêwirandin.

DI XUYANGA XWEDA DE

“Xweda got ‘Em mirovê di xuyanga xwe de, wekî xwe biafirînin.’ ‘Bila ji masîyên ku di deryayê de ne, ji çûkên li esmanan e, ji heywanên kedî re, ji xuşînokan re, ji hemû cîhanê re bibe serwer.’ Bi vî awayî mirov di xuyanga Xweda de hate afirandin. Mirovan wekî nêr û mê afirand.” (Afirîn 1:26-27)

Xweda mirov “di xuyanga xwe de afirand”, lê ev nayê wê wateyê ku mirovên ewilîn bi her awayî dişibin Xweda. Xweda bêhempa ye.

Îfadeya “Xweda mirov dixuyangaxwede afirand”, tê wê wateyê ku dê mirov bibin şirîkê xwezaya Xweda. Mirov hat afirandin ku karaktera Xweda bide hisandin. Xweda ji jin ê mêrê ewilîn re ew wesf dan ku bila ji têkiliya watedar ku dê bi Wî re deynin, zewqê bistînin.

Xweda ji mirovan re ew huner dan ku bikarin pirsên girîng bikin, daraziyên bimantiq bikin û rastiya kûr a der heqê Afirînerê wan de fam bikin, û ew bi jîrahî (zeka) bereket kirin.

Xweda ji mirovan re hest dan ku bikaribin hestên wekî hezkirin û empatiyê biceribînin.

Xweda di heman demê de, ji mirovan re der heqê encama bêdawî de ji bo ku bikaribin hilbijêrînê bikin, îradeyek da ku hem azadî hem jî berpirsiyariyê dihewîne.

Li ser van danan, ji wan re hunera têkilî-axaftin, jest û stirandinê da. Di heman demê de ji wan re hunera çêkirina planên demdirêj da û bi vî awayî dikarin van planan bi awayekî afirîneke bandorker pêk bînin. Ya herî girîng jî, ji wan re can û ruhekî bêdawî da ku bikaribin Afirîner-Xwedayê xwe biperêsin û Jê zewqê bistînin.

Ev kapasîteyên ku ji mirovan re hatine bexşandin, wan ji heywanan vediqetîne.

Xweda, mirov jiboXwe afirandin. Xwedayê ku “Hezkirin e” (Yuhannayê 1., 4:8), jin û mêr ji ber ku pêdiviya Wî bi wan heye neafirandin, ji ber ku ew xwestin afirandin. Mirov dê bûna wergirên Wî û dê Ew bidana hisandin.

BEDENA MIROV

Beşa yekemîn a pirtûka Afirînê, çîrokeke têrwate pêşkêş dike der heqê Xweda de ka dinyayê çawa afirand, beşa duyemîn jî bi taybetî derbarê afirîna mirovan de bi hurgûliyan re tijî ye.

“REB Xweda, Adem ji axê afirand û ji pozê wî re hilma jiyanê pif kir. Bi vî awayî Adem bû hebûnekî ku dijî.” (Afirîn 2:7)

REB tevî ku erd û esman ji tunebûnê afirandin, wisa xwest ku mirovê yekemîn ji axê biafirîne. Biyologên îro vê rastiyê dipejirînin: “Beden wisa xuya dike ku hema hema qet ne bandorker e. Nêzî bîst unsûrên ji rêzê ku bedena mirov çêdikin, di axa zuwa ya rûzemînê de hene.” 1

Tevî ku bedena mirov bi mewqî ji unsûrên xwar hatiye çêkirin, parçeya mucîzewî ya karekî bihuner e ku nêzî heftê û pênc trîlyon (75.000.000.000.000) hucreyên zindî anîne cem hev. Her yekê van hucreyên zindî, rola xwe ya taybet dike.

Hucre yekîneka bingeh a jiyanê ye. Hucreyek ew qas biçûk e ku, dîtina wê tenê dikare bi mîkroskopeke xurt pêk bê. Digel vê, hucreyek dîsa jî bi milyonan beş ên kargîn ve tijî ye. Her hucre, parçeya biçûk a DNAyê dihewîne - koda genetîk a taybetiyên bingeh ên mirov e û dirêjahiya wê du metre ye - ku bi mîkroskopê dikare bê dîtin.

Programsazê navdar Bill Gates, ev daxuyanî da: “DNAya mirov wekî programa kompîturê ye, lê ev ji programên kompîturê ku heya niha hatine afirandin, zêdetir pêşde ye.” 2 Di bedena mirov de herî kêm ji du sedan zêdetir ji hev cuda cureyê hucreyê hene. Hinek ji van cureyên hucreyan şileyiyên mîna xwînê pêk tînin; yên din jî raçîngên (Tevn) nerm û organan diafirînin, hinek ji wan jî tên cem hev ku hestiyên hişk çêkin. Hinek hucre beşên bedenê girêdayî hev dikin, yên din jî fonksiyonên bedenê yên wekî sîstema dehandin û zêdebûnê organîze dikin. 3

Li ser binyat û sîstemên ku dişixulin, bifikirin: îskeleta ku bi 206 hestiyan ve pêk hatiye û bi girêdanên ku hestî û organên din pê hev ve dikin, tendon, lemlate, çerm û por re hatiye girêdan û pêçandin; an jî xwîn, damara xwînber û damarên sîstema gerandinê ku madeyên ku aîdê jiyanê bixwe ye, radigihîne. Em di vê navberê de li hebûnên mîde, rovî, gurçik û pisika reş jî binêrin. Di heman demê de sîstema rehikan (sinîr) jî heye ku bi mêjiyê we re di têkiliyê de ye û bi têlên tevlihev re girêdayî ne. Û pompeya dilsoz ku wekî dil tê binavkirin, an jî çav, guh, poz, dev, ziman, girşên dengê, papîlla û diranên ku Xweda daye we, ji bîr nekin! Dest û pê jî pir sûdewer in! We qet spasiya Xweda kir ku tiliya serî daye we? Gêzik an jî çakûçekî bêyî tiliya xwe ya serî bi kar bînin! Ev neynokên ku hûn xwedî ne jî pir sûdewer in…

Divê mirov bi van peyvên ku Pêxember Dawud nivîsîne, şaş nemîne:

Ez pesnên xwe pêşkêşî te dikim, lewre ecêb û nuwaze hatime afirandin. Çi karên te yên nuwaze hene! Ez vê pir baş dizanim.” (Mezmûr 139:14)

CAN Û RUH

Bedena mirov çi qas nuwaze hatiye afirandin bila bê, sedema mirovan ku ev qas taybet in ne beden e. Bedena metelhiştî ya heywanan, çûkan û masiyan jî heye. Bêhempabûna mirov, ji ber canê wî yê mirov û ruhê wî yê bêhempa ye.

Tişta ku mêr û jina ewilîn ku “di xuyanga Xweda de” hatine afirandin ji aferîdeyên din vediqetîne, can û ruhê wî ye.

Piştî ku Xweda ji axê şekl da bedena mirov, ji “pozê mirov re hilma jiyanê pif kir û bi vî awayî mirov bû hebûnekî zindî.” (Afirîn 2:7)

Bedena ku Xweda ji bo Adem afirand, bedena ku Xweda ruh û canê Adem tê de bi cih kir, ji bo mirov tenê malek û konek bû.

Xweda beden da mirov ku haya wî ji dinyayê, can da ku haya wî ji hebûna hundirîn û ruh da ku haya wî ji Xweda çêbe.

Dê can bedenê,

Ruh canî bi rê ve bibe.

Û ruh, dê ji hêla Xweda Bixwe bihata birêvebirin. 4

XwedaRuh e, û kesên ku Wî diperêsin divê di ruh û rastiyê de Wî peresin.” (Yuhanna 4:24)   

JI BO ARMANCEKÊ AFIRAND

Hostayê jêhatî ji bo ku mirov bibe cureyekî yekîtiya-sêmend, “ruh, can û bedenê” girêdayî hev afirand. (Selanîkiyên 1., 5:23) û wisa pêk anî ku bila mirov ji têkiliya bi Xweda re zewqê bistînin. Xweda jiyan dabû mirov û niha ku mirov ji bo zewq û pesndana Afirîner-Xwedayê xwe bijiya, dê ev bûya dê ev berbijariya bilind a mirov bûya.

“Her kesê ku min ji bo gewretiya xwe afirand, şekil da wan û bi navê min tên gazîkirin… Ev gelê ku min ji bo xwe şekil da wê, dê pesnên ku aîdê min in bide zanîn.” (Yeşaya 43:7,21)

Mirov, ji bo gewretiya Xweda hatin afirandin.

Rûzemîn ji bo mirovahiyê hat afirandin, lê mirovahî ji bo Xweda hat afirandin. Gava Afirîner mirovên ewilîn afirandin armanca Wî ew bû ku bila mirovên ewilîn Wî nas bikin, jê zewqê bistînin û ji Wî heya bêdawiyê hez bikin. Xweda heman tiştê ji bo we û ji bo min jî kiriye mebest.

Tu yê ji Xwedayê xwe REB ji dil, bi hemû canê xwe, bi hişê xwe û bi hêzaxwehezbikî.” (Markos 12:30)

DERDOREKE NUWAZE

Piştî ku Xweda Adem afirand, bi navê Aden baxçeyek bibereket sêwirand û Wî, ev baxçe danî.

Reb Xweda, li Adenê – li rojhilatê – baxçeyek danî. Ademê ku afirand danî wir. Li baxçê, darên xweşik ên cur be cur ên ku fêkiyên baş didin afirandin. Di navenda baxçê de dara jiyanê û dara zanîna başî û xirabiyê hebû. Ji Adenê çemekê dihat, baxçê av dida û li wir dibû çar şeq û ji hev vediqetî.” (Afirîn 2:8-10)

Cihê Adenê, îhtimaleke mezin e ku wekî Iraq 5 tê zanîn, baxçeyeke mezin bû ku tê de dîmenên nuwaze, deng û bêhn, û xweşikiyên bêsînor hebûn. Çemekê ku gava diherikî dibiriqî, baxçê av dida. Darên fêkî yên tamxweş li keviya çêm rêz bûbûn. Ji bo jê tam bê girtin fêkiyên cur be cur ên ku nayên gotin, kulîlkên bêhnşêrîn ên metelhişt, mêrgên bitam ên ku çav nikarin lê binêrin, çûk û kêzikên ku divê bên lêkolînkirin, daristanên nepenî yên ku divê bên keşfkirin, zêr û kevirên ku divê bêne derxistin, li vê baxçê hatibûn dayîn. Xweda bi rastî jî ji bo ku Adem “jê zewqê bistîne, her tiştê zêde zêde dabû.” (Timoteosê 1., 6:17)

Xweda di heman demê de du darên taybet jî danîn orta baxçê: dara jiyanê û dara zanîna başî û xirabiyê.

Aden tê wateya kêfê. Xweda ev hêlîna nuwaze ji bo ku mirov jê zewqê bistîne, afirandibû. Lê ji bo mirov kêfa herî mezin, dê zewqa ku ji hempariya bi Afirînerê xwe distand, bûya.

Tişta herî xweş nasîna Xweda ya kesane ye û bi Wî re bûn e. “Kêfxweşiyeke zêde heye di huzûra te de; ji destê te yê rast bextewarî kêm nabe.” (Mezmûr 16:11)

PEYWIREKE TÊRKER

Piştî ku amadehiya baxçê qediya, REB mirov xist baxçê. Xweda ji Adem nepirsî ka dixwaze li vê baxçê bijî an na. Xweda Afirînerê mirov bû û ji ber vê Xwedayê mirov bû. REB dizane ka ji bo mirov çi baş e û der heqê kirinên xwe de ne mecbûr e ji tu kesî re bersiv bide.

REB Xweda, Adem danî wir ku li baxçeyê Adenê binêre û biçîne.” (Afirîn 2:15)

Xweda ji Ademî re du berpirsiyarî dan, li hêlîna xwe ya nû.

Berpirsiyariya yekemîn ev bû: dê Adem baxçê “biçanda”. Lê gava vê peywirê pêk bîne, dê xwêdan nedaya, zehmetî nekişanda û newesta. Ji ber ku her tişt baş bû dê ji vê peywirê zewqê bistanda. Li baxçê striyên ku di mirov de diçin û diêşînin tune bûn, û giyayên xerîb jî tune bûn ku mirov derxista û bavêta.

Berpirsiyariya duyemîn a ku ji Adem re hatibû dayîn “xwedî derkina” baxçê bû. Ev îfadeya dawî gelo dida nîşan ku li gerdûnê tiştek xetere û xirab hebû û kozik danîbû?

Dê bersiva vê pirsê gava hewce bû bê dayîn.

RÊZIKEKE HÊSAN

Ji ber ku mirov ne bûkoke ye lê şexsekî ye, Xweda di heman demê de ji Adem re rêzikeke famkirina wê hêsan da ku îtaat bike.

Jê re ferman da ku ‘Li baxçê kîjan fêkî dixwazî, dikarî bixwî.’ ‘Lê ji dara zanîna başî û xirabiyê nexwe. Lewre roja ku te ew xwar, tu yê bimirî.” (Afirîn 2:16-17)

Xweda ev ferman beriya ku jinê afirand da mêr. Xweda biryar dabû ku dê Adem bibûya serokê nifşa mirovan û ji Adem re tenê rîayetkirina vê berpirsiyariyê dabû.

JINA PÊŞÎN

Xweda piştre jin afirand. Û jin aferîdeyeke pir taybet bû!

Piştre, got ‘Ne baş e ku Adem tenê bimîne’. ‘Ez ê alîkareke anegora Wî biafirînim’… REB Xweda xeweke kûr da Adem. Gava Adem radiket, Xweda yek ji hestiyên Wî yên parsûyê hilda û şûna wê bi goşt re girt. Ji hestiyê ku ji parsûyê Ademî girt, jinekê afirand û ew da Adem. Adem got ‘Va ye ev hestî ji hestiyên min, ev goşt ji goştên min hatine girtin’. ‘Dê jê re jin bê gotin, lewre ew ji mêr hate girtin’. Ji ber vê, dê zilam dê û bavê xwe berde û dê girêdayî jina xwe be, dê her du bibin yek beden. Adem jî jina wî jî tazî bûn, hê nedizanîbûn şerm çi ye.” (Afirîn 2:18,21-25)

Bi vî awayî Xweda çalakiya xwe ya yekemîn pêk anî, ji hestiyên parsûyê Adem hevsereke bedew û nazenîn afirand û ew taqdîmê Adem kir.

Adem ji ber vê hevser û “alîkarê” ku Xweda da wî, pir kêfxweş bû! Rehmetî Matthew Henry ku yek ji lêkolînvanên Pirtûka Pîroz bû, wiha nivîsîbû: “Jin ji hestiyê parsû yê Adem hat afirandin; ji ber ku li ser Adem serweriyê neke ji serê wî nehat afirandin û ji ber ku Adem wê nexe bin piyên xwe, ji piyên wî nehat afirandin, ji bo ku wekhev be ji hestiyê wî yê parsû, ji bo ku bê parastin ji binê milê wî û ji bo ku bê hezkirin ji rexê dilê wî hat afirandin.” 6  Jin jî wekî mêr di xuyanga Xwedê de û mîna Wî hat afirandin. Ji bo ku karaktera Xweda bide hisandin û bi Wî re ji yekîtiya ruhî zewqê bistîne, hat afirandin. Afirîner, ji bo mêr û jinê pergaleke qethî û rolên cuda diyar kir; wisa daxuyan kir ku ew derbarê nirx û girîngiyê de wekhev in.

Îro, li dijî armanca Xweda, gelek civak ji jinên xwe re wekî parçeyeke mal tevdigerin. Min mirovên wisa dîtin ku gava zarokekî kur tê dinyayê şa dibin û gava keç tê dinyayê bêhna wan teng dibe. Hin zilam ji heywanên xwe yên zindî re ji jinên xwe zêdetir eleqe û girîngî didin. Civakên din beraliyê serekî din ê rapir bûne û girîngî nadin rola mêr û jinê ku Xweda daye wan û berpirsiyariyên ku Xweda ji her yek zayendê re daye, red kirine. Her du seriyê rapir jî jinê ji xwe kêmtir dibînin.

MEHRA PÊŞÎN

Bala xwe bidin ka kê cara yekem merasîma dewetê bi rê ve biriye.

Yê ku bi rê ve bir, REB bû. Nivîsên Pîroz wiha dibêje: Xwedê ew ji bo Adem anî.” Afirîner, hê ji serî de, rasterast tevlî jiyana mirovên ku afirand kir. Yê ku ev daxuyanî da Xweda ye: “Dê mêr dê û bavê xwe berde û dê girêdayî jina xwe bibe û dê her du bibin yekbeden.” Peyva “Yek” di Îbrankî de wekî “ehad” tê bikaranîn. Ev peyv, yekbûn û yekîtiyê dide nîşan. Xweda cota (jin-mêr) pêşîn afirand ku bila heya bêdawiyê ji hev zewqê bistînin, bila ji hev re xizmetê bikin, bila ji Wî zewqê bistînin û bila ji Wî re xizmetê bikin. Wî xwest ku bila jin û mêr, di jiyana xwe ya bi hev re an jî takekesî de, Afirîner-Xwedayê xwe bikin navenda jiyana xwe.

Li cîhana îro, gelek kes bi awayekî trajîk guh nadin plana orîjînal a Xweda ya der heqê zewacê de û haya wan jê tune ka têkiliya navbera mêr û jinê de çawa gava sal derbas dibin, xweştir dibe. Di encama vê guhnedana wan de, di mijara nîşandana têkiliya ku Reb ji serî de ji bo mêr û jin sêwirandiye ku bila dilovan, dilsoz bin, xweparêz nebin û hev û du têxin nav dilê xwe de, serkeftî nabin.

Ji ber ku Afirîner nivîskarê zewaca navbera mêr û jinê ye, dilê hezkirinê ya Xweda ku pîvana wê ne mimkun e dide hisandin. Armanca Xweda ya bi girêdana zewacê, ev mînak e: Xweda mirovan dawetê wê zewqê dike ku niha û di bêdawiyê de bila bi Wî re bikevin têkiliyeke ruhî ku ji têkiliya navbera mêr û jinê nêzîktir û xweştir e. 

We bala xwe dayê ka Nivîskarê Zewacê, zewac çawa nîşan da? “Ji ber vê dê zilam dê û bavê xwe berde û dê gîrêdayî jina xwe bibe, dê her du bibinyek beden.” Û Nivîsên Pîroz ev zêde dike li ser vê îfadeyê: “Adem jî jina wî jî tazî ne, hê nedizanîna ka şerm çi ye.”

Plana Xwedê ya zewac e ew e ku, jin û mêrekî bêyî zanîna şermê di armanca û bedenên xwe de bibin yek. Jê wêdetir, armanca Xwedê ew e ku li asteke ji vê bilindtir, bila mirov heya bêdawiyê, bêyî şermkirinê bi Wî re zewqê bistînin di yekîtiya ruhî de.

JI MIROV RE SERWERÎ HAT DAYÎN

Piştî Xweda jin bir cem mêr, rasterast û bi awayekî kesane xîtabê wan kir. Ji ber ku Nivîsên Pîroz behsa “REB Xwedayê ku li baxçê dimeşe(Afirîn 3:8) dikin, em fam dikin ku Xweda ji mêr û jinê pêşîn re xwe daye xuyakirin.

Niha em xeyal bikin ku Reb mêr û jina wî biriye ser çiyayekî bilind ku ji wir dikarin li afirîna mezin û xeranebûyî ya Afirînerê binêrin… 

Wî ew pîrozandin û got ‘berhênandar bibin, zêde bibin’.Rûzemînê tijî bikinû têxin bin venêrîna xwe; ji masiyên ku di deryayê de ne, çûkên ku li ser esmanê ne û hemû zindiyên li ser cîhanê ne re serweriyêbikin. Va ye ez hemû giyayên ku tov didin, her dara fêkiyê ku tova wê di fêkiya wê de ye, didim we. Dê ev ji we re bibin xwarin.” (Afirîn 1:28-29)

Xweda Adem û Hewa 7 û nifşên wan serwer kir li ser Afirînê. Ji wan re wê îmtiyaz û berpirsiyarî da ku “cota destpêk” a nifşa mirovan bin. Li ser hemû Afirînê “serwerî”yê bexşand. Serwerî tê wateya “raye” û “venêran (kontrol)”ê. Dê Adem, Hewa û nifşa wan ji rûzemînê zewqê bistandana, dê xwedî lê derketana û dê ew bi zanatî bi rê ve bibirana. Rûzemîn ji wan re hat dayîn ne ku zerarê bidinê, lê ji bo ku wê bi kar bînin.

Afirîner, ji bo ku bi mirovahiyê re li hev bên afirîn sêwirand. Rûzemîn, di serî de bi her tiştê ku mirov dixwaze û pêdiviya wî pê heye re hevkariyê kir. Adem û Hewa tu car meraq nekirin ka dê xwarinên wan ên din ji ku bên. Tişta ku divabû bikirana, destê xwe dirêjî darekê bikin û fêkiya wê jê kin. Westandin, axa bi sitrî û devî, nexweşî û mirin tune bû. Her derê afirînê li ber Adem û Hewa sitûyê xwe xwar kiribû. Mirov serwer bû.

Afirîn dê sitûyê xwe li ber mirov xwar bikira heya ku mirov li ber Afirînerê xwe sitûyê xwe xwar bikira.

XWEDA Û MIROV BI HEV RE

Armanca REB Xweda, ji serî û pê de ew bû ku bila mirov bi Wî re di nav hevpariyeke nêzîk û şêrîn de bijîn. Sedema ka çima Xweda hiş û dil (jîrahî û hest) da Adem û Hewa ku Wî fam bikin û jê hez bikin û çima azadiya hilbijartinê da wan ku bila bixwe biryara pêbawerbûn û îtaatkirina Wî bidin, ev bû. Ji ber ku hezkirina û dilsoziya rastî bi zorî nabe, unsûra hilbijartina yeqîn divabû hebûya. Rebê Serwer, dê Adem û Hewa ji ber bijartina wan berpirsiyar bigirta.

Ji kerema xwe re, di vê mijarê de nekevin şaşitiyê: Digel ku pêdiviya Afirîner û Xwedayê  gerdûnê bi tu kesî û tu tiştê tune bû, Xwedayekî wisa ye ku dixwaze têkiliyeke kûr çêke.

Çawa ku em dixwazin bên nasîn û hezkirin, bi heman awayî Xweda jî ji hêla mirovên ku ji bo Wî hatine afirandin dixwaze bê naskirin û hezkirin. Daxwaza Wî ya hevaltiyê ya bi kesên ku di xuyanga xwe de afirandin re, bi dereceya dilê dixwaze, parçeyeke xwezaya Wî ya bêdawî ye.

Ez dibihîzim ku mirov dibêjin “Ez evdekî Xweda me û ne ji vê zêdetir im”. Ez qebûl dikim ku rûmeteke mezin e ku mirov wekî xizmetkarekî jidil ji bo Xwedayê xwe xizmetê bike, lê îfadeyên Nivîsên Pîroz ên der heqê vê mijarê de pir zelal in: Xweda tu car nesêwirand ku mirov bibe evd, li dijî vê her tim xwest ku bibe ewladekî. (Galatyayî 4:7) “Xulam ne endamekî domdar a gelê malê ye, lê kur her tim endamê malê ye.” (Yuhanna 8:35) Xweda daxwaza dilê xwe li gorî mirovteşetiyê (têgînên mirovê) îfade dike û ji bo kesên ku jê bawer dikin re dibêje ka plana Wî çi ye:

Ez ê ji we re bibim Bav û hûn bibin keç û kurên min.”(Korintiyên 2., 6:18)

Xweda hezkirina xwe tenê naşibîne ya dê û bavan ku ji zarokên xwe hez dikin, di vê mijarê de mînakeke din dide; şibandina xwe derbasî asteke din dike, kûratiya hezkirina xwe û girêdana hezkirina xwe ya mirovan, bi hezkirina bavekî ku ji bûka xwe re hîs dike, dide berhev.

“ ‘Û dê ew roj bê’ dibêje Reb, ‘Tu yê ji min re bêjî Mêrê min, êdî nebêjî Begê min. Ez ê heta hetayê te wekî hevsera xwe bistînim. Ez ê bi bingeha rastî, edaletperwerî, evîn û dilovanî bi te re bizewicim. Ez ê bi dilsozî bi te re bizewicim. Û tu yê Reb nas bikî.” (Hoşea 2:16, 19-20)

Têkiliya her têrker a du ferdan ku li cîhanê dijîn, xeyal bikin û li ser vê mijarê bifikirin: têkiliya ku Xweda em vexwendin ku em bi Wî re biceribînin, ji têkiliya ku dibe ku li cîhanê hebe, bi awayekî bêsînor xweşiktir e.

Ku hûn bi Afirînerê xwe re nekevin têkiliyeke takekesî, dê di jiyana we de kêmasî hebe û hûn ê di jiyana xwe de tişta ku we têr dike nebînin. Mîqdara milkê erdîn, zewq, şahî, prestîj, mirov an jî dua dê têrê nekin ku hûn valahiya canê xwe dagirin. Odeya vala ya ku Reb di dilê we de ji bo xwe sêwirandiye, tenê dikare Ew Bixwe dagire.

“Ew tîbûna canê dişkîne,canê birçî bi başiyan re dadigire.” (Mezmûr 107:9)

Li vir xaleke heye ku divê em bala xwe bidinê: Xwedayê rast ê Yek, ji merasîmêndînî hez nake, lê bi kesên ku jê bawer dikin re têkiliyeke jidil dixwaze û ji vê zewqê distîne.

Xweda, bi kesên jêrê ku di astên cuda de ne, ji hevpariyê hez kiriye û dê heta hetayê jê hez bike:

  • BI XWE RE. Di bêdawîtiyê de di navbera Bavê Bêdawî, Kurê Bêdawî û Ruhê Pîroz ê Bêdawî de evîn û hevparî herikiye. Mînak, Nivîsên Pîroz van gotinên ku Kur ji Bav re gotiye, qeyd dikin, “Bavê min. Te beriya destpêka dinyayê ji min hez kir.” (Yuhanna 17:24)
  • BI MILYAKETAN RE. Xweda milyaket afirandin ku Wî nas bikin, ji Wî hez bikin û îhtişama Wî ya ku bi nefsbiçûkî re dagirtiye û dê heta hetayê bidome, teqdîr bikin. “Bila hemû milyaketên Xwedê Wî biperêsin..” (Îbranî 1:6)
  • BI MIROVAN RE. Xweda mirov afirandin ku bila ji Afirînerê xwe ji yê milyaketan zêdetir zewqê bistînin û bila ji yê milyaketan zêdetir xwedî têkiliyeke nêzîk bibin bi Afirînerê xwe re. Em nivîsên Qral Dawud bixwînin:“Dema ez temaşe esmana ku berhema destên te ye dikim, û li heyv û stêrkên ku te xistin wir dinêrim, ez ji xwe dipirsim: ‘Mirov çi ye ku tu wê bi bîr bînî, an jî beşer çi ye ku tu pê eleqedar bibî?’ Te hema hema ew kir Xwedayek, te bilindahî û tacek danî ser serê wî.” (Mezmûr 8:3-5) Xweda xwest ku bi gelê xwe re be. Lê dîsa jî divê ji mirov re ezmûn bê çêkirin.

ROJA 7: AFIRÎN QEDIYA

Çîroka afirînê bi agahiyeke girîng bi dawî dibe:

Xweda li yên ku afirandin, nêrî û dît ku her tişt pirbaş e. Bû êvar, bû sibe û roja şeşemîn pêk hat. Erd û esman bi hemû unsûrên xwe ve temambûn. Gava roja heftemîn hat, Xweda karê xwe qedand. Wê rojê bêhna xwe da ji karê xwe.” (Afirîn 1:31; 2:1-2)

Çalakiya Xwedê ya afirînê qediya. Êdî wext bû ku ji her tiştê ku dikir zewqê bistîne. REB, li roja heftemîn bêhna xwe neda ji ber westana xwe. Yê ku Bixwe çêdibe û navê Wî Ez be tu car naweste. Xweda bêhna xwe da –dawiya xebatê anî- lewre çalakiya afirînê bi dawî bû.

REB Xweda razî bû.

Her tişt pir baş bû.

Dinyayeke nuwaze xeyal bikin ku tê de du kesên nuwaze yên ku ji wan re îmtiyaza hevaltiya bi Afirînerê wan ê Nuwaze re hatiye dayîn. Rewşa serî ya gerestêrka me ev bû.

Lê belê, mixabin ev rûzemîna kevn îro pir dûrî nuwazebûnê ye. Îro bûye rûzemîneke ku xirabî û bêexlaqî, êş û keder, feqîrtî û birçîtî, nefret û şîdet, nexweşî û mirin tê de cihê xwe girtine.

Çi bû ji dinyaya nuwaze ya Xwedê?

Bersiva vê pirsê beşa din a çîrokê pêk tîne.


1. Guinness, Alma EABC’s of The Human Body. Nivîskarê Civandî: The Reader’s Digest Assosiation, 1987, rûpel 22.

2. Gates, Bill. The RoadAhead. NY: Penguin Group, 1995, rûpel 188.

3. Dema Pirtûka Pîroz rastiyeke ruhî ya mezintir xêz dike, sîstema bedena lihevhatî ya mirov wiha diyar dike: “Di rêbertiya Wî de hemû beden, bi alîkariya her girêçikê kêlûn bûye û bi hev ve kelijiye û bi karkirina birêkûpêk a her endamên wê mezin dibe û di hezkirinê de pêş dikeve.” (Efesî 4:16)

4. Ev raman, ji şîroveya balkêş a John Philips a der heqê Afirînê hat guncandin (Philips, John. ExploringGenesis. Chicago: Moody Pres, 1980). Nîşe: Nivîên Pîroz ruh, can û bedenê ji hev vediqetînin. Binêrin: 1. Selanîkî 5:23; Îbranî 4:12-13; Yuhanna 4:24.

5. Fikra ku Baxçeyê Adenê li herêma Iraqê ye, bingeha xwe li ser agahiya erdnîgari ya ku di ayetên Afirîn 2:13-14 hatine dayîn, ava dike. Nîşe: tevî Nivîsên Pîroz dijî vê dibêje, hin kes Baxçeyê Adenê wekî baxçeyê bihuştê difikirin.

6. Henry, Matthew. Matthew Henry’s Commentary. Grand Rapids, MI: Zondervan, 1960, rûpel 7.

7. Adem (Adamah) beramberê peyva mirovê ya Îbrankî ye. Tam wateya wê, ‘axa sor’ e, lewre mirov ji axê hat girtin. Havva (işşa) tê wateya “jiyan”ê – “Lewre ew diya hemû mirovan bû.” (Afirîn 3:19-20)