5 |
ÎMZEYA XWEDA |
“Bila hemû netewe…bibihîzin û bêjin ‘Rast e’” — Xweda (Yeşaya 43:9) |
Piraniya belgeyên zagonî divê xwedî îmzeyek bin.
Nivîsên Peymana Kevn û Nû yên ku wisa tê îdiakirin ku qeyd û peymanên rayedar ên Xweda ne, ne xwedî îmzeya ku bi pênûsekê ve tê kirin in, xwedî îmzeyeke ku wekî pêxemberiyên ku têne cih hatine binavkirin û ya bêhempa ne.
“Xwedê dibêje… ‘Yê Pêşî û Dawî Ez im, ji xeynî min Xweda tune ye. Yê wekî min heye? Bila cab bide. Ji dema ku min gelê xwe yê ezelî afirand çi bû, çi nebû û dê çi bibe bila bêje. Belê, bila bûyerên dahatûyê bide zanîn!...Kî ye ku ji berê de agahiya van tiştan da û da zanîn? Ez REB, min neda zanîn?’ ”(Yeşaya 44:6-7; 45:21)
Em di mijara famkirina mantiqa Xweda têk neçin.
Sedema ku em dizanin em dikarin ji daxûyanên Pirtûka Pîroz a der heqê niha û pêşerojê de bawer bikin ew e ku, hemû pirtûk bi pêxemberiyên bihûrgulî yên ku bi yeqînî hatine cih ve tijî ne.
DELÎLÊ ERÊNÎ
Dîrokê, ya ku Ya Heyî ya tenê li derveyî demê, dikare beriya pêkhatina dîrokê bide zanîn û binivîse.
Zilam û jinên fanî, di demên diyar de der heqê dahatûyê de texmînên ku li ser perwerde dîtine kirin, lê belê tenê Xweda dikare dahatûyê ji niha de wekî pêk hatiye bibîne. Tenê Xweda dizanê dê hezar sal şûn de çi bibe. Bêyî ravekirina Xwedayî ne mirov, ne milyaket, ne Şeytan, ne jî cîn dikarin bûyereke pêşerojî bi awayekî rayedar bidin zanîn.
Hin mirov dikarin vê pirsê bikin, “Lê medyûm, sêrbaz û falbaz hene, hûn ê der heqê wan de çi bibêjin? Ew pêşerojê didin zanîn!”
Ewil famkirina vê girîng e: Şeytan “ji bo ku daxwazên wî bînin cih, ji kesên ku dîl girtiye” re dikare derbarê dinyayê de agahiyeke zêde û hêz bide. (2. Timoteos, 2:26)
Ya duyemîn, Şeytan –zarîkerê hosta û psîkolog yê ku bi hezar salan e çavdêriya dîroka mirovahiyê dike- di mijara îmzekirina sexte ya Xwedê de pisporekî ye.
Ya sêyemîn, Şeytan di kiryara agahîdana encamên hin bûyêran de pir baş e. Bi giştî hatiye îspatkirin ku “pêxemberiyên” Şeytên xelet in. Û di ser de, ev “pêxemberî” nediyar û ximamî ne. Mînak, falbazekî ji jineke ciwan re dikare wiha bêje: “Di çend salên pêşiya me de tu yê bizewicî û tu yê hezkirina rast bibînî.” Hûn jî ez jî dizanin ku îhtimaleke mezin e ku “pêxemberiyek” wisa heye û ji ber vê dê pêk bê. Gava em behsa pêxemberiyên Pirtûka Pîroz yên ku pêk hatine dikin, tiştê ku em dibêjin, ne texmînên wisa nediyar û ximamî ne.
Niha em li sê mînakên ku me ji pêxemberiyên Pirtûka Pîroz girtin, binêrin –der heqê cihek, gelek û kesek de.
PÊXEMBERİYÊN DER HEQÊ CIHEKÎ DE
B.M derdora sala 600an Hezeikel pêxember li bajarê Sûrê yê ku aîdî Fenikeyê ye, pêxemberî kir. Bajarê Sûrê ku li perava behrê li cihekî nêzî Lûbnanê hatiye avakirin, ji du hezar salan zêdetir paytexta cîhanê bû. Ev bajar wekî keybanûya behran dihat nasîn. Lê dîsa jî gava bajar xwedî hêza xwe ya herî zêde bû, Xwedê ji Hezekiel re got bila der heqê hilweşîna bajarê ya ji ber encama xirabî û quretiya Sûrê ya li hemberî Xwedê pêxemberiyek daxuyanî bike û bila vê pêxemberiyê binivîse.
Hezekiel pêxember ev pêxemberî kir:
- Dê gelek netewe êrîşî bajarê Sûrê bikirana. (Hezekiel 26:3)
- Dê ewil Qralê Babîlê Nebukadnessar êrîşê bajêr bikira. (ayet 7)
- Dê dîwarên Sûrê bihatana hilweşandin, dê kuleyên wê bihatana wêrankirin. (ayet 4,9)
- Dê gelê Sûrê bidana ber şûran. (ayet 11)
- Dê kevir, kereste û axa bajêr biavêtana behrê. (ayet12)
- Dê axa bajêr bihata kolandin û maliştin û dê bajêr bibûya ‘zinarekî tazî’. (ayet 4)
- Dê bajêr di nava behrê de bibûya cihekî ku masîgir ‘torên xwe zivêr dikin’. (ayet 5,14)
- Dê bajarê Sûr ê Mezin tu car dîsa nehata avakirin, lewre Rebê serwer got. (ayet 14)
Dîroka dinyewî qeyd dike ku heşt pêxemberî bi tevahî pêk hatine:
- Gelek netewe êrîşî bajarê Sûrê kirin.
- Neteweya yekemîn a êrîş kir Babîlê ku Qral Nebukadnessar bi rê ve dibir bû.
- Piştî dorpêçkirina (B.M 585-572) ku sêzdeh sal dom kir, Nebukadnessar pêxemberiya pêxember Hezekiel pêk anî û dîwar û kuleyên Sûrê yên ku li ser parzemînê ne hilweşand.
- Nebukadnessar gelê bajarê ku nekarîn birevin kaleya giravê ya Sûrê, ya ku li Behra Spî, ji peravê nêzî kîlometreyek dûr hatiye avakirin, da ber şûran.
- Dîroka dinyewî B.M di sala 332an de bûyerên ku pêk hatin wiha belge dike: “Îskenderê Mezin kesê yekemîn bû ku beşa giravê ya Sûrê feth kir. Îskenderê Mezin ewil parzemîna bajêr hilweşand û moloz û kevirên cihê ku hilweşand ji xwe re rêyek çêkir ku bigihije giravê û serkeftî bû.” 1 Bi vî awayî, haya wî jê tune bû lê beşa din a pêxemberiya “dê kevir, kereste û axa we bavêjin behrê”pêk anî. Fetha Îskenderî, dawiya qethî anî ku dê Împaratoriya Fenike êdî tu car nehata avakirin. 2
- Bajar wekî ‘zinarekî tazî’ hat kolandin û maliştin.
- Bajar bû ‘cihê ku tor tên zivêrkirin’.
- Di salên piştî vê bûyerê de, ji bo ji nû ve avakirina bajarê Sûrê, pir gelek cehd hat kirin. Lê ev cehd ji bo dîsa hilweşîna bajêr nekarî bibe asteng. Îro li Lûbnanê bajarekî modern a bi navê Sûr heye, lê bajarê kevn ê Fenike ku Hezekiel lê pêxemberî kir tu car nehat avakirin. Kovara National Geographic li binê wêneyekî ku peyarêya kevir dida nîşan vê sernûçeyê nivîsiye: “Bajarê Sûrê ku îro aîdî Fenikeyiyan e, di binê van kevir û stûnên peyarêyan ku aîdî paytexta Romayê ne, hatiye veşartin. Bi kolaneke biçûk, mimkun e ku mirov bigihije dinyaya Fenikeyiyan a wenda.” 3
Wekî mirov Hezekiel, dema ku dijiya bi nêrîna bajarê Sûrê, bi zanabûna xwe, ji bo agahkirina van heşt pêxemberiyan xwedî gumaniyek çawa bû?
Ji ber ku beriya ku dîrok pêk bê tenê Xwedê dikarîbû ew bidîta, tenê Xwedê dikarîbû ev agahî bidaya Hezekiel.
PÊXEMBERIYÊN DER HEQÊ GELEKÎ DE
Pirtûka Pîroz der heqê bihejmaran gel û neteweyan de bi sedan pêxemberiyên ku biqethî û zelal hatine îfadekirin dihewîne: Misir, Etîyopya, Erebîstan, Îranê kevn, Rûsya, Îsraîl û gelek ji van.
Beriya ku em derbasî mînaka pêxemberiya ku pêk hat bibin, em bînin bîra xwe ku armanca me ne ew e ku em van pêxemberiyan wekî em dixwazin bibihîzin bidin zanîn an jî bi alîkariya wan rojeveke polîtîk an jî dînî pêk bînin. Armanca me ew e ku em tiştên di Pirtûka Pîroz de tê daxûyankirin, hîn bibin.
Em ê li vir bûyereke pêxemberî ku der heqê neteweyeke diyar de pêk hatiye binêrin ku şîrovekirina wê hêsan e lê qebûlkirina wê ji hêla gelek kesan ve zor e.
B.M nêzî sala 1920an de Xwedê ji Birahîm re ev wehd kir: “Ez ê van axan bidim nifşa te.” (Afirandin 12:7)
Xwedê piştre ev wehd da Îshaq û Yaqûb. 4
Nifşa Birahîm, Îshaq û Yaqûb piştre wekî Îbranî, Îsraîlîû di dawiyê de jî wekî Cihû hat binavkirin.
Xwedê bi sedan sal piştî van wehdan, ji Mûsa re agahî da, ger ku jê bawer nekin û jê re îtaat nekin dê çi bê serê wan:
“Ez ê we di nav neteweyên din de belav bikim, bi şûrê xwe bikevim dû we. Dê welatê we wêran bibe, dê bajarên we kavil bibe.”(Levîyî 26:33)
“Neteweyên ku dê Reb we mişextî nav wan bike, dê şok bibin ji ber tiştên ku hatine serê we; dê we bêrûmet bikin, dê bi we re henekên xwe bikin… di nav wan neteweyan de, hûn ê ne di xweşiyê de bibin ne jî dê cihê we yê rihetbûnê hebe. Li wir dê Reb ji we re dilê lerizî, bêhîvîtî û çavên ji nêrînê westayî bide.” (Dubareya Zagonê 28:37, 65)
Peymana Kevn wekî van gelek pêxemberiyan dihebîne.
P.M nêzî sala 30an, Îsayê Nasirayî bi erêkirina peyvên pêxemberan re hilweşîna Yeruşalimê ji berê de da zanîn: “Îsa nêzî Yeruşalimê bû, bajar dît, girî û wisa got: ‘…Dê ji bo te rojên wisa bê ku, dê dijminên te, te berbeng bikin, dê te dorpêç bikin û ji her alî ve bişidînin. Dê te jî, zarokên li ber singê te jî li erdê bidin. Dê kevir ser kevirê nehêlin. Lewre te ferq nekir gava Xwedê hat alîkariya te.” (Lûka 19:41-44) Îsa bi behskirina perestgehê, ev peyv gotin: “Dê rojên wisa bên ku, dê kevir li ser kevirê nemîne, dê hemû hilweşe!” (Lûka 21:6)
Çil sal bi şûn de ev bûyer pêk hatin.
Flavius Josephusê ku P.M di sala 37an de hate dinyayê, bûyera ku ew bi xwe şahid bû, qeyd kir. Artêşa Romayê P.M di sala 70an de Yeruşalimê dorpêç kir, derdora bajêr bi berbendan pêça û piştî dorpêçkirina ku sê sal dom kir, artêşê Yeruşalim têk bir. Digel fermana Sezar ya ji liqên siwariyan re ku bila perestgehê wêran nekin, leşkerên hêrs ên Romayê Cihûyên ku tê de xwe veşartibûn, kuştin û perestgeh dan ber êgir. Zer û zîvên perestgehê heliya û di nav keviran de herikî. Perestgeh wekî ku Îsa agahdar kiribû, hat hilweşandin: “Dê kevir ser kêvir nehêlin.” 5 û wekî ku Mûsa û pêxember berê gotibûn, Cihû di nav neteweyên din ên dinyayê de hatin belavkirin. Du hezar sal bi şûn de dê dîrok bûya şahidê pêkhatina van pêxemberiyan: Cihûyê gerok, bû kesek wisa ku hemû netewe ew bêrûmet kirin û pê re henekên xwe kirin, cihê wî yê xwe rihet bike nema êdî.
Hestên me yên kesane çi be bila bibe, di vê pêxemberiya Pirtûka Pîroz de hêlek heye ku tu kes nikare înkar bike. Xwedê di heman demê de ji pêxemberan re got, digel newekheviyan dê Cihû di nav neteweyan de wekî gelekî cuda bêne parastin û dê rojek dê Birahîm, Îshaq û Yaqûb vegerin welatê xwe yê ku Xwedê dabû wan.
Mûsa ji Îsraîliyan re pêxemberî kir, got: “Xwedayê we Reb, dê we ji nav neteweyên ku we belav kir, ji nû ve kom bike.” (Dubareya Zagonê 30:3). Pêxember Amos ev pêyv li ser pêxemberiya Mûsa zêde kir: “Ez ê gelê xwe yê Îsraîlê ku hatibû mişextkirin dîsa bînim; dê bajarên wêranbûyî selihînin û dê li wir bijîn… ez ê wan li ser axa wanbiçînimû dê car din ji axa ku min da wan nebin.” (Amos 9:14-15)
Şebekeya weşanên nûçeya dinyayê, agahdarî didin ku ev bûyer pêk hatine.
Di dîroka cîhanê de bûyereke wisa ku hatiye ser gelê Cihûyan, nehatiye dîtin. Ev rewş ji ber sedemekê, ji zagona bişaftinê re rasterast mixirkiyê derdixe. Lewre ev zagon dide zanîn ku, ger ku neteweyek ji hêla neteweyek din ve bê fethkirin û ji nav van kesan ku dibin welatê xwe kesên hê dijîn, piştî çend nifşan dişibin wê neteweya ku tê de ne. Di navbera her du neteweya cuda zewac çêdibin, ziman û çanda nû tê pejirandin –bi vî awayî mirovên gelê ku hatiye fethkirin, piştî çend nifşan nasnameya xwe ya netewî wenda dikin. Lê belê ev zagona bişaftina li Cihûyan nehatiye. Bi milyonan Cihû di nav bêçariyê de, digel hewldana wan a bişivîn û tevlîbûna neteweya ku tê de ne, nekarîn serkeftî bibin. 6
Famkirina gelek kesan ku digel qebûlkirina van gotinan dê çima biêşin, ne zor e. Çend roj berê, hevalekî min ê ku li Lûbnanê dijî, ev peyv nivîsîn: “Der heqê pêkhatina pêxemberiyan de (der heqê soza Xwedê ku dê Yahudiyan dîsa bîne welatê wan), ez nikarim tuwancên der heqê qebûlkirina baweriyeke wisa de piştguh bikim. Qebûlkirina vê baweriyê, dê zerarê bidaya armanca min.”
Em bi awayekî zelal biaxivin. Li ser piyan mayîna Cihûyan a wekî gel û netewe û ji nû ve pêkhatina wan qebûlkirin, nayê wê wateyê ku divê em polîtîkaya rêveberiya Îsraîlê bipejirînin. Ez hevalê xwe yê Lûbnanî fam dikim û kêfa min jê re tê. Malbata diya wî û cîranên wî, di sala 1948an de bi gelek kesên din re ji malên xwe hatin derxistin. Welatê wî dûçarî gelek êşan ma. Digel val hemû tiştan, fikra ku divê bê têgihîştin, ev e: peyvên pêxemberên Pirtûka Pîroz li ber çavê me bi bin dikevin.
Îro rastiya ku di bin redkirina Cihûyan a peyama pêxemberên xwe ku li gorî îdiakirina wan rêz digirin radizê, di heman demê de dide nîşan ku peyvên ku di ayeteke din de ne, pêk hatine. Çavê giyanî ya neteweya Cihû nabîne: “Îro jî gava nivîsên Mûsa (Tewratên wî!) tên xwendin, xêliyek dilê wan tê dipêçe” (Korîntiyên 2., 3:15). Heya ku roja wan a tobekirina wekî netewe (ya ku di zihn û dilê xwe xwediyê ne ) û bawerkirina wan a peyama Xwedê ya dema kevn bê, dê di jiyana wan de bereketa Xwedê ya rast neyê dîtin. 7
Gava em di Pirtûka Pîroz de digihîjin dawiya rêwîtiya xwe, em ê bibînin ka ev bûyer bi bernameya Xwedê, ya ku ji bo demên dawî sêwirandibû çi qas li hev tê. Di heman demê de em ê pêxemberiyên der heqê bereketên ku Xwedê ji bo Rojhilata Navîn û hemû dinyayê amade kiriye bibihîzin.
“‘Ez pêşnûmayên ku min ji bo we amade kiriye dizanim’ dibêje Rab. ‘Ne pêşnûmeyên xirab in, ev pêşnûmeyên silametiyê ye ku dê ji we re pêşerojeke bihêvî bîne.’ ”(Yeremya 29:11)
PÊXEMBERIYÊN DER HEQÊ KESEKÎ DE
Di tevahiya Peymana Kevn de bi sedan pêxemberî hene der heqê Mesîh-Rizgarker de ku Xwedê wehd dide bişîne dinyayê. Tomarên Behra Mirî erê dike ku ev Nivîs bi sedsalan sal beriya jidayîkbûna Mesîh hatine nivîsîn. Ez li jêrê bijareyeke pêşkêş dikim ku ji van daxûyaniyên pêşî hatine çêkirin.
- Pêxemberiya ku ji Brahîm re hatiye dayîn, B.M 1900: dê Mesîh ji nifşa Brahîm û Îshaq bihata dinyayê (di Afirandin 12:23; 22:1-18. Matta 1ê de pêk hat.)
- Pêxemberiya ku ji Yeşaya re hat dayîn, B.M 700: Mesîh bêyî bavekî bîyolojîk a erdîn, dê ji dûşizeyek (bakîre) bihata dinê. (di Yeşaya 7:14; 9:6. Lûka 1:26-35, Matta 1:18-25an de pêk hat.)
- Pêxemberiya ku ji Mika re hat dayîn, B.M 700: Mesîh, Rizgarker dê li Beytlehemê bihata dinyayê. (di Mîka 5:2. Lûka 2:1-20; Matta 2:1-12an de pêk hat.)
- Pêxemberiya ku ji Hoşea re hat dayîn, B.M 700: Dê ji Misirê bihata gazîkirin. (di Hoşea 11. 1. Matta 2. 13-15an de pêk hat.)
- Pêxemberiya ku ji Malakî re hat dayîn, B.M 400: Dê nûçevanê Mesîh berê bihata şandin. (di Malakî 3:1; Yeşaya 40:3-11. Lûka 1:11-17; Matta 3:1-12an de pêk hat.)
- Pêxemberiya ku ji Yeşaya re hat dayîn, B.M 700:Dê pêk bianiya ku kesên kor bibînin, yên ker bibihîzin, yên quliming bimeşin û dê nûçeyên baş bigihanda feqîran. (di Yeşaya 35:5-6; 61:1. Lûka 7:22; Matta 9 û beşên din de pêk hat.)
- Pêxemberiya ku ji Yeşaya re hat dayîn, B.M 700: Dê ji hêla gelê xwe bihata redkirin. (di Yeşaya 53:2-3an de; di heman demê de: di Mezmûr 118:21-22. Yuhanna 1.11; Markos 6:3; Matta 21:42-46; û beşên din de pêk hat.)
- Pêxemberiya ku ji Zekeriya re hat dayîn, B.M 500: Ji ber ku zevî bistînin, dê ji bo sih zîvan ji Mêsîhî re îxanetê bikirana. (di Zekeriya 11:12-13. Matta 26:14-16; 27:3-10an de pêk hat.)
- Pêxemberiya ku ji Yeşaya re hat dayîn, B.M 700: Dê Mesîh bê redkirin, dê belasebeb bihata tawanbarkirin, dê ji hêla Cihû û Neteweyan ve bihata darizandin û kuştin. (di Yeşaya 50:6; 53:1-12an de; di heman demê de: di Mezmûr 2&22; Zekeriya 12:10. Yuhanna 1:11; 11:45-57; Markos 10:32-34; Matta 26&27an de pêk hat.)
- Pêxemberiya ku ji Dawud re hat dayîn, B.M 1000: Dê dest û piyên wî bê qulkirin, kesên ku dê temaşa wî bikin, dê jê re bikenin û dê ji bo kincên wî zarê biavêtana. (di Mezmûr 22:16,8,18. Lûka 23:33-37;24:39an de pêk hat.) (Di hişê xwe de bigirin ev pêxamberî gelek beriya darexaçiyê ku wekî cezayê mirinê pêk anîn, hatibû gotin.)
- Pêxemberiya ku ji Yeşaya re hat dayîn, B.M 700: Digel ku dê wekî sûcdarê herî xirab bihata kuştin, dê di mezela zilamekî dewlemend de bihata veşartin. (di Yeşaya: 53:8. Matta 27:57-60an de pêk hat.)
- Pêxemberiya ku ji Dawud re hat dayîn, B.M 1000: Dê bedena Mesîh di mezelê de neriziya, dê Ew zora mirinê bibira. (di Mezmûr 16:9-11an de; di heman demê de bnr: Matta 16:21-23; 17:22-23; 20:17-19 û beşên din. Lûka 24; Karên Qasidan 1&2an de pêk hat.)
Zagonên îhtimalan rave dike ku kesekî pêxemberiyên ev qas taybet û rastiya wê dikare bê îspatkirin “nepêkan” e. Lê dîsa jî ev hemû pêxemberî pêk hatin.
Piştre belkî hûn ê bixwazin Pirtûkeke Pîroz bistînin û li vê lîsteyê vegerin û bi xwendina her pêxemberiya Peymana Kevn, hûn ê bikarin binêrin ka pêkanîna vê di Peymana Nû de çawa hatiye qeydkirin.
SEMBOL Û MÎNAKÊN TAYBETMENDIYA PÊXEMBERIYÊ
Li her cihê Nivîsên Pîroz de ji xeynî bisedan pêxemberiyan, dîsa bi sedan sembol û mînak (ev sembol û mînak dikarin wekî tuwanc, teswîr, xeyalên ku di pêşerojê de pêk bên û raveyên ku bi wêneyan tên terîfkirin jî bên nîşankirin) cih digirin.
Xweda her yekê van alîkarên dîtbar ji bo ku plana der heqê Xwe û mirovahiyê de ji dinyayê re hîn bike, sêwirand.
Hûn ê di rêwîtiya me ya Nivîsên Pîroz de, bi gelek sembol û mînakan re rû bi rû bimînin. Mînak, sembola herî girîng a ku li ber çav dikeve berxikeke ku tê qurbankirin e, ku ji beşa 19. a pirtûkê dest pê dike û heya beşa 26an bi awayekî zelal tê ravekirin.
Em ê di beşa 21an de der heqê konekî taybet ku Xwedê ji gelê xwe re ferman kiriye ku ji bo mînakek bila perestgehek guhêzbarava bikin, agahî bistînin. Her tiştê der heqê vê perestgeha guhêzbar alîkarên xurt ên dîtbar in ku ji mirovan re bide nîşan ka Xwedê çawa ye û gunehên wan dê çawa bêne efûkirin û ji bo ku heya bêdawîtiyê bi Wî re bijîn divê wesfên xwe çawa bi dest bixin, fam bikin.
Hevrûkirineke ku dê di jiyana Yusufê kurê Yaqûb û Îsayê Nasirayî de bê kirin, mînakeke bandorker e ji bo ravekirinên ku bi wêneyan tên terîfkirin a ku di Nivîsan de ye. Di navbera jiyana Yusuf û Îsa de ji sedan zêdetir wekhevî hene. Xwedê jiyana Yusuf ji bo wêneya Îsa ku dê 1700 sal şûn de bê dinyayê xêz ke, bi kar anî. 8
Ji bo mînak û pêxemberiyên wisa tenê raveyek bimantiq divê:
Xweda.
ARMANCA PÊXEMBERIYÊ
Dema Mesîh li rûzemînê bû wiha got:
“Ez ji we re ji niha de, beriya ku ev pêk bên dibêjim ku gava pêk bên hûn jê bawer bikin ku Ew ez im.”(Yûhanna 13:19)
Gava bûyerên pêşerojê ji berê de tên agahdarkirin û piştre di dîrokê de pêk tên, rêyeke Xwedê ye ku pejirandina nûçevan û peyamên xwe dide nîşan. Xwedayê rast û ku dijî, ji bo ku baweriya me ya ji Peyva Wî re xurt bike wiha dibêje: “Yê ku dawiya wan bûyeran ku hê pêknehatine ji berê de dide zanîn, û yê ku dibêje ‘dê Sêwir pêk bê’ ez im.” (Yeşaya 46:10)
Rêwîtiya ku em ê di Nivîsên Pîroz de bikin, dê ji pirtûka yekemîn –Afirandin- a Pirtûka Pîroz, ya ku destpêka dinyayê dinivîse, dest pê bike. Dê rêwîtiya me li pirtûka dawî –Wehî- ya Pirtûka Pîroz a ku bûyerên dawî yên dîroka cîhanê dide zanîn, biqede.
Em çawa dikarin ji paşeroja Pirtûka Pîroz a ku dikare bê îspatkirin û ji rastbûna îfadeyên der heqê pêşeroja ku ji berê de nayê dîtin, bawer bibin? Em dikarin bi mantiqê bawer bibin ku dê roj sibê derkeve, em dikarin bi heman mantiqê ji vê mijarê jî bawer bibin. Dizgeya me ya rojê, bi hezaran salan e xwedî qeydeke bêhempa ye. Rûzemîn di zivirîna xwe ya li ser tewereyê (eksen) tu car têk neçûye. Roj bi awayekî domdar derdikeve û diçe ava. Heman tişt ji bo pêxemberiya Pirtûka Pîroz jî derbas dibe. Pirtûka Xwedê, di her mijarê de ku rastiya wê dikare bê îspatkirin, xwedî qeydeke bêhempa ye.
MEYDANKIRINA XWEDÊ
Hin kesên oldar pêşber dikin ku di pirtûka wan a pîroz de jî hin pêxemberî pêk hatine. Ger ku hûn bibihîzin yekî tiştek wisa dibêje, bi awayekî rêzdar vê ricayê jê bikin: “Tu dikarî ji min re lîsteya sê çar heb pêxemberiyên qanehker derxî ji pirtûka xwe ya pîroz?” Nikare lîsteyek wisa bide, lê gava bide divê hûn lêkolînê bikin ka bûyerên ku ev pêxemberî beriya pêkhatinê hatine nivîsîn an na. Piştre van pêxemberiyan ji bo pejirandina pêkhatina wan, bi dîroka cîhanê re bidin ber hev. Min di dawiya ceribandinên xwe dît ku ger ev pêxemberî hene an pir kêm in an jî nediyar in.
Xwedayê rast û ku dijî, meydankirina xwe ya jêrê pêşkêşî hemû dînan û xwedayên ku di mêjiyan de çêbûne, dike:
“ ‘Doza xwe pêşkêş bikin, delîlên xwe derxin’ dibêje Rab… Pûtên xwe bînin ku bila bûyerên ku dê çêbibin pêşkêşî me bikin. Bila her tiştî ji me re bêjin ku em bifikirin û encama wan bizanibin. An jî bila bûyerên dahatûyê pêşkêşî me bikin. Ya Pût, ji me re tiştên ku dê ji niha û pê de çêbibin bêjin ku em jî bizanibin ku hûn îlah in. Haydê, qenciyek an jî xirabiyek bikin ku em jî bitirsin û şok bibin. Hûn jî, kirinên we jî ji hîçîtiyê xirabtir in, yên ku we dipejirînin bêmirz in.”(Yeşaya 41:21-24)
Di mijara mînakanîna der heqê pêxemberiyên ku yeqîn pêk hatine de, Pirtûka Pîroz yek e.
Xwedayê rast û ku dijî rastiya Peyama xwe beriya ku dîrok pêk hat, bi nivîsîna wê dîrokê îspat kir.
Pêxemberiya ku pêk hat, îmzeya WÎ ye.
1. Wallenfels, Ronald and Jack M. Sason. The Ancient Near East. Volume IV. NY: Charles Scribner’s Sons, 2000; û binêrin: Carl Roebuck. The World of Ancien Times. NY: Charles Scribner’s Sons, 1966, rûpel 355.
2. “Îskenderê Mezin biştî dorpêçkirineke neh mehî, bajêr vegirt (B.M.), lê bajêr bi temamî wêran nekir. Piştî vê derbê êdî bajarê Sûrê nehat avakirin…” (Avery, catherine B., û Jotham Johnson. The New Century Classical Handbook. NY: Appleton-Century-Crofts, Inc., 1962, rûpel 1130.)
3. Mathews, Samuel W. “The Phoenicians Sea Lords of Antiquity,” Washigton, DC: Natioal. Geographic, august 1974, rûpel 165. Di heman demê de: L.L.Orlin. Tyre. Grolier Multimedia Encyclopedia. JiGrolier Online http://gme.grolier.com/cgi-bin/article?assetid=0297240-0 dikare bi dîroka Îlon 7, 2006 dîsa bê peydakirin.
4. Afirîn 26:3; 28:15 Nîşe: Welatê ku Xwedê wehd dike bide neteweya ku dê ji Brahîm, Îshaq û Yaqûb bê, ji hêla stratejîk “dinav neteweyan de” hat bicihkirin (Hezekiel 5:5). Di heman demê de li ayetên Karên Elçiyan 1:8; 2:5 binêrin.
5. Josephus, Flavius, The Complete Works of Josephus. (William Whiston) Grand Rapids, MI: Kregel Publications, 1967, rûpel 566-568, 580-583, 588-589.
6. Mînak, di destpêka Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, piraniya Cihûyên Elmanyaya Hîtler, nexwestin ku wekî Cihû bêne zanîn. Bi Elmanî peyivîn, wekî Elmanan bacên xwe dan û di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li cem Elmanan şer kirin. Lê belê, Nazî dîsa israr kirin, “Na, hûn Cihû ne!” Di nav çend salan de, şeş milyon Cihû li kampên mirinê hatin qirkirin.
7. Yeşaya 44:18; Yeremya 5:21; Yuhanna 5:39-47; Korîntiyên 2., 3: 12-16; Romayî 9:11. Nîşe: Nêzî 2600 sal berê, Xwedê ji Hezekiel re rave kir ku dê ji nû ve avakirina Îsraîlê bi sê astan pêk bê. Hezekiel, Îsraîl da ber newalên ku bi hestiyên ziwa tijî bûn; dê ev hestî wekî bedenekê bibin yek û di dawiyê de dê ji van hestiyan re jiyan bihata pifkirin. (Hezekiel 37:1-14)
8. Beşên Afirîn 37-50yan bi Mizginiyan bidin ber hev. Xwendina ku tê pêşniyarkirin: Joseph Makes Me Think of Jesus, by William MacDonald. Grand Rapids, MI: Gospel Folio Press.