25 |
MIRIN TÊK ÇÛ |
Nivîsên Pîroz, dibêjin Adem “miriye” ( Afirîn 5:5) û bi vî awayî çîroka wî ya rûkala dinyayê bi dawî dibe. Heman tişt ji bo nîjada Adem mirov dikare bibêje. Di beşa pêncemîn ya pirtûka Afirînerê de gorîçeyên wan jî dinivîsînin:
“û ew mir
...ew mir
...ew mir
...ew mir
...ew mir.”
Dîroka jin û mêrên ku bi nexweşiya gunehan ketiye wisa ye. Jiyan, mirin û hatin definandin. Ev rewşa ji bo hemû mirovên hevçax û qirnan bi berdewamî mirov dikare bibêje.
Balam çîroka mesîh di gorekê de neqediya!
GORA VALA
“Hefteya piştî Roja Şabatê di berbanga rojê de Meryema Mecdeli û Meryema din çûn serdana gorê. Ji nişkave zelzeleyek çêbû. Melayketekî reb ji esmanan daket çû ser gorê, kevir da hêlekê û li ser rûnişt. Dîmena wî mîna birûskê lê kincên wî mîna berfê simspî bûn. Nobedar ji tirsan ricifîn, piştre jî mîna miriyan gotin tirp û ketin erdê.
Milyaket wiha bang li jinan kir:‘Netirsin ez dizanim hûn li Îsayê ku hatiye çarmixkirin digerin. Ew ne li vir e; weke ku digot vejiya. Werin cihê ku lê raketiye bibînin. Zû herin ji şagirtên wî re wiha bêji:‘Îsa ji mirinê vejiya. Berî we diçe Celîleyê, hûn ê Wî li wir bibînin.’ Niha va min ji we re ev got.
Jin bi tirs û kêfxweşiyeke mezin ji gorê bi dûr ketin; bi bazdan çûn xeberê bidin şagirtên Îsa. Îsa ji nişka ve derket pêşiya wan. Got, ‘silav’.
Nêzîkî Îsa bûn xwe avêtin ber lingên wî û rajerî jê re kirin. Wê gavê Îsa ji wan re got, ‘netirsin’. Biçin xeberê bidin birayên min. Bila herin Celileyê, wê min wir bibînin.” (Matta 28:1-7)
Mirinê nikarîbû Mesîh dîl bigirta. ji ber ku tu gunehê Îsa tune bû, Xwedê ew ji mirinê vejand. Îsa tenê bi dayîna cezayê gunehên dinyayê nema, bi xêra wî cezayî serfiraz bû. Wî mirin bixwe têk bir!
Divê ku Şeytan û cin rikrikî bin û ji tirsan lerizîbin.
Rêberên olî ji eyarê xwe derketin û ji ser xwe çûn.
“Jin [yên ku beriya niha bi keliyekê Rebên xwe yên vejiyabû dîtibûn] hê di rê de bûn hin leşkerên nobedar xwe gihandin bajêr tiştên ku qewimîne ji serkahîn re ragihandin. Hemû serkahîn bi pêşiyan re civiyane piştî şewr û mişêwra xwe pereyekî zêde dane leşkeran û gotin: ‘Hûn ê wiha bêjin: ‘Şagirtên Wî bi şev hatin dema em di xew de bûn cendekê dizîn birin!’ ger ev agahî bi berguhê Walî bikeve em ê li ber wî bigerin wî aş bikin û nehêlin zerar bigihije we.’ Bi vî awayî leşketan pere stendin û bi awayê ku ji wan re hatibû gotin, kirin. Ew gotegot hê jî di nav Cihûyan de tê qalkirin.” (Matta 28:11-15)
Dijminên Îsa dizanîbûn gor vala ye. ji bo ku rastiyê veşêrin şaş mabûn, nizanîbûn wê çi bikirina. Ne dixwextin mirov bizanibin mirovê ku kuştine vejiyaye.
MIRIN TÊKÇÛ
Xwedê, li Baxçeyê Adenê Adem di derbarê ku bêîtaetiyê li ber regezê ku Xwedê diyar kiribû bike “teqez wê bê kuştin”hişyar kiribû. Bersiva Şeytên dijberê bersiva Xwedê bû: “Teqez tu yê neyê kuştin!” û bi berdewamî û hemû benîadem ji riya mirin û têkçûnê ve arasteyî berjêr kir. Mirinê bi hezaran salan jin, mêr û zarok nav lepên xwe yên xedar û bêrehm de gîrt. Piştre Kurê Xwedê lingê xwe li ber lingê mirinê xist û ew têkbir û riya ku dihere ber bi jiyana ebedî ve vekir.
“Her kes çawa di Adem de dimire, her kes di Mesîh de jî digihije jiyanê.” (Korîntiyên 2. 15:22)
Duh, xanimeke cîrana me ya pîr ji min re got, ‘Di jiyanê de tiştê ku herî zêde ez jê ditirsim mirin e.’ Ez gelek kêfxweş im ji ber ku min behsa ew Kesê Ebedî yê ku miriye û piştre dîsa vejiyaye kiriye!
“Zarokên ku Xwedê dane Wî ji ber ku ji goşt û xwînê Îsa ji bo ku yê ku xwedayê hêza mirinê, yanî Îblîs bi rêya mirinê bêkartek bike xwe mîna wan xist halê mirovan. Ev yek ji bo yên ji tirsan mirine di hemû jiyan xwe bila koletî derbas dikin azad bibin, kir.” (Îbranî 2:14-15)
Ka em wiha bihesibînin Îsa tenê bi rêya gunehê me de mir. Lê ji mirinê venejiya. Wê demê hê jî mirin bûya mîna tiştekê ku em jê ditirsin.
Reb Îsa bi têkbirina mirinê re destnîşan kir ku ew ji çeka herî bi hêz ya Şeytên û dijminê ku herî zêde mirov jê ditirse mezintir e. Ji ber ku Îsa mirin têkbiriye. Yên ku baweriya xwe bi wî anîne, ne di vê jiyanê de ne jî an jî di jiyana din de tiştekî ku jê bitirsin tune ye.
Peyama Xwedê gelek eşkere ye. ger hûn Kurê Xwedê yê ku derbasî şûna we bû ye û di çarmixê de êş kişandiye û miriye û piştî mirina xwe di roja sêyemîn de vejiyaye bawer bin, ew ê we ji desthilatdariya fetîsok a mirinê azad bike û wê jiyana ebedî bide we.
Mizgîniya ku Xwedê daya dinyayê ku ji hêla guneh ve hatiye dîl kirin ev e.
“Li gorî Nivîsên Pîroz, Mesîh di ber gunehên me de mir... Hat definandin û li gorî Nivîsên Pîroz roja sêyemîn ji mirinê vejiya.” (Korîntiyên 1., 15:3-4)
Îsa Mesîh, ji hemû kesên bawermend re wiha dibêje:
“Ji ber ku ez dijîm hûn ê jî bijîn… metirse! Yê ewil û yê dawî ez im. Ez miribûm, lê belê di bêdawiyê de ez zindî me. Amîn. Mifteya mirinê û warê miriyan di destê min de ye.” (Yuhanna 14:19; Wehî 1:17-18)
ŞEYTAN TÊKÇÛ
Îsa dema ku ket herêma mirinê û piştî sê rojan ji wê herêmê derket, derbasî cihên bilind yê qada şer bû; serfirazî awantaja wî ya ku wê qet jê derbernedaya bû. Şeytan dijminekî têkçûyî ye. Ew û cinên wî digel ku hevşikestî di şer de dikoşin jî dê qet şer qezenc nekin.
Hûn fam dikin ne wisa bê ka çawa pêxemberiya ku Xweda di roja ku Adem û Hewa li Baxçeyê Adenê gunehkar bibûn diyar kiribû, cih tîne? Wekî ku Xwedê xoz û ahd kiriye “Ezbeta Jinê (Îsa) ji hêla mar ve hat birîndarkirin. Lê di esasê xwe de ev birîn bobelata ku wê bê serê Şeytên morkirin.
“Kurê Xwedê bo kirinên Îblîs bi dawî bike derket holê.” (1. Yuhanna 3:8)
Îsa bi mirin, definandin û vejîna xwe bi gotina “…tu yê vegerî axê” (Afirîn 3:19) di ser ew laneta ku tê dest nîşankirin serfirazî bi dest xist.
Şeytên bi hezaran salan mirina nîjada mirî ya Adem dîsa vedigerand bi axê, ew pêvajoya mirinê ku dirizand biçûk dît û henekê xwe pê kir. Lê belê niha li dijberî wî yekî ku bedena wî venedigeriya axê hebû!
Bedena Wî di gorê de gelo çima neriziya?
Karteka mirinê li ser Wî tune bû, ji ber ku ew yê bêguneh bû. Beriya niha bi hezar salî pêxwmber Dawud ev bang kiribû.
“Tu yê nehêlî evdê te yê dilsoz birize.” (Mezmûr 16:10)
Yê pîroz, Şeytan û mirin bo me têk bir.
DELÎL
Delîlên derbarê vejîna Îsa de pir in û ev delîl bi têra xwe mirov qanih dikin. 1
Gor vala bû.
Cendek li tu derê nehat dîtin.
Evilî jin bûn şahid ku gor vala ye. daxuyaniya Milyaket bihîstin. Îsa bi awayekî zindî dîtin. Dest Wî dan û bi Wî re axivîn. Ger qeydên Mizgîniya ne rasteqîn bûna û qelp bûna ew zilamên ku Mizgînî nivîsandine li gorî wê dê di her warî de ewilî rê bidina jinan?
Bi belgeyan hatiye îspatkirin piştî ku Îsa vejiyaye ji hêla gelek kesan ve hatiye dîtin. Di dehan salên piştî bûyera vejînê de bi sedan şahid wê bibin şahid ku bi Mesîhê vejiyaye re meşiyane û bi Wî re axivîne.
Şagirtên Îsa dîtibûn ku êş kişandiye û miriye. Xeyalên şikestî bibûn. Ji ber ku fikreke wan ya xelet ku Mesîh we qet nemire nebû hêviyan wan şikestibûn. Bi tirs û bi newêrekî vegeriyabûn malên xwe.
Piştre tiştek bû. Îsa bi awayekî zindî dîtin.
Ji nişka ve hate bîra wan ku Îsa ji wan re gotibû ew ê bê çarmixkirin û piştî sê rojan jî dê vejî. 2 Dawiya dawî fam kirin ku gotinên pêxemberan tê çi maneyê.
Ew şagirtên ku ewlî bi tirs tevgeriyan niha bûne şahidên wêrek yên Mesîh. Piştî vejîna Îsa bi demeke kin Petrûsê aqlê wî tevlihev bibû û tirsiyabû li kolanên Yerûşalim yên dijmin ji kesên ku plan kiribûn Îsa bê çarmixkirin re ev daxuyanî da.
“We yê Pîroz û adil red kir... We Serokê jiyanê kuşt, lê Xwedê Ew ji mirinê vejand. Em şahidê vê yekê ne... Niha lo birano, hûn jî mîna rêvebirên xwe ji ber nezaniyê wisa tevdigerin. Lêbelê Xwedayê ku bi devê hemû pêxember ragihandibû ku ew ê Mesîh êşê bikşîne soza xwe bi vî awayî pêk aniye.Ji ber ku wiha ye ji bo ku hûn ji hemû gunehên xwe pak bibin tobe bikin û ji hemû gunehên xwe pak bibin, tobe bikin û li Xwedayê xwe vegerin.” (Karên Qasidan 3:14-19)
Ji bo şagirtên Îsa ku tu zehmetiyên ku ji bo yê ku jiyana ebedî dabû wan nekêşandana tûnebû.
Şagirtên Mesîh (di heman demê de wekî Xirîstiyan jî tên bi navkirin 3) ji bo ku li ser navê Îsayê Reb bûne şahidên wêrek qerf li wan hatine kirin, avêtine hepsê û hatine tajangkirin, heta gelek ji wan hatine kuştin. Petrûs êşkence xwariye û li gorî zanînên dîrokî yên dinyewî di encamê de serserkî hatiye çermixkirin. Lê belê Petrûs dîsa jî li gel şagirtên din ji ber ku dizanîbû Rizgarker û Rebê wan mirin û dojek têkbiriye, hemû wê lêdana êşkenceyê bi kêfxweşî qebûl kirin. 4
Wan dizanîbû Xwedê bexşandin, rastî û jiyana ebedî daye wan. Mirinê êdî wan neditirsand. Ji ber ku dizanîbûn dema ku bedena wan ya fîzîkî bimire giyan û canê ebedî wê li bihuştê ‘bi Rebê wan re be.’ (Korîntiyên 2., 5:8)
Niha tu tiştî nikarîbû ew bitirsanda. Peyameke wan ya ku ji dinyayê re ragihînin hebû, ev peyam ji bo wan ji jiyana wan girîngtir bû.
Li jêr ez dixwazim bê ka şopînerekî Mesîh çawa ji girseya qerfkar û şikbar ya bajarê Atînatê kevn peyama xwe ya ragihandiye bi dawî kiriye.
“Xwedê niha li her derê tobekirina her kesî emir dike, ji ber ku bi rêya yê ku tayînî dinyayê kiriye roja ku ewê darizîne tespît kiriye. Bi vejandina wî Kesî ji mirinê, ev yek ji her kesî re teqez kiriye.” (Karên Qasidan 17:30-31)
Encama peyama Pavlûs eşkere û basît bû: Tobe bikin. Êdî bes bifikirin ku hûn ê ji daraza teqez ya Xwedê xelas bibin. Ji bedêla wê jî bi Rizgarkerê xwe yê di rêya gunehên we de Xwîna xwe rijandiye û ji mirinê vejiyaye, bawer bibin.
DELÎLÊ BIERÊNÎ
Ez û hûn em ê çawa qanih bibin ku Îsa Rizgarker û Darizînerê dinyayê ye? Bersiva wê beriya niha bi demekê me xwend Xwedê, bi “vejîna Wî ya ji mirinê nîşaneya baweriyê destnîşan kiriye.”
Gelo hewce ye ku delîl bên destnîşankirin? Îsa Rizgarkerê tekane ye. gelo ji bo çi em ê di derbarê çarenûsa xwe ya ebedî de bi yekî bawer bibin?
Lê mixabin mirovên li rûkala dinyayê bê hurmetiyê li hember kesên mirî yên di jiyana xwe de li hember peyam û çîroka Xwedê dijberî kirine, nakin. Ji bo çi mirovek ji mirovên ku nikarin mirinê têk bibin û li hember gotina Xwedê derdikevin bawertiya xwe bîne.
Çawa ku pêxemberiyek tê pêkanîn, ji bo ku em bawer bikin, tê îspatkirin ku Pirtûka Pîroz Peyva Xwedê ye, vejîna Îsayî roja sêyemîn û di heman demê de baweriya me jî ku bi tenê Îsa dikare mirov ji mirinê ebedî bike û jiyana ebedî bide me nayê nîqaşkirin.
JI BO HEMÛ MIROVAN RIZGARKER
Nivîsên Pîroz gelekî eşkere ne: peyama derbarê mirin û vejîna Îsa de “ji bo her kesî li her derê ye!” divê ev xal bê destnîşankirin, ji ber ku hinek kes ji we re bibêjin Îsa bi tenê ji bo Cihûyan hatiye. Tu gotin ew qasî ne dûrî heqîqetê ye. 5
Rast e di hedefa xizmetên Mesîh yên rûkala dinyayê de Cihû hene. Lêbelê sedema ku ew ji vê netewê re hatiye şandin ji bo rizgarkirina hemû dinyayê ye. Beriya niha bi hefsed salî pêxember Yeşaya wehda ku Xwedê dabû Kurê xwe qeyd kiribû: “Ez ê te ji wan re bikim ronahî. Bi awayekî rizgarkirina min li çar aliyê dinyayê belav bibe.”(Yeşaya 49:6)
Mesîh digel zanîbû ew ê serokên Cihû Wî wekî Qiralên xwe qebûl nekin jî hat dinyayê. Di heman demê de dizanîbû bi rêya vê redkirinê ew ê cezaya guneh bide û wê rizgarkirinê diyarî dinyayê bike.
“Ew li dinyayê bû, dinya bi destê Wî çêbû. Lê belê dinyayê ew nas nekir. Hat welatê xwe lê gelê Wî ew nas nekir Destûr da ku hemû kesên îman bi wî kirine bibin zarokên Xwedê” (Yuhanna 1:10-12)
Îsa Mesîh Rizgarkerê hemû mirovan e. Lê tenê destûr ji bo yên ku li ser navê wî yên ku baweriya xwe bi nasnameya Wî û hewldana Wî ya xelaskirina gunehkaran aniye dê“bibin zarokên Xwedê.”bê dayîn.
Dostê min Xwedê ji we hez dike û we bi qasî ku ji jiyana Kurê xwe bêpar nehêle biqîmet dibîne. Encax digel her tiştî jî, ji bo ku hûn bikin ew ê zorê nede we.
Vê biryarê ji we re dihêle.
“Ji ber ku Xwedê ew qasî ji dinyayê hez kir Kurê xwe yê yekane da. Ji bo ku yên îman dikin bila mehv nebin û bigihijin jiyana ebedî.” (Yuhanna 3:16)
TEVLIHEVIYA HIŞ BI DAWÎ BÛ
Îsa di roja ku ji mirinê vejiyabû bi komek şagirtên hişê wan tevlihev bibûne meşiya û bi wan re axivî; ev şagirt hê jî fam nekiribûn çima hewce bû ku rijandina Xwîna Mesîh û vejîna Wî. Îsa ji wan re wiha got:
“Bêaqilno! Hûn di bawerkirina ji tiştên pêxember gotiye de sergêjiyê dikin, dereng tevdigerin! Ma qey ne hewce bû ku Mesîh van êşan bikşîne û bigihîje berzbûna xwe?
Piştre jî bi nivîsên Mûsa û yên pêxemberên din dest pê kir û tiştên di derbarê Wî de di Nivîsên Pîroz de hemû tiştên di derbarê Wî de vegot.” (Lûka 24:25-27)
Piştre axirê hişê wan zelal bibû. Gelo çawa dikarîbûn ew qas kor bûna. Mesîh ne ji bo ku desthilatdariya dijminên xwe yên demdemî bi dawî bike hatibû. Sedema hatina Wî li hember dijminên giyanî yên mîna Şeytên, guneh, mirin û dojehê serfiraz bibe.
Îsa di heman rojê de piştre li Yerûşalimê li odeya jor ya ku wekî mêvan lê diman bi berçavê şagirtan ket. Dest û lingên xwe yê dewsa qulikên bizmaran lê hebû rê wan da. Bi wan re xwarin xwar û piştre ji wan re ev tişt gotin:
“Dema hê ez bi we re bûm min gotibû, ‘tiştên di zagonên Mûsa de yên di nivîsên pêxemberan de ji yên di Mezmûran de divê pêk werin’. Û ji niha û pê ve ji bo ku nivîsên pîroz fam bikin hişê wan vekir. Û ji wan re got: ‘Wiha hatiye nivîsandin: Mesîh ew ê êşê bikşîne û roja sisiyan vejî; û ew ê ji bo ku guneh bên efûkirin banga tobeyê li Yerûşalimê bê kirin û li hemû neteweyan bi navê Wî bê belavkirin. Hûn şahidên van bûyeran in.” (Lûka 24:44-48)
Îsa ji şagirtên û netewan re wiha got, “Hûn ê derbarê van bûyeran de şahidiyê bikin.” Peyama ku wê şahidan ragihanda gelek eşkere bû: Rebê esmanan cezayê gunehan da û li ser mirinê serfiraz bû. Xwedê ji Mesîh û yên ku bi tobeyan baweriya xwe (guherîna fikrê) bi çalakiya rizgarkirinê anîne (ji dil bawerî) bûne gelê wê bên efûkirin û bi aramiyê bê xelatkirin.
VEXWENDINA WARÊ ARAMIYÊ
Ka em vegerin serî û li ser roja heftemîn ya vejînê bifikirin.
Reb wê rojê çi kir? Xwe rihet kir.
Ji bo çi xwe rihet kir? Xwe rihet kir ji ber ku karê Wî ‘qediya… Dema ku gihaşt roja heftemîn Xwedê karê ku dikir qedand. Ji ber karê ku dikir wê rojê xwe riher kir.”(Afirîn 2:1-2)
Tiştekî ku li tiştên Xwedê afirandiye bê zêdekirin tune bû. Karê Xwedê qediyabû. Di heman demê de tiştekî ku li çalakiya rizgariyê Xwedê bê zêdekirin jî tune ye. “Qediya!”
Çawa ku Xwedê piştî çalakiya afirandinê xwe rihet kiriye û kêfxweş bûye, ji me jî dixwaze ku em ji ber çalakiya rizgarkirinê yê qediyaye em xwe rihet bikin, kêfxweş bibin. “Çawa ku Xwedê piştî ku karê xwe qedand xwe rihet kiriye, yên ku derbasî warê Wî yê aramiyê bûne jî piştî ku karê xwe kirin divê xwe rihet bikin.” (Îbranî 4:10)
Bi deh hezaran dînên dinyayê dibêjin, ‘Tiştek neqediya. Vê jî bikin, wê jî bikin! Hinekî din xîret bikin.’ Îsa ji bedêla wê yekê dibêje “Ya hemû mirovên betilî û yên bargiran! Werin ba min, ez ê rihetiyê bidim we.” (Matta 11:28)
Gelo hûn bi xêra rizgarkirina ku Xwedê ji we re pêk aniye xwe rihet dikin û kêfxweş dibin.
BI REB RE ÇIL ROJ
Îsayê Reb piştî ku ji mirinê vejiya çil roj bi şagirtên xwe re derbas kir. Di derbarê desthilatdariya Xwedê de gelek tişt fêrî wan kir. Li Wî nêrîn, li bedena Wî ya vejiya pelendin. Bedena Wî li dervî hemû dem û deran mayende û bi îxtişam bû. Hemû bawermendên heqîqî ew ê bibin xwediyê bedeneke mîna bedena Wî.
Şagirt bi Îsayê Reb re meşiyan. Bi Wî re axivîn û bi hev re xwarin xwarin. Bi bîra wan xist ku di demeke nêzîk de ew ê ji ba wan veqete, lê ji bo di demên ku ew ne li ba wan be Bav di dilê wan de bijî, ew ê ji wan re rêberiyê bike û ew ê hêzê bide wan ji bo ku ew ê ji netewên dinyayê re şahidiyê bikin. Piştre rojekê Ew (Îsa) ji bo ku dinyayê bi rastiyeke nuwaze bidarizîne bi şûn de vegere.
Piştî di ser vejîna Îsa re çil roj derbas bû. Îsa li Çiyayê Zeytîn yê li rojhilata Yerûşalimê bi şagirtên xwe civiya. Dema vegera “mala Bav” hatibû (Yuhanna 14:2).
EW BIRIN EZMÊN
“Dema bi wan re bû ev ferman dan: ‘Ji Yerûşalimê veneqetin. Li benda pêkanîna soza ku Bav daye û we ji min bihistiye bimînin. Bi vî awayî Yehya bi avê waftîz kir. Lê belê hûn ê heta çend rojan bi Ruhê Pîroz bên waftîzkirin… Dema ku Ruhê Pîroz dakeve ser we hûn ê hezdar bibin. Hûn ê li Yerûşalimê, li hemû Yahûdayê û Samîriyê û li çar aliyê dinyayê bibin şahidên min.’
Piştî ku Îsa ev tişt gotin û ber bi ezmên ve hat birin. Ewrekî ew rahişt û ji ber çavê wan de wenda kir.
Di wê kêliyê de du zilamên libas spî ji re xuya bûn. Dema Îsa çû wan çavê xwe vekiribûn li ezmên temaşe dikirin û pirsîn: ‘Ya Celîlenîno, çima hûn sekinîne li esmên dinêrin’ Îsayê ku ji nava ewr birin ezm^ne, çawa wê dît ku derket ezmanan, ew ê bi heman awayî vegere jî.” (Karên Qasidan 1:4-11)
PÎROZKIRINA SERFIRAZIYA LI EZMANAN
Bi vî awayî weke ku heman pêxemberan ragihandibû Kurê Xwedê “birin ezmên.” 6
Beriya bi sî û sê salan Yê ku heyraniya milyaketên Bihuştê bi biçûkdîtina mirovan guheriye vedigeriya malê. Lê niha tiştên derbarê Wî de ku hatibû guherandin heye. Yê ku mirov ji şibandina xwe afirandiye niha şibandina mirov li xwe kiribû.
Nivîsên Pîroz derbarê vegera Kurê Xwedayê Bihuştê nakevin teferuatan. Lê dîsa jî em dizanin ev veger bi îxtîşam e.
Bi Artêşa Milyaketên ku mirov nikare bijmêre û yên ji nîjada Ademî hatine rizgarkirin ew dikarin bînin ber çavê xwe. Hemûyan Ew wekî Kurê Xwedê û Rebê Berziyê baş nas dikirin. Lê niha ew ê cara yekem ew wekî benîadem û Berxikê Xwedê bidîtana.
Hemû kesên Bihuştê çiknefes li bendê bûn.
Bêdengî bi lêdana koroya bi îxtîşan a borazanan û bi qîrîna milyaketekî xera bû: “Rakin serê xwe Ey derîno! Vebin ey deriyên kevn! Bila Qiralê berz bikeve hundir” (Mezmûr 24:7)
Derî heta serpiştê vedibûn û şampiyon bi çepikên Bihuştê yên ku li erdê û ezmên qiyamet radikirin Kurê Xweda yê yekane, Benîademê ku şer, berx û gotin dabû ser milê xwe — Îsa — dikeve hundir. Di nava qelebelixa ku rajeriyê jê re dikin re derbas dibe û ber bi textê bavê xwe diçe. Li xwe dizivire li nîjada hatiye rizgarkirin ya bêhejmar ya Adem nêrî û li cihê xwe rûnişt. 7
Peywirê xwe bi serfirazî pên aniye.
Yên ku hatine rizgarkirin li ber Wî serê xwe ditewînin û bi yek dengî îlan dikin:
“Berxikê hatiye destxeniqandin hêja ye ku bê pesinandin.” (Wehî 5:12)
Kî dizane be ka pîrozbahiyek çi qasî bêhempa ye. Ev pîrozbahî wê pîrozbahiyeke ku wê qet bi dawî nebe be.
1. Matta 28; Markos 16; Lûka 24; Yuhanna 20-21; Korîntiyên 1., 15. Not: gelek kesên ku ji bo îspatkirina Îsa ku nevejiyaye derketine rê, di dawiyê de bi delîlên teqez pirtûk nivîsîn ku Îsa bi rastî jî ji mirinê vejiyaye. Mînak, Morrison, Frank. Who moved the Stone? Grand Rapids, MI: Zondervan, 1987; McDowell, Josh. Evidence that Demands a Verdict. Nashville, TN: Thomas Nelson, Inc., 1993; Strobel, Lee. The Case for Christ. Grand Rapids, MI: Zondervan, 1998.
2. Îsa tenê negot dê “roja sêyemîn vejî” (Matta 16:21), lê wiha jî got: “Çawa ku Yunus sê roj sê şev di zikê wî masiyê mezin de ma, Benîadem jî sê roj sê şev dê bimîne di paxila erdê de” (Matta 12:40). Gelek kes bi awayekî mafdar li ser vê mijarê nîqaşê dikin: Ku Îsa şeva Înê hatiye veşartin û heya sibeha Yekşemê maye di gorê de, naxwe ev wext tam ne sê roj e. Lê dîsa jî, wextê ku Îsa ma di gorê de, li gorî şêwaza axaftina Cihûyan bi hejmarên gilover tên diyarkirin. Dema ji beşeke rojê tê qalkirin, ew roj çi qas wexteke biçûk be jî, dîsa jî wekî tam rojekê tê qalkirin (Mînak, Matta 27:63-64; Afirîn 42:17-18; Samuelê 1., 30:12-13; Ester 4:16-5:1). Li vir ramaneke din jî heye: Nivîsên Pîroz nanivîsin ku Îsa roja Înê hatiye çarmixkirin. Niha gelek kes dê biqîrin, ‘Ev nakokiyek e!’ lê di Pirtûka Pîroz de ravekirinên baş hene ku van tiştên ku wekî nakokî xuya dikin, çareser dikin.
3. Karên Elçiyan 11:26; 26:28; Petrusê 1., 4:16
4. Karên Elçiyan 5:41 “…Ji ber ku ji bo navê Îsa layiqî heqaretê bûn, kêfxweş bûn.” Patrus avêtin gîrtîgehê û lêdan: Karên Elçiyan 5; di heman demê de binêrin Karên Elçiyan 12. Îsa ji berê de da zanîn ku dê Petrus wekî şehîdekî bimire: Yuhanna 21:18-19
5. Hin kes gotinên Îsa ku ji jineke ji neteweyeke din re gotiye digirin: “Ez tenê ji bo pezên wendayî yên gelê Îsraîlê hatim şandin” (Matta 15:24), lê ew ji we re nabêjin ku Îsa ji bo başkirina keça vê jinê pêş ve çûye! (ku hûn bixwazin der heqê xizmet û dilovaniya Îsa ya ku ji kesên ne Cihû ne re nîşan daye de zêdetir mînak bibînin, li van ayetan binêrin: Matta 12:41-42; 21:33-43; Lûka 9:51-55; 10:30-36; 17:11-19; Yuhanna 4; Yuhannayê 1., 2:1-2; Lûka 24:45-48.)
6. Mezmûr 68:18; 110:1; Mezmûr 24.
7. “Piştî ku Îsa ji Gunehan pakbûnê pêk anî, li bilindahiyê li hêla rastê Xwedayê mezin rûnişt. Lewre em ji ber Wî ji gunehên xwe pak bûn.” (Îbranî 1:3). “Her kahîn her roj li ser piyan dimîne û karê xwe dike û qurbanên ku tu car nikarin gunehan rakin her tim pêşkêş dikin. Lê Mesîh piştî ku qurbaneke ji bo gunehê pêşkêş kir ku dê heta hetayê derbasdar be, li hêla rastê Xwedê rûnişt.” (Îbranî 10-11-12) Di heman demê de li Îbranî 8:1; 12:2 û Wehî 3:21 binêrin.