11 |
DESTPÊKA A XERAB |
“Pesna REB bide hey canê min, tu qenciyên Wî ji bîr neke…
Pesna REB bidin, ey hûn,
milyaketên Wî…Yên ku peyvên Wî bi cih tînin.
Pesna REB bidin ey hûn,
hemû artêşaWîyaesmanî… Yên ku daxwaza Wî bi cih tînin.
Pesna REB bidin,
ey hemû aferîdeyên li wê cihê ku Ewserwere.
Qral Dawud (Mezmûr 103:2, 20-22)
Beriya ku Xwedê mirov afirandin, hebûnên ruhî yên ku nedihatin hejmartin afirandibûn ku wekî milyaket dihatin binavkirin. Milyaket “Hemû artêşên Wî yên esmanî bûn”, bi armanca ji bo ku Afirîner-Xwedayê xwe heta hetayê nas bikin, bilind bikin, jê zewqê bistînin, jê re xizmetê bikin hatibûn sêwirandin. Xwedê, milyaket ji heywanên ku di bingehê de, bi xweajoya xwe dijîn cudatir afirandin. Xweda bi mirovan re, ji milyaketan re jî mecburiyeta exlaqî ya ku di mijara îtaatkirina Peyva Wî, pêkanîna tiştên ku dixwaze û pesndayîna Wî de li gorî xwe biryar bidin, da wan.
MILYAKETÊN BIBIRIQÎ
Hebûna ruhî ya herî xurt ku xwedî îmtiyaza herî mezin e wekî Lusifer hat binavkirin, wateya navê wî “yê dibiriqe” 1 bû. Ev milyaketê ku bi çirsçirsokî dibiriqî “di bêqusûriyê de mînak bû, zanatî û bedewiya wî bêkêmasî bû.” (Hezekiel 28:12)
Digel ku Xweda hemû hûrguliyan diyar nekiriye, em dizanin ku xerabî û qusûrî cara yekem bi hebûna vî milyaketê nuwaze ket vê gerdûnê.
Em tiştên ku Xweda der heqê Lusifer de nivisiye bixwînin:
“Tu ji roja ku hatî afirandin heya ku xirabî bi te de xuya bû, bêqusûr bû!... Ji ber bedewiya te dilê te bi fêzê hat pêçandin…Lewre te ji dilê xwe re wiha got:
‘Ez ê derkevim ser esmanan,
Ez ê textê xwe ji stêrkên Xweda jortir deynim,Li çiyayên ku Îlah kom bûne,
Ez ê li gopika Safonê rûnim.
Ez ê derkevim ser ewran.
Ez ê xwe bi Raserê Raseran re wekhev bikim’ ”
(Hezekiel 28:15,17; Yeşaya 14:13-14)
Li şûna ku pesna Xwedê bide û jê re îtaat bike, Lusifer pênc caran got “Ez ê çêkim, ez ê bibim!”Lusifer dixwest xwe bi Raserê Raseran re wekhev bikira.
Bedewî û jîrayiya ku jê re hatibû dayîn çavên wî kor kirin û ji bîr kir ka tiştên ku xwediyê ye KÊ da wî. Ev hebûna ku milyaket e, fikirî ku ji Xweda zanatir e û bixwe xwe xapand. Ji artêşa milyaketan xwest ku li şûna Afirînerê wan ku ew tenê layiqê pesndan û perestinê ye, pesna wî bidin.
Lusifer di heman demê de ji bo ku tevlî serhildana wî ya li hemberî Xwedê bibin, yek ji sêmilyaketên cinetê îqna kir û tevlî xwe kir. 2 Bi vî awayî, milyaketê ku dibiriqe wisa sêwirand ku serweriya Xweda hilweşîne û rûne ser textê cinetê. Guneh ketibû nav gerdûna Xwedê.
GUNEH ÇI YE?
Nivîsên Pîroz gunehê ji me re wiha rave dike.
- “Yê ku guneh dike, li dijî zagonê tê.” (Yuhannayê 1., 3:4)
- “Her xerabî guneh e.” (Yuhannayê 1., 5:17)
- “Guneh ew e ku mirov tişta baş bizanibe lê neke.” (Yaqûb 4:17)
- “Guneh hemû çavbirçîtî derxistin.” (Romayî 7:8)
- “Guneh ji mezinahiya Xweda pêmanmayîn e.” (Romayî 3:23)
“Mezinahiya Xwedê” safîtiya mutleq û nuwazebûna paqij a Xweda dide nîşan. “Bêpar mayîn” lêneketina “navenda hedefê” ya ku li ser hedefa rastiya nuwaze ye.
Guneh ew e ku bi xwezaya pîroz û daxwaza Xwedê re lihevhatin, lê di mijara jiyîna wê de serneketîbûn e.
Bi wateya xwe ya xwerû, guneh, hebûneke bêdawî ya wekî milyaket an jî mirov, li şûna ku rêya Xwedê bilind bike û bişopîne, xwe bilind dike û “vegerîna ser rêya xwe” hildibijêre. (Yeşaya 53:6)
Bêyî Xwedê fikirîn an jî tevgerîn guneh e.
Rêya ku Lusîfer û milyaketên ku jê hez dikirin ev bû. Li şûna ku girêdayî afirînerê xwe bibin, di dilê xwe de tevlî fêzê bûn û vegeriyan ser riya xwe.
“Reb ji wî kesî ku dilê wî bi fêzê re girêdayîye, dikerixe, bizanibin ku kesên wisa bê ceza namînin.” (Wêcîzeyên Silêman 16:5)
Kerixîn peyveke xwedî wateyeke pir xurt e; wateyên wekî “objeyeke nefretê, çalakiyeke kerixîner, pîsîtî an jî putperestî” dihewîne. Xweda ji fêza egoîstîk nefret dike. Lewre ev guneh e.
Di Huzûra Xwedê de destûra ji gunehê re, rewşeke ji bizava we ya kerixîner a ku hûn li mala xwe cendekê berazekî yê rizî bibînin bêmirztir e. Çawa ku ez dilopeke jehra di nav çaya xwe nikarim qebûl bikim, bi heman awayî Xweda jî qet guneh qebûl nake.
Çima em nikarin li mala xwe cesedeke rizî, bêhngirtî an jî di çaya xwe de dilopeke jehrê qebûl nakin?
Tiştên wisa ne li gorî xwezaya me ye.
Guneh jî ne li gorî xwezaya Xwedê ye; wî qebûl nake.
“Ya REB, Xwedayê min ê Pîroz! Ne Tu yî ku ji mêjveyî ve heyî? …çavên Te ew qas safî ne ku nikarin li xirabiyê binêrin, tu nikarî li neheqiyê bigîrî.” (Habakkuk 1:12-13)
ŞEYTAN, CIN Û DOJEH
Ji ber ku Lusîfer xwest bilindahiya Xwedê bidize û karbidestiya Wî bişêlîne, Xweda ew û milyaketên ku xwestin bi wî re bibin ji cihê xwe yê herî bilind der kir. Navê Lusîfer bi Şeytan, Şeytan, ya ku tê wateya “dijmin” hat guhertin. Di heman demê de wekî Îblîs ku tê wateya “tawanker” jî tê zanîn. Milyaketên ketî wekî ruhên xirab an jî wekî cin têne zanîn; peyva cinê tê wateya “yênkudizanin”.
Şeytan û cinên wî dizanin ka Xwedê kî ye û li ber Wî diricifin, lê dîsa jî ji destê wan çi tê dikin ji bo ku Wî têk bibin.
Lê belê, wê tu car nekarin zora Wî bibin.
Nivîsên Pîroz, pêş agahiyên ku dibêjin dê di roja ku berê hatiye diyarkirin de Şeytan û cinên Wî bêne avêtin “Agirêvenamire ku ji bo Îblîs û milyaketên wî hatiye amadekirin” (Matta 25:41), dihewîne. Ev “agirê bêdawî” ku qala wî tê kirin, cihekî rast e ku her tiştên ku bi xwezaya Xwedê re li hev nayên, dê ji hêla Xwedê ve heya bêdawiyê bêne avêtin.
Di Peymana Nû ya Grekî, yek ji navên cihê ku Şeytan û alîgirên wî bêne avêtin ‘gehenna’ ye, bi gelemperî wekî “cehenem” tê wergerandin. 3 Yek bi yek wateya vê peyvê “sergoyek ku dişewite” ye.
Li Senegalê, nêzî cihê ku min û hevsera min, me zarokên xwe gihandin, sergoyek hebû ku mirov çop û bermayiyên xwe diavêtin. Kesên ku li derdor rûdiniştin ji ber bêhna wê ew dişewitandin, ev jî dibû sedem ku dûyê tund ê ku mirov dixeniqîne derdiket. Mirov tiştên ku bêqîmet didîtin diavêtin nav vî agîrê ku nermenerm dişewitî.
Dojeh (cehenem) cureyeke ‘sergo’ ye ku kesên bi gunehê xwe re dimirin di nav wê de têne sekinandin. Rojekê Şeytan, cinên wî û kesên ku li dojehê dimînin dê li cihê darazê bêne avêtin, yê ku wekî gola agir û zirnîxê tê binavkirin. 4
Dê guneh nekare gerdûna Xwedê heya bêdawiyê qirêj bike.
ARMANCA ŞEYTÊN
Ku em li Şeytan û cinên wî binêrin, ew hê ne di gola êgir de ne. Li dinyaya me de ne û vala nasekinin. Nivîsên Pîroz, Şeytên wiha diyar dike: “serwerê hikumraniya hewayê, ango, ruhê serdest ê ku nihali ser mirovên ku bi gurê nakin.” (Efesî 2:2)
Digel hêza Şeytên, girîng e ku mirov fam bike ku ne xwedî hemû hêzan e. Ew hebûnekî hatiye afirandin e û ketiye. Şeytan tu car nikare bibe gavberê REB. Şeytên wekî “xwedayê vê demê” jî tê binavkirin. Armanca wî ew e ku bi nasîna Xwedê de ji mirovan re bibe asteng û nehêle armanca wan a afirandinê bipejirînin.
“Mizginiya (xebera baş a Xwedê ya der heqê rizgariyê de) ku me belav kiriye ku pêçayî ye, ji bo wan kesên ku mehf bûne, pêçayî ye. Ji bo ku roniya Mizginiyê li ser bêîmanan hilneyê, îlahê vê demê hişê wan kor kiriye.” (Korintiyên 2., 4:3-4)
Armanca Şeytên çi ye? Ew dixwaze hişê mirovan kor bike û ji mirovan re dibe asteng ku peyamên Xwedê seh nekin û jê bawer nekin. Şeytan di êrîşê de ye bi Xwedê re. Ev êrîşeke wisa ye ku dê Şeytan nekare têk bibe, lê ew dîsa jî çi destê wî tê dike ji bo ku gelek mirovan jî bi xwe re beraliyê mehfbûnê ve bibe. Û hêvî dike ku hûn jî di nav van kesên ku dê mehvbibin, bin.
Ji ber ku Şeytan dizane Adem û Hewa ji bo bilindahî û zewqa Xwedê hatine afirandin, xwest ku hevaltiya navbera Xwedê û mirov de xera bike. REB Xwedayê ku “nehêniyên dilan dizane” (Mezmûr 44:21), bêguman plana Şeytên û tiştên ku dikira pêk bihata, dizanîbû.
Plana Xwedê jî hebû.
YEK FERMAN
Xwedê ew azadî da mirov ku bila hezkirin an nekirin, pesndan an nedan, îtaatkirin an nekirina Xwedê bixwe hilbijêre. Hezkirina rastî bi zorî nabe an jî ji berê de nayê plankirin. Hezkirin hiş, dil û îradeya yekê werdigîre. Digel rastiya ku Xweda li ser gerdûna ku afirandiye Qralê Serwer e, bi heman awayî rast e ku Xweda mirov berpirsiyar kiriye, ji bo ku der heqê mijarekê ku bandora wê heya bêdawiyê berdewam dike de hilbijartinek bike.
Xweda hê jin neafirandibû, ji mêr re fermanek da. Ji ber ku dê Adem bûya serê nifşa mirov, Xweda ceribandinek danî li ber wî.
REB Xweda, ji bo ku xwedî li baxçeyê Aden derkeve û ew biçîne, Adem danî wir. Jê re ferman da ‘Li baxçê kîjan fêkîya darê dixwazî, dikarî bixwî.’ ‘Lê ji dara zanîna başî û xirabiyê nexwe, lewre roja ku tu wan bixwî tu yê teqez bimirî.’ (Afirîn 2:16-17)
Bala xwe bidin fermanên hêsan ên Xwedê. Adem dikarîbû ji xeynî darekê, li baxçê bi awayekî azad ji hemû fêkiyên bitam ên her darekê bixwara. Xweda ji berê de ji Adem re got ku îtaat neke dê çi bibe. “Ku tu ji wê bixwî tu yê teqez bimirî.”
Derketina derveyî vê xêzê, dê li dijî zagonê bûya; li dijî zagonê hatin, îfadekirina din a peyva gunehê ye.
Wekî Lusîfer, serîhildana li hemberî REBê gerdûnê, dê bi pirsgirêkên cidî bi dawî bûya.
Mirovê pêşîn, digel ku nuwaze bû, di kamilbûnê de ne nuwaze bû. Bi vê yek fermanê re, ji mirov re ew derfet hatibû dayîn ku bila bi têkiliya xwe ya bi Xwedê re mezin bibe. Xwedê ji Adem xwest ku bila bi dilekî hezkirin û spasdarî jê re îtaat bike. Ku tiştên ku Xwedê ji Adem kirine bê li ber çavan, dê bê bîra mîrov ku îtaatkirina Adem pir hêsan e.
Bifikirin! Xweda ji Adem re beden, can û ruhek dabû. Ji wî re ew berbijariya hisandina xwezaya dilovan û pîroz a Afirînerê wî da û ew bi bereket kir. Ew xist baxçeyeke bihişmet û ji wî re her tişta baş a ku tê bîra mirov da ku jiyana wî kêfxweş û têr bike. Xweda di heman demê de ji wî re azadî û zerengî da ku bila hilbijartinên ku tê de berpirsiyarî hene bipejirîne. Ji Adem re hevsereke şêrîn da û çavdêrî û telbeya dinyaya ku afirand da Adem û hevsera wî. Di nav van de ya herî baş jî ew bû ku REB Bixwe ji bo ku bi Adem û Hewa re bimeşe û biaxive hat baxçê. Xwedê ji wan re ew derfet da ku bila Afirîner-Xwedayê xwe ji nêzîk de nas bikin. Dinya, dinyayeke nuwaze bû.
Pişre rojekê, mar derket holê.
“XWEDA BI RASTÎ JÎ GOT?”
Di dîroka mirov de bûyera herî trajîk û bandorker di beşa sêyemîn a pirtûka Afirînê de hatiye qeydkirin.
Rojekê gava Hewa û Adem li cem dara qedexekirî sekinîne, Şeytan di şeklê marekî de xuya bû ji wan re. Em dizanin ev mar Şeytan e, lewre piştre Nivîsên Pîroz ew wekî “Îblîs an jî Şeytan, wî marê kevn ku hemû dinyayê ji rê derxist” (Wehî 12:9) diyar dike.
Çawa ku planeke Xwedê heye ji bo mirovahiyê, bi heman awayî planeke Şeytên jî heye ji bo mirovahiyê.
“Ji heyvanên kûvî yên ku Xweda afirandin, yê herî xasûk mar bû. Mar ji jinê pirs kir: ‘Bi rastî jî Xwedêgot ‘Fêkiyên tu darên baxçê nexwin.’ ?” (Afirîn 3:1)
Şeytên xwest bi jinê re biaxive, ne bi mêr re. We bihîst tişta pêşîn ku ji Hewa re got çi ye?
“Xweda bi rastî jî… got?”
Şeytên xwest ku bila Hewa ji peyvaXwedê bawer neke. Armanca wî bû ku bila Hewa zanatî û karbidestiya Xwedê vepirse. Tişta ku wî gava Lusîfer bû kir, xwest bila Hewa jî bike û ji Afirînerê xwe re meydan bike. Şeytan ji wê rojê ve li hemberî rastiyê şer dike, lewre rastî wî biçûk dixe û bêhêz dike. Çawa ku ronî tarîtiyê wenda dike, Peyva Xwedê jî bi heman awayî derewa Şeytên wenda dike.
Şeytan di heman demê de bi teşwîqkirina Hewa ku ji qenciyaXwedê bikeve şikê, êrîşê karaktera Xwedê jî kir.
“Bi rastî jî Xwedê got ‘Fêkiyên tu darên baxçê nexwin.’ ?”
Şeytan bi Adem û Hewa re wisa axivî, çawa ku Xwedayê comerd ku ji wan re jiyan û ji xeynî darekê azadiya xwarina ji fêkiyên hemû daran daye, dixwaze başiya dawînî ji wan texsîr bike. Bi vî awayî peyva Xwedê berevajî kir.
“HÛN TEQEZ NAMIRIN!”
“Jin bersiva mar wiha da, ‘Em dikarin ji fêkiyên darên baxçê bixwin”. Lê Xweda got ‘Fêkiya dara ku li navenda baxçê ye nexwin, naxwe hûn ê bimirin.’ Mar got, ‘Hûn teqez namirin’. Lewre Xweda dizane, ku hûn fêkiya wê darê bixwin dê çavên we vebin, hûn bi zanîna başî û xirabiyê bibin wekî Xweda.” (Afirîn 3:2-5)
Şeytên tenê nedixwest bila Hewa ji peyv û başitiya Xwedê bikeve şikê, armanca wî ew bû ku bila jirastiyaXwedê jî biketa şikê; ku Hewa ji fêkiya qedexe bixwara, dixwest bifikire ku dê Xweda bi rastî cezayê mirinê ya ku dê bidaya Hewa, pêk neaniya.
Lê Xweda bi awayekî zelal diyar kiribû:
“Roja ku te ew xwar tu yê teqez bimirî!” (Afirîn 2:17)
Şeytên bi gotina xwe ya “Hûn teqez namirin!”, peyva Xwedê înkar kir.
Rêbaza bingeh a Şeytên neguheriye. Dê hê jî peyama Xwedê berevajî û înkar bike. Dixwaze ku em ji Peyv, başitî û rastiya Xwedê bikevin şikê.
Şeytan dixwaze em jê bawer bikin ku pêbawerî bi Xwedê nayê û Ew bi rastî ne yekî ku dibêje ye.
ŞEYTAN PIR OLDAR E
Şeytan ji dînê zêde hez dike. Ji ber vê ye ku îro li ser dinê ji deh hezaran zêdetir dîn hene. Bala xwe bidin ka gava Şeytan ji Hewa re dibêje “Xwedadizane, ku hûn fêkiya darê bixwin dê çavên we vebin” çawa Peyva Xwedê berevajî dike.
Şeytan pir hez dike ku teqlîda Yê ku Hêza Wî Têra Her Tiştê dike, bike. Pir jêhatî ye gava rastiya Xwedê hildide û bi derewên xwe re tevlihev dike. Teqlîtkarekî ku rêgezên ji hev cuda girêdayî hev dike ye û rûreş e. Di sîstemên baweriyên herî ecêb ên dinyayê de jî der heqê rastiyê de qerîne hene. Ev qerîneyên der heqê rastiyê de ne ku van sîstemên baweriyê têxin wê rewşê ku bawerî pê bê. Wecîzeyeke Ereban ji vê rewşa ku tê qalkirin re dibe mînakeke baş: “Hişyar bibin: hin derewker rastiyê dibêjin!”
Şeytên di ceribandina xwe ya destpêkirina dîneke sexte de, ji Hewa re got: “Hûn ê bi zanîna başî û xirabî re bibin wekî Xweda”. Şeytên gava ji Hewa re got, “Hûn ê bibin wekî Xweda”, derew kirin, lewre yê ku guneh dike ne wekî Xweda ye, wekî Şeytan e ku dixwaze karbidestiya Xweda bi dest bixe. Lê dîsa jî gava Şeytên got “Hûn ê başî û xirabiyê bizanibin” rastiyê got, lê ji wan re behsa xemgînî, bêhntengî û mirinê ku dê hevaltiya vê agahiyê bike, nekir.
Bala xwe bidinê ku gava Şeytan behsa Xwedê dike, tenê bi gelemperî peyva Xwedê bi kar tîne. Ku hûn wisa têgihijin ku Xweda pir dûr e û nasîna Wî ne mimkun e, baweriya we ya ji yek Xwedê re Şeytên kêfxweş dike.
“Tu jê bawer dikî ku Xweda yek e, tu baş dikî. Cin jî ji vê bawer dikin û diricifin!” (Yaqûb 2:19)
Hemû şeytan û cin monoteîst in ku li ber Yê ku Hêza Wî Têra Her Tiştê Dike diricifin. Ev rastî dê li çend beşên din bi awayekî metelhiştî bê diyarkirin. Şeytan û milyaketên Wî yên ketî dizanin tenê Xwedayekî heye û ji Wî çawa nefret dikin!
Ew naxwazin hûn Afirîner-Xwedayê xwe nas bikin, jê hez bikin, Wî biperêsin û jê re îtaat bikin.
HILBIJARTIN
Ew dem hatibû ku Adem û Hewa di navbera peyva Xwedayê xwe yê dilovan û ya dijminê xwe yê sereke hilbijartinekê bike.
Formula ku serkeftinê pêk dianî diyar bû: Baweriya xwe bi zanatiya Afirînerê xwe bîne! Çi formuleke hêsan! Tişta ku divabû Adem û Hewa bikin, bi dubarekirina Peyva nexelitî ya Xweda “Reb ji me re ferman kir ku “Hûn ê ji dara zanîna başî û xirabiyê nexwin’ bigotana. Em ê fêkiya vê darê nexwin! Xal.”
“Jinê dît ku dar xweşik e, fêkiya wê ji bo xwarinê ye û ji bo zanatiyê balkêş e. Fêkî jê kir û xwar. Da mêrê xwe, wî jî xwar.” (Afirîn 3:6)
Jinê fêkî xwar. Mêr fêkî xwar.
Li şûna ku sitûyê xwe li ber peyv û daxwaza Afirînerê wan ê dilovan û Pîroz bitewînin, sitûyê xwe li ber dijminê Xwedê tewandn. Ketin herêma qedexe û li dijî zagonê hatin.
Çawa ku Adem fêkiya qedexe tam kir, encamên nişkav derketin.
“Çavên her duyan jî vebûn. Fam kirin ku tazî ne. Ji ber vê bi pelên hejîran ji xwe re bersing dirûtin. Bi vî awayî, di hênikahiya rojê de dengê REB Xwedayê ku li baxçê dimeşiya bihîstin. Ji Wî reviyan û xwe di nav daran de veşartin.” (Afirîn 3:7-8)
Bala xwe bidin guherînê. Gava REB hat dîtina wan, li şûna kêfxweşiyê, tirsiyan û fedî kirin.
Ev hebûnên ku bi Xwedê re di têkiliyeke nêzîk de bûn, ji ber çi bibûn kesên ku dixwazin ji Rebê xwe yê dilovan birevin? Çi ji wan re dida fikirîn ku dikarîbûn ji Xwedayê ku dikare her tiştê bibîne, xwe veşêrin? Dê-bavê me yê pêşîn çima hewcedariyek wisa dîtibûn ku bedenên xwe bi pelan bipêçin?
Lewre guneh kiribûn.
1. “Ya stêrka biriqî (Lusîfer), kurê berbanê! Tu çawa ketîji esmanan! Ya yê ku ji ser neteweyan derbas dibe, tu çawa li erdê ketî!” (Yeşaya 14:12). Di vê ayetê de navê “Lusîfer”ê tê wateya “hilgirê roniyê” û di metna Îbrankî de tune ye. Peyva Îbrankî ya helel ya ku tê wateya “yê dibiriqe”, wergereke Latînî ye. Yeşaya 14 û Hezekiel 28 ji me re mînaka zagona şîroveya duhêl dide. Ev beş, di xuyanga de qralên erdîn nîşan didin. Yeşaya dema ji “Qralê Babîlê” behs dike, Hezekiel “Prensê Sûrê” dinivîse. Dîsa jî biwêjên ku di her du beşan de ne jî, tenê ji bo mirovan nayê sepandin. Dema di bin roniya ayetên din xebatek tê kirin (Lûka 10:18; Eyûb 1:6-12); Wehî 12:10; Petrûsê 1., 5:8 hwd) tê famkirin ku ev beş şîroveyên der heqê ketina Şeytên de ne – bandor û kesê pêşkar ê ku li pişt van qralên xirab e.
2. Wehî 12:4
3. Matta 10:28; 23:33; Markos 9:43-48
4. Wehî 20:10-15