9 |
TU KES NAŞIBE WÎ |
“Xwedayê we Reb…Xwedayê mezin, xurt, biheybet e.” Mûsa Pêxember (Dubareya Zagonê 10:17) |
HIŞYARÎ: Ev asta din a rêwîtiyê, dê rêwiyan ji cihê wan ê rihet derxe. Dê hiş bi vekêşandinê dirêj bibin û dê dil bêne kontrolkirin. Lê digel her tiştê, kesên ku vê beşa rêwîtiyê bi awayekî serkeftî biqedînin, dê li hemberî meydankirinên din ên ku dê bên beriya wan xwedî arastekek mezin bin.
XWEDA, XWEDA YE
Piraniya me baweriya ‘Xweda ji têgihiştina me ya xwezayî pir mezintir e’ , hevpar dike.
Niha ev jidiliya baweriya me dike bê kontrolkirin.
Li roja şeşemîn a afirînê, Xweda piştî ku afirîna qraltiya heywanan qedand, wiha got: “Em mirovê bi xuyanga xwe, mîna xwe biafirînin.” (Afirîn 1:26)
Em ê li beşa din, li ser hin riyên ku der heqê mêr û jina ewil de ku ji bo xweza û şibandina Xweda bidin hisandin hatine afirandin, kûr bifikirin. Lê em ê beriya vê li ser pirseke din a ku divê bê bersivîn, bisekinin.
Xweda Yek e, naxwe çima got “Em biafirînin”? Çima negot “Ez ê mirovê di xuyangaxwe de, mîna xwe biafirînim”? Çima Xweda carinan der heqê xwe de bi peyvên wekî Ji Me Re, Yê Me û Em diaxive? 1
Hin kes dibêjin peyvên Yê Me û Em ên ku Xweda bi kar tîne, wekî qralekî ku gava qala xwe dike dibêje “em”, nasnaveke mirêsî ku xwediyê ye, îfade dike. Rast e ku Xweda der heqê hêz û îhtişamê de xwedî heybeteke ku nayê hevberkirin e, lê rêzimanê Îbrankî, der heqê ravekirina “cînavka kesê pirjimar” ku “nasnava mezinahiyê” diyar dike de, bingeheke qewî pêşkêşî me nake.
Yên din jî, gava Xweda dibêje “Em mirovê mîna xwe biafirînin”, digel ku di metnê de ji milyaketan behs nake û însan mîna milyaketan nehatiye afirandin, wisa bawer dikin ku Xweda xîtabê milyaketan dike.
Dema Nivîsên Pîroz ji rêzê bê xwendin û rêziman bê lêkolînkirin, em ê bi awayekî zelal bibînin ku Xwe bi pirjimarî lê dîsa jî bi uslûbeke yekjimarî diyar dike.
PIRJIMAR: “Xweda got em mirovê mîna xwe biafirînin.”
YEKJIMAR: “Bi vî awayî Xweda mirovê di xuyanga xwe de afirand.” (Afirîn 1:26-27)
Ravekirina Xwedê ya der heqê Xwe de hem pirjimarî hem jî yekjimarî, bi nasnameya niha û ya her demê re li hev tê.
Ravekirina Xwedê ya der heqê Xwe de hem pirjimarî hem jî yekjimarî, bi nasnameya Wî ya niha û ya her demê re li hev tê.
Tevlihevî û nuwazebûna yekbûna Xweda, rastiyeke ji diyarkirina serobero û serkî ya gelek kesan a der heqê peyva “yek”ê wêdetir e. Yê Bêsînor, dê nekeve qaliba têgihîna mirov.
Xweda, xweda ye.
“Ji berê heya bêdawiyê, Xweda Tu yî.” (Mezmûr 90:2)
TEKÎTIYA XWEDÊ YA TEVLIHEV
Pirtûka Xweda bi van peyvan dest pê dike:
“Di serî de Xweda (Elohim – navê nêr ê pirjimar)… afirand (kêşandina lêkera yekjimar)… Ruhê Xwedê li ser avê pêl dida. Piştre Xwedafermanda ku ‘bila ronî çêbe’ û ronî çêbû.” 2
XWEDA, her tiştê bi Peyv û Ruhê xwe afirand.
“Esman bi peyva Reb û cismên asîmanî bi hilma ku ji devê Wî derket, hatin afirandin.” (Mezmûr 33:6)
PEYVA XWEDÊ
Nivîsên Pîroz, ji her kesê ku dixwazin der heqê Afirînerê yekbûyî de xwedî agahiyê bibin re, agahiyeke fireh dide. Mînak: Mizgîniya Yuhanna bi van peyvan dest pê dike:
“Ewil Peyv da.
Peyv bi Xwedê re bû,
Û Peyv Xwedê bû.
Ew, bi Xwedê re bû,
Her tişt bi navbeynkariyaWî çêbû…” (Yuhanna 1:1-3)
Wekî ku me li beşa berê jî lêkolîn kir, “Peyv” îfadeya derveyî ya ramanên hundirîn ên Xwedê ye. Çawa ku hûn bi fikr û peyvên xwe re yek kes in, Xweda jî bi heman awayî bi Peyva Xwe re Yek e. “Peyv”, hem wekî “Bi Xwedê re” (Ji Wî cuda) hem jî wekî “Xweda” (Bi Wî re) tê daxuyankirin.
Di heman demê de, dê baş be ku em li cînavkên kesane yên “Ew” û “Bi Wî re” binêrin, gava ji “Peyvê” re îşaret dikin.
RUHÊ WÎ
REB çawa Peyva Xwedê cuda û bi awayekî kesane bi nav dike, Ruhê Xwe jî bi heman awayî cuda û kesane bi nav dike.
“Dema Ruhê Xwe dişînî çêdibin,
Û Tu jiyan didî cîhanê.” (Mezmûr 104:30)
“Esman bi hilma Wî vedibin.” (Mezmûr 26:13)
“Ez dikarim biçim ku ji RuhêTe?
Dikarim birevimku ji huzûra Te?” (Mezmûr 139:7)
“RuhêPîroz… Ew ê her tiştê hînê we bike.” (Yuhanna 14:26)
RuhêPîroz (yê ku fermanên Peyvê pêk tîne) jî wekî Peyvê (çawa ku bi alîkariya Peyvê afirîn pêk hat) bi Xwedê re bi awayekî nuwaze Yek e.
XWEDA MEZIN E
Pirsgirêka piraniya tekperestan (monoteîst) di mijara qebûlkirina parçeyeke hilbijartî ya yek ji duayên Qral Dawud ku hatine qeydkirin de, tune ye: “Tu Mezin î, Ya Rebê Serwer. Yekê mîna te tune ye, ji xeynî te Xweda jî tune ye! Me ev bi guhêxwe bihîst.” (Samuelê 2., 7:22)
Lê gelek kesên ku di pejirandina rastiya “Xweda Mezin e! Xweda Xweda ye, mîna Wî tune ye!” de pir zû kirine, di mijara redkirina ravekirina Xwedê ya der heqê xwezaya Wî ya pirjimar lê dîsa jî yekjimar de, bi heman awayî pir zû tevdigerin.
Li gorî “Mîna Wî tune ye”, Yê ku Hêza Wî Têra Her Tiştê Dike, ku rave bike bêje, Ew ji têgihiştina xeyala me ya xwezayî mezintir û tevlihevtir e, divê em matmayî bimînin? Xweda israr dike ku em der heqê Wî de bi ramanên rast bifikirin.
“Te ez wekî xwe hesibandim; ez pê te de dikim!” (Mezmûr 50:21)
XWEDA YEK E
Yahudiyên Ortodoks duayekî ku di Îbrankî de wekî Şema tê zanîn, birêkûpêk dubare dikin; ev peyv vê îfadeyê diyar dike. “Adonay Eloheynu, adonay ehad,” wateya wê wiha ye: “Xwedayê me Reb e, Reb Yek e.” Ev dua ji Tewratê hatiye girtin: “guhdarî bike (Şema) ya Îsraîl! Xwedayê me REB (YHWH) yek (ehad) Reb e!” (Dubareya Zagonê 6:4)
Peyva ku yekbûna Xweda diyar dike “ehad” e. Ev peyv pi gelemperî mîna gûşiyekî tiriyê, ji bo yekîtiyeke piralî diyar bike, tê bikaranîn. Li beşên din ên Nivîsên Pîroz, ehad wekî “yekîtiyek”e ku fermandar û leşkerên xwe îşaret dike, tê wergerandin. 3 Li beşa din gava mêrê yekemîn bi jina xwe re dibe ehad, ango gava tê diyarkirin ku bûne “yek beden” (Afirîn 2:24) dê dîsa derkeve holê. Dema em li ayetên din ên ku ev heman peyva Îbrankî hatiye bikaranîn dinêrin, xuya dibe ku ev peyva ku ji bo yekbûna Xwedê hatiye diyarkirin, heyînên ji yekê zêdetir jî dihewîne.
Di Peymana Kevn de gelek ayet hene ku yekîtiya Xwedê ya pirjimar tuwanc dike û dipejirîne. 4 Em der heqê vê mijarê de mînakek bidin:
“Ji serî de. Ez li wir im. RebêSerwer niha Min û Ruhê xwe dişîne.” (Yeşaya 48:16)
“RebêSerwer” kî ye?
“Ruhê” Wî kî ye?
“Min” ê ku ji hêla “Ez” û “Reb Xweda û Ruhê Wî” hatiye şandin, kî ye?
Ev pirs ku li ser rêya me ya Nivîsên Pîroz bêne fikirîn, dê bi awayekî zelal bêne bersivandin.
SÊ-YEKÎTİYA KU ME PEJIRANDIYE
Peyva “yekîtî”yê ku bi Îngîlîzî bi kar tînin, ji peyva unusê Latînî tê, wateya wê “yek” e. Gelek kes digel ku têgîna der heqê Xwedê ya sê-yekîtiyek bêdawî ye red dikin, tenê hin kes dikarin di yekê de-sê yekîtî yê ku di jiyana me ya rojane de ye, înkar bikin.
Mînak, têgîna demê bi diyardeyên paşeroj, niha û pêşeroj re cureyeke yekîtiya sêmend teşe dike.
Fezaya ku bilindî, dirêjayî û firehîyê dihundirîne, mînakek din e.
Mirovek pêkhênanek e ku ji ruh, can û bedenê pêk tê.
Di heman demê de roj(tav) jî yekîtiyeke sêmend e. Tevî ku rûzemîn xwedî yek tavê ye, em vê
hebûnaesmênwekîtav,
roniya wê wekî tav
û germahiya wê jî wekî tav bi nav dikin.
Ev rewş tê wateya ku sê tav hene? Na. Tav ne sê heb e, yek e. Di navbera yek an jî yekîtiya sêmendbûna rojê de tu nakokî tune ye. Çawa ku roniya rojê û germahiya wê ji rojê derdikeve, bi heman awayî peyva Xwedê û Ruhê Xwedê jî ji Xwedê derdikeve. Lê wekî rojê ku yek e, ew jî yek in.
Bê şik, hemû mînakên erdîn ku ji bo ravekirina yekbûyiya Xwedê tên dayîn, dê bi temamî têrê nekin. Xweda Hebûnekî ye ku naşibe roje, kesane, dilovan û tê zanîn e. Lê dîsa jî ev hemû mînakên wisa ji bo ku di afirînê de hebûna yekîtiya sêmendiyan û fikra piraniya Afirîner raserê ên ku Aferideyên xwe ne qebûl dikin, divê me beralî bingeheke gelemperî bikin.
“Yê ku mal çêdike, ji malê zêdetir rêz digire. Lewre çêkerê her malekê heye, çêkerê her tiştê jî Xweda ye.” (Îbranî 3:3-4)
Ger afirîna Xweda bi yekîtiyên yekbûyî re dagirtî ye, divê me matmayî bihêle ku Xwedê Bixwe yekîtiyek yekbûyî ye. Ger em digel hemû agahiyên ku em xwedî ne, em nekaribin dinyaya ku em lê dijîn diyar bikin, em ê çawa Yê ku vê dinyayê afirandiye diyar bikin?
Xweda Xweda ye.
“Hûn dikarin sirên (tiştên ku nayên zanîn) kûr ên Xwedê fam bikin? Hûn dikarin bigihîjin sînora Yê ku Hêza Wî Têra Her Tiştî dike? Ew bi qasî asîmanan bilind in, dikarî çi bikî? Ji warên miriyan kûrtir in – tu yê çawa fam bikî? Pîvanên wan ji rûzemînê dirêjtir, ji deryayê firehtir in.” (Eyûb 11:7-9)
Gava em li ser sirên Xwedê lêkolînê bikin, em ê xwedî îmtiyazeke bibin; em ê yek ji taybetiyên nuwaze ya xwezaya Wî ya bêdawî keşf bikin û em ê biceribînin.
“Xweda hezkirin e.” (Yuhannayê 1., 4:8)
XWEDA JI KÊ HEZ KIR?
Hezkirina Xweda hezkirineke wisa ye ku ji dilê Bav diherike û hezkirinek e ku xwe bi riyên pratîk îfade dike ûew qas kûr e ku nayê famkirin. 5 Ji ber ku Xweda hezkirin e, hezkirina Wî ne girêdayî wê şert û mercê ye ku, kesê ku jê hezdike bila yekî ku jê tê hezkirin be.
“Bavê me ji me ew qas hezdike ku, ji me re ‘zarokên Xwedê’ tê gotin.” (Yuhannayê 1., 3:1)
Li vir xaleke heye ku divê li ser bê fikirîn. Ji bo hezkirinê, wergirek hewce ye. Ez tenê nikarim bêjim “hez dikim”, lê ez dikarim bêjim “ji hevsera xwe hez dikim, ji zarokên xwe, ji cîranên xwe hez dikim”.
Ji bo hezkirinê divê objeyek hebe.
Naxwe Xweda wekî objeyên hezkirina Xwe, beriya ku hebûnên zindî yên taybet afirand, ji kê hez kir? Pêdiviya Wî bi afirandina milyaket û mirovan hebû? Na. Afirînerê me têra xwe dike. Wî hebûnên ruhî û mirovan ji bo ku pêdiviya wî bi wan hebû neafirand, ji ber ku wan dixwest ew afirandin. Li vir, ev cudahiya ku tê qalkirin, girîng e.
Wekî ku em berê jî hîn bûn, Xweda diaxive.
Axaftin tenê dikare di nav şert û derdora têkiliyekê, bi awayekî watedar hebe. Beriya ku milyaket û mirov afirandin, Xwedê bi kê re axivî? Ji bo ku Peyva Yekî fam bike, pêdiviya Wî hebû ku hebûnên din jî biafirîne? Na, hemû “tiştên” ku pêdiviya Xwedê pê heye, di nav Wî Bixwe de ne. Pêdiviya Wî bi tiştekê tune ye. Xweda têra xwe dike û bi xwe re tatmîn dibe. Lê dîsa jî di xwezaya Wî de parçeyek wisa heye ku, dixwaze biaxive û bi Wî re biaxivin, dixwaze hez bike û bê hezkirin.
Ev rastî me beraliyê rastiyeke din dike: bi Xweda re têkilî dikare bê dayîn.
Hezkirin û axaftin, tenê dikarin di nav şert û derdora têkiliyekê, bi awayekî watedar hebin. Xweda beriya ku hebûnên din afirandin, ji têkiliya kê ku pê re jiya, zewqê girt? Bersiva vê pirsê di nav yekîtiya yekbûyîna Xweda de ye.
Xwedayê me ku pê re têkilî dikare bê dayîn, di bêdawiyê de, beriya ku milyaket û mirov afirandin, zewqa têkiliya nêzîk a hezkirin û têkiliyê, di nav xwe de bi Peyva kesane û Ruhê xwe yê kesane re jiya.
QEŞARTINA TEBEQEYAN
Li hemberî ramanên kûr ên der heqê xwezaya sê-kes a pirjimar a Xweda, yekî ev posteya elektronîk şand:
Posteya Elektronîk | |
Xweda ji bo ku me bide zanîn ku yek û tenê ye, pêxember şandin. Naxwe hûn çima guh nadin peyva Wî û qebûl nakin? Hûn çima her tebeqayê wekî yek heb naynin cem hev lê hûn her tebeqeyê yek û yek diqeşêrin û ji wan re yek û yek nasname didin? |
Digel ku em nikarin tiştên ku divê der heqê Afirînerê me yê bêsînor de bê zanîn, em ê tu car tênegihîjin, dîsa jî Xweda ji ber ku di nivîsên pêxemberan de der heqê Xwe de gelek rastiyên mezin rave kiriye, ne hewce ye ku em ji bo famkirina van rastiyan bixebitin? Ger em der heqê Xweda de bifikirin, divê em vê bidîqat û bi awayekî paqij bikin. Piraniya me qebûl dike ku Xweda YEK e, lê ev XWEDAYÊ YEK der heqê Xwe de çi gotiye? “Gava em her tebeqeyê biqeşêrin” em ê di Nivîsên Pîroz de der heqê Wî de çi bibînin?
Dê Xwedayê kesane û pêbawer yê ku em ê Wî bi YEKbûna Peyv û Ruhê Wî bikaribin nas bikin, derkeve pêşiya me.
Xweda di mezinahiya xwe ya bêsînor de, xwe wekî Bav, Peyva xwe Kur, û Ruhê xwe wekî RuhêPîrozdiyar kiriye. Bav, Kur û Ruhê Pîroz, di nav Xwedayê yek û rast de sê cudahiyên kesane ne. Em niha li çend ayetan binêrin ku “qalika vê rastiyê diqeşêre”.
KURÊ XWEDA
Nivîsên Pîroz, Peyva ku di serî de bi Xweda re yek e, di heman demê de didin zanîn ku Xweda wekî “Kurê Xweda” yê yek û yekta tê binavkirin.
“Di serî de Peyv hebû û Peyv bi Xwedêre bû. Û Peyv Xweda bû… Tu carî tu kesî Xweda nedît. Yê ku di singê Bavo de ye û Kurê yekane ku Xweda ye, Ew da naskirin… Yê ku jê re îmanê dike, nayê darizandin, yê ku îman nake jî jixwe hatiye darizandin, lewre bi navê Kurê yekane yê Xweda îman nekiriye.” (Yuhanna 1:1,18;3:18)
Li Senegalê, mirov carinan ji bo îfadeya “Kurê Xweda” bersiva “Estaxfîrula!” didin. Ev peyva Erebî vê ramanê nîşan dide: “Xweda ji bo vê dijûna we, we efû bike!” (dijûnkirin dikare wekî “Heneka bi Xwedê re” bê diyarkirin.) Min ji bo peyvên wan wekî bersiv, ji wecîzeyek ku aîdê wan e hevokek got: “Divê hûn fam bikin ka şivan çima beriya ku difikîne, li devê xwe dide.” Kenîn û piştre min jî ji wan re wiha got: “ Beriya redkirina îfadeya ‘Kurê Xweda’, divê hûn li ser lêkolînê bikin ka Xweda der heqê vê de çi dibêje.”
Di nivîsên Pîroz de ji sedan zêdetir ayet hene ji bo îfadeya Kurê Xweda, ku rasterast wê nîşan didin. Lê dîsa jî ev ayet hem wekî hin kesên ku dixwazin vê îfadeyê şîrove bikin ku “ji yekê zêdetir Xweda heye” îma nakin û hem jî nadin zanîn ku “Xweda xwediyê hevser û kurekî ye”. Ramanekî wisa ne tenê dijûn e; di heman demê de tevgera req a der heqê Nivîsên Pîroz rave dike. 6
Xweda gazî me dike ku em wekî fikrên Wî bifikirin.
“Lewre çawa ku asîman ji erdê bilindtir e, riyên min jî ji riyên we, fikrên min jî ji fikrên we bilindtir in.” (Yeşaya 55:9)
Çend sal berê karsazekî navdar ê Senegalî, qeza kiribû û miribû. Rojnameyeke netewî ya Senegalê nivîsiye ku du hezar karkerên vî zilamî “wekî kurên wî” bûn û Wî wekî ewladekî mezin ê Senegalî bi nav kiribûn, û wisa pesna wî dabû. 7 Ev peyv dihatin wê wateyê ku têkiliya Senegalê bi jinekê re hebû û ji wê jinê kurekî wî çêbibû? Bêguman na! Tu pirsgirêka gelê Senegalê ku nasnavekî dabûn welatiyê xwe yê ku jê hez dikirin, tune bû. Fam dikirin ka îfadeya “Kurê Senegalî” dihat çi wateyê. Bi heman awayî dizanîbûn ka bi vê peyvê çi alaz nedikirin.
Îfadeya “Kur”ê bi çend awayê tê bikaranîn. Gava Qur’an û Ereb ji kesekî ku rêwîtî dike wekî ‘di rê de maye’ ‘ibn el-sebil’ (Sûre 2:177,215) behs dikin, em dizanin ka dixwazin çi bêjin. Gava Yê ku Hêza Wî Têra Her Tiştî dike ji Peyva xwe wekî Kurê Xwe behs dike, divê em bizanibin ka dixwaze çi bêje.
Em bi nasnav û îfadeyên û Afirînerê me berbilind dike henekên xwe nekin:
“Xweda di demên kevn de bi rêya pêxemberan, gelek caran bi riyên cuda bang li kalikên me kir. Di vê serdema dawî de jî bi Kurê xwe ku ew wêris kir û bi riya wî gerdûnê afirand, bang li me kir. Kur, biriqîna berbilindiya xwe, xuyaneka hebûna zatê Wî ye. Bi peyva xwe ya xurt, her tiştî berdewam dike.” (Îbranî 1:1-3)
Xweda dixwaze em bizanibin ku Ew “Bi rêya Kurê Xwe bi me re diaxive”. Ew di heman demê de dixwaze em têgihîjin ku bi rêya Kurê Wî erd û esman hatine afirandin û ev jî Peyva ku tê berdewamkirin, e. Di wergerên Erebî yên Pirtûka Pîroz de, nasnavê Kurê yê ku“Peyva Xweda” ye, bi nasnavê “Kalimat Ellah” tê wergerandin ku etfên hem Pirtûka Pîroz û hem jî Qur’anê ye ji Mesîh re. Em ê li astên din ên rêwîtiya xwe, vê mijarê ji nêzîktir bikolin.
RUHÊ XWEDA
Çawa ku Xweda bi Peyv-Kurê xwe re Yek e, bi heman awayî bi Ruhê Pîroz re jî Yek e.
Ruhê Pîroz ê Xwedê hem di afirandina dinyayê de hem jî di wehîkirina Peyva nivîskî ya Xwedê de, peywir girt. Gava li hevoka duyemîn a Pirtûka Pîroz qala afirandina Xwedê ya dinyayê tê kirin, vê daxuyaniyê dide: “RuhêXweda li ser avê pêl dida..” Û Nivîsên Pîroz piştre vê nîşan didin: “Tu peyva pêxemberiyê ji ber daxwaza mirovan çênebû. Mirovên ku ji hêla RuhêPîroz ve tên birêvebirin, peyva Xweda ragihandin.” (Petrûsê 2., 1:21)
Hin kes wisa hîn dikin ku Ruhê Pîroz, milyaketê Cibraîl e. Yên din jî xwe wisa pêbawer kirine ku Ruhê Xwedê pêxemberekî ye. Ev encam, ji ber Nivîsên pêxemberan e. Milyaket û însan hebûynên hatine afirandin in. Lê Ruhê Pîroz, “Ruhê bêdawî”yê ku nehatiye afirandin, e (Îbranî 9:14) 8
Ruhê Pîroz “Ruhê rastiyê ye.” (Yuhanna 14:17), Xweda armancên xwe yên ku ji bo dinyayê sêwirandine, bi rêya Ruhê Pîroz pêk tîne. Ruhê Pîroz ji bo kesên ku baweriya wan bi peyama Xweda heye re dibe “Alîkar” ku bikaribin Xwedê ji nêzîk de biceribînin. (Yuhanna 14:16) Îro gelek kesên li cîhanê Xweda nas nakin, tenê xwedî agahiya der heqê Xweda de ne. Agahiyek wisa ne têra Xweda dike ne jî têra mirov. Ruhê Pîroz e ku dihêle bila însan bi Xweda re têkiliyek kesane bijîn û jê zewqê bistînin.
Em ê der heqê Ruhê Pîroz ê Xwedê de, di pêşerojê de hê hînê gelek tiştan bibin. 9
Rêwîtiya we çawa diçe? We hinek difetisîne? Ev raman, me ramanên wisa ne ku mirov bi hêsanî têgihîje. Hin dibêjin, divê diyarkirinên der heqê Xweda û dînê wan de, rast be, “lewre mijarên wisa hêsan in.” Diyarkirinên der van kesan ên der heqê Xweda de dibe ku basît be, lê Xweda ne basît e.
‘Fikrên min ne fikrên we ne, riyên we ne riyên min in.’ Dibêje Reb. (Yeşaya 55:8)
HEYA BÊDAWIYÊ YEK
Wateya Nivîsên Pîroz zelal e. Di hemû bêdawiyê de demek wisa pêk nehatiye ku Bav, Kur û Ruhê Pîroz nebûye. 10 Ew her tim YEK bûne. Nivîsên Pîroz di nav şert û derdora dîroka mirovê de Wî wekî Yekî wisa rave dikin ku Bav ji asîmanê diaxive, Kurê Wî li rûzemînê û Ruhê Wî yê Pîroz ji dil re diaxive. 11 Her yek, ji ber rola xwe ji yên din cuda ye, lê dîsa jî YEK in.
Mirov ji ber dewlemendiya YEKê ku hezkirin e û ku Hezkirina xwe bi riyên pratîk nîşan dide, gava di agahiya Xwedayê ku der heqê Xwe de dibêje mezin dibe, êdî zewqê distîne.
Hezkirin, tenê di nav şert û derdora têkiliyekê de dikare bi awayekî watedar hebe. Bav, Kur û Ruhê Pîroz, ji têkiliya nêzîk a hezkirin û yekîtiya nuwaze, her tim zewqê stendiye. Em di beşên din ên Nivîsên Pîroz de van peyvên Kurî dibihîzin: “Ez ji Bav hezdikim” û “Bav jî ji Kur hezdike.” Nivîsên Pîroz di heman demê de daxuyanî dikin ku “Fêkiya Ruhê Pîroz hezkirin e.” (Yuhanna 5:20; 14:31; Galatyayî 5:22)
Têkiliyên mirovan ên herî baş –yekbedenbûna mêr û jinê, têkiliya di navbera bav, dê û zarok de- hezkirinaku bi Xweda re dagîrtî ye. Têkiliya erdîn a herî baş ku qala wê tê kirin jî, tenê vebeyîna çilmisokî ya hezkirin û yekitiya Xweda ye ku nefsbiçûkiyê dide. Afirînerê me çavkanî, mînak û armanca orîjînal a her tiştê baş e.
“Xweda hezkirin e.” (Yuhannayê 1. 4:8)
Hêla herî baş a îfadeya“Xweda hezkirin e.”, Ew bang li me dike ku hûn û ez bi Wî re di têkiliyeke ku dê heya bêdawiyê berdewam bike de, bi Wî re zewqê bistînin! Ew ne temamî bikaribe bê ravekirin jî, tişta ku ji me dixwaze pêbawerbûna Wî ye.
XWEDA EWLEDAR E
Em li roja şeşemîn a Afirînê binêrin û tiştên ku me der heqê Xweda de çavdêriyê kirin, bifikirin.
Ku em vê bikin hevkêşeyek (denklem) matematîkî, dê dîmenek wiha derkeve pêşiya me:
Roja 1. : Xwedapîroz e
+ Roja 2. : Xweda YêkuHêzaWîTêraHerTiştîDikeye
+ Roja 3. : Xweda Baş e
+ Roja 4. : Xweda dilsoz e
+ Roja 5. : Xweda Jiyan e
+ Roja 6. : Xweda Hezkirin e
= XWEDAYÊ PÊBAWER
Baweriya mirov ji wan kesên ku ne xwedî van taybetiyan in zû bi zû tê, lê ne ecêb e nedaxwaziya me ya ku em ji Wî yê ku xwedî karaktereke nuwaze ye, re didin nîşan?
Gava ez nameyek davêjim qutiya nameyan, baweriya min bi wê serwîsa postayê heye ku dê nameya min bigihîne cihê wê. Naxwe divê baweriya min zêdetir bi Afirîner-Peydaker û Xwedayê gerdûnê re bê, der heqê pêkanîna wehdên Wî de!
“Em şahidiya mirovan qebûl dikin, lê belêşahidiya Xweda rasertir e. Yê ku baweriya wî bi Xweda nayê, Wî derewker derdixe. Lewre Xweda ji şahidiya der heqê Kurê xwe de bawer nekiriye.” (Yuhannayê 1., 5:9-10)
NAVÊ KESANE YA XWEDA
Xwedê dixwaze em Wî nas bikin, jê bawer bikin û Wî bi navê Wî gazî bikin.
“Yên ku te nas dikin, baweriya wan bi Te tê, lewre te ew kesên ku beraliyê te ve hatin, terk nekirin, ya Reb.” (Mezmûr 9:10)
Gelek kes wisa difikire ku navê Xwedê tenê “Xweda” ye – Elohim (Îbrankî), Ellah (Erebî 12), Alaha (Aramkî), Dieu (Frensî), Gott (Almanî) an jî di zimanê ku diaxivin de, kîjan peyvê bi kar tînin êdî…
Bi rastî jî Xweda Xweda ye (Hebûnê Herî Raser). Lê navê Wî Xweda ye?
Ev rewş naşibe wê rewşê ku ez dibêjim navê min “Mirov” e? Ez mirovekî me, lê di heman demê de xwedî navekî jî me. Xweda Xweda ye, lê di heman demê de xwedî wan navên ku xwe rave dike ye û bi rêya van navan me vedixwîne ku em wekî Kesekî hîtabê Wî bikin.
Gelek kes, difikirin ku Xweda çavkaniyeke enerjiya nezan e, wekî ku “Hêz”di fîlmên aşopiya zanist ên erdkêşî û ba de tê karaterîzekirin. Têgîna Xweda ku di Pirtûka Pîroz de tê zanîn, ne têgîneke wisa ye ku ramanên wisa dihewîne.
Xweda Kesayetiyekî Dawînî ye ku dixwaze hûn Wî bi awayekî şexsî bizanibin.
Têgîna Xweda, ne tenê kesayetiyekî Pirtûka Pîroz e, di heman de li gorî hişê mirov e jî. Çawa ku mirov ne tenê gilokên enerjiya kozmîk in, bi heman awayî, yê ku her tiştê Diafirîne jî ne wisa ye. Ew Hebûnekî Kesane ye ku navekî Wî heye.
Navê Kesane ya yekemîn a Xweda, di beşa duyemîn a Afirînê de cara yekem tê daxuyankirin.
“Çîroka afirîna erd û esmanê: REB Xweda gava erd û esman afirand…” (Afirîn 2:4)
We bala xwe da navê ku Xweda Xwe diyar kir?
Navê Wî “REB” e. Qet nebe, bi vî awayî hatiye wergerandin. Ez jê re spasdar im, Ji ber ku Xweda hemû zimanan bi awayekî herikbar diaxive û ji me naxwaze ku em bi zimanekî diyar hîtabê Wî bikin. Tu giringiya dem, cih û aliyê tune gava me dawet dike ku em bi zimanê xwe yê dayîkê re biaxivin, ji bo Wî tişta girîng ew e ku em bi Wî re bi zimanê dil biaxivin.
EZ IM
“REB” ku navê kesane ya Xwedê ya yekemîn e, di zimanê Îbrankî de bi çar tîpên dengdar tê nivîsîn: YHVH. Gava tîpên dengdêr li van çar tîpên dengdar zêde dibin, peyv wekî YaHVeh an jî YeHoVa tê bilêvkirin. Ev nav ji lêkera alîkar a “in” a Îbrankî zêde bûye û wateya wê rasterast wekî “EZ IM” an jî “EW E” ye. Em bi vê ravekirinê hînê vê dibin: Xweda Bixwe Çêbûye, Yê Bêdawî ye. Ev navê kesane ya Xwedê, di Peymana Kevn de ji 6.500 caran zêdetir derbas dibe û ji navên din zêdetir tê bikaranîn.
Mûsayê ku li Misirê Pirxwedayî mezin bûye, gava ji Xweda pirsa navê Wî dike, guh bisin ka çi bersiv dayê:
“Xweda ji Mûsa ra got, ‘Ez Ezim’. ‘Ji Îsraîliyan re jî got ‘Yê ku ji min re got Ez Ezim, Ez şandim vir’.” (Ji Misirê Derketin 3:14)
Tenê hebûneke kesane dikare bêje “ez..im”. Xweda ji me dixwaze, em fam bikin ku ew Kesê Dawînî ye.
EW, EW Kes e KU EW E.
Paşeroj, niha û pêşeroj ji bo Wî ne tiştek e. Hebûna Wî raserê dem û valahiyê ye.
Ew bixwe têra xwe dike.
Hewcedariya Min û We bi hewa, av, xwarin, avahî û unsûrên din heye ji bo jiyînê, lê Ew, pêdiviya Wî bi tu tiştê tune ye. Ew bi hêza xwe mantiqa xwe bi kar tîne Ew heye. Ew, Mezin EZ IM e – Ew, REB e. (Dîqat: gava di Pirtûka Pîroz a Îngîlîzî de peyva REB bi temamî bi tîpên mezin tê nivîsîn, di Îbrankî de peyva orîjînal a ku tê wateya REBê, YHVH ye ku tê wateya Yê ku Bixwe Tê Afirandin, Yê Bêdawî.)
Xwe peywira danasîna xwe nedaye mirovan. Ew, Ew Kes e ku Xwe dide Nasîn.
BI SEDAN NAV
Hebûna bêdawî ya ku REB wekî Bav, Kur û Ruhê Pîroz xwedî ye, bi sedan nav û nasnav hildigire. Navên Xwedê karakterên Wî didin hisandin. Armanca her nasnavê ku aîdê Xweda ne, ji bo alîkariya me bike der heqê Wî de ka kî ye û çawa ye? Mînak, bi van navan tê binavkirin:
Afirînerê erd û esmanê, Nivîskarê Jiyanê, Yê Raser, Roniya Rast, Yê Pîroz, Dadgerê Edaletperwer, Xwedayê Peydaker, Xwedayê ku Şîfa Dide, Rebê ku Rastiya me ye, Rebê ku Xweşiya me ye, Şivanê Min Reb, Xwedayê Hezkirin û Xweşiyê, Xwedayê Çavkaniya Qenciyê, Nivîskarê Rizgariya Bêdawî, Rebê ku her tim Nêzikê me ye…
Der heqê Afirînerê me de fikra me ya niha çi be bila bibe, divê em her yek bidilnizmî îtiraf bikin ku Ew Xweda ye û tu kes naşibe Wî.
Digel nemimkun e ku Xweda bitemamî bê ravekirin an jî bê têgihiştin, Ew dixwaze ku em navê Wî bizanin, jê bawer bikin, em jê hez bikin, heya dawiyê bi Wî re bijîn. Xweda armanca xwe ya ku di hişê xwe de sêwirandiye, wiha îfade dike:
“Em mirovê bi xuyanga xwe, wekî xwe biafirînin.” (Afirîn 1:26)
Xweda bi van gotinên xwe xwest çi bibêje? Mirovê ku bi çavan dikare bê dîtin, çawa dibe ku xwedî xuyanga Xweda ku bi çavan nayê dîtin, bibe?
1. Mînakên din ên ku Xwedê ji Xwe wekî “Em”, “Ji Me” û “Ji Me re” qal dike: Afirîn 3:22; 11:7; Yeşaya 6:8 (Nîşe: “Allah” her tim di Qur’anê de pirjimar diaxive. Ayetên Qur’anê yên ku di beşa 3. a YEK XWEDA YEK PEYAM de hatine ragihandin, ev diyar dikin.)
2. Afirîn 1:1-3. Beşa destpêka Afirînê diyar nake ku Xwedê Yekbûyiya Sêmend e, lê şêwaza sazkirina peyvan, piştre bi ravekirinên Pirtûka Pîroz bi awayekî nuwaze li hev tên. Nivîsên Pîroz, bi awayekî zelal diyar dike ku her sê Kesên Xwedayî jî di çîroka afirînê de kar kirine.
3. Dema Dawud Qralê Îsraîlê bû, Nivîsên Pîroz vê çîrokê dibêjin: “Benyamînî li derdora Avnerê civiyan û yekîtiyek (ehad) ava kirin û li ser girekî sekinîn” (Samuelê 2., 2:25). Heman peyva ku ji bo “REB yek e” tê bikaranîn, ji bo diyarkirina yekîtiya ku tê de pirjimarî heye tê bikaranîn.
4. Mînakên din ên Peymana Kevn a ku yekîtiya kompleks a Xwedê dipejirîne: Afirîn 17:1-3; 18:1-33. Xwdê ji Brahîm re wekî beden xuya kir. Rû bi rû rastî hev hatin. Ev ne xewn ne jî bînahî bû. Afirîn 35:9-15; Ji Misirê Derketin 3:1-6; 6:2-3; 24:9-11; 33:10-11. Ji Misirê Derketin 33:11 bi 33:20 re hev rû bikin. Musa bi yek ji Kesên (Kur) Xwedayî ve rû bi rû axivî, lê destûr nehat dayîn ku bila rûyê Kesê (Bav) din ê Xwedayî bibîne. Tevlihev e, ne wisa? Belê. Xwedê Xwedê ye. li Yuhanna 1:1-18 binêrin. Em ji xeynî têgîna yekbûyiya pirjimar a Xwedê, çend ayetên Peymana Kevn bidin ku wekî rast nayên têgihijtin: Mezmûr 2; Mezmûr 110:1 (bi Matta 22:41-46 re hevrû bikin); Wecîzeyên Silêman 30:4; Yeşaya 6:1-3 (bi Yuhanna 12:41 hevrû bikin); Yeşaya 26:3-4; Yeşaya 40:3-11; Yeşaya 43:10-11 (Yeşaya 7:14; 9:6-7); Yeşaya 48:16; Yeşaya 63:1-14; Yeşaya 49:1-7; Yeremya 23:5-6; Daniel 7:13-14; Hoşea 12:3-5; Mîka 5:2; Malaki 3:1-2, hwd.
5. Lûka 15:11-32; di heman demê de Nameya 1. a Yuhanna bixwînin.
6. Mezmûrê 2. ê ku Pêxember Dawud ji Mesîh wekî Kurê Xwedê qal dike, bixwînin. Li ser hin nav û nasnavên Kur jî bifikirin. Ew wekî ‘Derî’ tê binavkirin, (Yuhanna 10), lê ev nasnav, nayê wê wateyê ku Ew deriyekî texte an jî metal e. Di heman demê wekî “Nanê Jiyanê” jî tê binavkirin (Yuhanna 6), lê ev jî nayê wê wateyê ku Ew nanê somin e. An jî “Kurê Xwedê” nayê wê wateyê ku Xwedê bi yekê re zewiciye û xwedî zarokekî bûye. Beşên 1. 3. û 5. ên pirtûka Yuhannayê bixwînin.
7. Rojnameya netewî ya Senegalê, Le Soleil, mercredi 14 mars 1984: “Bienfaiteur sincere, il considerait ses 2.ooo employes comme ses enfants et partageait leur problemes, leur soucis et leur joie. Le ‘Vieux’ comme l’appelaient familierement et tendrement son personel, etait un Grand fils du Senegal.” (Bi Kurdî: Xêrxwazekî ji dil bû, 2000 karkerên xwe yên ku li cem xwe didan xebitandin wekî zarokên xwe didîtin, û pirsgirêk, xem û kêfxeşiyên wan hevpar dikir. Ev patronê ku karkerên wî yên ku jê re kêfxweşî û nêzîkahî hîs dikirin û jê re ‘kalik’ digotin, neviyê Senegalê bû – ji Senegalê bû.)
8. Wekî Xwedê Bixwe, Ruhê Pîroz jî zehmetî nabîne ku têkeve qaliba me ya pêşdarazî. Yek ji pêxemberên Xwedê ku jê re demeke kurt Bihuşt hatiye nîşandan, Ruhê Pîroz wekî “heft meşaleyên ku li ber textê ku heft ruhê Xwedê ye şewitîn” dibîne. (Wehî 4:5) Pêxemberekî din, wekî Kesekî, heft wesfên ku tenê ji Xwedê hatine, da zanîn: “Ruhê REB, Ruhê zanyarî û ferasetê, Ruhê şîret û hêzê, Ruhê zanist û tirsa Reb.” (Yeşaya 11:2)
9. Dema Kurê Xwedê li serzemînê bû, ji xwendekarên xwe re ev wehd da: “Ruhê Pîroz ê Alîkar ê ku dê Bav bi Navê Min bişîne, dê her tiştê fêrî we bike, dê hemû gotinên min bîne bîra we.” (Yuhanna 14:26) Ev gotin, yekîtiya yeqîn a ku her tim di nav Bav, Kur û Ruhê Pîroz de ye, didin nîşan. Wekî Bav û Kur, Ruhê Pîroz jî Hebûnekî Kesane ye (“Ew…”) Der heqê Ruhê Pîroz de ji bo zêdetir agahiyê li beşên 16, 22, û 28an binêrin. Di heman demê de Name û Karên Elçiyan ên Pirtûka Pîroz bixwînin û bala xwe bidin rola Ruhê Pîroz ku dilîze.
10. Mizgînî dinivîse ku Kur ji Bavê xwe re “beriya avakirina dinyayê bilindahiya min a ku dema ez li cem te bûm xwediyê bûm” behs dike. Em di heman demê de dibihîzin ku Kur wiha jî dibêje: “Bavo… beriya avakirina dinyayê Te ji Min hez kir.” (Yuhanna 17:5, 24). Di heman demê de li ayetên Mîka 5:2; Yeşaya 9:6 jî binêrin. Ku em li Ruhê Pîroz vegerin, yek ji nasnavên Wî “Ruhê bêdawî” ye. (Îbranî 9:14)
11. Ji Misirê Derketin 20:22; Îbranî 12:25; Lûka 3:22; 5:24; Yuhanna 1:1-18; 3:16-19; 17:22; Karên Elçiyan 5:3; 7:51; Galatyayî 4:6; hwd.
12. Biwêja Allah a bi zimanê Erebî, bi wateya xwe ya orîjînal beramberê biwêja Xwedê ya bi Îngîlîzî ye. Wekî ayeteke Afirîn 1:1: “Di serî de Xwedê…afirand” ku di Peymana Kevn de ye an jî wekî ayeteke Yuhanna 1:1: “Di serî de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv Xwedê bû” ku di Peymana Nû de ye, peyva Xwedê peyva Allah e ku di zimanê Erebî de tê bikaranîn, wateya wê Hebûna Herî Raser e. Girîng e ku mirov têbigihîje, Hebûna Herî Raser ji bo nasînê xwedî navên kesane ye. Tevî gelek kes wisa nafikire, “Allah” ne navê esas ê kesane yê Xwedê ye. Di heman demê de, “Xwedê” jî li dijî fikra gelek kesan, ne navê Wî yê esas ê kesane ye.