18 |
PÊŞNÛMAYA BÊDAWÎ YA XWEDA |
“Rebê ku ji serî de van agahiyan dide, va ye wiha dibêje.”
(Karên Qasidan 15:18) |
Beriya despêkirina demê, di hişê Xwedê de planeke zelal ku ji bo mirovan amade kiribû, hebû. Di heman roja ku guneh malbata mirov lewitand, REB dest bi agahdarkirina vê planê kir, lê ev agahî bi awayekî zelal neda, bi awayekî girtî da. Nivîsên Pîroz ji vê planê wekî “Sira Xwedê” (Wehî 10:7) behsdikin.
Heya îro plan û armanca Xwedê ya der heqê mirovahiyê de, ji bo piraniya mirovan wekî sirek maye, lê ev rewşeke nepêwîst e, lewre “sira ku ji wext û nifşên berê hatiye veşartin…niha hatiye diyarkirin.” (Koloseyî 1:26)
JI PÊXEMBERAN ZÊDETIR XWEDÎ BERBIJARIYÊ YE
Em li vir rastî fikreke ku mirov heyirî dimîne, tên. Gava mijar famkirina çîrok û peyama Xwedê be, hûn û ez ji pêxemberên ku Nivîsên Pîroz nivîsîne, zêdetir xwedî berbijariyê ne.
Em xwedî hemû ravekirinên Xwedê ne; ew xwedî nebûn. Em dikarin dawiya pirtûka Xwedê bixwînin; wan nekarî.
“Pêxemberên ku ji we re behsa lutfa ku dê bê bexşkirin, kirine, der heqê vê rizgariyê de lêkolînên bidîqat kirin. Ruhê Mesîh ê ku di nav wan de bû, gava ji êşên ku dê Mesîh bikişanda û ji mezinahiyên ku dê piştî van êşan bihata, şahidî kirin, lêkolîn kirin ka Ruh kîjan demê an jî heyameke çawa nîşan dide. Niha bi rastiyên ku ji we re hatine ragihandin re bi awayekî zelal hat diyarkirin ku ji xwe re xizmet nekirin, lê ji we re kirin. Yên ku bi hêza Ruhê Pîroz Mizgînî dane we, ev rastî ji we re ragihandin.Milyaket jî di wê hesretê de ne ku van rastiyan ji nêzîk ve bibînin.”(Petrûsê 1., 1:10-12)
XWEDA PLANA XWE ÇIMA VEŞART?
Dibe hin kes ev pirs kirine: “Xweda tişta ku sêwirand, çima ji mirovahiya ketî re di demê de negot? Xweda çima peyama xwe wekî sireke veşart?”
Digel ku qet deynê ravekirinê yê Xwedayê Serwer ê gerdûnê tune ye ji me re, Ew nazik tevgeriyayê û ji me re hin agahî dane der heqê veşartina Plana xwe ya ku ji bo mirov e. Sê sedema Xwedê heye ka çima Plana xwe hêdî hêdî û bi awayekî rastbîn diyar kiriye:
Wekî ku Xweda ewil di beşên pêncemîn û şeşemîn de rave kiriye, Plana xwe hêdî hêdî diyar kir û ji bo ku nifşên pêşerojê peyama Xwedê yeqîn bizanibin, pêxember û sembolên ku ji mirovahiyê re pêyamên Wî dipejirînin û şahidên ku banga Wî dipejirîninpêk anîn.
Xweda wekî duyemîn rastiya xwe wisa diyar kir ku tenê ew kesên ku hewl didin Wî bigerin, dê bikarin keşf bikin. “Em Xwedê ji bo tişten Wî yên veşartî, qral jî ji bo aşkerekirina wan bilind dikin.” (Wecîzeyên Silêman 25:2). Sedema gelek kes a ku nikarin rastiyê bibînin, bi sedema polîsekî ku nikare dizekî bibîne re heman e; naxwazin bibînin. 1
Sedema sêyemîn veşartina Xwedê ya plana xwe ye; lewre xwest plana xwe ji Şeytên û alîgirên wî veşêre.
Em ji zanatiya veşartî ya Xwedê bi awayekî nepenî behs dikin. Beriya destpêka zemanê, zanatiya ku Xwedê ji bo bilindahiya me diyar kir, tu rêberên vê demê fam nekir. Ku fam bikirana dê Rebê bilind li çarmixê nexistana.” (Korîntiyên 1., 2:7-8)
Ku Şeytan û alîgirên wî plana Xwedê ya wan têk bibe fam bikirana, dê Îsa li çarmixê nexistana. Xwedê plana xwe wisa sêwirand ku, yên ku dixwestin ji plana Wî re bibin asteng, ev plan anîn cih!
Ev plan çi bû?
RIZGARKIRIN!
Xwedê soz da ku ji bo rizgarkirina ezbeta bêdawî ya Adem ya serhişk û guh nadin zagonê, dê Rizgarkerekî –wekî Ezbeta jinekê- bêguneh bişanda dinyayê. Gava di dîroka mirovahiyê de wextê rast hat, Xwedê wehda xwe pêk anî.
“Lê dema wext qediya, Xwedê ji bo azadîbide ji yên di bin Zagonê de ne, Kurê xwe yê heq ê ku di bin zagonê de hate dinyayê, şand.” (Galatyayî 4:4-5)
Rizgarkirin bi dayîna heqê tiştekê ku tê xwestin, dîsa stendin e.
Ez wekî kurekî ku li Kalîforniyayê mezin bûm, kuçikeke min a biçûk hebû. Min ev kuçika mê xwedî dikir, pêdiviyên wê pêk dianî û pê re dilîst. Ew jî her tim li derdora min digeriya û gava ji dibistanê diçûm malê biheyecan dibû. Carinan li semta ku ez lê dimam, derdiket derve û dimeşiya, lê her tim vedigeriya malê. Lê rojekê venegeriya.
Ez ji dibistanê hatim malê, lê kuçika min ez pêşwazî nekirim. Wextê razanê hatibû lê me hê jî ew li tu derê nedîtibû. Roja din bavê min pêşniyariyek kir, got li stargeha heywanên herêmî bigerin; ev cih pisîk û kuçikên ku ji mala xwe direviyan, heya demekê dihewandin. Heywanên ku heya dawiya vê demê ku nedihatin gerandin, bêyî êş dihatin kuştin.
Min li stargeha heywanan geriya. Belê, li wir kuçikeke li gorî terîfa min hebû. “Komkara kuçikan” ew dîtibû. Kuçika min ew qas neçar bû ku nedikarî xwe bifilitanda. Ku yekî ew rizgar nekira, dê berdêla wendabûna xwe bi jiyana xwe bidaya.
Ez çûm stargeha heywanan. Min dikir kuçika xwe dîsa bistanda! Lê memûrê li buroya pêşîn ji min re got, ji bo standina kuçika xwe divê perê cezayê xwe bidim. Li dijî zagonê bû ku kuçikekê bê xwedî li kolanan bigere. Min perê ku dihat xwestin da û kuçika min azad bû. Ji ber ku ji wê qefesa ecêb xilas bibû û gihaştibû wî kesî ku pê re eleqedar dibû, ew qas kêfxweş bû! Hatibû rizgarkirin.
Ceribandina min a zarokatiyê ku min kuçika xwe ya serhişk dîsa stand, ji me re der heqê rewşa me de fikrekê dide. Em yên ku serhildêr û gunehkarên sûcdar in, tu çareya me tune ku em xwe bifilitînin. Xwedê heqê Kurê xwe yê heq da û ji bo rizgarkirina me ew şand dinyayê. Ev berdêl ew qas bilind bû ku tu kes nedikarî bidaya.
“Tu kes nikare berdêlajiyana kesekî din bide, tu kes nikare fîdye bide Xwedê –Lewre berdêla jiyanê mezin e …Lê dê Xwedê min ji diyara miriyan bifilitîne…” (Mezmûr 49:7, 15)
Wê demê berdila rizgarkirina me çi bû?
PÊXEMBER RAGIHANDIN KA BERDÊL ÇI YE
Di beşa sêyemîn a pirtûka Afirînê de, me pêxemberiya veşartî û hê negihayî ya der heqê plana Xwedê ya ku dê gunehkaran ji destê Şeytên rizgar bikira, dît. Niha em dîsa guh bidinê ka Xwedê ji Şeytên re çi gotiye:
“Ez ê te û jinê, nifşa wê û ya te ji hev re bikim dijmin. Dê nifşa wê serê te bipelixîne, tu yê êrîşî pehniya wê bikî.” (Afirîn 3:15)
Xweda bi rêya van gotinan, li gorî Xwezaya xwe ya pîroz, xetên bingeh ên Plana xwe ya dê li hemberî Şeytan û gunehê bisekine, da destpêkirin. REB da zanîn ku dê ji mirovahiyê re Rizgarkerekî-Mesîh bîne ku “serê” Şeytên bipelixîne û wî têk bibe. Pêxemberî di heman demê de digot dê Şeytan êrîşî “pehniya” Mesîh jî bike.
“Dê Ew (Mesîh) serê te (Şeytan) bipelixîne û tu yê jî êrîşî pehniya Wî (Mesîh) bikî.”
Dê ezbeta jinê serê Şeytên çawa bipelixanda? Peyva pelixînê ku ji Îbrankî hatiye wergerandin tê wateya “êşandin, şikandin, birîndarkirinan jî acizkirin”. Li gorî vê daxuyaniya yekemîn a pêxemberiyê, dê hem Şeytan hem jî Mesîh bihatana “pelixandin”, lê tenê yek ji du birîndaran kujende bûya ku vegera wê ne mimkun bû. Serekî ku tê pelixandin bi mirinê re bêdawî dibe, lê ji bo pehniyeke pelixandî heman tişt nayê gotin.
Xwedê digel rastiya Rizgarkerê ku hatiye wehdkirin dê ji hêla Şeytên û alîgirên wî bê “birîndarkirin”, dihat zanîn ku dê di dawiyê de Şeytan têk biçe.
Xwedê piştre ji Dawud pêxember re îlham da ku bila van peyvên Mesîh binivîse:
“Destên min, piyên min qul dikin.” (Mezmûr 22:16)
Dawud di heman demê de vê pêxemberiyê dide, digel kuştina Mesîh, dê bedena Wî di gorê de nerize:
“Tu nahêlî bila bedena evdê te yê dilsoz birize.” (Mezmûr 16:10)
Rizgarkerê wehdkirî, dê li ser mirinê serkeftî bûya.
Pêxember Yeşaya, armanca êş, mirin û vejîna Mesîh ji berê de da zanîn:
“Ji ber serhildanên me, bedena Wî hat qulkirin, ji ber serhildanên me Wî tehde dît… çi ye ku, Reb binpêkirina Wî rast dît. Ku canê xwe wekî unsûrekî sûcê pêşkêş bike, dê kesên ku ji ezbeta Wî tên bibîne û dê rojên Wî dirêj bibe. Dê daxwaza Reb bi rêya Wî pêk bê.” (Yeşaya 53:5, 10) 2
Dê Şeytên mirov îqna bikira ku ji Mesîhê ku ji hêla Xwedê hatiye şandin, îşkence bikin û Wî bikujin, lê dîsa jî dê her tişt li gorî plana ku pêxember dabûn zanîn, pêk bihata. Encama dawînî, dê ji bo Reb û Yê Meshkirî serkeftineke teqez bibûya.
PEYVÊN ZANATÎ Û HIŞYARÎ
Hezar sal beriya jidayîkbûna Mesîh, Dawud ev nivîsîn:
Ev tevliheviya navbera neteweyan de çi ye, çima gel pergalên vala ava dikin? Qralên dinyayê ref digirin, hukumdar yek dibin. Li hemberî Reb û Qralê ku Mesh kir…Rebê ku li ser esmanan rûdine, dibişire, bi wan re şa dibe. Piştre bihêrs wan hişyar dike. Bi xişma xwe wan ditirsîne. Û dibêje, ‘Min Qralê xwe li ser çiyayê xwe yê Pîroz Siyonê da rûniştandin’. Ya Qral, biaqil bin! Ya rêberên dinyayê, ders bigirin! Ji Reb re bi tirs xizmetê bikin. Bi ricifîn, şa bibin. Kurmaçî bikin ku bila hêrs nebe, hekena hûn ê di rêya ku hûn diçin de mehf bibin. Lewre hêrsa Wî ji nişka ve pêt digire. Bijî yên ku jê bawer dikin û xwe li cem Wî dispêrin!”(Mezmûr 2:1-2,4-6,10-12)
Li Senegalê ku gulaş lê werzîşeke adetî ye, wecîzeyeke gel heye:
“Divê hêkekê bi zinêr re gulaşê negire.”
Çima divê hêkekê bi zinêr re gulaşê negire? Lewre ne mimkun e ku hêk ji vê gulaşê serbikeve! Bi heman awayî, “yên ku li hemberî Reb û Qralê ku Mesh kiriye yek dibin” tu car serkeftî nebin. Li hemberî plana Xwedê derketin, “belasebeb planeke bi nêta xirab çêkirin e.” 3
Wecîzeyeke din a Senegalî jî heye:
“Yê ku daran dibire, bi zanebûn dara ku lê dicivin nabire.”
Li vî cihî ziwa yê dinyayê, piraniya gundan xwedî vê dara mezin a bi sî ne li navenda gund. Ev “dara cihê civînê”, ji bo kesên ku ji germa nîvro direvin dibe stargehekê. Mirov li vir bêhna xwe didin, suhbet dikin û çayên xwe vedixwin. Ku, yê ku daran dibire dest bi birîna “dara cihê civînê” bikira, dê gundî çi bikirana, bifikirin! Dê hêrseke mezin bi wan bigirta û dê di demê de karê birînê bidana sekinandin!
Her kesê ku li hemberî plana rizgarî ya Xwedê derdikevin, dişibin wî kesî ku bivir li dara berdil a gundiyan dide.
Dê tu car serkeftî nebin.
“Ya qral, biaqil bin!... Kur maç bikin ku hêrs nebe. Hekena hûn ê di rêya ku diçin de mehf bibin. Bijî yê ku jê bawer dike û xwe li cem Wî dispêrin!” (Mezmûr 2:10-12)
NEDÎTINA PLANA XWEDÊ
Îsa li hefteyên dawî ya peywira xwe ya serzemînê, ji xwendekarên xwe re der heqê vê mijarê de agahî dan: rêberên polîtîk û dînî li şûna ku Wî wekî Qralê xwe qebûl bikin, dê kuştina Wî bixwestana. Kesên ku kuştina Îsa plan nabînin ku esas ew bixwe bûn ku dê tiştên pêxember ên ji berê de gotibûn, pêk bianîna: dê dest û piyên Mesîh, wekî parçeyeke plana Xwedê ya ku ji bo ezbeta serhişk û neçar a Adem ji destên Şeytên bifilitîne, bihata qulkirin.
“Îcar Îsa ji xwendekarên xwe re dest bi vegotinê kir ku divê biçe Yeruşalîmê, ji destên kahînên sereke û zanayên dînî pir bikişîne, bê kuştin û roja sêyemîn divê dîsa vejî.
Li ser vê Petrûs Ew kêşa hêlekê û jê re hêrs bû, got, ‘Xwedê biparêze, ya Reb! Dê tu car tiştek wisa neyê serê te!’
Lê Îsa li Petrûs vegeriya û got, ‘Here wê de, Şeytan! Tu ji min re dibî asteng. Fikrên te ne ji Xwedê re, ji mirov re azad e.’ ” (Matta 16:21-23)
Ramana Petrûs dişiba vê biwêjê ku min ji nîqaşkerekî navdar bihîstîbû, “Mesîhekî çarmixkirî dişibe ezebekî zewicî!”
Mîna vî nîqaşkerî, Petrûs jî plana Xwedê hê fam nekiribû. Petrûs fikirî ku bêyî sitûyê xwe li ber biçûkxistina çarmixkirina rêveberiya hemû dinyayê ya ku ji Mesîh re hatiye wehdkirin, lezelez saz bike!
Petrûs mafdar bû gava plana Xwedê ya ku dê Îsa wekî Rêvebirê Serwer bîne ser cîhanê difikirî, lê şaşî dikir gava difikirî ku dê Mesîh êş û şerma xwe li hêlekê bihêle. Petrûs dê piştre plana Xwedê fam bikira û bicesaret dê rastî bida zanîn: “Pêxemberan… şahidî kirin ji êşên ku dê Mesîh bikêşe re û ji bilindahiyên ku dê pey van êşan bê!” (Petrûsê 1., 1:10-11) 4
Çarmixkirina Mesîh dê pîşadek nebûya. Ewil Xwedê tevgeriya û ev di bêdawiyê de plan kir. Pêxemberan ev plana rizgariyê ji berê de dan zanîn. Ezbeta Jinê ji bo ku vê planê bîne cih, hat.
Demeke berê ji min re ev posteya elektronîk hat şandin:
Posteya Elektronîk | |
Hûn ew qas kor in ku, ji vê jî bawer dikin ku dê Xwedê nekare kurê xwe yê heq ji çarmixê xilas bike. Hûn bi vê baweriya xwe nîşan didin ku Xwedê bi destûrdayîna kurê xwe ku ji hêla mirovan tê biçûkxistin û kuştin, bisînor û zeîf e. Xwedê xwedî hêza dawînî ye. Ew yekane ye û tu tişt bi Wî re nikare bê wekhevkirin. Ellahuekber. |
Wekî ku Petrûs jî berê fam nekiribû, wî kesî ku ev peyama elektronîk şandibû jî hê fam nekiribû ka Mêsîh çima “divabûbê kuştin û roja sêyemîn vegeriya jiyanê”.
Çima planeke wisa ecêb divabû bihata cih? Çawa ku wî kesî ji me re peyama elektronîk şandibû, bi awayekî mafdar nîşan dida, “Xwedê xwedî heza dawînî ye.” Wê demê çima Xwedê Şeytên neavête dojehê û çima rave nekir ku nifşa biguneh a Adem hatiye bexşandin? Xwedê tenê bi rêya Peyva xwe cîhan afirand, ango bi axaftinê afirand, naxwe çima dîsa bi heman awayî, bi axaftinê cîhan xilas nekir?
Çima divabû Afirîner-Peyv mirov bûya? Xweda çima di plana xwe de ji Mesîhekî ku diêşe, xwîna Wî dirije û dimire, re cih da?
Asta din a rêwîtiya me bersiva van pirsan dide.
1. Îbranî 11:6; Yeremya 29:13; Yeşaya 29:11; Matta 11:25; 13:13-14; Lûka 8:4-15; Yuhanna 6. Piraniya rastiyên Xwedê, ji bo tenê ji bo kesên ku li Wî digerin, bi zanebûn û bi awayekî nediyar tê aşkerekirin. Dê Xwedê mirovan mecbûr neke ku guh bidin rastiyên Wî, fam bikin û jê bawer bikin. Yên dilxwaz dê rastiya Wî keşf bikin. Dilxwazên der heqê korbûnê de jî dê rastiyên Wî keşf nekin.
2. Tevî bi sedan salan beriya pêkbûna bûyerê hatine nivîsîn, we bala xwe da ku çend pêxemberî di demên berê de hatine nivîsîn? Ji planên Xwedê re asteng nabe. Dema Afirîner dibêje dê tiştek pêk bê, qebûl bikin ku ew tişt çêbûye. Di heman demê de sedema ku Mesîh wekî “ji avabûna dinyayê û pê ve Berxikê şerjêkirî” (Wehî 13:8) tê binavkirin, ev e.
3. Mezmûr 2. Li cihekî din ê Nivîsên Pîroz Mesîh (hatina Wî ya duyemîn), ji kevirekî mezin ê ku ji esmên dadikeve tê şibandin ku dê kesên ku serê xwe li ber plana rizgariyê ya Xwedê xwar nakin, parçe parçe bike (Daniel 2:34-35; û Matta 21:42-44).
4. Ji bo peyvên din ên Petrus beşên Karên Elçiyan 2-5, ayetên Karên Elçiyan 10; Petrusê 1., 1:10-12; 2:21-25; 3:18 bixwînin. Di heman demê de li ser vn peyvên ku ji hêla elçî Pavlus hatine nivîsîn, bifikirin: “Daxuyaniya der heqê çarmixê de, ji bo yên ku dê mehv bibin tewş e lê ji bo me yên ku bifilitin hêza Xwedê ye. ‘Zeîfbûna’ Xwedê ji hêza mirov xurttir e. Xwedê ji bo ku yên xurt bide şermê, yên ku dinya wan zeîf dihesibîne, hilbijart” (Korîntiyên 1., 1:18, 25, 27).