13
DILOVANÎ Û EDALET
Mirov dikare çi bike ku
Xwedê nikare bike?
Pirtûka Xwedê bersiva vê mamikê dide:

Xweda ne mirov e ku derewan bike. Ne ji nifşa mirov e ku fikraxwebiguherîne. Qey Ew dibêje lê nake? Soz dide lê pêk nayîne?” (Hejmartina li Çolê 23:19)

Mirov her roj derewan dikin, fikrên xwe diguherînin û peyvên xwe pêk nayînin. Xweda tiştên wisa nake. Yê ku Bêsînor û Nuwaze ye, li dijî karaktera Xwe tevnagere.

Ew nikare xwe înkar bike.”(Timoteosê 2., 2:13)

Min demeke berê ev posteya elektronîk girt:

Posteya Elektronîk

Hûn dibêjin ku Xweda li gorî kêfa xwe nikare bibexşîne. Hûn behs dikin ku destên Xwedê ji hêla zagonên wî hatine girêdan. Hûn wiha dinivîsin: “Xweda dikare her tiştê bike, lê nikare xwe înkar bike û nikare guh nede zagonên xwe.” Xwedayê me ku xwedî dilovaniya herî mezin e, çima xwe ji bexşkirina evdên xwe yên dixwazin wan bibexşîne ragire? Çima dilovaniya xwe bi vî awayî bisînor ke? …hûn nabînin ka tevgereke wiha ne maqûl e? Ger ku Wî zagonek wisa çekiribe jî, dikarîbû betal bikira, lewre hêza Wî têra her tiştê dike! Xwedayê ku xwedî hêzeke dawînî ye, dê bêmantiq bûya ku me li ser bisînorbûna Wî nîqaşê bikira. Ger ku Wî bixwesta, dê bikarîba me hemûyan biavêta nav agirê cehenemê, lê Ew, Yê dilovan e û her tim dixwaze evdên xwe bibexşîne, wisa ku gava evdên Wî bêne darizandin, bila serkeftî bibin. Xwedê bila ji me hemûyan re bexşandina xwe bibexşîne û roja ku em hemû ji bo darizandinê bêne cem hev, bila li me bê rehmê!

Li beşa dawî, di roniya mijara ku me lê nêrî de, pirsgirêkeke der heqê darizandina wî kesî de heye? Afirînerê me di guhnedana zagonên ku Wî çêkiribûn de û di nelihevhatina Wî ya bi karaktera Xwe ya pîroz de, azad e?

DILOVANIYA BÊEDALET

Saloneke rûniştinê ya dadgehê bînin li ber çavên xwe.

Dadger li kursiyê rûdine. Li ber wî sûcdarekî heye ku bi şêlankeriya bankayê û bi kuştina mirovekî ya bi awayekî xwînsar disekine. Salon bi şahidan re tijî ye. Jin û malbata wî kesê ku hatiye kuştin û personelê wê bankayê ku hatiye şêlandin jî li salonê ne. Qerebalixeke rojnamevanan jî li wir in ku ji bo nûçeçêkirinê amade ne.

Dê ji vî kujerî re kîjan ceza bê dayîn? Cezayê mirinê? Cezayê hepsê ya heta hetayê ya bêberdan?

Ji her kesê ku li salonê ne dibêjin ku bila rabin li ser piyan.

Dadger, li nav çavên sûcdarî dinêre û wiha dibêje: “Min dît ku di dayîna dehanî de û di duakirina birêkûpêk de tu dilsoz î. Tizbîkişandina te bandorker e. Ji bilî vê, min dît ku tu mîhrîvanekî baş î ku her tim amadeyî ji bo ku xwarina xwe bi biyaniyekî re parve bikî. Pir zor bû ku te xwe ji vê rewşê xilas bikira, ji ber ku tiştên te yên baş ji yên xirab zêdetir in, ez li te tême rehmê. Tu hatî bexşandin û niha dikarî biçî.”

Dadger ji bo bide zanîn ku doz qediyaye, mîrkuta xwe li masê dide.

Salon bi hilmên kesên ku şok bûne û bi xurmîniyên hêrsokî tê dagirtin…

Heya niha senaryoyeke dozê ya wiha nehatiye bihîstîn. Ji bo ku pîvandina sûcdariya yekî bê sembolîzekirin, mêzîneke dikare bê bikaranîn, lê piştî ku ew kes sûcdar tê dîtin, tişta ku êdî divê bê kirin, cezayeke li gorî wî ye. Eleqeya wî bi cezadanê re tune ka yê sûcdar “karên baş” kirine an na. Em hemû vê rastiyê dizanin.

Di vê rewşê de, sîstema “karên baş-karên xirab-jê dibe” tu car li dozên herêmî nayê bikaranîn, mimkun e ku heman sîstema bêedaletî li dadgeha esmanî ya Xwedê bê bikaranîn?

DADGERÊ ADIL

Xwedê ne wekî wî dadgerî ye ku me li jorê xeyal kir. “Dadgerêadil(Timoteosê 2., 4:8) yek ji nasnavên Wî ye. Brahîm Pêxember bi hezaran sal berê ev tişt pirs kir: “Rebê ku hemû dinyayê didarizîne, ne hewce ye ku adil bibe?” (Afirîn 18:25)

Xweda ji bo ku dilovaniya xwe bide nîşan, tu car edaletê nahêle li aliyekî. Ku vê bike, dê bingeha textê xwe yê adil bixurimîne û dê şana navê xwe yê pîroz bilewitîne.

Textê te li ser edalet û rastiyê hatiye avakirin; hezkirin û dilsozî li ber te diçe.” (Mezmûr 89:14)

Wekî wî hevalî ku posteya elektronîk şandibû, fikirîna Xwedê ku “hêza xwe ya dawînî” ji bo guhnedana zagonên xwe bi kar tîne, tê wê wateyê ku “Yê Ku Dadgerê Rûzemînê ye” ji gunehên ku dê darizînê kêmtir adil e.

Digel ku em mirov ji zayînê xwedî hestê edaletê ne, çi ecêb e ku em li ber rastiya zelal a ku Afirînerê me jî xwedî heman hestê edaletê ye li ber xwe didin! Em hemû jî di kûrahiya dilê xwe de dizanin ku dadgerekî ku yê xirab ceza nake ne “baş” e.

Yeremya pêxember wiha nivîsî:

Dilsoziya te mezin e! ‘Yê ku dikeve para min Reb e’ dibêje canê min, ‘ji ber vê hêviya min ji Wî heye.’ (Zêmar 3:23-24)

Bala xwe bidinê ku pêxember nabêje, “Tişteke mezin e ku tu nikarî ji berê de agahî bidî! an jî, “Çarpînetiya te mezin e!” Me yê ji Xwedayekî wisa xwedî fikrên ecêb an jî bikaprîs çi hêvî bikira? Dilzosiya Xwedê mezin e. Gelek kes ên ku hîn bûne wekî “Dilovan û Mîhrivan” hîtabê Xwedê dikin, ji bîr dikin ku Ew di heman demê de “dilsoz û adil e” (Yuhannayê 1., 1:9).

Nêrîneke yekalî, der heqê Xwedê de dibe sedema nêrîneke berevajî.

XWEZAYA BITEWŞ A XWEDÊ

Kîjan bask pêwîst e ji bo ku çûk bifire? – baskê çep an baskê rast?

Diyar e ku ji bo çûk bifire her du baskên wê jî pêwîst in! Kesekî ku dibêje çûk dikare bi baskekî bifire, guh nade xwezaya çûkan û zagonên wan ên erdkêşî û aerodînamîkê.

Bi heman awayî, kesekî ku qebûl dike Xweda edaletê dihêle li aliyekî û tê rehmê, guh nade xwezaya Xwedê û zagona guneh û mirinê.

DilovanîûedaletaXwedê her tim di nav ahengeke nuwaze de ne. Qral Dawul wiha nivîsîbû:

Ez ê dilovanî û edaleta te bi newayan bi bîr bînim; ez ê pesna te bi îlahiyan bidim, ya REB! (Mezmûr 101:1)

Dawudê ku hin gunehên kirêt kirine, dizanîbû ku dilovaniya Xwedê heq nake. Di tarîfa dilovaniyê de heq nekirin heye.

Edaletgirtina cezayê ku em heq dikin, e.

Dilovanî, negirtina cezayê ku em heq dikin, e.

Sedema Dawud ku ji Xwedê re îlahiyên pesndanê dibêje ew e ku, ew dizane Xwedê rêyekê wisa çêdike ku ji gunehkarên ku heq nakin re edaletê nahêle li aliyekî lê li wan tê rehmê.

Bexşandina gunehê, ji Xwedayê me ne mijareke hêsan e. Xwedê tu car gunehkarekî nabexşîne heya ku li gorî sûcê wan, wan nedarizîne û ceza nede. Ger ku yekî neheqiyê li me bike, em dikarin wekî hebûnên mirovî jê re wiha bibêjin:

“Temam. Em ji bîr bikin. Ne hewce ye ku em tiştên qewimîne ew qas mezin bikin.” Em dikarin bi qencîkeriya xwe kesekî bi vî awayî bibexşînin, lê Dadgerê ku di pîroziyê de bêsînor e wiha tevnagere.

Dilovaniya Xwedê tu car edaleta Xwedê betal nake. Xweda tu car nabêje, “Ez ji te hez dikim, ji ber vê ez ê gunehên te nedarizînim.” Xwedê ji gunehkaran hez dike, lê gunehên wan cuda digire û wan ceza dike.

Ger daxwaza Xwedê ev be, wê demê mimkun e ku li gunehkarên sûcdar bê rehmê?

EDALET Û DILOVANÎ

Em rewşa Adem û Hewa dîsa bifikirin.

Ji ber ku Xwedadilovanûbirehme nexwest bila Adem û Hewa ji Wî veqetin. Xwest ku bila heta hetayê bi Wî re bijîn û di agirê bêdawî de mehf nebin.

“Reb… naxwaze bila tu kes mehf bibe.” (Petrûsê 2., 3:9)

Lê belê, ji ber ku Xweda rastûadil e nedikarî guh nedaya gunehên Adem û Hewa. Divabû gunehên wan ceza bikira.

“Çavên Te ew qas safî ne ku nikarin li xirabiyê binêrin.” (Habakkuk 1:13)

Di vê rewşê de, dê Xwedê çi bikira? Rêyekê hebû ku bila gunehê bêyî cezakirina gunehkarî ceza bikira? Qirêjiya gunehê ji gunehkarî çawa dihat dûrxistin û safîtiya nuwaze çawa ji nû ve dihat restorekirin? Ji bo pirsa Eyûb Pêxember bersiveke têrker heye? Mirov çawa dikare mafdar derkeve li ber Xwedê? (Eyûb 9:2) Şikir ji Xwedê re ku bersiveke têrker a vê pirsê heye.

Nivîsên Pîroz diyar dikin ka Dadgerê Adil ji bo ku gunehkarên sûcdar ên wekî Adem û Hewa, wekî we û min “biedalet fihil bike”çi dike (Romayî 3:26). Hûn dizanin Xweda ji bo ku li we bê rehmê, bi edaleta xwe çi dike?

Bersiv li pêşîyê, li benda me ye. Em berdewamê rêwîtiya xwe bikin.

NE SÛCÊ MIN E

Em niha guh bidin axaftina ku navbera kalikên me yên ku bi gunehê hatine lewitandin  û Afirînerê wan ê ku bûye Dadgerê wan, derbas dibe binêrin:

Piştre REB Xweda ji Adem re got ‘Tu li ku yî?’ Adem got, ‘gava min li baxçê dengê te bihîst ez tirsiyam. Lewre ez tazî bûm, ji ber vê min xwe veşart.’ REB Xweda got, ‘Kê ji te re got tu tazî yî?’ Adem bersivand, ‘Jina ku te danî cem min, fêkiya darê da min, min jî xwar.’ REB Xweda ji jinê pirs kir, ‘Ev çi ye te kir?’ Jinê, ‘Mar ez xapandim, ji ber wê min xwar’ got.” (Afirîn 3:9-13)

REB çima ji Adem û Hewa pirsyariyê kir?

Çawa ku dê-bavekî digel ku dizane zarokê wan ê bêîtaet çi kiriye, dîsa jî ji wan dipirse, bi heman awayî Xwedê jî ji Adem û Hewa pirsyariyê kir. Xweda xwest ku bila haya Adem û Hewa ji gunehên wan hebe. Lê digel vê, li şûna ku gunehê xwe îtiraf bikin, hev û du sûcdar kirin.

Adem, Xweda û Hewa sûcdar kirin: Ne sûcê min e! Sûcê wê jinê ye ku te danî cem min!

Hewa, mar sûcdar kir: Mar ez xapandim!

Adem û Hewa ne robotên hatine programkirî bûn; ji ber ku mirov bûn Xweda ew bi hilbijartina wan sûcdar kir. Kesekî ku divabû bihata sûcdarkirin, ew bixwe bûn.

Kesê ku ji rê hatiye derxistin bila nebêje, ‘Xweda min ji rê derdixe’. Lewre Xweda ji ber ku bi xirabî ji rê dernakeve, bixwe jî tu kesê ji rê dernaxe. Her kes bi daxwazaxwe tê xapandin û ji rê tê derxistin. Piştre daxwaz bihemle dive û gunehê dizê. Gava guneh mezin dibe wê demê jî mirinê tîne.” (Yaqûb 1:13-15)

Adem û Hewa li şûna ku plana Afirînerê xwe bişopînin, “daxwazên xwe” yên ku ew beraliyê guneh û mirinêkirin, şopandin.

Hewa ji hêla Şeytên ve ji rê hat derxistin û hat xapandin. Adem jî ku Reb jê re ferman kiribû ku ji dara zanîna başî û xirabiyê nexwe, bi daxwaza xwe bêîtaetkirina ji Afirînerê xwe re hilbijartibû.

Yê ku hatibû xapandin ne Adem , jin hate xapandin û sûc kir.” (Timoteosê 1., 2:14)

Ji rê hatin derxistin an jî hatin xapandin, her du jî sûcdar bûn. Lê belê piştî ku Adem fêkiya qedexe xwar, Nivîsên Pîroz ev daxuyanî dan: Piştre çavên her duyan jî vebûn.” (Afirîn 3:7)

Xweda berpirsiyariya derxistina mirov ji qraltiya rastî û jiyanê û xistina serweriya guneh û mirinê neda Hewayê, lê da Adem. Xweda ji Adem re wê îmtiyazê dabû ku bibe serê hemû nifşa mirov, lê ev îmtiyaza mezin bi xwe re berpirisiyariyeke mezin jî dianî.

Guneha Adem me hemûyan lewitand, lê ji hilbijartinên xwe em nikarin wî tawanbar bikin.

her yekê me li ser navê xwe ji Xwedê re hesab bide.” (Romayî 14:12)