December 2013

14. Lanet

14
LANET

Dema veşartin û mahneyan derbas bibû. Adem rêya xwe hilbijartibû, lê dê encamên vê riyê hilnebijarta. Gava Dadgerê Adil daxuyaniya lanet û encamên ku dê bi gunehên mirov re bihata, bidaya dê hemû afirîn bêdeng bimana.

MAR

Reb, ewil hukma ku der heqê “mar” de daye, da zanîn:

Li ser vê REB Xweda ji mar re got, ‘Ji ber vê kirina te tu yê bibî heywanê herî lanetkirî di nav hemû heywanên kedî û kûvî. Tu yê li ser zikê xwe bi erdê re kaş bibî, di hemû jiyana xwe de axê bixwî. Ez ê tu û jinê, nifşa wê û ya te bikim dijmin ji hev re.. dê nifşa wê serê te bipelixîne, tu yê êrîşê pehniya wê bikî.” (Afirîn 3:14-15)

Ev marê ku Xweda pê re axivî bû kî bû? Xwedê ji xuşînokekî re hêrs bibû?

Peyvên Xwedê yên Nivîsên Pîroz carinan di nav xwe de bi taybetî di şibandin û pêşdanezanan de peyamên du-ast dihewînin. Ya yekemîn wateyaserkî ye ku diyar e û ya duyemîn jî wateya kûr e ku kêmtir diyar e. Hukma Xwedê ku dide zanîn xwedî dîmeneke du-ast e.

Laneta ku hatiye serê mar xwedî du ast e.

ASTA 1: RAVEKIRINEKE DOMDAR

REB ewil bi lanetkirina mar (hukma der heqê wî de da zanîn), dersa îbretê ya domdar didanî li ber mirovahiyê. Xuşînokê ku Şeytan ji bo xapandina mirovan bi kar anîbû, êdî dê li ser zikê xwe bi erdê re kaş bûya. Dê hemû mar xwedî vê heman taybetiyê bûna. Beriya ku Adem û Hewa guneh kirin, belkî piyên maran jî hebûn wekî xuşînokên din. Heya îro, hatiye dîtin ku li ser hestiyê piyê jor ê hin maran wekî pîton û boxemar, hin parçeyên jêmayî hene. 1

Guneh, bi heman awayî, ji ber sûc û sûcdariyê jêmayiyan derdixe ku serê wan heta dûredestê dirêj dibe. Sedema “nalîna hemû afirînê” (Romayî 8:22), guneh e. Cîhana heywanên bêguneh jî bandor ji gunehê girtiye.

Hilbijartina mirov a der heqê gunehkirinê de wekî Ketinhatiye binavkirin û ev navekî li cih e.

ASTA 2.: MEHKUMIYA KU DÊ BÊ SERÊ ŞEYTÊN

Pirtûka Pîroz dide zanîn ku “Tu peyva pêxemberiya Nivîsên Pîroz ji ber daxwaza mirov nehatine nivîsîn” (Petrûsê 2., 1:20). Şîroveya Nivîsên Pîroz, Nivîsên Pîroz dike. Daxuyaniyên Xwedê yên der heqê laneta “mar” ku di beşa duyemîn de dike, me mecbûr dike ku em der heqê Nivîsên Pîroz de lêkolînên kûrtir bikin.

Ez ê tu û jinê, nifşa wê û ya te bikim dijmin ji hev re.. dê nifşa wê serê te bipelixîne, tu yê êrîşê pehniya wê bikî.” (Afirîn 3:15)

Marê ku Xweda pê re diaxive kî ye? Nivîsên Pîroz ji bo vî marî dibêjin milyaketê bifêz yê ku li erdê dikeve (Yeşaya 24:12). Ew Marêkevn ê ku jê re Îblîs an jî Şeytan tê gotin e ku hemû dinyayê xapandiye”. (Wehî 12:9) 2

Mar, ji xeynî Şeytan ne kesekî din bû.

REB li gorî zimanê marekî, hilweşîna Şeytan û yên ku wî dişopînin îlan dikir. Dê di navbera tovê(ezbet) Şeytên û Tovê(Ezbet) jinê de “dijmintî” (dijmintiya ku nikare li hev bê) hebûya. Dê di dawiyê de “Tovê wê” “serê” mar bipelixanda.

Ev hemû gotin dê li gorî lêrastanîna Xwedê pêk bihata.

DU “TOV”

Mebesta gotinên ku der heqê van du tovan de tê kirin, çi ye? Bi gotinên tovê mar û Tovê jinê kî tê nîşankirin?

Tovêmar, kesên wekî Şeytên serî hildidin, nîşan dike. Kesên ku derewên Şeytên dişopînin, wekî rûhî, zarokên îblîs in.

Hûn ji bavê xwe Îblîs in û hûn dixwazin daxwazên bavê xwe bînin cih. Ew, ji  serî de kujer bû. Girêdayî rastiyê nebû. Lewre di wî de rastî tune ye. Normal e ku derewan dike. Lewre ew derewker e û bavê derewê ye.” (Yuhanna 8:44)

Naxwe Tovêjinê kî ye?

Ev îfade têgîneke bêhempa ye. Di temamiya dîroka Pirtûka Pîroz de, nifşa kesekî her tim li jinê nehatiye bar kirin, li mêr hatiye barkirin. Lê belê roja ku guneh kete dinyayê Xweda behsa ezbeta jinekê kir.

Çima?

Ev agahiya Xwedê, pêxemberiya yekemîn bû ku Mesîhê ku dê ne ji mêrekî lê ji jinekê bihata dinyayê, nîşan dikir. Rasterast wateya peyva Mesîh, Yê hatiye Meshkirin an jî Yê Bijartî ye. Di temamiya Pirtûka Pîroz de, kesekî gava ji hêla Xweda tê hilbijartin da  ku bibe rêberê gel, kesekî rayedar, wekî pêxemberekî, ji ber ku bide nîşan ew ji hêla Xwedê ve ji bo peywireke taybet hatiye hilbijartin, ew mesh dikir (ji serê wî rûn dirijand). 3

Lê Mesîh dê ji yên din cuda bûya. Dê ew bûya Yê Meshkirî. Gava li dîrokê ew dema rast hat, Bijareyê Xwedê dê biketa dinyayê da ku “yê xwedî hêza mirinê ye, ango îblîs bêtesîrbike û yên ku ji ber tirsa mirinê di hemû jiyana xwe de bûne xulam, rizgar bike.” (Îbranî 2:15)

Xweda roja ku guneh kete nav nifşa mirov, digel ku hemû Plana xwe diyar nekir, vê pêşagahiya negihiştî ji Adem û Hewa û ji nifşa wan re wekî roniya hêviyê da. Ev wehda pêşîn, bi hejmaran rastiyê dihewîne ku dê pêxemberiyên Xwedê piştre bi awayekî hûrgulî bi pêş ve bibin. 4

LANET

Xweda piştî ku bi uslûbeke pûtepêder agahiya pêxemberiya der heqê Tovê jinê ku dê serê mar bipelixîne, Adem û Hewayê derbarê hin encamên pratîk ên ku ji ber gunehên wan derketin, agahdar kir. Ev encam bi navê Lanetê têne zanîn.

REB Xweda ji jinê re got, ‘Dema tu zarok bînî ez ê êşeke zêde bidim te. Tu yê bi êş bînî zarokên xwe. Tu yê mêrê xwe bixwazî, dê ew te bi rê ve bibe..’ REB Xweda ji Adem re got, ‘Ji ber ku te guh da jina xwe û ji fêkiya dara ku min got nexwe, xwar, ax ji ber te hat lanetkirin. Tu yê di hemû jiyana xwe de bêyî keda xwe nekarî xwarin peyda bikî. Dê ax ji te re stirî û devî bide, tu yê giyayê yawan bixwî. Heya vegerî axê tu yê nanê xwe bi keda serê xwe bi dest bixî, lewre tu ax î. Tu ji axê hatî afirandin û tu yê dîsa vegerîaxê.” (Afirîn 3:16-19)

Hilbijartina Adem û Hewa ya der heqê serhildana li hemberî Afirînerê xwe, bedêleke ecêb derxist holê.

Dê ji kêfxweşiyên bi xwedîbûna malbatekê re niha zehmetî û êş tevlî bûna. Ax niha li şûna ku bi awayekî xwezayî dexl, fêkî, zebze bide, ji ber ku hatiye lanetkirin, wekî encama vê lanetê dê êdî giyayê yawan, stirî û devî bidaya. Dê li şûna rihetbûn û kêfê, têkoşîn û zehmetî bigirta. Ya ku ji van hemûyan xirabtir ew bû ku, dê emrê mirov ê ku lezelez derbas dibû êdî bi zordestekê ku navê wê Mirin e bihata tarîkirin.

Mirov serweriya ku Xwedê dabûyê, wenda kiribû. Guneh lanetê anîbû.

GELO MIRIN NORMAL E?

Kesên ku guh nadin Nivîsên Pîroz, meyldar in ku bifikirin zehmetî, acizî, wendayî, têkiliyên xirabe, nexweşî, kalbûn û mirin normal e. Famkirina rastiya der heqê laneta gunehê de, yek ji mifteyan e ku em fam bikin ka li gerdûna me ya ku dinale çi dibe. Gelek mirovên zîrek, wisa difikirin ku sedema rewşa dilsoj a mirovahiyê delîla tunebûna Xwedê ye. Ji ber ku haya wan ji ketina gunehê ya dinyayê û ji bandorên wê tune ye, bi mantiqeke wisa difikirin. 5

Li Senegalê mirov carinan (bi piranî li teziyeyan) wiha dibêjin: “Xwedê beriya jiyanê, mirin afirand.” Piraniya van kesan, di vê felsefeyê de aramiyê dibînin. Fikreke wiha ku hem mantiqê hem jî mirinê wekî “dijminê dawî yê divê ji holê bê rakirin” (Korintiyên 1., 15:26) dibîne, bi Nivîsên Pîroz re li hev nayê.

 Xirabî, şîn, zehmetî, acizî û mirin dikare normal xuya bike. Lê unsûren wisa dagirker wekî hucreyên pençeşêrê ku ji bo bedena mirovekî bisihet in, normal in.

Stiriyên dara gulê ya bêhnxweş, keda ku ji bo çinîna mehsûlekê pêwîst e, inyada zarokên biçûk ên şêrîn, mêrekî ku ji jina xwe ya xweşik re nebaş e, êşa ku tevlî mucîzeya zayîna zarokekî dibe, nexweşiyên ku pergala bexşangê ya benedekê wêran dike, zalimtiya kalbûnê, rastiya hişk a mirinê û vegerîna bedena me ya axê – ev ne parçeyeke plana orîjînal a Xwedayê ne.

Xwedê afirandinê wisa nesêwirand ku bila bi xwe re şer bike.

Beriya ku guneh kete dinyayê, mirov li ser afirînê xwedî serweriyê bû. Her tişt li ber Adem û Hewa bi awayekî nuwaze situyê xwe ditewandin. Piştre kalikê me yê pêşîn di rêya guneh û mirinê de meşiya û nifşa mirovan a ku qirêj bû û mir, bi wî re meşiya.

BANDORÊ LI HEMÛ AFIRÎNÊ KIR

Kesekî dikare bibêje, “Lê ev ne adil e, mirovekî çima mecbûr e ji ber gunehê yekî din biêşe?”

Em her yek hilbijartina xwe bixwe dikin û Xwedê me ji van hilbijartinan berpirsiyar digire, lê di heman demê de rast e ku em li dinyayekê ku hatiye lanetkirin, dijîn. Rastiya li pişta wecîzeya Wolof e zelal e:

“Nexweşiyeke şov, xwe bi kesê ku nexweşî pê ve girtiye re bisînor nake.” 

Xwezaya gunehê jî wiha ye. Jiyan êdî ne adil e. Wekî encama wî yek gunehê Adem, “hemû afirîn heya niha bi hev re dinalin û êşa zayînê dikêşin.” (Romayî 8:22)

Ji ber laneta gunehê her tişt bandor jê girt.

Agahiya baş ew e ku, Afirînerê me ji serî de xweyî planeke rizgariyê ya wêrek e. Çêkerekî saetê zendê, mekanîzmayek dixe nav saetê û ev saeta zendê dikare wisa bê eyarkirin ku bikaribe li hemberî hêzên ku dema (Zeman) şaş nîşan dide, derkeve. Bi heman awayî Afirînerê gerdûnê jî ji bo ku ji dinyaya xwe re dengeyek çêke, li ber hêza wêranker a Şeytan, guneh û mirinê  “mekanîzmayek” ava kir. Xwedê gava ji serî de destûr dida ku guneh bikeve dinyayê, xwedî armancekê bû ku bikaribe laneta gunehê vegerîne û Lufta xwe nîşanê her kesê ku Jê bawer dikin, bike.

Di destpêka çîroka Xwedê de çawa ku xemgînî, êş û mirin tune ye, di dawiya çîrokê de jî xemgînî, êş û mirin tune bû. Dê rojekê guneh û laneta gunehê bê betalkirin. “Dê Xwedê ji çavên wan hemûhêstiranjêbibe. Dê êdî mirintunebe. Dê êdî ne şîn, ne girîn, ne jî jan hebe. Lewre pergala berê ji holê rabû… dê êdî tulanet nemîne.” (Wehî 21:4; 22:3) Em ê der heqê vê pêşeroja bihişmet de, di dawiya rêwîtiya xwe de agahî bigirin.

LUTFA XWEDÊ

Piştî ku Adem û Hewa ji dara zanîna başî û xirabiyê xwarin çi kirin, tê bîra we?

Ji bo xwe ji pelên hejîrê rûpişt çêkirin. Ev tevger, pêngava yekemîn bû ji bo ku mirov guneh û sûcê xwe veşêre. Xweda hewldanên Adem û Hewayê qebûl nekirin. Û ji bo wan Xwedê tiştek kir:

Reb Xweda ji bo Adem û jina wî ji çermê kinc çêkirin, ew li wan kirin.” (Afirîn 3:21)

Xweda ji bo Adem û Hewq kincên ku ji cermên heywanan hatine çêkirin, peyda kirin. Ji bo vê xwîn hate rijandin.

Bînin li ber çavên xwe ku REB du pez an jî heywanên din hilbijartin, ew qurban kirin û piştre ji wan heywanan ji Adem û Hewa re “kincên çerm” çêkirin. Xwedê ji wan re dersên girîng didan ka gunehkarên ku ne li gorî xwezaya Wî ya pîroz û li gorî Wî ne çawa bêne qebûlkirin.

Gava Afirîner ji Adem û Hewa re ev kinc peyda kirin, ji wan kesên ku li hemberî Wî serhildanê kiribûn, re Lutfa xwe nîşan dida. Qenciya Xwedê heq nekiribûn, lê jixwe wateya lutfê ev e: qenciyanehatiyeheqkirin.

Edalet, girtina yê ku me heq kiriye, ye (=cezayê bêdawî)

Dilovanî, negirtina yê ku me heq kiriye, ye (=ceza tune ye)

Lutf, girtina yê ku me heq nekiriye, ye (jiyana bêdawî)

RASTIYA XWEDÊ

Xweda ji bo Adem û Hewa heywanan kuşt, ji wan xwest ku bila fam bikin ku Ew ne tenê “Xwedayê qenciyê (lutf) ye” (Mezmûr 86:15), lê belê “Xwedayê adil e (Mezmûr 7:9) jî. Guneh divê bi mirin re bê cezakirin. Bifikirin ka ji hişê Adem û Hewa çi derbas bûye, gava xwîna ku ji van heywanên şêrîn, masûm wekî hilavêtina nebzê herikiye, dîtine. Xwedê mînakeke pir bandorker danîbû li ber Adem û Hewa: cezayê gunehê wan mirin bû.

Xwedê Bixwe hilbijartibû qurbana pêşîn a ku xwîna wê herikîbû. Dê bi mîlyonan qurban bihata li dû vê.

Bala xwe bidinê ku dîsa REB e ku çermên heywanan “li wan dike”. Adem û Hewa hewl dabûn ku gunehên xwe bipêçin, lê ew hewldanên wan Xweda têr nekiribû. Yê çareseriyeke bidîta ji bo pirsgirêkên gunehê, tenê Xwedê bû. Xwedê xwest ku bila Adem û Hewa vê rastiyê fam bikin. Dixwaze em jî heman rastiyê fam bikin.

GUNEHKAR JI BAXÇÊ HATIN DERXISTIN

Beşa 3. A pirtûka Afirînê bi ayetên li jêrê diqede:

REB Xweda piştre got, ‘Adem bi zanîna başî û xirabiyê bû wekî yek ji me. Êdî divê destûr neyê dayîn ku xwe dirêjî dara jiyanê bike, fêkiya wê bixwe bibe nemir.’ Bi vî awayî REB Xweda, Adem ji baxçeyê Adenê ku ji bo çinîna wî afirandibû, derxist. Ew der kir. Ji bo venêrîna rêya dara jiyanê jî Keruv (Milyaketên taybet ên ku li derdora textê esmanî yê Xwedê) danîn li rojhilata baxça Adenê û şûrekî bipêt ku li her derê dizivire, danî wir”. (Afirîn 3:22-24)

Wekî Lusîfer û milyaketên wî ku li hemberî daxwaza Xwedê derketibûn û li gorî daxwaza xwe tevgeriyabûn piştre jî ji ber van gunehên xwe ji Cinetê hatibûn derkirin, Adem û jina wî jî gava li dijî daxwaza Xwedê tevgeriyan, ji cineta erdîn hatin derxistin.

Bi vî awayî, huzûra pîroz a Xwedê û dara jiyanê (bila bi dara zanîna başî û xirabiyê re neyê tevlihevkirin) ji mirov re hate qedexekirin. Ber bi dawiya rêwîtiya me ya Nivîsên Pîroz, em ê rastî dîmeneke din a vê dara taybet a Bihuştê bên. Dara jiyanê, ji kesên ku ji Xwedê û Plana Wî bawer dikin re, diyariya jiyana bêdawiyê sembolîze dike.

Adem û Hewa bi xwarina ji dara zanîna başî û xirabiyê, rêya jiyana bêdawî terk kirin û rêya mirina bêdawî pejirandin. Girêdana bikêf a navbera erd û esmanê ji ber gunehê hate birîn.

Adem û Hewa rastî pirsgirêkeke cidî hatibûn. Em jî wisa.


1. “Pîton û marên boxe… di bin çermên wan de lingên wan ên ku dişibe girêkê û li ser girêkan jî penceyên wan ên biçûçik û bi qasî nîv înçê (1.27 cm) hene ku zikê xwe yê ku nêzî zotikê ye hişk girtine. Esas ev girêk ne ling in, nîşana hestiyên lingê jor (ran an jî hestiyê qorikê) ne. marên nêr hê jî paşpanîk bi kar tînin – lê tenê dema cilwe dikin an jî şer dikin bi kar tînin- ne ji bo meşê. Lingên marên din tune ne.” www.wonderquest.com/snake-legs.htm (wêne hene). Hin kes vê rastiya biyolojîk ji bo hîpotezên xwe yên der heqê peresendiyê de, wekî piştgirî şîrove dikin. Tişta ku em dixwazin bêjin ev e: anatomiya van maran bi Nivîsên Pîroz ên ku bi hezaran sal berê nivîsîne, li hev tê.

2. Di heman demê de: Wehî 20:2; Lûka 10:18 û Korîntiyên 2., 11:3, 14: “Wekî ku mar Hewa bi xasûktiya xwe xapand.” “Şeytan xwe wekî milyaketê roniyê nîşan dide.”

3. Ji Misirê Derketin 29:7; Samuelê 1., 10:1; Qralên 2., 9:6; Mezmûr 45:7

4. Beşa 18. sê sedem pêşkêş dike ka Xwedê plana xwe ya rizgariyê çima girt. Yek ji zewqa xebata Nivîsên Pîroz wekî kronolojîk ew e ku, keşfkirina plana rêza bûyeran a ku dema Xwedê gunehkaran ji Şeytan, guneh û mirinê rizgar dike, ye. Xwedê bi bikaranîna Zanyariya xwe, plana xwe di pêvajoyekê de rave kir: “rêzik li ser rêzikê, hinek ji vir hinek ji wir.” (Yeşaya 28:10)

5. Di rêza çîrokê ya komîk a bi navê “Tu ji vî re jîr dibêjî?” de, Time Magazine têgîna Sêwirînerekî Biaqil (Xwedê) biçûk dibîne: “Mijara kalbûnê, bi awayekî ferasettir û rûmettir nedihat çareserkirin? Mînak: Mirovên kalik li şûna ku biqirmiçin û kêrî tu tiştê neyên, nedikarîn bi awayekî helbestî wenda bûna?” (Handy Bruce and Glynis Sweeny. Time, July 4, 2005, rûpel 90) di heman demê de li beşa Neither Intelligent a pirtûka bi navê Improbability of God, ev tê gotin: “Ji bo aferîdeyekî ku ev qas xirab û biqusûr hatiye sêwirandin, dikare ji yê ku Sêwirîna Biaqil pêşkêş dike, egoyeke mirov a bifêz û ji xwe zêde bawer dike, hebe? (Bruce and Frances Martin in The Improbability of God by Michael Martin and Ricki Monnier, Amherst, NY: Prometheus Books, 2006, rûpel 220)

Kurmanji English Chapter Title : 

14. The Curse

15. Aciziya Duhêl

15
ACIZIYA DUHÊL

Sernivîsa rojnameyeke meha Gulanê ya 2006an ev nûçe dabû: Mehkûmekî piştî ku 38 sal revî, dîsa hate girtin.

Mehkûmekî bi navê Smith ku ji ber şêlankariyê di girtîgehê de bû, di 1968an de ji girtîgeheke ku li Kalîforniya ye revî.

38 sal, bi bikaranîna paşnavê diya xwe, her tim cihê xwe guhert, di dawiyê de biryara xwe da ku li Amerîkaya Navîn, li herêmeke ku li wir darên gur hene, di nav romorkekê de bijî. Rayedar ew li wê herêmê bi dest xistin.

Dedektîfê Buroya Şerîf ê Navçeyê der heqê bûyerê de wiha got: “Demeke kin li erdê nêrî û piştre serê xwe rakir û ji min re wiha got: ‘Erê, ew kesê ku hûn lê digerin, ez im.’ Nefikirîbû ku dê mirov bi demeke ew qas dirêj lê bigeriyana.” 1

Smith ku nekarî ji hêza biisrar a zagonê bireve, kesekî ku guh nade zagonên Xwedê jî dê nekare ji qada ragihanî ya bêsînor a Zagonkerê Adil û Dadger bireve.

Û niha em binêrin ka kî ye guh nade vê zagonê:

Her kesî ku guneh kiriye li dijî zagonê hatiye; lewre guneh li dijhatina zagônê ye.” (Yuhannayê 1., 3:4)

Her kesî ku li hemberî zagonên nuwaze yên Xweda bêîtaetî kiriye, li hemberî zagonê hatiye. Lusîfer jî wisa kir. Yê ku Adem û Hewa jî kirin ev bû. Me jî heman tişt kir.

Hemû guneh li hemberî Xwedê ye. Gelek kes gunehên xwe girîng nabînin, lê di çavê Xwedê de hemû gunehkarên ku tobe nekirine û nehatine bexşandin –çi qas baş an jî oldar bibin jî- kesên sûcdar in ku li hemberî zagonê hatine.

TEMAŞEKARÊN XWEŞBÎN ÊN LEYLANÊ

Demeke berê cîranekî min wiha got: “Ez xweşbîn im; ez bawer im ez ê biçim bihuştê.”

Gava wextê darizandinê bê, xweşbînî û hewldanên ciranê min dê bikaribe wî ji cezayê bêdawî xilas bike?

Carekê gava min li Geliyê Mirî yê Kalîforniyayê (yek ji çolên herî germ ên rûzemînê) rêwîtiyê dikir, min li dûr cihekî dît ku dişibiya goleke biriqî, lê gava ez nêzîk bûm “gol” ji ber çav wenda bû. Gava min li pêş nêrî, min cihekî din jî dît ku dişibiya “gol”ê. Lê ev “gol” jî bi heman awayî wenda bû.

Yên ku min dîtin leylan bûn.    

Leylanek, bi tîrêjên roniyê ku bi rêya tebeqeyên tîn û siftî ya hewayê dişkên, çêdibin. Gol wekî rast xuya dibûn, lê ne rast bûn. Bi heman awayî, gunehkarekî jî dikare di mijara çûyîna bihuştê de xwe xweşbîn hîs bike, lê Nivîsên Pîroz rastiyê bi awayekî zelal derdixin holê. Nifşa Adem “ne xwedî wê hêzê” (Romayî 5:6) ye ku xwe ji êgir xilas bike.

Wekî kesekî ku li çolekê qemirî ku hemû ava xwe rijandiye û wenda bûye, mirovahî jî neçar e ku jiyana xwe ya ku ji ber gunehê wenda kiriye bi dest bixe.

Teqez em ê hemû bimirin, em wekî avê ne ku li axê dirije lê car din nikare bê berhevkirin.”(Samuelê 2., 14:14)

Kesê wenda jidil dikare ji wehaya ku dê jiyana wî xilas bike, bawer bike, lê “weha” dibe pelên germ ên ku dibin sedem ku beden zêdetir av kom bike. Kesê neçar û bêav heya bimire nav leylanan de bi zehmetî dimeşe.

Heman rewş ji bo helwesta xweşbînî, jidilî û hewldanên gunehdarekî jî derbasdar e.

Rêyek wisa heye ku ji mirov re wekî rast (dûz) xuya dibe, lê dawiya wê mirin e.”(Wecîzeyên Silêman 14:12)

Îro li dinyayê bi milyaran kes hewl didin ku bi rewşên xwe yên qirêj ji heq derkevin, li rêya ku ji wan re rast xuya dike dimeşin. Merasîmên dînî çêdikin, bi awayekî mekanîk dua ji ber dikin, bi merasîman bedenên xwe paqij dikin, ji hin xwarinan xwe dûr dixin, sedeqe didin, mûmê pêdixin, tizbî dikişînin, rêzikan dubare dikin, û tiştên ku jê bawer dikin “karên baş” in, dikin. Hinekê wan jî bala xwe didin sitûxwarkirina li ber rêberê xwe yê ruhî û hinek jî wisa hêvî dikin ku dê ji bo sedemeke ku dizanin qey pîroz an jî adil e şehîd bibin û dê wê mafê bigirin ku bikevin cinetê.

Gelo mimkun e bi tevgerîna bi vî awayî, li dû leylanekê direvin?

DER HEQÊ XWEBÛNÊ DE NÊRÎNEKE RAST

Wecîzeyeke Wolofê dibêje, “Rastî, îsoteke tûj e.”

Digel ku em ji vê aciz dibin, Xwedê der heqê me de rastiya zalim dibêje. Me vedixwîne ku em der heqê gunehên xwe de bi Wî re bi awayekî durist tevbigerin. Ku em ne xwedî jidiliyeke wiha ne, em ê bibin wekî cîranekî ku ez û hevsera min nas dikin, ku nexweşiyeke wî ya cidî heye. Ev cîran nexwest ku bizanibe hewcedariya bijîşkekî baş e û biisrar digot qey dê baş bibe. Çend hefte bi şûn de mir.

Mesîh gava li rûzemînê bû, ji komeke rêberê dînî yên ku ji rastiyên xwe bawer dikirin re got:

Ne yên baş, lê hewcedariya yên nexweş bi hekîmê heye. Ez nehatim ku gazî kesên rast (kesên ku jê bawer dikin ku têra xwe baş in) bikim, ez hatim ku gazî gunehkaran bikim.” (Markos 2:17)

Digel îfadeya zelal û net a Nivîsên Pîroz, îro rayedarên gelek dêr, mizgeft û sînagogan ji mirovan re dibêjin divê çi qas bş bibin an jî divê hinek din hewl bidin. Ev rayedar ji mirovan re der heqê rastiya xirabnebûyî ya Xwedê û encama cidî ya gunehê de hewisandin nadin.

Mizgeftekê ku li Kanadayê ye, li afîşa ku li ser deriyê de bû ev peyam dida:

“EM HER KESÎ QEBÛL DIKIN Û JI TU KESÎ RE

NABÊJIN GUNEHKAR E”

Xweda li afîşa xwe ya ku danîbû serdestpêka cinetê, peyameke cuda dabû:

TIŞTA QIRÊJ DÊ TU CAR NEKEVEVIR

(Wehî 21:27)

Nivîsên Pîroz wiha dibêjin:

“Her kes guneh kir û ji mezinahiya Xwedê bêpar ma.”(Romayî 3:23) Xwedê tukesî li gorî hewldan an jî karên wan qebûl nake û dibêje ku her kes gunehkar e.

Dê tenê kesên paqij ên ku bikaribin têra pîvana edaleta nuwaze û safîtiya nuwaze ya Xwedê bikin, bikaribin têkevin cinetê.

DER HEQÊ XWEDA DE NÊRÎNEKE TEQEZ

Ji Yeşaya pêxember re rojekê, bînahiyeke der heqê safîtiya mutleq a Xwedê û mezinahiya Wî ya ku tirseke dide mirov, hat dayîn. Û Yeşaya ev nivîsî:

Sala ku Uziyya mir, min Rebê bilind û bihişmet dît; li textê rûdinişt, pêşa kincê Wî perestgehê dipêça. Li ser Seraf disekinîn; şeş baskên her yek hebûn; bi du heban rûyê xwe, bi du heban piyên xwe dipêçan û du heban jî difiriyan. Ji hev re wiha digotin: “Rebê ku Serwerê Her Tiştê ye pîroz, pîroz, pîroz e! Mezinahiya Wî hemû cîhanê dadigire. Ji dengê Serafan şîpaneyên deriyan hejiyan, perestgeh hemû bû dûman.Min got, ‘Xwelî li serê min, ez mehf bûm! Lewre ez zilamekî lêvqirêj im. Ez di nav gelekî lêvqirêj dijîm. Digel vê min Qral, Rebê ku Serwerê Her Tiştê ye bi çavên xwe dît.”(Yeşaya 6:1-5)

Hişmeta bipêt a Xwedê ku textê Wî yê bihuştê dorpêç dike ew qas bilind e ku, milyaketên ku di safîtiyê de nuwaze ne jî rûyê xwe û piyên xwe dipêçin. Ev milyaket, li hemberî pîrozî û bilindiya Xwedê ketine nav tirseke ew qas mezin ku, nikarin di Huzûra Wî de rûnin. Li şûna ku rûnin, li derdora textê Wî difirin û ji hev re wiha dibêjin: “Rebê ku Serwerê Her Tiştê ye, pîroz, pîroz, pîroz e! Mezinahiya Wî hemû cîhanê dadigire”.

Çima gelek mirov nikarin rûyê rast ê gunehê bibînin?

Sedema vê belkî jî ew e ku tu car nekarîne bibînin ka Xweda Kî ye. Li ser safîtiya Wî ku pêt direşîne, tu car nefikirîne. Yeşaya yek ji pêxemberên Xwedê bû, lê dîsa jî bînahiya ku der heqê bihişmetiya pîroz a Reb de jê re hatiye dayîn, jê re bû sedem ku fam bike ka çi qas qirêj e. “Xwelî li serê min, ez mehf bûm! Lewre ez zilamekî lêvqirêj im!”got. Yeşaya dizanîbû ku, bixwe û hemû gelê Îsraîlê ku bi Reb re bihatana hevberkirin, dizanîbû ku rewşeke neçar de ne!

Yeşaya piştre ev nivîsî: “Em hemû wekî pezan ji rê derketibûn; her yekê me vegeriya ser riya xwe… em hemû bûn wekî kesên qirêj û hemû karên me yên rast wekî cawa adetê ya qirêj e.” (Yeşaya 53:6; 64:6) Yeşaya dizanîbû ku xweşûştinên merasîmî û hewldanên mirovan çi qas bibe jî, nikarîbûn li ber Reb safî bibin. 2 Li ber Afirînerê Pîroz “em hemû dişibin yên qirêj”.

Eyûb pêxember rewşa vê qirêjiya mirov, bi vê pirsê diyar dike: “Li ber Xwedê mirov çawa dikare mafdar bibe?” … Ez bi gîyayê sabûnê xwe bişom, destên xwe bi ava xweliyê re paqij bikim, tu yê dîsa min binoqînî nav gemariyê, bîzê kincên min jî ji min tê.” (Eyûb 9:2, 30, 31)

Û pêxember Yeremya van peyvên Xwedê nivîsî: “Tu bi sodaya cilan xwe bişo, gelek ava xweliyê jî bi kar bînî, sûcê te li ber min wekî lekeyek disekine’ dibêje REBê Serwer.”(Yeremya 2:22)

Der heqê Xwedê de xwedîbûna nêrîneke teqez, dibe sedem ku em der heqê xwe de xwedî nêrînekê bin. Ger ku fikrên me yên der heqê Afirînerê me de ne teqez e, wê demê tê wateyê ku em ê der heqê xwe de xwedî fikrên bifêz bibin.

Yekî ku li ser wî kincên qirêj û bimîkrop û qerpal heye, dikare xwe paqij û guncaw  bibîne, lê ew fikr wî kesî paqij û guncaw nake. Bi heman awayî, gunehkarekî dikare xwe rast bibîne, lê ev fikr nayê wê wateyê ku ew rast e.

Karên me yên herî baş, gava bi hişmet û rastiya Xwedê re tên hevrûkirin, wekî “cawa adetê ya qirêj e.”

DERSEKE KU DIVÊ HER KES HÎN BIBE

Yek ji armancên Xwedê ku neteweya Îsraîlê afirand ew bû ku ji hemû neteweyan re hin dersên girîng hîn bike. REB digel ku her tim ji Îsraîlê re dilsoz ma, gelê Îsraîlê her tim Ew îhmal kirin. Xweda dixwaze ku em ji tevgerên Îsraîliyan dersê bigrin.Ev bûyer ji bo dersdayîna me çêbûn ku em jî wekî wan bêriya ji tiştên xirab nekin.”(Korîntiyên 1., 10:6)

Mûsa di pirtûka duyemîn a Tewratê ya bi navê Ji Misirê Derketin de dinivîse ku Îsraîlî di mijara dîtina gunehê de wekî Xwedê ne bi serkeftî ne. Xwedê bi milên xwe yên xurt ew ji koletiya çarsed salî rizgar kiribûn. Lê dîsa jî der heqê REB û karaktera Wî de gelek tiştên ku fam nekiribûn, hebûn. Îsraîlî fikirîn ku ji bo ku ji darizandina Xwedê birevin dê bikarîbûna têra xwe biîtaet bûna.

Ew qas baweriya gelê Îsraîlê ji xwe dihat ku, hemû gel tev de karî ji Mûsa re ev peyv bigota:

Em ê hertiştê ku REB gotiye, bikin.” (Ji Misirê Derketin 19:8)

Xwe wekî neçar û gunehkar nedîtin û tênegihiştin ku daxwaza Xweda rastiya bêqusûr e. Ji bîr kiribûn ku sedema ku Adem û Hewa ji Xwedê veqetandibû tenê gunehekî bû. Ji bo ku gunehê xwe bibînin û ji vê şerm bikin, Xwedê ji Îsraîliyan re ezmûneke ku bi deh xalan pêk tê, çêkir.

Nivîsên Pîroz rave dike ka Reb çawa bi hêz û hişmet daket ser Çiyayê Sînayê. “Bû xurmîna esmanan û birûsk lêdan. Liserçiya ewrekî tarî hebû. Bi vî awayî, dengekî xurt ê boriyê hat.Li artêşgehê her kes ricifî.” (Ji Misirê Derketin 19:16) Piştre dengê Xwedê kir gurînî û ev deh xal dane zanîn;

DEH FERMAN

1. “Dê ji xeynî min Xweda tune be.” Ji xeynî REB perestina yekî din guneh e. Guneh e ku em li her dema her rojê ji Xwedê bi dil, hiş û hêza xwe hez nekin. (Ji Misirê Derketin 20) 3

2. “Tu yê pûtekî ku dişibe zindiyê çênekî…tu yê li ber wan xwe netewînî, tu yê wan neperisînî.” Ev ferman, bi netewandina li ber pûtekî an jî bi rêzgirtina objeyekê re ne bisînor e. Tiştekî ku dikeve şûna Xwedê, tê wê wateyê ku guh nade vê zagonê.

3. “Tu yê belasebeb navê REB Xwedayê xwe tênexî devê xwe.” Ger hûn îdîa dikin ku li ber yek Xwedayê rast sitûyê xwe ditewînin, lê hûn naxwazin Wî nas bikin û ji Peyva Wî re îtaet bikin, wê demê tê wê wateyê ku hûn Navê Wî yê pîroz belasebeb dixin devê xwe.

4. “Roja Şabatê wekî pîroz bihesibîne û bîne bîra xwe… wê rojê hûn ê tu kar nekin.” Xweda ji Îsraîliyan xwest ku, ji bo ku Wî rûmetdar bikin bila roja heftemîn a hefteyê tu kar nekin.

5. “Ji dê û bavê xwe re rêz bigire.” Îtaeta bêqusûr guneh e. Zarokekî ku ji dê û bavê xwe re rêz negire, an jî li hemberî wan xirab tevbigere, tê wê wateyê ku guh nade vê fermanê.

6. “Tu yê tu kesî nekujî.” Xweda di heman demê de dibêje, “Yê ku ji birayê xwe nefret dike, mêrkuj e.” (Yuhannayê 1., 3:15) Nefretkirin û mêrkujî heman tişt e. Xwedê li dil dinêre û dixwaze di dil de her tim hezkirineke ne xweparêz hebe.

7. “Tu yê zîna nekî.” Ev zagon tenê bikaranîna bedenê ya bi awayekî bêexlaqî nîşan nade, di heman demê de daxwazên ku saf in û di zihn û dil de ne îfade dike. “Zilamekî ku bi şehwet li jinekê dinêre, di dilê xwe de bi wê jinê re zîna dike.” (Matta 5:28)

8. “Tu yê nedizî.” Ji heqê xwe zêdetir stendin, di bêşdayîn an jî ezmûnê de hîle nekirin, an jî ji bo kardarê xwe bi dilsozî nexebitîn, cureyên diziyê ne.

9. “Tu yê ji bo cîranê xwe şahidiyeke derewîn nekî.” Der heqê yekî an jî tiştekî de, gotina tam ne rast guneh e.

10. “Tu yê li tu tiştê cîranê xwe çav bernedî” Mirov tişta ku ne aîdê wî ye pir bixwaze guneh e. Divê em bi tiştên ku xwedî ne têr bibin.

SÛCDAR!

Piştî ku REB ev deh rêzik daxuyan kir, Nivîsên Pîroz wiha rave dikin ka Îsraîlî çawa tirsiyan: “Gava gel gurminiya esman, dengê boriyê bihîst û birûsk û dûmana li ser çiya dît, jitirsanricifî û lidûrsekinî(Ji Misirê Derketin 20:18)

Êdî pesna xwe nedidan ku dikarin “Her tişta ku Xwedê dibêje” bikin.

Ji ezmûnê derbas nebibûn.

Rewş ji bo we çawa ye? We di ezmûnê de çi kir?

Ger we her tim deh rêzikan bêkêmasî nekariye bi cih bînin, (ango îtaeta bêqusûr a ku 24 saetê rojê, 7 rojê heftê, roja ku hûn hatin dinyayê û heya niha) wê demê hûn jî wekî Îsraîliyan û wekî min ji ezmûnê derbas nebûne.

Kesek, ku hemû gotinên zagonê pêk bîne jî, di yek mijarê de jê veqete, li hemberî hemû Zagonê sûcdar dibe.” (Yaqûb 2:10)

Di beşa yekemîn a vê pirtûkê ku we xwendiye de, me bala we kêşabû ku Pirtûka Pîroz ne tenê pirtûka ku li cîhanê herî zêde tê firotin e; Pirtûka Pîroz di heman demê de li cîhanê pirtûka herî zêde jê tê revîn e. Yek ji sedemên ku nayê daxwazkirin ev e ku gunehê me derdixe holê û di me de xurûr nahêle. Pirtûka Pîroz der heqê me de wiha dibêje: “Tu dibêjî ‘Ez dewlemend im, dewlemend bûm, pêdiviya min bi tu tiştê tune ye’, lê tu nizanî ku tu di rewşeke belengaz, reben, feqîr, kor û tazî yî” û dibêje: “Li rûzemînê kesekî rast tune ye ku her tim qenciyê dike û tu car gunehnake.”(Wehî 3:17; Waiz 7:20)

Zagona Xwedê me bi me baş hîskirin nade.

DEH FERMAN JI BO ÇI HAT DAYÎN?

Naxwe armanca van fermanan çi ye? Ger tu kes nagihije pîvana Xwedê, çima Xwedê zehmetiya daxuyandina van fermanan kêşa?

Yek ji sedemên diyar ên dayîna van fermanan ev e, Xweda xwest ku ji mirovahiyê re di jiyana wî ya civakê de ji bo ku bigîhije pergalekê, pîvaneke zelal a exlaqê bide. Her şaristaniyê ku der heqê rastî û şaşiyê de wekhev nafikire, dê li hêla anarşî an jî zordestiyê bê kontrolkirin. Xweda dizane ku mirovahî di civakê de hewcedariya rêzika zagonê ye. Lê dîsa jî sedemên ji vê  girîngtir hebûn di dayîna  Deh Fermana Xwedê de.

Reb, Zagona xwe da, wisa ku,“bila her dev bê girtin, bila hemû cîhan hesab bide Xwedê. Ji ber vê bi pêkanîna pêwîsitiyên Zagonê, dê li cem Xweda tu kes pak nebe. Lewre bi saya Zagonê guneh bi bîr te.” (Romayî 3:19-20)

SÊ ERKÊN DEH FERMANÊ

1. Zagona Xwedê dengê kesên ku bi rastiya xwe pêbawer in dibire.“Bila hemû dev bêne girtin û bila hemû cîhan sûcê xwe yê cem Xwedê qebûl bike.” Deh Ferman, ji me re dibêje, “Hûn çi qas bifikirin jî ku hûn pir baş in, hûn ê tu car pîvana rastî ya nuwaze ya Xwedê nekarin bi cih bînin. Hûn ji ber ku guh nadin zagonê, sûcdar in. Dev ji pesndana xwe berdin! 4

2. Zagona Xweda gunehê me derdixe holê.“Lewre bi saya zagonê guneh bibîrtê.”Zagon mîna haceteke rontgenê ye. Radyografî dikare hestiyekî şikestî derxe holê, lê nikare wî baş bike. Bi heman awayî, “Bi pêkanîna pêwîstiyên zagonê, dê li cem Xweda tu kes pak nebe(dê bêsûciya wî neyê gotin).” Ji bo kesê ku rûyê wî qirêj e neynik tê çi wateyê, Deh Ferman jî ji bo gunehkarekî tê heman wateyê. Neynik dikare qirêjayiya rûyê mirov bide nîşan, lê nikare wî paqij bike. Zagona Xwedê guneh û qirêjiya me diyar dike, lê nikare van ji me dûr bixe.

Çend sal berê, min li Senegalê ji mamosteyê matematîk ê dibistana Roman Katolîkê re zagona Xwedê rave kir. Mamoste li hemberî vê ravekirinê şok bû. Ji dengê wî diyar bû ku şok bibû û got: “BAŞ E, Deh Ferman dibêje ku em li cem Xwedayê ku pîroz e û Yê ku divê gunehê darizîne neçar û gunehkar in, û ji me re hîn dike ku em ê bi saya karên me yên baş, bi duayên xwe û bi rojiyên ku em digirin nekarin xwe xilas bikin. Naxwe em çawa dikarin li cem Xwedê guncaw BIBIN? Çare çi YE?”

3. Zagona Xweda ji me re çareseriya Xwedê nîşan dide. Çawa ku li heman nexweşxaneyê teknîsyenê rontgenê ji nexweşê ku piyê wî şikestiye re navê bijîşkekî pispor yê ku dikare wî hestiyê baş bike, dide, Zagon û Pêxember ji me re yek “Bijîşk”ê ku “dê bikare me ji laneta Zagonê bifilitîne”, nîşan didin. Em ê çendek bi şûn de der heqê vê Bijîşkê de zêdetir agahî bigirin. 5

HAWAR!

Ku hûn di rewşa xeniqînê de bûna û kesekî ku dikare we xilas bike nêzî wir bûya, hûn ê ji bo ku alîkariya we bike ji bêr fêza (xurûr) xwe gazî wî nekira?

Ne têkçûnek e hûn têgihijin ku hêza we tune ye ku we ji cezayê mirinê xilas bike; gava pêşîn e ku ji bo serkeftinê tê avêtin. Pêdiviya mirov bi alîkariyê heye – û tenê Xwedê dikare vê alîkariyê pêk bîne.

Belkî we jî ev wecîze bihîstiye: “Xweda ji kesên ku alîkarî Wî dikin re, alîkarî dike.” Digel ku ev wecîze dikare li hin cihên jiyanê bê pêkanîn, gava ku rastiya me ya biguneh û mirina me ya ruhî mijara çêlê be, dijî vê wecîzeyê rast e: Xwedê ji wan kesên ku dizanin nikarin alîkariya xwe bikin re alîkarî dike.

Xwedê ji wan kesên ku îtîraf dikin pêdiviya wan bi Xelaskerekî heye re alîkarî dike.

Wecîzekeye Afrîkî ya ku pir tê ecibandin wiha dibêje: “goncikekê gava bi demeke dirêj li ser avê bimîne û şil bibe jî, dê tu car nebe tîmseh.”

Bi heman awayî mirov jî xwezaya xwe ya qirêj nikare biguherîne û nikare xwe rast bike.

QIRÊJ

Em vegerin û dîsa Adem bifikirin. Xweda ji wî re yek rêzik tenê dabû:

Ji dara zanîna başî û xirabiyê nexwe!

Ger ku Adem û Hewa ji Afirînerê xwe re îtaet bikirana, dê bi wî re di têkiliyeke nuwaze de mezin bûna û heta hetayê jiyana xwe domdar bikirana. Lê wisa nebû.

Kalikên me ev rêzik bi cih neanîn û têkiliya wan a bi Xwedê re xira bû. Êdî ji ber ku gunehkar bûn, hewl dan ku xwe ji Xwedê veşêrin. Fedî kirin û tazîbûna xwe bi pelên hejîrê re veşartin. Lê belê Xwedê ew bernedan û da dû wan, ji wan re ji bo demeke kin Dilovanî û Edaleta xwe nîşan da, piştre ew ji Huzûra xwe derxistin. Ku Xwedê di vê mijarê de çareseriyek nedîta, dê heta hetayê ji Huzûra Xwedê dûr biketana. Li ber Afirîner û Dadgerê xwe yê pîroz qirêj û sûcdar man.

Li vir divê pirseke girîng bê kirin: beriya ku Xweda wan ji Baxçeyê Adenê ya nuwaze derxe, divabû Adem û Hewa çend guneh bikirana?

Yek guneh bes bû.

“Qenciyên” wan ên berê an jî hewldanên wan ên paşî, dê nekariya vî gunehê wan ji holê rake.

“Başî” pîvana Xwedê ya normale. Gava Adem guneh kir, li gorî pîvana nirxandina Xwedê êdî ne “baş” bû. Çawa ku yekî dilopeke siyanurê dixe nav îskanekê avê û wê qirêj dike, Adem jî wekî encama yek gunehê qirêj bibû. Ger ku destê we de îskaneke avê ya bijehr hebe, hûn hewl bidin û ava safî li ser zêde bikin, dê jehra wê wenda bibe? Na. Bi heman awayî em çi qas qenciyê bikin jî, em nikarin pirsgîrêka guneha xwe çareser bikin. Û ger ku karên baş bikaribana gunehê dûr bikin, dîsa jî rastiya ku em ne xwedî “ava safî” ne ku li ser xwezaya xwe ya biguneh zêde bikin, ango rastiya nexwedîbûna me ya karên rast dê neguheriya.

Li gorî pîvana nirxandina Xwedê, hewldanên me yên herî baş jî bi qasî şibandina “cawa adetê ya qirêj” qirêj in.

Wekî yê Hewa, canê Adem jî bi guneh lewitîbû. Û bi heman awayî canên me jî qirêj in. Em hemû ji heman çavkaniya qirêj tên. Dawud pêxember ji me re hukma Xwedê bi van peyvan dibêje:

REB êdî ji esmanan li mirovan dinêre… Hemû ji rê derketin, hemû xetîş bûn. Kesê ku qenciyê dike tuneye, kesekîjî.” (Mezmûr 14:2-3)

ACIZIYA ME YA DUHÊL

Der heqê zilamekî de ku sed sal berê li girtîgeha Îngîltereyê mehkûmê mirinê bibû, tê qalkirin. Rojekê deriyê hucreya vî mehkûmî bi hejandineke vedibe û gardiyan dikeve hundir:

“Derbasî be! KralÎçe tu bexşandî” dibêje.

Gava zilam hestên xwe qet diyar nake gardiyan metelmayî dibe û diqîre:

“Hey, ji te re dibêjim, derbasî be!” û belgeya ku di destan de ye rê wî dide, “Va ye efûnameya te. Qralîçe tu bexşandî!”

Li ser vê zilam êşlika xwe derdixe û girêbaya (tumor) ku li ser bedena wî ye pir xirab xuya dike rê gardiyan dide û dibêje, “Ez ketim nexweşiya pençeşêrê ku dê min di nav çend roj an jî çend hefteyan de bikuje. Ger ku Qralîçe nekare min ji vê nexweşiyê bifilitîne, bexşandina min qet kêrê min nayê.”

Zilam dizanîbû ku ji bexşandina sûcên wî, pêdiviya wî zêdetir bi tiştek din hebû; pêdiviya wî, jiyana nûbû.

Her endama nifşa Adem, dişibe vî zilamî ku mehkûmî cezayê mirinê bûye.

Em ên ku hem gunehkirinê dipejirînin û hem jî gava hatin dinyayê jixwe gunehkar bûn, bi du zehmetiyan re rû bi rû ne: pêdiviya me hem bi bexşandina sûcên ku me li hemberî Xwedê kirine hem jîbijiyana rast û bêdawî ku dê ji me re ji hêla Xwedê ve bê dayîn heye ku dê ji me re şarezatiyê bide da ku em li huzûra Wî ya pîroz bikaribin bijîn.

Aciziya me ya duhêl ev e:

  • GUNEH: Em gunehkarên sûcdar in, Kesekî tenê heye ku bikaribe me ji gunehê paqij bike û me ji cezayê gunehê ku dê heya bêdawiyê bidome xilas bike, Xwedê ye.

Pêdiviya me bi bexşandina Xwedê heye.

  • FEDÎ: Em bi ruhê tazî ne.Tenê Xwedê dikare Rastiya xwe li me ke û dikare Jiyana xwe ya Bêdawî bide me.

Pêdiviya me bi nuwazebûna Xwedêheye.

Ji bo guneh û fediya me pêdiviya me bi şîfayeke duhêl heye ku em nikarin peyda bikin.

Agahiya baş jî ew e ku Xweda vê şîfaya duhêl peyda dike ji me re.


2. Xweşûştinên merasîmî parçeyeke zagona Peymana Kevn bûn (li pirtûka Leviyî binêrin). Armanca van merasîman ew bû ku gunehkaran hînê qirêjiyên ruhî yên li ber Xwedê bikin. Ji ber ku Xwedê bi rêya Mesîh paqijiyeke tam û rastî dîtiye, Xwedê êdî merasîmên bi vî awayî naxwaze. Beşên Karên Elçiyan 10 û Koloseyî 2 bixwînin. Heya îro gelek dîn, merasîmên derveyî yên der heqê paqijî de tînin zimên û li ser van merasîman pir disekinin. Ji Misilmanekî ku li Londrayê dijî, ev peyama elektronîk hat ji min re: “Xirîstiyan jî tê de, yên ku ne Misilman in hemû qirêj in. Misilman paqij in û nêzî Xwedê ne, lewre xwe dişon.”

3. Xwedê piştî ku ferman bi devkî dan zanîn (Ji Misirê Derketin 20), Musa gazî çiyê kir û du lewheyên kevir danê ku bi destê xwe fermanan nivîsiye li ser (Ji Misirê Derketin 24:12; 31:18). “Lewheyên kevir Xwedê çêkiribûn, nivîsên qewartî yên li ser, nivîsên Wî bûn.” (Ji Misirê Derketin 32:16)

4. Binêrin: Lûka 18:9-14; Efesî 2:8-9.

5. Mesîh yek Kes e ku hemû zagonên Xwedê pêk aniye û dikare bêje, “Ya Xwedayê min, ez bi pêkanîna daxwaza Te zewqê distînm, Zagona te di kûrahiya dilê min de ye” (Mezmûr 40:8). Zagon Wî nîşanê me dide. “ji bo ku em biîman pak bibin, heya hatina Mesîh Zagon bû perwerdekarê me.” (Galatyayî 3:24) Der heqê gunehê mirov de, pêşnumaya çareseriya Xwedê, di Romayî 3:20-27an de bi awayekî xurt tê diyarkirin.

Kurmanji English Chapter Title : 

15. Double Trouble

16. Ezbeta Jinekê

16
EZBETA JINEKÊ
 

Li şeveke mijdar û sar du zarokên biçûk ketin nav çaleke kûr û şemitok. Her du jî birîndar bûn, tirsiyan û neçar man.

Ji ber ku di heman rewşê de bûn, nekarîn hev û du xilas bikin. Ku ji derveyî çalê alîkariyek nehata, dê mirinê di demeke kin de ew bi dest xistina. Piştre sê mêr ew zarok dîtin. Yek ji wan bi tayekî daket nav çala tarî, nemdar û zeloq. Zarok ji çalê hatin derxistin.

Rizgariya wan ji jor hat.

Gava Adem û Hewa guneha pêşîn kirin, bûn wekî van her du zarokan. Di mijara derketina ji nav çala gunehê de neçarb bûn. Ku divabû ji mirina bêdawî bên xilaskirin, ev rizgarî divabû ji bilî nifşa mirov bihata; divabû rizgarî ji jor bihata.

Di vê mijarê de nexapin. Rewşa mirov, ew qas cidî ye ku bixwe nikare çareser bike. Bi sedsalan, bêîstisna hemû nifşa Adem –yên ku ji mêr û jinê hatin dinyayê- mîrasa xwezayekê ku ji hêla gunehê ve hatibû girêdan, girt. Hemû di bin laneta gunehê de hatin dinyayê.

Xwedê wisa plan kir ku ji bo ku gunehkaran ji lanet û encama gunehê bifilitîne, Zilamekî bêguneh şand ku kesên ku dixwazin ji çala gunehê derkevin, xilas bike.

Dê Xwedê ev plan çawa pêk bianiya? Dê yekî, bêyî girtina mîrasa xwezaya biguneh a Adem, çawa ji malbata mirov bihata dinyayê? Xweda roja pêşîn a ku guneh tevlî ezbeta mirov bû, der heqê plana xwe de delîlek da.

REB, “Mar” ango “Şeytên” ji berê de hişyar kir: 

Ez ê te û jinê, Ezbetawê û ya te bikim dijmin ji hev re.. dê nifşa wê serê te bipelixîne, tu yê êrîşê pehniya wê bikî.” (Afirîn 3:15)

REB bi bikaranîna “ezbeta jinê”,ji berê de agahî dida ku dê rizgarî bi rêya kurekî ku dê ji jinekê bihata dinyayê pêk bihata û dê Wî gunehkar rizgar bikirana û dê Şeytên bi dawînî bipelixanda û dê xirabî ji holê rakira. Ev pêşagahî, ji sedan pêxemberiyan tenê ya pêşîn bû ku, dê piştre bihata zanîn, û her yek bi zelaliya di dîroka ku dê Xelasker-Mesîh dinyayê ziyaret bikira de, pêk bihata.

ÇIMA “EZBETA JİNÊ”?

Mesîh dê çima ji ezbeta mirov re wekî “ezbeta jinê” biketa? Çima divabû ne ji mêrekî, lê “ji jinekê bihatadinyayê”? “Galatyayî 4:4)

Bersiva vê pirsê ev e: Xilaskerê gunehkaran dê ezbeta gunehkar a Adem wekî însanekî ziyaret bikira û divabû ji derveyî çala gunehê bihata. Dê ji jor daketa jêr.

Xweda der heqê Ezbetajinekêde agahiya xwe ya pêşîn daxuyan kir û gelek bi şûn de, pêxember Yeşaya ev nivîsî:

REB bixwe dê ji we re nîşaneyek bide: Va dê keçik bihemle be û dê Kurekî bîne dinyayê û dê navê wî bike Immanuel [tê wateya ‘Xwedê bi me re ye’]” (Yeşaya 7:14)

Xilasker, dê bi rêya malzaroka jineke ciwan a ku bi tu mêrekî re neketiye têkiliya fîzîkî, bihata dinyayê. Bi vî awayî Mesîh, bêyî girtina mîrasa xwezaya biguneh a Adem, dê bikarîba nifşa Adem a ketî ziyaret bike.

Yekî dikare wiha bibêje: “Lê ka bisekine, Jin jî gunehkar in. Gava Mesîh ji jinekê bi awayekî bêhempa bê dinê, dê bi rêya xwezaya biguneh a Diya xwe qirêj nebe?”

Em ê du sê rûpel bi şûn de bibihîzin ka Ruhê Pîroz yê Xwedê Bixwe çawa ev Zarokê pîroz bi awayekî mucîzewî xistiye nav malzarokê. Lê dîsa jî em di plana Xwedê ya ku Kurê bêguneh di malzaroka bakîreyekê de bîne dinyayê de, li ser hin unsûrên ku kêmtir diyar in, bisekinin. Mesîh çawa bû ku bi gunehê ku belavî hemû nifşa Adem bûye qirêj nebû û hate dinyayê?

BI GUNEHÊ NELEWITÎ

Wekî ku em berê jî di beşa 13an de hîn bûn, Xwedê ji berîalîkirina mirovan a serweriya guneh û mirin a Şeytên, Ademberpirsiyar kiribû.ya hatibû xapandin Hewa bû, ne Adem. Jin jî wekî mêran bi xwezayeke gunehkar bêne dinyayê jî, Nivîsên Pîroz diyar dikin ku sedema hatina me ya dinyayê ya bi xwezaya gunehê, girêdana me ya bi Adem re ye. 1

Di Îbrankî de rasterast wateya Adem (Adamah) “axa sor” e.

Xwedê bedena Adem ji axa erdê pêk anî. Piştî ku Adem guneh kir, Xweda jê re got: “Tu ax î û tu yê dîsa vegerî axê.” (Afirîn 3:19)

Li dijî vê, Hewa tê wateya “jiyan”ê, lewre “ew diya hemû mirovan bû.” (Afirîn 3:20) Roja ku guneh kete nav dinyayê, Xweda plana xwe ya der heqê çareserkirina pirsgirêka me ya gunehê û bi rêya “ezbeta jinê” (Afirîn 3:15) ku dê ji dinyayê re jiyana bêdawî bîne, diyar kir.

Dê Mesîh bi bedeneke ku ji goşt û xwînê pêk tê bihata niximandin, lê dê ji nifşa Adem a ku tevlî gunehê bûye, nehata. Dê ew bi gunehê nehata lewitandin.

Ez dixwazim bi ser de zêde bikim ku, yekcar li gorî nêrîneke biyolojîk, îro zayenda zarokekî ne bi “tov”ê (bizrê zarok) diya wî, lê bi “tov”ê (sperm) bavê wî diyar dibe. Di heman demê de em dizanin ku bebekî ku di malzaroka diya xwe de ber girtiye, xwedî pergaleke xwîngerînê ya cuda ye ji ya diya xwe. Zanista tibî ji me re ev daxuyanî dide: “Plasenta, gava dihêle xwarin û oksîjen derbasî embriyoyê bibin, di heman demê de astengeke bêhempa jî çêdike ku bila xwîna dayîkê ji ya embriyoyê cuda bê girtin.” 2

Xweda hê mirovê pêşîn neafirandibû, hemû hurgûliyên hatina Mesîn a dinyayê plan kiribû.

Mînaka çiqlê ku ji darê hatibû birîn bînin bîra xwe. Mîna vî çiqlê mirî yê ji darê veqetiyaye, malbata mirov jî ji ber ku ji Çavkaniya Jiyanê veqetiyaye, bi ruhî mirî ye.      Xilaskerê gunehkaran jî, digel ku dê di nav malbata Adem ya ku bi ruhî miriye û bi gunehê hatiye lewitandin de bijî, dê ji vê malbatê nehata. Dê Ew Çavkaniya Jiyanê bûya “mêwa rastî”(Yuhanna 15:1)

Dê ew nuwazebûya.

“Nuwazebûna” Wî nedihat wê wateyê ku dê li ser bedena Wî tu car pizrik, birîn an jî xêzik tune bûya. Dê xwedî xwezaya bêguneh bûya. Dê Zagona Xwedê tu car binpê nekira. Dê Ew bûya “pîroz, bêsûc, paqij, ji gunehanveqetiyaye, ji esmanan zêdetir bilind bûye”  (Îbranî 7:26)

Binavkirina Mesîhê bêguneh a wekî “mirovê duyemîn” û “Ademê dawî” dibe ku surprîz be?

MIROVÊ DUYEMÎN

Wiha hatiye nivîsîn: Mirovê pêşîn Adem bû canê zînde. Ademêdawî jî bû ruhê ku jiyan dide. Ewil yê ruhî nehat, yê xwezayî hat. Mirovêpêşîn ji erdê ye, ango ji axê ye. Mirovêduyemîn ji esmanê ye.” (Korîntiyên 1., 15:45-47)

“Mirovê pêşîn”çawa ku hemû serjimara mirov beraliyê wirêjayî û qraltiya tarî ya mirinê kir, bi heman awayî “mirovê duyemîn”jî dê gelek mirov ji qraltiya Şeytên derxistana û wan ber bi rastiya Xweda û qraltiya bihişmet a jiyana Wî ve bibirana. REB, ji ber vê roja ku nifşa mirov lewitî, bi Şeytên dabû zanîn ku dê rojek Ezbetekî jinê bê dinyayê ji bo ku wî birîndar bike û serê wî yekcar bipelixîne.

Pêxember Mîka der heqê Xilasker ê ku tê wehd kirin de nivîsî:

Lê tu, ya Beytlehem Efrata, digel ku tu nav ezbeta Yahuda de negirîng î, yê ku Îsraîlê bi navê min bi rê ve bibe, dê ji te derkeve, koka Wî digihije ezelî û destpêka zemanê… dê hemû cîhan mezinahiya Wî qebûl bike, dê ew silametiyê bîne ji gelê xwe re.” (Mîka 5:2,4-5)

Mîka ji berê de tenê agahiya Mesîh a ku dê li bajarê “Beytlehem”ê 3 bê dinyayê neda, di heman demê de hebûna Xilasker jî wekî “ezelî, ji destpêka demê”diyar kir.

Yê Ezelî û Bêdawî, dê ji bêdawîyê derketa û têketa nav demê.

JI HÊLA PÊXEMBERAN VE JI BERÊ DE HAT AGAHDARKIRIN

Pêxemberên ku didin zanîn dê Mesîh li bajarê Beytlehemê, ji bakîreyekê bê dinyayê, di heman demê de ji nûçevanekî ku dê hatina Wî ji berê de bidaya zanîn, qal kirin. Pêxember behs kirin ku dê Bijareyê Xwedê bi nasnavên Kurê Xwedê û Benîadembihata zanîn. Pêxember ji berê de dan zanîn ku dê ew wisa bike ku dê kor bibînin, ker bibihîzin û seqet bimeşin. Dê siwarî kerekî biba û têketa Yeruşalimê û dê ji hêla gelê xwe bihata redkirin. Dê tinazên xwe pê bikirana, tû bikirana bi ser Wî de, dê Wî şelaq bikirana û dê Wî li çarmixê bixistana. Dê tu gunehê Wî tunebûya, lê dê ji bo gunehê yên din bimiraya. Dê li gora zilamekî dewlemend bihata veşartin, lê dê bedena Wî ya mirî neriziya. Li dijî vê, dê mirin têk bibira, vejîna xwe rê bida û dê vegeriya esmanên ku jê hatibû. 4

Di dîrokê de yê ku hatiye nivîsîn û li gorî vê profîlê ye, kî ye?

Heman Kes salnameya dinyayê kir du beş.

Navê vî Kesî Îsa ye.

XWEDA SOZÊ XWE DIGIRE

Xweda wehd kir ku dê Xelasker bi rêya malbata Birahîm, Îshaq, Yaqûb, Dawud û Silêman bişanda dinyayê. Mizgîniya Matta ku pirtûka pêşîn a Peymana Nû (Încîl) ye, bi van peyvan dest pê dike:

Qeyda ezbeta Îsa Mesîhê Kurê Birahîm, Kurê Dawud wiha ye: Birahîm bavê Îshaq bû, Îshaq bavê Yaqûb bû, û Yaqûb bavê Yahuda bû…”

Berdewama van rêzikan lîsteyeke dirêj a ezbetê pêk tîne; lîste cih dide îfadeya “Qral Dawud bavê Silêman bû” jî û bi van rêzikan bi dawî dibe: “Yaqûb bavê Yusufê mêrê Meryem bû, ji Meryem Îsayê ku wekî Mesîh tê zanîn, çêbû.” (Matta 1:1-2), 16). Peyva Hristo ya Grekî, beramberê peyva Mesîh a Îbrankî ye û tê wateya Yê Meshkirî (Yê Bijartî). 5 Ev secere mafê zagonî yê Îsa yê ku xwedî textê Qral Dawud e, belge dike û dide nîşan ku Îsa ji ezbeta Brahîm, Îshaq û Yaqûb hatiye. Xweda soz dabû ku dê bi rêya vê ezbetê Bereketên xwe bidaya hemû mirovên li cîhanê.

Dema pêkanîna plana Xwedê ya rizgariyê hatibû: “Xweda vê Mizgîniya der heqê Kurê Xwe Rebê me Îsa Mesîh de, di Nivîsên Pîroz de bi rêya pêxemberên xwe wehd kir…” (Romayî 1:2)

KURÊ YÊ HERÎ BILIND

Beşa yekemîn a Lûka, çîroka balkêş a milyaket Cebraîl a ku Zekeriya ziyaret kiribû, dinivîse; Zekeriya li perestgeha Yeruşalimê de kahîniyê dikir. Zekeriya û jina wî Elizabet, digel kalbûna xwe ku nedikarîn zarok çêkin, Cebraîl ji Zekeriya re ragihand ku dê kurekî jina wî çêbe, û got divê navê wî bike Yahya. Ev kesê bi navê Yahya, dê bûya nûçevanê Mesîh.

Ev rêzikên bûyeran, piştre bi ziyaretkirina Cebraîl a keçeke ciwan a bi navê Meryem, berdewam dike:

Xweda milyaket Cebraîl şand bajarekî bi navê Nasira. Ew şand cem keçekê ku bi zilamekî bi navê Yusuf re destgirtî ye, ê ku ji ezbeta Dawud e. Navê keçikê Meryem bû. Milyaketê ku çû cem wê, ‘Selam, ya keçika ku gihiştiye lutfa Xwedê! Reb bi te re ye’ got.

Meryem bi van gotinan metelhiştî ma, fikirî ka wateya vê silavê çi bû. Lê milyaket jê re got, ‘Netirse Meryem. Tu gihaştî lutfa Xwedê. Binêre, tu yê bihemle bibî, kurekî bînî dinyayê û navê wî Îsa danî. Ew ê mezin bibe, dê ji wî re bibêjin ‘Kurê Mezinê Mezinan.

Reb Xweda dê jê re textê Dawud bide. Dê ew jî heta hetayê li ser ezbeta Yaqûb serweriyê bike, dê dawiya serweriyê neyê.’

Meryem ji milyaket pirs kir, ‘Ev çawa dibe? Ez bi zilamekî re nebûm!’ Milyaket ev bersiv da: ‘Dê Ruhê Pîroz bê ser te, dê hêza Mezinê Mezinan bibe sî ji te re. Ji ber vê dê ji yê ku bê dinyayê re bibêjin pîroz û Kurê Xwedê… lewre tu tişt tune ye ku Xweda nekare bike.”(Lûka 1:26-37)

RIZGARKERÊ GUNEHKARAN

Çend meh bi şûn de Yusûf hîn bû ku destgirtiya wî Meryem bihemle ye. Û ket wê xeletiyê ku fikirî Meryem ne dilsoz e. Biryara xwe da ku bêhis ji Meryem veqete.

Ji ber ku Yusûf zilamekî rast bû, nexwest wê li ber her kesî bixe şermê, ji ber vê nêta wî ew bû ku bi awayekî bêhis jê veqete. Li ser fikra wî, milyaketekî Reb di xewna wî de xuya bû û got: ‘Yusûfê kurê Dawud, ji stendina Meryem wekî hevsera xwe netirse, lewre yê ku di malzaroka wî de çêdibe ji Ruhê Pîroz e. Dê Meryem kurekî bîne. Tu yê navê wî bikî Îsa. Lewre dê Ew gelê te ji gunehan rizgar bike.”(Matta 1:19-21)

Wekî ku di beşa yekemîn a pirtûka Afirînê de hatiye daxuyankirin, Ruhê Pîroz Xweda Bixwe ye. 6 Yê ku Peyva xwe ya Bêdawî bi awayekî serxwezayî xistiye malzaroka Meryem, Xweda ye.

Peyva JESUS a Îngîlîzî, bermaberê peyva IESOUS a Grekî ye û ji peyva Îbrankî ya YEOŞUAya bi awayî kurt a YEŞUtê.

Ev nav tê wateya REB xelas dike.

Ev hemû ji bo ku ev peyva Reb ya bi rêya pêxemberan ragihand pêk bê, çêbûn: ‘Va ye, dê keçik bihemle be û kurekî bîne dinyayê; dê navê wî İmmanel deynin.’ Wateya İmmanuelê, Xweda bi me re ye, ye.

Dema Yusuf şiyar bû guh da fermana milyaket û Meryem wekî hevsera xwe anî cem xwe. Lê heya ku kurê xwe bîne dinyayê, Yusûf destê xwe nedayê. Navê kurê hate dinyayê ÎSA danî.” (Matta 1:22-25) 7

PEYVA XWEDÊ YA PÊKHATÎ

Xweda roja ku guneh kete nava dinyayê, Plana xwe ya ku daxuyan dikir, pêk dianî. “Ezbeta Jinê”dikir bihata dinyayê!

Me çend rûpel berê pêxemberiya Mika ya der heqê Mesîh de ku dê li ku bê dinyayê, xwend. REB ji berê de got dê li Beytlehemê bê dinyayê – Beytlehem, bajarê Qral Dawud ê ku lê hatibû dinyayê, bû.

Lê pirsgirêkek hebû.

Meryem û Yusûf li Nasirayê dijiyan û ji bajarê Nasirayê heya Beytlehemê divabû çend rojan rêwîtî bihata kirin.

Dê pêxemberiya Mika çawa pêk bihata?

Ev rewş tu pirsgirêk dernedixist.

Xweda ji bo ku alîkariya pêkhatina vê pêxemberiyê bike, dê Împaratoriya Romayê lebitanda.

Li wan rojan, Sezar Avgustus fermanek derxist ku bila li cîhana Romayê hejmartina gelhe bê kirin. Hejmartina pêşîn li dema Kirinius a ku wê demê parêzgarê Surî bû, hat çêkirin. Her kes ji bo nivîsînê çû bajarê xwe.

Bi vî awayî, ji ber ku Yusuf jî ji nifşa Dawud û ji neviyên wî bû, ji bajarê Nasira yê Celîlêyê çû herêma Yahudiyan, û çû bajarê Dawut Beytlehemê. Li wir dê bi destgirtiya xwe ya bihemle, Meryem, re bihata nivîsîn. gava ew li wir bûn dema zayîna Meryemê hat û kurê xwe yê yekemîn anî dinyayê. Ew xist nav qûndaxê û li afirê razand. Lewre li qonaxê cih tune bû.” (Lûka 2:1-7)

Mesîhê wehdkirî, li şûna ku li qesreke rihet û bihişmet bê dinyayê, li bereqeyeke zelane hate dinyayê û li afirekî heywanan hat razandin. Sedema zayîna wî ya li cihekî wiha ew bû ku bila kesên herî feqîr û ji rêzê jî bêtirs bêne cem Wî.

DAXUYANA MILYAKETÊ

Li heman herêmê, ji bo ku li cem garanên xwe nobetê bigirin, şivanên ku şeva xwe li guherê derbas dikirin, hebûn. Milyaketekî Reb li wan xuya bû û hişmeta Reb derdora wan ronî kir. Pir tirsiyan. Milyaket gote wan, “Netirsin!”.‘Ez mizginiya agahiyekê didim we ku dê hemû gel pir şa be: îro li bajarê Dawud Xelaskerekî hat dinyayê ji bo we.Ev Mesîh e ku Reb e.” Va ye ji we re nîşaneyek: Hûn ê li afirê bebekekî ku bi qundaxê hatiye pêçandin bibînin.

Ji nişka ve li cem milyaket komeke ku ji artêşên esmanî pêk tên, xuya kirin. Bi pesndayîna Xweda, “Li herî bilindiyê, bila ji Xwedê re îzet bibe, bila li rûzemînê ji mirovên ku Wî kêfxweş kirin, sihetî bibe!’ gotin. (Lûka 2:8-14)

Di dîroka cîhanê de demeke pir girîng bû.

Berbendiya dirêj bi dawî bibû.

û Meryem kurê xwe yê yekemîn anî dinyayê…” (Lûka 2:7)

Ezbeta jinê hatibû.

Her tişt wekî gotina pêxemberan, li gorî plan û dema Xwedê bêqusûr pêk dihatin. 8

Xweda, ji bo daxuyanîn û pîrozbahiya zayîna Îsa tenê milyaket neşandin, di heman demê de ji bo rûmetkirina vê bûyera kêfxweş, bişev stêrkek taybet jî danî ser esmên. Komeke stêrzan a ku ji rojhilatê hatibûn û mirovên zana li çavnêriya vê stêrkê kirin û ew şopandin. Ji Îrana kevn a pir dûr hatibûn û rêwîtiyeke westîner bû; ev mirovên bijare çûn cem Qral Hirodes 9 ê Yeruşalimê. Jê pirseke wan hebû:

Zarokê ku wekî Qralê Yahudiyan hatiye dinyayê li ku ye? Me li rojhilatê stêrka wî dît û em hatin ku wî biperêsin.” (Matta 2:2)

KESÊ DI BEBEKÊ DE

Ev zarokê kur ku li bereqeyekê hate dinyayê, li afirê heywanan hat razandin, ji hêla pêxemberan ve hatina wî ji berê de hate zanîn, agahiya wî ji hêla milyaketan ve bi mizginiyan hat dayîn, bi stêrkekê hat rûmetkirin û ji hêla mirovên zana hate perestin kî bû? 

Niha em dîsa guh bidinê ka milyaket ji şivanan re çi gotibûn:

Netirsin!” Ez mizginiya agahiyekê didim we ku dê hemû gel pir şa be: îro li bajarê Dawud Xelaskerekî hat dinyayê ji bo we. Ev Mesîhê Reb e.”(Lûka 2:10-11)

Ev kesê di bedena biçûçik de Rebbû.


1. Çawa ku her kes di Adem de dimire, dê her kes di Mesîh de bijî.” (Korîntiyên 1., 15:22); di heman demê de beşa 5. Romayî û ayetên Galatyayî 4:4-5 jî bixwînin.

2. Neo-birth Pregnancy Care Center www.neobirth.org.za/development.html

3. “Beytlehem Efrat“ navê kevn ê Beytlehemê bû ku bajarê li başûrê Yeruşalimê ye (Afirîn 35:16-19; 48:7). Qral Dawud wekî nifşa xwe ya ku ji Wî mezintir bû, li Beytlehemê hat dinyayê (Samuelê 1., 16:1, 18-19; 17:12). Cihûyên ku li roja Îsa dijiyan, ji ber ku Îsa li Celîle Nasirayê mezin bû (Yuhanna 7:41-42) serê wan tevlihev dibû.

4. Ji bo referansên Pirtûka Pîroz li lîsteya pêxemberan a beşa 5. binêrin.

5. Der heqê wateya Mesîh de, ji bo zêdetir agahiyê li mijara beşa 14. a  ku di bin sernava DU “TOV”ê de ye binêrin.

6. Afirîn 1:2. Divê Ruhê Pîroz ê Xwedê bi Cibraîl neyê tevlihevkirin. Milyaket Cibraîl Hebûneke ku hatibû afirandin bû. Ruhê Pîroz nehatiye afirandin, Ruhê Xwedê Bixwe ye ku her tim çalak e. Li beşên 9 û 28an binêrin.

7. Matta 13:55-56; Lûka 8:19; Yuhanna 7:3-10.

8. Pêxember berê dan zanîn ku dê Mesîh ji bakîreyekê bê dinyayê: Yeşaya 7:14; Mesîh dê bûya nifşeke ku ji xêza Brahîm, Îshaq, Yaqûb û Yahuda tê. Afirîn 17:18-21; 26:3-4; 28:13-14; 49:8-10; Mesîh dê ji nifşa qraliyeta Qral Dawud bihata: Samuelê 2., 7:16; dê li Beytlehemê bihata dinyayê: Mîka 5:2.

9. Matta 2. Qral Hirodes, ji fikra hatina “qralekî” din hesûdî kir û ferman da ku bila zarokên kur ên du salî an jî biçûktir ên Beytlehemê û derdora wê bêne kuştin, bi vî awayî hewal da ku Îsa bikuje. Li pişt van hemû bûyeran Şeytan hebû. Armanca Şeytên ew bû ku Ezbeta Jinê ya ku “serweriya wî!” dagir dike, qir bike. Lê Xwedê di hewldanên Şeytên ên kuştina Îsa de, Yusuf hişyar kir û jê re ragihand ku bila Meryem û kurê wê yî biçûk bigire û ji bo veşartinê bihere Misirê, bi vî awayî ji Şeytên re bû asteng. Di heman demê de pêxember jî ev bûyer ji berê de dabûn zanîn (Matta beşa 2; Mîka 5:2; Hoşea 11:1; Yeremya 31:15). Piştî mirina Qral Hirodes, Yusuf, Meryem û Îsayê zarok, vegeriyan Nasirayê ku Îsa li wir mezin bû û bû xortek.

Kurmanji English Chapter Title : 

16. The Seed of the Woman

17. Dibe ku Ev Kes Kî Be?

17
DIBE KU EV KES KÎ BE?
“Xezalên ku bi lotikan diçin, nifşeke ku bi kolandina tunelê
Hêlîna xwe çêdikin, nikarin bînin dinyayê.”
—Gotinên Pêşiyan a Wolofê

Çawa ku xezal nifşeke ku taybetiyên wê aîdê xelazelekê ye çêdikin, bi heman awayî yên gunehkar jî, nifşeke ku taybetiyên wan ên gunehkaran hene, çêdikin. Gava mirov bi tena serê xwe tê hiştin neçar e; nikare vê çemberê gunehê bişkîne. Û yên ku em dibînin jî delîlê vê rastiyê ye.

YÊN BIGUNEH

Em li ser endustriya fîlmê ya Amerîkayê bifikirin. Hollywood her sal fîlmên ku tê de xweparêzî, bêexlaqî, xerifîbûn, axaftinên bidijûn, hovîtî, tol û hîle hene û lehengên jin û mêr ên ku di rola sereke de dilîzin, çêdikin û ev fÎlm ji welatên din re tên firotin. Nivîskarên senaryoyê di fîlmên xwe de çima bi zanebûn cih didin taybetiyên biguneh ên “zilamên baş” ên ku portreya wan xêz dikin? Çima fîlmên wisa çênakin ku “lehengên” wan rola kesên rast, nazik, ne xweperest, mîhrîvan û dilovan nalîzin? Çênakin, lewre guneh tevlî nifşa mirov bûye. Karakterên herî baş ên xeyalî yên ku mirov çêkirine jî biqusûr in. Û ev xirabiya nifşa mirov bi tenê ne bi lehengên Hollywood re bisînor in.

Xwezaya mirov a meyldarê gunehê, xwe bi gelek şeklên veşartî derdixe holê. Mînak, ger hûn yekî aîdê cîhana Ereb in, hûn bi îhtimaleke mezin Juha yê ku fîgura wêjeyê ya xwedî paşerojeke sedsalekê ye, nas dikin. Em gava çîrokên gel ên der heqê Juha û kerê wî de dixwînin, dibişirin. Der heqê vî karakterê biaqil ê ku bi gotin û tevgerên xwe bi zeka û mîzah –di heman demê de xweperestî, ruhekî ku heqaret dike, fikrên qirêj, tol, hîle û wehdên ku nayên pêkanîn- tê karakterîzekirin de bi sedan pêkenok hatine nivîsîn. Bifikirin! Lehengên xeyalî yên ku hûn pir jê hez dikin jî, xwezayeke xirabe pêşkêş dikin! Ez ê ji we re pêkenokeke ku der heqê Juha de hatiye nivîsîn, mînakeke ku vê xwezaya xirabe nîşan dide, bêjim:

Hevalekî wî tê cem Juha.

“Te soz dabû ku te yê ji min re hinek deyn bidaya.” dibêje, “ez niha ji bo vê perê hatim.”

Juha ji hevalê xwe re dibêje, “Hevalê min, ez ji tu kesî re deyn nadim, lê ez ji te re dikarim peyvên ku dê dilê te xweş bikin, bidim!” 1

Em jî dişibin vî lehengê gel ê xeyalî Juha. Lewre dibe ku me jî wehdên wisa dane ku me pêkanîna wan qet nefikiriye. Ji ber xwezaya me ya mirovê ketî em jî wekî Juha tevdigerin.

Lê digel her tiştê, di dîrokê 2 kesekî heye ku hemû Wehd bi cih anîne. Wî her tim rastî got. Tu car nexapand, heqaret nekir, gefa neda an jî li dû tolhildanê neçû.

Navê vî Kesî Îsa ye.

guneh nekir, ji devê Wî peyvên bifend derneketin. Gava jê re çêr dikirin, bi çêran bersiv neda, gava diêşa gefa xwe li tu kesî neda.” (Petrûsê 1., 2:22-23)

YÊ BÊGUNEH

Jiyana Îsa bi çandên ku guneh serweriya dinyayê dike re di tevliheviyeke xurt de ye. Ew tenê ye ku bêguneh hatiye dinyayê. Ew “di her mijarê de wekî me hatiye ceribandin, lê guneh nekiriye.” (Îbranî 4:15). Ji hişê Wî tu car fikreke qirêj derbas nebû. Ji lêvên Wî tu car peyveke hişk derneket. Gava Îsa li Nasirayê li maleke zelane bi zirbirayên xwe re mezin dibû, 3  bi awayekî xwezayî rajêriya Deh Ferman û zagonên din ên Xwedê –hem di bedenê de, hem di hişê xwe de- kir. Îsa wekî ya me xwedî bedeneke fîzîkî bû, lê wekî ya me xwezayeke wî ya meyldarê gunehê tune bû.

Mesîh ji bo ku gunehan rake derket holê û di wî de guneh tune bû.” (Yuhannayê 1., 3:5)

Îsa gava bû sih salî, bi awayekî fermî dest bi peywira xwe ya cîhanê kir. 4 Şerê di navbera Xweda û Şeytên de dikir gur bûya. Şeytan dizanîbû Kurê Xwedê ji bo pelixandina wî hatiye, lê nizanîbû dê Îsa vê çawa bike.

Şeytan, mirovê nuwaze yê pêşîn ji bo ku guh nede Zagona Xwedê xapantibû, û niha dê hewl bidaya ku heman tiştê ji bo Mirovê Nuwaze yê duyemîn bike ku li dijî Zagonên Xwedê derkeve.

Piştre Îsa… Bi beralîkirina Ruhê, çil roj li çolê hat gerandin û ji hêla Îblîs hat ceribandin. Li wan rojan tu tişt nexwar. Ji ber vê di dawiya vê demê de birçî bû.

Li ser vê Îblîs jê re got, ‘ger tu Kurê Xwedê yî, ji vî kevirî re bêje bila bibe nan’. Lê Îsa got, ‘wisa hatiye nivîsîn, ‘Mirova tenê bi nên najî’ ” (Lûka 4:1-4)

Bala xwe bidin ku Şeytan ji Îsa re tu tiştê “xirab” nade kirin. Îblîs (ji wî kesî ku serweriya “wî” dagir kiriye re) dixwest ku ev Mirovê bêguneh bêyî Bav Xwedayê li esmanan tevbigeriya, lewre wekî ku me berê li beşa 11an dît, bêyî Xwedê fikirîn an jî tevgerîn guneh e.

Li vir fikra ku li ser tê sekinîn ev e: ger Mesîh gunehekî bikira, dê nekariya peywira xwe ya rizgarkirina nifşa lanetkirî ya Adem ji zagona guneh û mirinê, pêk bianiya.

Çawa ku mirovekî deyndar nikare deynê kesekî din bide, bi heman awayî gunehkarekî jî nikare cezayê gunehên gunehkarekî din bide. Lê tu deynê Kurê Xwedê Benîadem 5tune bû. Ji ber ku ji gunehê azad bû, dikarîbû mirin bixista li hêlekê, lê wekî ku em ê bibînin plana Xwedê ne wisa bû.

Di vê navberê de, Şeytan hewl da ku Îsa bixapîne ku bêyî plana nuwaze ya Xwedê tevbigere û guneh bike. Îsa ji bo her hewldana xapandina Îblîs ji Nivîsên Pîroz bersiv da. 6

Piştre Îblîs Îsa derxist jor û di carekê de hemû welatên dinyayê rê Wî dan. Jê re got, ‘Ez ê rêveberî û dewlemendiya van hemûyan bidim te. Ev hemû radestî min kirin, û ez dikarim kê dixwazim bidim wî. Ku tu min biperêsî, dê ev hemû yên te bibin.’ Îsa jê re ev bersiv da: ‘Wiha hatiye nivîsîn, ‘Tu yê Xwedayê xwe Reb biperêsî, tenê bibî evdê Wî’ ” (Lûka 4:5-8)

Xweda ji Adem re li ser hemû afirînan serweriyê dabû, Şeytan jî niha bi heman awayî, “serweriya” ku gava Adem xwest wî bişopîne bi dest xistibû, niha pêşkêşî Îsa dikir. 7

Îsa wekî Adem nekir.

Peyva Xwedê kiribû beden.

TEMAŞEKARÊN ÎSA

Gava Îsa dest bi xizmeta xwe ya fermî kir demeke kin û bi şûn de, li her derê ku diçû ji bo rêhevaltiya wan deh mêr hildibijartindi ji xwe re. Di heman demê de gelek jin jî li pey Îsa diçûn. Ev jin û mêr bûn şahidê gotin û tevgerên Îsa.

Îsa bi dozdeh xwendekarên xwe re li gund û bajaran geriya. Serweriya Xwedê radigihand û mizginiya Wî dida. Hin jinên ku ji ruhên xirab û nexweşiyan difilitîn…û gelek ji wan bi derfetên xwe alîkarî Îsa dikirin.” (Lûka 8:1-3)

Îsa ji mêr, jin û zarokan re hêman rêz girt. Di Încîl de gelek çîrok hene derbarê Îsa de ku ji jinan re ji çanda Cihû û Romayê wê demê zêdetir rêz û nazikî dide.

Îsa ji her kesî ku li rûzemînê ne re girîngiyek mezin da. Lê tu car ji bo tu kesî zordestiyê nekir, ji bo ku guh bidine Wî, jê bawer bikin an jî li pêy Wî biçin. Wî, berdêla wî çi be bila bibe, hez dikir bi kesên ku hiş û dilên wan meyldarê bihîstîn û pejirandina rastiyê ye, wext derbas bike.

PIRSEKE DERÎVEKER

Gelek mirovên ji rêzê li pey Îsa çûn, lê rêberên dînî yên Cihû li pey Îsa neçûn.

Rojekê, Îsa ji wan pirseke girîng kir:

“Hûn der heqê Mesîh de çi difikirin? Ew Kurê kê ye?” (Matta 22:42)

Wan bersiv dan û gotin Mesîh kesekî dê ji nifşa Qral Dawud bê, ye. Îsa pêxemberiya Dawud anî bîra wan ku Rizgarker hem kurê erdîn ê Dawud e  hem jî kurê Xwedê yê esmanî ye. 8

Îsa berê ji xwendekarên xwe pirseke mîna vê kiribû:

“Gel dibêje benîadem kî ye? Xwendekarên wî ev bersiv dan, ‘hinek….dibêjin yek ji pêxemberan e’. Îsa ji wan re got, ‘Hûn çi dibêjin? Li gorî we ez kî me?’ Simun Petrûs got, ‘Tu Kurê Xwedê Mesîh î ku dijî.’ Îsa jê re got, ‘Bijî, Simunê kurê Yunus…Yê ku ev sir ji te re got ne mirov(goşt û xwîn) e, Bavê min e li ser esmanan e.’ ” (Matta 16:13-17)

Zû dereng divê em hemû bersiva vê pirsê bidin:

Hûn der heqê Îsa de çi difikirin? Îsa Kurê kê ye?

GOTINÊN HINEKAN

Ji bo gelek Rojavayiyan, Îsajipeyveke lanetê ku hîn bûne, ne zêdetir tiştek e.

Hinek jî dibêjin Ew tenê mamosteyê exlaqê ye.

Cihûyên Ortodoks navê Îsa jî bi lêv nakin. Û ji Wî tenê wekî “ew zilam” behs dikin.   

Yên Hîndû, Îsa wekî kesekî ku di nav xweda û xwedawendan de şikleke xwedayî girtiye, dibînin.

Cîranên min ên Misilman jî der heqê vê mijarê de wiha dibêjin: “Em qebûl dikin ku Îsa pêxemberekî mezin e û rêz digirin jê re, lê ne Kurê Xwedê ye.” Yekî ku peyama elektronîk şandiye der heqê Îsa de wiha dinivîse:

Posteya Elektronîk

Ez li Suudî Erebîstanê dijîm. Em jê bawer nakin ku Îsa Kurê Xwedê ye, lê em bawer dikin ku tenê pêxemberekî ye. Îsa nehat kuştin. Dê dîsa vegere û dê her kes bibîne ka aîdê kÎjan aliyê ye. Ji ber ku hûn jî ji dînê me yê xweş bawer bikin û roniya rast bibînin, ez hêvî dikim ku gava hûn dijîn bila bê.

Û fikra Malezyayiyek ku em ji hev re dinivîsin wiha ye:

Posteya Elektronîk

Ez jê bawer dikim ku Xweda Yek e û tu car bawer nakim ku mirov e an jî dişibe mirovê… ger yekî hebe ku bawer dike Xweda dişibe mirovê, ew kes dijûnkerekî mezin e.

Çavkaniya van ramanan ragihandinên Qur’anê (an jî Qur’an) yên der heqê Îsa de ne.

QUR’AN ÇI DIBÊJE?

Qur’an her tim dibêje Îsa “bi tenê pêxemberekî ye” (Sûre 4:171-173; 5:75; 2:136). Digel her tiştê pirtûka ku Misilman rêz digirin, di heman demê de ji ber ku bavê wî yê biyolojîk tune ye, wî di nav pêxemberan de bêhempa dide nîşan û Wî wekî Îsa ibn Meryem, “Îsayê kurê Meryem” bi nav dike (Sûre 19:34). Qur’an gunehên pêxemberan nîşan dide, lê tu car guneh li Îsa bar nake. Ji Wî wekî “Kurê Pîroz” tê qalkirin. 9 Qur’an di heman demê de dibêje ku Îsa yek pêxemberê xwedî wê hêzê ye ku dikare çavên yên kor veke, yên gulîgirtî baş bike, miriyan vejîne û biafirîne jî. 10 Û Qur’an nasnavên mezin ên wekî El  Mesîh (Mesîh), Rutullah (Ruhê Xwedê) û Kelamullah (Peyva Xwedê) tenê li Îsa bar dike. 11

Piştî van biwêjên der heqê bêhempabûna Îsa de, divê mirov bibêje portreya Qur’anê ya der heqê “Mesîh, Îsayê Kurê Meryem” ji ya Pirtûka Pîroz yekcar cudatir e. Mînak, heman ayeta Qur’anê ku van nasnavên jorê li Îsa bar dike, van dibêje: “Îsa Mesîh ê kurê Meryem bi tenê pêxemberê Xwedê ye, ji peyva ku ragihand (yê ku bi fermana xwe di wê de çêkir) Meryem û ruhekî ji xwe ye. Naxwe ji Xwedê û pêxemberên Wî re îman bikin, nebêjin ‘(Xwedê) sê ye’. Ji bo qenciya xwe, vê bidawî bikin. Xwedê tenê yek îlah e. Ew dûrî xwedîbûna zarokê ye. Hemû tiştên li esmên, hemû tiştên li erdê yên Wî ne.” (Sûre 4:171)

Li Senegalê hem zarok hem jî mezin gava dibêjin “Îsa ne kurê Xwedê ye! Kurê Xwedê tune ye!”ne tenê ecele dikin, gava cara yekemîn dibêjin “Îsa nehatiye çarmixkirin” bi heman baweriyê didin zanîn.

Ji ku hîn bûne ku Îsa nehatiye çarmixkirin?

Çavkaniya vê fikrê ev ayetên Qur’anê ne: “Me dilên Cihûyan ji ber şemartin û bêbextiya wan a ku ji Meryem re kirin û ji ber gotina wan a‘Me pêxemberê Xwedê, Îsa Mesîhê kurê Meryem kuşt’, muhr kir; lê belê ew nekuştin û ew nealiqandin. Lê ji wan re wisa hat nîşandan. Yên ku der heqê wî de li hev nayên, di vê mijarê de nav şikeke yeqîn de ne. Di vê mijarê de tu agahiya wan tune ye. Tenê di bin şikê de ye. Ew bi awayekî yeqîn nekuştin. Lê Xwedê ew hilkişa jor. Xwedê bilind û bihêz e, xwedî hukm û hîkmetê ye.” (Sure 4:156-158)

PIRTÛKA PîROZ ÇI DIBÊJE?

Beriya nivîsîna Qur’anê bi sedan sal berê, çil pêxemberên ku Peymana Kevn û Nû nivîsîn, der heqê elçî Mesîh û Peywira Mesîh de portreyeke cuda xêz kirin.

Ji sê salan zêdetir e, Yuhannayê ku bi Îsa re dimeşe û pê re diaxive, der heqê nasnavê Îsa yê “Kurê Xwedê” de ev şahidî kir:

Îsa li ber xwendekarên xwe, nîşaneyên serxwezayî yên din ên ku di vê pirtûkê de nehatiye nivîsîn, pêk anîn. Çi be jî tiştên hatine nivîsîn, ji bo îman bikin ku Îsa Mesîhê Kurê Xwedê ye û biîmankirinê, bi navê Wî bigihîjin jiyana bêdawî, hatine nivîsîn.” (Yuhanna 20:30-31)

Elçî Yuhanna di heman demê de ev nivîsîn:

Di serî de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv Xwedê bû. Di serî de Ew bi Xwedê re bû. Her tişt bi rêya Wî çêbû, tu tiştên ku çêbûn bêyî Wî çênebûn…Peyv bû mirov û di nav me de jiya. Me bilindahiya Wî –lutfa ku ji Bav hat û bilindahiya Kurêyekane yê ku bi rastiyan re tijî ye- dît.” (Yuhanna 1:1-3,14)

Çend sal berê hevalekî min ê Misilman baweriya xwe bi min anî û ev sir da min: “Qur’an ji Îsa re nasnavên Kelamullah (Peyva Xwedê) û Ruhullah (Canê Xwedê) dide. Ku Îsa Peyv û Canê Xwedêbe, naxwe Îsa Xweda ye!”

Piştre hin kes wî hevalê min bi dijûnkerî û hevberiyê (şirk, bi Erebî Hevberiyê Xwedê kirin) 12 tawanbar kirin. Qet nebe ku hevalê min bi hevalên baş re bû! Rêberên dîn ê Cihû yên dema Îsa, Îsa jî bi heman awayî tawanbar kiribûn.

Îsa wiha got:

Ez û Bavi, em yek in.

Rayedarên Cihû ji bo ku wî bidin ber keviran, ji erdê dîsa kevir girtin.

Îsa ji wan re got, ‘Min gelek karên baş rê we dan ku ji Bav hatin. Hûn ji bi kîjan karî min didin ber keviran?

Cihû wiha bersiva Wî dan, ‘Em te ne ji ber karên te yên baş, ji ber dijûnên te didin ber keviran. Tu mirov î lê tu xwe wekî Xwedê pêş dixî.” (Yuhanna 10:30-33)

Cihû, Îsa bi heman tiştê ku Lusîfer kir tawanbar kir: Têna şêlandina rewşa bilind û bêhempa ya Xwedê! Wan Îsa bi xwe xistina li şûna Xwedê tawanbar kir.

BEDEN GIRTIN! NE XWEDAKIRIN E!

Ne Îsa ne jî pêxember hîn nekirin ku mirovek dikare bibe Xweda. Li dijî vê, Nivîsên Pîroz bi awayekî zelal diyar kirin ku Xwedê dê mirov bibe.Mînak, 700 sal beriya zayîna Mesîh, pêxember Yeşaya ev nivîsîn:

Gelê ku di tarîtiyê de dimeşe dê roniyeke mezin bibîne; dê li ser yên ku li diyarên ku mirin siya xwe daniye ser, ronî bibiriqe… lewre dê ji me re zarokek çêbe, dê ji me re kurekî bê dayîn. Dê rêvebir li ser milên Wî bin. Dê navê Wî bibe, Şîretkarê Nuwaze, Xwedayê Bihêz, Bavê Ebedî, Rêberê Sihetê.” (Yeşaya 9:2,6) 13

Yeşaya di heman demê de der heqê Mesîh ê ku dê bê de ev nivîsî:

Ya yê ku ji mizgînî anî Yeruşalimê! Dengê xwe bilind ke, biqîre, dengê xwe bilind ke, netirse. Ji bajarê Yahuda re: ‘Va ye Xwedayê we!’ bibêje.” (Yeşaya 40:9)

Girtina bedenê (Xweda xwe diniximîne bedena mirov), ji serî de di nav plana Xwedê de bû, lê xwedakirin (mirovekî ku xwe dixe li şûna Xwedê) tu car di nav planên Xwedê de cih negirt. Mirovekî ku xwe wekî Xweda pêşkêş bike, ev dijûn e, lê dîtina Peyva bêdawî mirov e, pejirandina plana Xwedê ye.

LI SER KAXEZÊ AN RÛ BI RÛ?

Ger hûn bixwazin yekî nas bikin, rêbaza baştirîn kîjan e?

  • Têkiliya xwe bi nameyên nivîskî sînorkirin.
  • An jî bi demekê ji yekî re name şandin û stendin û piştre bi wî re rû bi rû bûn û bi hev re wext derbas kirin.

Nivîsên Pîroz çi qas nuwaze bibin bila bibin, di demekî de Xwedayê ku bi Adem û Hewa re dimeşiya, bi wan re diaxivî û wisa disêwirand ku dê nifşa wan Wî bi şexsî nas bikin, tu car nefikirî ku têkiliya xwe bi kaxezêsînor bike. Ji serî de sêwirand ku bi me re wekî Kesekî bikeve têkiliyê. REB ê ku bi sedsalan e Peyva xwe bi rêya pêxemberan li ser tomarên papîrusê û çermênheywanandide nivîsîn, wehd kir ku Xwe ji mirovan re di nav çermêmirovde rave bike. Xwedê wisa nesewirand ku peyvên xwe tenê di nav pirtûkekêde bide me, dê Peyva xwe di heman demê de di bedenekê de jî bidaya me.

Mesîh dema tê dinyayê wiha dibêje: ‘Te ji min re bedenekê amade kir.” (Îbranî 10:5) 14

Bê şik sira rêya Xwedê mezin e: Ew di wêbedenê de xuya bû.” (Timoteosê 1, 3:16)

LI HIŞMETA TE NAYÊ?

Digel ku Xweda bi hezar caran dibêje dê di bedena mirov de avahî çêke, ez van gotinên mirovan dibihîzim: “Gotina divê Xwedê mirov be, li hişmeta Wî ya ku ji her tiştê mezin e, nayê!”

Têgina girtina bedenê digel ku têgîneke mêjiyan ditirsîne, ye, bi rastî jî li dijî mezinahiya hişmeta Xwedê ye? An ev têgîn parçeyeke pêwîst a plan û xwezaya aîdê Xwedê ye ku bi mirovên ku ji bo Xwe afirandine re têkiliyeke nêzîk çêke?

Di jiyanê de, kesên ku em herî zêde xwe nêzî wan dibînin, bi gelemperî tiştên ku me jiyane, wan jî jiyane. Yên ku dilmînî û alîkariya herî baş bide, ew kes in ku ji têkoşîn û aciziyên wekî yên me derbas bûne. Afirînerê me, Dilmînîkerê Dawînî ye.

Ji ber ku ev zarok ji goşt û xwînê ne Îsa…bi wan re heman binyata mirov girt… Lewre ji ber ku ew bixwe hat ceribandin û êş kêşa, dikare ji yên ku hatine ceribandin re alîkarî bike… lewre kahînê me yê sereke di tengasiyên me de ne wisa ye ku nikare xwe nêzî me bike; li dijî vê di her mijarê de wekî me hatiye ceribandin, lê guneh nekiriye.” (Îbranî 2:14,18; 4:15)

Ji serî de plana Xwedê ew bû ku sînor û aciziyên bedenekê ku ji goşt û xwînê pêk hatiye hilde ser xwe; qirêjbûna nava neynokên Wî, birçîtî, êş û tiştên ku em jiyane. Yên ku ji yê vir hewisandineke cuda didin, tenê pêxember û plana Xwedê red nakin, di heman demê de xweza û tevgerên Xwedê jî red dikin. Ev kes, li şûna ku Xwedê wekî Afirînerê dilsoz û dilovan ê ku dixwaze mirov Wî wekî şexsî nas bikin, qebûl bikin, Wî wekî nayê naskirin û nayê zanîn nîşan didin.

Bi armanca xizmetkirin û bereketkirinê, der heqê bêdilbûna ji bo daketina asta kesekî din de tiştê “bihişmet” tune ye. Afirînerê me di dîrokê de tu car ramana daketina asta me biçûk nedîtiye. Daketina asta me plana Wî bû bi daxwaza xwe ev kir. 15

Ji bo ku hûn bi feqîrtiya Wî dewlemend bibin, digel ku dewlemend bû di ber we de feqîr bû.” (Korîntiyên 2., 8:9)

Peyva Bêdawî –wekî kes- gerestêrka me di ber we de û di ber min de ziyaret kir. Afirînerê gerdûna ku ji hêla hişmet û rûmetê “dewlemend” e, kete şûna evdekî û “feqîr bû”. Vê tiştê ji bo ku em dewlemend bibin, kir. Em qala dewlemendiya pere an jî madî nakin.Mebesta me bi dewlemendiyê bexşandin, rastî, jiyana bêdawî û hemû bereketên ruhî yên wekî dilekî ku bi hezkirin, silametî, daxwazên Wî yên pîroz hatiye dagirtin, e.

PÊNASA MEZINAHIYÊ

Gelek kes wisa difikire, Xwedê ewqasmezin e ku bi girtina bedeneke ku ji goşt û xwînê pêk tê, nikare bê rûzemînê. Gelo sedema vê ew e ku pênasa mezinahîya van kesan û pênasa mezinahîya Xwedê ji hev cuda ye?

Îsa mezinahiya rast ji xwendekarên xwe re wiha rave kir:

Hûn dizanin ku, yên wekî rêberên neteweyan tên hesibandin, dibin serwerê wan, yên rûspî jî giraniya bi wan didin hisandin. Dê di nav we de wisa nebe. Yên nav we de ku dixwazin mezin bibin, bila xizmetkarê yên din bibin. Yên nav we de ku dixwazin bibin yekemîn, bilabibe evdê we hemûyan.Lewre Benîadem jî ne ji bo ku jê re xizmet bikin hat, ji bo xizmetkirinê û ji bo canê xwe ji gelek kesan re fidye bide hat.”(Markos 10:42-45)

Yê ku xwe herî nizm dike û ji yên din re xizmeta herî baş dide, yê herî mezin e. 16

EFENDIYÊ BA Û PÊLAN

Rojekê Îsa û xwendekarên Wî li ser Gola Celîleyê di şikefa masîvanan de bûn.

Ji nişka ve bahozeke mezin rabû li golê. Wisa ku pêl radibûn ser şikefê. Îsa wê demê radiket.

Xwendekar çûn ew şiyar kirin, ‘Ya Reb, me xilas bike, hekena em ê bimirin’ gotin.

Îsa got, ‘Hûn çima ditirsin hey îmankêm?’ Piştre rabû bi ba û golê re hêrs bû. Derdor aram.

Hemû heyirîn. ‘Ev zilamekî çawa ye ku ba jî gol jî guhdarî Wî dikin?’ gotin” (Matta 8:24-27)

“EV ZILAM DIBE KÎ BE?”

Zelal bû ku Îsa mirovekî bû. Li şikefê raket; Wî dizanîbû westan, birçîtî û tîbûn çawa ye. Lê piştre şiyar bû, rabû ser piyan û bi bahoz re hêrs bû. Bayê tund wê demê sekinî û pêlên ku rabûne aram bûn.

Divê mirov bi vê pirsa xwendekaran neheyire:

Ev zilam dibe kî be?

Salek beriya vê bûyerê, Mezmûr wiha nivîsîbû:

Ya Reb, REBekî wekî te bihêz heye? …Tu li ser deryayên har serweriyê dikî û pêl çi qas har bin tu wan disekinînî.”(Mezmûr 89:8-9)

“Ev zilam dibe kî be?” Mizgînî di heman demê de behsa Îsayê ku li ser deryayê dimeşe, dike. 17 Xwendekarên Îsa car din “pir heyirî mabûn” (Markos 6:51). Lê Îsa ji bo metelhiştina mirovan li ser deryayê nemeşiya; ji bo alîkariya xwendekarên xwe bike ku fam bikin Ew kî ye, meşiya.

Pêxember Eyûb du hezar sal berê gava der heqê Xwedê de diaxivî, behsa vê mijarê kiribû:

Ew e ku bi tena serê xwe asîmanan vedikêşîne û li serpêlên deryayê dimeşe.”(Eyûb 9:8)

“Dibe ev zilam kî be?” Xwedê me vedixwîne ku em xalan bi cih bikin û têgihîjin ka berê û niha Îsa kî ye. Lê mixabin û çi heyfe ku gelek kes tu car vê tiştê nake.

Ew li cîhanê bû, cîhan bi rêya Wî çêbû, lê cîhan Ew nas nekir.” (Yuhanna 1:10)

“Dibe ev zilam kî be?” Rojekê Îsa Bixwe, gava bi komeke dîndar a dijmin diaxivî, bersiva vê pirsê da.

“EZ IM”

Îsa dîsa bang li gel kir û wiha got: ‘Ez roniya cîhanê me. Yê ku li dû min tê tu car di tarîtiyê de namîne, xwedî roniya jiyanê dibe... Yê ku guh bide min dê tu car mirinê tam neke.’ Piştre Cihû jê re gotin: ‘Em niha fam dikin ku cin li te xistiye… Brahîm mir, pêxember jî mirin. Lê tu dibêjî ‘Yê ku guh bide min dê tu car mirinê tam neke’. Qey tu ji bavê me Brahîm bilindtir î? Ew mir, pêxember jî mirin. Tu xwe kî dihesibînî?

Îsa ev bersiv da: ‘Ji ber ku bavê we Brahîm dê roja min bidîta ji kêfan firiyabû. Dît û kêfxweş bû.’

Cihû gotin, ‘Tu hê ne pêncî salî yî jî. Te Brahîm jî dît?’ Îsa, ‘Ez ji we re rastiyê bibêjim, beriya zayîna Brahîm EZ HEME’ got. Wê demê ji bo ku Îsa bidin ber keviran, rahiştin keviran, lê Wî xwe veşart û ji perestgehê derket.” (Yuhanna 8:12,52-53,56-59)

Cihû çima hewl dan ku Îsa bidin ber keviran? Lewre Îsa got, ‘Yê ku guh bide min dê tu car mirinê tam neke’û ‘Beriya zayîna Brahîm, EZ HEME’. Îsa tenê rayeya xwe ya li ser mirinê û bi hebûna xwe ya beriya Brahîm (1900 sal berê miribû) îdîa kiribû û di heman demê de bi gotina ‘EZ HEME’ navê Xwedê ya şexsî bi kar anîbû. 18

Guhdarên Îsa têgihiştin ka dixwaze bibêje çi. Ji ber vê Ew bi dijûnkirinê tawanbar kirin û ji bo lêxistina Wî ji erdê rahiştin keviran.

TENÊ XWEDÊ BIPERÊSIN

Îsa her tim hîn kir ku xwe tenê şayanê Objeya perestina me ya Xwedê dît. Îsa ji ber vê got, ‘Tu yê Reb Xwedayê xwe biperêsî û tenê ji Wî re bibî evd’(Matta 4:10). Lê digel vê, bêjeyên ku di Mizgîniyê de dinivîsin ku mirov li ber Îsa sitûyê xwe xwar dikin û Wî diperêsin, ji dehan ne zêdetir e.

Rojekê, ‘yekîbicûzamhat’ û got, ‘Ya Reb, ku tu dixwazî tu dikarî min paqij bikî’ û Ew perest. 19 Piştre Îsa destê xwe dirêjî zilêm kir, destê xwe dayê, ‘Ez dixwazim, paqij bibe!’ got. Zilam di demê de ji cûzamê paqij bû.” (Matta 8:2-3) Îsa bi zilamê bicûzam ji ber ku xwe avê piyên Wî û Ew perest, hêrs bû?

Na, tenê destê xwe dayê û ew baş kir.

Îsa piştî ku ji mirinê vejiya, xwendekarekî Wî yê bi navê Tomas li ber Wî xwe avêt erdê û ji Wî re “Rebê min û Xwedayê min!” got.Îsa bi ew bi dijûnkirinê tawanbar kir û pê re hêrs bû?

Na, Îsa tenê wiha got: “Tomas, ji ber ku te ez dîtim te îman kir. Bila her bijîn ew kesên ku bêyî dîtinê îman dikin!” (Yuhanna 20:28-29)

Ev biwêj der heqê nasnameya Îsa de çi hînê me dike?

HÛN Ê BIRYAR BIDIN

Hilbijartina me ya kesane ye em her yek der heqê nasnameya Îsa de biryara çi didin, lê tu kes bila der heqê Wî de nirxandineke ku bi ya wî re li hev nayê, nepejirîne. Ger Îsa, “pêxemberekî mezin e” wekî cîranên min ku ji min re dibêjin, ji ber ku pêxember bû di heman demê de Kesê ku wisa îdîa dikir jî bû: Peyva Dawî ya Xwedê û Kurê Wî. Gotina “Îsa ne jixeynî pêxemberekî kesekî din e”, hem şahidiya Îsa hem jî peyama pêxemberan înkar dike. 20

Berê, C.S Lewis ê ku septîkekî (gumankar) û yek ji entelektuelên sedsala bîstemîn bû, der heqê Îsa de ev nivîsî:

“Ez li vir dixwazim biwêjeke ku mirov der heqê Wî de dibêjin û bi rastî jî biwêjeke ehmeqî ye diyar bikim û ez bi vê bersivê dixwazim gotina kesekî ya vê biwêjê asteng bikim: “Ez amade me ku Îsa wekî mamosteyekî mezin ê exlaqê bipejirînim. Lê ez îdîaya Wî ya ku xwe Xwedê dihesibîne qebûl nakim.’ Ev peyv, peyvên ku divê em nebêjin, in. Tenê yekî ku mirov be, ku biwêjên wekî yên Îsa bibêje, ne mimkun e ku mamosteyekî mezin ê exlawê bibe. Yekî wisa an dîn e an jî Şeytanê Dojehê ye. Divê hûn biryara xwe bidin. Ev zilam an Kurê Xwedê bû an jî Kurê Wî ye; an jî yekî dîn û har bûye an jî ji vê xirabtir e. An hûn dikarin Wî wekî ehmeqekî bipejirînin, hûn tû bikin, bêjin cinekî ye û Wî bikujin; an jî hûn dikarin xwe bavêjin piyên Wî, jê re wekî Reb û Xweda xitab bikin û dikarin xwe bavêjin piyên Wî. Lê em Wî bi wê xelifiyê ku mirov e an jî mamosteyekî mezin e, kêm nebînin. Destûr nedaye ku em vê bikin. Wî gava xwe diyar kir, mebesta Wî ne ev bûn. 21

“JI ME RE BI AWAYEKÎ ZELAL BIBÊJE”

Her tim kesekî derdikeve û dibêje, “Ji me re di Pirtûka Pîroz de beşên ku Îsa dibêje ‘Ez Xwedê me’ derxe. Rêberên dîn ên dema Îsa jî zordestiyê kirin li ser Wî ku bêje ew Xwedê ye.

Îsa wiha got: “Derî Ez im. Kesekî bi rêya min têkeve hundir xilas dibe.” …Rayedarên Cihû derdora Wî girtin û gotin, ‘Tu yê çi qas me bihêlî nav gumanê de? Ku tu Mesîh î, ji me re bi awayekî zelal bibêje.

Îsa ji wan re got. ‘Min ji we re got, lê hûn îman nakin. Tiştên ku ez bi navê Bavê xwe dikim ji min re şahidiye dikin… Ez û Bav yek in.

Rayedarên Cihû dîsa ji bo ku Wî bidin ber keviran rahiştin keviran.

Îsa ji wan re got, ‘Min gelek karên baş ên ku ji ber Bavê min çêbûn, rê we dan. Ji bo kîjan karî hûn min didin ber keviran?

Cihû wiha bersiv dan: ‘Em te ne ji ber karên baş, ji ber ku tu dijûnan didî te didin ber keviran. Tu mirovî lê tu dibêjî tu Xwedê yî.”(Yuhanna 10:9, 24-25, 30-33)

Ev koma dîndar çima xwest Ew bide ber keviran?

Lewre Îsa gotibû, “Ez û Bav yek in”. Gava Îsa digot bi Xwedê re yek e, li gorî rikra wan dijûnan dida. Lê digel her tiştê Cihû birêkûpêk bi gotinên ‘Adonay Eloheyn u Adonay ehad’ku tê wateya ‘Xwedayê me Reb, Reb yek e’ (yekîtiya pirjimar) îmana xwe ya ji Xwedê re diyar dikin. Îsa her tim Xwe wekî Kurê Xwedê ku bi Xwedê re yek e, diyar dikir. 22 Sedema Cihûyan ku Ew bi dijûndanê tawanbar dikirin, ev bû.

Îsa bi xwedîbûna hebûna xwe ya bêdawî ya wekî Peyv û Kurê Xwedê, tu car xwe qure nekir an jî bi vê hebûnê re şanîdanî nekir.

Li derdor wekî “Ez Xwedê me! Ez Xwedê me!” negeriya. Li dijî vê, jiyana xwe ya li cîhanê çawa ku dixwest bila hemû mirovahî bijîn – bi nefsbiçûkiyeke nuwaze û li ber Xwedê bi awayekî jidil sitûyê xwe xwar dike  - bi wî awayî domand.

Îsa yek kes e ku dikare bêje, “Ez ne ji bo daxwaza xwe bînim cih, ji bo daxwaza yê ku ez şandim bînim cih, ji esmên daketim.”(Yuhanna 6:38) Hişmeta jiyana Îsa yê ku KurêXwedayê hatiye bilindkirin, ji bo BenîadembûnêXwe nizmkirin e.

Dema Îsa ji yên din re xwe rave dikir ka Kî ye, pejirand ku ev ravekirin bi dilnizmî lê bi awayekî xurt bike.   

Rojekê zilamekî ciwan ê dewlemend hat cem Îsa û jê re wekî “Mamosteyê Baş” xitab kir. Li ser vê Îsa ji zilêm ev pirs kir, “Çima ji min re dibêjî baş? Yekî Baş tenê heye; Ew jî Xwedaye.” (Lûka 18:19) 23 Ev zilamê dewlemend jê bawer nekir ku Îsa Xwedê ye, lê Îsa –başîtiya xwedayî ya kesanekirî- ew zilêm vedixwend ku bila parçeyên mamikê bîne cem hev û têbigihije ka Ew Kî ye.

Îsa dixwaze em jî fam bikin ka Ew Kî ye. 24

GOTIN, BI KARÊN ÇÊKIRÎ PEJIRANDIN

Mucîzeyên bêhejmar ên xurt ku Îsa çêkirin, raye û hêza Wî ya li ser her unsûrê ketî û bi gunehê hatiye lanetkirin, derxist holê. Wî zanî mirov çi difikirin, guneh bexşandin, ji bo ku bi hezaran kes bixwin nan û masî zêde kirin, bahoz sekinandin û ferman kir ku bila ruhên xirab biçin. Bi peyvekê an jî destdanekê xewweş baş kirin, wisa kir ku seqet meşiyan, kor dîtin, ker seh kirin û mirî vejiyan. Mesîh wekî heman pêxemberên ku berê ragihandibûn, “Milê REBê yê rûzemînê bû.” 25

Hişmeta Îsa ya ji her tiştê mezin e, ji bo yên ku xwedî çavên dibînin, in ji her derê Hebûna xwe biriqî. Karên Îsa delîlê rastbûna peyvên Wî bûn. Mînak, wekî ku me berê jî xwend, Îsa got Ew “Jiyan”e. Wî delîlê vê îdiayê çawa derxist? Îsa gotina xwe ya “Jiyan”ê bi vejandina miriyan îspat kir.

Reb Îsa rojekê, li cem gora zilamekî bi navê Lazar ê ku çar roj berê miribû, bû. Bedena Lazar di nav gorekê ku ji kevirê hatiye qewartin de bû. Îsa ji xwişka Lazar re got bila negîrî, dê birayê wê dîsa bijî:

Xwişka Lazar ji Îsa re got, “Roja dawî, roja vejînê ez dizanim dê dîsa vejî”.

Îsa jê re got, “Vejîn û Jiyan Ez im. Yê ku ji min re îman dike, bimire jî dê bijî.” (Yuhanna 11:24-25)

Îsa piştre ji bo îspatkirina gotina xwe, “bi dengekî bilind qîr kir, ‘Lazar, derkeve derve!’ û destên wî yên mirî, piyên wî yên pêçayî û rûyê wî bi pêjgirê re pêçayî, derkete derve.

Îsa ji kesên li derdor re got, ‘Wî vekin, bihêlin bila biçe’.

Wê demê gelek kesên Cihû tişta ku Îsa kir dîtin, jê îman kirin. Lê hinek ji wan çûn ji Ferîsiyan tişta ku Îsa kir gotin… bi vî awayî ji wê rojê pêv ji bo kuştina Îsa dest bi planan kirin… kahînên sereke jî kuştina Lazar sêwirandin, lewre ji ber wî gelek Cihû ji Îsa re îman dikirin.” (Yuhanna 11:43-46, 53; 12:10-11) 26

Dilê mirov çi qas hişk e!

DILÊN HIŞK

Piştî gotinên Îsa û îtîbara Wî, rêberên dînî û polîtîk ên Cihû, bi hêrsa ku di dilê wan de zêde dibû, hatin cem hev: Divabû dengê Îsa bihata birîn! Ji bo kuştina wî li sedemeke sûcê – hema sedemeke wisa- digerîyan, lê nedidîtin. Yekê ku wekî yek Mirovê nuwaze hatiye dinyayê, çawa dikarîbû bihata sûcdarkirin?

Li rojekê Şabatê Îsa li sînagogê fêr dikir…

Li wir zilamekî destê wî seqet hebû. Hinekan ji bo sûcdarkirina Îsa, ka dê li roja Şabatê bikaribe nexweş baş bike, çavdêriya Wî dikirin. Îsa ji zilamê destê wî seqet re got, ‘Rabe, derkeve pêşiyê!’ Piştre ji kesên li sînangogê re got, ‘Li gorî Zagona Pîroz, li Roja Şabatê qencîkirin rast e an xirabîkirin? Canê yekî xilaskirin rast e an canê yekî stendin?’ ji wan deng derneket.

Îsa bi hêrs li yên derdor nêrî. Bêhestiya dilê wan Ew xemgîn kiribû. Ji zilêm re got, ‘Destê xwe dirêj bike!’ zilam destê xwe dirêj kir, destê wî dîsa sipîsax bû.

Li ser vê Ferîsî derketin derve, ji bo wendakirina Îsa zû bi zû bi alîgirên Hirodes (partiya polîtîk) re hevdîtin çêkirin.

Lê Îsa bi xwendekarên xwe re çû perava golê… qerebalixeke mezin da dû Wî… ji ber ku gelek kes baş kiribûn, yên ku bi nexweşiyên cuda girtine ji destê xwe bidin Wî, bi ser Wî de diçûn. Ruhên xirab gava Ew didîtin xwe diavêtin piyên wî, diqîriyan, ‘Tu Kurê Xwedê yî!’(Markos 3:1-11)

TÊGIHÎNA RUHÊN XIRAB

Ruhên xirab dizanîbûn vî Yê Şîfa Dide Kî ye, ji ber vê bi nasnavê Wî yê rast ku xwediyê ye xitabî Wî dikirin, ‘Tu Kurê Xwedê yî’.

Ev hemû milyaketên ketî ji paşeroja berê ya Îsa agahdar bûn.

Bi hezaran sal berê, Wî gava ji esman û erdê re ji bo hebûna wan ferman kir, ev milyaketên ketî bibûn şahidê hêza Wî ya biqudret û zanatiya Wî ya ku ji mêjiyan wêdetir bû. Bi xişma Wî ya mafdar, gava wê roja ku ji bo li hemberî Wî derkevin, Şeytên pejirandibûn û ji esmên hatibûn derkirin dihate bîra wan, ji tirsan diricifîn! 27 û Ew niha li vir, di nav mirovên ku li rûzemînê bûn, dijiya!

Ev rewş nîşaneya xetereyê bû û neserketîbûna wan nîşan dida.

Rayeya efendiya wan hildiweşiya.

Laneta gunehê çep vedigeriya.

Kurê Bêdawî ku Ezbeta jinekê bû, Bixwe serwerî bi dest xistibûn. Ji ber vê ruhên xirab, “li ber Wî xwe diavêtin erdê, û diqîriyan ‘Tu Kurê Xwedê yî!” Di vê navberê de rêberên dînî “ji bo wendakirinadest bi planan kirin”.

Carekê, piştî ku min ev çîrok ji hin mêvanên xwe re vegot, mêrekî ev şîrove kir: “Tişteke jê nayê bawerkirin! Ruhên xirab ji Îsa re ji rêberên dînî zêdetir rêz girtine!”

Belê, jê nayê bawerkirin! Lê rast e. 


1. Jayyusî ji Salma Khadrayê hatiye guncandin. Tales of Juha. Interlink Books. Northampton, MA, 2007, rûpel 19.

2. Li jêrê navê hin nivîskarên dîrokê yên kevn hatine dayîn ku der heqê Îsayê Nasirayî de referans didin, lê bi Pirtûka Pîroz eleqa wan tune ye: Takitus, dîrokvanê Romayî (P.M. 55-120)(Tacitus 15:44); Josephusê Cihû yê dîrokvan (P.M. 37-101)(Antiquities 18:3); Talmud, şîroveya hêrisên der heqê Tewrat de (The Babylonian Talmud. Sanhedrin, 43a); Grekekî bi navê Lusian (The Death of Pereguire, rûpel 11-13, The Works of Samasota, ji hêla H.W. Fowler û F. G. Fowler hatiye wergarandin, 4 cilt. Oxford: Clarendon Pres, 1949; Suetonius (P.M. 69-12), sekreterê sereke yê Împarator Hadrian (Claudias, 25). Nîşe: J. Oswald Sanders wiha nivîsî “Parastina Mesîhê Pirtûka Pîroz wekî ku tenê nifşa xeyaleke mirov e û ne xwedî rastiyeke dîrokî ye, mizginî di warê wêjeyê de dikirin mucîzeyeke mezin, wekî Mesîhê ku di warê dîrokê de wisa ye. Ernest Renan da zanîn, ji bo derxistina Îsayekî pêdivî bi derxistina Îsayekî heye. J.J.Rousseau dibêje, ku çend kes ji bo nivîsîna çîroka vê biryar bidin û kesekî şêwaza çîrokê çêke, ev zêdetir nefesîh dibe.” (Sanders, J. Oswald. The Incomparable Christ. Moody Press. Chicago, 1971, rûpel 57).

3. Matta 13:55-56. Îsa li Nasirayê mezin bû (Matta 2:22-23; Lûka 2:51-52), li cem bavê xwe yê legal Yusuf wekî dartraşekî xebitî (Markos 6:3). Dilovaniya Îsa, ne ji ber ku Xizmetkarekî dilovan, lê ji ber ku lehengekî ku feth dike dixwazin, xeyidand.

4. “Îsa dema dest bi peywira xwe kir emrê Wî di sihan de bû. Digotin qey kurê Yusuf e” (Lûka 3:23).

5. Îsa her tim ji xwe wekî “Beniadem” qal kir; ev nasnavê Mesîh bû û wateya wê “Kurê Mirovahiyê” bû (bi Grekî: Anthropos) Çi nasnavekî serasa! Bila kêfa bê jî neyê jî em kurên mirovahiyê ne (xizm).” Lê di rewşa Kurê Xwedê yê bilindbûyî de, Wî, benîademê pejirand û xwe bi nifşa mirov re kir yek. Bi vî awayî ev nasnav, bi qasî mirovahiya Îsa derdixe pêş, Xwedatiya Wî jî derdixe pêş, lewre Xwedê mudaxaleya ku li mirovahiyê dike, nîşan dike. Van ayetan bixwînin: Daniel 7:13-14; Matta 8:20; Lûka 5:24; 22:69-70; Yuhanna 5:27; 13:31; Wehî 1:13-18; 14:14.

6. Mînak, ev ayeta (Lûka 4:4) Peymana Kevn a ku Îsa vediguhêze, ji Tewrata Musa hatiye girtin: Dubareya Zagonê 8:3.

7. Ji ber guneha mirov, Şeytan bi rastî jî bibû “serwerê vê dinyayê” û “serwerê hukumrana hewayê, ango ruhê bandorker ê li ser mirovên ku guh nadin” (Yuhanna 12:31; Efesî 2:2). Kurê Xwedê ji bo restorekirina serweriya ku mirov ji ber gunehê wenda kiribûn, hatibû, lê Wî ev bi şêwaza Şeytên çênekir. Bi şêwaza Xwedê çêkir.

8. Mezmûr 110 û Mezmûr 2; Matta 21:41-46

9. Qur’an: 19:19; Tezat: 48:2; 47:19

10. Qur’an: 19:19; 3:45-51; 5:110-112: 19:19

11. Qur’an: 4:171

12. Mezintirîn gunehê di Îslamiyetê de “şirk” e (Bi erebî beramberê peyva yekîtîyê). Şirk, tiştekê an jî yekê bi Xwedê re wekhev dîtin e.

13. Bala xwe bidin nasnavên ku ji Mesîh re hatine wehdkirin: Nuwaze = Nasnaveke ku tenê ji bo Xwedê tê bikaranîn, wateya wê “derasayî” ye. Şîretker = Mesîh dê bûya Kesanîkirina Zanatiyê. Xwedayê Qedir = Dê Xwedê Bixwe bedena mirovekî bigirta. Bavê Ebedî = Ew ê bûya Xwediyê Bêdawîtiyê. Mîrzayê Selametiyê = Ew ê ji gunahkaran re aşitiya bi Xwedê re, aramiya hundirîn û di dawiyê de jî aşitiya gerdûnî bianiya.

14. Pêxember Dawud ji berê de got ku dê REB wekî Kesekî bê serzemînê: “Va ye hatim! Li tomara Pirtûka Pîroz ji bo min hatiye nivîsîn.” (Mezmûr 40:7) Malaki pêxemberiyek kiribû ku dê Xwedê ji bo amadehiya hatina “REB” ji berê de nûçevanekî bişanda (Malaki 3:1).

15. Daketina Xwedê ya asta me, ji hişmeta Wî re zerar dide? Bifikirin ku hûn û hevalekî we der heqê du rêberekên ruhî yên ku pir rêz tên girtin, dipeyivin – Navên yek van rêberan bila bibe Omer û yê din jî Harun. Hevalê we ji we re wiha dibêje: “Harun bi erebeyên pêlîstok dilîze, lê Omer nalîze.” Wekî kesekî ku ji Harun re pir rêz digre, hûn dibêjin: “Qet! Bila leyîstina bi erebeyên pêlîstok re ji Harun dûr be!” Bizaveke wisa di serî de dikare maqûl û rast xuya bibe. Piştre bifikirin ku çîrok wiha berdewam dike: zarokên biçûk ên Omer û Harun hene û kêfa van zarokan pir tê dema bavê wan wekî wan li erdê rûdine û bi wan re dilîze. Dema Harun bi zarokên xwe re bi vî awayî wext derbas dike kêfxweş dibe, lê Omer ev tişt nake, lewre difikire ku wiha bike dê rêza ku jê re tê girtin biçûk bixe û dema em van hîn bibin em ê çi bifikirin? Ji van her du zilaman kîjan bav, mirov û rêberê herî baş e? Omer an Harun? Bi heman awayî, dema mirov dibêjin “Xwedayê ku Hêza Wî Têra Her Tiştê Dike ku li serzemînê wekî mirov xuya ke dê ji hişmeta Wî re zerar bide” dibe ku nêta wan baş be, lê bi van gotinên xwe li şûna bilindkirina hişmeta Xwedê, ji hişmeta Wî re zerar didin.

16. Yuhanna 13 ji me re vedibêje ku Îsa lingên xwendekarên xwe dişo – lingşûştin karê xizmetkarekî ye! Xwendina Mizgîniyê, bi Xizmetkarê dawînî yê ku Reb Bixwe ye re rasthatin e.

17. Matta 14; Markos 6; Yuhanna 6.

18. Ger Îsa bixwesta bigota tenê beriya Brahîm hebû, divabû bigota, “Beriya jiyadîkbûna Brahîm Ez hebûm.” Lê Wî got, “Beriya jidayîkbûna Brahîm Ez heme.” Der heqê YHWH de li beşa 9. binêrin (Ji Misirê Derketin 3:14).

19. Peyva “perestinê” ya ku ji bo kesên ku Îsa diperêsin tê bikaranîn, bi peyva ji bo yên ku Xwedê diperêsin tê bikaranîn, heman e (ayeta Matta 8:2 bi ayeta Wehî 7:11 hevrû bikin). Di her du rewşê de jî peyva “perestinê” ji peyva proskneoya Grekî tê û wateya wê, “bi heyranî xwe deverû li erdê dirêjkirin, perestin” e.

20. Ger hûn hê jî der heqê guhertina Nivîsên Pirtûka Pîroz de xwedî ramaneke nehatiye çespandin in, beşa 3. a “Hat Guhertin, an Parastin?” dîsa bixwînin.

21. Lewis. C.S. Mere Christianity. NY: Macmillan-Collier, 1960, rûpel 55-56.

22. Ku hûn dixwazin der heqê yekîtiya yekbûyî ya Xwedê dîsa xwedî agahî bin, beşa 9. bixwînin.

23. Gelek kes der heqê rûyeke din a vê çîroka Îsa û zilamê dewlemend de dudilî dibin. Zilamê ciwan bi bez hat cem Îsa û ev pirs kir: “Mamosteyê Baş, ji bo gihiştina jiyana bêdawî divê ez qenciyeke çawa bikim?” (Matta 19:16; Markos 10:17; Lûka 10:25). Pirsa zilamê ciwan ji qelebalixê re baş xuya kir, lê ji bo Reb ne baş bû. Îsa dizanîbû ku ev zilamê dîndar hê jî tênegihijtiye rastiyên bingeh ên der heqê pîroziya bêsînor a Xwedê û gunehkariya dawînî ya mirov. Ev zilamê ku ji rastiya xwe bawer dike, fikirî ku dikare rêya têketina bihuştê bi dest bixe; bawer dikir ku dê bi awayekî baş bibe. Ji zarokekî ku di nav kefa destê wî de çend perê hesin hene, ji zilamê herî dewlemend ê cîhanê dipirse, “Ji bo milkê te wekî mîrat bistînim divê çend heb ji van peran bidim te?” ne cuda bû. Îsa ji pirsa vî zilamî re çawa bersiv da? Îsa Tewrat û Deh Ferman anî bîra wî, armanca Wî ew bû ku ji zilamê dewlemend re bide nîşan ku tu car nikare bi hêza xwe standarda rastiya nuwaze ya Xwedê têr bike. Ji bo kesên ku difikirin “bi qenciyê” dikarin jiyana bêdawî bi dest bixin, “jiyana bêdawî” tune ye.

24. Îsa di heman demê de wiha got: “Bila bêhna we teng nebe; ji Xwedê re îman bikin, di heman demê de ji Min re jî îman bikin… Rê, Rastî û Jiyan Ez im… Ku bi rêya min nebe, tu kes nikare bê cem Bav – Yê ku ez dîtime, Bav jî dîtiye. Tu çawa dibêjî, ‘Bav rê me bide?’ Tu bawer nakî ku Ez di Bav de, Bav di Min de ye? Ji min re îman bikin, Ez di Bav de me, Bav jî di Min de… Qet nebe ji ber van karan îman bikin.” (Yuhanna 14:1, 6, 9, 11)

25. Yeşaya 53:1; Yuhanna 12:28; Lûka 1:51; Di heman demê de binêrin: Yeşaya 40:10-11; 51:5; 52:10; 59:16; 63:5; Yeremya 32:17.

26. Xwedê hêz da du pêxemberên bi navê Îlyas û Elîşa ku bila kesekî mirî dîsa vegerînin jiyanê, lê tu pêxember xwe wekî Çavkaniya Jiyanê nîşan neda. Tenê Îsa karî bigota “Vejîn û Jiyan Ez im.”

27. Mesîh beriya ku bê serzemînê li esmên bû. Dema Lusîfer ji esmên hat derkirin, Ew li wir bû. Ji ber vê ji xwendekarên xwe re got, “Min dît ku Şeytan wekî birûskê ket ji esmên” (Lûka 10:18).

Kurmanji English Chapter Title : 

17. Who Can This Be?

18. Pêşnûmaya Bêdawî Ya Xweda

18
PÊŞNÛMAYA BÊDAWÎ YA XWEDA
“Rebê ku ji serî de van agahiyan dide, va ye wiha dibêje.”
(Karên Qasidan 15:18)

Beriya despêkirina demê, di hişê Xwedê de planeke zelal ku ji bo mirovan amade kiribû, hebû. Di heman roja ku guneh malbata mirov lewitand, REB dest bi agahdarkirina vê planê kir, lê ev agahî bi awayekî zelal neda, bi awayekî girtî da. Nivîsên Pîroz ji vê planê wekî Sira Xwedê” (Wehî 10:7) behsdikin.

Heya îro plan û armanca Xwedê ya der heqê mirovahiyê de, ji bo piraniya mirovan wekî sirek maye, lê ev rewşeke nepêwîst e, lewre sira ku ji wext û nifşên berê hatiye veşartin…niha hatiye diyarkirin.” (Koloseyî 1:26)

JI PÊXEMBERAN ZÊDETIR XWEDÎ BERBIJARIYÊ YE

Em li vir rastî fikreke ku mirov heyirî dimîne, tên. Gava mijar famkirina çîrok û peyama Xwedê be, hûn û ez ji pêxemberên ku Nivîsên Pîroz nivîsîne, zêdetir xwedî berbijariyê ne.

Em xwedî hemû ravekirinên Xwedê ne; ew xwedî nebûn. Em dikarin dawiya pirtûka Xwedê bixwînin; wan nekarî.

Pêxemberên ku ji we re behsa lutfa ku dê bê bexşkirin, kirine, der heqê vê rizgariyê de lêkolînên bidîqat kirin. Ruhê Mesîh ê ku di nav wan de bû, gava ji êşên ku dê Mesîh bikişanda û ji mezinahiyên ku dê piştî van êşan bihata, şahidî kirin, lêkolîn kirin ka Ruh kîjan demê an jî heyameke çawa nîşan dide. Niha bi rastiyên ku ji we re hatine ragihandin re bi awayekî zelal hat diyarkirin ku ji xwe re xizmet nekirin, lê ji we re kirin. Yên ku bi hêza Ruhê Pîroz Mizgînî dane we, ev rastî ji we re ragihandin.Milyaket jî di wê hesretê de ne ku van rastiyan ji nêzîk ve bibînin.”(Petrûsê 1., 1:10-12)

XWEDA PLANA XWE ÇIMA VEŞART?

Dibe hin kes ev pirs kirine: “Xweda tişta ku sêwirand, çima ji mirovahiya ketî re di demê de negot? Xweda çima peyama xwe wekî sireke veşart?”

Digel ku qet deynê ravekirinê yê Xwedayê Serwer ê gerdûnê tune ye ji me re, Ew nazik tevgeriyayê û ji me re hin agahî dane der heqê veşartina Plana xwe ya ku ji bo mirov e. Sê sedema Xwedê heye ka çima Plana xwe hêdî hêdî û bi awayekî rastbîn diyar kiriye:

Wekî ku Xweda ewil di beşên pêncemîn û şeşemîn de rave kiriye, Plana xwe hêdî hêdî diyar kir û ji bo ku nifşên pêşerojê peyama Xwedê yeqîn bizanibin, pêxember û sembolên ku ji mirovahiyê re pêyamên Wî dipejirînin û şahidên ku banga Wî dipejirîninpêk anîn.

Xweda wekî duyemîn rastiya xwe wisa diyar kir ku tenê ew kesên ku hewl didinbigerin, dê bikarin keşf bikin. “Em Xwedê ji bo tişten Wî yên veşartî, qral jî ji bo aşkerekirina wan bilind dikin.” (Wecîzeyên Silêman 25:2). Sedema gelek kes a ku nikarin rastiyê bibînin, bi sedema polîsekî ku nikare dizekî bibîne re heman e; naxwazin bibînin. 1

Sedema sêyemîn veşartina Xwedê ya plana xwe ye; lewre xwest plana xwe ji Şeytên û alîgirên wî veşêre.

Em ji zanatiya veşartî ya Xwedê bi awayekî nepenî behs dikin. Beriya destpêka zemanê, zanatiya ku Xwedê ji bo bilindahiya me diyar kir, tu rêberên vê demê fam nekir. Ku fam bikirana dê Rebê bilind li çarmixê nexistana.” (Korîntiyên 1., 2:7-8)

Ku Şeytan û alîgirên wî plana Xwedê ya wan têk bibe fam bikirana, dê Îsa li çarmixê nexistana. Xwedê plana xwe wisa sêwirand ku, yên ku dixwestin ji plana Wî re bibin asteng, ev plan anîn cih!

Ev plan çi bû?

RIZGARKIRIN!

Xwedê soz da ku ji bo rizgarkirina ezbeta bêdawî ya Adem ya serhişk û guh nadin zagonê, dê Rizgarkerekî –wekî Ezbeta jinekê- bêguneh bişanda dinyayê. Gava di dîroka mirovahiyê de wextê rast hat, Xwedê wehda xwe pêk anî.

Lê dema wext qediya, Xwedê ji bo azadîbide ji yên di bin Zagonê de ne, Kurê xwe yê heq ê ku di bin zagonê de hate dinyayê, şand.” (Galatyayî 4:4-5)

Rizgarkirin bi dayîna heqê tiştekê ku tê xwestin, dîsa stendin e.

Ez wekî kurekî ku li Kalîforniyayê mezin bûm, kuçikeke min a biçûk hebû. Min ev kuçika mê xwedî dikir, pêdiviyên wê pêk dianî û pê re dilîst. Ew jî her tim li derdora min digeriya û gava ji dibistanê diçûm malê biheyecan dibû. Carinan li semta ku ez lê dimam, derdiket derve û dimeşiya, lê her tim vedigeriya malê. Lê rojekê venegeriya.

Ez ji dibistanê hatim malê, lê kuçika min ez pêşwazî nekirim. Wextê razanê hatibû lê me hê jî ew li tu derê nedîtibû. Roja din bavê min pêşniyariyek kir, got li stargeha heywanên herêmî bigerin; ev cih pisîk û kuçikên ku ji mala xwe direviyan, heya demekê dihewandin. Heywanên ku heya dawiya vê demê ku nedihatin gerandin, bêyî êş dihatin kuştin.

Min li stargeha heywanan geriya. Belê, li wir kuçikeke li gorî terîfa min hebû. “Komkara kuçikan” ew dîtibû. Kuçika min ew qas neçar bû ku nedikarî xwe bifilitanda. Ku yekî ew rizgar nekira, dê berdêla wendabûna xwe bi jiyana xwe bidaya.

Ez çûm stargeha heywanan. Min dikir kuçika xwe dîsa bistanda! Lê memûrê li buroya pêşîn ji min re got, ji bo standina kuçika xwe divê perê cezayê xwe bidim. Li dijî zagonê bû ku kuçikekê bê xwedî li kolanan bigere. Min perê ku dihat xwestin da û kuçika min azad bû. Ji ber ku ji wê qefesa ecêb xilas bibû û gihaştibû wî kesî ku pê re eleqedar dibû, ew qas kêfxweş bû! Hatibû rizgarkirin.

Ceribandina min a zarokatiyê ku min kuçika xwe ya serhişk dîsa stand, ji me re der heqê rewşa me de fikrekê dide. Em yên ku serhildêr û gunehkarên sûcdar in, tu çareya me tune ku em xwe bifilitînin. Xwedê heqê Kurê xwe yê heq da û ji bo rizgarkirina me ew şand dinyayê. Ev berdêl ew qas bilind bû ku tu kes nedikarî bidaya.

Tu kes nikare berdêlajiyana kesekî din bide, tu kes nikare fîdye bide Xwedê –Lewre berdêla jiyanê mezin e …Lê dê Xwedê min ji diyara miriyan bifilitîne…” (Mezmûr 49:7, 15)

Wê demê berdila rizgarkirina me çi bû?

PÊXEMBER RAGIHANDIN KA BERDÊL ÇI YE

Di beşa sêyemîn a pirtûka Afirînê de, me pêxemberiya veşartî û hê negihayî ya der heqê plana Xwedê ya ku dê gunehkaran ji destê Şeytên rizgar bikira, dît. Niha em dîsa guh bidinê ka Xwedê ji Şeytên re çi gotiye:

Ez ê te û jinê, nifşa wê û ya te ji hev re bikim dijmin. Dê nifşa wê serê te bipelixîne, tu yê êrîşî pehniya wê bikî.” (Afirîn 3:15)

Xweda bi rêya van gotinan, li gorî Xwezaya xwe ya pîroz, xetên bingeh ên Plana xwe ya dê li hemberî Şeytan û gunehê bisekine, da destpêkirin. REB da zanîn ku dê ji mirovahiyê re Rizgarkerekî-Mesîh bîne ku “serê” Şeytên bipelixîne û wî têk bibe. Pêxemberî di heman demê de digot dê Şeytan êrîşî “pehniya” Mesîh jî bike.

Dê Ew (Mesîh) serê te (Şeytan) bipelixîne û tu yê jî êrîşî pehniya(Mesîh) bikî.”

Dê ezbeta jinê serê Şeytên çawa bipelixanda? Peyva pelixînê ku ji Îbrankî hatiye wergerandin tê wateya “êşandin, şikandin, birîndarkirinan jî acizkirin”. Li gorî vê daxuyaniya yekemîn a pêxemberiyê, dê hem Şeytan hem jî Mesîh bihatana “pelixandin”, lê tenê yek ji du birîndaran kujende bûya ku vegera wê ne mimkun bû. Serekî ku tê pelixandin bi mirinê re bêdawî dibe, lê ji bo pehniyeke pelixandî heman tişt nayê gotin.

Xwedê digel rastiya Rizgarkerê ku hatiye wehdkirin dê ji hêla Şeytên û alîgirên wî bê “birîndarkirin”, dihat zanîn ku dê di dawiyê de Şeytan têk biçe.

Xwedê piştre ji Dawud pêxember re îlham da ku bila van peyvên Mesîh binivîse:

Destên min, piyên min qul dikin.” (Mezmûr 22:16)

Dawud di heman demê de vê pêxemberiyê dide, digel kuştina Mesîh, dê bedena Wî di gorê de nerize:

Tu nahêlî bila bedena evdê te yê dilsoz birize.” (Mezmûr 16:10)

Rizgarkerê wehdkirî, dê li ser mirinê serkeftî bûya.

Pêxember Yeşaya, armanca êş, mirin û vejîna Mesîh ji berê de da zanîn:

“Ji ber serhildanên me, bedena Wî hat qulkirin, ji ber serhildanên me Wî tehde dît… çi ye ku, Reb binpêkirina Wî rast dît. Ku canê xwe wekî unsûrekî sûcê pêşkêş bike, dê kesên ku ji ezbeta Wî tên bibîne û dê rojên Wî dirêj bibe. Dê daxwaza Reb bi rêya Wî pêk bê.” (Yeşaya 53:5, 10) 2

Dê Şeytên mirov îqna bikira ku ji Mesîhê ku ji hêla Xwedê hatiye şandin, îşkence bikin û Wî bikujin, lê dîsa jî dê her tişt li gorî plana ku pêxember dabûn zanîn, pêk bihata. Encama dawînî, dê ji bo Reb û Yê Meshkirî serkeftineke teqez bibûya.

PEYVÊN ZANATÎ Û HIŞYARÎ

Hezar sal beriya jidayîkbûna Mesîh, Dawud ev nivîsîn:

Ev tevliheviya navbera neteweyan de çi ye, çima gel pergalên vala ava dikin? Qralên dinyayê ref digirin, hukumdar yek dibin. Li hemberî Reb û Qralê ku Mesh kir…Rebê ku li ser esmanan rûdine, dibişire, bi wan re şa dibe. Piştre bihêrs wan hişyar dike. Bi xişma xwe wan ditirsîne. Û dibêje, ‘Min Qralê xwe li ser çiyayê xwe yê Pîroz Siyonê da rûniştandin’. Ya Qral, biaqil bin! Ya rêberên dinyayê, ders bigirin! Ji Reb re bi tirs xizmetê bikin. Bi ricifîn, şa bibin. Kurmaçî bikin ku bila hêrs nebe, hekena hûn ê di rêya ku hûn diçin de mehf bibin. Lewre hêrsa Wî ji nişka ve pêt digire. Bijî yên ku jê bawer dikin û xwe li cem Wî dispêrin!”(Mezmûr 2:1-2,4-6,10-12)

Li Senegalê ku gulaş lê werzîşeke adetî ye, wecîzeyeke gel heye:

“Divê hêkekê bi zinêr re gulaşê negire.”

Çima divê hêkekê bi zinêr re gulaşê negire? Lewre ne mimkun e ku hêk ji vê gulaşê serbikeve! Bi heman awayî, “yên ku li hemberî Reb û Qralê ku Mesh kiriye yek dibin” tu car serkeftî nebin. Li hemberî plana Xwedê derketin, “belasebeb planeke bi nêta xirab çêkirin e.” 3

Wecîzeyeke din a Senegalî jî heye:

“Yê ku daran dibire, bi zanebûn dara ku lê dicivin nabire.”

Li vî cihî ziwa yê dinyayê, piraniya gundan xwedî vê dara mezin a bi sî ne li navenda gund. Ev “dara cihê civînê”, ji bo kesên ku ji germa nîvro direvin dibe stargehekê. Mirov li vir bêhna xwe didin, suhbet dikin û çayên xwe vedixwin. Ku, yê ku daran dibire dest bi birîna “dara cihê civînê” bikira, dê gundî çi bikirana, bifikirin! Dê hêrseke mezin bi wan bigirta û dê di demê de karê birînê bidana sekinandin!

Her kesê ku li hemberî plana rizgarî ya Xwedê derdikevin, dişibin wî kesî ku bivir li dara berdil a gundiyan dide.

Dê tu car serkeftî nebin.

Ya qral, biaqil bin!... Kur maç bikin ku hêrs nebe. Hekena hûn ê di rêya ku diçin de mehf bibin. Bijî yê ku jê bawer dike û xwe li cem Wî dispêrin!” (Mezmûr 2:10-12)

NEDÎTINA PLANA XWEDÊ

Îsa li hefteyên dawî ya peywira xwe ya serzemînê, ji xwendekarên xwe re der heqê vê mijarê de agahî dan: rêberên polîtîk û dînî li şûna ku Wî wekî Qralê xwe qebûl bikin, dê kuştina Wî bixwestana. Kesên ku kuştina Îsa plan nabînin ku esas ew bixwe bûn ku dê tiştên pêxember ên ji berê de gotibûn, pêk bianîna: dê dest û piyên Mesîh, wekî parçeyeke plana Xwedê ya ku ji bo ezbeta serhişk û neçar a Adem ji destên Şeytên bifilitîne, bihata qulkirin.

“Îcar Îsa ji xwendekarên xwe re dest bi vegotinê kir ku divê biçe Yeruşalîmê, ji destên kahînên sereke û zanayên dînî pir bikişîne, bê kuştin û roja sêyemîn divê dîsa vejî.

Li ser vê Petrûs Ew kêşa hêlekê û jê  re hêrs bû, got, ‘Xwedê biparêze, ya Reb! Dê tu car tiştek wisa neyê serê te!’

Lê Îsa li Petrûs vegeriya û got, ‘Here wê de, Şeytan! Tu ji min re dibî asteng. Fikrên te ne ji Xwedê re, ji mirov re azad e.’ (Matta 16:21-23)

Ramana Petrûs dişiba vê biwêjê ku min ji nîqaşkerekî navdar bihîstîbû, “Mesîhekî çarmixkirî dişibe ezebekî zewicî!”

Mîna vî nîqaşkerî, Petrûs jî plana Xwedê hê fam nekiribû. Petrûs fikirî ku bêyî sitûyê xwe li ber biçûkxistina çarmixkirina rêveberiya hemû dinyayê ya ku ji Mesîh re hatiye wehdkirin, lezelez saz bike!

Petrûs mafdar bû gava plana Xwedê ya ku dê Îsa wekî Rêvebirê Serwer bîne ser cîhanê difikirî, lê şaşî dikir gava difikirî ku dê Mesîh êş û şerma xwe li hêlekê bihêle. Petrûs dê piştre plana Xwedê fam bikira û bicesaret dê rastî bida zanîn: “Pêxemberan… şahidî kirin ji êşên ku dê Mesîh bikêşe re û ji bilindahiyên ku dê pey van êşan bê!” (Petrûsê 1., 1:10-11) 4

Çarmixkirina Mesîh dê pîşadek nebûya. Ewil Xwedê tevgeriya û ev di bêdawiyê de plan kir. Pêxemberan ev plana rizgariyê ji berê de dan zanîn. Ezbeta Jinê ji bo ku vê planê bîne cih, hat.

Demeke berê ji min re ev posteya elektronîk hat şandin:

Posteya Elektronîk

Hûn ew qas kor in ku, ji vê jî bawer dikin ku dê Xwedê nekare kurê xwe yê heq ji çarmixê xilas bike. Hûn bi vê baweriya xwe nîşan didin ku Xwedê bi destûrdayîna kurê xwe ku ji hêla mirovan tê biçûkxistin û kuştin, bisînor û zeîf e. Xwedê xwedî hêza dawînî ye. Ew yekane ye û tu tişt bi Wî re nikare bê wekhevkirin.

Ellahuekber.

Wekî ku Petrûs jî berê fam nekiribû, wî kesî ku ev peyama elektronîk şandibû jî hê fam nekiribû ka Mêsîh çima divabûbê kuştin û roja sêyemîn vegeriya jiyanê”.

Çima planeke wisa ecêb divabû bihata cih? Çawa ku wî kesî ji me re peyama elektronîk şandibû, bi awayekî mafdar nîşan dida, “Xwedê xwedî heza dawînî ye.” Wê demê çima Xwedê Şeytên neavête dojehê û çima rave nekir ku nifşa biguneh a Adem hatiye bexşandin? Xwedê tenê bi rêya Peyva xwe cîhan afirand, ango bi axaftinê afirand, naxwe çima dîsa bi heman awayî, bi axaftinê cîhan xilas nekir?

Çima divabû Afirîner-Peyv mirov bûya? Xweda çima di plana xwe de ji Mesîhekî ku diêşe, xwîna Wî dirije û dimire, re cih da?

Asta din a rêwîtiya me bersiva van pirsan dide.


1. Îbranî 11:6; Yeremya 29:13; Yeşaya 29:11; Matta 11:25; 13:13-14; Lûka 8:4-15; Yuhanna 6. Piraniya rastiyên Xwedê, ji bo tenê ji bo kesên ku li Wî digerin, bi zanebûn û bi awayekî nediyar tê aşkerekirin. Dê Xwedê mirovan mecbûr neke ku guh bidin rastiyên Wî, fam bikin û jê bawer bikin. Yên dilxwaz dê rastiya Wî keşf bikin. Dilxwazên der heqê korbûnê de jî dê rastiyên Wî keşf nekin.

2. Tevî bi sedan salan beriya pêkbûna bûyerê hatine nivîsîn, we bala xwe da ku çend pêxemberî di demên berê de hatine nivîsîn? Ji planên Xwedê re asteng nabe. Dema Afirîner dibêje dê tiştek pêk bê, qebûl bikin ku ew tişt çêbûye. Di heman demê de sedema ku Mesîh wekî “ji avabûna dinyayê û pê ve Berxikê şerjêkirî” (Wehî 13:8) tê binavkirin, ev e.

3. Mezmûr 2. Li cihekî din ê Nivîsên Pîroz Mesîh (hatina Wî ya duyemîn), ji kevirekî mezin ê ku ji esmên dadikeve tê şibandin ku dê kesên ku serê xwe li ber plana rizgariyê ya Xwedê xwar nakin, parçe parçe bike (Daniel 2:34-35; û Matta 21:42-44).

4. Ji bo peyvên din ên Petrus beşên Karên Elçiyan 2-5, ayetên Karên Elçiyan 10; Petrusê 1., 1:10-12; 2:21-25; 3:18 bixwînin. Di heman demê de li ser vn peyvên ku ji hêla elçî Pavlus hatine nivîsîn, bifikirin: “Daxuyaniya der heqê çarmixê de, ji bo yên ku dê mehv bibin tewş e lê ji bo me yên ku bifilitin hêza Xwedê ye. ‘Zeîfbûna’ Xwedê ji hêza mirov xurttir e. Xwedê ji bo ku yên xurt bide şermê, yên ku dinya wan zeîf dihesibîne, hilbijart” (Korîntiyên 1., 1:18, 25, 27).

Kurmanji English Chapter Title : 

18. God's Eternal Plan

19. Zagona Qurbanê

19
ZAGONA QURBANÊ
 “Xwîn ji dêla jiyanê gunehdidebexşandin.”
–Reb (Leviyî 17:11)

Dîroka malbata pêşîn di beşa çaremîn a pirtûka Afirînerê qeyd kiriye. Em cara yekem li vir hîn dibin ku gava Adem û Hewa ji Baxçeyê Aden a pastoral hatin derkirin, hemû ezbeta mirov jî hatin derkirin. Her kesê ku ji ezbeta Adem û Hewa tên, dê li dinyayeke lanetkirî a ku di bin kontrola dijmin de ye, bihatana dinê û dê li vir mezin bûna.

GUNEHKARÊ KU EWIL HATE DINYAYÊ

Adem bi jina xwe Hewa re raket. Hewa bihemle bû û Kayîn anî dinyayê. ‘Min bi alîkariya REB kurekî anî dinyayê’ got. (Afirîn 4:1)

Kayîn têwateya bidestxistin, qezenckirin. Di nav êş û heyirîna zayîna zarokê pêşîn de Hewa got, ‘Min ji REB kurikek qezenc kir!’. Belkî jî fikiriye ku Kayîn ew Rizgarkerê wehdkirî yê ku dê ji hêla Xwedê ve bê şandin ku wan ji encamên kujende yên gunehê rizgar bike.

Hewa mafdar bû ku bawer dikir dê Rizgarkerê wehdkirî “ji Reb bê”. Di heman demê de mafdar bû ku bawer dikir dê Mesîh ji jinekê bê, lê ku fikiriye ku ezbeta mêrê wî Rizgarkerê wehdkirî ye, ev fikra wê şaş bû.

Adem û Hewa hê pir derbas nebibû fam kiribûn ku kurê wan ê yekemîn ê biçûk ji afirînê ve xwedî xwezayeke gunehkar e. Kayîn bi awayekî xwezayî guneh kir. Wekî Şeytan û dê-bavê xwe, fêza xwe û îradeya xwe pêşkêş kir. Kayîn ne Rizgarkerê ku hatibû wehdkirin, bû. Tenê gunehkarekî din bû ku pêdiviya wî bi rizgarbûnê hebû.

Heya ku kurê wan ê duyemîn hate dinyayê, Adem û Hewa der heqê rewşa mirov de xwedî nêrîneke rasttir bibûn.

Hewa piştre birayê Kayîn, Habîl anî dinyayê.” (Afirîn 4:2)

Adem û Hewa ji kurê xwe yê duyemîn re navê Habîl danîn ku tê wateya tiştê vala an jî tu tişt. Ne mimkun bû ku zarokekî bêguneh, rast bînin dinyayê. Rizgarkerê wehdkirî yê gunehkaran, nikarîbû ji nifşa Adem bihata. Zarokên ku dê Adem û Hewa bi hev re çêkirina, ancax dê wekî wan gunehkar bûna. Ku Mirovekî hewce bû ku wan ji cezayê gunehê bifilitîne, divabû ew Kes ji REB bihata.

Wekî ku em li beşa yekemîn a pirtûka Afirînê hîn bûn, mêr û jina pêşîn di xuyangaXwedê de û mîna Wî hatin afirandin. Ev berbijariya ku mirov heyirî dimîne, bi xwe re berpirsiyariyên cidî yên wekî bijartinên rast jî dianîn. Xwedê ji Adem, Hewa û nifşa wan dixwest ku xwezaya pîroz û dilovan a Xwedê bidin hisandin. Lê dîsa jî gava Adem û Hewa xwestin ku ji Afirîner-Xwedayê xwe re bêîtaetî bikin, dirûvîna Wî nekarin bidin hisandin. Gava ketin gunehê ji Xwedaperestî derketin û bûn xweperest. Û zarokên wekî xwe anîn dinyayê.

Kur û keçên Adem ên di xuyanga wî de çêbûn.” (Afirîn 5:3)

Em wecîzeya Wolofê bi bîr bînin: “Xezalên ku bi lotikan diçin, nifşeke ku bi kolandina tunelê hêlîna xwe çêdikin, nikarin bînin dinyayê.” Dê-bavên gunehkar jî nikarin nifşeke ku ji kesên rast pêk tê bînin dinyayê. Nivîsên Pîroz wiha dibêje:

Guneh bi rêya mirovekî, mirin jî bi rêya gunehê kete dinyayê. Bi vî awayî mirin li hemû mirovan belav bû, lewre hemû guneh kirin. (Romayî 5:12)

PERESTINA GUNEHKARAN

Habîl bû şivan, Kayîn jî cotkar. Roj derbas bûn. Rojekê Kayîn ji mehsûlên axê ji REB re pêşkêşî anî. Habîl jî ji heywanên nûzayî, bi taybetî jî rûnên wan anîn.” (Afirîn 4:2-4)

Kayîn bû cotkar, Habîl jî şivanek. Digel ku li derdor û nava wan de bandora gunehê hebû, hê jî bi hişmeta afirîna Xwedê dihatin dorpêçkirin û bi peydakirinên Wî yên dilovan dihatin piştgirîkirin. Hem Kayîn hem kî Habîl gunehkar bûn, lê Xwedê ji wan hez kir û xwest ku Wî nas bikin û bi peresînê nêzî Wî bibin. Lê belê ji bo pêkhatina vê daxwaza Xwedê divabû ji pirsgirêka gunehê ya Kayîn û Habîlê re çareseriyêk bibîne. Xwedê pîroz e û “Yên ku Wî diperêsin divê ruhî û rastî Wî biperêsin.” (Yuhanna 4:24)

Dê-bavê wan ji ber ku tama têkiliya nêzîk a bi Xwedê re stendbûn, ji zarokên xwe re hewisandinên baş dabûn. Kayîn jî Habîl jî fam kirin ku guneh Xwedê dixeyidîne. Ew jî wekî dê-bavê xwe li derveyî huzûra Xwedê hatibûn hiştin. Ku bi Xwedê re xwedî têkiliyekê bûna, divabû ev têkilî li gorî rêbazên Xwedê bûya.

Agahiya baş ev bû: Xwedê ji bo Kayîn û Habîl rêyek vekiribû; ku ji Xwedê bawer bikirana û ku di rêya ku Wî saz kiribû de nêzî Wî bibûna, dê pêçandina gunehên wan mumkin bibûya.

Werin em dîsa guh bidin çîrokê:

Roj derbas bûn. Rojekê Kayîn ji mehsûlên axê ji REB re pêşkêşî anî. Habîl jî ji heywanên nûzayî, bi taybetî jî rûnên wan anîn. Reb, Habîl û pêşkêşiya wî qebûl kir. Kayîn û pêşkêşiya wî jî red kir.” (Afirîn 4:3-5)

Wekî her çîroka ku vegotina wê baş e, hemû hûrguliyên çîrokê nehatiye dayîn. Çîrok tenê kirinên Kayîn û Habîl vedibêje. Di beşeke din a Nivîsên Pîroz tê ravekirin ka çima kirine. Her du ciwan jî xwestin Xwedayê rast biperêsin. Her du jî, ‘ji REB re pêşkêşiyek anîn.’

Kayîn ji fêkî û sebzeyên herî baş ên ku bi keda xwe gihandibûn anî huzûra REB.

Habîl jî berxikek bêguneh û paqij anî û ew kuşt, piştre li ser gurbangehekî ku ji kevir û axê çêkiriye, bedena vê berxikê şewitand.

Gava mirov ji derve lê dinêrî, pêşkêşiya bixwîn a Habîl, mirov heyirî dihişt. Pêşkêşiya Kayîn a ku ji mehsûlên axê pêk dihatin, xweş xuya dikirin û balkêş bûn. Lê Nivîsên Pîroz ev daxuyanî didin:

“Reb Habîl û pêşkêşiya wî qebûl kir, lê Kayîn û pêşkêşiya wî red kir. Kayîn pir hêrs bû, mirûzê xwe kir.” (Afirîn 4:4-5)

Xwedê çima pêşkêşiya Habîl qebûl kir û çima pêşkêşiya Kayîn red kir?

Habîl ji plana Xwedê bawer kir.

Lê Kayîn jê bawer nekir.

ÎMANA HABÎL Û BERXIK

Nivîsên Pîroz ji me re dibêje Habîl bi îman hat cem Xwedê û didin zanîn ka Xwedê ji Kayîn û Habîl çi Xwestiye.

Habîl [yê ku ji plana Xwedê bawer dike] bi saya îmanê qurbake ji ya Kayîn [yê ku ji plana Xwedê bawer nake] çêtir pêşkêşî Xwedê kir. [Habîl] bi saya îmana xwe wekî kesekî rast ji hêla Xwedê hate ecibandin… Bêyî îmanê razîkirina Xwedê ne mimkun e.”(Îbranî 11:4,6)

Îmana ku Xwedê razî dike, îmana ku ji plana Xwedê bawer dike û sitûyê xwe li ber xwar dike, ye.

Dema Adem û Hewa cara pêşîn guneh kirin, Xwedê hewldan û xebatên wan ên ji bo çareseriya pirsgirêka wan a gunehê red kirin. Xwedê li şûna hewldanên wan, heywanê xwe yê qurban ê yekemîn birî û ji bo ku guneh û şerma xwe bipêçin ji wan re ji çermê kinc çêkirin. Xwedê bi kuştina heywanên bêguneh, ji wan re ev tişt hîn fikir: “Heqê gunehê mirin e, lê diyariya Xwedê jiyana bêdawî ye…” (Romayî 6:23)

Habîl bi îman nêzî Xwedê bû, yek ji berxikên nûzayî bi dilnizmî û îtaetê pêşkêşî Xwedê kir.

Bînin li ber çavê xwe ku Habîl destê xwe didane ser serê berxikê û bêdeng spasiya Reb dike; digel ku Habîl cezayê mirinê heq kiriye, dê Xwedê xwîna berxika pêşkêşkirî ji bo demekê wekî heqê cezayê gunehê qebûl bikira.

Habîl piştre radihêje kêrê û gewriya heywana narîn bi dirêjkî dibire û gava xwîna ku jiyan dide berxikê diherike, li nebza xwînê dinêre.

Habîl bi kuştina berxikê, rêza xwe ya ji xwezaya pîroz a Xwedê û ji zagona guneh û mirinê re nîşan da. Ji ber ku baweriya Habîl ji plana Xwedê heye, Xwedê ew bexşand û ew rast îlan kir. Habîl ji cezayê gunehê hat rizgarkirin, lewre cezayê gunehê li berxikê hat barkirin. Qurbana Habîl qurbana nuwaze ya ku Xwedê wehd dike ku dê rojekê gunehê dinyayê ji holê rake, sembolîze dike û di heman demê de vê Qurbanê jî nîşan dikir.

Va Xwedê ji ber vê ji Habîl û pêşkêşiya wî re rêz gir.

KARÊN KAYÎN Û DÎN

Em li pêşkêşiya Kayîn binêrin. Kayîn çi qas ciwanekî dîndar bû! Bi keda milê xwe, ji fêkî û sebzeyan tişteke metelhiştî amade kir û anî ber Xwedê. Lê Xwedê, Kayîn û pêşkêşa wî red kir.

Şaşiya Kayîn ne perestina Xwedayekî sexte bû, şaşiya wî ew bû ku ji Xwedayê rast re perestineke sexte pêşkêş kiribû.

Kayîn li şûna ku bi îman nêzî Afirînerê xwe bibe, bi fikr û kedên xwe nêzî Wî bû. Xwedê qebûl nekiribû ku dê-bavê Kayîn li gorî fikra xwe bi pelên hêjîr re xwe pêçabûn û niha jî bi heman awayî dê pêşkêşa Kayîn a ku bi têgiha wî hatibû çêkirin qebûl nekira.

Hin kes li ser vê mijarê nîqaşê dikin û vê fikrê pêşkêş dikin: “Lê Kayîn tişta ku di destê wî de bû anî!”

Xweda ji Kayîn tişta ku destê wî de bû nexwest. Xwedê jê xwest ku jê bawer bike û di bingeha cezayê mirinê –xwîna berxikekê- Wî biperêsîne. Belkî berxikeke Kayîn tunebû, lê dikarîbû fêkî û sebzeyên xwe bi berxikeke Habîl re biguheranda an jî dikarîbû li qurbangeha ku xwîna berxika Habîl rijiyaye, nêzî Reb bûya. Lê Kayîn ew qas bifêz bû ku dê tiştek wisa nekira. Xwest ku bi karên destê xwe Xwedê “biperêse”.

Xwedê ji ber vê, ‘Ji Kayîn û pêşkêşa wî re rêz negirt.’

DEYNÊ GUNEHÊ

REB çima ev qas kategorîk an jî yeqîn tevgeriya? Çima berxika şerjêkirî ya Habîl qebûl kir û fêkî û sebzeyên ter ên Kayîn red kirin?

Sedema redkirina Xwedê ya pêşkêşa Kayîn hêsan bû: cezayê gunehê keda mirov nebû, mirin bû. Zagona guneh û mirinê ya ku Xwedê berê ji Adem re dabû zanîn, neguherîbû. Yên ku guh nedabûn zagonên Xwedê, ketibûn bin deynê ku tenê dikarîbû bi MIRINê bihata dayîn. Dadgerê Adil a Gerdênê, gava li hemberî zagonên Wî tê tevgerîn, destûr nedida ku berdêla wê bi cezayeke ji mirinê kêmtir bê dayîn.

Jidilî, bi keda mirovan baş dimeşe, çi qas be bila bibe, nikarin deynê gunehê betal bikin.

Em der heqê vê mijarê de mînakeke wiha bidin: bifikirin ku yek ji bankayên mezin ji min re çend mîlyon dolar deyn dide. Li şûna ku ez bi vê perê veberhênaneke bihîkmet bikim, ez vê perê xerc dikim û vir de wê de dikim û teahûdên deynê xwe bi cih naynim. Polîs tê mala min û min digire. Gava derdikevim dadgehê ez ji dadger re wiha dibêjim: “Ez mîlyon dolarên ku deynê min e nikarim di hemû emrê xwe de bidim, lê ji bo jêbirina deynê min planeke min heye. Plana min ev e: Ez ê li şûna ku deynê xwe bi perê bidim, ez ê deynê xwe bi kirinên xwe yên baş bidim. Ez ê her hefte daneke rojekê xwarin nexwim û ez ê bi vê xwarinê zikê feqîrekî têr bikim. Û di heman demê de ji bo ku xwe ji şerma deynê xwe paqij bikim, ez ê rojê çend caran bi awayekî merasîmî xwe bişom. Heya ku deynê min biqede, ez ê van hemû karên baş bidomînim.”

Dadger dê qebûl bike ku deynê perê bi tişteke wisa bêmantiq bê dayîn? Qet! Dê Dadgerê hemû rûzemînê jî deynê gunehê bi dua, rojî û karên baş qebûl neke. Ji bo dayîna deynê gunehê rêyeke tenê heye. Deynê gunehê bi MIRINêheta hetayê ji Xwedê dûrketin- divê bê dayîn.

Rêyeke heye ku gunehkarên neçar ji vê zagona guneh û mirinê ya ku jê filitîn tune ye, bên xilaskirin?

Hemd ji Xwedê re ku rêyeke wisa heye.

ZAGONA QURBANÊ

Ez lîstikên kaxezê nalîzim, lê ez dizanim ku hin kart li ber kartên din wekî “koz” tên bikaranîn. Ev kart, li gorî nirxa diyarkirî ya kartekê, kartên ku kêmtir girîng in rasertir in û li hemberî van kartan her tim têk dibin.

Pirtûkên bi navê Daniel û Ester ê Peymana Kevn, ji kralên kevn ên ku zagonan çêdikin, behs dikin. Ev zagon, “Li gorî zagona neguher a Med û Persan têne îmzekirin û nayên guhertin.” (Daniel 6:8) Ger kralekî bixwaze zagonekê têk bibe, li şûna ku vê zagonê betal bike, dê zagoneke xurttir derxista, wê demê dê zagona kevn li cem zagona nû ya xurt bênirx bûya.

Bi heman awayî, ji serî de ji bo çareseriya biedalet a Xwedê ya der heqê têkbirina “zagona guneh û mirinê”, zagoneke xurttir a “Zagona pêşkêşiya gunehê” (Leviyî 6:25) an jî di heman demê de “Zagona qurbana Selametiyê” (Leviyî 7:11) derxist.

Xwedayê ku piştgirî dide hemû zagonan, zagona qurbana selametiyê derxistku zagonaguneh û mirinê ya ku hê berdewam dikir,bênirx bike.

Zagona qurbana selametiyê, hem ji gunehkarên sûcdar re rehm da, hem jî di heman demê de li hemberî gunehê edalet anî. (ku hûn dixwazin dîsa li vê mijarê binêrin, li beşa 13. binêrin ku der heqê çima divê Xwedê dilovanî û edalet di nav parsengeke nuwaze biparêze de ye.) Zagona qurbanê ku xwîna wê hat rijandin, ji Xwedê re rêyek da ku bêyî cezakirina gunehkaran, gunehê ceza dike. Xwedê mimkunbûna vê wiha rave dike:

Ya ku ji candaran re jiyan dide, xwîn e. Min ew ji we re da ku hûn li qurbangehê gunehê xwe bibexşînin. Lewre xwîn ji dêla jiyanê gunehdidebexşandin.” (Leviyî 17:11)

Ev zagon ji sê rêgezên bingeh pêk dihat:

1. XWÎN JIYAN DIDE – Xwedê got, “Ya ku jiyan dide zîndeyan xwîn e”.Zanista modern daxuyaniyên Nivîsên Pîroz ku bi hezar salan e dide, dipejirîne: canê aferîdeyekî di xwîna wî de ye. Xwîna baş, hemû elementên pêwîst dihewîne ku jiyan bidome û qirêjayiyên ne saf paqij bibin. Xwîn girîng e; ku xwîna mirov û heywanan tune be ji miriyê ne cuda ne.

2. GUNEH MIRINÊ DIXWAZE – Xwedê di heman demê de “Xwîn ji dêla jiyanê guneh dide bexşandin.”jî got. Peyva kefaretê ji peyva kaphar a Îbrankî tê û wateya wê “pêçandin, betalkirin, paqijkirin, bexşandin û lihevhatin” e. Gunehkar tenê dikarin bi rêya xwîna herikî bihatana paqijkirin û dikarîbûn bi Afirînerê biedalet re li hev bihatana. Ji ber ku cezayê gunehê mirin e, Xwedê digot dikare xwîna qurbaneke pejirandî (jiyana ku ji bo cezayê hatiye wendakirin) wekî dayîna cezayê gunehê an jî pêçandina wê qebûl bike.

KETINA ŞÛNA WÎ

Rêgeza bingeh a zagonaqurbana selametiyê, bi peyvekê dikare bê kurtasîkirin:

Ketina şûna wî. Dê heywanekî bêguneh, biketa şûna gunehkarekî û bimiraya.

Reb beriya nifşên hatina Mesîh, ji ezbeta Adem re da zanîn ku dê xwîna berxikek, pezek, bizinek an jî gayek ji bo pêşkêşiya qurban a gunehkaran ji bo demekê webûl bikira. Kevok an jî qumriyek jî dikarî bihata pêşkêşkirin. Ew kes çi qas dewlemend an jî feqîr, baş an jî xirab bibin jî haya wan hemûyan divabû ji gunehê wan hebûya û divabû ji Xwedê bawer bikirana ku dê bi saya xwîna qurbanê ew bibexşanda. Divabû aferîdeyê darazxwarî “bêsûv û paqij”  bûya. Divabû qet nexweşiya wî, hestiyê wî yê şikestî, di bedena wî de qet cihê birandî an jî xêzik tunebûya. Qurbana ku dê xwîna wê bihata rijandin, divabû bi awayekî sembolîk nuwaze bûya. Kesê ku qurban pêşkêş dike “divabû destê xwe dane ser serê heywanê û ew şerjê bikira… ev pêşkêşiyeke gunehê ye.Rûnê heywên piştre li ser qurbangehê dihat şewitandin.

Û Xwedê der heqê kêrhatina vê pêşkêşiyê de çi got?

Dê gunehê wî kesî bê bexşandin.” (Leviyî 4:23-26)

Kesê ku destê danî ser qurbanê, bi vê tevgera xwe sembolîze dikir ku gunehê wî derbasî aferîdeyê bêqusûr dibû. Bi vî awayî hilgirê gunehê, diket şûnagunehkar û dimiriya.

Di rêgeza bingeh a ketina şûnê de, guneh dihat cezakirin û gunehkar dihat bexşandin. Cezayê mirinê ku ji ber gunehê çêdibû, li şûna mêr an jî jina sûcdar heywanê bêguneh, qurbanê “nuwaze” hildida ser xwe.

Pêşkêşa qurbana selametiyê ji gunehkaren re hîn kir ku Xwedê pîroz e û “bêyî rijandina xwînê [cezayê mirinê] bexşandin çênebe [dûrkirina cezayê gunehê].” (Îbranî 9:22)

Xwedê bi rêya qurbankirina heywanekî Edaleta xwe ya li hemberî gunehê tîne cih û ji gunehkarên ku jê bawer dikin re Dilovaniya xwe rê dida. Xwedê wehd kir ku kesên ku bi vê riyê bên dê bereket bikira. Xwedê di heman rojê de, ji gelê xwe yê dema berê re Deh Ferman da û ji wan re got riya ku ji hêla Wî bêne qebûlkirin ev e; divê qurbaneke ku li ser qurbangehê xwîna wê rijiyaye pêşkêşî Wî bikin û nêzî Wî bibin.

Hûn ê ji bo min ji axê qurbangehekê çêkin. Hûn ê pêşkêşiyên xwe yên ji bo şewitandinê û ji bo selametiyê li ser wê pêşkêş bikin. Ez ê bême her cihê ku navê xwe bi bîr tînim û ez ê we pîrozînim.” (Ji Misirê Derketin 20:24)

Armanca bingeh a vê xwîna-ji dêla-gunehê ev e; heya ku Rizgarkerê wehdkirî bê xezeba biedalet a Xwedê ya li hemberî gunehê bê nîşandan.

Armanca Mesîh ew bû ku wateya rast a zagona qurbana selametiyê bîne cih.

Li gorî têgihîna Xwedê ya li hemberî nirxê ew bû ku jiyana mirovekî ji nirxa hemû hewwanên dinyayê zêdetirbû. Heywan mîna mirov nehatin afirandin. Canê heywanan ne bêdawî ye. Wekî encam, xwîna heywên ji bo betalkirina deynê gunehê yê mirov çi hewce bû tenê dikarîbû sembolîze bikira.

Berxika Habîl a şerjêkirî, di Peymana Kevn de di nav qurbanên bêhejmar de ya yekemîn e ku hatiye qeydkirin. Em di çîrokên Peymana Kevn de dibînin ku yên biîman ji bo perestina Xwedê bi xwînên herikî yên heywanên bêgunêh û paqij tên. Di nav van çîrokên bêhejmar ên ku qala heywanên qurban dikin de, yek ji yên din cuda tê nîşandan.


1. Habîl çawa zanî ku divê van hemûyan bike? Xwedê jê re gotibû. Îbranî 11:4 ji me re vedibêje ku Habîl “bi îman” qurban aniye. Habîl ji ferman û wehda Xwedê re îman kiribû. Piştre Nivîsên Pîroz dê zagonên hurgûlî yên der heqê qurbanê ku Xwedê ketiye şûna mirov de bidaya zanîn ku berê demeke dirêh Habîl bi îtaet pêşkêş kiriye. Mînak, beşa Afirîn 4, ji me re hîn dike ku Habîl “Yê ku ewil hatiye dinyayê “ tîne (Bi Ji Misirê Derketin 13:12-13 bidin ber hev). Habîl ji “keriyê xwe” berxikek anî (Leviyî 5:6). Habîl “rûnên wan” pêşkêş kir (Leviyî 3:16). Di ayetan de nehatiye diyarkirin ku Habîl berxika xwe li ser qurbangehê pêşkêş kiriye; lê tê hesibandin ku wisa kiriye – wekî ku biîmanên piştî wî tên wisa dikin. Afirîn 8:20; 12:7; 13:4, 18; 22:8-9; Ji Misirê Derketin 20:24-26; hwd.

2. Daniel 6; Ester 3:8-15; 8:7-17

3. Strong, James. The Exhaustive Concordance of the Bible. NY: Abingdon-Cokesbury Pres, 1948, rûpel 57. Afirîn 6:14 (“rûber”) bi Leviyî 5:18 (“kefaret”) bidin ber hev. Kapharê(kefaret) ku peyva Îbrankî ye, di van ayetan de tê bikaranîn.

4. Leviyî 5:7

5. Nivîsên Pîroz dibêjin ku ji 50yan zêdetir qurban divê “bêqusûr” bin. Mînak, “ger yekî bixwaze ji bo pêşkêşa şewitînê dewar, ango pez an jî berxik pêşkêş bike, divê pêşkêşa wî bêqusûr û nêr be.” (Leviyî 1:10).

Kurmanji English Chapter Title : 

19. The Law of the Sacrifice

20. Qurbaneke Girîng

20
QURBANEKE GIRÎNG

Hemû malbat tê der dora wî.

Heywanê ku bi zorî situyê wî tê xwarkirin, li erdê tê dirêjkirin.

Kal û ciwan hemû tev de destê xwe didanin ser pez an jî ser destê bav ku kêr digire.

Piştî derbeke lezelez jiyana heywên li ser axê mîna nebzê davêje.

Pêşkêşiya qurbanê bi vî awayî hatiye cih – heya sala bê dê dîsa bê dubarekirin.

“Di Cejna Qurbanê de” — Eyd el-Adha —Misilman bûyereke Pirtûka Pîroz a ku çar hezar sal berê pêk hatiye, nîşan dikin; di vê bûyerê de Xwedê ji bo ku li şûna kurê Birahîm bimire beranekî şandibû. 1 Qur’an kurtasiya vê çîroka klasîk wiha vedibêje: “Me jê (Birahîm) re qurbanekemezin da û ew (Îsmaîl) rizgarkir.” (Sûre 37:107)

Ji bo famkirina temamiya vê çîroka dramatîk, em vegerin pirtûka Afirînê.

BIRAHÎM

Birahîm 2 B.M nêzî sala 2000an li welatê Urê ku îro wekî Iraq tê zanîn, hate dinyayê. Wekî her kesî ku ji nifşa Adem hatiye, ew jî bi xwezaya gunehê hat dinyayê. Digel ku Birahîm di nav wan kesên ku putan diperêsin mezin bû, bû kesekî ku ji yek Xwedayê rast re îman kir. Birahîm îro li dijî gelek kesan, baweriya dê-bavê wî çi be bila bibe, wisa nedifikirî ku divê girêdayî baweriya wan bibe.

Birahîm jî wekî Habîl, bi rêya xwîna herikî ya heywanên qurbankirî nêzî Xwedê bû.

Dema Birahîm bû heftê û pênc jina wî bû şêst û pênc salî, REB jê re xuya kir û wiha got:

Welatê xwe, nasên xwe, mala bavê xwe berde, here welatê ku ez ê nîşanê te bidim. Ez ê te bikim neteweyeke mezin û ez ê te pîrozînim. Ez ê te navdar bikim, tu yê bibî çavkaniyê bereketê. Ez ê wan kesên ku te pîrozî dikin, pîrozînim, kesên ku te lanet dikin, lanet bikim. Û hemû gelên serzemînê bi rêya te bêne pîrozandin.” (Afirîn 12:1-3)

Xwedê wehd kir ku dê bi rêya Birahîm dê “neteweyeke mezin” çêke ku hemû neteweyan rizgar bike. Ev netewe dê “mezin” bûya, lê ne bi hejmaran, bi girîngîya xwe dê mezin bûya.

Ji bo pêkhatina vê neteweya nû, Xwedê ji Birahîm û jina wî Seray a ku zarokên wê tune ne re ferman kir ku bila ber bi wî welatê ku ji nifşên wan –digel ku hê qet zarokên wan tunebûn- re wehdkirî ye, ve biçin.

Birahîm ji wehdên Xwedê re ku pêkanîna wan nemumkin xuya dibûn çi bersiv da? Birahîm baweriya xwe bi Xwedê anî û jê re îtaet kir, mala bavê xwe berda û ber bi welatê Kenan ê ku îro wekî Îsraîl tê zanîn, ve çû.

ÎMANA BIRAHÎM

Piştî ku Birahîm gihîşt Kenanê, Xwedê jê re wiha got: “Ez ê van axan bidim ezbetate. Birahîm [Avram] li wir ji Xwedayê ku jê re xuya bû re pêşkêşiyek çêkir.” (Afirîn 12:7)

Wehda Xwedê, gava şert û mercên wî welatî dihat fikirîn, mirov matmayî dihişt. Lewre li welatê Kenanê gelek komên mirov ên ji hev cuda dijiyan. Birahîm û ezbeta wî dê çawa xwedî vî welatî bibûna? Ezbeta wî û ya jina wî tune bû.

Bînin li ber çavên xwe ku kal û pîrekê ji welatekî dûr ji bo ziyaretê têne welatê we. Dema bêne welatê we hûn ê ji vê kal û pîrê re wiha bêjin: “Rojekê hûn û nifşa we xwedî vî welatî bibin!” Kalik dê bikene û wiha bêje: “Pir komîk e! Ez ne xwedî ezbetekê me jî! Ez mêrikekî kal im; zarokên min tune ne û jina min nikare zarok bîne û hûn ji min re dibêjin ku dê nifşa min zêde bibe û xwedê vî welatî bibe! Hûn nexweş in qey?”

Va ye wehda ku Xwedê ji Birahîm re da wehdeke wisa bû ku mirov heyirî dihişt. Birahîm li hemberî vê wehdê çi kir? Nivîsên Pîroz dibêjin ku “Ji Reb re îmankiriye û Reb jî ev wekî rastî hesibandiye.” (Afirîn 15:6) Ji ber ku Birahîm ji wehdê Xwedê mîna îmana zarokekî îman kir, Xwedê ev îman rastî qebûl kir. Birahîm piştî mirina xwe dê li Bihuştê bi REB re heta hetayê jiyana xwe berdewam bikira.

Di metna orîjînal a Îbrankî de beramberê peyva “îman kir”, aman e û biwêja “Amîn!”ê ji vê peyvê tê; tê wateya “Bila wisa be!” an jî “Ya ku tê gotin rast e û bawerî jê tê!”

Ji kerema xwe bala xwe bidin vê xala girîng; Ji Reb re îman kirin, bihîstina tişta ku Ew dibêje ye û jidil jê bawerîkirin û bersivdayîna “Amîn!” e. Ev îman bi qasî îmana zarokekî ku bi Xwedê re têkilî çêdike saf û bêguman e. Rast qebûlkirina me ya Peyva Xwedê dê bi tevgerên me kifş bibe. Îmana Birahîm bi hilbijartina wî ya rêya rast hat pejirandin; Birahîm ji bo şopandina Xwedê pişta xwe da bavê xwe.

Birahîm ji Xwedê re îman kir û bi vî awayî paqij hat hesibandin û ji Birahîm re dostêXwedê hat gotin.” (Yaqûb 2:23)

Birahîm dostê Xwedê bû, lewre ji Peyva Xwedê bawer kir. Lê dîsa ew rewş nayê wê wateyê ku Birahîm di hemû dema jiyana xwe de ji Xwedê bawer kiriye. Xwedê bi zagonî da zanîn ku ew bi awayekî nuwaze rast e, lê Birahîm di çalakiyên xwe yên jiyana xwe ya rojane de ne nuwaze bû. Nivîsên Pîroz guneh û xetayên pêxemberan venaşêrin.

ÎSMAÎL

Birahîm û Seray li welatê Kenanê wekî koçber jiyan, li konan rûniştin, ji cihekî çûn cihekî din û wisa jiyana xwe domdar kirin. Bi demê ve heywanên nav garana Birahîm zêde bûn.

Ji ser wehda Xwedê ku dê Birahîm bikira neteweyeke mezin, deh sal derbas bibûn. Niha Birahîm heştê û şeş û jina wî jî bibû heftê û şeş salî û hê qet zarokên wan tune bûn. Ku ezbeta wî tune be dê Birahîm çawa bûya nifşeke mezin? Birahîm û jina wî ji bo Wehd bê cih biryar dan ku “alîkarî” Xwedê bikin.

Birahîm û jina wî li şûna ku bimînin li Xwedê ku Plana Xwe di Dema wê de pêk bîne, xwestin ku li gorî hisê selÎm û çanda herêmî tevbigerin. Seray, keça cêrî ya Misirî ku navê wê Hacer e, da mêrê xwe Birahîm; dê Birahîm bi Hacer re raketa û dê bi vî awayî zarokên wan çêbûna. Hacer ji Birahîm re kurek anî, navê wî Îsmaîl danîn.

Ji ser de sê sal derbas bûn, dema Birahîm bû nod û neh salî, Yê ku Hêza Wî Têra Her Tiştê Dike ji Birahîm re xuya kir û jê re got dê ji jina wî Seray jê re kurekî çêbe:

Birahîm ser rûyê xwe li erdê rûnişt û keniya. Di dilê xwe de got, ‘Mêrekî sed salî dikare xwedî zarok bibe? Serayê nod salî dikare zarok bîne?’ Piştre ji Xwedê re got, ‘Xwezî te Îsmaîl wekî wêrisê min qebûl bikira!’ Xwedê jê re got, ‘Na, lê jina te Sara dê ji te re kurekî bîne, tu yê navê wî Îshaq bikî. Ez ê bi wî û bi nifşa wî re peymana xwe heta hetayê bidomînim. Ku em li Îsmaîl binêrin, min tu bihîstî. Ez ê wî pîrozînim, bi bereket bikim û ezbeta wî çi qas dikare zêde bikim. Dê bibe bavê dozdeh mêjiyan. Ez ê nifşa wî bikim neteweyeke mezin. Lê belê ez ê peymana xwe sala bê bi kurê te Îshaq yê ku dê Sara bîne dinyayê re bidomînim.” (Afirîn 17:17-21)

ÎSHAQ

Xweda wehda xwe anî cih. Seraya nod salî ji Birahîm re kurekî anî û navê wî kirin Îshaq.

Zarok mezin bû. Gava dev ji şîr berda, Birahîm mihrîcaneke mezin çêkir. Lê Sara dît ku kurê Hacerê Misirî Îsmaîl ê ku ji Birahîm çêbû henekên xwe dike.” (Afirîn 21:8-9)

Îsmaîl plana Xwedê ya der heqê Îshaq de neeciband; Xwedê ji bo ku rastiya xwe bigihîne cîhanê û rizgariyê bînê dê Îshaq bi kar bianiya. Îsmaîl li şûna ku vê plana Xwedê biecibîne, bi zirbayê xwe re henekên xwe kir. Bêhntengiya ku ji ber vê çêbû ew qas mezin bû ku, Birahîm di dawiyê de mecbûr bû ku Îsmaîl û Hacer şand. Ji bo Birahîmê ku ji kurê xwe Îsmaîl pir hez dike, ceribandineke pir biêş bû ev.

Lê belê Xwedê ji Birahîm re got, ‘Ji bo kurê xwe [Îsmaîl] û cêriya xwe [Hacer] xemgîn nebe… lewre nifşa te dê biÎshaq berdewam ke.’ Dema zarok [Îsmaîl] mezin dibû Xwedê bi wî re bû. Zarok li çolê jiya û bû tîrbaz. Dema li çola Paranê dijiya diya wî jê re jineke Misirî stend.” (Afirîn 21:12, 20-21)

Wekî ku REB soz da, Îsmaîl bû bavê neteweyeke mezin a ku Xwedê cur be cur bi bereket kiribû. Lê dîsa jî REB ji Brahîm re bi awayekî zelal da zanîn ku dê rizgariya cîhanê bi “Îshaq re” pêk bîne.

ÎSRAÎL

Piştre Îshaq zewicî û kurên wî yên cêwî yên bi navê Esav û Yaqûb çêbûn. Xwedê “Dê ji îro pêv navê te bibe Îsraîl” (Afirîn 35:10) got û didawiyêdeji Yaqûb re navekî nû da. Yaqûb xwedî dozdeh zarokan bû, Xwedê ji van dozdeh kuran ku di dema Mûsa de kalikên dozdeh êla Îsraîl bûn, neteweyeke çêkir. REB nifşên Birahîm, Îshaq û Yaqûb wekî “gelê xwe yê bijartî” bi nav kir. 3

Xweda çima ew bijartin? Ew ji neteweyên din çêtir bûn? Na. Esas Xwedê ji wan re “bi hejmare ji wan kêmtir in” got (Dubareya Zagonê 7:7). REB vî gelê Îbranî yê ku zeîf, bêqewet û biçûkxistî bijart, lewre dixwest ku di plana Wî ya rizgariyê de bila tu keda mirov tune be û tu kes pesna xwe nede.

Xwedê ji xebata wisa hez dike.

Ji bo yên ku tiştên dinyayê girîng dibînin hîç bike, yên ku dinya negirîng, bêesil, bênirx dibîne hilbijart. Hingî bila li ber Xwedê tu kes pesnê xwe nede” (Korîntiyên 1., 1:28-29)

KANALEKE RAGIHANDINÊ

Xwedê wisa sêwirandibû ku dê bi rêya vê neteweya nû peyama xwe ragihanda çarhawirê serzemînê. Hê radyo û televîzyon tunebûn, Xwedê vê “kanala ragihandinê” afirand, lê belê dê bandora kanala ragihandinê ji ya radyo û televîzyonê zêdetir bûya. Karên biqudret ên Xwedê yên nav vê neteweyê, dê di hemû dinyayê de bihata bihîstin. Mînak, ku em li Nivîsên Pîroz binêrin, em ê bibînin ku ev şahidiya jineke Kenanî hatiye nivîsîn: “Dema hûn ji Misirê derketin, me bihîst ka REB li ber we çawa Deryaya Sor zuwa kir… XwedayêweREB hem li jorê li asîmanan, hem li jêrê li serzemînê Xweda ye.” (Yeşû 2:10-11)

Xwedê di heman demê de dê ji vê neteweyê pêxemberên ku dê Nivîsên Pîroz binivîsin jî hilbijarta.

Ya herî girîng jî, Xwedê dê dîsa ji rêya nifşekê, Nifşeke ku ji dinyayê re bibe kanala bereketê çêkira. Wekî ku me berê jî dît (di beşa 16. de), ev Nifş, dê ji yekê bakîre, ji bo ku ji keçeke feqîr a Cihû çêbe dê ji esmanan bihata, dê Ezbeta jinekê ya wehdkirî bûya.

Em bipejirînin jî nepejirînin jî ev neteweya kevn kanala ragihandinê ya ji hêla Xwedê ve hatibû çêkirin ku rastiya Xwedê û bereketên Wî yên bêdawî ji her kesî cîhanê re pêşkêş dikir. Û her tişt gava Xwedê ji Birahîm re got terka mala bavê xwe ke û here warê Kenanê dest pê kir.

Du beşên girîng ên peymana mezin a ku Xwedê bi Birahîm re kir, hebûn:

  1. “Ez ê te bikim neteweyekemezin û ez ê te pîrozînim…”
  2. “Û hemûneteweyênserzemînê bi rêya te bêne pîrozandin.”

Hezkirina Xwedê tenê bi komeke taybet re ne bisînor e. Xwedê tenê nexwest Birahîm û Îsraîl bi bereket bike. Dilê wî yê dilovanî, bêriya “hemû kesên rûzemînê” dike. Di Peymana Kevn de gelek çîrok hene ku dibêjin, Xwedê ji bo ku ji hemû netewe û komên zimên ên serzemînê re Lutfa xwe pêşkêş bike neteweya Îsraîlê ya ku bi hejmaran kêm in û serhişk in, bi kar anî. 4 Armanca Xwedê ya bi rêya vê neteweya ku biçûk tê dîtin ve, bereketkirina hemû neteweyên din ew e ku divê di Pirtûka Pîroz de gava ew her beşa ku REB Îsraîliyan ji wan kesên ku dixwazin wan qirim bikin diparêze tê xwendin, bi bîr bê.

Xwedê piştgiriyê dida wan, lê sedema vê ne ew bû ku Îsraîlî ji neteweyên din çêtir bû, piştgiriyê dida wan, lewre bibiryar bû ku bi rêya wan hêza xwe û hişmeta xwe nîşan bide û rizgariyê bîne cîhanê; Îsraîlî ew kanal bûn ku vê armanca Xwedê pêk bînin. Xwedê dema nifşên Birahîm, Îshaq û Yaqûb diparast, di heman demê de hemû Bereketên ku dixwest pêşkêşî “hemû mirovên serzemînê” bike, diparast.

Ya girîngtir ew bû ku navdariya REB Xweda di xetereyê de bû. Wî li ser navê Xwe yê mezin sond dixwar ku dê bi rêya vê neteweya zeîf û biçûkxistî hemû neteweyan bi bereket bikira. 5

Xwedê wehda xwe dê ji bo rûmeta navê xwe bi hûrbijer û teqez bianiya cih. Ku navdariya navê me an jî rûmeta malbata me di xetereyê de bûya, me yê bi heman awayî tevnegeriya?

XWEDÊ BIRAHÎM DICERIBÎNE

Werin em vegerin ser çîroka klasîk a der heqê qurbana mezin û girîng a Birahîm.

Dorhêla çîrokê ev e: Birahîm pir kal bibû. Bi salan bû Îsmaîl şandibû. Tenê Îshaqê kurê Birahîm li malê mabû.

Xwedê dikir ji îmana Birahîm re ceribandineke mezin bikira. REB Xweda di heman demê de dikir ji cîhanê re hin mînak û pêxemberî nîşan bide der heqê plana xwe ya ku dê zarokên Adem ji cezayê mirin a gunehê rizgar bike de.

Piştre Xwedê Birahîm ceriband. Bang li Birahîm kir, ‘Birahîm!’. Birahîm got, ‘Ez li vir im!’ Xwedê jê re got, ‘Rahêle Îshaq, kurê xwe yê yekane, û here herêma Moriya. Li wir li çiyayekî û ez ê nîşanê te bidim kurê xwe wekî pêşkêşiyekî şewitandinê pêşkêş bike.” (Afirîn 22:1-2)

Xweda Birahîm beraliyê çiyayekî kir ku li wir kurê xwe yê yekane bikuje û piştre li qurbangehekê bişewitîne! Çi daxwazeke metelhiştî! Ev daxwazeke wisa bû ku Xwedê tu car ji kesekî nekiribû û dê ji tu kesî nekira. Lê dîsa jî deynê gunehê yê Îshaq –wekî hemû nifşa Adem- hebû, ji ber vê daraza ku der heqê wî de dihat dayîn biedalet bû: mirin.

Birahîm şeveqê rabû. Kerê xwe palan kir. Du xulamên xwe û Îshaq tev xwe birin. Piştî ku ji bo şewitandinê dar qelaştin, berê xwe da cihê ku Xwedê jê re got.” (Afirîn 22:3)

Birahîm baweriya xwe bi Xwedê anî, lê ne hêsan bû. Sê roj ku bi êş derbas bû, bi kurê xwe û her du xulamên xwe re rêwîtî kirin, her gavên wan ew nêzî cihê înfazê dikirin.

Birahîm roja sêyemîn cihê xwe yê ku biçe ji dûr ve dît. Ji xulamên xwe re got, ‘Hûn li vir, li cem kerê min bimînin. Ji bo perestinê ez û kurê min biçin wir û em ê bi hev re vegerin.’” (Afirîn 22:4-5)

Birahîm ji xulamên xwe re got, ‘Em ê bi hev re ve vegerin cem we.’

Ku Îshaq bihata kuştin û li ser qurbangehekê bihata şewitandin, dê Birahîm û kurê wî bi hev re çawa dikarînvegerin? Di beşeke Nivîsên Pîroz de bersiva vê tê dayîn. Ji ber ku Xwedê wehd kiriyê dê ji Îshaq neteweyeke mezin çêke, Birahîm bawer kir ku piştî qurbankirina kurê wî dê Xwedê dîsa ew vejîne. 6 Birahîm hîn bibû ku REB Xweda her tim wehdên xwe bi cih tîne!

XWEDÊ QURBANEKE DIŞÎNE KU DIKEVE ŞÛNA ÎSHAQ

Birahîm darên qelişandî yên ji bo şewitandinê li Îshaq bar kir. Agir û kêr bixwe girt, û bi hev re meşiyan.” (Afirîn 22:6)

Dema bav û kur bi hev re meşiyan, Îshaq bang li Birahîm kir:

Bavo!

Birahîm bersiva wî da, ‘Kerem ke kurê min!’

Îshaq jê pirs kir, ‘Agir û dar li vir in, lê berxika pêşkêşiya ku bê şewitandin li kû ye?

Birahîm got, ‘Kurê min, dê Xwedê bixwe berxika pêşkêşiyê bide ji bo şewitandinê.’ Her du berdewamê meşê kirin.

Dema ghiştin wî cihê ku Xwedê jê re diyar kiribû, Birahîm qurbangehek çêkir. Dar xist ser wê. Kurê xwe Îshaq girêda û li ser wan daran dirêj kir. Ji ber ku wî şerjê bike rahişt kêrê xwe.

Lê belê milyaketê REB ji esmanan bang kir, ‘Birahîm, Birahîm!’ Birahîm bersiv da, ‘Va ye ez li vir im!

Milyaket got, ‘Tevlî zarok nebe. Jê re tiştek neke. Niha min fam kir ku tu ji Xwedê ditirsî, tê kurê xwe yê yekane ji min texsîr nekir.’

Dema Birahîm çavên xwe rakirin û li derdor nêrî, beranekî dît ku li pişt wî disekine û stroyên wî ketine deviyan.” (Afirîn 22:7-13a)

Reb tevlî bû. Dê kurê Birahîm ji cezayê mirinê bihata texsîrkirin!

Birahîm li derdora xwe nêrî û li dûr, li pişta heman çiyê bala xwe da ku di nav deviyan de tiştek diçe tê. Ev çi bû? An, an…dibe ku bibûya? Erê! Hemd û sena be ji Xwedê re!

“Beranekî ku stroyên wî ketiye deviyan û bêqisûr!”

Xwedê li gorî ‘Zagona pêşkêşiyê ya qurbanê’ qurbanek dabû ku bikeve şûna gunehkaran.

Birahîm çû beran anî. Li şûna kurê xwe ew wekî pêşkêşiya şewitandinê pêşkêş kir.” (Afirîn 22:13b)

Kurê Birahîm çima ji vê daraza mirinê ku li ser wî hukm bibû rizgar bû? “Li şûna kurê Birahîm” beran miribû.

Xwedê qurbaneke dabû ku ketibû şûna gunehkaran. 

REB DÊ PEYDA BIKE

Û Birahîm navê wir kir Yahve yire (REB peyda dike). Peyva ‘Dê li çiyayê Reb peyda bibe’, ji ber vê îro jî tê gotin.” (Afirîn 22:14)

Birahîm piştî ku li şûna kurê xwe beran kuşt, çima ji wir re navê ‘REB peyda bike’ danî? Birahîm çima ji wir re navê “Reb peyda kirnedanî?

Birahîm pêxember bi peyvên xwe yên “REB peyda bike” re bûyereke pêşerojê ku dê ji wê rojê nêzî du hezar sal şûn de pêk bê, daxuyan dikir. Lewre Reb ne ku tenê kesekî ji mirinê filitîne, ji bo hemû dinyayê kefareteke bêkêmasî û dawînî bîne dê li ser pişta vî heman çiyê (piştre bajarê Yeruşalimê li vir ava bû) qurbaneke din peyda bikira.

Dema Birahîm bi kurê xwe Îshaq re hêdî hêdî ber bi çiyayê ku dê qurban bihata pêşkêşkirin ve diçûn, ji kurê xwe yê ku bi zorî dimeşiya çi got tê bîra we? Ji wî re wiha got:

Dê berxika pêşkêşiyê ku dê bê şewitandin Xwedê bixwe bîne.”

Tişta ku Birahîm qal dikir çi bû? Xwedê berxikekê peyda kiribû ku bikeve şûna kurê Birahîm û bimire? Na, Xwedê berxikek peyda nekir. Xwedê beranek peyda kir. Naxwe gava Birahîm pêxember gava got dê Xwedê ji bo wî berxikekpeyda ke, xwest çi bêje?

Bersiva metelhiştî ya vê pirsê dê nêzîk de derkeve holê, lê bêrî vê divê çend çîrok jî bên vegotin.


1. Eyd el-Adha di Îslamiyetê de cejna herî girîng a salê ye. Ev cejn ji bo bîranîna Xwedê ku ji Brahîm re li şûna qurbankirina kurê xwe beranek şandibû, tê pîrozkirin. Li gorî baweriya Misilmanan, kurê ku li qurangehê hatibû dirêjkirin ne Îshaq, lê belê Îsmaîl bû – a rast Qur’an tu car diyar nake ku ev kur Îsmaîl û Pirtûka Pîroz bi aşkere dibeje ku ev kur Îshaq e. Qurbana eydê, ji hêla hemû Misilmanên cîhanê tê bicihanîn. Ev qurban di heman demê de, di pêkanîna Hecê ya ku li Mekkeyê ye, wekî merasîmekê tê kirin. Rêwiyên Hecê piştî duaya Eydê ku sibehê tê kirin, xwîna heywanekî (bi gelemperî pez an jî çêlek) dirêjin û rêwîtiya Hecê diqedînin. Piraniya Misilmanan difikirin ku ev merasîm ji wan re “ji nû ve zayîn” dide û ku van merasîman bêkêmasî temam bikin ji gunehên xwe têne paqijkirin. Lê Misilman dîsa jî qebûl dikin ku ev merasîm ewledariya rizgariyê nade, lewre piştî qedandina Hec û qurbana Eydê, gunehên ku dikin dîsa li ser hev kom dibin. (Di vê mijarê de ji bo hînbûna nêrîna Pirtûka Pîroz, beşên Îbranî 10 û Yuhanna 3 bixwînin.)

2. Navê Brahîm berê Avram bû, min di YEK XWEDA YEK PEYAM de ji ber ku cihê me tune bû ev beşa çîrokê rave nekiribû. Ji bo hînbûna temamiya çîroka der heqê Brahîm de, li beşa Afirîn 17 binêrin, beşên Afirîn 11-25 bixwînin; di heman demê de beşên Romayî 4, Galatyayî 4 û Îbranî 11 bixwînin.

3. Dubareya Zagonê 7:6-7; 14:2

4. Em çend mînak bidin der heqê Xwedê de ku neteweya Îsraîlê ji bo bereketkirina qelê ku ne Cihû ye bi kar aniye: Naomiya keça Brahîm e, ji du jinên Moavî yên bi navê Orpa û Rut (Rut) û pêxember Îlyas ji jineke jinebî ya Sarefatî (Qralên 1., 17; Lûka 4:26) re bûn bereket. Yunus bi dilxwazî nebe jî, ji Nînovayiyan re peyama rizgariyê ragihand (Yunus). Qral Silêman ji Qraliçeya Erebîstanê Saba re bû bereket (Qralên 1., 10; Lûka 11:31). Daniel gelê Babîlê bi bereket kir (Daniel 1-6). Ester û Mordekay ji Împaratoriya Pers re bereket anîn (Ester)…

5. Afirîn 12:2-3; 22:16-18; Îbranî 6:13-20; Yuhanna 4:22; Karên Elçiyan 1-10 hwd.

6. Dema Brahîm hat ceribandin, Îshaq wekî qurbanekî bi îman pêşkêş kir. Brahîmê ku wehdan girtibû, dikir kurê xwe yê delal qurban bikira. Lê Xwedê jê re gotibû, ‘Dê nifşa te bi Îshaq berdewam ke.’ Brahîm fikirî ku Xwedê dikare miriyan jî vejîn e, her wiha Îshaq bi awayekî sîmgeyî ji mirinê dîsa wergirt.” (Îbranî 11:17-19).

Kurmanji English Chapter Title : 

20. A Momentous Sacrifice

21. Xwîna ku Bêtir Dirije

21
XWÎNA KU BÊTIR DIRIJE
 

Werin em dirust bibin.

Dema mijar rastiya ruhî be, em ji bo fêrbûnê hêdî tevdigerin.

Xwedê vê rastiyê dizane:

Heya niha divabû hûn mamoste bûna, niha pêdiviyame bi yekî heye ku rêgezên peyva Xwedê ji we re ji nû de hîn bike. Ji we re dîsa şîr pêwîst e, ne xwarinên hişk.” (Îbranî 5:12)

Ax!

Xwedê bi saya dilovaniya xwe mamosteyê herî bisebr e. Rêgezên bingeh ên ku divabû em berê hîn bûna, jê nareve ku dubare bike û dîsa bêje. Xwedê ji bo ku alîkariya me bike, bi sedan çîrokan ku yek ji rastiyên herî girîng bi grafîkî xêz dike, xistiye nav Pirtûka xwe.

Bêyî rijandina xwînê bexşamdin nabe.” (Îbranî 9:22)

Bexşandina gunehê, ji hêla Afirînerê me yê ku pîroziya Wî nuwaze ye, tu car wekî mijareke hêsan xuya nekiriye. Xwedê ji roja ku guneh ketiye dinyayê, dest bi hînkirinê kir ku tenê xwîna qurbaneke lihevhatî dikare ji gunehê re bibe kefaret (dikare gunehê bipêçe). Xwedayê ku Dadgerê Adil e, dê gunehê bêyî cezakirina gunehkaran tenê bi vî awayî darizanda. 

REB kedên kesane yên Adem û Hewa yên ku ji bo veşartina gunehên xwe didan, red kir. Heya ku deynê gunehê bi mirinê nehata dayîn, Xwedê dê gunehê nebexşanda. Çîroka Kayîn û Habîl jî ji me re heman dersê da. Me di çîrokên Birahîm û Îshaq de jî heman tişt dît.

Pirtûkên Peymana Kevn ên Leviyî û Ji Misirê Derketin, yên ku pirtûka Afirînê dişopînin, bi çîrokên mêr û jinên ku sitûyê xwe li ber vê zagona qurbanê xwar kirine re tijî ye. 1

EZ Ê JI SER WE DERBAS BIBIM

Pirtûka Ji Misirê Derketin, wekî ku Xwedê berê wehd kiribû, çîrokeke balkêş a ku Xwedê dê nifşa Birahîm bike netewe, dihewîne.

Wekî ku Xwedê berê ji Birahîm re gotibû, 2 bi rêya bûyerên ku bi awayî xwedayî pêk hatine, nifşa Îsraîlê bûn koleyên ku di bin serweriya firewnên Misirî de bûn. Xwedê wehd kir, ku wext bê dê wan ji koletiyê derxe û Xwedê di nav vê pêvajoyê de, dê “wêneyên” Plana xwe ya ku ji bo zarokên Adem ji êsîriyê derxe çêkiriye, ragihanda.

Çîroka Fisih va ev e.

B.M derdora sala 1490an, REB bi rêya peyva Musa, deh belayên ecêb anîn ser Misirê. Neh nîşaneyên mucîzewî yên sereke –Reb bi van neh belayan re serî li hemberî xwedayên sexte yên Misirê hilda û ew têk birin- nehişt ku Firewn sitûyê xwe li ber Xwedê xwar bike û Îsraîlî biçin. 3 Xwedê li ser vê ji Mûsa re got ku bila ji mirovan re ragihîne ku kurê pêşîn ê her malbata Misirî û Îsraîliyan mehkumî mirinê bû. Nîvê şevê gava wext bê, dê milyaketê mirinê ji welêt derbas bûya û li her malê kurê pêşîn bikuşta.

Ev agahîyeke xirab bû.

Agahiya baş jî ev bû: Xwedê ji bo ku ji vê belaya mirinê bifilitin, rêyeke çêkiribû. REB ji Mûsa re ferman kir ku bila her malbat ‘ji pez an jî bizinên xwe, yê bê bêqusûr, nêr û berxikeke yek salî’ (Ji Misirê Derketin 12:5) hilbijêrin. Piştre gava wext hat, divabû berxik bihata kuştin û xwîna wê li rexê xanî û li ser serê deriyan bihata lêdan. Yên ku xwîna berxikê li rex û li ser deriyên xênî lêdabûn, gava belaya mirinê ji welêt derbas be, kesên ku li wê malê dimînin dê rizgar bûna.

REB wehd kir:

Dema ez xwînê bibînim ez ê ji welatê we derbas bibim; dema Misirê ceza dike yê ku mirin belav dike dê tevlî we nebe.” (Ji Misirê Derketin 12:13)

Her tişt li gorî gotina Xwedê pêk hat. Xwedê wê şevê hemû kurên pêşîn ên ku mane dibinxwînêde parastin; yên din hemû mehv bûn. Maleke bê mirî tune bû.

Belê, li her malê miriyek hebû.

An berxikek an jî kurê pêşîn miribû.

Wê şevê, yên ku xwîn li rex û li ser deriyê xaniyê xwe dan ji zordestî û êsîriyê xilas bûn; koletiya wan bi dawî bû û bûn gelekî azad û razgarkirî.

Berdêla kefaretê ya rizgarbûna wan çi bû?

Xwîna berxikekê.

Zagona qurbanê, carek din li ser zagona guneh û mirinê serkeftî bibû. Di salên piştî vê bûyerê dê Cihû Fisih pîroz kirina; Fisih ji hêla Cihûyan dê her sal bihata pîrozkirin lewre Xwedê ew bi rêya xwîna berxikekê rizgar kiribûn.

XWEDAYÊ KU JIGELÊ XWE RE RÊBERIYÊ DIKE

Xwedê li şeva pêşîn a Fishê, Îsraîlî ji êsîriya çar sed sih salî ya Misirê rizgar kirin û ew ji Misirê derxistin û birin çolê. Plana Xwedê ew bû ku wan dîsa bihere welatê ku ji Birahîm, Îshaq û Yaqûb û ji nifşa wan re wehd kiribû. Dema rêwîtî dikirin Xwedî jî bi awayekî aşkere tev wan rêwîtî kir û dilê wan rihet bû.

Ji bo ku şev û roj rêwîtî bikin REB biroj di nav stûneke ewrê de rê nîşan dida û bişev jî di nav stûneke êgir de ronî dida wan û rêbertiyê wan dikir.” (Ji Misirê Derketin 13:21)

Reb ji gelê xwe yê çolê re tenê rêberî nekir û tenê ronî neda wan, di heman demê de bi rêya Milê xwe yê Biqudret di nav Deryaya Sor de rêyek vekir û ew ji artêşa Firewn ku li dû wan bû xilas kir. Û piştre wekî ku soz dabû Mûsa, ew anîn Çiyayê Sînayê. 4

Vê neteweya nû ku hejmara wan ji du mîlyonan zêdetir bûn, li pala çiya ji xwe re kamp çêkir. Dê li vê çola ziwa çawa li ser piyan bimana? Xwedayê ku qenciya Wî bêsînor, lutfa Wî bêdawî ye, ji wan re ji esmanan nan, ji zinaran av peyda kir. 5 Îsraîlî di mijara spaskirin, bawerkirin û îtaetkirina Xwedayê ku ew ji êsîriyê xilas kirin de neserkeftî bûn, lê dîsa jî Reb her itm dilsoz bû ji wan re. Gava li hemberî Wî guneh kirin, Xwedê ew darizandin û gava jê re îman kirin ew bereket kirin. REB bi neteweya ku hilbijart re wiha xebitî, ji bo ku bila neteweyên derdorê riya Wî ya rizgariyê bibînin, li ser bifikirin û bizanibin ka ev rê çawa ye. Xwedê di heman demê de xwest ku bila mirov fam bikin kudikarin Wî bi awayekî kesane nas bikin.

REB piştî ku ji Îsraîl re Deh Ferman û zagonên din dan, ji gelê xwe re ferman kir ku bila cihekî pîroz ê ku wekî Avahî an jî Kona Hevdîtinê tê binavkirin, çêkin.

AVAHÎ

Ji bo ku ez nav wan de bijîm, bila ji Min re cihekî pîroz çêkin. Avahî û tiştên wê eynî mîna mîkana ku ez ê rê te bidim, çêkin.” (Ji Misirê Derketin 25:8-9)

Armanca gelê kevn ê Xwedê çi bû ku ev kona taybet çêkirin? Û çima ew qas girîng bû ku ev kon “eynî mîna mînaka” ku dê Xwedê nîşan bide, bê çêkirin?

Xwedê sêwirand ku dê bikaranîna vê konê ji bo ku Xwe nîşan bide ka çawa ye û mirov dikare çawa nêzî Wî bibe dê bi awayekî dîtbarî hînê wan bike.

Di Pirtûka Pîroz de der heqê kon û mijarên der heqê konê de pêncî beş hene; ji ber vê ne mimkun e ku ev hemû beş li vir bêne ravekirin. Em ê tenê hin mijarên bingeh nîşan bidin.

YEKANE RÊ

Xwedê kon sêwirand ku ji dinyayê re hîn bike digel ku xwedî pîroziya nuwaze ye dîsa jî dixwaze bi mirovan re rûne. Lê dîsa jî di navbera Xwedê û mirov de astengeke mezin heye.

Ev asteng GUNEH e.

Li derdora kona taybet a ku hebûna Xwedê ya nav mirovan sembolîze dike, hewşeke mezin a çargoşe hebû. Çepera derdora vê hewşê, ji perdeyên keten ên tenik û ji kutekên tûnc ên ku ji bo perdeyan hatine çêkirin, hatiye çêkirin. Dirêjiya perdeyan du metre nîv bû – bi vî awayî dê ji derve tu kes hundir nedîta. Xwedê dixwest bila mirov fam bikin ku li derveyî asta Wî ya pîroz in. Va ye agahiya xirab ev bû.

Agahiya baş jî ew bû ku Xwedê rêyeke amade kiribû ji bo gunehkar nêzî Wî bibin. Deriyêkî dîwarê hebû ku ji perdeya ketena tenik a ku ji tayên lacîwerd, mor û sor hatibûn hunandin. Yek rêya gunehkaran ku bi berxik an jî qurbaneke din a xwînê biçin huzûra Xwedê, bi vê riya yek derî 6  pêk dihat.

REB ji Îsraîliyan re got bila ji darcêwiyê qurbangehek çêkin û bila ser vê qurbangehê bi tûncê bipêçin. Ev qurbangeh divabû têkata navbera derî û kona taybet a Xwedê. Yên ku pêşkêşiya gunehê tînin, dê destê daynin ser serê heywanê bêguneh û dê rewşa xwe, ango gunehkariya xwe ya neçar îtîraf bikirana. Piştre dê heywan bihata kuştin û dê bedena wî li ser qurbangehê bihata şewitandin. Xwedê bi rêya vê fermanê ji mirovan re car din digot ku tenê zagona qurbanê dikare zagona guneh û mirinê têk bibe. 7

Rêzika Xwedê zelal û net bû: bêyî rijandina xwînê, veşartina gunehê ne mumkin bû. Ku ji gunehê re kefaret nehata kirin, lihevhatina bi Xwedê re (têkiliya rast) ne mimkun bû.

Xwedê di heman demê de ji Musa re gotibû bila sandoqeke bêhempa çêke ku nav û derdora wê ji zêrê xwerû, û ji texteya darcêwiyê bê çêkirin. Navê vê tiştê ku aîdê avahiya Xwedê ye, Sandoqa Peymanê bû. Ev Sandoqa Peymanê, textê Xwedê ya esmanan sembolîze dikir. Lewhayên kevir ên ku li ser Deh Fermanên Xwedê nivîsîne, xistin nav vê sandoqê. Li her du rexê devgirên sandoqê ku ji zêrê xwerû hatiye çêkirin û navê wê Devgira Bexşandinê ye, fîgurên Keruv ên ku ji deqa zêr hatine çêkirin, hebûn. Keruv milyaketên Xwedê ne ku derdora textê Wî yê esmanê dorpêç dikin. Xwedê ji Musa re got bila Sandoqa Peymanê têxe beşa herî navîn (Cihê Herî Pîroz) a avahiyê.

CIHÊ HERÎ PÎROZ

Avahiya Xwedê bibû du ode. Odeya pêşî wekî Cihê Pîroz û odeya hundirîn wekî Cihê Herî Pîroz an jî Pîroza Pîrozan hatibû binavkirin. Ev cihê pîroz a hundirîn, “tenê mînakeke cihê pîroz ê esas, ango esmanêesas bû.” (Îbranî 9:24)

Cihê Herî Pîroz Bihuşta ku Xwedê lê rûdine sembolîze dikir. Ev odeya taybet, mîna kûpê hatibû çêkirin – dirêjayî, firehî û bilindahiya odê wekhev bûn. Gava em nêzî rêwîtiya xwe ya Nivîsên Pîroz bibin, em ê vî bajarê esmanî yê ku dîsa wekî kûpekî hatiye înşakirin û dê rojeke bibe mala hemû biîmanan, bibînin.

Îro gelek kes dibêjin ku katedraleke, avahiya dêrê, mizgeft, sînagog an jî ziyaret cihên pîroz in, û ev der bi gelemperî bi kesên ku plana rizgariyê ya Xwedê red dikin, tijî ye. Pîroza rastî ne li cihekî ye. Pîroziya rastî, tenê bi famkirina bexşandin û rastîdayîna Xwedê dikare bê dîtin.

PERDE

Dîtbariya derveyî avahiyê xwerû bû: koneke pir mezin a ku bi çermên heywanan hatiye çêkirin. Gava ji derve li avahiyê dinêrîn qet bandorker nebû, lê hundira wê ew qas xweşik bû ku mirov heyirî dima. 8 Her du odeyên avahiyê bi pertaleke stûr a ku ji ketena tenik hatiye çêkirin û jê re perde dihat gotin, hatibû veqetandin.

Perdeyeke ku ji ketena tenik û bi tayên lacîwert, mor, sor hatine hunandin, çêke; ser wê bi Keruvan re bi hosteyî bixemilîne.” (Ji Misirê Derketin 26:31)

Perde dê mirov ji Cihê Herî Pîroz ê ku hişmet û roniya Hebûna Xwedê dihewîne dûr bixista. Fermana ku perde ji her kesî re dida ev bû: DÛRBISEKINE hekena TU YÊ BIMIRÎ!

Ev perdeya taybet standarda rastiya Xwedê sembolîze dikir. Xwedê gava ji Musa re Deh Ferman dabû, ji mirovahiyê re der heqê standarda rastiya Xwe agahî dabû. Lê dîsa jî digel her tiştî ev deh ferman der heqê daxwaza Xwedê nêrîneke bisînor dida. Plana dawînî ya Xwedê, Kurê Xwe yê ku dê daxwaza Wî pêşkêş bikira, bişanda serzemînê. Daxwaza Xwedê, NUWAZEBÛN BÛ.

Dê Standarda Xwedê Mesîh bûya. Xwedê perde sêwirand ku em bifikirin.

Ev perdeya xweşik ji ketena xwerû hatibû çêkirin û ji safîtiya Mesîh re dibû mînak. Mesîh dê bêguneh; pîroz bûya.

Ketena xwerû bi sê tayên rengîn ên biriqî hatibû hunandin – lacîwerd, mor û sor.

Lacîwerd= rengê esmanan. Mesîh dê bûya Rebê esmanan.

Sor = rengê serzemîn, mirov û xwînê. 9 Mesîh dê bedeneke ji goşt û xwînê bigirta ku li şûna gunehkaran bigire, biêşe û bimire.

Mor = tevliheviya rengên şîn û sorê. Mesîh dê Xweda-Mirov bûya. Mor rengeke ku qraltiyê sembolîze dike, ye; Mesîh dê di dilê her kesî ku jê bawer dikin de qraltiya xwe ya ruhî saz bikira. Piştre jî dê li serzemînê bi qraltiya xwe ya fîzîkî hukm bikira.

Çawa ku mor rengek e ku di navbera rengên şîn û sorê de ye, Mesîh jî bi heman awayî ji bo ku navbera Xwedê û mirov de navbeynkarî bike, dê bihata dinyayê.

Lewre yek Xweda û navbera Xwedê û mirov de yek navbeyn heye. Ew jî Mesîh Îsayê însan e ku xwe ji bo her kesî wekî fidye pêşkêş dike. Şahidiya ku di dema guncan de tê dayîn, ev e.” (Timoteosê 1., 2:5-6)

EWRÊ HIŞMETÊ

Piştî ku çêkirina avahiyê diqede û her tişt li gorî plana Xwedê di nav avahiyê de tê sazkirin, Xwedê ji textê xwe yê esmanan hişmeta Hebûna xwe xist nav ewrekî mezin û şand serzemînê. Vî ewrê hişmetê avahî dagirt.

Wê demê ewr Kona Hevdîtinê dorpêç kir ûhişmeta REB avahî dagirt.Mûsa nekarî têkeve nav Kona Hevdîtinê,Lewre ewr her derê dagirtiye,Hişmeta REB hemû avahî dagirtibû.” (Ji Misirê Derketin 40:34-35)

Reb, roniya Hebûna xwe ya ku çavê mirov tarî dike, danî Cihê Herî Pîroz a ku di navbera her du Keruvan ku li ser Devgira Bexşandinê ya Sandoqa Peymanê ne.

Xwedê ji bo ku bi gelê xwe re be, bi awayekî dîtbarî hatibû nav gelê xwe.

REB serweriyê dike, bila gel ricifin! Di navbera Keruvan de rûniştiyesertextê xwe, bila serzemîn biheje!” (Mezmûr 99:1)

Afirîner bi hişmeta xwe her derê dagirt û Ewrê xwe danî ser konê, û bi vî awayî ji neteweyêndinyayê re û ji nifşên pêşerojê re derseke girîng dida: Yek Xwedayê rast gunehkaran vedixwîne ku bi Wî re têkevin têkiliyê, lêvexwandina Wî tenê di şertên diyar de dibe.

MÎNAKÊN DÎTBARÎ

Avahî, ji kesên ku dixwazin Xwedê û plana Xwedê ya der heqê mirovan de bizanibin, gelek hacetên dîtbarî derxistin.

Vê dîmenê bînin ber çavên xwe.

Ev neteweya kole –dozdeh êla Îsraîlê- ya ku bi fermanên teqez ên Xwedê hatiye rizgarkirin, konên xwe li pala çiya, wekî şikla çarmixê danîbûn. Avahî tam li navendê bû. Li derdora avahiyê dozdeh êl hebûn ku li başûrê sê, li bakurê sê, li rojavayê sê û li rojhilatê sê êl hebûn. 10 Ji ber ewrê hişmet ê biriqî yê ku li ser wan bû, tu kes nedikarî înkar bikira ku Xwedê ne di navbera wan bû.

Rastiya avahî-kona ku tenê deriyekî wê yê bilind heye, û deriyê ku bi pertala keten a spî hatiye çêkirin, dikarîbû me hînê dersên din ên dîtbar jî bikira. Li aliyê hundirîn a dêrî qurbangehek hebû. Ku gunehkar bi bingeha qurbaneke nuwaze ya sembolîk nêzî Xwedê nebûna, ji mezinahiya Xwedê bêpar diman.

Ya ku jiyan dide zîndeyan, xwîn e. Min ew da we ku hûn li qurbangehê xwe ji gunehê bibexşînin. Lewre xwîn ji dêla jiyanê guneh dide bexşandin.” (Leviyî 17:11)

Heya ku cezayê gunehekî nehata dayîn, bexşandina gunehê çênedibû. Û mirov gava çi qas guneh dikirin ne mimkun bû qurbeneke bînin avahiyê, ji bo vê Xwedê ferman da ku li her rojê salê bila berxikeke bê kuştin û qurbangehê bê şewitandin: her sibe û her êvarê. Kesên ku ji REB û ji plana Wî bawer dikin, dikarîbûn ji van pêşkêşiyên rojane kêf bistandana û mimkun bû ku ji têkiliya nûbûyî ya bi Afîrenê xwe re tam bistandana.

Hûn ê birêkûpêkherroj li qurbangehê du berxikên nêr ên yek salî pêşkêş bikin. Yek ji wan sibê û yadin jî berêvarê pêşkêş bikin. Dê ev pêşkêşiya ji bo şewitandinê li beşa têketin a Kona Hevdîtinê, li huzûra Xwedê ji hêla nifşan ve bi awayekî domdar dê bê pêşkêşkirin. Ez ê ji bo ku bi we re bipeyivim, li wir we bibînim.” (Ji Misirê Derketin 29:38-39,42)

ROJA KEFARETÊ

Xwedê ji bo ku rastiya xwe zêdetir nîşanê mirovan bide, ji wan re got têketina Cihê Herî Pîroz –odeya taybet a ku esmanê esas sembolîze dike- tenê bi awayekî dikare bibe. Salê rojekê, ji kesekî ku bi taybet hatiye hilbijartin û wekî kahînê sereke hatiye binavkirin re destûr tê dayîn ku têkeve hundirê vî cihê pîroz. Dê vê Roja Kefaretê 11 derbasî hundir a pişt perdê bûya. Dê xwîna berxikekê qurbankirî tev xwe bibira û dê vê xwînê heft car bi Devgira Bexşandinê, ango bi devgira Sandoqa Peymanê werkira. Ger ev kahînê sereke bi awayekî din biçûya huzûra Xwedê, dê wê demê bimira.

Ku ji Wî re û ji dana Wî re wekî zarokekî bawer bikin, Xwedê soz dabû ku dê gunehê Îsraîliyan bi saya vê xwîna werkirî bi salekê bibexşanda.

Armanca sêwirandina konê ya bi hemû hurgûliyên wê, tiştên wê û pêkanînên wê, ev bû: dê ji dinyayê re bi van mînakên zindî bihata ragihandin ka dê gunehkarên sûcdar ji bo gunehên xwe çawa bihatana kefaretkirin û tekiliya wan a bi Afirînerê wan ê ku xwedî pîroziya nuwaze ye dê çawa baş bûya. Kon û her tiştê der heqê konê de Mesîhê wehdkirî û peywira Wî nîşan dikirin.

Reb bi vî awayî, kanala Neteweya xwe ya ku bi sedsalan e hilbijartibû, bi kar anî û ji dinyayeke ku di nav gunehê de wenda bûye re, bi rêya bi sedan wêneyan agahiya gelek wehdên nuwaze da.

PERESTGEH Û QURBANÊN PERESTGEHÊ

Pêncsed sal piştî ku Mûsa û Îsraîlî ji bo strîna Huzûra Reb ev kon çêkirin, Xwedê Silêman beralî kir ku li şûna vê kona guhêzbar, bila perestgeheke payîdar çêke. Plana vê avahiya nû ya ku li Yeruşalimê bû, pir dişiba ya konê, lê ev avahiya nû ji ya kevn mezintir û xweşiktir bû. Perestgeha Silêman bû yek ji perestgeha herî xweşik a dinyaya kevn.

Li roja ku merasîma vekirina konê çêbû, hişmeta Xwedê çawa ku ji bo dagirtina Cihê Herî Pîroz ji esmanan daket, li roja vekirina perestgehê jî Hebûna bihişmet û roniya neafirandî ya Xwedê ji esmanan daket û perestgeh dagirt.

Piştî ku Silêman duayê xwe qedand, ji esmanan agir barî, pêşkêşiyên ji bo şewitandinê û qurbanan xilas kir. Û hişmeta Reb perestgeh dagirt. Dema perestgeha Wî bi hişmeta Wî hat dagirtin, kahîn nekarîn têkevin perestgehê.” (Dîrokên 2., 7:1-2)

Perestgeh li pişta heman çiyê ku hezar sal berê Brahîm li wê li şûna kurê xwe beranekî qurban kiribû, hat avakirin. 12

Ji bo ku vê perestgehê ji Xwedê re nezr bike, Qral Silêman ferman da ku bila 120.000 pez û 22.000 boxe bêne qurbankirin. 13 Ev zêdeyî, hezar sal bi şûn de li tepeyeke nêzî pişta vê çiyê qîmeta bêbiha ya xwîneke hêja ya ku bê rijandin sembolîze dikir.

Bi vî awayî, ji bo ku Adem, Habîl, Birahîm û yên din ji gunehê re kefaret bikin, li qurbangehan bi milyonan qurbanên xwînê yên sembolîk hatin pêşkêşkirin – qurbanên xwînê yên ku bi dawî nabin, bi salan bi awayekî domdar hatin pêşkêşkirin.

Piştre Mesîh hat.


1. Min di Peymana Kevn de dest bi jimartina çîrokên qurbanê kirin, lê piştî gihaştina çîroka dusedan, min êdî nehejmart. Çar peyvên wekî “Xwîn”, “qurban”, “pêşkêş”, û “qurbangeh” di Pirtûka Pîroz de ji 1400 caran zêdetir hene.

2. AfirÎn 15:13-14. “Reb ji Avram re wiha got, ‘Vê baş bizanibe ku dê nifşa te li welatekî biyanî, li xerîbiyê bijî. Dê çar sed sal bibe kole û zilm bibîne. Lê ez ê neteweya ku dê nifşa te bike kole, ceza bikim, piştre dê nifşa te ji wir bi milkeke mezin derkeve.’ Pêkhatina wehda Xwedê di ayetên Ji Misirê Derketin 1:1-12; 12:35-41 hatiye qeydkirin. Planên Xwedayê me yê serwer her tim pêk tên.

3. Ji Misirê Derketin 5-11

4. Demeke berê, Xwedê li Çiyayê Sînayê di nav deviyê ku dişewitî de ji Musa re ev wehd kiribû: “Tu guman neke, ez ê bi te re bibim. Û delîla ku min tu şandiyî dê ev be: Dema we gel ji Misirê derxist, hûn ê li vê çiyê min biperêsin.” (Ji Misirê Derketin 3:12)

5. Ji Misirê Derketin 13-17; “Zinar qelaşt, av jê viziqîn, li axa bejî wekî çemekî herikî.” (Mezmûr 105:41)

6. Ji Misirê Derketin 28:9-19; Piştre Mesîh dema li serzemînê bû wiha got: “Derî Ez im. Ku kesekî bi rêya min têkeve hundir dê bifilite” (Yuhanna 10:9). Her hêmana nav konê Kesayetî û karê Wî nîşan kir.

7. “Divê destê xwe deyne ser pêşkêşê û ew li devê deriyê Kona Civînê şerjê bike. Kahînên ku ji nifşa Harun tên dê xwînê li her derê qurbangehê birêjin… Dê kurên Harun, li ser pêşkêşa şewitînê ku li ser êzingên ku li qurbangehê dişewitin e, van bişewitîne.” (Leviyî 3:2, 5)

8. Kona Civînê mînakeke Rizgarkerekî ku dê ji esmên bê serzemînê da nîşan. Ji bo kesên ku vî Rizgarkerî nas dikin “Ew ji serî heya binî bedew e” (Newaya Newayan 5:16) – wekî nava Kona Civînê. Ji bo yên ku Wî nas nakin jî “ji bedewiyeke ku dilê me dikêşa bêpar bû” (Yeşaya 53:2-3) –wekî derveyî Kona Civînê.

9. Adem (Adamah) di Îbrankî de beramberê peyva “insan” e û rasterast wateya wê “axa sor” e, lewre Xwedê bedena Adem ji axa erdê şêwand.

10. Li Çolê Hejmar 3:23-39

11. Leviyî 16; Îro Cihû roja Kefaretê wekî Yom Kippur bi nav dikin, lê bi vî awayî Roj ji şêwaza xwe ya orîjînal bêpar dimîne, lewre êdî ne perestgeh, ne kahîntî û ne jî berxikên qurbanê yê Cihûyan mane. Sembola îro ya Cihûyan, dîwarekî ye ku ji yekê zêdetir wateya wî heye –Dîwarê Rojavayî- Dîwarê palpiştê ku ji bo firehkirina herêma perestgehê li hêla Hirodesê Mezin hatiye sazkirin. Cihû her roj li ber vî dîwarî disekinin û ji bo hatina Mesîh –jixwe hatiye- dua dikin! Wekî ku pêxember ji berê de dan zanîn, neteweya Cihû bi awayê ruhî kor e (Yeşaya 6:10; 53:1; Yeremya 5:21; Hezekiel 12:2; Korîntiyên 2., 3:12-4:6). Dê çavên Cihûyan rojekê vebe ku bizanibin Îsa (Yeşu) ew Kes e ku sembolîzmên perestgeh, kahîntî û qurbanan pêk tîne (Îbranî 8-10; Efesî 2). Dê dîwarê korîtiya ruhî hilweşe (Efesî 2:14; Romayî 9-11). Di beşa 5. a vê pirtûkê de, nivîs û têbiniyên di bin sernavê PÊXEMBERIYÊN DER HEQÊ GELEKÎ DE bixwînin.

12. Ayeta Dîrokên 2., 3:1 bi ayeta Afirîn 22:2 bidin ber hev. Ev cih li cihê Kubeya Kevir de ye ku Misilman di sedsala heftemîn de saz kiribûn.

13. Dîrokên 2., 7:5

Kurmanji English Chapter Title : 

21. More Shed Blood

22. Berx

22
BERX
“Xweda hezkirin e.” (Yuhannayê 1., 4:8)
“Xweda mezin e.” (Eyûb 36:26)

Xwedayê ku hezkirin e, dixwaze bi gelê xwe re têkilî çêke. Mijara xwezaya Xwedê ya der heqê têkiliyên civakî, li beşa yekemîn a Pirtûka Wî tê ravekirin.

Xwedê, Adem û Hewa “Di xuyanga xwe de afirand” (Afirîn 1:37)ku ji hevpayiya wan zewqê bistîne. Ev heman mijara 1 “Xwedê bi me re ye”, heya beşa dawî ya pirtûka Xwedê ya ku behsa wê demê ku gelê Wî yê rizgarkirî “dê rûyê Wî bibîne” û bi Wî re heta hetayê bijîn (Wehî 22:4), berdewam dike.

Xwedayê mezin, dikare her tiştê ku dixwaze bike:

Xwedayê hemû mirovahiyê yê REB ez im. Tişteke ku ez nekarim bikim heye?” (Yeremya 32:27)

Yekî yekperest ku jidil be, ku Xwedê bixwaze dikare însanbûna wî qebûl bike. Yê ku Hêza Wî Têra Her Tiştê Dike, ku tişteke hebûya ku nekara çêkira (bêyî lihevnehatina bi Xwe re), dê wê demê Xwedê nebûya.

Pirs ne ev e: Xwedê dikare mirov be?

Pirs ev e: Xwedê mirovbûnê bijart?

PERESTGEHA RASTÎ YA XWEDÊ

Hezar pênc sed sal piştî ku Xwedê ji Îsraîliyan re ferman kir ji bo ku “bikare nava wan de bijî”(Ji Misirê Derketin 25:8) bila perestgeh-koneke bêhempa çêkin, Nivîsên Pîroz ev daxuyanî didin:

Di serî de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv Xwedê bû… Peyv bû mirov û di nav me de jiya. Me bilindahiya Wî— bilindahiya Kurê yekane ku bi lutf û rastiya ku ji Bav tê re tijî ye- dît.” (Yuhanna 1:1,14)

Ev biwêja ku wekî “Di nav me de avahî danî- di nav me de jiya” hatiye wergerandin, ji peyva Grekî ya ku tê wateya konekê an jî perestgehekê, zêde bûye. Bi wateya xwe ya rasterast dikare wiha bê wergerandin: “Di nav me de Kona Xwe Danî.” Nivîsên Pîroz, bedena kesekî wekî “kon” an jî “perestgeh” a ku tê de can û ruhê wî dijî, rave dikin. 2 Wekî ku em li beşa 16. hîn bûn, Kurê bêdawî yê Xwedê wekî bebekekî hat dinyayê. Bedena Wî ya mirov, “kona” ku Wîhilbijartibûku tê de bijî.

Di dema Mûsa de, avahiya ku Xwedê hişmeta Hebûna xwe û roniya neafirandî xistibû tê de, bi çermên heywanan re dagirtîbû. Lê di Kesaneya Îsa de, hişmet, roniya neafirandî û Hebûna Xwedê ji bo ku di çermê mirov de cih bigire hatibû. Ji ber vê xwendekarên Wî dikarîn bibêjin, “Me bilindahiya Kurê yekane ku ji Bav hat dît!”

Nivîsên Pîroz dibêjin ku Îsa “ne ya mirov, lê kona perestgeha esas a ku Xwedê danî ye” ye. (Îbranî 8:2)

Di dema Peymana Kevn de, kona perestgehê û piştre perestgeh, cihê pêşkêşkirina heywanên qurban ên gunehkaran bû ku gunehên xwe bipêçin. Îsa dema zarokekî biçûk bû û dema balixê de, gelek caran çû ziyareta perestgeha Yeruşalimê, lê li tu derê nehatiye nivîsîn ku Ew qurbanek pêşkêş kiriye. Îsa çima qurban pêşkêş nekir? Lewre gunehê Wî tune bû. Îsa, ‘Xwe carekê qurban kiribû û ji bo rakirina gunehê” derketibû holê (Îbranî 9:26). Dê Îsa bûya pêşkêşiya qurbanê û çarmixeke Romayê jî bûya qurbangeh.

Îsa rastiya li pişt sembolan bû.

Xwedêdibedenêde xuya kir.” (Timoteosê 1., 3:16)

Îsa rojekê li cem perestgeha Yaruşalimê li ser piyan disekinî; ji komeke mêran a ku li cem Wî kom bibûn re wiha got:

“ ‘Vê perestgehê hilweşînin, ez ê di nav sê rajan de wê dîsa saz bikim.’ Rayedarên Cihû gotin, ‘Ev perestgeh di nav çil û şeş salan de hat çêkirin, tu yê wê di nav sê rojan de saz bikî?

Lê perestgeha ku Îsa qal dikir bedena Wî bû. Ji ber vê dema Îsa ji mirinê vejî, hat bîra xwendekarên Wî ku ev gotin gotibû. Ji Nivîsên Pîroz û vê peyva Îsa re îman kirin.” (Yuhanna 2:19-22)

Cihû fam nekirin ku perestgeha ku Îsa behs dike, bedena Wî bixwe ye. Wan gotin qey Îsa derbarê avahiya perestgeha nuwaze ya Yeruşalimê de diaxive. Lê belê roniya Hebûna Xwedê û hişmeta Wî êdî li wê Cihê Herî Pîroz ê ku bi destê mirov hatibû çêkirin, nebû.

Hebûna Xwedê niha di “perestgeha” bedena Îsa de bû.

Îsa ber bi dawiya peywira xwe ya serzemînê, ji sê xwendekarên xwe re destûr da ku ji vê bilindahiya bihişmet a Xwedê re şahidiyê bikin.

Îsa tenê Petrûs, Yaqûb û birayê Yaqûb Yuhanna tev xwe bir û derket ser çiyayekî bilind. Li ber çavên wan dîmena Îsa guherî. Rûyê Wî mîna tavê biriqî, kincên Wî mîna roniyê sipspî bûn. Wê demê ewrekî biriqî mîna siyê hate ser wan, û dengekî ku ji ewr dihat,

Kurê min ê delal ev e,

Ez ji Wî razî me.

Guh bidine Wî!’ got.” (Matta 17:1-5)

Roniya xwerû ya çav tarî dike û biriqî ya Xwedê ku dibû sedem ku milyaketê ncinetê rûyê xwe bipêçin, di Îsa de bû.

Wextekî ewrê biriqî yê ku sî dida perestgehê, niha li ser cihê ku Îsa sekiniye sî dida.

Îsa Hebûna Xwedê ya ku li serzemînê bi çavê mirov dihate dîtin, bû.

Ji biriqîna bilindahiya Kurê Xwedê re, dengê Bav ê ku ji esmanan dihat hevaltî dikir:

Kurê min ê delal ev e, Ez ji wî razî me. Guh bidine Wî!

Xwedê der heqê van peyvên xwe de cidî ye.

Hezar sal beriya ku Kurê Xwedê nebibû benîadem, Dawud pêxember ev nivîsîn:

Kur maçî bikin ku hêrs nebe, hekena hûn ê di rêya ku dişopînin de mehv bibin. Lewre hêrsa Wî ji nişka ve pêt dide, bijî yên ku Xwe dispêrin Wî!” (Mezmûr 2:12)

“Kur maçî bikin” tê wateya Kur bi rûmet bikin.

Ez carinan dibînim ku mirov ser û destên rêberên dînî maçî dikin – rêberên dînî jî wekî wan neçar û gunehkar in. Û dîsa dibînim ku bedenên van heman mirovan ji bo ku kesên vedigerin axê birûmet bikin, rêwîtî dikin. Em di vê navberê de li ser zêde bikin ku Xwedê ji dinyayê re ev daxuyanî daye: “Her kes çawa ku Bav birûmet dike, bila Kur jî birûmet bike. Yê ku Kur birûmet nake, Bavê ku ew şand jî birûmet nake… Lere Bav ji Kur hez dike.”(Yuhanna 5:23, 20)

NÛÇEVAN

Yeşaya yek ji du pêxemberan e ku der heqê nûçevanê taybet ê hilbijartî “yê ku dê rêya Reb amade bike” (Yeşaya 40:3)de nivîsî.

Ev nûçevan, pêxember Yehya yê ku kurê Zekeriya bû. 3 Pêxemberên berê, bi bikaranîna biwêja “Xwedê dê Mesîh bişîne dinyayê,” axivîbûn, lê Yehya pêxember der heqê vê mijarê de xwedî rûmeteke cuda bû, daxuyaniya Yehya pêxember ev bû: “Mesîhê wehdkirî, Reb bixwe li vir e!

Li wan rojan, Îmadker Yehya li Çola Yahudiyeyê derket holê. Ev daxuyanî dida: ‘Tobe bikin! Serweriya esmanan nêzîk e.’ Her wiha yê ku bi rêya Yeşaya pêxember tê qalkirin, Yehya ye. Yeşaya wiha gotibû: ‘Yê ku li çolê diqîre, dibêje ‘Rêya Reb amade bikin, riyên ku dê tê re derbas bibe serûber bikin.’ (Matta 3:1-3)

TOBE

Peyama Yehya ku mirov ji hatina Reb re amade dikirin, hêsan bû.

Tobe bikin!

Peyva tobe, ji peyva Grekî ya metanoeo tê. Ev pey bi du beşan pêk tê: meta û neo. Wateya beşa yekemîn a peyvê “tevger”  an jî “guherîn” e. Beşa duyemîn a peyvê, fikrên bîrûbawerî nîşan dike. Ji ber vê, wekî bingeh peyva tobeyê, xwedî guherîneke bîrûbawerî; li şûna fikrên şaş, fikrên rast anîn e.

Em peyva “tobe”yê têxin nav şert û derdorên ku em her roj tê de dijîn: em bifikirin ku ez dixwazim bi otobusê ji bajarekî biçim bajarekî din – em bêjin ku ez dixwazim ji Beyrûtê biçim Ammanê. Ez li otobusa ku difikim rast e, siwar dibim û li palgeha rûdinim, bi xew re diçim. Demek bi şûn de, dema otobus li şahrê lezelez diçe, ez dibînim ku otobus ber bi başûrê, Ammanê naçe, ber bi bakurê, Stenbolê diçe. Di vê rewşê de divê ez çi bikim?

Du rê hene:

An ez ê ew qas bi fêz bibim ku xetaya xwe qebûl nekim û di otobusêde bimînim; di dawiya vê tevgera xwe bigihîjim cihekî şaş.

An jî dikarim xwe nizm bikim û tobe bikim, ango dikarim fikra xwe biguherînim û qebûl bikim ku li otobusa xelet siwar bûme. Jidiliya tobeya min, gava ez li rawestgeha din dakevim û siwarî otobusa rast bibim, derdikeve holê.

Tobeya rast yekî ji xeletiyê vedigerîne û beraliyê baweriya rastiyê dike.

Tobe dikare bi du aliyê perê re bê hevrûkirin.

Aliyekî: ‘TOBE KE!’ dibêje.

Aliyê din jî: ‘ÎMAN BIKE!’ dibêje.

Her du alî jî parçeyên rastiyê ne:

…bi tobekirinê vegerîna Xwedê û ji Rebê me Îsa re bawerkirin…” (Karên Qasidan 20:21)

Tobe guherîna fikra we ya der heqê tişta ku hûn ji bo rizgariyê jê bawer dikin e. Îman, tê wateya ji rizgariya ku Xwedê daye re bawerkirin.

Tenê bi tobekirinê, îmana rast dikare hebe.

Peyama pêxember Yehya ya ku bi vê rastiyê re lihevhatî ye, ev wate dihewand: “Ji fikra xwe ya xelet tobe bikin! Qebûl bikin ku hûn ê nekarin xwe xilas bikin û Mesîh-Kral ê wehdkirî yê ku hatiye Bihuştê qebûl bikin! Ew ji bo ku we ji dijminên we yên herî xirab rizgar bike, hat – ku hûn dev ji baweriya xwe ya bixwe berdin û jê bawer bikin!”

Yên ku li ber Xwedê tevgerên xwe yên biguneh qebûl kirin, ji hêla Yehya li çêm hatin îmadkirin. Sedema Yehya ku wekî Yehyayê Îmadker tê zanîn, ev e. Îmadkirina nav avê de nedikarî gunehê bişûşta û nikare bişo. Yên ku bi noqkirina li ava çêm dihatin îmadkirin, bi awayekî derveyî wiha digotin: şahîdîkirin û pejirandina bi awayekî jidil a peyama Xwedê ya der heqê Mesîh ê ku ji bo paqijkirina yên ku tobe dikin û gunehkarên ku bawer dikin ji rewşa wan a qirêj rizgar bike, hat.

YÊ HILBIJARTÎ

Îsa di destpêka peywira xwe ya serzemînê, ji bo ku ji hêla Yehya bê îmadkirin hat Çemê Şeriayê. Pêdiviya Mesîhê bêguneh ji bo tobekirina tu tiştê tune bû, lê wekî îmad, Xwe bi nifşa ku ji bo rizgarkirina wan hatibû, wekhevî kir.

Bûyera ku piştî îmada Îsa çêbû, tu car nayê jibîrkirin. Ev bûyer ji me re dîmeneke din a hişmetî û yekîtiya yekbûyî ya Xwedayê rast û yek, pêşkêş dike.

Îsa çawa ku îmad bû, ji avê derket; wê demê esman vebûn û Îsa dît ku RuhêXwedê wekî kevokekê daket û hat ser Wî. Dengê ku ji esmanan hat, ‘Kurê min ê Delal ev e, Ez ji Wî razî me’ got.” (Matta 3:16-17)

Wekî roja pêşîn a afirînê, di vê çîrokê de Hebûna Bav, Kur û Ruhê Pîroz tê diyarkirin. Lê dîsa di vê demê girîng a dîrokê de Xwedê, yekîtiya xwe ya pirjimarî bi awayekî zelaltir diyar dikir. Di rêwîtiya me ya Nivîsên Pîroz de, em niha li cihekî wisa ne ku, em hemû divê li vir bisekinin, çend wêne bigirin û bifikirin.

Vê cihê ku em lê ne bînin ber çavên xwe. KurêXwedê(Peyva Wî ya ku bi rêya wî erd û esman hatin afirandin) di bin esmanê biriqî û bi dîmena dramatîk, ji ava çêm ku hatibû noqkirin, derdikeve û dimeşe. Di heman demê de RuhêXwedê(Ruhê ku roja pêşîn a afirînê li ser avê pêl dide) ji esmên dadikeve, li hewayê hêdî hêdî digere û mîna kevokê dadikeve ser Îsa. û di dawiyê de, ji esmên dengê BavXwedatê: “Kurê min ê Delal ev e, Ez ji Wî razî me.”

Sih salên pêşîn Îsa li bajarê Nasirayê, nav malbateke feqîr jiyabû. Li vê demê gava bala tu kesî nakêşe, Bavê li ser Esmanan her tim li Kurê xwe nêrîbû. Û niha em fikra Xwedê ya der heqê Îsa de dibihîzin: “Ez ji Wî razî me.”

Xwedê ev biwêj nedikarî ji bo tu kesî ku heya niha hatine dinyayê, bigota. Tenê Îsa –hem hundirîn hem jî ji derve- karî Xwedê di hemû jiyana xwe de razî kir. Ku Kurê Bihuştê bû, Ew pîroz bû, paqij bû û xwedî wan wesfan bû ku peywira xwe pêk bîne. Ew Mesîh bû –Yê Meshkirî- Bijareyê Xwedê bû. Xwedê Ew ne bi rûnê (kahîn û kral bû rûnê dihatin meshkirin), 4 bi Ruhê Pîroz mesh kir.

“<strong>XwedêÎsayê Nasirayî biRuhêPîroz û bi qudret meshkir…” (Karên Qasidan 10:38)

Îsa Ew Kes bû ku hemû pêxember der heqê Wî de nivîsîbûn.

BERXIKÊ XWEDÊ

Yehya roja din dema dît Îsa ber bi wî ve tê, got: ‘Va ye, Berxikê Xwedê ku gunehê dinyayê ji holê rakir.”(Yuhanna 1:29)

Daxuyaniya pêxember Yehya, pir watedar e.

  • “Va ye! Berxikê Xwedê…”
    Yên ku guhdarî Yehya kirin, hinek fam kirin ku berxik tê çi wateyê. Piştî ku guneh kete dinyayê, mirov berxik anîbûn ji bo pêşkêşiya şewitînê.
    Di demeke dirêj a panzdeh sedsalan de, li ser qurbangeha ku ji birincê hatibû çêkirin, her sibe û her êvarê berxik hatibûn qurbankirin. Û niha Berxikê Xwedê hatibû! Du hezar sal berê Brahîm ji Îshaq re gotibû: “Kurê min berxika ji bo pêşkêşiya şewitandinê, dê Xwedê Bixwe peyda ke!” (Afirîn 22:8)
    Xwedê bi rastî jî berxikek peyda kir ku têkeve şûna kurê Birahîm, lê ev qurban ne “berxik” bû. Ev “beran” bû. (Afirîn 22:13) “Berxika” ku Brahîm di pêxemberiya xwe de behs dikir, Mesîh bixwe bû. Pêxemberiya Birahîm Îsa nîşan dikir. Îsa ji ber vê wiha got: “Bavê we Birahîm ji ber ku roja min dîtibû, pir kêfxweş bibû. Dît û kêfxweş bû.” (Yuhanna 8:56)
  • “.. yê ku guneh rakir..”
    Ji dema Adem û pê ve, xwîna heywanê bêguneh, gunehê kesên ku ji Xwedê û ji plana Xwedê bawer dikin wekî sembolîk pêça. Dê Ew gunehê bi temamî û heta hetayê rakira.
  • “…yê dinyayê…”
    Qurbanên berê yên ku ji bo gunehê xwîna wan rijiya bi navê kesekî, malbatekê an jî neteweyekê hatibûn pêşkêşkirin. Lê xwîna Îsa dê mumkin bikira ku deynê gunehê yê hemû dinyayê yê berê, niha û pêşerojê, dê bi temamî bihata dayîn.

Berxikê Xwedê gunehê dinyayê ji holê radike, gelo ev tê wateyê ku kesên ku têne dinyayê ji hêla Xwedê bixwe têne bexşandin? Na. Ji dema ku guneh kete nifşa mirov, Xwedê her tim xwest ku ji Wî re û ji Dana Wî re bê îmankirin. 5

Hat warê xwe, lê êdî gelê wî ew qebûl nekir. Ji kesên ku ew qebûl kirin û jê re îman kirin re ew maf da ku bibin zarokên Xwedê.” (Yuhanna 1:11-12)

SÎ Û SEMBOL

Dema sal derbas dibûn, her berxika bêguneh û paqij a ku ji bo gunehê dihat qurbankirin, “tenê siyeke tiştên baş ên pêşerojê bû.” (Îbranî 10:1)

Siyekê divê bi tişta ku siyê derxistiye re neyê tevlihevkirin. Dema hevalekî we ber bi we ve dimeşe û ku hûn li erdê binêrin, dibe ku bêyî dîtina hevalê xwe hûn siya wî bibînin, lê dema hevalê we bê li ber we bisekine, hûn ê li hevalê xwe binêrin û li şûna siya wî, hûn ê bi wî bixwe re bipeyivin, ne wisa?

Qurbanên Peymana Kevn, siyên ji hêla Xwedê ve hatibûn sêwirandin û xetên bingeh ên Mesîhê pêşerojê xêz dikirin û daxuyaniya Wî didan.

Berxikê Xwedê Îsa, ev sî avêtin.

Xwîna boxe û nêriyan nikare gunehê ji holê rake. Ji ber vê dema Mesîh tê dinyayê wiha dibêje: ‘Te qurban û pêşkêşî nexwest, lê te ji min re bedenek amade kir. Tu ji pêşkêşiya şewitandinê û pêşkêşiya gunehê razî nebûyî. Wê demê min wiha got [Mesîh]: ‘Wekî ku li tomara Nivîsa Pîroz de ji bo min hatiye nivîsîn, ya Xwedê, va ye ji bo ku daxwaza te pêk bînim hatim, va hatim!’… Ji bo ku ya duyemîn bide pejirandin (qurbana xwe), ya yekemîn (qurbana heywanê) ji holê radike. Ji ber vê daxwaza Xwedê, bi pêşkêşkirina beneda Îsa Mesîh a cara yekem û dawî, em bûn pîroz.” (Îbranî 10:4-7, 9-10)

Qurbanên xwîna heywanan tenê sembola daxwaza Xwedê ya dawînî bûn. Heywan di xuyanga Xwedê de nehatibûn afirandin. Nirxa berxikekê bi nirxa mirov re ne wekhev e. Çawa ku hûn erebeyeke model a pêlîstok biherin cem firoşkerê erebeyan û bi nirxa erebeyeke rast nikarin pêşkêş bikin, xwîna berxikekê jî bi heman awayî nikare deynê gunehê mirov bide. Ji bo deynê gunehê yê mirov, nirxeke wekhev an jî ya mezintir dihat xwestin.

Îsa ji bo peydakirina vê Qurbanê hat. 

 XWEDÊ PLANKEREKÎ NESERKEFTÎ YE?

Çend sal berê bi doxtorekî felsefeyê re me ji hev re nivîsî. Ji bo daxuyaniya Îsa “yê ku ji bo gunehê dinyayê rake, hat” bersiv bide, wiha nivîsî:

Posteya Elektronîk

Xwedê 2000 sal berê dema hê biryar nedabû ku vê lîstoka pandomîm çêke, kesên ku beriya vê hatin dinyayê û mirin re dê çi bibe? Wisa xuya dike ku Xwedayê Xirîstiyanan planên neserkeftî çêdike û hin tiştan piştre difikire, lewre ji bo mirovan dîtina rêya bexşandina ‘gunehê’ bi mîlyonan nebe jî hezar salên Wî girt.

Xuya dibe ku ev zilamê ku êdî najî, wateya pişt bi mîlyonan berxikên ku hatine qurbankirin û bi sedan pêxemberiyan fam nekiriye; fam nekiribû ku hemû berxikên ku hatine qurbankirin û pêxemberiyên ku hatine nivîsîn, li roja Mesîh a ku dê ji cezayê gunehên mirovan ê paşerojê, niha û pêşerojê re tebat bike, tê nîşankirin. Plana rizgariyê ya Xwedê ji destpêkê de, “ji bo ku li dema niha edaleta xwe nîşan bide, dayîna cezayên gunehên berêjî dihewand. (Romayî 3:25-26)

Xwedê gunehkarên beriya dema Mesîh, wekî bexşandina gunehkarên îro – bi rêya îmana wehdên Xwedê û dana Wî-, bexşand.

Lê belê cudahiyek hebû.

Gunehên biîmanên ku beriya dema Îsa Mesîh jiyabûn, veşartî bû. Heta hetayê betalkirina deynê gunehkarekî ya ji pirtûkên nivîskî, tenê dikarîbû piştî ku Îsa xwîna xwe birije û mirinê têk bibe mimkun dibû.

Berxikê Xwedê Îsa, beriya ku hate serzemînê, yê ku li qurbangehê qurbanek pêşkêş dike, dişibe karsazekî ku ji bo ji bankayê deyn bistîne têkoşînê dike.

Hevalekî wî yê dewlemend qebûl dike ku ji bo wê deynê îmzeya hevpar bavêje û bi vî awayî ku karsaz nekare deynê xwe bide, soz dide ku dê ew bide. Dema sal derbas dibin karsaz zêdetir dikeve tengasiyê, ji bo dayîna deynê û deyn her diçe zêde dibe. Û her sal hevalê dewlemend ê karsaz ji bo ku deynê hevalê xwe yê ku di tengasiyê de ye bigire, mecbûr dimîne li bankayê senedeke din îmze bike. Yê ku karsazê neserkeftî ji hepsê û ji topavêtinê diparêze çi ye? Tenê senedên ewlehî yên hevalê wî yê dewlemend û ewledar ên ku deynê wî digirin.

Qurbanên heywan ên Peymana Kevn, wekî “senedên ewlehiyê” yên gunehkarekî ku ji hêla Xwedê dihatin qebûlkirin bûn. Qeydkerê gerdûnê yê ku der heqê pejirandina peymanan û muwazenekirina Pirtûkan de xwedî dîrokçeyeke paqij e, wehd kir ku dê xwîna heywanên paqij ji bo gunehê wekî pêçandinekê qebûl bike. Lê xwîna heywanê deynê gunehê yê serhevbûyî yê mirov nedikarî betal bikira. Xwîna heywanan tenê têra bîranînagunehan a ji salê heya salekê” bû. “Lewre xwîna boxe û nêriyan gunehan ji holê ranake.” (Îbranî 10:3-4)

Guneh pirsgirêkeke cidî ye ku tenê dikare bi rijandina xwîna Kurê Xwedê bê çareserkirin. Berxikê Xwedê Îsa, ji bo dayîna deynê gunehê yê mirovan hat.

Fikra we çi ye?

Xwedê, “Planên neserftî çêdike gelo, hin tişt piştre tên bîra wî?” An jî Yehya pêxember û alîgirên wî mafdar bûn ku Îsayê Nasirayî wekî Mesîhê ku Musa di zagona xwe de û di heman demê de pêxember di pirtûkên xwe de nivîsîn” û berxikêXwedê ku gunehê dinyayê radike”  qebûl dikirin? (Yuhanna 1)

Xwedayê ku Herî Baş ê plankeran e, tu car planeke Wî ya din tune bû ku gunehê têk bibe. Li gorî nêrîna bêdawî ya Xwedê ya bêyî demê, Kurê Wî duh, îro û heta hetayê:

“…ji sazkirina dinyayê û pê ve Berxikê ku hatiye şerjêkirin e.” (Wehî 13:8)


1. Di Pirtûka Pîroz de yek ji nasnavên REB İmmanuel e, rasterast wateya wê “Xwedê bi me re ye” (Yeşaya 7:14; Matta 1:23)

2. Korîntiyên 2., 5:1-4; Korîntiyên 1., 6:19; Petrusê 2., 1:13-14; Efesî 2:21

3. Yeşaya 40:3-9; Malaki 3:1; Lûka 1; Yuhanna 1

4. Di temamiya Pirtûka Pîroz de, Xwedê kengî yekî ji bo kahîn an jî qraltiyê bipejirîne, yekî wekî pêxember rayedar ew bi rûnê mesh dikir da ku bide nîşan ew kes ji hêla Xwedê ji bo peywireke taybet hatiye bijartin. Xwedê Kurê xwe bi Ruhê Pîroz mesh kir. Di Nivîsên Pîroz de rûn bi gelemperî ji bo sembolîzekirina Ruhê Pîroz tê bikaranîn. Nîşe: Çawa ku sê Kesê Xwedayî di nav karê afirînê de bi hev re bûn, bi heman awayî Bav, Kur û Ruhê Pîroz jî di karê rizgarkirinê de bi hev re bûn.

5. “Dê rastî bi îman bijîn” (Habakkuk 2:4). Qurbanê ku Îsa ji bo pêşkêşkirinê hat, dê “ji bo rakirina gunehê dinyayê” têrê bikira, lê tenê yên ku bawer dikirin ku ev qurbana Îsa ji bo wan e, dê ji vê lutfê sûd girtina. Ev rastî dikare bi rêya bernameya me ya radyoyê ya bi navê “Rêya Rastiyê” ya Senegelaê bê resmkirin (www.twor.com; www.lesprophetes.com). Di piraniya bernameyên radyoyê de ji guhdaran re kopyeyeke Pirtûka Pîroz bêheq tê pêşniyazkirin. Kesên ku dixwazin, dikarin ji me re binivîsin û kopyeyeke Pirtûka Pîroz bêheq bistînin. Ev pêşniyaz ji bo bi milyonan kesan ku îstasyona me ya radyoyê vedikin heman e? Belê. Hemûguhdarên ku ji me re dinivîsin, ji bo ku kopyeya Pirtûka Pîroz bixwazin dinivîsin? Na. Piraniya guhdaran ji vê pêşniyaziyê sûd nagirin. Bi heman awayî, Xwedê, bi rêya qurbana Kurê xwe ya ku bi temamî têrê heye, ji bo bexşandin û jiyana bêdawî daye. Lê dîsa jî tenê beşeke biçûk a nifşa Adem, pêşniyaza Xwedê qebûl dike. Binêrin Lûka 14:15-24.

Kurmanji English Chapter Title : 

22. The Lamb

23. Pêxhatina Nivîsên Pîroz

23
PÊXHATINA NIVÎSÊN PÎROZ
Wehdek ewrekî ye, pêkhatina wehdê baran e.”
— Gotinên Pêşiyan ên Ereban

Pêxember bi hezar salan plana Xwedê ya şandina Rizgarkerê daxuyan kirin, “lê demawexthat, Xwedê Kurê Xwe şand.” (Galatyayî 4:4)

Pêxemberên Xwedê ewrên wehdê peyda kirin.

Îsayê Nasirayî barana wehdê bû ku pêk hat.

Plana Afirîner ne planek bû ku piştre hatibû fikirîn. “Xwedê ev Mizgîniya der heqê Îsa Mesîh de, bi rêya pêxemberên xwe li Nivîsên Pîroz ji berê de wehd kir.” (Romayî 1:2-3)

Nivîsên Pîroz ewr in û Mesîh jî baran e.

LI SER PIŞTA KEREKÎ TÊKETINA YERUŞALIMÊ

Mesîh peywira xwe dizanîbû. Pêxember Zekeriya pênc sed sal berê, der heqê yek ji gelek bûyerên ku di rêya çarmixê diçû de wiha nivîsîbû:

Qîrînên dilxweşiyê bike, ey keça Yeruşalimê! Va ye qralê te! Ew rizgarkerê adil e û dilovan e. Li ker, belê, li dehşik siwar bûye, û tê cem te! (Zekeriya 9:9)

Îsa ev pêxemberî pêk anî. Li hemû Çar Mizginiyan de ev hatiye nivîsîn. Mattayê ku şahid û xwendekarekî Îsa ye, wiha nivîsî:

Dema nêzî Yeruşalimê bûn… Îsa ewil du xwendekarên xwe şandin. Ji wan re got, ‘Herin gundê li hemberî we. Hûn ê li wir kerekî mê yê girêdayî û dehşikekî bibînin. Wan ji wir bifilitînin û ji min re bînin. Ku yekî ji we re tiştek bêje, hûn jî bêjin, ‘Pêdiviya Reb bi van heye, dê dîsa li we vegerîne’.. ev bûyer ji ber ku peyva pêxember pêk bê, çêbû: Va ye Qralê te yê dilovan, li ker, belê, li dehşik siwar bûye û tê cem te.’” (Matta 21:1-5)

Bi vî awayî Îsa, Xwe ji neteweyê re wekî Kralê wan pêşkêş kir – lê neteweya Wî, wekî ku pêxember ji berê de gotibûn, Ew red kir. 1

Mizgînî bi hurgûlî dinivîsin ka piştî ku Îsa li ser pişta ker çû Yeruşalimê, çi qewimî. Îsa ket perestgehê û her kesî ku wê derê ji bo qezenckirina perê bi kar tînin, avêtin derve. Piştre ji firoşkerên ku tirsane û heyirî mane re wiha got: “Hatiye nivîsîn ku ‘Dê ji mala min re mala duayê bê gotin.’ Lê we ew kir mala rêbiran!’ Piştre dema Îsa li peresgehê bû yên kor û seqet ên ku hatin cem Wî baş kirin.” (Matta 21:!3-14)

Îsa çend roj li perestgehê rûnişt û ji mirovan re peyvên rast ên Xwedê hîn kirin. Rêberên Dînî, ji bo ku Wî tawanbar bikin û bikujin pirsên xetere jê kirin. Lê serkeftî nebûn.

Îsa bi zanatiya esmanî bersiva wan da, li ber vê zanatiya Wî heyirî man. 2

Piştre wext hat.

WEXT HATIBÛ

Îsa yek Kes e ku yeqîn dizane dê

kengî bimire,

li ku bimire,

çawa bimire,

û çima bimire.

Îsa piştî ku ev hemû tişt vegot, ji xwendekarên xwe re got, ‘Hûn dizanin du roj şûn de Cejna Fishê ye. Dê benîadem ji bo ku bê çarmixkirin, dê bê diyarkirin.’

Wê demê kahînên sereke û rûspiyên gel, li qesra kahînê sereke ya ku wekî Kayafa hatiye binavkirin, civiyan. Ji bo Îsa bi fendan bigirin û bikujin plan çêkirin. Digotin, ‘Bila li vê cejnê nebe ku di nav gel de tevlihevî dernekeve.’ (Matta 26:1-5)

Rêberên dînî yên ku ji wan re xizmetê dikirin, neçar bûn. Hin caran, ‘Xwestin ku Wî bigirin, lê tu kes destê xwe neda Wî. Lewre wextê Wî hê nehatibû.(Yuhanna 7:30)

Piştre xwedî wê fersenda ku dixwestin, bûn.

Yahudayê ku xwendekarê Îsa yê ne hundirîn lê derveyî ye, çûm cem kahînên perestgehê û ji wan re pêşniyaz kir ku Îsa bîne û bide destê wan. Kahîn ji bo vê îhaneta Yahuda dayîna sih zêrê zîv qebûl kirin. Ev çalakiya xaîntiya Yahuda bû sedem ku gelek pêxemberiyên Peymana Kevn pêk bê. 3

Bi vî awayî roja ku Îsa ji xwendekarên xwe re got, “Wext hat!”,hat.

Dema mirina Berxikê Xwedê bû.

HEFTEYA FISHÊ

Kûçeyên teng ên Yeruşalimê bi gelê herêmî û biyaniyên ku ji bo ziyareta bajêr hatine re tijî bû. Dengê pezên ku merînî dikirin, boxe û gayên ku qorînî dikirin her derê girt. Kiriyar bi firoşkeran re ji bo heqê berxikekê bazariyê kirin. Hefteya fishê bû. Fisih, parçeyeke pîroziyê ya yek hefteyî bû ku panzdeh sal berê ji hêla Xwedê ve hatibû çêkirin. Fisih ji Îsraîliyan re ev fersend dida: li paşerojê nêrîn û bibîranîna wê şeva dîrokî ya ku Xwedê “neteweya xwe ya ku bi wê re nav têkiliyê de bû” ji êsîrî û mirinê çawa xilas kir; wê şevê kalikên Îsraîliyan xwîna berxikê li ser deriyê xaniyê xwe dabûn û filitîbûn. Li gorî nêrîna Xwedê Fisih, di heman demê de bi hesret li bendmayîna Mesîh a roja Fisihê bû ku wateya wê bi awayekî kûrtir pêk bîne. 

Lê dîsa jî kêm jî be çend kes fam kiribûn ku dê xwîna Nasirayî Îsa wekî Berxikê Fishê bihata rijandin û ji bo pêkanîna sembolîzma berxikên ku ji dema Mûsa ve her sal hatin qurbankirin e. Peywira Mûsa ew bû ku mirovan ji zordestiya fîzîkî suxrevanan rizgar bike, li hemberî vê peywira Mesîh ew bû ku mirovan ji zordestiya ruhî ya Şeytên, guneh û mirinê rizgar bike.

Li vir ya ecêb ev e, digel ku rêberên dînî der heqê kuştina Îsa de bibiryar in, “ji bo ku nav gel de tevlihevî dernekeve, nexwestin di dema cejnê de bikin.” (Matta 26:5) Lê sêwirandibû ku tam di vê dema cejnê de bimire! Divabû Berxikê Xwedê di dema Cejna Fishê de bihata şerjêkirin. 4 Her tişt de wekî plana Xwedê pêk bihata.

Kesên ku plana Xwedê red dikin bi awayekî henekî dê der heqê pêkanîna plana Xwedê de rola herî mezin bigirtana!

Haya Şeytên jê tune bû ku – bi tehrîkkirina rêberên dînî ku Îsa bikujin- malxerabiya xwe amade dikir. Nivîsên Pîroz berevajîkirina van bûyeran bi vê biwêjê rave dikin, “beriya destpêkirina zemanê rêberên vê demê ev zanatiya Xwedê ku diyar kiribû, fam nekirin; ku fam bikirana dê Rebê bilind li çarmixê nexistana.” (Korîntiyên 1., 2:7-8)

NAN Û KASIK

Dema şeva ku ji berê de hatibû diyarkirin, hatibû, Îsa û xwendekarên Wî ji bo xwarina Fishê li jorê, di odeyekê taybet de civiyan. Piştî ku xwarina ku ji berxik û pincarên tûj pêk dihat belav kir, Reb qetek nan girt, şikir kir, nanî qet kir, li xwendekaran belav kir û ji wan re got bila ji vî nanî bixwin, “Vê ji bîranîna min bikin” (Lûka 22:19) got.

Nanê qetkirî,Bedena Wî ya ku dê ji bo wan bê binpêkirin û cezakirin, sembolîze dikir.

Piştre, kasika ku tê de şeraba ku ji tiriyên pelixandî hatiye çêkirin, da gerandin. Ji xwendekaran re wiha got: “Ev kasik xwîna peymanê ye ku ji bo bexşandina gunehên gelek kesan hatiye rijandin.” (Matta 26:28)

Kasikxwîna rijiyayî ya Îsa sembolîze dikir ku Peymana Nû ya wehdkirî bi awayekî fermî bê destpêkirin.

Ev her du sembola hêsan, peyama pêxemberên Xwedê ya dema niha nîşan dikin: dê Afirînerê me, ji bo nifşa biguneh a Adem biêşa û ji bo Xwîna xwe birêje dê xwe bi bedena mirov niximanda.

Piştî ku Îsa dilê xwendekarên xwe bi wehd û rastiyên 5 nuwaze rihet kir, ew birin baxçeya Getsemani ya ku li nêzîk bû. Îsa li wir deverû xwe dirêjî erdê kir, pir xwêdan da û canê Wî di nav êşeke kûr de bû, wiha dua kir, “Bavo, ku mimkun e bila ev kasik ji min dûr bê xistin; dîsa jî bila ne daxwaza Min, bila Ya te bibe.” (Matta 26:39)

Evkasika ku Îsa metelmayî dihişt çi bû? Ev kasik, kasika êşê bû ku dê Îsa ji bo gunehê bikêşa. Demeke kin û bi şûn de veqetîneke nedîtî ya ku dê bi Bavê xwe re bijiya û ecêba dojeha kûr ku dê ji bo we û ji bo min bikêşaya.

Piştî ku heman duayê sê caran dubare kir, Kur jidil sitûye xwe li ber daxwaza Bavê Xwe xwar kir. Wekî ku pêxember Dawud ji berê de da zanîn, Mesîh tişta ku nestendibû, dê dîsa bidaya. “Ez ê tişta ku min nedizî çawa dîsa bidim?” (Mezmûr 69:4)

Îsa dê bûya Qurbanê bêkêmasî û dawînî yê ku dê ji bo gunehê bihata dayîn.

GIRTIN

Îsa piştî ku axaftina xwe ya bi bavê xwe re dikir, qedand, leşkerekî mufreze yê ku ji hêla kahînên sereke, nivîsvan û rûspiyan hatibû şandin, ket hundirê baxçê. Ji bo girtina Wî Kesî yê ku bi kilçan, dar û şûrên xwe bahozan disekinîne, ruhên xirab der dike û miriyan vedijîne, hatibûn. 

Îsa tiştên ku dê bihatana serî dizanîbû, derket pêşî û ji wan pirs kir, ‘Hûn li kê digerin?

Bersiv dan, ‘Li Îsayê Nasirayî.’

Îsa ji wan re got, ‘Ez im…’ Dema Îsa got ‘Ez im’ paş ve çûn û ketin erdê. Li ser vê Îsa dîsa ji wan re got, ‘Hûn li kê digerin?’

‘Li Îsayê Nasirayî’ gotin.

Îsa got, ‘Va min ji we re got, Ez im.’” (Yuhanna 18:4-8)

Îsa ji wan kesên ku ji bo girtina Wî hatibûn, Xwe bi Xwedê re wekhevî kir û got, ‘EZ IM.” 6Ku Îsa bi wan re biçe, diyar bû ku dê vê ji bo ku WÎ wisa xwest, bikira.

Dema leşker nêzîk bûn, xwendekar Petrus şûrê xwe kêşa, lê tên karî li xulamê kahînê sereke bide û guhê wî jê ke. Îsa bi lutfkirinê guhê zilêm baş kir û piştre ji Petrus re wiha got:

Şûrê xwe têxe cihê wî! Yên ku şûr dikêşin dê bi şûr re bimirin. Hûn dibêjin qey ez nikarim ji Bavê xwe alÎkarî bixwazim? Ku ez bixwazim dê niha ji min re ji dozdeh tûmenan zêdetir milyaket bişîne. Lê Nivîsên Pîroz ên ku dibêjin divê wiha be, dê wê demê çawa pêk bên?” (Matta 26:52-54)

Îsa li vir ji her kesî ku ji bo navê dîn hovîtî dikin, çawa dijberiyeke nûker peyda dike! Îsa digel ku dizane dê ev zilam bi wi bikenin, jê re îşkence bikin û Wî bikujin, li şûna ku ji wan nefret ke û tol hilde, sebr û qencîtî da xwest ji bo wan.

PÊXEMBER JI BERÊ DE EV BÛYER DAN ZANÎN

Piştre Îsa ji kesên ku ji bo girtina Wî hatin, wiha got: “Çima hûn bi şûr û daran hatin? Çawa ku hûn ji bo rêbirekî hatine. Min her roj li perestgeh hîn dikir, we ez negirtim.” Û Nivîsên Pîroz li van peyvên Îsa vê şiroveyê zêde dikin:

Lê ev hemû ji bo ku nivîsên pêxemberan pêk bên, hatin nivîsîn”.

Wê demê hemû xwendekar Ew berdan û reviyan. Yên ku Îsa girtin Ew birin cem kahînê sereke Kayafa. Zanayên dînî û rûspî jî li wir civiyabûn.” (Matta 26:55-57)

Yê ku bahoz û pêlan kontrol dike, çima destûr da ku Wî bigrin, girê din û biherin?

Ji ber hezkirin û îtaetkirina Bavê Xwe ev tişt kirin.

Ji van hemûyan re destûr da ku we û min ji daraza bêdawî rizgar bike.

Ji wan re destûr da ji bo tevgerên wan, ji bo ku “bila Nivîsên Pîroz ên Pêxemberan pêk bên”.

Bi sedan sal berê pêxember Yeşaha wiha nivîsîbû: “Wekî berxikê ku ji bo şerjêkirinê têbirin, devê xwe venekir.” (Yeşaya 53:7)

Birahîm pêxember gotibû, “Dê berxika ji bo şewitandinê Xwedê Bixwe peyda ke.” (Afirîn 22:8)

Û Mûsa pêxember got, “Piştre kahîn, dê yekjiberxikênnêr bigire û pêşkêş bike… dê berxikê nêr li cihê pîroz ê ku pêşkêşiya gunehê lê tê şerjêkirin, şerjê bike.” (Leviyî 14:12-13)

Li tizana veşartî ya vir binêrin.

Kahînên ku li qurbangeha perestgehê bi kuştin û şewitandina berxikan berpirsiyar in, ew kes bûn ku Îsa ji bo kuştinê girtin. Lê dîsa jî der heqê Berxikêku dikirin qurban bikin de hemû pêxember nivîsîbûn, lê dîsa jî der heqê wî de tiştek nizanîbûn.

JI HÊLA RÊBERÊN DÎNÎ HATE DARIZANDIN

Îsa birin cem kahînê sereke yê berpirsiyar. Hemû kahînên sereke, rûspî û zanayên dînî li wir civiyan.” (Markos 14:53)

Rêberên dînî yên Cihû, bi şev, danişîneke derqanûnî çêkiribûn.

“Kahînên sereke û endamên din ên Heyeta Bilind, ji bo ku cezayê mirinê bidin Îsa şahidên li şahidên dijî wî digeriyan, lê nedidîtin. Digel ku gelek kes şahidiyên derewîn kirin, şahidiyên wan li hev negirtin.

Piştre kahînê sereke di nav civakê de rabû ser piyan û ji Îsa pirs kir, ‘Tu yê qet bersiv nedî? Çi ye ev ên ku li hemberî te şahidiyê dikin?”

Lê Îsa dîsa qet deng nekir, qet bersiv neda.

Kahînê sereke dîsa jê pirs kir, ‘Mesîhê Kurê Yê Bilind tu yî?’

Îsa got, ‘Ez im. Û hûn ê bibînin ku Benîadem li aliyê rast ê Yê biqudret rûdine û dê bi ewrên esman re bê.

Kahînê sereke kincên xwe çirandin û got, ‘Êdî çi hewce ye ji bo şahidiyan. We ev dijûn bihîstin!’ (Markos 14:55-56,60-63)

Kahînê sereke çima hêrs bû, kincên xwe çirandin û Îsa bi dijûnê tawanbar kir? Lewre Îsa got Kurê Xwedê ye û Benîadem –Mesîhê ku hemû pêxember der heqê Wî de nivîsîn- e. Îsa di heman demê de Xwe bi navê taybet ê Xwedê bi nav kiribû. “EZ IM!” Û Îsa ji Nivîsên pêxemberan têgihan girtiye û Xwe Dadgerê hemû serzemînê îlan kiribû: “Dê bibînin ku Benîadem li aliyê rast ê Yê biqudret rûdine û dê bi ewrên esmên ve bê.” 7 Kahînê sereke ji ber vê kincên xwe çirandibûn û ev gotin gotibûn:

“‘Êdî çi hewce ye ji şahidan re? We dijûn bihîst. Hûn ji vê re çi dibêjin?

Hemû biryar dan ku Îsa cezayê mirinê heq dike.

Hinek li ser Wî kirin, çavên Wî girtin û bi gulmistan lê dan. ‘Dê haydê, pêxemberiya xwe nîşan bide!’ digotin. Nobedar jî Ew xistin navbera xwe û lêxistin.” (Markos 14:63-65)

Hefsed sal berê Yeşaya pêxember, êşên Mesîh ên ku dê bi daxwaza xwe bikêşe, da zanîn: “Min pişta xwe vekir ji yên ku li min xistin re. Min rûyê xwe dirêj kir ji yên ku rihê min jê kirin re. Min ji dijûnan, ji tûkirinan rûyê xwe veneşart.(Yeşaya 50:6)

JI HÊLA RÊBERÊN POLÎTÎK HAT DARIZANDIN

Dema roj derket, kahîn û rêberên dînî Îsa bir cem Pontius Pilatusê ku Waliyê Roma yê Yahudiyeyê ye. Rêberên dînî ji Pilatus xwestin ku bila ji bo çarmixkirina Îsa hukm bidin. Wê demê Cihû di bin serweriya Împaratoriya Romayê bûn û xwedî rayeya cezakirina mirinê ya sûcdarekî nebûn.

Di dema “darizandinê” de Pilatus sê caran got, “Ez qet sûcekî nabînim!” lê qerebalix ji hêla kahînên ku Şeytên ew tehrîk kirin, hatin kişkişandin û dengê xwe zêdetir bilind kirin, “Bila bê kuştin, bila bê kuştin! Bila bê çarmixkirin! Wî li çarmixê bixe!” 8

Pilatus radestî rêberên dînî bû û Îsa mehkûmî cezayê herî giran a zagona Romayê kir: qamçîkirineke wehşî ya ku bi perçekirina çerm hstî derdikevin holê û piştre jî çarmixkirin.

Û piştî ku Îsa da qemçîkirin, radestî leşkeran kirin ku ew li çarmixê bixin.

Piştî leşkerên Walî, Îsa bir qonaxa Walî, û hemû tabûr li ser Wî civiyan. Ew tazî kir û xifatanekî sor xist ser Wî. Ji striyan tacek çêkirin û danîn ser serê Wî. Qamîşekî xistin destê Wî yê rastê. Li ber wî rûniştin ser çokê xwe û henekên xwe pê kirin, ‘Silav ji te re ya Kralê Cihûyan.’

Piştre kirin ser wî, qamîş girtin û li serê Wî dan.

Piştî ku wisa henekên xwe pê kirin, xiftan ji ser Wî derxistin û kincên Wî lê kirin û birin ku li çarmixê bixin.” (Matta 27:26-31)

ÇIYAYÊ REB

Bi vî awayî Rebê Bilindahiyê –Bedena wî ya pîroz ya ku bibû dêza goşt û xwîna perçekirî, Serê Wî yê ku taceke ji sitrûyan hildigirt, û li pişta Wî çarmixeke giran a texte- bir derveyî bajêr û bir çiyayê ku du hezar sal berê Brahîm li ser pêxemberiyê kiribû:

“Berxikê ji bo şewitandinê dê Xwedê Bixwe peyda bike… Dê li çiyayê Reb bê peydakirin.” (Afirîn 22:8, 14)

Hemû unsûr li cihekî civiyabûn — mirov, usûlên darezandinê, Kes, cih.

Her tişt wekî ku pêxember berê dabûn zanîn, pêk dihatin.

Ji bo karê serdeman wext hatibû.


1. Yeşaya 53; Mezmûr 22. Di heman demê de li ayetên Daniel 9:24-27 ên ku xetên bingeh ên plana Xwedê ya ji bo serdeman çêkiriye, binêrin. Beşeke tam plana Xwedê wiha bû: “Mesîh dê bê kuştin û dê kesê ku piştgirî bide Wî tune be.” (Daniel 9:26)

2. Matta beşên 21-25.

3. Rastî îxanetê hat: Binêrin Mezmûr 41:9; Zekeriya 11:12-13 û Matta 26:14-16; 27:3-10.

4. Dema Cihû cejna Fishê ya salanî pîroz dikin, Îsa dê yên biîmanan ji xezaba Xwedê ya hemberî gunehê rizgar bikira û dê bûya qurbanê Fishê dawÎ û serasa. “Lewre Berxikê me yê Fishê Mesîh ji bo me hat qurbankirin.” (Korîntiyên 1., 5:7)

5. Mizgîniya Yuhanna, beşên 13-17.

6. Peyvên Îsa yên ku ji kesên ji bo girtina Wî hatibûn re gotibûn, hêsan bûn: “EZ IM.” Biwêja “Ez Ew im”, ji hêla wergêrên Îngîlîz wiha hatiye wergerandin; lê peyva “Ew” di metna Grekî de tune ye. Îsa diyar dikir ka Kî ye: Yê ku Bixwe Çêbûye, yê ku ji esmên hatiye “EZ IM.” Îsa dema got “EZ IM”, sedema rêberên dînî û leşkeran ku ketin paş, ev peyva Îsa bû.

7. “Di bînahiyên şev de min dît yekî ku dişibe benîadem, bi ewrên esmên hat!” (Daniel 7:13) Nîşe: Kevneşopiyek bû ku kesekî ji bo nîşandana şîn û hêrsa pir, kincên xwe diçirandin. Çi ecêb e ku, di zagona ku Xwedê ji Musa re da ev biwêj hebû: “Ji nav kahînên din, serkahînê ku rûnê Meshê li ser serê wî tê rijandin û ji bo ku kincên taybet li xwe ke tê pejirandin, dê porê xwe belav neke, kincên xwe neçirîne.” (Leviyî 21:10). Kayafa bi vê çalakiya xwe (Matta 27:65; Markos 14:63) wekî serkahîn xwe bixwe dîskalîfiye kir. Îsayê ku ji bo bedena xwe wekî qurban pêşkêş bike hatiye serzemînê, bû serkahînê nû yê bêdawî. Yê ku bikaribe mirovê gunehkar bi Xwedayekî pîroz li hev bîne, tenê Ew e (Îbranî 2:17; 3:1; 4:14-16; 7:26; 8:1; 9:11,25; 10:19-22).

8. Yuhanna 18:38; 19:4,6; Yuhanna 19:15; Lûka 23:21

Kurmanji English Chapter Title : 

23. Fulfilling Scripture

Pages