20
QURBANEKE GIRÎNG

Hemû malbat tê der dora wî.

Heywanê ku bi zorî situyê wî tê xwarkirin, li erdê tê dirêjkirin.

Kal û ciwan hemû tev de destê xwe didanin ser pez an jî ser destê bav ku kêr digire.

Piştî derbeke lezelez jiyana heywên li ser axê mîna nebzê davêje.

Pêşkêşiya qurbanê bi vî awayî hatiye cih – heya sala bê dê dîsa bê dubarekirin.

“Di Cejna Qurbanê de” — Eyd el-Adha —Misilman bûyereke Pirtûka Pîroz a ku çar hezar sal berê pêk hatiye, nîşan dikin; di vê bûyerê de Xwedê ji bo ku li şûna kurê Birahîm bimire beranekî şandibû. 1 Qur’an kurtasiya vê çîroka klasîk wiha vedibêje: “Me jê (Birahîm) re qurbanekemezin da û ew (Îsmaîl) rizgarkir.” (Sûre 37:107)

Ji bo famkirina temamiya vê çîroka dramatîk, em vegerin pirtûka Afirînê.

BIRAHÎM

Birahîm 2 B.M nêzî sala 2000an li welatê Urê ku îro wekî Iraq tê zanîn, hate dinyayê. Wekî her kesî ku ji nifşa Adem hatiye, ew jî bi xwezaya gunehê hat dinyayê. Digel ku Birahîm di nav wan kesên ku putan diperêsin mezin bû, bû kesekî ku ji yek Xwedayê rast re îman kir. Birahîm îro li dijî gelek kesan, baweriya dê-bavê wî çi be bila bibe, wisa nedifikirî ku divê girêdayî baweriya wan bibe.

Birahîm jî wekî Habîl, bi rêya xwîna herikî ya heywanên qurbankirî nêzî Xwedê bû.

Dema Birahîm bû heftê û pênc jina wî bû şêst û pênc salî, REB jê re xuya kir û wiha got:

Welatê xwe, nasên xwe, mala bavê xwe berde, here welatê ku ez ê nîşanê te bidim. Ez ê te bikim neteweyeke mezin û ez ê te pîrozînim. Ez ê te navdar bikim, tu yê bibî çavkaniyê bereketê. Ez ê wan kesên ku te pîrozî dikin, pîrozînim, kesên ku te lanet dikin, lanet bikim. Û hemû gelên serzemînê bi rêya te bêne pîrozandin.” (Afirîn 12:1-3)

Xwedê wehd kir ku dê bi rêya Birahîm dê “neteweyeke mezin” çêke ku hemû neteweyan rizgar bike. Ev netewe dê “mezin” bûya, lê ne bi hejmaran, bi girîngîya xwe dê mezin bûya.

Ji bo pêkhatina vê neteweya nû, Xwedê ji Birahîm û jina wî Seray a ku zarokên wê tune ne re ferman kir ku bila ber bi wî welatê ku ji nifşên wan –digel ku hê qet zarokên wan tunebûn- re wehdkirî ye, ve biçin.

Birahîm ji wehdên Xwedê re ku pêkanîna wan nemumkin xuya dibûn çi bersiv da? Birahîm baweriya xwe bi Xwedê anî û jê re îtaet kir, mala bavê xwe berda û ber bi welatê Kenan ê ku îro wekî Îsraîl tê zanîn, ve çû.

ÎMANA BIRAHÎM

Piştî ku Birahîm gihîşt Kenanê, Xwedê jê re wiha got: “Ez ê van axan bidim ezbetate. Birahîm [Avram] li wir ji Xwedayê ku jê re xuya bû re pêşkêşiyek çêkir.” (Afirîn 12:7)

Wehda Xwedê, gava şert û mercên wî welatî dihat fikirîn, mirov matmayî dihişt. Lewre li welatê Kenanê gelek komên mirov ên ji hev cuda dijiyan. Birahîm û ezbeta wî dê çawa xwedî vî welatî bibûna? Ezbeta wî û ya jina wî tune bû.

Bînin li ber çavên xwe ku kal û pîrekê ji welatekî dûr ji bo ziyaretê têne welatê we. Dema bêne welatê we hûn ê ji vê kal û pîrê re wiha bêjin: “Rojekê hûn û nifşa we xwedî vî welatî bibin!” Kalik dê bikene û wiha bêje: “Pir komîk e! Ez ne xwedî ezbetekê me jî! Ez mêrikekî kal im; zarokên min tune ne û jina min nikare zarok bîne û hûn ji min re dibêjin ku dê nifşa min zêde bibe û xwedê vî welatî bibe! Hûn nexweş in qey?”

Va ye wehda ku Xwedê ji Birahîm re da wehdeke wisa bû ku mirov heyirî dihişt. Birahîm li hemberî vê wehdê çi kir? Nivîsên Pîroz dibêjin ku “Ji Reb re îmankiriye û Reb jî ev wekî rastî hesibandiye.” (Afirîn 15:6) Ji ber ku Birahîm ji wehdê Xwedê mîna îmana zarokekî îman kir, Xwedê ev îman rastî qebûl kir. Birahîm piştî mirina xwe dê li Bihuştê bi REB re heta hetayê jiyana xwe berdewam bikira.

Di metna orîjînal a Îbrankî de beramberê peyva “îman kir”, aman e û biwêja “Amîn!”ê ji vê peyvê tê; tê wateya “Bila wisa be!” an jî “Ya ku tê gotin rast e û bawerî jê tê!”

Ji kerema xwe bala xwe bidin vê xala girîng; Ji Reb re îman kirin, bihîstina tişta ku Ew dibêje ye û jidil jê bawerîkirin û bersivdayîna “Amîn!” e. Ev îman bi qasî îmana zarokekî ku bi Xwedê re têkilî çêdike saf û bêguman e. Rast qebûlkirina me ya Peyva Xwedê dê bi tevgerên me kifş bibe. Îmana Birahîm bi hilbijartina wî ya rêya rast hat pejirandin; Birahîm ji bo şopandina Xwedê pişta xwe da bavê xwe.

Birahîm ji Xwedê re îman kir û bi vî awayî paqij hat hesibandin û ji Birahîm re dostêXwedê hat gotin.” (Yaqûb 2:23)

Birahîm dostê Xwedê bû, lewre ji Peyva Xwedê bawer kir. Lê dîsa ew rewş nayê wê wateyê ku Birahîm di hemû dema jiyana xwe de ji Xwedê bawer kiriye. Xwedê bi zagonî da zanîn ku ew bi awayekî nuwaze rast e, lê Birahîm di çalakiyên xwe yên jiyana xwe ya rojane de ne nuwaze bû. Nivîsên Pîroz guneh û xetayên pêxemberan venaşêrin.

ÎSMAÎL

Birahîm û Seray li welatê Kenanê wekî koçber jiyan, li konan rûniştin, ji cihekî çûn cihekî din û wisa jiyana xwe domdar kirin. Bi demê ve heywanên nav garana Birahîm zêde bûn.

Ji ser wehda Xwedê ku dê Birahîm bikira neteweyeke mezin, deh sal derbas bibûn. Niha Birahîm heştê û şeş û jina wî jî bibû heftê û şeş salî û hê qet zarokên wan tune bûn. Ku ezbeta wî tune be dê Birahîm çawa bûya nifşeke mezin? Birahîm û jina wî ji bo Wehd bê cih biryar dan ku “alîkarî” Xwedê bikin.

Birahîm û jina wî li şûna ku bimînin li Xwedê ku Plana Xwe di Dema wê de pêk bîne, xwestin ku li gorî hisê selÎm û çanda herêmî tevbigerin. Seray, keça cêrî ya Misirî ku navê wê Hacer e, da mêrê xwe Birahîm; dê Birahîm bi Hacer re raketa û dê bi vî awayî zarokên wan çêbûna. Hacer ji Birahîm re kurek anî, navê wî Îsmaîl danîn.

Ji ser de sê sal derbas bûn, dema Birahîm bû nod û neh salî, Yê ku Hêza Wî Têra Her Tiştê Dike ji Birahîm re xuya kir û jê re got dê ji jina wî Seray jê re kurekî çêbe:

Birahîm ser rûyê xwe li erdê rûnişt û keniya. Di dilê xwe de got, ‘Mêrekî sed salî dikare xwedî zarok bibe? Serayê nod salî dikare zarok bîne?’ Piştre ji Xwedê re got, ‘Xwezî te Îsmaîl wekî wêrisê min qebûl bikira!’ Xwedê jê re got, ‘Na, lê jina te Sara dê ji te re kurekî bîne, tu yê navê wî Îshaq bikî. Ez ê bi wî û bi nifşa wî re peymana xwe heta hetayê bidomînim. Ku em li Îsmaîl binêrin, min tu bihîstî. Ez ê wî pîrozînim, bi bereket bikim û ezbeta wî çi qas dikare zêde bikim. Dê bibe bavê dozdeh mêjiyan. Ez ê nifşa wî bikim neteweyeke mezin. Lê belê ez ê peymana xwe sala bê bi kurê te Îshaq yê ku dê Sara bîne dinyayê re bidomînim.” (Afirîn 17:17-21)

ÎSHAQ

Xweda wehda xwe anî cih. Seraya nod salî ji Birahîm re kurekî anî û navê wî kirin Îshaq.

Zarok mezin bû. Gava dev ji şîr berda, Birahîm mihrîcaneke mezin çêkir. Lê Sara dît ku kurê Hacerê Misirî Îsmaîl ê ku ji Birahîm çêbû henekên xwe dike.” (Afirîn 21:8-9)

Îsmaîl plana Xwedê ya der heqê Îshaq de neeciband; Xwedê ji bo ku rastiya xwe bigihîne cîhanê û rizgariyê bînê dê Îshaq bi kar bianiya. Îsmaîl li şûna ku vê plana Xwedê biecibîne, bi zirbayê xwe re henekên xwe kir. Bêhntengiya ku ji ber vê çêbû ew qas mezin bû ku, Birahîm di dawiyê de mecbûr bû ku Îsmaîl û Hacer şand. Ji bo Birahîmê ku ji kurê xwe Îsmaîl pir hez dike, ceribandineke pir biêş bû ev.

Lê belê Xwedê ji Birahîm re got, ‘Ji bo kurê xwe [Îsmaîl] û cêriya xwe [Hacer] xemgîn nebe… lewre nifşa te dê biÎshaq berdewam ke.’ Dema zarok [Îsmaîl] mezin dibû Xwedê bi wî re bû. Zarok li çolê jiya û bû tîrbaz. Dema li çola Paranê dijiya diya wî jê re jineke Misirî stend.” (Afirîn 21:12, 20-21)

Wekî ku REB soz da, Îsmaîl bû bavê neteweyeke mezin a ku Xwedê cur be cur bi bereket kiribû. Lê dîsa jî REB ji Brahîm re bi awayekî zelal da zanîn ku dê rizgariya cîhanê bi “Îshaq re” pêk bîne.

ÎSRAÎL

Piştre Îshaq zewicî û kurên wî yên cêwî yên bi navê Esav û Yaqûb çêbûn. Xwedê “Dê ji îro pêv navê te bibe Îsraîl” (Afirîn 35:10) got û didawiyêdeji Yaqûb re navekî nû da. Yaqûb xwedî dozdeh zarokan bû, Xwedê ji van dozdeh kuran ku di dema Mûsa de kalikên dozdeh êla Îsraîl bûn, neteweyeke çêkir. REB nifşên Birahîm, Îshaq û Yaqûb wekî “gelê xwe yê bijartî” bi nav kir. 3

Xweda çima ew bijartin? Ew ji neteweyên din çêtir bûn? Na. Esas Xwedê ji wan re “bi hejmare ji wan kêmtir in” got (Dubareya Zagonê 7:7). REB vî gelê Îbranî yê ku zeîf, bêqewet û biçûkxistî bijart, lewre dixwest ku di plana Wî ya rizgariyê de bila tu keda mirov tune be û tu kes pesna xwe nede.

Xwedê ji xebata wisa hez dike.

Ji bo yên ku tiştên dinyayê girîng dibînin hîç bike, yên ku dinya negirîng, bêesil, bênirx dibîne hilbijart. Hingî bila li ber Xwedê tu kes pesnê xwe nede” (Korîntiyên 1., 1:28-29)

KANALEKE RAGIHANDINÊ

Xwedê wisa sêwirandibû ku dê bi rêya vê neteweya nû peyama xwe ragihanda çarhawirê serzemînê. Hê radyo û televîzyon tunebûn, Xwedê vê “kanala ragihandinê” afirand, lê belê dê bandora kanala ragihandinê ji ya radyo û televîzyonê zêdetir bûya. Karên biqudret ên Xwedê yên nav vê neteweyê, dê di hemû dinyayê de bihata bihîstin. Mînak, ku em li Nivîsên Pîroz binêrin, em ê bibînin ku ev şahidiya jineke Kenanî hatiye nivîsîn: “Dema hûn ji Misirê derketin, me bihîst ka REB li ber we çawa Deryaya Sor zuwa kir… XwedayêweREB hem li jorê li asîmanan, hem li jêrê li serzemînê Xweda ye.” (Yeşû 2:10-11)

Xwedê di heman demê de dê ji vê neteweyê pêxemberên ku dê Nivîsên Pîroz binivîsin jî hilbijarta.

Ya herî girîng jî, Xwedê dê dîsa ji rêya nifşekê, Nifşeke ku ji dinyayê re bibe kanala bereketê çêkira. Wekî ku me berê jî dît (di beşa 16. de), ev Nifş, dê ji yekê bakîre, ji bo ku ji keçeke feqîr a Cihû çêbe dê ji esmanan bihata, dê Ezbeta jinekê ya wehdkirî bûya.

Em bipejirînin jî nepejirînin jî ev neteweya kevn kanala ragihandinê ya ji hêla Xwedê ve hatibû çêkirin ku rastiya Xwedê û bereketên Wî yên bêdawî ji her kesî cîhanê re pêşkêş dikir. Û her tişt gava Xwedê ji Birahîm re got terka mala bavê xwe ke û here warê Kenanê dest pê kir.

Du beşên girîng ên peymana mezin a ku Xwedê bi Birahîm re kir, hebûn:

  1. “Ez ê te bikim neteweyekemezin û ez ê te pîrozînim…”
  2. “Û hemûneteweyênserzemînê bi rêya te bêne pîrozandin.”

Hezkirina Xwedê tenê bi komeke taybet re ne bisînor e. Xwedê tenê nexwest Birahîm û Îsraîl bi bereket bike. Dilê wî yê dilovanî, bêriya “hemû kesên rûzemînê” dike. Di Peymana Kevn de gelek çîrok hene ku dibêjin, Xwedê ji bo ku ji hemû netewe û komên zimên ên serzemînê re Lutfa xwe pêşkêş bike neteweya Îsraîlê ya ku bi hejmaran kêm in û serhişk in, bi kar anî. 4 Armanca Xwedê ya bi rêya vê neteweya ku biçûk tê dîtin ve, bereketkirina hemû neteweyên din ew e ku divê di Pirtûka Pîroz de gava ew her beşa ku REB Îsraîliyan ji wan kesên ku dixwazin wan qirim bikin diparêze tê xwendin, bi bîr bê.

Xwedê piştgiriyê dida wan, lê sedema vê ne ew bû ku Îsraîlî ji neteweyên din çêtir bû, piştgiriyê dida wan, lewre bibiryar bû ku bi rêya wan hêza xwe û hişmeta xwe nîşan bide û rizgariyê bîne cîhanê; Îsraîlî ew kanal bûn ku vê armanca Xwedê pêk bînin. Xwedê dema nifşên Birahîm, Îshaq û Yaqûb diparast, di heman demê de hemû Bereketên ku dixwest pêşkêşî “hemû mirovên serzemînê” bike, diparast.

Ya girîngtir ew bû ku navdariya REB Xweda di xetereyê de bû. Wî li ser navê Xwe yê mezin sond dixwar ku dê bi rêya vê neteweya zeîf û biçûkxistî hemû neteweyan bi bereket bikira. 5

Xwedê wehda xwe dê ji bo rûmeta navê xwe bi hûrbijer û teqez bianiya cih. Ku navdariya navê me an jî rûmeta malbata me di xetereyê de bûya, me yê bi heman awayî tevnegeriya?

XWEDÊ BIRAHÎM DICERIBÎNE

Werin em vegerin ser çîroka klasîk a der heqê qurbana mezin û girîng a Birahîm.

Dorhêla çîrokê ev e: Birahîm pir kal bibû. Bi salan bû Îsmaîl şandibû. Tenê Îshaqê kurê Birahîm li malê mabû.

Xwedê dikir ji îmana Birahîm re ceribandineke mezin bikira. REB Xweda di heman demê de dikir ji cîhanê re hin mînak û pêxemberî nîşan bide der heqê plana xwe ya ku dê zarokên Adem ji cezayê mirin a gunehê rizgar bike de.

Piştre Xwedê Birahîm ceriband. Bang li Birahîm kir, ‘Birahîm!’. Birahîm got, ‘Ez li vir im!’ Xwedê jê re got, ‘Rahêle Îshaq, kurê xwe yê yekane, û here herêma Moriya. Li wir li çiyayekî û ez ê nîşanê te bidim kurê xwe wekî pêşkêşiyekî şewitandinê pêşkêş bike.” (Afirîn 22:1-2)

Xweda Birahîm beraliyê çiyayekî kir ku li wir kurê xwe yê yekane bikuje û piştre li qurbangehekê bişewitîne! Çi daxwazeke metelhiştî! Ev daxwazeke wisa bû ku Xwedê tu car ji kesekî nekiribû û dê ji tu kesî nekira. Lê dîsa jî deynê gunehê yê Îshaq –wekî hemû nifşa Adem- hebû, ji ber vê daraza ku der heqê wî de dihat dayîn biedalet bû: mirin.

Birahîm şeveqê rabû. Kerê xwe palan kir. Du xulamên xwe û Îshaq tev xwe birin. Piştî ku ji bo şewitandinê dar qelaştin, berê xwe da cihê ku Xwedê jê re got.” (Afirîn 22:3)

Birahîm baweriya xwe bi Xwedê anî, lê ne hêsan bû. Sê roj ku bi êş derbas bû, bi kurê xwe û her du xulamên xwe re rêwîtî kirin, her gavên wan ew nêzî cihê înfazê dikirin.

Birahîm roja sêyemîn cihê xwe yê ku biçe ji dûr ve dît. Ji xulamên xwe re got, ‘Hûn li vir, li cem kerê min bimînin. Ji bo perestinê ez û kurê min biçin wir û em ê bi hev re vegerin.’” (Afirîn 22:4-5)

Birahîm ji xulamên xwe re got, ‘Em ê bi hev re ve vegerin cem we.’

Ku Îshaq bihata kuştin û li ser qurbangehekê bihata şewitandin, dê Birahîm û kurê wî bi hev re çawa dikarînvegerin? Di beşeke Nivîsên Pîroz de bersiva vê tê dayîn. Ji ber ku Xwedê wehd kiriyê dê ji Îshaq neteweyeke mezin çêke, Birahîm bawer kir ku piştî qurbankirina kurê wî dê Xwedê dîsa ew vejîne. 6 Birahîm hîn bibû ku REB Xweda her tim wehdên xwe bi cih tîne!

XWEDÊ QURBANEKE DIŞÎNE KU DIKEVE ŞÛNA ÎSHAQ

Birahîm darên qelişandî yên ji bo şewitandinê li Îshaq bar kir. Agir û kêr bixwe girt, û bi hev re meşiyan.” (Afirîn 22:6)

Dema bav û kur bi hev re meşiyan, Îshaq bang li Birahîm kir:

Bavo!

Birahîm bersiva wî da, ‘Kerem ke kurê min!’

Îshaq jê pirs kir, ‘Agir û dar li vir in, lê berxika pêşkêşiya ku bê şewitandin li kû ye?

Birahîm got, ‘Kurê min, dê Xwedê bixwe berxika pêşkêşiyê bide ji bo şewitandinê.’ Her du berdewamê meşê kirin.

Dema ghiştin wî cihê ku Xwedê jê re diyar kiribû, Birahîm qurbangehek çêkir. Dar xist ser wê. Kurê xwe Îshaq girêda û li ser wan daran dirêj kir. Ji ber ku wî şerjê bike rahişt kêrê xwe.

Lê belê milyaketê REB ji esmanan bang kir, ‘Birahîm, Birahîm!’ Birahîm bersiv da, ‘Va ye ez li vir im!

Milyaket got, ‘Tevlî zarok nebe. Jê re tiştek neke. Niha min fam kir ku tu ji Xwedê ditirsî, tê kurê xwe yê yekane ji min texsîr nekir.’

Dema Birahîm çavên xwe rakirin û li derdor nêrî, beranekî dît ku li pişt wî disekine û stroyên wî ketine deviyan.” (Afirîn 22:7-13a)

Reb tevlî bû. Dê kurê Birahîm ji cezayê mirinê bihata texsîrkirin!

Birahîm li derdora xwe nêrî û li dûr, li pişta heman çiyê bala xwe da ku di nav deviyan de tiştek diçe tê. Ev çi bû? An, an…dibe ku bibûya? Erê! Hemd û sena be ji Xwedê re!

“Beranekî ku stroyên wî ketiye deviyan û bêqisûr!”

Xwedê li gorî ‘Zagona pêşkêşiyê ya qurbanê’ qurbanek dabû ku bikeve şûna gunehkaran.

Birahîm çû beran anî. Li şûna kurê xwe ew wekî pêşkêşiya şewitandinê pêşkêş kir.” (Afirîn 22:13b)

Kurê Birahîm çima ji vê daraza mirinê ku li ser wî hukm bibû rizgar bû? “Li şûna kurê Birahîm” beran miribû.

Xwedê qurbaneke dabû ku ketibû şûna gunehkaran. 

REB DÊ PEYDA BIKE

Û Birahîm navê wir kir Yahve yire (REB peyda dike). Peyva ‘Dê li çiyayê Reb peyda bibe’, ji ber vê îro jî tê gotin.” (Afirîn 22:14)

Birahîm piştî ku li şûna kurê xwe beran kuşt, çima ji wir re navê ‘REB peyda bike’ danî? Birahîm çima ji wir re navê “Reb peyda kirnedanî?

Birahîm pêxember bi peyvên xwe yên “REB peyda bike” re bûyereke pêşerojê ku dê ji wê rojê nêzî du hezar sal şûn de pêk bê, daxuyan dikir. Lewre Reb ne ku tenê kesekî ji mirinê filitîne, ji bo hemû dinyayê kefareteke bêkêmasî û dawînî bîne dê li ser pişta vî heman çiyê (piştre bajarê Yeruşalimê li vir ava bû) qurbaneke din peyda bikira.

Dema Birahîm bi kurê xwe Îshaq re hêdî hêdî ber bi çiyayê ku dê qurban bihata pêşkêşkirin ve diçûn, ji kurê xwe yê ku bi zorî dimeşiya çi got tê bîra we? Ji wî re wiha got:

Dê berxika pêşkêşiyê ku dê bê şewitandin Xwedê bixwe bîne.”

Tişta ku Birahîm qal dikir çi bû? Xwedê berxikekê peyda kiribû ku bikeve şûna kurê Birahîm û bimire? Na, Xwedê berxikek peyda nekir. Xwedê beranek peyda kir. Naxwe gava Birahîm pêxember gava got dê Xwedê ji bo wî berxikekpeyda ke, xwest çi bêje?

Bersiva metelhiştî ya vê pirsê dê nêzîk de derkeve holê, lê bêrî vê divê çend çîrok jî bên vegotin.


1. Eyd el-Adha di Îslamiyetê de cejna herî girîng a salê ye. Ev cejn ji bo bîranîna Xwedê ku ji Brahîm re li şûna qurbankirina kurê xwe beranek şandibû, tê pîrozkirin. Li gorî baweriya Misilmanan, kurê ku li qurangehê hatibû dirêjkirin ne Îshaq, lê belê Îsmaîl bû – a rast Qur’an tu car diyar nake ku ev kur Îsmaîl û Pirtûka Pîroz bi aşkere dibeje ku ev kur Îshaq e. Qurbana eydê, ji hêla hemû Misilmanên cîhanê tê bicihanîn. Ev qurban di heman demê de, di pêkanîna Hecê ya ku li Mekkeyê ye, wekî merasîmekê tê kirin. Rêwiyên Hecê piştî duaya Eydê ku sibehê tê kirin, xwîna heywanekî (bi gelemperî pez an jî çêlek) dirêjin û rêwîtiya Hecê diqedînin. Piraniya Misilmanan difikirin ku ev merasîm ji wan re “ji nû ve zayîn” dide û ku van merasîman bêkêmasî temam bikin ji gunehên xwe têne paqijkirin. Lê Misilman dîsa jî qebûl dikin ku ev merasîm ewledariya rizgariyê nade, lewre piştî qedandina Hec û qurbana Eydê, gunehên ku dikin dîsa li ser hev kom dibin. (Di vê mijarê de ji bo hînbûna nêrîna Pirtûka Pîroz, beşên Îbranî 10 û Yuhanna 3 bixwînin.)

2. Navê Brahîm berê Avram bû, min di YEK XWEDA YEK PEYAM de ji ber ku cihê me tune bû ev beşa çîrokê rave nekiribû. Ji bo hînbûna temamiya çîroka der heqê Brahîm de, li beşa Afirîn 17 binêrin, beşên Afirîn 11-25 bixwînin; di heman demê de beşên Romayî 4, Galatyayî 4 û Îbranî 11 bixwînin.

3. Dubareya Zagonê 7:6-7; 14:2

4. Em çend mînak bidin der heqê Xwedê de ku neteweya Îsraîlê ji bo bereketkirina qelê ku ne Cihû ye bi kar aniye: Naomiya keça Brahîm e, ji du jinên Moavî yên bi navê Orpa û Rut (Rut) û pêxember Îlyas ji jineke jinebî ya Sarefatî (Qralên 1., 17; Lûka 4:26) re bûn bereket. Yunus bi dilxwazî nebe jî, ji Nînovayiyan re peyama rizgariyê ragihand (Yunus). Qral Silêman ji Qraliçeya Erebîstanê Saba re bû bereket (Qralên 1., 10; Lûka 11:31). Daniel gelê Babîlê bi bereket kir (Daniel 1-6). Ester û Mordekay ji Împaratoriya Pers re bereket anîn (Ester)…

5. Afirîn 12:2-3; 22:16-18; Îbranî 6:13-20; Yuhanna 4:22; Karên Elçiyan 1-10 hwd.

6. Dema Brahîm hat ceribandin, Îshaq wekî qurbanekî bi îman pêşkêş kir. Brahîmê ku wehdan girtibû, dikir kurê xwe yê delal qurban bikira. Lê Xwedê jê re gotibû, ‘Dê nifşa te bi Îshaq berdewam ke.’ Brahîm fikirî ku Xwedê dikare miriyan jî vejîn e, her wiha Îshaq bi awayekî sîmgeyî ji mirinê dîsa wergirt.” (Îbranî 11:17-19).