December 2013

 
  YEK XWEDA
YEK PEYAM
 
    NEPENÊ KEŞF BIKE
DEST BI RÊWÎTIYÊ BIKE
 
   
    P.D. Bramsen  
   

Kurmanji English Title: 

One God One Message

Kurmanji Author: 

Bramsen, P.D.

Kurmanji English Author Name: 

Bramsen, P.D.

Naverok

Naverok

  Pêşgotin  
  Beş 1  
  Amadekariya Rêwîtiyê  
  Rûbirûbûna Bi Astengiyan Re  
1. Rastiyê Bikire  
2. Ji Heqê Astengiyan Derketin  
3. Hat Guhertin An Hat Parastin?  
4. Zanist Û Pirtûka Pîroz  
5. Îmzeya Xweda  
6. Şahidiya Hevgirtî  
7. Bingeh  
  Beş 2  
  Rêwîtî  
  Vedîtina Tişta Ku Nayê Zanîn  
8. Xweda Yekî Çawa Ye?  
9. Tu Kes Naşibe Wî  
10. Aferîdeyekî Taybet  
11. Destpêka A Xerab  
12. Zagona Guneh Û Mirinê  
13. Dilovanî Û Edalet  
14. Lanet  
15. Aciziya Duhêl  
16. Ezbeta Jinekê  
17. Dibe Ku Ev Kes Kî Be?  
18. Pêşnûmaya Bêdawî Ya Xweda  
19. Zagona Qurbanê  
20. Qurbaneke Girîng  
21. Xwîna Ku Bêtir Dirije  
22. Berx  
23. Pêkhatina Nivîsên Pîroz  
24. Hemû Hat Dayîn  
25. Mirin Têkçû  
26. Dîndarî Û Dûrmayîna Ji Xwedê  
  Beş 3  
  Dawiya Rêwîtiyê  
  Berovajîkirina Lanetê  
27. Qonax 1: Bernameya Xweda Ya Berî Ya Niha  
28. Qonax 2: Bernameya Xweda Ya Niha  
29. Qonax 3: Bernameya Xweda Ya Bê  
30. Beşên Ku Ji Bihuşta Dahatûyê Hatine  
  Nîşandan  
  Gotina Dawî  
  Têbinî  

Kurmanji English Chapter Title : 

Contents

Pêşgotin

PÊŞGOTIN

Kalemêrê ku yek ji rûsipiyên gund bû, ji hevalê min re got: ‘’ Ji ber karên xwe yên qenc tu heq dikî biçî bihuştê, lê ji ber peyama ku tu weaz dikî cihê ku tu heq dikî biçê dojeh e! ’’

Hevalê min û xanima wî ji jiyana xwe deh sal li gundê vî zilamî yê li qiraxa Sahraya Mezin, buhurandibûn. Li wir him projeyeke avdanê disepandin him jî li klînîkeke tibê ya ku wan ava kiribû, nexweş rihet dikirin. Di heman demê de ji bo hemû kesên ku xwestibûn guhdar bikin peyamên pêxemberê xwe rave kiribûn.

Li gorî fikra kalemêr ji bo ku hevalê min ‘’çûna bihuştê heq bike’’ çi kiribû? “Karên qenc’’ kiribûn.

Û ji bo “çûna dojehê heq bike” çi kiribû? Li gorî Pirtûka Pîroz “peyama” peyxemberan hîn kiribû. Gelo kalemêrê gundî di teqdîra xwe ya derbareyê karên hevalê min û mesaja wî de mafdar bû? Nîvenîv mafdar bû? An na bi temamî şaş bû?

Heger hûn ji fikra xwe ya li ser vê mijarê ne emîn bin, ev pirtûk ji bo we hatiye nivîsîn.

LI KU DERÊ

Ez li Emerîkayê ji dayik bûm, lê ev pirtûk li Efrîkayê hat nivîsandin.

Cih: Sahel 1, li Senegala li Efrîkaya Rojava herêmek.

Hawir: Banga nimêja sibehê qediya. Tîrêjên kinûş û porteqalî yên serê sibehê, silûeta asoyeke bi darên bixîz û bikelem xemilî, xêz dikin. Hewa vêga bi awayekî nuwaze hênik e, lê bîsteke din dê ev rewş biguhere. Ez li sifika mala me ya gund tevî kompîtera li ser çongên xwe rûniştî me. Banda şefaf ya plastîk ya li ser klavyeya min, wê ji toza Sahraya Mezin ya ku li hewa daliqî disekine, diparêze. Ji xeynî dengê kerekî ku bîstê carekê dizire û  yê dîkekî ku bang dide gund bi temamî bê deng e. Niha dengê ku guhên min dibihîzin tenê dengê tiktikîna tiliyên min ên li ser klavyeyê ne ku fikiran vediguherîne peyvan û peyvan jî vediguherîne metîn.

ÇIMA

Ez dinivîsim, lewre yê ku ez bi jiyan, kêfxweşî, tendurustî û armancê bi bereket kirim, mijarek da min da ku ez binivîsim.

Ez bi taybetî bi dilekî ji bo dostên min ên Misilman ên li Senegalê, ku min û jina xwe me zarokên xwe li wir xwedî kirin û beşeke dirêj ya jiyana xwe ya gihîştî li wir derbas kir, tije hezkirin û hurmet dinivîsim.

Ez dinivîsim, lewra di van salên dawiyê de ji Misilmanên li hemû derên dinyayê zêdeyî hezar posteyên elektronîk ji min re hatin. Divê ramanên wan, şîroveyên wan ên ku mirov dixin tevgerê û pirsên wan girîng bên dîtin.

Ez ji ber empatiya xwe ya bo pêşewayên dîn ên betilî û bêzar ên ku ji gotin û kilîşeyên çivanokî yên wekî “Pirtûka Pîroz rast e, lewra ew rasteqînîya xwe vedibêje!” an jî “Qur’an rast e, lewra tu kes nikare pirtûkeke wisa binivîse!” zêdetir tiştinan pêşkêş dikin, dinivîsim.

Ez dinivîsim, lewre ez marûzî derbên dilê mirovan bûm, dilê ku ji xeynî peyama hevgirtî ya Xwedayê yek û rast meyla wî li ser baweriya her tiştî ye.

ÇI

YEK XWEDA YEK PEYAM şansa herî mezin ya ku wê di jiyana we de bê pêşiya we, pêşkêşî we dike: derketina rêwîtiyeke bêtelaş bi rêberiya pirtûka ku li cîhanê di hemû deman de herî zêde hatiye firotin û keşfkirina peyama pêxemberê ku ev pirtûk nivîsiye. Ji bo kesên ku wê beşdarî vê rêwîtiyê bibin wê fersendên; ji heq derketina astengiyên bêhed(Beş I), nifûzkirina li herêmên nayên zanîn(Beş II), û ji nişkê ve ketina qiraliyeteke biheybet ya dîmenên giştî yên muhteşem û fersenda rastiya têrker(Beş III) bên dayîn.

JI BO KÊ

Ev rêwîtî di serî de ji bo kesên yekxwedaperest- kesên ku ji yek xwedayî bawer dikin- hat sêwirandin. Lê tevî her tiştî em dîsa jî kesên pirxwedaperest, qamûxwedaperest, humanîst û xwedênenas 2 jî bi memnûniyeta ji bo kesên ku ji yek xwedayî bawer dikin, pêşwazî dikin û ji wan re jî dibêjin‘hûn bi xêr hatin’ . Serpêhatî, ji bo hemû wan kesan e ku bo wan cihê ku wê bêdawîtiyê lê derbas bikin girîng e û ji bo vê yekê jî difikirin ku veqetandina dozdeh saetên xwe bo xwendina vê pirtûkê wê sûdewer be. Ev pirtûk bi dengê bilind nêzî dozdeh saetan dikare bê xwendin.

Paşeroja we, tiştên ku hûn jê bawer dikin an bawer nakin her çi be bila bibe, hûn jî vexwendiyê beşdarbûna vê rêwîtiya destanî ya seranserê Pirtûka Pîroz in ku gelek gelek kes dibêjin ku ew hurmetê didinê, lê ji van pir kêm kes biryara li ser fikirînê digirin.

Pêxemberekî, berî niha bi sê hezar salan bo Afirîner û Xwediyê gerdûnê ev dua pêşkêş kir: “Çavên min veke da ku, ez bikaribim nuwazeyên di zagona te de bibînim.’’( Mezmûr 119:18)

Dibe ku kêfa me ji hemû tiştên ku em dibînin re neyê, lê dîsa jî em derheqê dîtinê de neserketî nebin.

Hevalê we yê rêwîtiyê,

P. D. Bramsen


1. Sahel: Herêma nîv bejî ya ku çola Mezin a Sahrayê ya Afrîkayê ji daristanên bi baran ên tropîkal vediqetîne. Ev şerîta qûm û çîlê, ji Senegalê heya Misirê dirêj dibe.

2. Yên yekxwedayî ji Xwedayekî bawer dikin – yên pirxwedayî ji gelek xweda û xwedawendan bawer dikin, panteîst (qamûxwedaperestî)her tiştê wekî parçeyeke Xwedê dibînin, humanîstên dinyewî li şûna Xwedê mirov bilind dikin û ateîst dibêjin ku Xwedê tune ye.

Kurmanji English Chapter Title : 

Prologue

BEŞ I

BEŞ I
AMADEKARIYA
RÊWÎTIYÊ
RÛBIRÛBÛNA BI
ASTENGIYAN RE
 
1 – Rastiyê Bikire
2 – Ji Heq Astengiyan Derketin
3 – Hat Guhertin An Hat Parastin?
4 – Zanist Û Pirtûka Pîroz
5 – Îmzeya Xweda
6 – Şahidîya Hevgirtî
7 – Bingeh
   

Kurmanji English Chapter Title : 

Part 1

1. Rastiyê Bikire

1
RASTIYÊ BIKIRE
Rastiyê bikire û nefiroşe…”
— Pêxember Silêman (Wecîzeyên Silêman 23:233) 1)

Di hişê xwe de bisêwirînin ku hûn bi meşê dikevin cihekî dan û standinê  ku qelebalix e û bi milyaran mirovan tije ye.

Erê, bi milyaran.

Li pêşiya we bi qasî ku bi çavan neyên dîtin dûr, bi deh hezaran mexaze û firoşgeh hene. Dengê firoşkarên bixîret ji her derê digihê we; bang dikin, diqîrin, distrên, nîqaş dikin, lava dikin, dua dikin- hin ji wan bêyî ku biqîrin bi dengekî nermik, hin ji wan jî bi rêya hoperlorê îdîa dikin ku tiştê ku hûn ji bo kirîna wî hatine tenê li cem wan e:

RASTÎ!

Nekenin. Weşanxaneya Zanîngeha Oxfordê ansîklopediyek weşand ku tê de tê diyarkirin ku li ser rûyê cîhanê deh hezar dînên cuda hene. Û ev hejmar, bi hezaran terîqet û mezhebên di nav van dînan nahundirîne 2

Di vê rewşê de divê em çi bikirin? Em ji kê bawer bikin wê rast be?

Heger bi tenê yek Xwedayê rast hebe û heger wî rastiya derheqê xwe de û sêwirîna xwe ya li ser mirovatiyê aşkere kiribe, dê çawa mimkun be em bi wî û plana wî bihisin?

Berî niha bi çar hezar salan Eyûb Pêxember pirseke wekî vê pirsî:

Zanatî li ku peyda dibe? Cihê aqil ku ye? Mirov bi qîmetê wê nizanin… Berdêla wê bi zêrê safî nayê dayîn, qîmetê wê bi zîv nayê pîvan… Qîmetê Zanatiyê ji micewher bilindtir e.’’ ( Eyûb 28:12- 13, 15, 18)

Wexta ku em li jiyanê rê dikudînin ma em mecbûr in ku bi hişekî tevlihevbûyî di nav nepenîtiyan şaşo maşo bibin, an na em dikarin zanatî û rastiya Xwedayê yek û rast bizanin?

Em dikin bersiva vê pirsê hîn bibin.

PIRTÛKA PIRTÛKAN

Bêjeya Pirtûka Pîroz (Bible), ji bêjeya Biblia ya Grekî tê, ku wateya wê ‘’pirtûka pirtûkan’’ an jî ‘’ pirtûkxane’’ ye.

Xweda, piştî ku zêdeyî du hezar salan bi devkî û bi rêya kesên wekî Adem, Nûh û Birahîm axivî, da ku peyama wî qeyd bikin di demeke zêdeyî 15 sedsalan de nêzî 40 kes bi kar anîn. Ev rewanên han, wekî pêxember an jî qasid hatin binavkirin.  Wateya yekeyek ya bêjeya pêxember“kesê ku eşkere, bi dengê bilind dibêje’’ ye, wateya bêjeya qasid jî “xeberguhêz” e. Îro, tiştên ku van kesan nivîsîne bi awayê  yek cîldê di destê me de ye- Pirtûka Pîroz. Îfadeyên wekî Nivîsên Pîroz, Nivîsên Pêxemberan û Peyva Xweda, di heman demê de têkilî Pirtûka Pîroz jî tên bikaranîn. Tewrat, Mezmûr û Mizgînî beşên taybet ên di hindurê Pirtûka Pîroz de ne. Di Erebî de ev Nivîsên Pîroz, wekî el-Kitab-el-Mûqaddes tên binavkirin ku wateya wê Pîrtûka Pîroz e.

Bi sedsalan e, bi salan e, Pirtûka Pîroz ji hemû pirtûkên din ên li cîhanê bêtir tê firotin. Beşine nivîsên Pirtûka Pîroz an jî temamê wê li 2400 zimanan hat wergerandin, hîn jî li 1940 zimanî tê wergerandin. 3 Tu pirtûkên din di vê mijarê de nikare nêzî Pirtûka Pîroz bibin. Tevî ku Pirtûka Pîroz vê raxbeta bêhempa dibîne dîsa jî di dîroka mirovatiyê de pirtûka herî zêde tê biçûkdîtin û jê tê tirsîn e. Bi sedsalan rêvebiriyên cîhanê û pêşewayên dunyewî an jî dînî, pirtûka ku di hemû deman de herî zêde hatiye firotin, dereqanûnî  îlan kirine û bi welatiyên xwe yên xwediyê vê pirtûkê êşkence kirine û heta ew kuştine. 4  Hin netewe van polîtîkayên xwe hîn jî didomînin. Heta li welatên 5 “Xirîstiyan” jî xwendina Pirtûka Pîroz li sinif û saziyên eydî gel, hatiye qedexekirin.

ÊŞKENCE PÊ BÛ

Di ciwaniya min de bi navê Richard hevalekî bavê min hebû, Richard, di girtîgehên komunîst ên li Ewropaya Rojhilat de tam çardeh salan maye, tim û dayim bê xew û birçî hatibû hiştin, serserî hatibû daliqandin û lêdan xwaribû, di hucreyeke cemedxaneyê de kilîtkirî hatibû girtin, bi singên pizotî yên sor hatibû şewitandin û laşê wî bi kêran hatibû veroştin. Min bi çavên xwe, hin şûnên birînên xedar û kûr ên laşê Richard dîtin. Di heman demê de hevsera Richard jî hatibû girtin û ji ber heman çalakiya ku mêrê wê pê hatibû “sûcdarkirin” li kampeke mehkûman cezayê xebata mecbûrî lê hatibû birîn. 6

Sûcê ku van hevseran li dijî rêveberiya xwedênenas kiribû, çi bû?

Dema ku Pirtûka Pîroz hînî mirovan dikir, hatibûn girtin.

TÊKILIYA WÎ BI MALBATA WÎ RE QUT BÛ

Serê hevalê min Elî di derdekî mezin de bû. Bavê wî civîneke ku wê mêrên malbatê tê de bihatina ser hev, li dar xistibû.

Apê mezin jî hat civînê.

Birayên wî yên ciwan ên mêr jî hatin vexwendin.

Dûre jî Elî ku lawê mezin ê malbatê bû, li ortê li cihekî hat rûniştandin.

Bavê Elî axaftineke kelecanî kir ku bi gotinên “Te malbata me fedîkar derxist! Te îxanetî dînê me kir! Divê tu malê biterikînî û tu carê din venegerî. Divê ez tu carên din rûyê te nebînim!” qediya.

Ap, beşdarî vê axaftinê bû û wisa got: “ Belê, û heger heta sibehê tu ji malê veneqetî, ez ê têkberên te bavêjim kuçeyê!”

Ji ber çi ye ev hêrs?

Elî, piştî ku nêzî salekê Pirtûka Pîroz xwendibû biryar dabû ku baweriya xwe pê bîne.

KELAMA JÎNDAR

Tişta ku Pirtûka Pîroz wisa kiriye pirtûkeke xwedî dijmin, çi ye?

Sedema ku rêveberî vê pirtûkê qedexe dikin; sedema ku dê û bav zarokên xwe yên baweriya xwe bi vê pirtûkê tînin, red dikin çi ye? Hêza ku bi milyonan kesên yekxwedaperest tevî berdêla bi xwedênenasan re parvekirina heman rêgezê,  ber bi biçûkdîtina vê pirtûkê ve dehf dide çi ye?

Gelo ji ber ku Pirtûka Pîroz Peyva Xwedê ya jîndar, çalak û dilgir e, ev yek hemû diqewimin?

“Peyva Xweda, zindî û bandordar e, ji şûrê dudev tûjtir e. Bi qasî ku can û ruh, kejî û hestiyan ji hev veqetîne bandorxurt e. Fikir û armancên dil didarizîne.”(Îbranî 4:12)

PEYIKANA PIRTÛKÊ

Min, hevsera min û zarokên me yên ku vêga mezin bûne me, beşekî mezin yê bîst û pênc salên xwe yên dawî li Senegala li Efrîkaya Rojava derbas kir. Hema hema hemû cîranên me pêgirtiyên dînê Îslamê bûn. Îslam tê wateya teslîm bûn an jî serî tewandinê û wateya peyva Misilman, kesê teslîmbûyî ye. Pirtûka ku ji aliyê misilmanan hurmetê dibîne, Qur’an e( wekî Kuran jî tê nivîsandin). Çavkaniya nivîsên min axaftinên şexsî ne ku min bi nas û dostên li Senegal û hemû cîhanê ne kirine.

Tevî ku min gelek wextê xwe daye hem xebata Pirtûka Pîroz hem jî xebata Qur’anê, wê YEK XWEDA YEK PEYAM li ser Pirtûka Pîroz hûr bibe. Berî niha bi salan min û dostekî xwe yê Senegalî, me bi zaravayê Wolof yê zimanê Senegalê bernameyeke 100 beşî ya radyoyê amade kir. 7 Her beşekî vê bernameyê li ser çîrokek û peyameke eydî peyxemrekî di Pirtûka Pîroz de bû. Hin guhdaran ev pirsa han pirsîn: “Hûn çima di heman demê de Qur’anê jî hîn nakin?”. Bersiva ku min dabû vê pirsê ev e:

Li vî welatî dema ku zarok dibin sê an jî çar salî dest bi jiberkirina Qur’anê dikin. Mimkun e ku meriv li her semtê mamoste û dibistanên Qur’anê bibîne, lê belê kî dikare û dixwaze çîrok û peyamên di Tewratê, Mizgîniyê û Mezmûran de nivîsî hîn bike? Wekî ku hûn dizanin, Qur’an beyan dike ku ev pirtûkên ku di Pirtûka Pîroz de ne, ji aliyê xwe ji bo hemû mirovatiyê wekî “hîdayet û nûr… û şîretekê” hatin dayîn(Sure 5:46 8). Di Qur’anê de ev îfade jî heye: “Heger tu ji tişta ku me ji te re şand bi guman be, ji kesên ku berî te Pirtûk(Tewrat) xwend bipirse”(Sure 10:94 9). Û ji bawermendên Pirtûka Pîroz re wisa dibêje Qur’an: “Ey ehlê pirtûkê! Heta ku hûn biTewratê, Încîlê ûbi ya ku ji xwedayê we ji we re daketiye(Qur’an) emel nekin hûn ne liser tu tiştî ne”(Sure 5:68). Ez wekî yekî ji Ehlê Pirtûkê yê ku Pirtûkê dixwîne û zêdeyî 30 salî ye pê emel dike,  beyankirina peyam û çîrokên peyxemberên ku we pir kêm bihîstine, ji bo xwe wek îmtiyaziyekê dibînim. Ev Nivîsên Pîroz yên ku hin ji wan berî Quranê zêdeyî 2000 salî hatine nivîsandin, rastiya ku li tu derên din peyda nabe dihundirînin.

ÇÎROKA WÎ

Dê û bavê we tu carî ev şîret li we kir? “Tu carî bi yekî biyanî bawer nebin!” Ew bi mafdarî dizanin ku ji bo ku hûn bi yekî bawer bibin wê rast be ku hûn pêşiyê derbareyê çîroka wî tiştinan bizanin.

Çend kesên ku hûn bi wan bawer dibin, bifikirin.

Hûn çima bi wan bawer dibin?

Hûn bi wan bawer dibin, lewre piştî pêvajoyekê hûn hîn bûn ku ev kes bawerbar in. Wan xerabî bi we nekirin, qencî bi we kirin. Dema ku soza kirina tiştekî dan, li ser soza xwe man. Hûn dizanin ku ew bawerbar in, lewra hûn bi çîroka wan dizanin.

Pirtûka Pîroz cih dide bi sedan çîrokên ku qal dikin bê xweda çawa mêr, jin û zarok bandor kirin. Her çîrok, fersendeke bêhempa pêşkêş dikin da ku hûn pêrgî afirînerê erd û esmanan bibin, peyvên ‘wî’ bibihîzin û karên ku dîroka mirovatiyê di bin şert û hawirên bi hezar salan de kiriye bibînin. Belê, EW mezin e, lê bi çi awayi mezin e? Xweda, hevgirtî(bênakokî) ye? Bi zagonê xwe re dikeve nakokiyê tu carî? Wehdên xwe bi cih tîne? Dikare me bixapîne? Em dikarin bi xwedê bawer bibin?

Çîroka wî, van pirsan hemûyan û hîn bi hezarên wek van dibersivîne.

Pirtûka Pîroz ne pirtûkeke dîrokî ye ku Xweda tê de bi tenê wêneyê mezin yê dîroka mirovatiyê rave dike; Pirtûka Pîroz çîroka WÎ pêşkêş dike.

LÎSTIKA ŞANOYÊ YA DAWÎNÎ

Tu kesê ku ji çîrokeke xweş hez neke tune ye.

Pirtûka Pîroz bi sedan çîrokan dihewîne ku ev çîrok hemû dibin yek û çîrokekê tenê-ji nav çîrokên ku heta niha hatine vegotin ya herî kêşîner- pêk tînin. Çîroka Pirtûka Pîroz ya derbareyê Xweda û mirov, ji nav lîstikên şanoyê ya xwediya nepena herî raser e- çîrokeke hezkirin û şer, qenc û xerab, pevçûn û serfiraziyê. Ev çîrok, ji serî heta dawî bersivên bimantiq û têrker dide pirsên girîng yên jiyanê. Xwediyê lûtke û dawiyekê ye ku tu pirtûkên din nexwediyên wan in.

Çend sal berê li mala me ya li Senegalê piştî ku min vegotina çîroka Xweda, ji bo komek jin û mêr qedand, xanimek ji nav guhdaran bi çavên tijî hêsir wisa got: “Çi çîrokeke nuwaze! Mirov ji Xweda bawer nekin jî divê bi kêmanî li xwe mikur bên ku ew senaryo nivîskarê herî baş ê hemû deman e!” Di serê jina şîrovekirî de ji nişka ve roniyeke derbareyê ahenga navbera parçeyên Nivîsên Pîroz, ahenga ji bo pêşkêşkirina lîstika şanoyê ya serdeman ya ku hem Nivîskar û hem jî lehengê wê Xweda bi xwe ye, vêketibû.

PEYAMA HERÎ MEZIN

Pirtûka Pîroz, ji naveroka çîroka herî kêşîner ya ku heta niha hatiye vegotin pir bêtir tiştan dihundirîne. Di hundirê çîrokên wê de peyameke ji Xweda hatî veşartî ye- peyama herî dijwar ya ku heta niha beyanbûyî.

Di hemû salên borî de min peyama Pirtûka Pîroz bi hezaran Misilmanan re nîqaş kir. Gelek ji van Misilmanên qalbûyî hevalên min ên şexsî bûn, min kesên din jî tenê bi riya postaya elektronîk nas kiribû. Em dikarin di her du rewşan de jî gewhera gelek nîqaşan, bi pirsekê tenê deynin holê:

Peyama Xwedayê yek û rast, çi ye?

POSTEYA ELEKTRONÎK

Ev pirs bi gelek awayan pakêtbûyî tê.

Posteya elektronîk ya jêr ji min re, ji Rojhilata Navîn, ji hêla mêrekî ku em ê jê re bibêjin Ehmed, hat şandin. 10

Posteya Elektronîk

Merheba.

Îsa wekî Mesîh hat, ez ji vê yekê bawer dikim, lê belê wî tu carî negot ku ew Xweda ye. Berî ku Mihemed (Dua û silameta xwedê li ser wî be. 11) bê, ew rêya ber bi xwedê bû, lê belê piştî ku Mihemed hat diviyabû hemû Xirîstiyan bibûna Misilman; lewra dema ku Mesîh di dawiya cîhanê de vegere, li gorî Peymana Nû ya we wê guherîn, li gorî Quranê jî wê serwerî bidome.

Mesîh tu carî li çarmîxê neket. Heger ku hûn bixwazin maqûl bin, wê mimkun bibe ku hûn vê yekê fam bikin: ku ew li çarmîxê ketibûya jî, wê ev rewş tu carî nehata wateya ku gunehên mirovan sirf ji ber vê yekê hatiye şuştin. Ez vê ramana we pir eletewş dibînim. Ji bilî vê yekê, heger hûn îdîa bikin ku Xweda lawê xwe yê tenê û bêhempa qurban kiriye, hingê ez ê jî ji we re vê yekê bibêjim: ma qey Xweda bi qasî ku daxwaza xwe ji mirovan re bibêje û bi qasî ku bêyî ku “kurê xwe yê delal” wekî qurban pêşkêş bike û êşkencê pê bike gunehên mirovan bişo, ne mezin e???! Ev ramanên we yên derbareyên gunehan hemû ji bo min tu tiştî îfade nakin.

Ji nav dînên ku heta niha ji mirovan re hatine şandin, ê mukemel tenê Îslamiyet e û lewma ez mecbûr im ku bifikirim ku Îslamiyet rast e û dînê herî dawî yê ku diviyabû Xweda ew bişanda ye. Tek dînê ku çareseriyan ji bo hemû pirsgirêkên ku di jiyanê de tên pêşiya miroyan tîne, Îslamiyet e. Heger hûn bawermendên vî dînî bin di tu mijaran de hûn mecbûrî texmînkrina fikira Xweda nabin.

Quran, mûcîzeya herî mezin ya ku heta îro ji pêxemberekî re hatiye şandin e! Heger hûn berovajî vê yekê difikirin, hingê ayeteke ku dişibe ayetên Qur’anê an jî wateya wê nêzî wan, biafirînin!! Heger hûn yekî ku dikare Erebî bi asta herî bilind û herikbar bipeyive bin jî hûn ê nikaribin tu carî di vê yekê de biserkevin…

Her wiha, di orîjînala Pirtûka Pîroz ya we de ji bo hatina Mihemed pêşbeyan hene…

Ez vêga bawer dikim ku hîle tev li hemû pirtûkên Pirtûka Pîroz bûne, gelekê Pirtûka Pîroz sexte ye û hatiye guhertin û dizanim ku di vê mijarê de ne şaş im…

Dostê min, da ku hûn bizanin ez dinivîsim, min Peymana Nû xwend. Sedema xwendina min helbet ne lêgerîna rastiyê bû min ji ber eleqeya şexsî xwend, û ne carekê jî, du caran…û min ev yek fam kir: tu tişta vê cîhanê nikare nêzî mezinbûna Qur’ana ji Mihemed re şandî bibe û heger hûn dikarin dijbera van gotinên min biçespînin hingê vê yekê bikin. (bi heman awayî hatiye girtin 12)

Bimînin di xweşiyê de,

“Ehmed”

Divê qaqibokirina Ehmed û şîroveyên wî hindik neyên dîtin.

Afirînerê me tiştên wisa hindik nabîne û divê em jî bi heman awayî tevbigerin. Xweda, di nivîsên kevn ên pêxemberan de ji bo her mijara ku Ehmed qal kiriye, bersivên famkirina wan hêsan dane, lewre her mijar, bi nêzîkahî têkilî vê pirsa xwedî girîngiya bêhed e:

Peyama Xwedayê yek û rast çi ye?

Pêxember Eyûb, du pirsên mîna vê pirsîn:

“Zanatî li ku peyde dibe?” (Eyûb 28:12)

“Li ber Xweda mirov çawa dikare mafdar derkeve?” (Eyûb 9:2)

RÊWÎTÎ

Li cîhaneke ku ji ber bi hezaran bersivên binakok hişê wê aloz bûye, mexseda min ne ev e ku li aloziya heyî fikir an jî bersivên xwe zêde bikim. Berovajî vê yekê, ez we dawet dikim ku ji bo keşfkirina bersivên di Pirtûka Pîroz de veşartî yên pirsên jiyanê yên nîhaî, hûn bi dil û mejiyê xwe, di rêwitiyeke di Pirtûka Pirtûkan de bibin rêhevalên min. Di rêwitiya xwe de, em ê bibînin bê rastî çi ye li gorî Nivîsên Pîroz û em ê li ser bersivên pêxemberan yên pirsên ku Ehmed û kesên din meraq dikin, bisekinin.

Piştî ku em li hawireke nû baniyan, li cihê ku Pirtûka Pîroz dest pê kir rêwitiya me jî wê bi awayekî fermî dest pê bike: dema ku berbanga dîroka cîhanê zelal bû. Bi pêdeçûna ji vê nuqteyê, em ê di nav demê re ber bi bêdawitiyê rê bikudînin (Beş 2&3: mijar 8-30).

Wê rêwîtî, bi serdaneke nav bihuştê bi dawî bibe.

DI DEMA RÊWÎTÎYÊ DE TERCÎHÊN MÛHTEMEL

YEK XWEDA YEK PEYAM, dikare wekî sê pirtûkên hundirê pirtûkekê bê dîtin. Beş I, li dijî astengiyên ku gelek kesan ji keşfa Pirtûka Pîroz digire, disekine. Beş II, peyama esas ya çîroka herî xweş ya ku heta niha hatiye vegotin, radixe ber çavan. Beş III, derbasî paşxaneya bûyeran dibe da ku nêztir li armancên muthîş ên ku xweda ji bo mirovan sêwirandiye, bê nihêrîn.

Wê gelek rêwî bifikirin ku beşa yekê ji bo amadekariya rêwîtiyê gelekî kêrhatî ye. Lê dîsa jî heger hûn jixwe dizanin ku Nivîsên pêxemberan bawerbar in, yan jî ku hûn bi tenê dixwazin li çîroka WÎ guhdar bikin û bêyi wendakirina wext peyama wî fam bikin, ji rasterast derbasbûna Beş II yan venekişin. Piştî ku we hemû rêwîtî temam kir, hûn dikarin li Beş I ê vegerin.

Heger hûn rêwîtiya bi gavên bêtelaş tercîh bikin, hingê hûn dikarin 30 mijarên pirtûkê li mehekê belav bikin û bixwînin, bi vî awayî hûn ê her rojekê li ser mijarekê hûr bibin.

Heger hûn Misilmanek bin, belkî jî bê hişê we ku hûn di 30 rojên Remezanê de vê rêwitiyê bikin. Ji ber van peyvên ku di Qur’anê de nivîsî divê hûn di ewlehiyê bi rê ve biçin: “Di dîn de zorlêkirin tune ye. Lewra rastî, bi têra xwe ji rêşaşiyê veqetiyaye.” Û “Ey Misilmanino, bibêjin ku, ‘Me bi Xweda, bi ya ku ji me re daketî(Qur’an), bi yên ku ji Birahîm,Simaîl, Îshaq, Yaqûb û ji Yaqûbzadeyan re daketî, bi yên ku bo Mûsa û Îsa dayî(Tewrat û Încîl) û bi yên bo hemû pêxemberên din ji aliyê Xweda dayî, îman anî. Em ji wan tuyan ji yên din naçêtirînin û em kesên teslîmbûyê wî ne.”’(Qur’an Sure 2:256, 136 Picktall 13)

Hûn kîjan rêgehê dibijêrin bibijêrin, ha ji we re şîreteke girîng ya rêwîtîyê: piştî ku we carekê dest bi rêwîtiyê kir, di ser tu beşên rêwitiyê re gav nekin.

Her qonaxeke nû li ser qonaxa berî xwe ava dibe. Heger hûn hemû tiştên ku dîbînin tavilê wê gavê fam nekin jî, xwendinê û fikirîna li ser tiştên xwendî heta rûpela dawî bidomînin. Wê hin beşên rêwîtiyê xerîb bin û wê qaqibo bikin, lê belê li seranserê rê ji bo vehesîna we wahe hatine amadekirin.

Hejmara astengiyên ku wê bên pêşiya we çi dibe bila bibe, rêwîtiyê bidomînin.

RASTÎ

Gelek kesên li her derê cîhanê difikirin ku tu kes nikare bizane bê di bersivên pirsên mezin ên jiyanê yên wekî ‘Ezbeta mirovatiyê li ku derê dest pê kir?’ ‘Ez çima li vê rûzemînê me?’ ‘Dawiya min ku der e?’ ‘Rast çi ye û çewt çi ye?’ de çi rast e, çi sexte ye.

Îro, li Rojava daxuyaniyên wekî ‘Her tişt îzafî ye.’ an jî ‘Çewt e ku mirov bifikire ku mirovek dikare rastiya mûtleq bizane!’ helwesteke pir bi raxbet e. Ji bo ku mirov xwezaya van daxuyaniyên wisa ya ku bi hev re dinakoke bibîne, ne hewce ye ku li ser mantiqê doktora kiribe. Heger rastiya mûtleq tune be hingê kesên xwediyê dîtinek wisa çawa dikarin li ser ‘her tiştî’ bibin xwedî îdîa an jî di ‘çewtiya’ tiştekî de çawa dikarin ev qas israr bikin?

Mala Xweda ava be ku Afirînerê gerdûnê, yê ku rastiya xwe ya ku jiyanê diguherîne, ji mirovatiyê re rave kir, wisa nafikire. Ew ji hemû kesên ku bi dilekî safî li wî digerin, wisa dibêje:

Hûn ê rastiyê bizanin, û wê rastî we azad bike.”(Yûhenna 8:32)

BIJARTINA RAST

Berî niha bi sê salan cîranekî 79 salî û nexweş ê bi navê Mûsa, ji min xwest ku ez hefteyê sê caran wî ziyaret bikim û jê re Pirtûka Pîroz bixwînim. Mûsa di hemû jiyana xwe de Qur’an Xwendibû lê tu carî ji bo xwendina Tewrata Mûsa, Mezmûrên Dawud û Mizgîniya Îsa-Pirtûkên ku Qur’an li hemû Misilmanan ferman dike ku ji wan bawer bikin û wan bipejirînin- bixwîne wext veneqetandibû. 14

Dema ku me bi rêzeke kronolojîk çîrokên mifteyî rave dikir û hîn dibûn ku gunehkarên gemarîbûyî çawa dikarin ji aliyê Afrirîner û dadgerên xwe rast bên îlankirin, bi baldariyeke xurt zêde guhdar dikir. Carekê Mûsa ji min re got: “Piştî her axaftina me, li ser tiştên xebitî, tenê bi fikirînê qîma xwe nînim herwiha bi kûrahî li ser diponijim jî!”

Rojekê, piştî ku Mûsa rastiyeke din ya girîng ya di Nivîsên Pîroz de ravekirî hîn bû, bi îfadeyeke ku diyar dikir ku miradê wî di ber de mabû, ji jin û keça xwe ya li cem wî rûniştî re, wisa got: “Çima heta niha tu kesan ev hînî me nekirin?”

Dû re, dema ku cîranê Mûsa pê hisiyan ku Mûsa bi yekî biyanî re li ser Pirtûka Pîroz dixebite, dest bi paşgotiniya wî kirin. Zext ewqasî zêde bûn ku dostê min ê kal ji min xwest ku ji bo wextekê ez wî ziyaret nekim û wisa got: “Ez rastiyê red nakim, lê zexta li ser malbata min giha asta dawî.”

Piştî nêzî şeş heftan em man (ji bo ku paşgotinî bisekinin), min û hevsera xwe me Mûsa û malbata wî ziyaret kir. Em pir bi dilgermî pêşwaz kirin û pirsine ku pir li ser fikirîbû pirsîn. Berî ku ez ji cem wî veqetim jî ev şîrove kir: “A girîng ew e ku berî mirina xwe ez bijartina rast bikim!”

Mûsa fam kir ku “kirîna rastiyê û …nefirotina wê” çiqas girîng e. 15 Dostê me yê delal piştî çar mehan mir.

Dema ku wextên min yên bi wî re bihurî bên bîra min, ez ê bersiva wî ya ji bo vê pirsa min tu carî ji bîr nekim: “Mûsa heger tu îşev bimirayî, te yê bêdawîtî li ku bibuhiranda?”

Piştî senidîna bîstekê pirsa min bersivandibû: “Ez ê biçim bihuştê.”

Min pirsîbû: “Tu ji ku dizanî?”

Bi her du destên xwe hişk bi Nivîsên Pîroz girt û wisa got: “Lewre ez ji vê bawer dikim!”

WEHD

Ez vê rêwîtiya keşfê ji bo we ku hûn dixwazin mîna Mûsa berî mirinê bijartina rast bikin, nedir dikim. Bila Xwedayê yek û rast bi destê we bigire, ji bo qevaztina hemû astengiyan alîkarî we bike û berê we bi derekê de da ku hûn têbigihên bê ew kî ye û ji bo we çi dike.

“Hûn ê li min bigerin, dema ku hûn bi hemû dilê xwe li min bigerin hûnê min bibînin.”(Yeremya 29:13)

Peyvên Xweda yên derbareyê vê mijarê wehdeke teqez e ku ew dide we.


1. Ev biwêj, di YEK XWEDA YEK PEYAMê de, bi veguhezên din ên ji 1000an zêdetir yên ku ji nivîsên pêxemberan hatine çêkirin, ji Pirtûka Pîroz hatine girtin. Carinan, wekî vir, tenê beşeke ayetê tê veguhêzkirin. Temamiya ayeta ku ev biwêj tê de ye, di ayeta 23yan a beşa 23yemîn a Wecîzeyên Silêman de ye, wiha ye: “Rastiyê bikire, bikire û nefroşe; zanyariyê, terbiyeyê, hiş jî.”

2. Barrett, David B. George T. Kurian û Todd m. Johnson. World Christian Encyclopedia: A Comparative Survey of Churches and Religions in the Modern World. Londra: Oxford University Press, 2201

3. “Îro Nivîsên Pîroz di 2.403 zimanan de heye; temamiya Pirtûka Pîroz herî kêm ji bo 426 zimanan û Peymana Nû jî ji bo nêzî 1.115 zimanan hatiye wergerandin. Li ser vê, hin beşên Pirtûka Pîroz ligel vê di 862 zimanan de heye. “United Bible Societies, 2007. (www.biblesociety.org.) Di heman demê de: www.wycliffe.org/About/ Statistics.aspx

4. Foxe, John (ji hêla G. A. Williamson hatiye sererastkirin). Foxe’s Book of Martyrs. Toronto: Litle, Brown & Company, 1965.

5. Ji welatekî wekî “neteweyeke Xirîstiyan” qalkirin şaş e, lewre Îsa Mesîh wiha got: “Qraltiya min ne ji vê cîhanê ye. Ku qraltiya min ji vê cîhanê bûya, alîgirên min ji bo ku ez radestî Cihûyan nebim, dê şer bikirana. Lê belê qraltiya min ne ji vir e.” (Yuhanna 18:36)

6. Wurmbrand, Richard. Tortured for Christ -30th Anniversary Edition. Bartlesvile, OK: Living Sacrifive Book Co.,1998.

7. The Way of Righteousness ku rêzên radyoyê ye, ji bo ku li her derê dinyayê bê weşandin ji bo ji 70yan zêdetir zimanan hatiye wergerandin an jî tê wergerandin. Ji bo xwendina van 100 berheman wekî online: www.twor.com an jî www.injil.org/TWOR

8. Temamiya ayeta Qur’anê wiha ye: “Li ser şopa wan pêxemberan, me Îsayê Kurê Meryem wekî rastkerê Tewrata li ber Wî şand. Me jê re Încîl da ku tê de rêya rast û nûr heye, Tewrata li ber Wî dipejirîne, ji bo yên ku ji lihemberderketina Xwedê xwe diparêzin re beralîkirina rêya rast û şîretek dide.” (Sûre 5:46) Ku wekî din neyê diyarkirin, di orîjînala pirtûka bi Îngîlîzî ya YEK XWEDÊ YEK PEYAM de, wergera bi Îngîlîzî ya Qur’anê ya ku ji hêla Ebdullah Yusuf Elî hatiye çêkirin, hat bikaranîn. The Qur’an Translation. New York: Tahrike Tarsile Qur’an, Inc. 2003. (Di wergera Tirkî ya YEK XWEDA YEK PEYAM de, Meala Qur’anê ya ku ji hêla Serokatiya Karên Diyanetê hatiye amadekirin, hatiye bikaranîn.) Nîşe: Qur’an ji beşên ku ji wan re sûretên gotin, pek tê. Numareyên ayetan li gorî wergera Qur’anê diguhere. Ji ber vê, dema li ayetek tê nêrîn, divê li ayeta berê an jî paşî bê nêrîn.

9. Yê ku di peyva “Em” de tê îfadekirin kî ye? Xwedê, di Qur’anê de bi gelemperî wekî kesê pirjimar ê yekemîn qala xwe dike. Di heman demê de di Pirtûka Pîroz de jî REB ji xwe wekî pirjimar qal dike. Nîşe: Yên ku bi Erebî dipeyivin, peyva Allah bi du awayî bi kar tînin: 1) “Allah” têgînek e ku ji hêla Xirîstiyanên Ereb, yên din ên ku ne Misilman in û ji hêla Misilmanan ji bo “Yezdan” tê bikaranîn. Dema peyva “Allah” wisa tê bikaranîn, ne navê Yezdan ê lihevhatî ye. Di nav yên ku bi Erebî dipeyivin de, tu kom ne xwedî têgîna gelemperî ya Allah e. Zêdetir agahiyên der heqê ve mijarê de di beşa 9. de ye.

10. Di pirtûka YEK XWEDA YEK PEYAM de, peyamên elektronîk ên ku wekî parçeyên hilbijare hatine girtin, ji bo ku nasnameya kesên ku şandine bê parastin, nav nehatine diyarkirin.

11. Misilman piştî nivîsîn an jî gotina navê pêxemberekî, bi gelemperî ev hevok li peyva xwe zêde dikin: “Bila selametî be jê re/Jê re selat bikin, silav bikin.” Misilman piştî ku navê Mihemed dibêjin, ev hevok bi kar tînin: “Sallahû aleyhî Wesselam”; wateya wê ev e: “Bila dua û selametiya Xwedê li ser te be.” Wekî bingeha vê pêkanînê, vê ayeta Qur’anê digirin: “Bêguman Xwedê û milyaketên Wî ji Pêxember re selat dikin. Ya yên ku îman dikin! Hûn jî jê re selat bikin, silav bikin.” (Sûre 33:56) Bikaranîna vê hevokê bi Pirtûka Pîroz a ku dibêje “Carek mirin û piştre darizandin qedera mirovan e” (Îbranî 9:27) re li hev nayê. Kesekî ku carek bimire qedera wî êdî hatiye diyarkirin. Kesê ku miriye dê bêdawîtiya xwe li ku an jî çawa derbas bike, bi duayan nayê guhertin. (Wehî 22:11)

12. (sic) Bi Latînî beramberê peyvên “bi vî awayî” û “ji ber vê” ye. Tevî di xuyanga de xetayek heye, ji bo nîşandana orîjînala wî ku bi temamî hatiye veguheztin, veguheztineke çapkirî ya ku di nav kevanekan de ye, tê nîşandan. Nîşe: Ji xeynî kurtasîkirin û sererastkirina kîtandin û rêzimanê (ji bo çêtir bê têgihîştin), veguheztinên peyamên elektronîk ên ku li pirtûka YEK XWEDA YEK PEYAM hatine bikaranîn, çawa hatine girtin wisa hatine pêşkêşkirin. Mînak, di vê peyama elektronîk a taybet a “Ahmed” de, esas tu tîpên mezin tune bûn. Ev rewş hat sererastkirin.

13. The Meaning of the Glorious Koran: An Explanatory Translation by Mohammed Marmaduke Pickthall. New York: Meridian, 1997.

14. Mînak, Qur’an di Sûreya 40. (Beş), ayetên 70-72an de wiha dibêje: “Ew, yên ku pirtûk (Qur’an) û tiştên ku me ji elçiyên xwe re şandin, alastin, dê ew bizanibin. –Wê demê dê ew, li sitûyên wan xeleqên hesin û zincîran ve, di ava kelandî de bên kaşkirin, piştre jî dê di nav êgir de bên şewitandin…” Di heman demê de:“Li ser şopa wan pêxemberan, me Îsayê Kurê Meryem wekî rastkerê Tewrata li ber Wî şand. Me jê re Încîl da ku tê de rêya rast û nûr heye, Tewrata li ber Wî dipejirîne, ji bo yên ku ji lihemberderketina Xwedê xwe diparêzin re beralîkirina rêya rast û şîretek dide.” (Sûre 5:46) “Ya yê ku îman dikin! Ji Xwedê, Pêxemberê Wî, pirtûka ku ji Pêxemberê xwe re şandiye û pirtûka ku berê şandiye re îman bikin. Ku kî Xwedê, milyaketên Wî, pirtûkên Wî, pêxemberên Wî û roja axretê înkar bike, dikeve nav xerirîbûneke mezin… wekî ku me ji Nuh û pêxemberên piştî Wî hatin re wehd kir, me ji te re jî wehd kir. Me ji Brahîm, Îsmaîl, Îshaq, Yaqûb, neviyên wan, Îsa, Eyûb, Yunus, Harun û Silêman re jî wehî kiribû. Me ji Dawud re jî Zebûr dabû.” (Sûre 4:136,163) ji bo zêdehiya biwêjên Qur’anê yên wekî van, li rûpela yekemîn a beşa 3. û li têbiniyên ku bi beşê li hev tê binêrin.

15. Wecîzeyên Silêman 23:23. Gelek kes li şûna “rastiyê bistîne”, rastiyê “difroşe”, lewre dema li ser Pirtûka Pîroz dixebitin, ku malbat an jî heval wan bibînin, difikirin ku dê der heqê wan de xelet bifikirin. Lê belê, li cîhanê herî zêde Pirtûka Pîroz tê firotin û Qûr’an ji Misilmanan re ferman dike ku ji vê Pirtûka Pîroz bawer bikin.

Kurmanji English Chapter Title : 

1. Buy the Truth

2. Ji Heq Astengiyan Derketin

2
JI HEQ ASTENGIYAN
DERKETIN
Berî hûn nezaniyê binasin, ew ê we bikuje.”
— Wecîzeya Wolofan

Xweda nêzî sê hezar salan beyan kir: “Gelê min ji nezaniyê tune bû.”(Hoşea 4:6) Heta îroj mezûnên zanîngehan jî tê de, gelek mirov derbareyê nivîsiyên pêxemberên Pirtûka Pîroz bê agahî dijîn û dimirin.

Dema ku em kêmanî û bandora ku Pirtûka Pîroz dihêle, li ber çavan bigirin, ma mimkun e ku yekî li ser Pirtûka Pîroz nexwediyê feraseteke bingehîn, wekî yekî “baş perwerdebûyî” bê binavkirin?

Çawa ku serjimara cîhanê bi hezaran dîn derxistin holê, ji bo ku girîngiyê bi Nivîsên Pîroz nede jî bi hezaran sedem berpêş kirine. Em ê di vê beşê û beşa bê de ji van sedeman li ser deh heban bisekinin. Û heger me carekê dest bi rêwîtiya xwe kir, em dikarin pêrgîbûna li gelek astengiyên din û jiheqderketina wan bipên.

DEH “SEDEMÊN” MIROVAN ÊN REDKIRINA PIRTÛKA PÎROZ:

1. “EFSANE”

Li neteweyên dinyewîbûyî yên Rojhilat û Ewropayê gelek kes, beyan dikin ku Pirtûka Pîroz ji koleksiyoneke efsaneyên heyecander hinekî bilindtir e û difikirin ku Pirtûka Pîroz peyvên xweş ên mirovan îcadkirî dihundirîne. Gelek kesan ev raman bêyî ku tu carî li ser Pirtûka Pîroz lêkolîneke objektîf bikin, pejirandine.

Di kilasîka honakî ya Sir Arthur Conan ya bi navê Bûyerên Navdar ên Sherlock Holmesde, alîkarê dedektîf Dr. Watson derbareyê bûyereke kuştinê ya taybet vê pirsê dipirse ji Holmes:

“Hûn çi encamê ji vê yekê derdixin?”

Holmes vê pirsê bi gotina “Ez vêga nexwediyê tu agahiyan im” dibersivîne. “Xeletiyeke girîng e ku yekî nexwediyê agahiyekê teoriyan çêke. Ji dêvla ku teorî li gorî rastiyan bin da ku rastî li gorî teoriyan bin kes, bêyî ku hay jê hebe dest bi berovajîkirina rastiyan dike.” 1

Derbareyê Nivîsên Pîroz gelek kes heman “xeletiya girîng” dikin. Bêyî ku agahiyên besbar di dest wan de hebe digihên encamekê û li gorî rayên xwe yên cîhanê ji bo ku rastiyan, li teoriyên ku awayên wan yên jiyanê aciz neke biguncînin, rastiyan berovajî dikin.

2. “ŞÎROVEKIRINÊN ZÊDE YÊN NEHEWCE”

Hin mirov Nivîsên Pîroz naxwînin, lewre dibihîzin ku komek dibêje “Pirtûka Pîroz vê yekê dibêje!” lê dîsa dibihîzin ku komeke din dibêje “Naxêr, tişta ku qesd dike ne ev e! Esas ew vê yekê dibêje!”. Rawêja ku derbareyê nefambariya Nivîsên Pîroz tê berpêşkirin, ne surprîzek e.

Ligel ku Pirtûka Pîroz li ser hin mijarên jiyanê 2 destûrê dide dîtinên cuda, lê dema ku mijar dibe bêdawîtî, şîroveyên cuda qebûl nake. Famkirina pirtûk û peyama Xweda, bi şertê ku tenê em bala xwe bidinê bê peyam çi dibêje, mimkun dibe.

Sherlock Holmesê efsanewî her wiha ji Watson re wisa got: “Tu dibînî, lê belê bala xwe nadê. Ferqa navbera her duyan pir eşkere ye. Mînak, tu derenceyên ji holê ber bi vê odeyê her tim dibînî.”

“Her tim.”

Holmes pirsî: “Tu bi çi qas wext û navberê dibînî?”

Watson ev bersiv dayê: “Çend sed caran dibînim”

“Çend heb? Nizanim”

“Ez li benda vê bersivê bûm! Te bala xwe nedayê, lê dîsa jî te dît. Aha tişta ku dixwazim ji te re vebêjim, tam ev e. Ka îcar em bên ser min. Ez dizanim ku hevdeh pêlik in, lewra min hem dît û hem jî bala xwe dayê.” 3

Wekî vê mînakê gelek kes di Pirtûka Pîroz de îfadeyên curbicur dibînin, lê pir kêm kes li ser bala xwe didin wateya wan ya rastîn. Di encama vê yekê de jî nabe surprîz ku kes şîroveyên cuda bikin.

Ha ji we re pirseke ku dikare vê rewşê ronî bike: Ez dixwazim peyama Xweda fam bikim? Ez amade me ku bi heman azwerî û nijdîtiyeke ji bo gencîneyeke nepen, li rastiya Xweda bigerim? Qral Silêman ev nivîsandin: “Heger tu bangî aqil bikî, ji dil gazî wî bikî, wekî ku li zîv bigerî li wî bigerî, mîna ku li gencîneyekê bigerî bi pey aqil bikevî: hingê tu yê Xweda ji nêz ve binasî.”(Wecîzeyên Silêman 2:3-5)

3. “KESÊN XIRÎSTIYAN”

Tiştekî din ku ji bo gelek kesan dibe sedema redkirina Pirtûka Pîroz, xerabiyên wan kesan in ku berpêş dikin ku Pirtûka Pîroz dişopînin. Ew dipirsin, dibêjin “Divê mirov ji bo qetilkirina ‘bêîmanan’ ya di bin navê senceqa çarmîxê de çi bibêje? “Hûn ê ji bo Engîzîsyonê çi bibêjin?” “Lê neheqiyên ku ji aliyê kesên ku îdîa dikin ku ji Pirtûka Pîroz bawer dikin, tên kirin?” Rastî ev e: hemû kesên bi navê Xirîstiyan (bi wateya yê ku dişibe Mesîh) yên derbareyê vebeyandina hezkirin û dilovaniya Mesîh neserkeftî, ne mînakeke zindî ya tiştên ku Îsa ji bo wan bû mînak û ew hînkir, e. Îsa wisa got ji şagirtên xwe re: “We bihîst ku tê gotin, tu yê ji cîranê xwe hez bikî û ji dijminê xwe nefret bikî. Lê belê ez ji we re dibêjim ku, ji dijminê xwe hez bikin û ji bo kesên ku zulmê li we dikin duayan bikin.”(Matta 5:43-44)

Herçî kesên din in, pirseke wisa dipirsin: “Ji bo Xirîstiyanên ku di jiyana xwe de cih didin sextekarî, serxweşî û bêexlaqiyê divê çi bê gotin?” Yekî ku jiyaneke bêexlaq dijî, rasterast bi bêîtaetiya Nivîsên Pîroz yên ku jiyaneke berovajî vê beyan dikin, dijî: “Ma hûn nizanin ku gunehkar nikarin Serweriya Xweda mîrat bigirin. Nexapin. Wê ne fuhûşkar Serweriya Xweda bigirin, ne pûtperest, ne zînêkar, ne qûnde, ne hetîwbaz, ne diz, ne çavbirçî, ne araqvexur, ne kufurbaz, ne jî şêlankar. Hin ji we wisa bûn lê we xwe şuşt, hûn hatin pîrozkirin û bi rêya Ruhê Xwedayê me hûn pak bûn.(Korîntiyên 1., 6:9-11) ‘Pakbûn’ tê wateya rast îlanbûnê. Dû re di vê rêwîtiya me ya nav Nivîsên Pîroz de, em ê keşf bikin bê gunehkar çawa dikarin bên bexşandin û ji hêla Xweda rast bên îlankirin.

Kesên pirsên wekî “Ji bo Xirîstiyanê ku xwe li ber heykelan ditewînin û ji Meryem û ezîzan re dua dikin, çi tê fikirîn?” dikin jî hene. Ev pirs bi kurtî dikare wisa bê bersivandin: kesên ku pêkanînên wisa dikin, ji dêvla şopandina hînkariya Peyva Xweda, kevneşopiyên dêrê dişopînin. Helbûkî Peyva Xweda wisa dibêje:

Hûn ê pûtan çênekin. Hûn ê pûtên qewartî an jî sitûnê kevir danînin. Ji bo pê perestinê hûn ê kevirê qewartî yên ku pûtan remz dikin, nexin welatê xwe. Lewre Xwedayê we REB ez im” (Leviyî 26:1). Xwe tewandina li ber heykelan, girtina karbidestiya mirovan di ser a Xweda re, bêyî nasîna Xwedayê yek û rast bi awayekî mekanîk kirina duayan; ev hemû, peyikanên şêweyên pûtperestiyê nîşan didin. Hişê gelek kesan aloz dibin, lewre zen dikin ku peyvên Xirîstiyan û Qatolîk îfadeyên hemwate ne. Lê ew di şaşiyê de ne. Peyvên Xirîstiyan û Protestan jî ne hemwate ne. Ketin û derketina dêrê kesî nake Xirîstiyan.

4. “KESÊN DURÛ”

Sedema ku kesin, ji bo ku Pirtûka Pîroz nexwînin berpêş dikin jî bela “hemû kesên durû ye”. Gelek kesên berpêş dikin ku baweriya xwe bi Pirtûka Pîroz tînin, mixabin li gorî gotina xwe najîn. Peyama Pirtûka Pîroz ditewişînin û ji bo mexsedên xwe yên xwebîn ji bikaranîna navê Xwedê venakişin. Gelek waîz bi muptelatiya bo daxwazên xwe û bi bêexlaqiya xwe re tên pêşberî hev. Herçi hinên din in, dibêjin ku heger hûn ji wan re pereyan bişînin wê Xweda we bi tenduristî û dewlemendiyê bi bereket bike! Pirtûka Pîroz van kesan wekî “kesên ku dibêjin qey rêya Xweda rêya peran e, fikirên wan çilvirî û rastî wendakirî” bi nav dike û şîret dike ku hûn ji kesên wisa dûr bikevin. (1. Timoteos 6:5)

Îsa, mecbûr ma ku wisa xîtabî pêşewayên dîn yên serdema xwe yên ku berjewendiyên xwe derdixistin pêş, bike:

“Ey Durûno! Ev gotina pêxemberî ya Yeşeya ya ji bo we çiqas li cî ye: ‘Ev gel bi lêvên xwe min zikir dike lê dilê wan ji min dûr in. Belasebep bi min diperesin. Lewra tiştên ku ew hîn dikin tenê fermanên mirovan in.’”(Matta 15:7-9) Û Îsa ji şagirtên xwe re jî ev peyv kirin:dema ku we dua kirin, nebin mîna durûyan. Lewra ew, da ku herkes wan bibîne zewqê distînin ku li kenîşteyan û li serê goşeyên kolanan bisekinin û dua bikin.” (Matta 6:5)

Em rastiya ku me her yekî bi awayekî sûcê durûtiyê kiriye (em îdîa bikin ku tiştekî me nekiribe, kiriye), li ber çavan bigirin, ma qey divê em destûrê bidin ku durûtiya kesekî din me ji nasîna Afirînerê me bide alî, ma qey em ê destûrê bidin ku ev yek me ji guherîna li gorî Peyva wî ya bawerbar ya ku dixwaze em bibin mirovên ku wî armanc kirine, bide alî?

5. “NÎJADPERESTΔ

Ji ber ku hinek kes difikirin ku Pirtûka Pîroz beşek mirov di ser yên din re digire, ev yek jî dibe sedemeke redkirina Pirtûka Pîroz. Em gelek li ser mijarên wekî nîjadperestî an jî baweriya ku nîjada me ji ya mirovên din çêtir e, di astên cuda de sûcdar in; peyva Pirtûka Pîroz a li ser vê mijarê eşkere ye: “Xweda, di nav mirovan de cudatiyê nake.” (Karên Qasidan 10:34)

Mînak, hûn dizanin ku Mûsa bi yeke Etîyopyayî re zewiciye? 4 We çîroka ku vedibêje bê Xweda çawa bi navênkariya pêxember Êlîşa, fermandarê artêşa Sûriyê Neman- piştî ku li ber Xweda xwe pîs kir nexweş ket- ji kotîtiyê xelas kir, xwend? 5 An jî hûn çîroka ku Xweda ferman li pêxemberê Cihû Ûnis kir, da ku biçe bajarê Nînewayê (Iraq?) û peyama wî bibe ji bo tobekirin û xelasbûna gelê bajêr, dizanin? Ûnis ji gelê Nînewayê nefret dikir û dixwest ku Xweda wan tune bike, lê belê Xweda ji Nînewayiyan hez dikir û dilovaniya xwe nîşanî wan da. 6 Hûn jê hayedar in, bê dema ku welatê Persan (îran) çîroka pêkanîna rizgariya cîhanê ya Xweda vedigotin, çi qasî bi roleke girîng rabûbûn? 7 We çîroka şaşwazker ya ku Îsa peyama jiyana bêdawî bi jineke gunehkar a Samîriyeyî re par ve kir, xwendiye? – Tevî ku Cihûyan Samîriyeyî dereke dikirin û ew mirdar didîtin Îsa, peyama jiyana bêdawî ragihandibû wê jinê. 8

Cîhana me marûzî tengasiyên ku nîjadperestî dibe sedema wan, dibe, lê belê Afirînerê me ne nîjadperest e. Di çavên wî de nîjad, tenê nîjada mirovatiyê ye.

“Xwedayê ku Rebê erd û erşê ye, yê ku cîhan û hemû tiştên tê de afirand di perestgehên bi destan çêkirî de rûnane. Li gorî ku yê ku jiyan, henase, û hertişt da hemû kesî ew e, wekî ku îhtiyaceke wî hebe bi destên mirovan xizmeta WÎ nayê kirin. Xweda , hemû netewe ji yek mirovî(yek xwînê) darêjtin û ew li çar kenarên cîhanê bi cih kirin. Maweya neteweyan û sînorên ku ew ê lê bi cih bibin, ji berê de diyar kir. Ev yek, da ku li wî bigerin kir. Esas, Xweda ji me tuyan ne dûr e. Zîra, em di WÎ de dijîn û hereket dikin; em di Wî de hene.(Karên Qasidan 17:24-28)

Rastiya îfadeya ku Xweda mirov ji yek xwînê afirandiye, ji aliyê zanista modern jî ve, bi vê daxuyaniyê tê piştrastkirin: “Koda genetik ya mirov, an jî genome, ji bo hemû mirovên cîhanê bi rêjeya %99 eynî ye. Derbareyê rêjeya mayî berpirsiyara cudatiyên me yên takekesî DNA ye- mînak cudatiya rengê çavan an jî rîska nexweşiyê.” 9

Xwedî û Aferînerê “erd û ezman”, “ê ku ji me tuyan ne dûr e”, bi min û we re bi awayekî şexsî eleqedar dibe û dixwaze ku em li “Reb bigerin” û peyama WÎ fam bikin. WÎ hemû kitekitên derbareyê jidayikbûna we, sererast kiriye. Ew ji mirovên hemû neteweyan bêyî cudakariya ziman, çand û reng bike, hez dike û wan vedixwîne ku bi zimanê xwe yên dil Navê WÎ bang bikin.

6. “XWEDAYÊ PIRTÛKA PÎROZ KUŞTINÊ PESEND DIKE”

Ev posteya elektronîk, ji xwedênenasekî (an jî bi gotina ku wî tercîh dikir ku xwe pê bi nav bike ji humanîstekî dunyewî) hat:

Posteya Elektronîk

Pirtûka Pîroz dibêje ku Xweda wisa dibêje: “Ez, Reb Xwedayekî tije hezkirin û dilovanî me, zû hêrs nabim û hezkirin û dilsoziyeke mezin nîşan didim.” Dema ku xwe dipesinîne, peyvên ku bi kar tîne xweş in, lê belê tu peyv ji van peyvên wî bi tevgerên wî re hevdu nagirin. Di kanûna 2004’an de dema ku Xweda di karesata tisûnamiya li başûrê rojhilatê Asyayê de destûra mirina du sed û pêncî hezar kesî da, bi qasî ku digot dilovan nedixuya… Dema ku dikeve diyarê Kenanê yê navborî, Xwedayê Pirtûka Pîroz kuştina mêrên aram û masûm, kuştina jin, zarok û pitikan pesend dike… Sedema ku hezkirina yekî wek min fanî, ji ya “Afirînerê” qalkirî bêtir e, çi ye? Heger hêza min têra astengkirina hemû pevçûn, nefret, şer, kuştin, karesat,  birçîtî, xemgînî û sefaletiyên cîhanê bikira, min ê tu carî destûr neda van yekan tuyan!

Gelek kes vê pirsê dipirsin: “Heger Xweda hem baş e û hem jî hêza wî têra her tiştî dike, hingê çima xerabiyan bi dawî nake?” Tişta balkêş ev e ku pir kêm kes pirseke wisa dikin: “Heger Xweda hem baş e û hem jî hêza wî têra her tiştî dike, dema ku ez xerabiyan dikim çima min nasekinîne?” Em dixwazin ku Xweda xerabiyê bidarizîne, lê em naxwazin ku EW me bidarizîne.

Piştî ku me bal kişand ser vê hevnegiriyê, ka em qebûl bikin dostê me yê humanîst qaqibonine sert kirin. Di vê mijarê de bersivên hêsan tune bin jî yên tetmînker hene. Paşê, wexta ku em di rêwîtiyên Nivîsên Pîroz de bi qerektera Xweda û bi encamên gunehan ên ku dirêjî dahatûyê dibin re rûbirû bimînin, wê bersivên ku Xweda derbareyê vê pirsê didin, zelal bibin. Hey dora wê hatiye, dema ku xweda destûrê dide karesatên ku dawî li jiyana mêr, jin, zarok, pitikan tîne û hetta van karesatan ferman dike, sê rêgez hene ku wê me ji darizandina Afirînerê me biparêzin, ka em qala van sê rêgezan bikin:

1)Mirov tenê parçeyekî dibînin, lê ya ku Xweda dibîne, temamê wêne ye.

Mirov, “goriyên masûm” “dema ku bêyî ku wexta wan tije bibe dimirin” van mirinan wekî “trajediyên nedadmend” disenifînin, lê belê Xweda bûyeran ji riwangeya bêdawîtiyê dibîne. Ew, îlan dike ku hebûna mirovekî ya demkî û derkî, tenê destpêkeke bûyera esas e. 10 Jiyan, ji tiştên ku bi çavan tên dîtin, pir zêdetir e. Mînak, em cenînekî di zikê dêya xwe de, bînin ber çavên xwe. Heger li ser temelê bisînor ê dîtina cîhanê, karîbûya li gorî mantiqê rave bikira, belkî jî ev tiştên han ji Xweda re bigota: “Ma ji bo ku ez kilîtbûna di vî torbeyê embrîyonê de heq bikim, min çi kir? Dengê lîstik û kenê zarokên derve tên min, lê ez li vê cîhana tarî û tije av, heçko di gorê de me! Ev rewş qet ne adîl e! Sedema ku hezkirina min, ku tenê cenînek im,  ji ya Afirînerê min zêdetir e, çi ye?”

Temet em dizanin pitikên ku hîn ji dayik nebûne, bi vî awayî qaqiboyê li Afirînerê xwe nakin, lê belê yên bîrbir qaqiboyê li Xwedayê xwe dikin. “Lê belê ho mirovo tu kî yî ku, bergindê didî Xweda? Ma yê ku şêwe girtiye, ji yê ku şêwe daye wî re dibêje, ‘çima te ez wisa çêkirim?’”(Romayî 9:20)

2) Ne hewce ye ku wan tiştên mirov çewt dibîne, Xweda jî çewt bibîne.

Ew Xwedayê ku çavkaniya jiyanê ye û jiyanê didomîne, di heman demê de xwediyê mafê bidawîkirina jiyanê ye jî. Eyûb pêxemberê ku di encama karesatên li pey hev ên siruştî, hemû tiştên xwe û deh zarokên xwe wenda kir, ji dêvla ku li Xweda qaqibo bike, jê re serî tewandibû û wisa gotibû: “‘Ez tazî hatim vê cîhanê, ez ê tazî biçim. Reb da, Reb sitend. Pesin li ser navê Xweda bin!’ Tevî van bûyeran gişan Eyûb guneh nekir û Xweda sûcdar nekir.”(Eyûb 1:21-22)

Rêwîtiya me ya ku heta vêga gihîşt astekê, wê ji bo hin xalên li paşperdaya bûyeran ku bi me ecêb tên, lê tevî vê dîsa jî gelaleyên zanatiya Xweda ne, têgihîştinê pêk bîne. 11 Em ê pêrgî Rêveberê Serwer ê gerdûnî bên, ê ku ji bo ku jê hez bikin û jê re teetê bikin zorê nade mirovan. Û di heman demê de em ê fam bikin bê çima cîhan niha di vê rewşa erjeng de ye.

3)Wê Xweda, a soxî edaleta ku ji bo herkesî mukemel e, pêk bîne.

Dema em hewl didin ku wateyê bidin bûyerên rabirdûyê û yên îroyîn, wê kêrhatî be ku em bînin bîra xwe ku Afirînerê mirov derbareyê her canî xwediyê agahiya bêkêmanî ye:  ê ku xwediyê agahiya bêkêmanî ye, ew e, ne em in. Xweda ne bi pîvanên me yên exlaqî kar dike, bi yên xwe dike. Em nikarin jê re bibêjin bê çi rast e, çi çewt e; EW ji me re dibêje. Tevî ku Xweda, derbareyê biryarên mirovan ên ku kesên din bi neyinî bandor dike, destûrê dide wan, lê ber xerabiyê tu carî ne laqayd e. Rojeke darazê ya ku wê Xweda her jinê, zarokî, mêrî li gorî rastiya pîvana xwe bidarizîne tê. Dereceyên nîhaî yên hezkirin û edaleta WÎ bê sînor in. 12REB Xwedayê dadmend e; çi xweş ji bo yên ku bi bêrîkirin li benda WÎ ne!”(Yeşeya 30:18)

Heger hûn jî wek wî dostê me yê ku me bi rêya posteya elektronîk ji hev re nivîsî, “xwe ji Afirînerê xwe dilovantir dibînin”, hingê xwendinê bidomînin. Xweda, razên xwe ji bo kesên bi qasî ku peyvên WÎ bibihîzin dilnizm û bisebir in, eşkere dike.

“Nepenî, xweserî Xwedayê me REB e. Lê belê, ev ên ku ji bo ku em teetî hemû peyvên zagonê bikin, eşkere bûne, heta hetayê eydî me û zarokên me ne.”(Dubareya Zagonê 29:29)

7. “PIRTÛKA XWEDA MIJARÊN WEKÎ… NEDIHUNDIRAND”

Kesin hewl didin ku sedemên xwe yên redkirina Pirtûka Pîroz bi van peyvan mafdar derxin: “Heger Pirtûka Pîroz îlhama Xweda bûya, hingê di hundirê wê de cih nedida çîrokên kesên zinêkar, yên bi xizmên xwe re dikevin têkiliyê, xayin, pûtperest û kesên kiryarê xerabiyê kerax ên mîna van. Li gorî têgehên îlham û ravekirina kesên wisa, diviyabû naveroka pirtûka Xweda tenê bi veguhastina rasterast a peyvên Xweda bimaya.

Lê belê dîsa jî, ji ber ku Nivîsên Pîroz armanc dikin ku mirovan di bin banê dîrokê de teqdîmî Afirînerê wan bike, divê wekî durprîzekê neyê dîtin ku Pirtûka Pîroz tenê ne kar û peyvên Xweda, di heman demê de guneh û şaşiyên mirovan jî qeyd kiriye. Ma mafê Xweda tune ye ku li hember paşperdeya reş a têkçûna mirovatiyê, bilindî, saftî, dilovanî û dilsoziya xwe rave bike? Ma em dikarin biwêrin dîkteyî yê ku Hêza Wî Têra Her Tiştî Dike, bikin bê divê Xwe û peyama xwe çawa rave bike an çawa neke?

“Çi qas fikirên şaş! Ma qewaq bi ritamê re yek tê girtin? Çêkirî, dikare ji bo çêkerê xwe bibêje ‘wî ez çênekirim’? kûz, dikare ji bo yê ku şêwe daye wî, bibêje ‘ew ji tiştekî fam nake’?”(Yeşaya 29:16)

Pirtûka Pîroz gelek bûyerên dîrokî yên ku Xweda wan pesend nake, lê destûrê dide wan tomar dike. Xwedayê rast û jîndar, Yekî wisa ye ku zewqê distîne ku rewşeke xerab veguherîne tiştekî baş. Belkî we çîroka kurê Yaqûb ê yazdemîn Ûsiv, bihîstiye (Afirîn 37-50). Deh kekên Ûsiv hebûn û ji wî nefret dikirin; bi xerabî pê emel kirin û a soxî ew wekî kole firotin Smaîlzadeyan. Tevî ku tu gunehê wî tune bû Ûsiv ket zîndanê, lê belê ya rastî Ûsiv bi rêya vê rewşa xerab rabû textê Misirê ji hêlî Xweda û bi vê yekê kekên xwe, Misirî û welatên cîran ji mirina ji ber birçîbûna xelayê xelas kir. Dûre di dilên kekên Ûsiv de guherîneke tundraw qewimî û hingê Ûsiv ji wan re wisa got: “Hûn li dijî min li xerabiyê fikirîn, lê belê Xweda, wekî ku îroj diqewime, ji bo parastina jiyana gelek gelan, ew xerabî veguherand qenciyê.”(Afirîn50:20)

8. “PIRTÛKA PÎROZ TIJE NAKOKÎ YE”

Gelek kes derbareyê mijara ku Pirtûka Pîroz tije nakokî ye, israr dikin, lê dîsa jî pir kêm kes wexta xwe vediqetînin da ku bi nêrîneke bêalî lêkolinê li ser bikin. Ma tevgereke adîl e ku mirov Nivîsên Pîroz li ser hîmê gotinên yekî din ên ji bo wê bidaraze? Ma pirtûkek tenê bi xwendina çend beşên wê dikare bê famkirin? Ma divê pirtûkeke girîng tenê ji bo lêgerîna şaşiyên çapê û nakokiyên metnan bê xwendin? Em hêvî dikin ku divê ne wisa be. Lê belê dîsa jî gelek kes Pirtûka Pîroz wisa dixwînin.

Berî niha bi salan ji yekî posteyeke elektronîk hat ji min re; lîsteya dirêj ya ku ji min re şandibû ji malperekê kopî kiribû û di vê lîsteya dirêj de şaşî û nakokiyên ku tê îdîakirin ku di Pirtûka Pîroz de ne, rêzkirî bûn. Ez hin jêgirtinên vê lîsteyê veguhêzim:

Posteya Elektronîk

Pirtûka Pîroz a we bi xwe re dikeve nakokiyê. Mînak:

  • Roja ewil Xweda ronî afirand, dûre ronî ji tariyê veqetand (Afirîn1:3-5). Tava ku şev û rojê ji hev vediqetîne heta roja çaran nehat afirandin (Afirîn1:14-19).
  • Roja ku Adem fêkiya qedexe bixwara wê bimira (Afirîn2:17). Adem 930 sal jiya (Afirîn5:5).
  • Îsa nadarizîne (Yûhenna 3:17; 8:15; 12:47). Îsa didarizîne (Yûhenna 5:22,27-30; 9:39; Karên Qasidan 10:42; Korîntiyên 2., 5:10)
  • Hwd...

Vêga dixwazim pirsekê ji we bikim: Dînê we destûrê dide ku pirsê bikim û berî ku vê pirsê qebûl bikim mejiyê xwe bi kar bînim? An jî min dixwaze ku çavên xwe bigirim û nehêlim ku mejiyê min pirsan hilberîne? Lewra, ez ji xwe dipirsim bê mimkun e ku Xweda di pirtûka xwe de ev qas şaşiyan bike, û bi sirûştî bersiva ‘NA’ didim vê pirsê!? (ji parçeyê veguhastî ‘bi heman awayî’ hatiye girtin)

Belê, Xwedayê ku dibêje “Ka werin, vêga em doza xwe bibînin” (Yeşaya 1:18), ji min dixwaze ku “pirsan bipirsim û mejiyê xwe bi kar bînim”. Xweda me her yekî dawet dike ku em li ser Peyva WÎ ji bo xwe bifikirin. Kopîkirina lîsteya nakokiyan ya ku yekî din amade kiriye, wê ne bes  be. Silêman got ku “Kesê kawik ji her peyvê bawer dike, lê yê bisemt jî her gava xwe dihesibîne”(Wecîzeyên Silêman 14:15).

Dema ku em li rêya xwe ya em ê di Nivîsên Pîroz de bidomînin, bifikirin, wê bersivên “nakokiyên” xwediyê posteya elektronîk derkevin holê. 13 Lê belê dîsa jî belkî em hemû dikarin ji bo vê gavê li ser fikirekê li hev bikin: jiyan, ji bo ku em lêkolîna xwe ya hundirîn bikin zêde kurt e, lê bêdawîtî jî zêde dirêj e.

Heger we mêweya biekl û biav a mangoyê xwaribe, hûn ê bizanin ku hewldana binavkirina tahma vê mêweyê ji yekî din re wê ne bes be. Divê ew kes bi xwe mangoyê tahm bike. Bi heman awayî gotinên yekî din yên derbareyê Peyva Xweda wê ji bo we ne bes be. Divê hûn bixwe Peyva Xweda tam bikin.

Tam bikin û bibînin ka Xweda çi qas baş e!” (Mezmûr 34:8)

Bûyîna şagirtê bidîqat û biîhtimam a Nivîsên Pîroz, mijareke rêjerast e bi eleqa we ya şexsî a ku hûn didin bêdawîtiyê – “yê meqbûl, ew kesê ku danezana rasteqîniyê rast bi kar tîne”. (2.Timoteos 2:15) Ji şert û derdorê re ku naverok tê de cih digire (hemû beşên ku nakokî tê de tê îdîakirin) re dîqat nekirin, ji bo rast bikaranîna Peyva Rast ne riyeke lêhatî ye.

Ji bo ravekirinê mînakek bidim: di Pirtûka Pîroz de wekî ku ayetên nedarizandinê ku ji me re tên fermankirin hene, ayetên darizandinê ku ji me re tên fermankirin jî hene. 14 Gelo ev ayet di nav xwe de di nakokiyê de ne? Na, hev û du temam dikin. Pirtûka Xwedê ji aliyekî ve ji min re dibêje ku, wekî mexlûqekî ku zanîna wî bisînor e divê ez motîf û tevgerên kesên din, bi baweriya xwe, bi giyanekî ku xeta dibîne nedarizînim (tawanbar nekim). Lê ji aliyekî din ve jî, bi esasgirtina gotinên Nivîsên Pîroz, ji min re darizandin hatiye fermankirin ku rastiyê ji şaşitiyê û rastiyê ji derewê veqetînim.

Hingê der heqê nakokiyên ku dibêjin di Pirtûka Pîroz de ne, divê mirov çi bibêje?

Min wekî şexsî ji bo van hemû cureyên “nakokiyan” çareseriyên ku mirov têr dike, dîtin. Û di heman demê de min ev jî dît: heya ku mirov bixwaze Nivîsên Pîroz fam bike, çawa ku “nakokiyên” wan ên kevn bigihîje encamekê, wê “nakokiyek” nû bibînin dîsa. 15

Hûn dixwazin peyama Xwedê fam bikin? Naxwe ji bo dîtina fikra xwe pirtûka Xwedê nexwînin; ji bo ku famkirina fikra Wî Pirtûka Xwedê bixwînin. Li ser her pirtûkên Pirtûka Pîroz cuda cuda bixebitin. Ji bo şîrovekirina cihên ku hûn dixwînin zêde nexebitin. Bihêlin bila Pirtûka Pîroz bixwe xwe şîrove bike. Nîvîsên Pîroz ên ku bi gelek sedsalan, ji hêla gelek pêxemberan ve hatine nivîsîn, şîrovekarên xwe yên herî baş in. 16

“Tiştên kûr û veşartî derdixe holê; dizane di tarîtiyê de çi heye; derdora WÎ bi roniyê hatiye dorpêçkirin.” (Daniel 2:22)

9. “EZ, JI PEYMANEKE NÛ BAWER NAKIM”

Demeke berê, min ji xanimekê ev posteya elektronîk girt:

Posteya Elektronîk

Baweriya min bi peymana nû tune ye. Tenê ji peymana kevn bawer dikim. Ez bawer nakim ku gotinên Xwedê ji bo dema nû bên guhertin û ji nû ve bên nivîsîn. (rasterast hatiye veguhestin)

Wekî gelek kesên din, ev kesa ku ev peyama elektronîk şandiye jî hê fam nekiriye ka çima di pirtûka Xwedê de Peymaneke Kevn û Peymaneke Nû heye. Di Nivîsên Pîroz de hebûna van du beşên bingeh, nayê wê wateyê ku Peyva Xwedê “hatiye guhertin an jî ji nû ve hatiye nivîsîn”. Lê berevajî vê, Xwedê vê plana ku berê hatiye ragihandin û tê cih ji bo mirovan sêwirandiye.

Bûyerên ku di dîrokê de bûne, bi navbeyna demê ya ku derketine holê tên xuyakirin. Mînak, tê gotin ku jidayîkbûna Birahîm Pêxember, B.M nêzî sala 2000an pêk hatiye, lê Quleyên Cêwî yên New Yorkê, P.M di sala 2001an de bi êrîşekê hatine hilweşandin. 17 Dîroka cîhanê du beş e. Pirtûka Xwedê jî bi heman awayî du beş e.

Peymana Kevn û Peymana Nû ya Pirtûka Pîroz heye. Peyva “peymanê”, belgeya zagonî, kontrat an jî muqawele –wekî biryareke ku di navbera du kesan de tê girtin, peyvek e ku di mijaran de dikare bê bikaranîn. 18  Niha, em li du beşên Nivîsên Pîroz bi awayekî serabera dinêrin. Gava em di navbera Peymana Kevn û Nû de rêwîtî bikin, dê armanc û hêza van du beşan zelal be.

Beş I: Peymana Kevn. Nivîsên Peymana Kevn ku bi Îbrankî û Aramkî hatine nivîsîn, bi sê beşan ku wekî “Zagona Mûsa (di heman demê de Tewrat jî tê gotin), “Pêxember û Mezmûr” hatine diyarkirin, pêk tên. (Lûka 24:44) Xwedê, di demeke ji hezar salan zêdetir de ev nivîs ji nêzî sih pêxemberan re neqil kirine. Ev nivîs ji afirandina Adem heya dema Împaratoriya Persan (B.M nêzî 400), qeydek e dide nîşan bê Xwedê ji dîroka mirovahiyê re çawa mudaxile kiriye. 

Peymana Kevn, bi vegotineke ku aîdê zimanê pêxemberan e, ji korîdora demê bi nêrîna ber bi jêr re, bi sedan bûyerên dîrokî beriya ku hê pêk nehatine, tîne zanîn û dawiya dinyayê dibîne. 19

Peymana Kevn, peymana ku Xwedê beriya jidayîkbûyîna Îsa Mesîh (B.M) pêşkêşî însanan kiriye, rave dike. Mesîh, ku di zimanê Îbrankî de tê wateya ‘Kesê Meshkirî’ an jî ‘Kesê Hilbijartî’ beramberê peyva Mesîh a Grekî ye. Ev Nivîsên Pîroz, ji berê ve haypêxistina bûyerên bingeh ên girîng, ji bo ku mirovan ji guneh û encamên gunehan rizgar bikin, berê wan dane Mesîhî. Peymana Kevn di heman demê de ev soza girîng jî dihundirand:

“‘Rojên ku ez ê peymaneke nû çêkim tên’ dibêje Xwedê.” (Yeremya 31:31)

Beş II: Peymana Nû. Nivîsên Peymana Nû ku di zimanê Grekî de hatine nivîsîn, di heman demê de wekî Mizgînî(an jî bi Erebî Incîlabi wateya “Nûçeya Baş”) tên binavkirin. Peymana Nû ya ku P.M bi domahiya sedsala yekemîn herî kêm ji hêla heşt kesan ve hatiye nivîsîn, cara yekem hatina Mesîh a serzemînê qeyd kiriye. Di heman demê de der heqê Nivîsên Peymana Kevn de şîroveyeke Xwedayî dike û ji berê de dibêje ka dê dinya çawa bi dawî bibe. Hemû pêxemberiyên Peymana Nû bi pêxemberiyên Peymana Kevn re di ahengeke nuwaze de ne.

Peymana Nû ji mirovan re, pêşeka ku Xwedê wekî encama hatina Mesîh (P.M) dabû, rave dike. Ev nivîs, bi sedan bûyerên mifte ku ji aliyê pêxemberan ve berê hatibûn gotin nîşan didin ku wekî dîrokî pêk hatine, û  demên berê nîşan dikin.

Peymana Nû, di heman demê de wekî Peymana Kevn roja vegera Mesîh a rûzemînê re jî nîşan dide. Gava Mesîh ev peyv digotin, rastiya girîng a ku me behs kir vedigot: “Nebêjin ku ez ji bo netêkirina Qanûna Pîroz an jî peyvên pêxemberan (Peymana Kevn) hatim. Ez ji bo netêkirinê nehatim, ji bo temamkirinê hatim.” (Matta 5:17)

Di navbera Peymanên Kevn û Nû de qet nakokî tune ye. Wekî tovekî ku bi zîldayînê hêdî hêdî şîn dibe û ber bi dareke gihiştî ve diçe, plana kevn a ku Xwedê ji bo mirovahiyê sêwirandiye, di Peymana Kevn de kok berdaye  û di Peymana Nû de gihiştiye. Her beşa pirtûka Xwedê, peyama ku Ew dixwaze em fam bikin nîşan dide.

Xanima ku ji min re postaya elektronîk nivîsîbû, di baweriya xwe ya “Peyvên Xwedê nikarin bên guhertin û ji bo demên paşî jî nikarin ji nû ve bên nivîsîn” de mafdar e. Cihê vê xanimê fam nekiriye ev e ku, “Peyvên Xwedê” wê bêne cih û wê pêk bên, e.

10. “PIRTÛKA PÎROZ HATIYE GUHERTIN”

Heya vê gihanekê me der heqê neh astengên ku nahêle mirov Pirtûka Pîroz bixwîne û baweriya xwe pê bîne de axivî. Lê dîsa jî, me behsa îtîraza herî belavbûyî ya ku heya niha min ji hevalên xwe yên Misilman bihîstiye, nekir. Ehmed, ev îtîraz berê di postaya elektronîk de anîbû zimên:

Posteya Elektronîk

Tişta ku ez bawer dikim û dizanim ev e: Beşeke mezin a Pirtûka Pîroz bi rewşa xwe  ya îro, ji ber ku ji her pirtûka wî re hîle hatiye tevlihevkirin, sexte ye û hatiye guhertin…

Gelo Ahmed mafdar e? Orîjînala Nivîsên Pîroz hatine guhertin? Beşa din bersiva van pirsan dide.


<1. Doyle, Sir Arthut Conan. Treasury of World Masterpieces: The Celebrated Cases of Sherlock Holmes. R. R. Donnelley and Sons Company, 1981, p. 17. (Cara yekem li Brîntaya Mezin di sala 1981an de hat weşandin.)

2. Romayî 14:1-15:7; Matta 7:1-5

3. Doyle, r. 16

4. Hejmara li Çolê 12

5. Qralên 2., 5

6. Yunus 4

7. Li van pirtûkên ku di Pirtûka Pîroz de ne binêrin: Daniel, Ezra, Ester

8. Yuhanna 4

9. “The Greatest Journey,” National Geographic Magazine, Mar. 2006, r. 62

10. Mezmûr 90:1-12; Markos 8:36; Korîntiyên 2., 4:16-18; Romayî 8:18; Yaqûb 4:13-15

11. Di dîroka mirov de Xwedê, li serzemînê destûr ji hin bobelotan re daye û/an jî ev bobelot şandine. Di nifşa Nuh de, piştî serdemeke sed salî ya sebr û hişyariyê, Xwedê tofaneke ku hemû li ser hemû cîhanê bandor kir şand, û tenê heşt can jê filitî (Afirîn 6-8). Gelek kes bêje ev tofan efsane ye jî, hem qeydên jeolojîk û hem jî yên fosîlan dipejirînin ku ev tofan pêk hatiye. Di dema Brahîm de, zirnîxa agirdar a ku li ser Sodom û Gomorayê hat barîn, ji xeynî sê kesan her kesî qir kir. Di dema Musa de û piştî dema Musa, Xwedê ji ÎsraÎliyan re ferman da ku neteweyên Kenaniyan qir bikin (Yeşu 1-10). Ev şer bi fermanên taybet ên Xwedê hatin çêkirin û bi gelemperî, di van şeran de yên Îsraîlî heft rojên li dû hev li derdora bajêr meşiyan, piştre wekî hilweşîna sûrên bajarê Erihayê (ji hêla arkeolojiyê tê pejirandin) mudaxeleya mucîzewî ya ku ji esmên hat, pêk hat. Xwedê, beriya ku ev netewe darizand, ji wan re wext da ku ji pûtperestî, bêexlaqî û pêkanînên pelos ên wekî qurbankirina mirovan tobe bikin û bi sedan salan sebir kir û li bendê ma (Afirîn 15:16; Ji Misirê Derketin 12:40), lê wan dîsa jî şahidiya mirovên Xwedê yên wekî Brahîm, Yusuf û Musa biçûk dîtin. Tenê çend kesên Kenanî tobe kirin û ji yek Xwedayê rast ê ku li ser Misirê deh belayên sersirûştî şand û di nav Behra Sor de rêyek vekir, bawer kir. Dema Xwedê Gelê Xwe yê kevn darizand, biedalet û bêalî bû. Mînak, Tevrat dinivîse ku Xwedê Îsraîliyan bi belayek ceza dike (ji ber pûtperestî û zînakirina wan) ku 24.000 Îsraîlî dimirin (Hejmara li Çolê 25-31). Xwedê ewil Îsraîl darizand û ancax piştî vê ew li neteweyên bêexlaw û xirab ên derdor şandin ku, Daraza Wî bi cîh bînin. Tiştek xelet e ku mirov bifikire ev netewe bêguneh in. Li gorî Nivîsên Pîroz didin zanîn ku “welatê ku ev netewe lê dijîn, gelê ku lê dijî vedirêşe” (Leviyî 18:25), em dikarin jê bawer bibin ka bêexlaqiya ku kirine çi qas mezin bû. Qencî û sebra Xwedê mezin e, lê xezeba Wî jî bi heman awayî mezin e û daraza Wî jî teqez e.

12. Sedema Xwedê ku yê xirab di demê de daraz nake ew e ku ji gunehkaran re wext dide ku tobe bikin û rizgariya Wî qebûl bikin: “Birayên min ên delal, vê ji bîr nekin ku li gorî Reb rojek wekî salekê ye, salek jî wekî rojekê ye. Wekî hin kesên ku difikirin, Reb dereng namîne ku wehda xwe pêk bîne, lê li hemberî we sebir dike. Lewre naxwaze bila tu kes mehv bibe, dixwaze bila her kes tobe bike.” (Petrusê 2., 3:8-9)

13. Beşên 8,12 û 28-29 ên YEK XWEDA YEK PEYAMê, ji nakokiya der heqê van sê gotinan dibin bersiv.

14. Matta 7:1-20ê bi Romayî 14 û Korîntiyên 1., 6 re bidin ber hev.

Hin malper hê jî der heqê “Di Pirtûka Pîroz de 101 Nakokiyên Zelal” de lîsteyeke dirêj didin, lê dîsa jî çend sal e cih dane mijareke din a bi navê “Di Pirtûka Pîroz de 101 Nakokiyên ku Nehatine Diyarkirin”.www.debate.org.uk/topics/apolog/contrads.htm

16. Ji bo şîrovekirina rast a ayeteke Pirtûka Pîroz du rêzik: 1) Ayetên beriya û piştî ayetê xwendin. 2) Ayetan bi ayetên din re hevrûkirin. Ku em mînakeke bidin, di Pirtûka Dubareya Zagonê de, Musa ji ÎsraÎliyan re ev pêxemberî got: “Dê Xwedayê we REB ji nav we, ji birayên we pêxemberekî wekî min derxe. Guh bidinê.” (Dubareya Zagonê 18:15) Dema Musa ji Îsraîliyan re got dê Xwedê “ji nav wan, ji birayên wan” Pêxemberekî derxe, mebesta Wî çi bû? Hin kes dibêjin Musa der heqê Îsmaîliyan û yên din jî dibêjin der heqê Îsraîliyan de axivî. Naveroka derdorî bersiva rast dide (Mînak, Dubareya Zagonê 17:15, 20; 18:2, 5, hwd.) Ev “Pêxemberê” taybet ê ku Xwedê wehd kir ku derxe, kî bû? Gelek kes vê pêxemberiyê bi avakarê dînê xwe li hev tîne, şîroveya rast di ayetên din de bi awayekî zelal hat diyarkirin. Ji bo bersivê li Yuhanna 5:43-47, Yuhanna 6:14 û Karên Elçiyan 6:14 binêrin.

17. B.M.=Beriya Mesîh / AD= Anno Domini, tê wateya “Di sala Rebê me de.” Îro gelek kes di zimanê Îngîlîzî de kurtekên BCE (Beriya Dîroka Hevpar) û CE (Beriya Dîrokê) bi kar tînin û bi vî awayî di xala ku dîrok vediqetîne de tevî hê zayîna Mesîh heye, ji vê kurtekê Mesîh derdixe.

18. Ku we berê ji bankayekê deyn stendibe, divê we peymanek îmze kiribe – belgeyeke zagonî. Di peymanê de berpirsiyariya bankayê ew bû ku perê ku ji we re wehd dikir bidaya; berpirsiyariya we jî ew bû ku divabû di demek şûn de we ew pere bidaya. Di peymanê de ku we li gorî berpirsiyariya tevnegeriya, hûn ê bi encamên ne xweş re rûbirû bimana. Bi heman awayî, Pirtûka Pîroz peymanên ku ji bo mirovahiyê çêdike bi hurgûlî diyar dike – dike ku mirovên wekî we û min ji bereketa Wî ya bêdawî tam bigire. Xwedayê ku bi mirovan re “peymanek” çêdike, li gorî ayetên Pirtûka Pîroz bêhempa ye.

19. Em ê di beşa 5. de li nîşaneyên kalîte yên xwedayî ya Nivîsên Pîroz binêrin. Der heqê Xwedê de, mînakeke xurt a ku beriya pêkhatina bûyerê diyarkirina dîrokê, di beşên 7-12 yên pirtûka Daniel de cih digire. Daniel, B.M di sala 400an de, dîroka împaratoriyên cîhanê ya heya dema Mesîh diyar dike û bûyerên ku dê di demên dawî de pêk bên hê diyar dike. Daniel ev hemû di navbera B.M. salên 600 û 530an de nivîsîn.

Kurmanji English Chapter Title : 

2. Overcoming the Obstacles

3. Hat Guhertin An Hat Parastin?

3
HAT GUHERTIN
AN HAT PARASTIN?
Giya ziwa dibe, kûlîlk diçilmise,
Lê peyva Xwedayê me, berdewam dike heyaebediyê.”

— Pêxember Yeşaya (Yeşaya 40:8)

Postaya elektronîk a ku li jêrê hatiye diyarkirin, ji parçeyên ku ji çar cihên cuda yên cîhanê hatine, hatine hilbijartin û fikrên kesên ku ji mîlyarek zêdetir in li dinyayê dijîn, îfade dike:

Posteya Elektronîk

Em ji hemû Nivîsên Pîroz ên Xwedayî bawer dikin, lê ji yên ku orîjînal in.

Posteya Elektronîk

Ji bîr nekin ku hûn xwedî peymaneke kevn û peymaneke nû ne ku peyvên tê de cih digirin hatine guhertin. Peyvên ku di Qur’ana Pîroz de cih digirin bi salan e eynî ne.

Posteya Elektronîk

Pirtûka we ya Pîroz ji nû ve hatiye nivîsîn, hin tişt li ser hatine zêdekirin, û ji ber ku bi baweriya we ya nexweşok re li hev bê, metneke di serî de ji nû ve hatiye sazkirin, û hatiye guhertin e.

Posteya Elektronîk

Ez bawer dikim ku Pirtûka Pîroz bi salan e, heta bi hezaran sal e hatiye guhertin û ez wisa difikirim ku ne bi temamî jî be, beşeke mezin a Peymana Nû bitemamî metneke nehêja ye ku ji hêla pêxemberekî sexte yê bi navê Pavlûs ve hatiye afirandin. Ji ber vê yekê, jêgirên ku hûn ji Pirtûka Pîroz digirin ji bo min wendakirina wext e û/an jî ji bilî peyvên ku diêşînin tiştek din îfade nake.

Gelo ev îdîa bikêr in? Xwedayê bêdawî ji mirovê bêdawî re destûr daye ku, berî demeke dirêj, ji Nivîsên ku ji pêxemberên xwe re rave kiriye, re hîle tevlî bikin û van Nivîsan biguherînin.

PEYVEKE KESANE KU Jİ BO MISILMANAN TÊ GOTIN

Li vir, ez dixwazim rasterast hîtabê xwendevanên xwe yên Misilman bikim.

Wekî îhtîmaleke mezin e ku hûn dizanin, Qur’an bi awayekî zelal dibêje ku Nivîsên Pirtûka Pîroz –Torah (Tewrat), Mezmûr (Zebûr) û Mizgînî (Încîl)- ji hêla Xwedê ve, ji bo ku “rêberî û nûr” bînin, hatine dayîn (Sure 5:44-51). Di Qur’anê de, di heman de demê de ev îfade cih digire: “(Ya Mihemed!) Me ji bo te jî ew Pirtûk (Qur’an) heq, pirtûkên li ber te (Pirtûka Pîroz) rastker, me ew wekî çavnêr daxistin (Sûre 5:48). Û “Beriya te jî me ancax  hin mêrên ku me ji wan re wehî kir, wekî pêxember şand. Ku hûn nizanin ji kesên xwedî ilm (Pirtûka Pîroz) bipirsin.” (Sûre 21:7) Qur’an di heman demê de vê hişyariyê jî dike: “Ew kesên ku pirtûk (Qur’an) û tiştên ku em ji elçiyên xwe re dişînin, derew derdixin… wê di agirê de bêne şewitandin.”(Sûre 40:70-72)

Qur’an her tim 1 wisa daxuyanî dide, ew kesên pirtûkên Pirtûka Pîroz yên ku ji hêla Xwedê ve hatine wehîkirin red dikin, dê biçin cehenemê. Ev peyv, peyvên Qur’anê ne.

Ev peyvên Qur’anê, ji bo Misilmanên ku li hemû welatan dijîn mamikeke cidî derdixe holê, lewre Pirtûka Pîroz û Qur’an ji bo karaktera Xwedê û ji bo armanc û planên ku ji bo mirovahiyê çêkiriye, di bingehê de du peyamên yekcar ji hev cuda pêşkêş dikin.

Gelek Misilman ji ber vê ye ku encama tehrîfkirina Pirtûka Pîroz derdixin holê. Pirsên jêrê ji gelek kesê re alîkarî bûye da ku li ser vê encamê bifikirin.

ÇEND PIRSÊN KU JI BO MISILMANAN HATINE AMADEKIRIN

  • Hûn bawer dikin ku hêza  Xwedê ya parastina Nivîsên Xwe heye?
  • Ku hûn bawer dikin, hûn difikirin ka dixwaze Nivîsên Xwe biparêze? 
  • Ku hûn bawer dikin ku Nivîsên pêxemberan hatine guhertin:
    • Kengî hatin guhertin?
    • Li ku hatin guhertin?
    • ew guhertin? Ku hûn difikirin ku Xirîstiyan an jî Yahûdî ev Nivîs guhertin, naxwe hûn çima difikirin ku ev qas kesên ku dixwazin di ber parastina van Nivîsan de bimirin, pirtûkên pîroz diguherînin û xira dikin? 2
    • Di vê mijarê de delîlê we yê hûn bikaribin pêşkêş bikin çi ye?
    • Ew ê ku Hêza Wî Têra Her Tiştî Dike, ji bo çi ji mirovên fanî re destûr daye ku bila qeydên hatine nivîsîn û raveyên wan biguherînin?
  • Ku Xwedê destûr dide ku pirtûkên Mûsa û Dawud pêxember bên guhertin, hûn çawa dizanin ku ev pirtûka ku baweriya we pê tê jî rastî vê bêhurmetiyê nehatiye?

Armanca vir, ne ew e ku bi van pirsan re bêhna mirovan teng bikin, lê gelek kes ji vê “tawanbarkirina guhertinê” bawer dike û ji ber ku ev mijar xwedî girîngiyeke bêdawî ye, em pirsek din bipirsin:

  • Hûn difikirin ku Nivîsên Pirtûka Pîroz, beriya şandina Qur’anê hatine guhertin û xirakirin an piştî wê?

Beriya xwendinê ji bo dîtina ka hûn ji bo pirsa “berê an piştre” çawa bersiv didin  hinek bisekinin. Belkî beriya xwendinê hûn ê bixwazin bersiva xwe binivîsin.

BERÊ?

Ger bersiva we ew e ku metnên Pirtûka Pîroz beriya nivîsîna Qur’anê hatine guhertin – naxwe çima Qur’an wisa dide ragihandin ku ev Nivîs ji bo mirovahiyê ne xapandinek e lê belê “rêber”ek e, ne tarîtî ye lê belê “nûr”ek e? Qur’an ji bo çi dibêje “Bila Încîl bi daxistina xwe ya di ehlî Xwedê de hukm bike”? (s: 42) (Sûre 5:47) Û dîsa Qur’an çima daxuyaniyek wisa dide?: “Di peyvên Xwedê de qet guherînek tune ye.”

Ger ku ji Nivîsên Pirtûka Pîroz nayê bawerkirin, naxwe Qur’an çima ev ferman da?: “Ger ku ji tiştê ku me daxist şika te hebe, ji kesên ku beriya te ew Pirtûk (Tewrat) xwendin bipirse” (Sûre 3:78) 3

PIŞTRE?

Ger ku hûn dibêjin metnên Pirtûka Pîroz piştî nivîsîna Qur’anê hatine guhertin, naxwe dê ev mijar derkeve holê ku divê bê diyarkirin: Îro Pirtûkên Pîroz ên ku di destê me de ne, ji destnivîsên kevn ên bi dîroka gelek sedsalên beriya daxistina Qur’anê bo zimanê me hatine wergerandin.

Dema Qur’an ji ber dihat xwendin, jixwe Nivîsên Pîroz berê li Ewrûpa, Asya û Afrîkayê hatine belavkirin û ji bo gelek zimanên wekî Latînî, Suryanî, Kiptî, Gotîk, Etiyopya û Ermenkî hatibûn wergereandin. 4

Li ser vê mijarê bifikirin. Çawa dibe ku komeke mirov “guhertin” xistibûn nava pirtûkên ku ev qas navdar bûn? Ev pirtûk ji bo gelek zimanan hatin wergerandin, ji aliyê bi milyonan kesan ve hatin kopîkirin û di nava cîhana ku haya wê ji van pirtûkan hebû, bilezûbez hatin belavkirin. Vê xîret û hewldanên ku ji bo van hemû kopyayên bi zimanê orîjînal, bi wergerên ku nayên jimartin re bînin ba hev, bînin ber çavê xwe – û îro ji bo afirandina hemanbûna van wergerên ku di destê me de ne, hewldana guhertina her yekê wan dê peywireke bêderfet bûya ji bo pêkanînê.

Encam zelal e:

  • Îdîakirina Pirtûka Pîroz a ku berê nivîsîna Qur’anê hatiye guhertin, nakokiyek e bi dozîneyên ayetên Qur'anê re. 5
  • Îdîakirina Pirtûka Pîroz a ku piştî nivîsîna Qur’anê hatiye guhertin, nakokiyek e bi delîlên arkeolojîk û dîrokî yên ku pişta xwe didin bihezaran belgeyên kevn ên destnivîs.

Ev encam, rêzek pirsên nû derdixe holê.

Ev bihezaran belgeyên destnivîs û werger ên ku aîdî Pirtûka Pîroz in, ji kû hatin?

Nivîsên orîjînal li ku ne?

NIVÎSÊN ORÎJÎNAL Û “CISNÊ” WAN

Ji ber rastiya kevnbûn û viritîna her tiştê li serzemînê ku pirtûk jî tê de ne, destnivîsên orîjînala Pirtûka Pîroz (ev di heman demê de wekî autografjî tên binavkirin), êdî di dest de nemaye. Lê dîsa jî bihezaran kopyayên pêşîn ên ku ji “cisnê” orîjînalên ku pêxember nivîsîne tên, li dinyayê li gelek muze û zanîngehan tên parastin, hene.

Hemû belgeyên orîjînal ên der heqê Tewrat, Mizgînî, fîlozof Arîsto, dîrokvan Flavîus Josephus an jî Qur’an 6 a xwedî dîrokeke nêzîktir de, hatine xurimîn û wenda bûne. Ev rewş ji bo hemû pirtûkên aîdê serdema kevn eynî ye. Yên mayî tenê belgeyên ku “cisnê” orîjînalên wan tên, in.

Piraniya mirovên Senegalê wisa bawer dikin ku Pirtûka Pîroz hatiye guhertin. Baweriya wan bi Pirtûka Pîroz tune ye. Bêyî mantiqê, ji grîotên xwe bawer dikin. Grîot dîrokvanekî devkî ye ku peywira wî ya bingeh jiberkirina dîroka malbat, cisn û gundê wan e û bi devê xwe vegotina wan e. Grîotekî ku di hişê xwe de agahiyeke kitekit a der heqê malbata xwe de bigire û vê agahiyê bi mîsogerî ragihîne, bandorker e. Ew grîot di peywirên xwe yên ku pêk tînin de çi qas baş jî bin, ew qethîtî û kitekit di demê de wenda dibin. Di nav mirovan de bi awayê devkî rêbaza parastina rastiyê, bi rastî û ewledarbûna rêbaza nivîskî re nayê rûberkirin.

Çima gava gelek mirov di mijara bibawerbûna şahidiya devkî de dilezîne, di mijara bibawerbûnaşahidiyanivîskî ya Xwedê de hêdî diçe?

Gelo ev tevgereke zanakî ye?                                     

“Em şahîdiya mirovan qebûl dikin, lê belê şahîdiya Xwedê serdesttir e… kesên ku baweriya wan bi Xwedê nayên Wî derewker derdixin, lewre ji şahîdiya der heqê Kurê Xwedê de bawer nekiriye.” (1. Yuhanna 5:9-10)

TOMARÊN PARŞOMEN Û NIVÎSVAN

Nivîsên Pîroz dema ku kaxez, weşanxane û kompîtur di holê de tunebûn, beriya demeke dirêj hatin nivîsîn. Pêxemberan peyvên Xwedê li ser tomarên ku bi çermên heywanan an jî bi papîrusan hatine çêkirin nivîsîn. Piştre ev tomarên orîjînal ji aliyê nivîsvanan ve bi destan hatin kopîkirin. Nivîsvan kesên bijare û profesyonel ên dinyaya kevn bûn ku dikarîbûn bixwînin û binivîsin, belgeyên qanûnî sererast bikin û sûretên wan derxin. Hin nivîsvan di heman demê de sûretên metnên Pirtûka Pîroz jî derxistin. Armanca wan ew bû ku van nivîsan birêkûpêk kopî bikin. “Nivîsvan di dawiya hin pirtûkan de hejmara peyvên pirtûkê dida û diyar dikir ka kîjan peyv di orta pirtûkê de ye, wisa ku, nivîsvanên paşînî ji bo ku bawer bibin ku tîpek jî derbas nekirine bi her du awayî jî bikaribin bihejmêrin.” 7

Lêkolînvan, xetayên kopîkirinên nemuhîm ên metneke kevn a dinyewî an jî pîroz tu car wekî pirsgirêk nedîtin. Rastiya der heqê van guherînên ku di metnên bi destan hatine nivîsîn de mane, fikra der heqê neguhertina Nivîsan de xurt dike. 8 Berevajî Qur’anê, di dîroka Pirtûka Pîroz de tu kes hewl nedaye ku “kopyayeke mukemel” çêke û piştre destnivîsên mayî bişewitîne. 9

Xwedê peyama xwe ji bo me parastiye. Lê em çawa jê bawer dikin ku Nivîsên îro orîjînala nivîsên ku pêxember û elçiyên wan nivîsîne, ne?

TOMARÊN BEHRA MIRÎ

Heya demên dawî, kopyayên herî kevn ku tên zanîn, yên Nivîsên Peymana kevn (ya ku di navbera salên B.M 1500 û 400an de ji aliyê pêxemberan ve hatiye nivîsîn) dîroka sala P.M nêzî 900ê hildigirin. Rexnegirên ku demeke dirêj di nav kopî û orîjînalan de mane, wisa îdîa kirin ku ji ber ku ev metnên kevn bi sedsalan e ji yekcarê zêdetir hatine kopîkirin, ne mimkun e ku bê zanîn ka pêxember çi nivîsîne. 10

Piştre Tomarên Behra Mirî hatin keşfkirin.

Sal: 1947

Cih: Kîrbet Kumrana nêzî Behra Mirî

Agahiya Ewil: Kurekî şivan yê ku Bedewî ye, gava li bizina xwe ya wenda digere, rastî şikeftekê tê ku nava wî bi kusikên ku ji gilkê hatine çêkirin tije ye û di nav wan de gelek nivîsên kevn ku bi zimanên Îbranî, Aramî û Grekî hatine nivîsîn hene.

Di navbera 1947 û 1956an de li yazdeh şikeftan de ji 225an zêdetir belgeyên destnivîs ên ku aîdî Pirtûka Pîroz in hatin dîtin. Zanyar wisa biryar dan ku ev tomar di navbera salên B.M 250 û P.M 68an de hatine nivîsîn. Destpêkirina nivîsîna piraniya van belgeyên destnivîs 2000 sal berê bû. Çi keşfeke girîng!

Tomar, P.M nêzî sala 70an de (sala ku Roma Yeruşalimê wêran kir) ji hêla Esseniyan  ve –komeke tarîkata Musewî ya ku hinek berî û piştî mîlatê li Filîstînê jiyane- yên ku wekî Cihû tên zanîn, li şikeftên Kumranê hatibûn veşartin. Ne xema wan kesan bû ka dê çi bihata serê wan, lê li gorî baweriya wan divabû ev nivîs ji bo nifşa paşerojê bihatana parastin. Digel Cihû bi kuştin an jî bi mişextan hatin belavkirin, nivîsên wan hatibûn parastin. Ev parşomenên papîrus, nêzî bi 1900 salan li îklîma zuwa ya herêma Behra Mirî ya ku ji bo parastina wan îdeal bû, di nav kusikên gilk de hatin veşartin.

Dema li cîhanê cara yekem nûçeya der heqê keşfa van belgeyên kevn de derket, gelek kes fikirîn ku cudahiyeke girîng heye di navbera van belgeyan û belgeyên dawî yên ku ji wan hezar sal nûtir in. Bi vî awayî, belkî îdîaya “guhertina Pirtûka Pîroz”  dê bihata tesdîqkirin!

Kesên şikber di ber de man. Tenê di şeklên rastnivîs û rêzimanê de cudahiyên negirîng hebûn. Ev belgeyên destnivîs, bi Pirtûka Pîroz a îro re heman peyvan dihundirandin.

  Tomarên Behra Mirî:
B.M 250 – P.M 68
  Destnivîsên berê yên ku ewil dihatin zanîn:
P.M 900
  Pirtûka Pîroz a îro:
Nehat guhertin

Biryara fermî ya li ser fikra lêkolînvanên Tomarên Behra Mirî ya der heqê xirabûn an jî guhertina van Nivîsan çi ye? “Delîla dîrokî derdixe holê ku guherînek wisa pêk nehatiye.” 11

DI DÎROKÊ DE PIRTÛKA BAŞTIRÎN HATIYE PARASTIN

Gava em li ser Peymana Nû bisekinin, ji 24.000an zêdetir belgeyên kevn ên destnivîs hene ku di nav wan de 5300 belgeyên ku bi zimanê Grekiya orîjînal hatine nivîsîn û 230 hebê wan aîdî dîroka sedsala şeşemîn in. Ev belge, Peymana Nû wekî metna herî baş a ku di dîrokê de hatiye belgekirin, saz dikin.

Ji bo hevrûkirinê li nivîsên fîlozof Arîstoyê Yewnanî yê ku di navbera salên B.M 384 û 322yan de jiyaye binêrin. Arîsto bîrmendê herî bandorker ê hemû deman e. Lê dîsa jî çavkaniya bi dîroka herî nû ya ku tiştên ku em der heqê fikr û mantiqa wî de dizanin, hin belgeyên destnivîs ên sala P.M 1100 e – digel ku di navbera dîroka nivîsên orîjînal de 1400 sal heye,  dîsa jî tu kes der heqê rastbûn an jî parastina peyvên wî napirse.

Zanist, ji bo bi hezaran belgeya destnivîs a Peymana Nû re wek îlawe, di metnên Pirtûka Pîroz de yên ku beriya P.M di 325an (dîroka destnivîsa herî kevn a bêkêmasî ya Peymana Nû ku li ser piyan maye) de hatine nivîsîn, bi hezaran jêgir ên ku ji Peymana Nû hatine girtin, dîtine. Ev jêgir ew qas pir û kûr bûn ku, hema hema hemû Peymana Nû dikarîbû bi van nivîsan ji nû ve bihata çêkirin. 12

Delîl wisa didin nîşan ku Peymana Nû di nav metnên demên berê de baştirîn hatiye parastin.

PIRTÛKÊN PÎROZ ÊN CUDA?

Belkî yek dibêje “Lê ew qas Pirtûkên Pîroz ên cuda hene ku! Kîjan rast e?”

Famkirina cudahiya navbera destnivîsên Pirtûka Pîroz a kevn û wergerên cuda yên van nivîsan girîng e. Ev destnivîs, berê demeke dirêj –bi sed salan berê Qur’anê- ji hêla nivîsvanan ve hatin kopîkirin. Pirtûkên Pîroz ên çapkirî yên îro ji van metnên kevn hatine wergerandin. 13 Hin beş an jî tevahiya Pirtûka Pîroz ji zimanên xwe yên orîjînal (Îbrankî, Aramî û Grekî) ji 2400an zêdetir, ji bo zimanên cuda hatine wergerandin.

Îngîlîzî yek ji van zimanan e.

Pirtûka Pîroz bi Îngîlîziyeke nuwaze hatiye nivîsîn, li bazarê bi navê wersiyonan (lêanîn), wekî werger bi dozîneyan hene. Her yekê wersiyonên Îngîlîzî ji hev hinek cuda hatine qeydkirin; sedema vê ew e ku gava ji zimanekî ji bo zimanekî din werger tê çêkirin, di navbera peyvan de cudahiyên biçûk ten çêkirin. Peyvên ku wergêr ji bo wergerandinê hildibijêrin dibe ku cuda bin, lê gava bi awayekî durist tên wergerandin, wate û peyama peyvan naguhere.

Wergera pêşkî ya di vê pirtûka ku hûn dixwînin de hatiye bikaranîn  wersiyona New King James Version e (NKJV). Ev wersiyon wergereke hûrbijer û yek û yek e ku bi Îngîlîziya îro hatiye çêkirin. Di hin cihên pirtûkê de jî, ji ber ku carinan famkirina wê hêsantir e, New International Version (NIV) jî hat bikaranîn.

Em li ayeta jêrê ku bi van du wersiyonan hatiye nivîsîn binêrin:

NKJV: “Bi serde, dema hûn rojî digirin, wekî kesên durû yên ku xwe wekî xemgîn nîşan didin, nebin. Lewre ew, ji bo ku rojîgirtina xwe ji mirovan re aşkere bikin îfadeya rûye xwe diguherînin. Ji we re rasterast dibêjim ku, wan xelatên xwe girtine.” (Matta 6:16)

NIV: “Dema hûn rojî digirin, wekî durûyan mehdê xwe tirş nekin, lewre ew, ji bo ku rojîgirtina xwe nîşanî mirovan bikin îfadeya rûyê xwe diguherînin. Ez ji we re rastiyê bêjim, wan xelatên xwe başebaş girtine.” (Matta 6:16)

Digel ku peyv guherîne, wate heman in.

XWEDÊ MEZINTIR E

Îdiaya mirovan a guherîna Peyva Xwedê belkî jî bi awayekî henekî derewxistina wê, li hemû cîhanê her roj ji mizgeftan tê daxuyankirin.

Min evgotina xwe vê sibê bihîst.

“Ellahû Ekber! Ellaaaaahû Ekber!”

(Xwedê mezin e! Xwedê mezin e!)

Belê, Xwedê mezin e – ji mirovan û ji pêvajoyên dirêj ên demê mezintir e. Xweda yê ku ji bo bereketa mirovan û ji bo navê Xwe rast e û dijî, Peyama xwe ji bo hemû nifşan parastiye.

Xwedê ne tenê Afirîner û Tedarekerê dinyayê ye; Ew Nivîskar û Panêrê Peyva xwe ye.

Ya Xwedê, peyva te heya bedawiyê li ser esmanan e.” (Mezmûr 119:89)

ASTENGIYÊN BÊDAWÎ

Di vê gihînekê de, fikra wan kesên ku ji bo rêwîtiyê xwe amade dikin, ji astengiyên ku ji bihîstina Peyva Xwedê wan dûr dixin, ji heq derkevin wê pir xweş bûya. Lê ceribandin destûr nade ku em wisa bifikirin. Ji bo gelek kesan li rêya rastiyê wê her tim astengeke din, û yekê din û dîsa yekê din hebe. 14 Çendek berê ji min re ev posteya elektronîk hate şandin:

Posteya Elektronîk

Spas ji bo bersivên we. Ev peyvên Xwedê ku li cihek gotibûn tê bîra min: “Em ê mirovê wekî ME çêkin.” Min her tim meraq kiriye ka ev peyva “ME” tê çi wateyê. Wersiyonên cuda yên Pirtûka Pîroz tune ye? Ji van wersiyonan kîjan rast e? Ji adetê der dîn tune ye? Ku dîn tunebûna, dê kuleyên cêwî hê li ser piyan bimana? Xirîstiyanî ne ji gelek mirinan berpirsiyar e? Û çima ji tiştê ku hûn bawer dikin, guman nakin, çima ji baweriya xwe bawer in? Çima? Çima? Çima? Çima? Em dikarin efsaneyekê heya dawiyê vepirsin û ji bo ku pere bê em dikarin wekî gelek waîzan bersiv li hev bînin. Û kê Xwedê afirand? Min ji bîr kiriye.

Spas

Gava pirtûka Xwedê ji bersivên vî kesî re bersivên tetmînker dibîne, kesên beriya biçin mezelê ku dixwazin rastiya bêdawî keşf bikin, piştî demekê divê dev ji pirsa “çima” berdin û divê êdî li ser peyvên Xwedê bifikirin.

SEDEMÊN RASTÎ YÊN GUHNEDANA MIROVAN JI PIRTÛKA PÎROZ RE

Pirtûka Pîroz sedema rastî ya redkirina rastiya Xwedê rave dike.

Min ji van sedeman sê heb rêz kirin li jêrê:

1. DILÊN XETÎŞBÛYÎ

Sedema hin kesên ku li ser Pirtûka Pîroz nafikirin tenê ev e ku naxwazin Afirîner û Xwediyê xwe nas bikin.

Li îfadeya Nivîsên Pîroz ku nirxa dilê (ne agahiya der heqê avêtina damarên dil – agahiya der heqê can ku navenda kontrola hundir e) mirov diyar dike ev e: “Mirov xira bûn… Xwedê, ji asîmanan li mirovan dinêre ka kesekî biaqil û Xwedê digere heye an na. Hemû rêşaş bûn, hemû xetîş bûn…”(Mezmûr 14:1-3)

Tu eleqeya mirovan a redkirina Pirtûka Pîroz bi Nivîsên guherî re tune ye; hemû pirsgirêk ji ber dilên mirovan ên xetîşbûyî ne.

Em nivîsên Silêmanê Qral bixwînin: “Xwedê mirovan rast afirand, lê ew hê jî çareseriyên tevlîhevdigerin.” (Waîz 7:29) Dema me ji bo dilxaziyên xwe yên xwezayî berdidin, em riya xwe hildibijêrin, em serî li çareseriyên xwe yên tevlihev didin û di dînê dê-bavê xwe de tên dinyayê û di dînê wan de dimirin. Ji bo ku em Xwedê nas nekin, ji bo ku li Wî negerin em didin dû gelek sedeman. Piştî demeke kin a rêwîtiya me ya Nivîsên Pîroz em ê bibînin ka em çima wisa tevdigerin. Ji bo niha têra we ye ku hûn bizanibin hişyarkirina me ya bi rêya peyvên ku her tim di pirtûka Xwedê de tên dubarekirin rast e û di cî de ye:  “Kesê ku guhê wî heye bila bibihîze!”(Matta 13:9) 15

2. FIKAR Û DEWLEMENDÎ

Hin kes tu car li ser pirtûka Xwedê naxebitin, lewre bala wan li ser vê dinyaya niha ye. “Fikarên dinyewî yên der heqê vê jiyanê de û peyva xapandina dewlemendiyê mirov dixeniqîne.” (Matta 13:22)

Îsayê Nasirayî di hemû jiyana xwe de çîroka wî zilamê dewlemend yê ku guh nedaye pêxemberan got. Wî zilamî belkî jî wijdanê xwe rihet kiribû bi îdîakirina pênebawerbûna Nivîsan. Rewşa wî çi be bila bibe, ew zilam di dawiyê de mir û xwe di dojehê de dît. Xwedê ji vî zilamî re, ku dixwest kesên dijî agahdar bike, destûr da ku bila bi Birahîm Pêxember -yê ku di cenetê de ye- re axaftineke biçûk bike. Zilamê dewlemend ji bo ku zimanê xwe hênik bike, av xwest, lê jê re av nehat dayîn. Gava mirov êdî fam kir ku hêviyê xwe heya dawiyê wenda kiriye, ji Birahîm wisa lava kir:

“Ji van miriyan kesekî bişîne ku bila pênc birayên min ên ku dijîn agahdar bike, bila ew jî nekevin vê cihê bikeser!”

Bersiva Birahîm aşkere û zelal bû:

Li cem wan peyvên Mûsa û pêxemberan hene, bila guhdarî wan bikin” got.

“Zilamê dewlemend,“Na, bavo Birahîm, guhdarî nakin!”got. “Ku kesek ji nav miriyan biçe, dê tobe bikin.”

Brahîm gotê,‘Ku guhdarî peyvên Mûsa û pêxemberan nekin, yek ji miriyan vejî jî îkna nabin.’”(Lûka 16:27-31)

Xwedê Peyva xwe ya Nivîskî ji bo ku Rastiya Wî bila ji vexuyanên mûcîzewî û kerametan zêdetir îknaker bibebeyan kir. Xwedê Nivîsên pêxemberan ji bo me tedarek kir û parast û li bendê ye ku em “Nivîsên pêxemberan bibihîzin”.

3. TIRSA MIROV

Hin kes qet li ser Pirtûka Pîroz naxebitin, lewre gava vê tiştê dikin ji gotinên mirovên din ditirsin.

Wextekî cîranekî min ji min re wiha got: “Ku ez ji malbata xwe netirsiyama, min ê Pirtûka Pîroz bixwenda!” Lê di vê navberê de Pirtûka Pîroz ji min re wisa dibêje: “Tirsa ji mirovan xapandinek e, lê kesê ku baweriya xwe bi Xwedê tîne di ewlehiyê de ye.”(Wecîzeyên Silêman 29:25).

Li gorî nêrîna Xwedê, ji bo guhdayîna Peyama Wî, sedemeke bimantiq tune ye.


1. Ji referansên Qur’anê yên ku ji Misilmanan re didin zanîn ku nivîsên Pirtûka Pîroz ji hêla Xwedê hatine wehîkirin, mînakên din: Sûre 2:87-91, 101, 136, 285; 3:3-4;4:47, 54, 136; 5:43-48, 68; 6:92; 10:94; 20:133; 21:105; 28:43; 29:46; 32:23; 40:53-54, 70-72; 45:16; 46:12; 57:27, hwd.

2. Nivîsên Peymana Kevn, bi sedsalan ji hêla civakên Cihû yên hesûd bi pêwendî hatine parastin. Ev civakên Cihû qet destûr didan ku ev pirtûk ango Nivîsên Pîroz a ku dikarîbûn ji bo her yekê wan bimirana, bê guhertin? Di dîrokê de rewşeke mîna vê tune ye ku komeke dîndar (Xirîstiyan) baweriya xwe li ser bingeha pirtûkeke (Peymana Kevn) ku ji hêla komeke din a dîndar (Cihûyên Ortodoks) tê rêzgirtin û tê parastin, ava bike. Tenê ev rastî jî, guherîna Nivîsên Peymana Kevn ne mimkun nedikir?

3. The Holy qur’an. Ji hêla M.H. Şakir hat wergerandin. Tahrike Tarsile Qur’an, Inc., Versiyona elektronîk, 1993.

4. Metzger, Bruce M. Û Michael D. Coogan. The Oxford Companion to the Bible. NY: Oxford University Press, 1993. r.754.

5. Li têbiniya 37 binêrin.

6. Heya beriya P.M sala 750yan (demeke ji 100 salan zêdetir a piştî mirina Mihemed) em ne xwedî belgeyên aîdê Qur’an an jî Îslamiyetê ne ku rastiya wan dikare bê çespandin. http://www.debate.org.uk/debate-topics/historical/the-bible-and-the-quran/the-qurans-manuscript-evidence/ 

7. Metzger and Coogan, p.683.

8. Li vir mînakeke cureya ku di xuyanga de dikare bê guhertin heye ku di belgeyên destnivîs ên kevn de dikare bê dîtin. Em di Peymana Kevn de, di pirtûa Qralên Duyemîn de vê dixwînin: “Yehoyakin di hejdeh saliya xwe de bû qral” (Qralên 2., 24:8). Di vê navê de pirtûka Dîrokên Duyemîn cih dide vê biwêjê: “Yehoyakin di heşt saliya xwe de bû qral” (Dîrokên 2., 36:9) Cudahiyên wisa çawa dikarin bên diyarkirin? Hin lêkolînvan dibêjin ku bavê Yehoyakin ew di heşt saliya xwe de girt şirîkahiya rêveberiyê û piştî mirina bavê wî, Yehoyakin di hejdeh saliya xwe de dest bi serweriyê kir, dibe ku di vê ramanê de xeberê wan be. Lê dîsa jî raveyeke din ev e: ev cudahiya reqeman, dibe ku ji ber nivîsvanên sedsala pêşîn be ku li şûna “18” “8” nivîsîne. Ku ev îhtimal rast be, ev şaşitiya reqemê, dibe ku ji kopyaya yekemîn a nivîsvanî derbasî hemû kopyayên din bibe. kîjan îhtimal rast be bila bibe, ev guherînên wisa li ser peymana Xwedê ya ku daye me de tu bandor nake an jî nikarin biguherînin. Di gelek rewşan de, cilda orîjînal a destnivîsên Pirtûka Pîroz, ji lêkolînvanan re destûr dide ku bi hevrûkirina metnên cihêreng bila biryar bidin ka kîjan biwêj rast e.47

9. Hedîs vê dinivîse: “Piştre Osman ji Zeyd Bîn Tabît, Ebdullah Bîn az-Zubeyr, Seyd Bîn Al-As û Ebdurehman Bîn Hîşam re ferman da ku destnivîsên xwe yên li ser kopyayên nuwaze, dîsa binivîsin… Wan jî ew ferman bi cih anîn û piştî ku gelek kopya nivîsîn, Osman kopyayên orîjînal dîsa ji Hafsa re şand. Osman ji her eyaletan re ji wan kopyayan şand û ferman da ku hemû destnivîsên parçe an jî malzemeyên din ên Qur’anê yên ku wekî kopyayên qedandî hatine nivîsîn, bişewitînin.” (Hedîs, Sahîh Buharî, VI, no. 510). (Hedîs peyvên Mihemed in ku ji hêla hevsera Wî û derdora Wî ya nêzîk hatine ragihandin. Misilman, bingeha piraniya bawerî û pêkanîn xwe li ser Hedîsên xwe çêdikin.

10. Beriya dîtina Tomarên Deryaya Mirî jî –ji bo erêkirina neguhertina Nivîsên Pîroz- tişta ku divê mirov bikira hevrûkirina Peymana Kevn a îro û Septuagintê (wergera Grekî ya Peymana Kevn a ku B.M. nêzî sala 270yan hat qedandin). Septuagint têrê heye ku bide nîşan Nivîsên Peymana Kevn nehatina guhertin û hatine parastin.

11. Abegg, Martin Jr., Peter Flint and Eugene Ulrich. The Dead Sea Scrolls Bible. San Francisco: Harper, 1999, rûpel xvi.

12. McDowell, Josh. A Ready Defense. Nashville: Thomas Nelson Publishers, 1993, rûpel 42-28. http://www.debate.org.uk/debate-topics/historical/the-bible-and-the-quran/the-qurans-manuscript-evidence/

13. Nivisên Pîroz ên Peymana Nû, ji çend orîjînalên metnên (Metna Piraniyê, Textus Receptus, Metna Alexandrian) Grekî hatin wergerandin. Di nav metnên Peymana Nû ya Grekî de, li cihê ku guhertinên “girîng” hatine çêkirin, di piraniya wergerên Pirtûka Pîroz de, li kêleka rûpelê nîşeyên der heqê van gûhertinan de hene. Beşên herî dirêj ên ku li ser tên sekinîn, ayetên wekî Markos 16:9-20 û Yuhanna 7:53-8:11 in, her 12 ayet bi temamî di nav vê de ye. Di çend destnivîsên ku di destê me de ye ev beş (Metna Alexandrian) tune ne, lê ev beş di nav yên din ên ku bi sedan in (Metna Piraniyê) hene. Bila di hişê we de be ku yê kevntir ne hewce ye ne hewce ye yê rasttir be, lewre metnên cihêreng ji kopyayên kevn ên cuda tên. Îhtimal e ku kopyakerê ku bala wî çûye ser tiştek din, bi şaşî ev parçe nenivîsîne. Sedem çi be bila bibe, hemû rastiyên ku li van cihên ku nehatine nivîsîn, hatine fêrkirin, di heman demê de li cihên din ên Nivîsên Pîroz jî têne fêrkirin. Peyama Xwedê, bê bandorkirinê dimîne. Ji ber ku di hin kopyayên kevn de, hin beşên peyama Xwedê yên ku qet nehatine guhertin tê de tune ne, redkirina peyama Xwedê tevgereke zanyarî ye?

14. Di demên dawî de pirtûkên ku der heqê naveroka Pirtûka Pîroz de mirov biguman bike hatine weşandin û fîlm hatine çêkirin. Hin rexnegîrên Pirtûka Pîroz nakokî, “mizgîniyên alternatîf” nîşan didin. Ev hemû “mizgînî” demeke dirêj piştî dema Mesîh hatine nivîsîn û ji pejirandinên dîrokî bêpar in.

15. Ev biwêj di heman demê de di van ayetan de jî heye: Matta 11:15; 13:43; Markos 4:9, 23; 7:16; Lûka 8:8; 14:35; Wehî 2:7, 11, 29; 3:6, 13, 22; 13:9.

Kurmanji English Chapter Title : 

3. Corrupted or Preserved?

4. Zanist Û Pirtûka Pîroz

4
ZANIST Û PIRTÛKA PÎROZ
“Ew dinyayê dialiqîneLi ser tunehiyê.”
— Eyûb Pêxember (Eyûb 26:7)

Çend sal berê ez û hevsera xwe, di bin şikeftekê de çûne gerê. Xanima rêber gava teraşên bandorker ên wekî pîjik û bizmilûgan nîşanê me dida, got: “her tişt bi dilopeke avê re dest pê kir. 330 mîlyon sal berê, behreke hundirîn a tenik vê herêmê bi avê re wergirt û di dawiyê de ev qatên xilte yên ku bûn berespî û piştre hişk bûn derketin holê….”

Ev gotin, ew qas zanistî xuya dikirin, çawa ku mirov di serî de wekî çavdêrekî bû li wir. Dema xanima rêber diaxivî, di hişê min de peyvên Xwedê yên ku ji Eyûb pêxember re gotibûn olan dan: “Dema min bingeha dinyayê vedida tu li ku bû? Ku tu fam dikî bibêje.” (Eyûb 38:4) Dema gera me ya nav şikeftê qediya, min ji rêberê re spas kir ji bo ku em gerandin û min jê pirs kir ka jeolog çawa dizanin ev şikeft aîdî mîlyon salan berê ye. Wê jî ji min re got dibe ku jeolog vê tiştê baş nezanibin û piştre got, “Min ji we re tenê tiştên ku min di perwerdehiyê de dîtin, vegotin.”

ZANISTA RAST

Peyva zanistê ji peyva scientia ya ku Latînî ye, tê û wateya wê zanîn e. 1 Zanîn bêyî gumanekê, rasterast qebûlkirin e. Zanyarekî dikare biryara dirûvkirina hîpotezek an jî teoriyekê wekî “zanist” bide, lê vê hîpotezê an jî teoriyê zanist çênake.

Di nav salên 1970an de doxtorê Frensî Maurice Bucaille, yê ku doxtorê taybet ê Qral Faysal bû, li ser navê Pirtûka Pîroz, Qur’an û Zanistê pirtûkek nivîsî. Ev pirtûk -Li pirtûkxane û mizgeftên cîhana Misilmanan de wekî berbiçav hat pêşan dan- wisa îdîa dike ku di Pirtûk Pîroz bi zanista modern re nakokî hev dibe. Bucaille pêşber dike ku çîroka di beşa yekemîn a Pirtûka Pîroz de hatiye qeydkirinîhtimaleke mezin e ku ji efsaneyekê hatiye wergerîn, lewre bi teoriya mirov ku der heqê orîjîna gerdûn ya ku diguhere, ne di heman xêzê de ye. 2  Wekî piraniya kesên din, Bucaille jî di wekhevkirina zanist û teoriya peresandinê 3de, di şaşiyê de ye.

Famkirina vê girîng e ku Nivîs ne ji bo hînkirina zanista fîzîkî lê belê ji bo ravekirina zanista giyanî  hatine dayîn. Sedema dayîna Pirtûka Xwedê ew e ku bide nîşan ka ew kî ye, çawa ye û ji bo me çi kiriye. Di heman demê de Xwedê Pirtûka xwe ji bo hînkirina em ji ku hatin, em çima li ser dinê ne û em ê biçin ku, da. Agahiyeke wisa li laboratuareke lêkolînê nayê keşfkirin û rastiya wê nayê îspatkirin. Dîsa jî ji ber ku Pirtûka Pîroz bi hemû beşên jiyanê re eleqedar e, gava Pirtûka Pîroz hate nivîsîn û di heman demê de, ji ber ku agahiya der heqê dinyaya xwezayî ya ku ji hêla mirovan ve nedihat zanîn, werdigirt, divê agahiyeke wisa wekî surprîz neyê famkirin.

EWIL XWEDÊ EV AGAHÎ GOT

Em li ser heftmînakên nîşandide ku, Pirtûka Xwedê ji keşfa zanyarên îro demeke dirêj berê doneyên zanistî qeyd kiriye, bifikirin. Piştre gava em li ser rêya xwe ya Nivîsên Pîroz bifikirin, em ê di Pirtûka Pîroz de der heqê zanistê de rastî mînakên din ên bandorker bên.

  1. DINYAYA GILOVER. Piraniya pirtûkên dîrokî yên modern wisa hîn dikin ku Grek B.M sala 500an de “kesên teoriya giloverbûna rûzemînê cara yekem derxistine, ne”. Di heman demê de ramanwerên Grek jî bi zor gihiştin encama giloverbûna serzemînê, lewre li gorî fikra wan, ‘şekla herî seraza’ ev bû. 4 Lê belê ji hezar salan zêdetir berê Eyûb pêxember vê rastiyê îfade kiribû:  “Xwedê dinyayê dialiqîne li ser tunehiyê..Sînoran xêz dike li ser avê, li cihê ku vediqetin ji hev ronî û tarîtî” (Eyûb 26:7, 10)  Û 40 sal beriya Grekan Silêman Pêxember diyar kiribû ku Xwedê “behrên bêserûber bi aso re dorpêç kiriye”. (Wecîzeyên Silêman 8:27) Di sala 700an de beriya ku ramanwerên Grek ev fikr derxistin 200 sal berê Yeşaya ev danezan dabû: “Yê ku li ser sacaesmanî rûdine Xwedê ye.” (Yeşaya 40:22) Peyva daîre ya zimanê Îbrankî, di heman demê de dikare wekî saca esmanî an jî gilovertî bê wergerandin. Naxwe ew ê ku der heqê gilovertiya rûzemînê diaxivî, kî bû – Grek an jî Xwedê? Belê, Xwedê bû, avahîsazê Rûzemînê, Xwedê!
  2. ÇERXA AVÊ. Eyûb di pirtûka xwe de behsa dewra hîdrolojîk jî dike: “Av dilopên xwe dikêşe jor, ji hilma wê dilopên baranê çêdike. Ewr nema xwe dirêjîne, li ser mirovê baraneke zêde diniqutîne. Kî fam dike ka çawa ewran belav dike, çawa ji avahiya xwe ya esmanî gurmînî dike?” (Eyûb 36:27-29) Bi vî awayî Pirtûka Pîroz çêbûna baranê rave dike: ewil buxar çêdibe, piştre ew buxar di nav dilopikên şile yên ku di nav ewran de ne sift dibin û piştre ev dilopik dibin dilopên mezin û dikarin li hemberî kêşandina jor xwe bigrin. Eyûb, mîqdara avê ku wekî siftbûna nava ewran tê dîtin jî, nîşan dide: “Av belav dike nav ewran de, ew naçirin di bin giraniya wan de.” (Eyûb 26:8) 5
  3. NIFŞA HEVPAR. Mûsa pêxember sê hezar pêncsed  sal berê ev nivîsîn: “Adem navê hevsera xwe kir Hewa, lewre ew dayîka hemû mirovan bû.” (Afirîn 3:20) Li gorî Pirtûka Pîroz hemû mirov wekî nifş ji dayîkekê tên. Zanyar peresendî heya 1987an der heqê vê rastiyê de îqna nebûn. Piştî analîza kûr a mitokondrial DNA (parçeya koda genetîk a ku bêyî xirabûn ji dayîkê derbasî zarok dibe) ya ku ji her plasentayên hemû derê dinyayê girtin, lêkolîn gihişt vê encamê ku hemû mirov ji “ezbeteke hevpar a mê” tên. 6 Piştî çend salan, lêkolîn ev tişt jî derxistin holê ku hemû mirov ji dêbavekî hevpar tên. 7 Haya lêkolînvanan jê tunebû ku hemû ked û xercên wan ji bo rastkirina Pirtûka Pîroz xîzmetek bû!
  4. XWÎNA KU JÎN DIDE. Musa di heman demê de ev jî nîşan da: “Ew ê ku jîn dide zîndeyan, xwîn e.” (Leviyî 17:11) Têgihiştina vê rastiya ku ji hêla civaka ku heya sedsala 19. teknîka kujer a “xwîn rijandin” hebû tedawî dike, bi zorî di demên dawî de pêk hatiye. 8
  5. RÛZEMÎNA KU HER DIÇE HÊDÎ DIBE. Dawud pêxember sê hezar sal berê nivîsî ku dê dinya rojekê “qir bibe” û dê “kevn bibe”. (Mezmûr 102:25-26) Dema zanista modern dibêje gerdûn hêdî dibe, rûpîvana manyetîk a serzemînê qels dibe û tebeqeya ozon a parêzger zirav dibe, bi Dawud re heman fikrê de ye.
  6. ERDNÎGARIYA OKYANÛSÊ. Dawud der heqê “riyên behran” de jî nivîsî (Mezmûr 8:8-wegera kevn). Va ye ev peyv ji Amiral Matthew Fontaine Maury re bû îlham ku jiyana xwe ji bo keşfkirin û belgekirina van herkên okyanûsê da. Ku Xwedê behsa “riyên behran” dike, fikirî ku nexşeya van riyan dikare bê xêzkirin û divê ew bi xwe vê tiştê bike. Maury, tişta ku di fikra wî de derbas dibû çêkir û wekî “bavê erdnîgariya okyanûsê” hat nasîn. 9
  7. ASTRONOMÎ. Nêzî 2000 sal berê elçî Pavlus wiha nivîsî: “Îhtişama rojê cuda, îhtişama heyvê cuda, îhtişama stêrkan cuda ye. Ji hêla îhtişamê stêrk ji stêrkê cuda ye. (Korîntiyên 1., 15:41) Dema mirov bi çavê tazî binêre hemû stêrk pir dişibin hev. Lê îro astronom bi teleskopên xurt û bi analîzên tayfa ronî re tesdîq dikin: “Stêrk ji hêla reng û roniyan ve ji hev pir cuda ne, hin stêrk mîna rojê zer in, lê yên din bi rengê şîn an jî sor dibiriqin” 10 “Her stêrk tena serê xwe bêhempa ye.” 11 Pavlûs P.M di sedsala yekemîn de çawa dibû ev tişt dizanîbû?

ÎMANA KORKORANE?

Digel ku der heqê “di Pirtûka Pîroz de zanist” de gelek mijar dikare bê rêzkirin, sedema hilbijartina tenê van heft mînakan ev e: Tevî ku Pirtûka Pîroz ne pirtûkeke zanistî ye, tiştên ku der heqê zanist de diaxive kesîn û rast e.

Hin kes baweriya Pirtûka Pîroz wekî “îmana korkorane” diwesfînin. Ev îdiayên wan rast in? An îmaneke biaqil e ku xwedî delîlekê ye ku îtiraz qebûl nake?

Ji ber ku doneyên zanistî her tim bi nivîsên Pirtûka Pîroz re li hev tên, gava em van Nivîsan rast  -tevî ku tiştên em baş nikarin rave bikin an jî îspat bikin hîn dikin- qebûl dikin, gelo em bêaqilî an zanakî tevdigerin?

Xwedê ji me xwekuştineke zîhnî naxwaze. Xwedê ji me re “gelek delîlên bawerker” pêk aniye.

DÎROK, ERDNÎGARÎ, ARKEOLOJÎ

Di beşa dawî de, me hin delîlên nîşan didin ku Peymanên Kevn û Nû pirtûkên dema kevn ên baştirîn hatine parastin, vekola. Lê der heqê rastiya agahiya ku Nivîs di nav xwe de dihewînin çi dikare bê gotin? Gelo bawerî bi vê agahiyê tê?

Pirtûka Pîroz ji zanyar û şikberan, ji bo ku bawerîbûna wan kontrol bikin bi hezaran derfet pêk tîne. Lewre hema hema di her rûpelekê de navê kesekî, cihekî an jî bûyerekî dîrokî derbas dibe.

Tiştên ku dîrok, erdnîgarî û arkeolojî rave dikin çi ne? Bi sedsalan e gelek mirov hewl dane ku ji hêla dîrokî pênebawerîbûna Pirtûka Pîroz îspat bikin. Sir Walter Ramsay (1851-1939) ê ku yek ji van şikberan bû, yek ji arkeologên mezin ên hemû deman bû û di sala 1904an de, di beşa kîmyayê de Xelata Nobelê girtibû. Ramsay di dema xwe ya ciwaniyê de, baweriya xwe bi neewlebûna Pirtûka Pîroz re anîbû. Lê keşfên wî fikrên wî guhertin û wî mecbûrî nivîsandina van rêzikan kir, “Lûka dîrokvanekî girîng û serdest e; îfadeyên wî yên der heqê rastî de ne tenê ewledar in… Divê navê wî bi dîrokvanên herî mezin re bê bîranîn.” 12 Lûka, doxtorek, dîrokvanek, bînerekî Îsa bû, hem li gorî Lûka nivîskarê pirtûkên Mizgînî û hem jî ya Karên Qasidan bû. Ev du pirtûkên ku aîdî Pirtûka Pîroz in, bi 95 derawayên erdnîgarî (32 welat, 54 bajar û 9 girav) re gelek kes û bûyerên dîrokî nîşan dide. Rexnegir pir hewl dan ku di navbera nivîsên Lûkayî û arkeolojî, erdnîgarî û mijarên ku dîrok bêyî Pirtûka Pîroz rave kiriye, de  neliheviyek bibînin. Lê di dawiyê de armanca wan di ber wan de ma. Rastbûna hemû madeyên nivîsên Lûkayî hatiye îspatkirin. Ji bo ku ji gotinên me re bibe mînak em li hevokeke Mizgîniya Lûkayî binêrin. Ev hevok ji bo sazkirina hawira dîrokî ya der heqê xizmeta Îsayê Nasirayî ya li rûzemînê hatiye sêwirandin.

Panzdeh saliya serweriya Sezar Tiberius bû. Li Yahudiyeyê Pontius Pilatus walîtî dikir. Hirodes Celileyê, birayê Hirodes herêma İtureya û Trahonitisê, Lisanias Aviliniyê bi rê ve dibir. Hana û Kayafa kahînên sereke bûn. Wê demê Xwedê deng li Zekeriyayê kurê Yahya, yê ku li çolê bû, kir.”(Lûka 3:1-2)

 GELO LÛKA MAFDAR BÛ?

Piraniya nav û kitekitan normal e ku bi me pirsa “Nivîsên Lukayî rast bûn?” dide kirin. Bi sedema kontrolkirinê, em li jêgira berê navên çar kesan ku bi pûntoya reş hatibûn nivîsîn vekolin.

Lûka ewil behsa Împaratorê Romayê Sezar Tiberius û waliyê herêmê Pontius Pilatius dike. Ev her du di dîrokê de jiyane? Serdema serweriya wan yek bû? Li Sezariyeyê, li herêma ku tîyatroya Herodî lê hatiye restorekirin (Di heman demê de di Karên Qasidan 12:19-24 de ji hêla Lûkayî ve hatiye qalkirin), di 1961an de, kevirek bi qasî metroyek dirêj hatiye keşfkirin ku nivîsteka li ser dide nîşan ku Pontius Pilatus di dema Împaratoriya Sezar Tiberiusî de  bi rastî walîtî kiriye.

Dîrokvan Josephus (P.M 37-101) ku eleqa wî qet bi Pirtûka Pîroz re tune ye jî navên van heman kes, cih û bûyeran qeyd kiriye. 13

Nivîsên Lûkayî rast bûn.

Lûka di heman demê de, ji Lisaniasê ku Avilini yê ku eyaletekî Sûrî ye bi rê ve dibe, wekî rêveberekî pêgirtî (waliyê ku ji çaran yekê eyaletê bi rê ve dibe) behs dike. Zanyar bi salan “ji bo îspatkirina şaşitiya Lukayî, xeletiyekî ku ji bûyerekî ku ew nizanin tê” bi kar anîn; lewre Lisaniasekî ku dîrokvan dizanin, rêveberê Chalcisê ku li Yunanîstanê bû, hema hema 60 sal beriya dema nivîsîna Lukayî (P.M nêzî 27) hatiye kuştin. Heya ku dîrokvan P.M di navbera salên 14 û 29an de nivîsekek ku dîrokek hildigire nêzî Şamê dîtin, der heqê Lisaniasê ku rêveberê Aviliniya Sûrî bû tiştek nizanîbûn. Li ser nivîsekê hatibû dîtin, ev nav hatibû kolandin: “Walî Lisanias.” 14 Wekî ku tê famkirin bi navê Lisanias du rêvebir hebûn.

Nivîsên Lûka rast bûn.

Lûka behsa Kayafayê ku dema Îsa li rûzemînê dijiya yek ji du kahînên sereke bû li perestgeha Cihûyan de, jî kiribû. Di Berfanbara 1990an de, gava karker li nêzî başûra Yeruşalimê rê saz dikirin, bi tesadufî mezela malbata Kayafayî derxistin holê. Arkeolog hatin gazîkirin. Di nav gorê de danzdeh heb cihê ku hestiyan veşartibûn (qutiyên hestiyan ku ji berespiyan hatine çêkirin) dîtin. Di nav van qutiyan de ku hestî hatine veşartin, li ser ya herî xweş hatibû dekorekirin navê “Yusuf kurê Kayafa” hatibû nivîsîn. Ev nav, tam navê kahînê sereke bû ku Îsa derdest kiribû. 15 Di nav qutî de hestiyên zilamekî şêst salî hebûn, hema hema teqez e ku ev zilam Kayafayê Peymana Nû ye. 16

Nivîsên Lûka rast bûn.

Arkeologê navdar Nelson Glueck ev çavdêrî kirin: “teqez dikare bê îfadekirin ku wekî kategorîk, keşfên arkeolojîk ên heya niha hatine kirin bi tu referansên Pirtûka Pîroz re nakokî hev nabin. Gelek keşfên arkeolojîk hene ku xetên bingehîn an jî hûrguliyên îfadeyên dîrokî yên Pirtûka Pîroz rast derdixin.” 17 Ji bo pirtûkên din ku ji hêla dînên cîhanê ve rêz tên girtin, heman tişt nikare bê gotin. Wekî mînak, keşfên arkeolojîk nîşan nekirine ku bi dîrok û erdnîgariya Pirtûka Mormonê re li hev tên. 18

Arkeolog Joseph Free yê ku serokê beşê yê Koleja Wheatonê ye, bi van gotinan dawî li    pirtûka xwe ya bi navê Arkeolojîû Dîroka Pirtûka Pîroz tîne: “Ji ber ku pir dixwînim, min dît ku her yekê pêncî beşên pirtûka Afirînê ku hema hema kevn bûye, bi keşfên arkeolojîk agahiyên an ronî lê hatine girtin an jî hatine erêkirin dihewînin – ez wisa difikirim ku ev tişt ji bo Peymana Kevn û Nû ya Pirtûka Pîroz û ji bo pirtûkên mayî jî wisa ye. 19

ZANIST DİKARE ÇI ÎSPAT NEKE?

Agahiya rast a arkeolojîk, tevî ku her tim ewlebûna Pirtûka Pîroz wekî belgeyeke dîrokî ya terwende erê dike, arkeolojî sirûşa Xwedayî nikare îspat bike. Û di Pirtûka Pîroz de îfadeyên zanistî yên bandorker hebe jî, zanist nikare îspat bike ku tu pirtûk Peyva Xwedê ye. Divabû ev bihata diyarkirin, lewre hin mirov ji bo ku pirtûka wan a pîroz hin îfadeyên ku ji hin guhan re zanistî tên, dihewînin, hewl didin mirovên din îkna bikin ku ev pirtûk ji Xwedê îlham girtiye.

Rastiya giyanî bi keşfên zanistî nikarin bên îspatkirin, bi vî awayî rastiyên nav pirtûkekê de jî îspat nake ku ew ji Xwedê hatiye. Şeytanê ku demeke dirêj e li derdor digere, der heqê zanistê de gelek tişt dizane. Em ê li destpêka rêwîtiya xwe ya Nivîsên Pîroz de, rastî Îblîsê ku berê milyaketekî asîmanî bû û piştre bû dijminê Xwedê, û niha jî wekî Şeytan tê binavkirin, bên. Niha bila di mêjiyê we de tenê ev hebe: Şeytan pir zîrek e û ew qas xurt e ku dikare ji bo ku tiştên bandorker binivîsin ji mirovan re îlham jî bide.

Daniel pêxember mirovekî zana bû ku Xwedê yek ji pirtûkên herî dirêj a Nivîsên Pîroz bi wî dida nivîsîn, lê dîsa jî gava mijar kapasîteyên xwezayî be, Şeytanê ku li hemberî rastiya Xwedê tê “ji Danielî zanatir e” (Hezekiel 28:3). Şeytan zîhna hosta ya pişta dînê sexte ye û di hunera xapandinê de pispor e. Wateya peyva şeytên “tawanker” an jî “yê ku îftira dike” ye.

Wecîzeyeke Erebî, xetereya ku em behs dikin wisa kurte dike:

“Bidîqat bin! Hin derewker rastiyê dibêjin.”

HELBEST DIKARE ÇI ÎSPAT NEKE?

Hin dîn pêşber dikin ku pirtûkên wan ji hêla Xwedê ve hatine îspatkirin, lewre pirtûkên wan bi uslûbeke nivîskî hatiye nivîsîn ku tu mirov nikare hilberîne. 20 Wekî ku Ehmed di posteya xwe ya elektronîk de wiha nivîsiye:

Posteya Elektronîk

Qur’an mucîzeya herî mezin e ku heya niha ji pêxemberekî re hatiye şandin! Baş e, ku hûn dijberê wê difikirin, naxwe ayeteke ku dişibe ya Qur’anê biafirînin!! Ku hûn erebiyeke herikbar jî biaxivin, hûn tu car nikarin vê tiştê bikin… li cîhanê tu tişt tune ye ku nêzî berzîbûna Qur’anê bibe. Û ger ku hûn bikaribin dijberê vê îspat bikin, naxwe werin îspat bikin.

Bingeha qaqibokirina Ehmed, ayeteke sûreya duyemîn a Qur’anê ye: “ger hûn der heqê tiştê ku me ji evdê xwe re şand biguman in, de haydê sûreyeke mîna wê bînin…”(Sûre 2.23)

Dijwariya vê îdiayê ev e ku dê neyê îspatkirin û çewtiya wê dê neyê nîşandan.

Ku em mînakek bidin, em bifikirin ku ez organîzeya pêşbaziya wêneyan dikim; ez bi tabloya ku min çêkir tevlî vê pêşbaziyê dibim, ez dibim hakemê pêşbaziyê, xwe yekemîn derdixim û ji pêşbazên din re wiha qaqibo dikim: “Tu kes nikare wekî min wêne xêz bike. Ku hûn biguman in ku di cîhanê de wênesazê herî baş ez im, naxwe tabloyeke ku dişibe ya min çêkin!”

Ev rewş dikare îspat bike ku tabloya herî baş ya min e? An jî dikare îspat bike ku wênesazê herî baş ez im? Na. Lê belê, digel vê tu kes nikare îspat bike ku ez xelet im! Çima nikare? Bedewî di çavên wî/wê de ye ku dibîne.

Heman rewş ji bo bedewiya rîtmîk û edebî jî heye. Ev mijar, mijareke subjektîf e.

Pirtûka Pîroz di warî helbesta xwe ya Îbrankî ya bandorker û bi gelek hejmarên pergala şekla xwe ya ku ji tirsa zihîn re dibe sedem de pir dewlemend e. 21 Lê dîsa jî Xwedê ji ber bedewiya xwe ya edebî ji me bawerbûna Peyva Wî hêvî nake.

Çawa ku zanist nikare îlhama Xweyadî îspat bike, rastnivîseke ku ji guhê me re xweş tê jî nikare îspat bike ku pirtûka Xwedê ye.

Tevgereke zanyarî ye ku em di hişê xwe de bigirin ku zarîkerê mezin ê Şeytan jî bi helbesta xwe ya wekî ku hîpnotîze dike û “peyvên xweysazî” (Yahuda 16) îlham digire.Nivîsên Pîroz me di mijara “kesên saf ku dilê wan bi gotinên xweş dikare bê xapandin” (Romayî 16:18) de agahdar dike ku em jî wisa nebin; bi taybetî jî ku peyvên wisa bi pêşnûma û peyama Afirîner ya ku ji destpêka demê ve daye zanîn re nakokî hev be, divê em pir bidîqat bin û neyên xapandin.

Zanist, arkeolojî û helbest nikarin îspat bikin ku tu pirtûk Peyva rast a Xwedê ye. Îspata qethî ya îlhama Xwedayî, divê li ser bingeha qada darazê ya bilindtir –xurttir, îspateke ku nîqaşa wê nemimkun e- bê avakirin.

Em ê niha li vê îspata qethî binêrin.


1. Solomon, Eldra Pearl, PhD and Linda R. Berg, PhD. The World of Biology. London: Saunders College Publishing, 1955, rûpel 24.

2. Bucaille, Maurice. La Bible, le Coran et la science. Paris: Seghers, 1976. Rûpel 35. Ji bo ku ji pirtûka Dr. Bucaille bibe bersiv, Dr. William Campbell pirtûka bi navê The Qur’an and the Bible in Light of History and Science nivîsî. Second Edition: Middle East Resources, 2002. Hûn dikarin nivîsên Dr. Campbell yên der heqê mijara şaşderxistinê yên bi delîl ku bi pûte lêkolîn kiriye û amade kiriye, bi şeş zimanan online bixwînin. http://answering-islam.org/Campbell

3. Peresendiya biyolojîk dibêjin ku celebên hejmara jiyanê yên wekî kevzên deryayê û meymûnan –dema li bi milyonan nifşan belav dibin- vediguherin hejmara nebat û mirovan. Li gorî peresendiyê, mirov, meymûn û masiyên golyanê nîjadeke hevbeş hevpar dikin. Rastî ev e ku, ne peresendiya rasthatî ne jî afirÎna bi armanc ji hêla zanista modern nayê çespandin. Her du jî îman dixwazin.

5. Ayetên pêvek ên ku çerxa hîdrolojîk dipejirînin: Mezmûr 135:7; Yeremya 10:13; Weaz 1:7; Yeşaya 55:10

6. www.artsc.wustl.edu/-landc/html/cann; Newsweek Magazine: “rêzeke DNAyê… (zanyaran) beraliyê jinekê kir ku em hemû ji wê hatine.” Newsweek, January 11, 1988, rûpel 46-52.

7. Time Magazine: “Materyala genetîk a der heqê kromozoman de, di kalikê bi navê ‘Adem’ de bû ku niha di her kesî ku li serzemînê dijî de hevpar e.” Time, December 4, 1995, rûpel 29. Nîşe: Zanyar dibêjin ku kalikê me yê hevpar bi qasî pîrika me ya hevpar ji dîroka kevn nehatiye. Ev îdiaya wan bi Pirtûka Pîroz a ku dibêje em hemû ji Nuh hatine, li hev tê. Lê diya me ya hevpar Hewa ye, lewre sê kur û sê bûkên Nuh hebûn: hemû mirov ji nifşa zarokên Nûh in.

9. www.bible.ca/tracks/matthew-fontaine-maury-of-sea-ps8.htmNîşe: Maury dît ku, riyên behran, “bi roniyê ew qas hatine diyarkirin” ku kesekî ku bi keştiyê ji okyanûsê derbas dibe, dikare riya xwe bibîne (Rozwadowski, Helen M. Fathoming the Ocean. Cambridge. MA: The Belknap Pres of Harvard University Pres, 2005, rûpel 40). Dawut dema “riyên deryayan” nivîsî, ew û gelê Wî tenê Deryaya Spî, Gola Celîleyê, Deryaya Mirî û Deryaya Sor dizanîbûn. “Rê” an jî herkên girîng ên van beşên avên ku têne behskirin, tune bûn.

10. World Book Encyclopedia 1986; Stars.

11. “Li şeveke tarî û bê ewr, bi çavê tazî mirov dikare çend hezar stêrk bibîne. Mimkun e ku em ew qas pir stêrk bibînin ku em nikarin bi dûrbîn û teleskopên xurt bihejmêrin. Her stêrk tena serê xwe bêhempa be jî, gelek tişt hene ku hemû stêrk bi hev re hevpar dikin” (Cornell University Astronomy website: http://curious.astro.cornell.edu.stars.php). Di heman demê de Pirtûka Pîroz jî diyar dike ku stêrk nikarin bên hejmartin. (Afirîn 15:5; 22:17)

12. Ramsay, Walter M. The Bearing of Recent Discovery on the Trustworthiness of the New Testament. Grand Rapids, MI: Baker Book House, 1953, rûpel 222.

13. Josephus, Flavious. Josephus: The Essential Works (Paul L. Maier, edîtor). Grand Rapids, MI: Kregel Publications, 1988, rûpel 268, 277. Di pirtûkê de kevirê ku ji Pilatus re diyarîkirin û wêneyên şanoya Herod hene.

14. Bruce, F.F. Archaeological Confirmation of the New Testament. (Revelation and the Bible. Edited by Carol Henry). Grand Rapids, MI: Baker Book House, 1969.

15. Josephus, Flavius. Antiquities 18: 2, 2; 4, 3

16. Wêneyên der heqê qûtiya defnkirî ya Kayafas û hurgûliyên wan: http://www.kchanson.com/ANCDOCS/westsem/caiaphas.html

17. Glueck, Nelson. Rivers in the Dessert. NY: Farrar, Strauss & Cudahy, 1959, rûpel 136. Glueck, li kolînên Rojhilata Navîn de pispor bû.

18. Mormonizm, dînekî ye ku li cîhanê ji hêla bi milyonan kesan tê şopandin. Pirtûka ku Mormon wekî pîroz bi nav kirine, ji Pirtûka Pîroz cuda, ji hêla arkeolojiyê nayê pejirandin. Encama ku Enstîtuya Smithsonian a ku li Washington DC ye, gîhaşt ev e: “Arkeologên Smithsonian di navbera arkeolojiya Cîhana Nû û mijara subje (ya pirtûka Mormonê) de girêdaneke rasterast nabînin” (Martin, Walter. The Kingdom of the Cults. Minneapolis, MN: Bethany House Publishers, 1997, rûpel 200202). Di heman demê de der heqê heman mijarê ya beşa 6. de, li têbiniya 91 binêrin. Ji bo nêrîna arkeolojiya hevberkirî ya der heqê Pirtûka Pîroz û Qur’an de, binêrin: http://debate.org.uk/topics/history/bib-qur/contents.htm

19. Free, Joseph P. And Howard F. Vos. Archaeology and Bible History. Grand Rapids, MI: Zondervan, 1992, rûpel 294.

20. Hem Misilman hem jî Mormon dibêjin, delîla herî mezin a ku pirtûka wan a pîroz ji Xwedê hatiye, ji şêwaza wan a edebî têne diyarkirin. Malpereke Misilmanan vê dibêjin: “Qur’ana Pîroz… Qebûya Herî Mezin: çardeh sedsal berê, piştî diyarkirina Qur’anê tu kes bi xweşikayî, rewanbêjî û hişmeta Qur’anê nekariye beşekê jî binivîse.” (www.islam-guide.com/frm-chl-2.htm). Malpereke Mormonê tişteke mîna vê dibêje: “Pirtûka Qebû ya Mormonê: divê hûn nivîsên xwe wiha binivîsin; piştî salan, cîhana ku bi Îngîlîzî diaxive ji nû ve keşf neke û nede zanîn, helbestên Îbranî binivîsin û wê cureya nivîsê bi kar bînin.” (www.greatlakesrestorationbranches.org/newpage34.htm).

21. Mezmûr 11, beşa herî dirêj a Pirtûka Pîroz e, di Nivîsên Pîroz de xwedî şêwaza edebî ya herî metelhişt e. Mezmûr 119 akrostîşeke alfabetîk e, ji 22 beşan pêk tê û di her yekê de 8 ayet hene. Hemû heşt ayeta her beşê, bi heman tîpa alfabeya Îbranî dest pê dike. Di beşa 1. de, her ayet bi Alephê (Tîpa yekemîn a alfabeya Îbranî) dest pê dike. Di beşa 2. de hemû heşt ayet bi Bethê (tîpa duyemîn a alfabeyê) dest pê dike, û bi vî awayî bi temamiya alfabeya Îbranî berdewam dike. Biceribînin ku bi eynî wiha çêkin! Na, neceribînin. Li şûna ku vê biceribînin, Mezmûr 119ê bixwînin û bikevin kûrahiya peyvên vê mezmûrê û li ser bifikirin kûr kûr.

Kurmanji English Chapter Title : 

4. Science and the Bible

Pages