PÊŞGOTIN

Kalemêrê ku yek ji rûsipiyên gund bû, ji hevalê min re got: ‘’ Ji ber karên xwe yên qenc tu heq dikî biçî bihuştê, lê ji ber peyama ku tu weaz dikî cihê ku tu heq dikî biçê dojeh e! ’’

Hevalê min û xanima wî ji jiyana xwe deh sal li gundê vî zilamî yê li qiraxa Sahraya Mezin, buhurandibûn. Li wir him projeyeke avdanê disepandin him jî li klînîkeke tibê ya ku wan ava kiribû, nexweş rihet dikirin. Di heman demê de ji bo hemû kesên ku xwestibûn guhdar bikin peyamên pêxemberê xwe rave kiribûn.

Li gorî fikra kalemêr ji bo ku hevalê min ‘’çûna bihuştê heq bike’’ çi kiribû? “Karên qenc’’ kiribûn.

Û ji bo “çûna dojehê heq bike” çi kiribû? Li gorî Pirtûka Pîroz “peyama” peyxemberan hîn kiribû. Gelo kalemêrê gundî di teqdîra xwe ya derbareyê karên hevalê min û mesaja wî de mafdar bû? Nîvenîv mafdar bû? An na bi temamî şaş bû?

Heger hûn ji fikra xwe ya li ser vê mijarê ne emîn bin, ev pirtûk ji bo we hatiye nivîsîn.

LI KU DERÊ

Ez li Emerîkayê ji dayik bûm, lê ev pirtûk li Efrîkayê hat nivîsandin.

Cih: Sahel 1, li Senegala li Efrîkaya Rojava herêmek.

Hawir: Banga nimêja sibehê qediya. Tîrêjên kinûş û porteqalî yên serê sibehê, silûeta asoyeke bi darên bixîz û bikelem xemilî, xêz dikin. Hewa vêga bi awayekî nuwaze hênik e, lê bîsteke din dê ev rewş biguhere. Ez li sifika mala me ya gund tevî kompîtera li ser çongên xwe rûniştî me. Banda şefaf ya plastîk ya li ser klavyeya min, wê ji toza Sahraya Mezin ya ku li hewa daliqî disekine, diparêze. Ji xeynî dengê kerekî ku bîstê carekê dizire û  yê dîkekî ku bang dide gund bi temamî bê deng e. Niha dengê ku guhên min dibihîzin tenê dengê tiktikîna tiliyên min ên li ser klavyeyê ne ku fikiran vediguherîne peyvan û peyvan jî vediguherîne metîn.

ÇIMA

Ez dinivîsim, lewre yê ku ez bi jiyan, kêfxweşî, tendurustî û armancê bi bereket kirim, mijarek da min da ku ez binivîsim.

Ez bi taybetî bi dilekî ji bo dostên min ên Misilman ên li Senegalê, ku min û jina xwe me zarokên xwe li wir xwedî kirin û beşeke dirêj ya jiyana xwe ya gihîştî li wir derbas kir, tije hezkirin û hurmet dinivîsim.

Ez dinivîsim, lewra di van salên dawiyê de ji Misilmanên li hemû derên dinyayê zêdeyî hezar posteyên elektronîk ji min re hatin. Divê ramanên wan, şîroveyên wan ên ku mirov dixin tevgerê û pirsên wan girîng bên dîtin.

Ez ji ber empatiya xwe ya bo pêşewayên dîn ên betilî û bêzar ên ku ji gotin û kilîşeyên çivanokî yên wekî “Pirtûka Pîroz rast e, lewra ew rasteqînîya xwe vedibêje!” an jî “Qur’an rast e, lewra tu kes nikare pirtûkeke wisa binivîse!” zêdetir tiştinan pêşkêş dikin, dinivîsim.

Ez dinivîsim, lewre ez marûzî derbên dilê mirovan bûm, dilê ku ji xeynî peyama hevgirtî ya Xwedayê yek û rast meyla wî li ser baweriya her tiştî ye.

ÇI

YEK XWEDA YEK PEYAM şansa herî mezin ya ku wê di jiyana we de bê pêşiya we, pêşkêşî we dike: derketina rêwîtiyeke bêtelaş bi rêberiya pirtûka ku li cîhanê di hemû deman de herî zêde hatiye firotin û keşfkirina peyama pêxemberê ku ev pirtûk nivîsiye. Ji bo kesên ku wê beşdarî vê rêwîtiyê bibin wê fersendên; ji heq derketina astengiyên bêhed(Beş I), nifûzkirina li herêmên nayên zanîn(Beş II), û ji nişkê ve ketina qiraliyeteke biheybet ya dîmenên giştî yên muhteşem û fersenda rastiya têrker(Beş III) bên dayîn.

JI BO KÊ

Ev rêwîtî di serî de ji bo kesên yekxwedaperest- kesên ku ji yek xwedayî bawer dikin- hat sêwirandin. Lê tevî her tiştî em dîsa jî kesên pirxwedaperest, qamûxwedaperest, humanîst û xwedênenas 2 jî bi memnûniyeta ji bo kesên ku ji yek xwedayî bawer dikin, pêşwazî dikin û ji wan re jî dibêjin‘hûn bi xêr hatin’ . Serpêhatî, ji bo hemû wan kesan e ku bo wan cihê ku wê bêdawîtiyê lê derbas bikin girîng e û ji bo vê yekê jî difikirin ku veqetandina dozdeh saetên xwe bo xwendina vê pirtûkê wê sûdewer be. Ev pirtûk bi dengê bilind nêzî dozdeh saetan dikare bê xwendin.

Paşeroja we, tiştên ku hûn jê bawer dikin an bawer nakin her çi be bila bibe, hûn jî vexwendiyê beşdarbûna vê rêwîtiya destanî ya seranserê Pirtûka Pîroz in ku gelek gelek kes dibêjin ku ew hurmetê didinê, lê ji van pir kêm kes biryara li ser fikirînê digirin.

Pêxemberekî, berî niha bi sê hezar salan bo Afirîner û Xwediyê gerdûnê ev dua pêşkêş kir: “Çavên min veke da ku, ez bikaribim nuwazeyên di zagona te de bibînim.’’( Mezmûr 119:18)

Dibe ku kêfa me ji hemû tiştên ku em dibînin re neyê, lê dîsa jî em derheqê dîtinê de neserketî nebin.

Hevalê we yê rêwîtiyê,

P. D. Bramsen


1. Sahel: Herêma nîv bejî ya ku çola Mezin a Sahrayê ya Afrîkayê ji daristanên bi baran ên tropîkal vediqetîne. Ev şerîta qûm û çîlê, ji Senegalê heya Misirê dirêj dibe.

2. Yên yekxwedayî ji Xwedayekî bawer dikin – yên pirxwedayî ji gelek xweda û xwedawendan bawer dikin, panteîst (qamûxwedaperestî)her tiştê wekî parçeyeke Xwedê dibînin, humanîstên dinyewî li şûna Xwedê mirov bilind dikin û ateîst dibêjin ku Xwedê tune ye.