24
HEMÛ HAT DAYÎN

Çarmixkirinkirin, rêbaza mirinê ya herî zalim bû ku heya niha hatibû sêwirandin û ji hêla dewlet ve piştgirî dihat dayîn. Împaratoriya Romayê, vê cezayê mirinê dida sûcdarên herî xirab.

Em nifşa mirov, dema Afirînerê me hat ji bo ziyareta me, me Ew li çarmixê xist û kuşt. 1

Du sûcdar jî dihatin birin ku bi Îsa re bên îdamkirin. Dema hatin cihê ku jê re TasaSerî 2 têgotin, yek ji sûcdaran danîn hêla rastê yê Îsa û yê din danîn hêla çepê, wisa çarmix kirin.” (Lûka 23:32-33)

HAT ÇARMIXKIRIN!

Çarmixkirin ji bo ku ji qurbanekî re êşa her mezin bidin û cezayê herî xirab a biçûkxistinê bidin, hat sêwirandin. Min heya niha ne fîlm ne jî tabloyek dît an jî dixwaim bibînim ku wê êş û şerma Îsa ya ku li çarmixê dikişand, daye nîşan. Mînak, wênesaz û nivîskarên senaryoyê Îsa her tim di nav qetekî kincan de didin xuyakirin, lê esas rastiya dîrokî ew e ku leşkerên Romayiyan sûcdarên darizandî, bi awayekî sadîst li ser darekî dirêj kirin, girê dan û beriya ku bizmar li dest û piyên wan bidin, kincên wan derxistin û ew tazî kirin.

Mirina li çarmixê şerm û êş dida û mirina qurbanan hêdî hêdî çêdibû.

Îsa ji bo we û ji bo hemû nifşa Adem bi dilxazî li ber vê cezayê –şerm û êş- sekinî. Ev îşkenceya kûr a ku li Îsa dikirin, ji bo ku em cezayê cidî ya ku gunehê me heq dike fam bikin, hat sêwirandin.

Bi sedal sal beriya ku Romayî çarmixkirinê derxistin, pêxember Dawud êşên çarmixê yên Mesîh wiha rave kir:

Garanên xiraban derdora min dipêçe. Dest û piyên min qul dikin. Ez dikarim hemû hestiyên xwe bijmêrim. Çavên xwe ji min venaqetînin. Kincên min di navbera xwe de par dikin, ji bo wan qure dikşînin… ‘Pişta xwe ta REB, de haydê bila Wî rizgar bike, ku Jê hez dike, bila alîkarî bike!” (Mezmûr 22:16-18,8)

Û pêxember Yeşaya ev pêşagahî da:

Ji ber ku canê xwe feda kir dê bi dîtinen xwe razî be. Evdê rast ê Reb, piraniya kesên ku Wî qebûl dikin fihil bike, lewrê Wî sûcên wan hingirt ser xwe.” (Yeşaya 53:12)

Li parçeya hilbijartî ya ku ji Mizginiyê hatiye girtin, hûn dikarin diyar bikin ka di bingeha wan pêxemberiyan ku me wê demê xwendin de, çend pêxemberiyên pêkhatî hene.

Yek ji sûcdaran danîn hêla rastê yê Îsa û yê din danîn hêla çepê, wisa çarmix kirin. Piştre Îsa got, ‘Bavo wan bibexşîne. Lewre nizanin çi dikin.’ Ji ber ku kincên Wî di navbera xwe de pay bikin qure kişandin. Gel li wir sekiniye, dinêrîn ka dê çi bibe. Rêvebir henekên xwe bi Îsa re kirin, ‘Yên din rizgar kirin, ku Mesîhê Xwedê, Bijareyê Xwedê Ew e, bila Xwe jî rizgar bike.’ Leşker jî nêzîk bûn û bi Îsa kenîn.

Piştre yek ji sûcdarên ku hatibû çarmixkirin dijûnan da, ‘Qey tu ne Mesîh î? Dê haydê, Xwe jî me jî rizgar bike.’

Lê sûcdarê din jê re qîr kir. ‘Tirsa Xwedê jî bi te re tune ye? Tu jî heman cezayê dikşînî. Her wiha em wekî mafdar tên cezakirin, em berdêla kirinên xwe distînin. Lê vî zilamî tu xirabî nekir.’

Piştre got, ‘Ya Îsa dema tu serweriya Xwe bigirî, min bi bîr bîne.’

Û Îsa jê re got, ‘Ez ji te re rastiyê bibêjim, tu yê îro bi min re li bihuştê bî.’

Nîvro, dora dozdehan tav tarî bû, heya sisêyan tarîtiyek hat li ser hemû welêt.” (Lûka 23:33-36, 39-45)

KARÊ QEDANDÎ

Bi sedan salan, qurbanên bêhejmar, ji êşa çarmixkirinê re tebat kirin. P.M sala 70yan de beriya ketina Yeruşalimê, leşkerên Romayê rojê pênc sed Cihû li çarmixê dixistin. 3 Hin qurban beriya mirinê, bi rojan li çarmixê bêhiş diman. Îsa beriya mirinê, li gorî yên din kêmtir êş - şeş saet- kêşa. Ya ku êşên Îsa bêhempa dikir çi bû?

Cudahiyeke girîng e ku pêxember êş û mirina Îsa ji berê de didan zanîn. Cudahiyeke din jî –gelek kes dema li çarmixê de bûn xwînên xwe rijandin- ew bû ku tenê xwîna Reb Îsa nuwaze bû. Û niha çîroka ku em dixwînin, der heqê mirina Îsa de dîmeneke din a ku xwedî bêhempayeke dawînî ye, rave dike.

Nîvro derdora dozdehan de tav tarî bû û heya sisêyan tarîtî hat li ser hemû welêt.” (Lûka 23:44) 4

Îsa sibê saet nehan de li çarmixê hat bizmarkirin. Ji nîvro dozdehan heya saet sisêyan tarîtî hat li ser hemû serzemînê. Çima? Di vê sê saetan de ji çavên dinyayê veşartî, bûyera herî girîng a hemû wextan pêk dihat. Xwedê ji ber ku em di bêdawiyê de bi gunehê xwe re mijûl nebin, niha li gunehê me ango di nav demê de dinêrî.

Di van saetên ku tarîtiya sersirûştî serwer bû, Xwedê li ser Kurê xwe yê yekane û rast cezayê kûr û bêdawî ya gunehên me bar dikir. Ji ber vê armancê bû ku Kurê Xwedê ji goşt û xwînê pêk dihat.

Ew qurban e ku gunehên me, ne tenê gunehên me, gunehê hemû dinyayê dide bexşandin [pêşkêşiya gunehê ku xezebê Xwedê dikêşe hundirê xwe].” (Yuhannayê 1. 2:2)

Hefsed sal berê pêxember Yeşaya bûyera van deman ji berê de dabû zanîn:

Ji ber serhildanên me bedena Wî hat qulkirin, ji ber sûcên me Wî tehde kişand. Cezayê ku ji bo selametiya me hewce bû, jê re hat dayîn. Me bi birînên Wî şîfa dît. Reb cezayê me hemûyan li ser Wî bar kir… Wekî berxikekî ji bo şerjêkirinê ew birin… Reb pelixandina Wî rast dît, xwest bila biêşe. Ku canê xwe wekî pêşkêşiya sûcê pêşkêş bike… ji ber ku canê xwe feda kir, dê bi dîtinên xwe razî be. Bi rêya daxwaza Reb, Evdê Wî yê rast, dê piraniya wan kesên ku ew qebûl kirin , fihil bike.” (Yeşaya 53:5-7, 10-11)

Di dema van saetên çarmixê ku gerdûn ji hêla tarîtiyê ve hatibû dorpêçkirin de, REB qirêjî û cezayê gunehên me  danî ser Kurê Xwe yê dilxaz û bêguneh. Em ê tu car baş fam nekin ka navbera Bav û Kur de çi derbas bû, lê tişta yeqîn ev e: bûyera ku pêk hat, bûyera herî mezin a hemû deman bû.

TENA SERÊ XWE

Dema tarîtiya reş serzemînê pêça, “Îsa bi dengekî bilind got, ‘Eli, Eli, lema şevaktani?’ ango, ‘Xwedê, Xwedê te çima ez terk kirim?’(Matta 27:46)

Îsa dema li çarmixê bû çima bi feryadeke ku dilê mirov dişewitand, qîr kir? Bi vî awayî qîr kir, lewre Xwedê Ew tenê hişt ku cezayê gunehê bikêşe.

Îsa ji bo her kesî, êşa sê asta veqetînê ya ku guneh bû sedem, kêşa.

  • Mirina ruhî ceriband. Xwedayê ser esmanan Rûyê xwe yê pîroz ji Kurê xwe yê li serzemînê da aliyekî. Lewre guneha hemû nifşa mirov dabû Wî.
  • Ji mirina fîzîkî derbas bû. Îsa dema bi daxwaza xwe mir, Ruh û Canê Wî ji Bedena Wî veqetiyan.
  • Di heman demê de mirina duyemîn jî dît. Ji bo we û ji bo min êşa dojehê kêşa.

Dojeh ew cihê tarî ye ku Xwedê terka wê kiriye û her kes li wir tena serê xwe hatine hiştin.  Dojeh ji tiştên baş bêpar maye. Cihekî wisa ye ku ji Hebûn û hezkirina Bavê Esmanî cuda bûye. Dema Kurê Bêdawî li çarmixê bû, di bêdawiyê de cara yekem û dawîn ji Bavê Bêdawî veqetiya. Ji ber ku em tu car vê veqetîna xirab nejîn, Wî jê re tebat kir.

Berxikê pîroz ê Xwedê, bû Barkêşê-Gunehê me: ket şûna me.Wî şerm, êş, sitrû û bizmaran qebûl kir û hemû giraniya laneta gunehê avê ser milê xwe. Li qurbangeha çarmixê de ji bo gunehê bû “pêşkêşiyekî şewitinê” yê tam û dawînî. 5

DI NAV ÇEND SAETAN DE DOJEH?

Îsa dojeha me girt.

Mirovekî çawa dikarîbû cezayê hemû mirovahiyê bidaya? Îsa çawa dikarîbû di nav çend saetan de êşa bêdawîtiya ku bi ceza re tijî ye, bikêşa?

Sedema van kirinên Wî, ji ber bûna Wî bû.

Ji ber Nasnameya Wî ne hewce bû heta hetayê cezayê me yê divabû me bikêşa, bikêşanda. Tu deynê-gunehê yê kurê Xwedê yê bêdawî yê ku divabû Bixwe bidaya, tune bû. Û di heman demê de Ew wekî me bi demê re ne gîrêdayî bû.

Ew ji ber nasnameya xwe, di nav demeke bisînor de xwedî qudreteke wisa bû ku dikarîbû “ji bo her kesî mirin tam bikira.” (Îbranî 2:9)

Reb Xweda çawa ku ji bo afirandina cîhana me ya tevlihev hewcedariya demê nebû (digel ku xwest dinyayê nav şeş rojan de biafirîne), bi heman awayî ji bo rizgarkirina însanan jî hewceriya demeke diyarkirî nebû (digel ku xwest li çarmixê şeş saet bimîne).

Ji bo Xwedê wext wekî tu tiştê ye.

“Ji ezelîtî û heya bêdawîtiyê Xwedê tu yî!... lewre ji bo te hezar sal wekî rojeke derbasbûyî ye, wekî nobeta şevekê [wekî peywira panêrkî ya çend saetan] ye. (Mezmûr 90:1,4)

“QEDIYA!”

Piştre Îsa zanî ku her tişt qediya û ji bo ku Nivîsa Pîroz pêk bê got, ‘Ez tî me!’ Li wir kasikekê hebû ku bi şeraba tirş dagirtîbû. Singêrekî ku xistibûn nav şerabê, li çiqla catirê xist û dirêjî devê Wî kir. Îsa dema şerab tam kir got, ‘Qediya!’ û sitûyê xwe xwar kir, ruhê xwe teslîm kir. (Yuhanna 19:28-30)

Îsa beriya mirina xwe, ev daxuyanî da:

“Qediya!”

Ev biwêj ji peyveke Grekî ya ‘Tetelestai.’ Hatiye wergerandin. Ev biwêj di cîhana xebat a Romayê pir dihat bikaranîn. ji bo nîşankirina wedandina deynekî dihat bikaranîn. Hin makbûzên kevn ên ku li ser ‘tetelestai’ dinivîse, hatine dîtin, wateya wê “hemû hat dayîn”e.

Biwêja telestaiyê, di heman demê de ji bo qedandina peywirê bide zanîn dihat bikaranîn. Dema xizmetkarekî li kesê ku ew ji bo peywirekê şandibû vegere û rapor bide, peyva ‘Tetelestai’ ya ku dihat wateya ‘Pêywir pêk hat.’ digot.

Nivîskarên din ên Mizginiyê jî cih dane heman qeydê. “Îsa bi dengekî bilind qîr kir û nefesa xwe ya dawî da.” (Markos 15:37)

Ev biwêj qîrîna serkeftinê bû!

Sembol û pêxemberiyên ku Berxikê Xwedê nîşan didan, pêk hatibûn.

Îsa gunehaku lanet jê re bibû sedem, bi awayekî bandorker têk biribû. Ji bo ku nifşa qirêj, kanc, lanetkirî ya Adem rizgar bike, fidyeya ku Xwedê xwestibû dabû. Xwezaya biedalet a Xwedê û xezeba Wî ya li hemberî gunehê, bi temamî hatibû ragirtin. Zagonên wan pêk hatibûn.

Qediya! Hemû deyn hat dayîn! Peywir bi awayekî serkeftî pêk hat!

Hûn ji jiyana xwe ya vala ji ber tiştên vala yên wekî zêr an jî zîv nefilitîn, ji ber xwîna hêja ya Mesîh a ku dişibe berxikeke bêguneh û paqij, filitîn. Mesîhê ku beriya afirandina dinyayê tê zanîn, di dawiya serdeman de ji bo kêrî we derket holê.” (Petrûsê 1., 1:18-20)

Bi sedsalan ji bimilyonan heywanên paqij xwîn herikîbû. Lê niha xwîna Îsa Bixwe ji bedena wî ya ji gunehê azad rijiyabû.

“Xwîna Îsa Mesîh a ku bi awayekî bêsînor hêja ye” dê gunehê tenê ji bo demekê nepêçaya. Dê qeyda gunehê heta hetayê jê bibira.

Ev mizginiya peymana pêşîn a Xwedê bû ku ji berê de dabû zanîn.

Rojên ku ez ê peymaneke nû çêkim, tên’ dibêje Reb… ez ê sûcên wan bibexşînim û êdî gunehên wan bi bîr neynim. (Yeremya 31:31,34)

Piştre Nivîsên Pîroz ên Peymana Nû ev agahî dide: “Xwedê bi gotina Peymaneke Nû, ya pêşîn kevn hesibandiye.’ (Îbranî 8:13) Dê êdî hewcedarî bi pêşkêşiyên gunehê nemaya. Pêşkêşkirina heywanên qurbankirî yên qurbangehê, bi rêya mirina Mesîh a li çarmixê ji holê rabûye û hatibû betalkirin.

REB Xweda çawa ku qurbana xwe ya pêşîn (roja ku Adem û Hewa guneh kirin) pêk anî, dîsa bi heman awayî qurbana xwînê ya dawî  jî Bixwe peyda kiribû.

Wekî ku Brahîm ji berê de dabû zanîn, Xwedê ‘berxika ji bo pêşkêşiya şewitandinê Bixwe peyda kiriye.’ (Afirîn 22:8)

Xwedayê ku kurê Brahîm texsîr kiriye, Kurê xwe yê heq jî texsîr nekiriye, Ew ji bo me hemûyan teslîmê mirinê kiriye.” (Romayî 8:32)

Xwîna rijayî ya Îsa, zagona guneh û mirinê ragirt û zagona qurbanê pêk anî.”

Qîrîna Reb Îsa ya Qediya!’ ne tişteke metelhiştî ye.

PERDEYA ÇIRANDÎ

Piştî ku Îsa qîr kir û got, ‘Qediya!’ çi qewimî?

Û Îsa bi dengekî bilind qîr kir û nefesa xwe ya dawî da. Wê demê perdeya perestgehê ji jor heya binî bû du qet.” (Markos 15:37-38)

Dîrokvanên kevn dinivîsin ku perdeya perestgeyê bi qasî kefa destê mirov sitûr e û didin zanîn ku ji bo dorpêçkirina perdeyê pêdivî bi 300 zilaman heye û pir giran e. 6

Sedema ku ev perdeya sitûr û giran kir du qet çi bû? Dema em vegerin beşa 21an, em ê li wir bînin bîra xwe ku Xwedê ferman kiriye bila vê perdeya ku ji bo gelê Wî taybet e ewil li konê û piştre li perestgehê bialiqînin. Perde mirov li derveyî wî cihê hundirîn –Cihê Herî Pîroz- ê ku Xwedê roniya Hebûna xwe ya ku çavê mirov kor dike lê bi cih kiribû, dihişt. Ev perdeya ku bi tayên lacîwerd, mor û sor hatibû honandin, Kurê yekane yê Xwedê yê ku dê ji Esmanan bihata Erdê, sembolîze dikir. Peywira wê ya din jî ew bû ku dianî bîra gunehkaran ku ji Afirînerê xwe yê pîroz cuda bûn. Tenê ji kesên ku pîvana rastiya nuwaze ya Xwedê pêk dianîn re destûra têketina avahiya bêdawî ya Xwedê dihat dayîn.

Salê carekê – Roja Kefaretê- ji kahînê sereke yê ku bi taybetî hatiye meshkirin re destûr dihat dayîn ku ji perdê derbas bibe û têkeve Cihê Herî Pîroz. Yek rêya ku kahînê sereke bê wendabûn biçe Huzûra Xwedê ew bû ku di nav kasikekê de xwîna bizineke qurbankirî (ya ku xwîna Mesîh a rijiyayî sembolîze dike) tev xwe bihere. Di heman demê de divabû kahînê sereke kinceke dirêj a ji ketenê (ya ku rastiya Îsa sembolîze dike) li xwe ke. Kahîne sereke piştî ku têkeve Cihê Herî Pîroz, divabû vê xwînê hef caran (sembolîzekirina tevahiyê) li ser Devgirê Bexşandinê yê Sandoqa Peymanê reşanda. Di nav sandoqê de Zagona Xweda ya ku hemû gunehkaran mehkûmî mirinê dikir, hebû. Lê Xwedê rehm li gunehkaran kir û destûr da ku li şûna wan bila heywanekî bêguneh bimire.

Bi panzdeh sedsalan, perde şahidî kir ku bêyî xwîna Mesîh a herikî ya ji bo pîroziya Xwedê, ji bo gunehê kefareteke mayînde ne mumkin e.

Tenê bêgunehê Xwedê, Yê Bijartî ku perde sembolîze dikir, dikarîbû heqê gunehê bi temamî bidaya. Xwedê ji ber vê dema wext qediya, Kurê xwe yê heq û yekane şand ku bila jiyaneke bi awayekî nuwaze îteatê zagonên Wî dike bidomîne û bila heqê cezayê nifşa Adem a ku guh neda zagonê bi dilxazî û bi xwîna xwe bide.

Wê demê kê perdeya perestgehê ji jor heya binî çirand? Xwedê çirand. Bav Xweda bi vê çalakiya xwe ji peyva Kurê xwe ya ‘Qediya!’ re ‘Amîn!’ got. 7

Xwedê razî bû.

ÊDÎ PÊDIVÎ BI QURBANÊN GUNEHÊ TUNE BÛ

Dema Îsa li çarmixê qurban bû, kefaret (bexşandina gunehê û bi Xwedê re lihevhatin) pêk hatibû. Qurbana Nuwaze ya ku Ket Şûna me, ji bo guneha dinyayê bi dilxwazî Xwîna xwe rijand.

Êdî gelê Xwedê dê neketiya tengesiya ku her sal qurban pêşkêş dikirin.

Êdî Xwedê dê merasîmên perestgehê an jî kahînên sereke nexwesta.

Qurbana pêşîn û dawîn hatibû pêşkêşkirin. Rastiya li pişt sî û sembolan axivîbû: ‘Qediya!’ 8

Xwedê Bixwe ji kesên ku bawer dikin re wiha dibêje:

“‘Ez ê êdî guneh û sûcên wan bi bîr neynim.’ Dema ev bên bexşandin, êdî pêdivî bi pêşkêşiyê tune ye ji bo gunehê. Ji ber vê ya birayên min, bi saya xwîna Îsa êdî em diwêrin ji perdeyê, ango ji rêya nû û zindî ya ku di bedena xwe de ji me re vekir têkevin cihê pîroz. Kahînê me yê mezin heye ku ji mala Xwedê berpirsiyar e. Naxwe, bi ewledariya îmanê, em jidil nêzî Xwedê bibin.” (Îbranî 10:17-22)

MIR

Dema Îsa mir, ne tenê perdeya perestgehê bû du qet, di heman demê de erd hejiya û qelebalixa ku tirsa reviya û belav bû:

Sitvan û leşkerên ku li benda Îsa bûn, dema zelzele û bûyerên din dîtin pir tirsiyan. ‘Bi rastî jî ev Kurê Xwedê bû’ gotin.” (Matta 27:54)

Piştre leşkerekî Romayî, ji ber ku jê bawer be ku Îsa bi rastî jî miriye, nîzeyek xist tenişta Îsa. ji tenişta Îsa xwîn û av herikî. Ev rewş delîleke tibî bû ku miribû. Çalakiya vê leşkera Romayî di heman demê de gelek pêxemberiyên din pêk anî.

HAT VEŞARTIN

Berêvarê Atamatyayîyek dewlemend ê bi navê Yusuf hat. Ew jî xwendekarekî Îsa bû. Çû cem Pilatus û termê Îsa xwest. Pilatus jî ferman da ku bila bidinê. Yusuf term girt, bi cawa keten a paqij pêça, xist nav gora Wî ya nû ku bi qewartia zinêr dabû çêkirin. Kevirekî mezin gindirand ber gorê û çû.” (Matta 27:57-60)

Pêxember Yeşaya ji berê de dabû zanîn ku gora Mesîh “dema bimire dê li cem ya dewlemend be” (Yeşaya 53:9) plana Xwedê bi hemû hurgûliyên xwe pêk dihat. Digel vê, xwendekarên Îsa hê ev plan fam nekir. Bi rastî jî jê bawer kiribûn kû Îsa Mesîh bû ku dê li serzemînê kraltiya xwe çêkira, lê dema mirina Wî dîtin, destûr dan ku hêviyên wan jî bi Wî re bimire. Efendî û Hevalê wan ê delal ê ku mucîze dikirin, hatibû kuştin û veşartin.

Her tişt qediya bû, an jî ew wisa difikirîn.

Xwendekarên Îsa wehda Wî ya ku dê roja sêyemîn vegerei ji bîr kiribûn, lê digel vê çi ecêb e ku, rêberên dînî yên ku mirina Wî sêwirandibûn, wehda wî ji bîr nekiribûn.

Kahînên sereke û Ferîsî li ber Pilatus civiyan,‘Begê me,’ gotin, Em tînin bîra xwe ku Ew ê xapînok,  hê dema dijiya digot, ‘Ez ê sê roj piştî mirina xwe vejîm.’ Ji ber vê ferman bide ku heya roja sêyemîn bila gora Wîbê kontrolkirin. Hekena dê xwendekarên Wî bên, termê Wî bidizin û gel re bêjin, ‘Ji mirinê vejiya.’ Xapandina dawîdê ji ya berê xirabtir e.’ Pilatus ji wan re got, ‘leşkeran tev xwebiherin û herin, çawa dixwazin wisa biparêzin.’ Ew jî bi leşkeran re çûn, kêvir mor kir û parast.” (Matta 27:62-66)

Deriyê kevir ê gora sar a ku termê Îsa tê de radiket, hat morkirin. Leşkerên bi çek ên Romayî li derdora gorê nobet girtin û ew parastin.

Piştre sibeha Yekşemê hat!


1. Ku we hê beşên 8-9 û 16-17 ên YEK XWEDA YEK PEYAM bi temamî tênegihiştiye, dibe ev biwêj ji we re wekî çêr xuya be. Min bihîst ku hin kes bi tinazî ev dipirsin: “Wê demê dema ‘Xwedê’ di malzaroka bakîreyekê û li çarmixê bû, kî bi gerdûnê eleqedar dibû?” Ev pirs dide nîşan ku der heqê Nivîsên Pîroz û Xwedayê ku ew dan de nêrîneke biqusûr heye. “Îsa ji wan re bersiv da, ‘Ji ber ku hûn Nivîsên Pîroz û quweta Xwedê nizanin, hûn dixelitin.’ (Matta 22:29). Ji ber ku Xwedê her tim wekî yekîtiya-sêmend a yekbûyî hebû, ne pirsgirêk e ku di heman demê de hem li serzemînê hem jî li esmên be. Ger tav dema nav valahiya navbera stêrk û gerestêrkan de ye û di heman demê de germahî û roniya wê li serzemînê bi me re ye, Afirînerê vê tavê jî çima di heman demê de hem li esmên hem jî li serzemînê nebe?

2. Kranion peyvekeGrekî ye û beramberê peyva Golgotayê Îbrankî ye, wateya wê cihê qoqê serî ye (Matta 27:33; Markos 15:22; Yuhanna 19:17). Ev gira ku Îsa lê hat çarmixkirin, li derveyî Yeruşalima kevn e û wekî qoqê serî yê tazî bajêr dorpêç dike, ev gir parçeyeke wî çiyê ye ku Brahîm lê li şûna kurê xwe beranekî pêşkêş kir.

3. Dîrokvan Josephus, der heqê hin bûyerên ku beriya ketina Yeruşalimê ya P.M. di sala 70an de, ev nivîsîn: “Leşkerên Romayî her roj pênc sed Cihû girtin; na, carinan zêdetir Cihû girtin… leşker Cihûyên ku bi xezeb û rik digirtin li çarmixê bizmar dikirin, yekî bi awayekî, yê din bi awayekî cuda û hemûyan dû hev li çarmixê bizmar kirin; yên ku hatin çarmixkirin ew qas pir bûn ku, ne ji bo çarmixan ne jî ji bo bedenên ku dê bihatana çarmixkirin cih tune bû.” Josephus di heman demê de nivîsî, “ewil hatim qamçîkirin û piştre bi îşkeceyên cihêreng tehde dîtin” (Josephus, Antiquities 11:1, rûpel 563)

4. Cihû zemên ji saet 6.00ê sibê û pê ve hesêb dikirin. “Dema Îsa li çarmixê xistin saet neh bû (6.00+3 saet=9.00), û nîvro saet ji dozdehan (saeta şeşemîn) heya sêyan (saeta nehemîn) tarîtî hat li ser hemû welêt.” (Markos 15:25, 33)

5. Afirîn 8:20; 22:2-8; Ji Misirê Derketin 29:18. Biwêja “pêşkêşa şewitînê”, di Peymana Kevn de 169 car derbas dibe. Îsa bû ji bo gunehê bû pêşkêşa şewitînê ya dawî. Markos 12:33; Îbranî 10:6-14. Nîşe: Dema Reb Îsa li çarmixê aliqî bû, ji bo ku fam bikin ka Xwedê çima pişta xwe da Wî Yeşaya 53 û Mezmûr 22 bixwînin. Dawud di heman Mezmûrê de ji berê de da zanîn ku dê Mesîh bigota, ‘Xwedayê min, Xwedayê min, Te çima ez terk kirim?’ (Mezmûr 22:1), Dawud ji me re vedibêje ka Xwedê çima pişta xwe da Kurê xwe. “Tu pîroz î!” (Mezmûr 22:3). Xwedê nekarî li Îsa binêre, lewre pîroziya Wî serasa ye û “nikare li xirabiyê binêre” (Habakkuk 1:13). Di van saetên ku tarîtî hukm dikir de, Xwedayê Benîademê bêguneh wekî ku Ew e yê gunehkar, dema li Wî didan li cihê xiraban, êşa ku divabû ew bikêşana, dikêşa. Îsayê Berxikê pîroz ê Xweda, (bêyî gunehkarekî) bû Hilgirê gunehê. Nivîskarekî stranan vê bûyerê pir xweş anîbû zimên: “Ev çi sireke mezin e! Yê nemir dimire! Kî dikare vê plana Wî ya ecêb fam bike?” (“Hezkirina Metelhişt”, Charles Welsey, 1707-1788)

6. Edesheim, Alfred. The Life and Times of Jesus the Massiah. 1883, rûpel 614.

7. Beşên Îbranî 9-10 bixwînin. Nîşe: Wekî ku di YEK XWEDA YEK PEYAMê de hatiye diyarkirin, bilindahiya Xwedê ya ku demekê li Cihê Herî Pîroz ê kon û perestgehê cih girtibû êdî ne li pişt perdê bû. Bilindahiya Xwedê niha di Îsa de bû.

8. Yuhanna 19:30-37