28
QONAX 2:
BERNAMEYA XWEDA YA NIHA
Ez ê zagona xwe têxim nava (mêjiyê) wan,
Ez ê li ser dilê wan
binivîsim.”
— REB (Yeremya 31:33)

Gelek kes li ser laneta mirîtokî ya gunehê zêde nasekine, lê gelek kes jî dibin êsîrên tiştên ku wekî lanetên rojane yên jiyanê tên binavkirin.

Piraniya hejmara dinyayê di nav tirsa qeza, nexweşî û mirinê de dijîn. Piraniya mirovan xem dikin, ji ber ku xwarin bistînin û deynê xwe bidin têra wan perê wan tune ye. Hin mirov jî ji bextreşî, sêrbazî û nezerê ditirsin, dema kêfxweş bin vê kêfxweşiya xwe bi dengekî bilind nayînin zimên, lewre ku ruhê xirab kêfxweşiya wan bibihîze, difikirin ku dê ji tişta kêfxweşiya wan re zerarê bide. Hin kes ji bo ku ruhên xirab û qeda û belayan der bikin, nivişk çêdikin li ser mala xwe, li ser zarokên xwe û li ser xwe. Gelek kes ji bo parastinê avên xwendî vedixwin. 1 Hemd ji Xwedê re ku kesên ji Xwedê bawer dikin, hewce nabînin tiştên wisa bikin, lewre Ew ji xeyala dijmin an jî ji hêzên xirab ên rastî bi awayekî bêdawî mezintir e. Ji bo bo biîmaneke tişteke ku jê bitirse tune ye, lewre Reb Îsa, mirin jî tê de li ser her hêzê xwedî rayeyekê ye.

Îsa bi dayîna berdêla gunehê, tenê ji bo berevajîkirina laneta ku li ser qedera me ya bêdawî bandor dike nehat, di heman demê de ji bo berevajîkirina laneta ku li ser jiyana me ya rojane jî bandor dike, hat.

BEREVAJÎKIRINA LANETÊ: QONAX DU

Nivîsên Pîroz wiha dibêjin: “Berxikên min, hûn ji Xwedê ne û we pêxemberê sexte têk bir. Lewre ya cem we raserê ya dinyayê ye.” (Yuhannayê 1., 4:4)

Ev ê di “Biîmanê de ye” kî ye?

Îsa, şeva beriya ku hate çarmixkirin, ji xwendekarên xwe re wiha got:

Ez ê jî ji Bav lave bikim. Ji bo ku heta hetayê bi we re be, dê ji we re Alîkarekî din, Ruhê Rastiyê bide. Dinya nikare Wî qebûl bike. Lewre ne Wî dibîne, ne jî nas dike. Hûn Wî nas dikin. Lewre Ew di nav we de dijî û dê di nav we de be.

Ew ê we sêwî nehêlim, ez ê dîsa li we vegerim.

Hê dema ez di nav we de bûm min ev ji we re gotin. Lê Alîkar, Ruhê Pîroz ê ku Bav dê li ser navê min bişîne, dê her tiştê hînê we bike, her tiştê ku min ji we re gotin bîne bîra we. Ez selametî didim we, ez selametiya Xwe didim we. Ez mîna ya ku dinya da we, nadim we. Bila bêhna we teng nebe û netirsin.” (Yuhanna 14:16-18, 25-27)

ALÎKAREKÎ DIN

Îsa ji xwendekarên xwe re soz da ku piştî vegerîna esmanan dê Bav ji wan re “Alîkarekî din… Ruhê Pîroz” bişîne.

Peyva parakletosa Grekî ya ku bi Îngîlîzî wekî alîkar hatiye wergerandin, tê wateya alîkar, yê dilmînî dide, şîretker an jî parêzer. Peyva parakletosê, di Nivîsên Pîroz de hem wekî Kurê Xwedê hem jî wekî Ruhê Pîroz ê Xwedê te bikaranîn. 2 Kur hat ku gunehkaran ji cezaya gunehê rizgar bike, Ruhê Pîroz jî hat ku gunehkaran ji hêza gunehê rizgar bike.

Ruhê Pîroz wekî Kur her tim bi Xwedê re bûye. Ji ber vê, li rêzên destpêka pirtûka Xwedê wekî “Ruhê Xwedê” tê binavkirin. (Afirîn 1:2)

Wekî gelek kesên 3 ku dibêjin “Alîkar, Ruhê Pîroz” milyaket Cebraîl an jî pêxemberekî ku dê piştre bê ye, hem ji Nivîsên pêxemberan re hem jî ji gotin û kirinên Îsa re hember derketin e.

Îsa piştî ku li çarmixê mir û dîsa vegeriya jiyanê ji xwendekarên xwe re got, ji bo ku Ruhê Pîroz dakeve jêr û li dilê her kesê ku ji peyama Xwedê re îman dikin avahî çêke, dê derkeve esmanan. Dê Kur derkeve jor û Ruh daketa jêr. Îsa ji xwendekarên xwe re wiha got: “Ez ji we re rastiyê dibêjim, çûyîna min ji bo we baş e. Ku ez neçim dê Alîkar neyê. Lê ku ez biçim, ez ê Wî ji we re bişînim.” (Yuhanna 16:7)

Di dîrokê de heya vê demê, Ruhê Pîroz dem bi dem ji bo ku wan xurt bike, ji wan re rêberiyê bike û wan bi bereket bike, bi biîmanan re bibû. Lê belê dîsa jî hatina Ruhê Pîroz ku her tim bi biîmanan re bijî, piştî ku Îsa pirsgirêka gunehê çareser kir, çêbû.

Reb Îsa bûyereke pir girîng daxuyanî dikir. “Ruhê Rastiyê… di nav we de dijî û dê di nav we de be.” (Yuhanna 14:17)

HATINA RUHÊ PÎROZ

Piştî ku Îsa ji mirinê vejî, di Nivîsan de ev qeyd heye:

Îsa dema bi xwendekarên xwe re bû, ji wan re ev ferman dabû:‘Ji Yeruşalimê veneqetin, bimînin li bendê ku peyva ku Bav da û we ji min bihîst pêk bê. Her wiha, Yehya bi av îmad kir, lê hûn ê heya çend rojan bi Ruhê Pîroz bêne îmadkirin… lê dema Ruhê Pîroz bê ser we hûn ê xurt bibin. Hûn ê li Yeruşalimê, li hemû Yahudiyeyê û li Samiriyeyê û li çar aliyê dinyayê bibin şahidên min.” (Karên Qasidan 1:4-5,8)

Ev peyv, pêncî roj piştî vejîna Îsa, deh roj piştî derketina Wî ya esmanan, li Roja Pentikost pêk hat. 4

Dema Roja Pentikostê hat, hemû biîman di nav hev de bûn. Ji nişka ve ji esmanan dengekî mîna yê bayî hat û mala ku lê bûn bi temamî dagirt. Tiştên ku mîna zimanên ji êgir belav bûn û daketin li ser her tiştê. Yên biîman bi Ruhê pîroz hatin dagirtin…” (Karên Qasidan 2:1-4)

Peymana Nû, temamiya bûyera dramatîk a beşa 2. a Karên Elçiyan qeyd dike. Xwendekarên Îsa bi rêya hêza Ruhê Pîroz ji biyaniyên ku ji Asya, Erebîstan û ji herêmên din ên dinyayê hatine Yeruşalimê û bi zimanên cuda diaxivin re agahiya baş a Xwedê dan zanîn.

Di wê sê roja ku Ruhê Pîroz daket, sê hezar kes ji peyama Xwedê bawer kir û diyariya wî ya jiyana bêdawî girt. Hejmara biîmanan bi lezayî mezin bû.

Karên Qasidan dîroka biîmanên pêşîn qeyd dike û rave dike ka çawa agahiya baş a Mesîhê zindî li hemû Împaratoriya Romayê ne bi zora şûran, lê bi hezkirina Xwedê û bi hêza Ruhê Pîroz belav bû.    

KESÊN KU JI BO PEYWIRÊ TÊN GAZÎKIRIN

Bernameya bingeh a Xwedê ya serzemînê a der heqê dema niha de “ji neteweyên din ji bo navê xwe (aîdê xwe) gelekî derxistin bû.” (Karên Qasidan 15:14).

Ruhê Pîroz dema Roja Pentikostê hat, malbateke taybet a biîman a ku wekî dêr tê binavkirin jî derxist. Dêr di orîjînala Grekî de ekklesia ye; tê wateya “civîn” an jî “yên ku ji bo peywirê tên gazîkirin”. Îro peyva “dêrê” bi têgînên xelet û bi mezhebên nemimkun tên tevlihevkirin. Yên ku xwe wekî Xirîstiyan bi nav dikin, bi şêwaza jiyana xwe re navê Mesîh bi aşkerayî biçûk dikin. Dikarin xwedî dînekî bin, lê bi Xwedê re ne xwedî têkiliyeke jidil in. Ev kes bi rêya îmana ji xwîna Îsa re tu car ji xwîna xwe nehatine paqijkirin.

Agahiya baş hemû mirovên li her derê vedixwîne ku ji Kurê Xwedê bawer bikin, bila bibin aferîdeyê Wî yê nû û li cem malbata biîman a ku dê bêdawîtiyê bi Wî re derbas bikin, bibe ewlad.

Yên ku beriya hatina Îsa (di dema Peymana Kevn de) ji wehdên Xwedê bawer kirine, beşeke malbata Xwedê ne, lê yên ku tenê piştî hatina Îsa ji van wehdan bawer kirine, parçeyeke organîzmaya bi navê “dêr” a ku dijî, ne. Dêr di heman demê de wekî “bedena Mesîh” û “bûk” jî tê binavkirin. 5 Nivîsên Pîroz, ji her kesî ku ji Reb Îsa Mesîh bawer dikin, wiha dibêje:

Lê hûn… hûn gelê heq ê bijartî yê Xwedê ne ku we ji tarîtiyê ji bo roniya xwe ya metelhiştî hatine gazîkirin ku fezîletên Wî bidin zanîn. Hûn demekê ne gel bûn, lê niha hûn gelê Xwedê ne.” (Petrûsê 1., 2:9-10)

Beşên yekemîn û duyemîn ên Pirtûka Pîroz rave dike ka Xwedê di serîe de mirovan çawa wekî gelê xwe yê heq afirand. Beşa sêyemîn qeyd dike ka Adem çawa guneh kir û xwe û hemû nifşa mirovan çawa ji Xwedê dûr xist. Lê dîsa jî Nivîsên ku vê beşê dişopînin, rave dikin ka Xwedê ji bo ku gelê Wî yê qirêj dîsa bibin “gelê Wî yê heq” çi kir.

Hûn parçeyeke gelê heq ê Xwedê ne? Ku hûn wisa ne, naxwe hûn di qonaxa duyemîn a bernameya Xwedê ya ku ji bo berevajîkirina lanetê amade kiriye de cih digirin.

RIZGARKIRÎ Û MORKIRÎ

Ruhê Pîroz ji gunehkarekî ku diyariya rizgariya Xwedê girtiye re ewil jiyana nû dide. Kesên ku ji xwe û ji keda xwe bawer dikirin, ku êdî ji Îsa Mesîh û çalakiya Wî ya rizgariyê bawer bikin, bi rêya Ruhê Pîroz ji nû ve têne dinyayê.

Îsa wiha got:

Yê ji bedenê tê dinyayê, beden e. Yê ji Ruhê tê dinyayê, Ruh e. Dema ez ji te re dibêjim, ‘Divê hûn ji nû ve bêne dinyayê’ heyirî nemîne… Lewre Xwedê ji dinyayê ew qas hez kir ku Kurê Xwe yê yekane da wê. Her wiha, bila yên ku ji Wî re îman dikin mehv nebin, bila hemû bigihijin jiyana bêdawî.” (Yuhanna 3:6-7,16)

Ji nû ve hatin dinyayê” çi tişteke xweş e! Dema gunehkarekî wekî ruhî ji nû ve tê dinyayê, ev karê wî yê nav yekîtiya wî ya yekbûyî ye. Ji ber ku Bav Kurê xwe şand, Kur ji bo gunehê Xwîna xwe rijand û Ruhê Pîroz bi jiyana nû kete nav yê biîman, jiyana nû mimkun e.

Ruhê Pîroz ji me re tenê jiyana bêdawî nade; Ew, me heya bêdawiyê mor dike, me wekî milkê Xwedê nişan dike û heta hetayê di nava me de avahî çêdike. Di heman demê de Ruhê Pîroz dema wextê me yê ji dinyayê veqetînê bê, me ewledar dike ku em ê bi awayekî ewle biçin mala Bav.

Dema we agahiya rastiyê, Mizgîniya rizgariya xwe bihîst û ji Wî re îman kir, hûn ji bi Ruhê Pîroz ê wehdkirî re di Wî de hatin morkirin… Ruh, ewledariya mîrasa me ye.” (Efesî 1:13-14)

Tu tişt nikare bibe asteng ji bo yekî biîman ku rizgariya bêdawî wenda bike. “yê ku rizgariya bêdawî ewle dike …Ruhê Pîroz e.”

EM JI BO KU DÎSA GUNEH BIKIN HATIN AZADKIRIN?

Carinan ez dibihîzim ku mirov bi awayekî henekî ev pirs dikin: “Baş e, ji bo ku ez ji xwe re li Bihuştê cihek peyda bikim, divê ez jê bawer bikim ku Îsa ji bo gunehên min miriye. Naxwe ez dikarim dîsa guneh bikim, ne wisa?”

Ev vê heman mantiqê bi kar bînin, ger hûn li axeke ziwa bi awayekî neçar wenda bibin, ku yekî we bifilitîne, hûn ê bêjin, “Spas! Ez niha ji bo wendabûnê dîsa azad im!” bêjin?

An jî ku yekî deynê xwe yê li ser we bibexşîne, hûn ê tiştên ku jê bixeyide, bikin an jî bixwazin bi zanebûn bikin?

An jî bifikirin ku we kincên paqij û ûtîkirî li xwe kirine, hûn ê bêjin, “Pir baş e! Niha dikarim biçim li cihekî qirêj û herî rakevim”?

Fikrên wisa ne mimkun in.

Naxwe Adem û zarokên wî çima derbarê guneh û encamên gunehê de wiha bifikirin?

Bersiv bi awayekî xemnak zelal e. Guneh mêjî û dilê me bi awayekî xurt girtiye, wisa ku ev girtin wisa zêde bûye ku dikare me der heqê başbûn û daxwastina gunehê de îqna bike. Fikreke wisa ne nû ye. Di heman demê de Adem û Hewa jî guneh –fêkiya qedexekirî jê kirin- “ji bo ku zana bibin balkêş” dîtin (Afirîn 3:6).

Tişta ku divê mirov têgihije ev e: dema gunehkarekî ji peyama Xwedê bawer bike, êdî çola gunehê ne wenda ye. Heqê vê deynê bargiran hemû hatiye dayîn. Yê biîman niha bi rastiya xwerû ya Mesîh hatiye pêçandin.

Ruhê Pîroz baweriyeke pîroz dixe nav dilê zarokekî nûzayî ku guneh ne tişteke baş e, lê tişteke xirab e. Ji gelê Xwedê re zehmetiyê derdixe dema jiyana xwe bi vebeyandina karakter û tevgera pîroz a Xwedê berdewam dikin. Zarokên Xwedê yên ku ji nû ve têne dinyayê, wekî endama malbata esmanî dê bixwazin jiyaneke li gorî rûmeta malbatê bijîn.

Yên biîman guh nadin Ruhê Pîroz û bi şêwaza xwe ya jiyanê Reb birûmet nakin, lê di nav hemû biîmanên rast ên Mesîh ev Mêvanê esmanî dijî. Ji ber vê Nivîsên Pîroz ji kesên ku ji bawer dikin re ev şîret dike:

Ruhê Pîroz ê Xwedê xemgîn nekin. Hûn ji bo roja rizgariyê hatin morkirin.” (Efesî 4:30).

Biîmanên Reb Îsa rizgariya ku bi rêya îmanê girtin tu car wenda nakin, lê dikarin wekî bêîmanan bijîn û “dikarin Ruhê Pîroz ê Xwedê aciz bikin.” Gelê Reb êdî di nav dinyayê de be jî êdî “çawa ku (Ew) ne ji dinyayê ye, ew jî ne ji dinyayê ne.” (Yuhanna 17:16)

Reb Îsa çawa ji tiştên ku xwedê nas nake nefret dike, divê xwendekarên Wî jî bi heman awayî tevbigerin.

Naxwe em çi bêjin? Ji ber ku lutf zêde bibe, em berdewamî gunehê bikin? Teqez na! Em ên ku li hemberî gunehê mirine, êdî çawa nav gunehê de bijîn?” (Romayî 6:1-2)

Ji ber vê dilxwaziyên dinyewî yên bedenê – fuhûş, qirêjî, şehwet, daxwazên xirab û çavbirçitiya ku bi pûtperestiyê di heman nirxê de ye bikujin. Ji ber van, xezeba Xwedê tê ser yên ku guh nadin Wî. Berê dema hûn jî bi van re jiyan, hûn jî di vê rê de meşiyan. Lê niha, hêrs, acizî, nêta xirab, van hemûyan ji ser xwe bavêjin. Bila ji devê we tu îftira an jî peyveke bêedeb dernekeve. Derew nekin ji hev re. Lewre we xûya kevn bi tiştên xirab re ji ser xwe avêtin. Ji bo bigihijin agahiya bêkêmasî, ji bo bibin wekî Afirînerê Wî we afirîna nû li xwe kir.” (Koloseyî 3:5-10)

JIYANA XWEDÊ YA LI CEM KESÊ BIÎMAN

Kurê Xwedê çawa ku ji bo gunehkaran ji cezaya gunehê rizgar bike hatiye, bi heman awayî Ruhê Pîroz jî ji bo ku biîmanan ji hêza rojane ya gunehê rizgar bike, hatiye.

Em lê binêrin ka Ruhê Pîroz di vê mijarê de çawa dixebite:

Dema kesekî ji Mesîh bawer bike, Ruhê Xwedê ji bo ku di ruhê wî de, di nava wî de bijî tê û di nav wî de serweriya Wî saz dike. Ruhê Pîroz ji yê biîman re xwezayeke nû dide ku bixwaze Xwedê razî bike. Ew rewş nayê wê wateyê ku xwezaya wî ya biguheh û xwebîn wenda dibe. Dê xwezaya kevn tenê dema biçe Bihuştê wenda bibe. Yên biîman di vê dinyayê de nikarin bigihijin asteke bêguneh a nuwaze. Lê dîsa dema nekarin razî bikin, divê xemgîniyke kûr hîs bikin. 6

Di jiyana her biîmana rast de, di navbera xwezaya kevn (ya ku ji Adem hat girtin) û ya nû (ya ku ji hêla Ruhê Pîroz hat çinandin) de her tim şerekî heye. Ruhê Mesîh ê ku di biîmanê de avahî saz kiriye, ji dilê yê biîman re daxwazake dide Xwedê razî bike. Digel ku Ruhê Pîroz ji gelê Xwedê re guneh “zewqa demkî” (Îbranî 11:25) dide, ji wan re hîn dike ku, “dawiyê tiştên wisa mirin e… lê niha ji gunehê hatine azadkirin…fêkiyên wan pîrozkirî ye (Romayî 6:21-22) Ruhê Pîroz di nav yê biîman de guherînên mezin çêdike.

Zada Ruhê jî:

Hezkirin, dilxweşî, selametî,

sebr, dilovanî, qencî,

girêdayî, başîtî û venêrîna xwe ye.

Zagoneke ku wesfên wisa qedexe dike, tune ye.” (Galatyayî 5:22-23)

Dînên ku kedên mirovan bixwe dixwaze, nikarin fêkiyên ruhî çînin. Zagonên dînî tevgera derveyî ya kesekî heya cihekî bikare biguherîne, tenê Ruhê Pîroz dikare xwezaya hundirîn a biguherîne.

Xwedê dixwaze jiyana we bi serweriya Xwe bi rê ve bibe. Xwedê li şûna ku ji we re lîsteya rêzikan bide ku hûn bişopînin, jiyana Xwe dixe nav we û bi rêya we mirovên din bi bereket dike û bilindahiya Navê xwe dide zanîn.

LÎSTE AN HEZKIRIN?

Ev çîrok der heqê zilamekî ku jina wî miriye de ye. Mêrebî xanimek digire ku di hefteyê de sê roj bê mala wî paqij bike û cil bişo. Zilam, dema jin tê lîsteyek daliqîne ser sarincê ku tê de karên ku divê bike hatine nivîsîn. Û, belê, zilam heqê wê dide.

Demek bi şûn de zilam evîndarê wê dibe û jê re dibêje ku bila bi wî re bizewice. Jin qebûl dike. Piştî ku dizewicin zilam lîsteya peywiran a ser sarincê radike. Di heman demê de dev ji dayîna heqê wê yê fermî jî berdide. Çima? Lewre xanima ku mala wî paqij dike bûye hevsera wî! Ev jin niha bi dilxwazî malê paqij dike, cilan ji ber ku dixwaze dişo û gelek karên din jî dike ku tu car di lîstê de tune bûn. Çima? Lewre ji mêrê xwe hez dike û dixwaze wî razî bike û jê re xizmet bike. Ev rêzikên ser sarnicê niha li ser dilê vê xanimê hatine nivîsîn.

Xwedê ji bo kesên ku aîdê Wî ne heman tişt dike.

Ez ê zagona xwe têxim nava (mêjiyê) wan û ez ê li ser dilê wan binivîsim. Ez ê bibim Xwedayê wan, dê ew jî bibin gelê min.”(Yeremya 31:33)

Mîna lîsteya ser sarnicê, dînê mirov peywirên ku divê hûn bikin pêşkêşî we dike, û ku “Xwedê bixwaze”, ji we re wehd dike ku dê berdêla keda we înşela li Roja Darizandinê “bê dayîn.”

Li dijî vê Reb, di nav dijberiyeke esmanî de, têkiliyekebi xwe re pêşkêşî we dike. Xwedê tenê cezaya we ranekiriye û jiyaneke bêdawî pêşkêşî we nekiriye, di heman demê de ku hûn pêşniyara Wî qebûl bikin, dixwaze bi Ruhê xwe yê Pîroz bê û di nav we de bijî.

Xwedê li şûna ku lîsteyeke ku tê de peywirên ku hûn tu car nikarin bikin hene, bide ji we re wehd dike ku dê daxwaz bide ku Wî razî bikin û ji Wî re bi dilekî hezkirin xizmetê bikin. Têkiliyeke hezkirinê, ji bo karên baş ji lîsteya rêzikên dînekî û ji zagonên wî motîvasyoneke çêtir derdixe. Lewre:

“…hezkirin, pêkanîna zagonê ye.” (Romayî 13:10)

Dîn dikare ji we re jiyaneke nû û li Bihuştê cihekî wehd bike, lê yê ku bikaribe van pêk bîne tenê Ruhê Pîroz e. Tenê Ruhê Pîroz dikare we bi hezkirin, kêfxweşî, selametî û baweriya bêdawî dagire.

Hêvî, di ber de nahêle, hezkirina ku bi rêya Ruhê Pîroz ji me re hatiye dayîn, ketiye dilê me.” (Romayî 5:5)

ÎTAETKIRINA BI KÊFXWEŞÎ

Wateya rastiya ku mirov ji Reb û ji mirovan re bi dilekî ku bi hezkirina Xwedê hatiye dagirtin, xizmet dike, bêguman nayê wê wateyê ku fermanên divê îtaet bikin, e. Mînak, Îsa tam dê vegeriya esmên, ji xwendekarên xwe re wiha got:

Li esman û serzemînê, hemû raye ji min re hat dayîn. Ji ber vê herin, hemû neteweyan wekî xwendekarên min bigihînin; wan bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz îmad bikin. Hînê wan bikin ku bila guh bidin hemû fermanên min. Va ye Ez, heya dawiya dinyayê bi we re me.” (Matta 28:18-20)

Îsa ji alîgirên xwe re ferman kir ku agahiya rizgariye bila bidin “hemû neteweyan”. Piştî ku kesekî diyariya Xwedê girt, divabû ew hîn bikin ku guh bide her tiştê ku Îsa ferman dike. Mînak, Îsa ji xwendekarên xwe re hîn kir ku bila ji dijminên xwe hez bikin û ji her kesê re bi kêfxweşî xizmetê bikin. Azweriya piştgirên Mesîh ew bû ku Xwedayê yek ê rast bê nasîn, jê bê bawerkirin û li her derê dinyayê pesna Wî bê dayîn.

Îsa ji xwendekarên xwe re di heman demê de got bila biîmanên nû “bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz” îmad bikin. Li vir li şûna “navên wan” (pirjimar), “bi navê Wî” (yekjimar) hatiye bikaranîn. yên ku xwe wekî gunehkarên neçar dibînin û yên ku ji agahiya baş a jiyan, mirin û vejîna Îsa bawer dikin dê bi Xwedayê ku Bav, Kur û Ruhê Pîroze re xwedî têkiliyeke bêdawî bibin.

Yên ku ji peyama Xwedê bawer dikin, îmana xwe li çemekî an jî li kurtikeke avê wekî îmad nîşan bidin.

ÇIMA ÎMAD?

Hewce ye ku yekî biîman ji bo ku ji gunehê bê paqijkirin, bi awayekî merasîmî têkeve bin avê? Na, yê biîman, jixwe bi saya kirinên xwe yên ku bi rêya mirin û vejîna Îsa kirine, ji hêla Xwedê hatiye paqijkirin û rast hatiye daxuyankirin.  Îmada avê, sembola derveyî ya rastiya hundirîn e. Piştî ku carek em ji peyama Xwedê re îman bikin, em divê ji Rizgarker û Efendiyê xwe re îtaet bikin û îmad bibin, lê tişta baş a ku me ji bo têketina bihûştê li hev tîne, ne îmadeke wisa ye. 7

Wê demê îmad tê çi wateyê? Îmada avê bi awayekî dîtbarî sembolîze dike ku yekî biîman bi mirin, veşartin û vejîna Reb Îsa wekhev bûye. Îmada avê ji yê biîmanan re rêyek e ku îmana xwe ya ji plana rizgarî ya Xwedê bidin zanîn. Av, mirinê temsîl dike. Dema yekî dikeve bin avê dibêje, “Îsa ji bo gunehên min mir û hat veşartin.” Û ew kes dema ji avê derkeve dibêje, “Îsa ji bo min mirin têk bir. Mirin, veşartin û vejîna Wî ji bo min bû, ez ji gunehê hatim paqijkirin, rast hatim îlankirin û ji min re jiyana bêdawî hat dayîn.”

Di vê mijarê de nekevin şaşîtiyê. Qebûlkirina gunehkarekî di huzûra Xwedê de, tenê bi rastiya nuwaze ya Îsa Mesîh û karê Wî yê temamkirî dikare mimkun be. Ez, wekî gunehkarî bexşandî, dizanim ku hete hetayê ez ê bi Reb re bijîm. Lê sedema vê ne ku ez baş im. Ez ê bi Wî re heta hetayê bijîm, lewre “Ez ne di rastiya kesane ya ku pişt dide Zagona Pîroz de bibim, ez bi xwedîbûna rastiya ku bi îmana Mesîh tê bi dest xistin û piştî îmanê ji Xwedê tê re, di Mesîh de bibim.” (Fîlîpîlî 3:9)

Dînên mirovan we hîn dike ku hûn li xwe û li kedên xwe binêrin. Mizginiya Xwedê jî, ji we re hîn dike ku hûn li Mesîh û rastiya Wî ya bêqusûr binêrin.

JI BO YÊ BIÎMANAN DARAZ TUNE YE?

Rastiya ku Mesîh ji bo ku gunehkaran ji daraza bêdawî bifilitîne her tişt kiriye, dibe sedem ku di mêjiyan de pirseke din derkeve. Yek ji peyama elektronîk şand ev pirs kir:

Posteya Elektronîk

Ger Îsa ji bo ku mirovan ji gunehê rizgar bike li çarmixê xwîna xwe rijandiye, ev rewş armanca roja darizandinê ji holê radike?

Na, mirina Îsa ya li çarmixê, rastiya yên biîmanan ku divê ji Xwedê re der heqê xwe de hesab bidin, ji holê ranake. Nivîsên Pîroz wiha dibêjin: “Lewre dema darizandinê ya ku Xwedê dê ji gelê malê dest pê bike, hatiye. Ger darizandin ewil ji me dest pê bike, dê dawiya yên ku guh nadin Mizginiya Xwedê bibe çi?” (Petrûsê 1., 4:17)

DU ROJÊN DARIZANDINÊ

Nivîsên Pîroz, di pêşerojê de, ji du Rojên Darizane yên ku ji hev yekcar cuda ne, behs dike. Ewil, dê vejîn û daraza rastiyan, wekî dawî jî vejîn û daraza gunehkaran bibe. 8

  • Darizîna rastiyan: Hûn ê bixwazin di vê Roja Darizandinê de cih bigrin. Dê ji yên ku li ber Kursîya Darizandinê ya Mesîh in, neyê pirskirin ku dê bihuştê an dojehê bêne şandin. Dema li serzemînê dijîn, ji ber ku diyariya rastî ya Xwedê digrin, jixwe dê li bihuştê bibin. Lê belê dîsa jî, dê li gorî nirxa karên xwe, li gorî nirxa Xwedê an dê xelat bistînin an jî têk biçin.Biîmanê ku li gorî daxwaza Xwedê jiyaye, ji mirovên din re bi dilnizmî xizmet kiriye, di ceribandinan de ji Xwedê bawer kiriye, ji peyva Wî hez kiriye û ragihandiye kesên din û bihêvî li benda hatina Reb maye, dê xelat bistîne; lê biîmanê xweperest jî, “dê zerar bike, dê bixwe xilas bibe, lê dê bibe wekî ku ji êgir derbas bûye.” (Korîntiyên 1., 3:11-15) Pirtûka Pîroz dinivîse ku yên biîman dema Reb biperêsin dê pênc “tacên” cuda li ber piyên Wî bêne avêtin û her yek dê ji wan tacan bigrin. 9 “Em ê hemû derkevin ber kursiya darizandinê ya Xwedê… Em her yek dê li ser navê xwe ji Xwedê re hesab bidin.” (Romayî 14:10,12)
  • Darizandina gunehkaran: Hûn ê nexwazin li vê Roja Darizandinê ya ku wekî Textê Darizandinê yê Mezin û Spî yê ku mirov ditirsîne, bibin. Ev bûyera ku mirov ditirsîne dê ji hêla kesên ku dema li serzemînê ne ji rizgariya Xwedê bawer nakin û ji ber vê di nav gunehê xwe de dimirin ve bê jiyîn. Dê qet pirs neyê kirin ku dê ev kes biçin bihuştê an dojehê. Her yek digel ku dê li gorî kirinên xwe cezayên cuda bigrin, dê hemû jî mehkûmî gola êgir bibin. “Mirî li gorî nivîsên pirtûkan, her yek li gorî kirinên xwe hatin darizandin. Piştre Mirin û Warê Miriyan li gola êgir hatin avêtin. Va ye ev gola êgir, mirina duyemîn e. Yên ku navên wan li se Pirtûka Jiyanê nehatine nivîsîn, li gola êgir hatin avêtin.” (Wehî 20:11-15)

Agahiya baş ew e ku dê kesên ku ev peyv dixwînin mehv nebin, lewre Reb Îsa ji cezaya gunehê her kesî azad dike.

ZAROKÊN XWEDÊ

Wekî ku berê hatiye diyarkirin, dema ku hûn ji Reb Îsa Mesîh û ji kirinên Wî bawer bikin, hûn ê bibin yek ji endama malbata Xwedê.

Êdî Xwedê ji we re dûr xuya neke.

Dê bibe Bavê we.

Ji kesên ku Ew qebûl kir re ew maf da ku bibin zarokên Xwedê… ew ji Xwedê çêbûn.” (Yuhanna 1:12)

Ji ber ku hûn Kurên Wî ne, Xwedê Ruhê Kurê xwe yê heq yê ku dibêje ‘Abba! Baba!’ şand dilê we.” (Galatyayî 4:6)

Dinya bi dînên ku ji mirovan dûr e, merasîman dixwaze, ji mirovan re Xwedayekî ku bi Wî Bixwe re tu têkilî tune ye xêz dike re tijî ye. li hemberî van hemûyan, Xwedayê ku Kurê xwe dişîne serzemînê, Xwe wekî Bavekî esmanî yê ku ji gunehkaran hez dike, daxuyan kiriye. Ji her kesî ku Kurê Wî Îsa Mesîh qebûl kirine re wehd dike ku, dê wan paqij bike, dê nuwazebûna Mesîh li wan ke û Ruhê Xwe yê Pîroz bişînê dilê wan.

Belqis Şêxa Pakîstanî di pirtûka xwe ya Min Wêrî ku jê re bêjim Bavo (Bi Tirkî wekî “Tanrı Bana “Kızım” Dedi (Xwedê ji min re got ‘Keça Min) hat wergerandin) de lêkolîna xwe ya ku peyama Xwedayê rast digere, vedibêje. Pirtûka Pîroz bi mehan bi pirtûka dînî ya ku pê mezin bû re hevrû kir û piştre, piştî ku ji Xwedê re feryad kir ku rastiyê rê wê bide ceribandinek jiya. Qala vê ceribandinê ji me re wiha dike:

Min her du pirtûk jî girtin destên xwe û rakirin jor: min pirs kir, ‘Bavo Kîjan? Kîjan pirtûka Te ye?’ Piştre tişteke derasayî qewimî. Heya niha qet rastî rewşeke wisa nehatibûm. Lewre min di hebûna xwe ya hundirîn de dengek bihîst, ev deng bi min re çawa ku ez di mêjiyê xwe yê hundirîn de peyvan dubare dikim, bi awayekî zelal axivî. Peyv zindî bûn, dilovanî bûn, lê di heman demê de bi raye derketibû holê.

‘Ez di kîjan pirtûkê de wekî Bav derdikevim pêşiya te?’

Dema min bersiv da min dengê xwe bihîst: ‘Di Pirtûka Pîroz de.’ 10

Wekî ku Xwedê Bavê vê xanima Pakîstanî ye, Bavê min e jî. Roja ku min ji peyama Xwedê bawer kir, wekî ruhî ji nû ve hatim dinyayê. Tu tişt nikare bibe asteng ku vê rewşa xwe ya ku endameke malbata Xwedê me, wenda bikim. Îsa wiha got: “Pezên min dengê min dibihîzin. Ez ji wan re jiyana bêdawî didim; dê tu car mehv nebin. Tu kes nikare wan ji destê min derxe.” (Yuhanna 10:27-28)

TÊKILÎ & HEVPAYÎ

Wê demê ku ez guneh bikin dê çi bibe? Guneha min dê bibe sedem ku ez dîsa ji Xwedê veqetim?

Ku kurekî ji bavê xwe yê herêmî re îtaet neke, wî ji endamtiya malbatê derdêxin? Na, bêîtaetiya kurekî nabe sedem ku wî wekî nehatiye dinyayê bihesibînin. Têkiliya fîzîki ya kurê ya bi dê-bavê xwe re nikare xirab bibe. Lê ev ji bo girêdana we ya ruhî ya bi Xwedê re jî heman e. Rewşa ku hûn wekî zaroka Xwedê ya ku ji nû ve hatiye dinyayê, tu tişt nikare biguherîne. Kesên ku bawer dikin, “ne ji toveke mirinokî, lê ji toveke nemir, ango bi peyva zindî û bêdawî (mayînde) ya Xwedê ji nû ve hat dinyayê.(Petrûsê 1., 1:23) 

Xwedê Bavê we yê esmanî ye. rastiya Mesîh a ku li we hatiye kirin, dê tu car ji we neyê stendin. Dê Ruhê Pîroz tu car terka we neke.

Hûn heta hetayê di nav ewlebûnê de ne.

Ez bawer im ku ne mirin, ne jiyan ..dikare me ji hezkirina Xwedê ya ku di Rebê me Mesîh Îsa de ye veqetîne.” (Romayî 8:38-39)

Tu tevgera min nikare tekiliya bêdawî ya ku Xwedê nava min de ava kiriye, xira bike. Lê dîsa jî guneh dê li ser hevpayiya rojane ya min a bi Xwedê re bandor bike.

CIH & REWŞ

Bifikirin ku bavekî diçe ji kurê xwe re dibêje bila li baxçê bixebite, lê kur li şûna ku gotina bavê xwe bike, bi hevalên xwe re diçe ku futbol bilîze. Rewşa wî, wekî kurê bavê xwe neguhere, lê rewşa hevpayiya kur ya bi bavê wî re dê ji vê rewşê teqez tesîr bigire! Dema kur vegere malê dê jê bê pirskirin; dê hin peyvên giran bên gotin û dê dîsîplîneke li gorî rewşê bê kirin. Kur ji bo ku dîsa bikare bi bavê xwe re têkiliyeke nêzîk bike, dê mecbûr bimîne ku tevgera xwe ya bêîtaet îtîraf bike.

Ev rewş ji bo kesên ku aîdê Xwedê ne jî heman e. Xwedê dema zarokên wan guneh dikin, wan terbiye dike.

Kurê min, terbiyekirina REB biçûk nebîne, ji hêrsa Wî bêzar nebe. Lewre Reb wekî bavekî ku ji kurê xwe razî ye, li yê ku jê hez dike hêrs dibe.” (Wecîzeyên Silêman 3:11-12)

Ku em bêne ser hevpayiya me ya rojane ya Xwedê, Pirtûka Pîroz wiha dibêje:

Ku em bêjin bi Wî re hevpayiya me heye û em li tarîtiyê bimeşin, em ê derew bikin û li gorî rastiyê tevnegerin. Ku em bêjin gunehê me tune ye, em ê xwe bixapînin, di nav me de rast nabe. Lê ku em gunehê xwe îtiraf bikin, Xwedayê ewledar û biedalet dê gunehê me bibexşîne û me ji hemû xirabiyan paqij bike.” (Yuhannayê 1., 1:6,8-9)

Ruhê Pîroz ê ku di nav wan de avahî saz kiriye, dixwaze ku zarokên Xwedê ji hemû şêwazên gunehê nefret bikin. Ne girîng e ka guneh çi qas “biçûk” e. Xwedê dixwaze em di jiyana xwe de li ber gunehên ku hin kes dikarin wêkî guneh jî nehesibînin, hestewer bibin.

Mînak, ku ez bi hevsera xwe re bi awayekî hişk bipeyivim an jî bi yekî ku ji min re neheqiyê dike re li dûrî hezkirinê bipeyivim an jî rastşyekê kêm bêjim, Ruhê Pîroz min der heqê gunehê min de îqna dike. Çareserî, ji Reb re “gunehên xwe îtirafkirin” û ji kesê ku dilê wî şikand efûkirina wî xwestin. Ku ez vê bikim, ez ê bikaribim dîsa tama hevpayiya nêzîk û şêrîn a Xwedê bistînim.

Hûn cudahiyê fam dikin?

Di Mesîh de cihêmin ê nuwaze, cihekî nuwaze ye, lê rewşamin a jiyana rojane, ji nuwazebûnê kêm e.

Karê Wî yê rizgariyê, yê ku ji bo minpêk anî, heya bêdawiyê hat temamkirin, lê karê Wî yê di nava min de,heya ku ez Wî li Bihuştê bibînim dê berdewam bike.

EM JI BO ARMANCEKÊ HATIN RIZGARKIRIN

Ruhê Pîroz ê Mesîh dixwaze gelê Xwedê şêwaza fikirîn, axaftin û tevgerînê biguherîne. Jê re wiha dibêje:

Pîroz bibin, lewre ez pîroz im.” (Petrûsê 1., 1:16)

Ew ji gelê xwe re di heman demê de wiha dibêje: “Bêhiş nebin. Fam bikin ka Xwedê çi dixwaze. Bi şerabê serxoş nebin. Li şûna vê bi Ruh re tijî bibin(teslîmê Ruh bibin, ji hêla Ruh werin kontrolkirin).” (Efesî 5:17-18)

Ruhê Pîroz kesayetiya me binpê nake; li dijî vê, Xwedê me azad dike ku em jiyanên rast û serkeftî yên ku Xwedê ji bo me sêwirandiye di jiyana xwe ya rojane de berdewam bikin. Xwedê me ji bo armancakê rizgar kiriye. Em bi her tiştê ku difikirin, dibêjin û dikin re hatin vexwendin ku Wî bilind bikin.

Hûn dizanin ku we bedena xwe ji Xwedê girtiye û perestgeha Ruhê Pîroz a nava we ye? Hûn ne aîdê xwe ne. Lewre hûn bi berdêlekê hatin stendin. Ji ber vê Xwedê di nav bedena xwe û ruhê xwe de bilind bikin.” (Korîntiyên 1., 6:19-20)

Ji bo kesên wekî me ku ji Mizginiyê bawer dikin, ev rewş çawa dibe rastiyeke ku jiyanê diguherîne! Hebûna kesane ya Xwedê di nava me de dijî! Ku em serê xwe li ber Wî xwar bikin dê jiyanên me navê Wî bilind bike û dê ji mirovên din re bereket bîne.

Der heqê Ruhê Pîroz ê ku ser jiyana mirovan de hê dikare gelek tişt bê gotin.

Ruhê Pîroz dilminiyê dide, xurt dike, rêberiyê dike, ronî dike û perwerde dike.

Ji yên biîmanan re alîkarî dibe ku Nivîsên Pîroz fam bikin. 11

Alîkarî dibe ku em bi Xwedê re têkilî çêkin û dua bikin. 12

Ew diyariyên taybet û huner dide ku gelê Wî ji mirovên din re alîkarî bike û wan saz bike. 13

Hêz dide alîgirên Mesîh ku lihemberderketin çi qas mezin be bila bibe, bila ji bo Wî bixebitin û jê re şahidiyê bikin. Îsa ji xwendekarên xwe re wiha got:

Va ez we mîna pezan dişînim nav guran. Wekî maran biaqil, wekî kevokan saf bibin. Lewre dê we darizînin, dê we li sînagogan bidin ber şelaqan… Lê dema we darizînin, xem nekin ka hûn ê çi bibêjin. Wê demê dê ji we re bê gotin ka hûn ê çi bêjin. Lewre hûn ê nepeyivin, dê Ruhê Bavê we bi rêya we bipeyive.” (Matta 10:16-20)

VEGERÎNA XUYANGA WÎ

Ku em bi kurtasî bibêjin, Ruhê Pîroz dê pêk bîne ku armanca Xwedê ya ku ji bo mirovan sêwirandibû bi cih bê; ev armanc ev e: xuyanga yek Xwedayê rast bidin hisandin û tama têkiliya bi Wî ra ya ku dê heta hetayê bidome, derxistin.

Wekî vê Ruh jî di bêhêziya me de alîkarî me dike… Em dizanin ku Xwedê bi yên ku ji Wî hez dikin, ji bo armanca Wî hatine gazîkirin re di her rewşê de ji bo qenciyê amade ye. Lewre Xwedê ji berê de hin kesan diyar kir ku vegerîne xuyanga Kurê xwe. Her wiha bila Kur ji nav gelek birayan de yê pêşîn be ku bê dinyayê.” (Romayî 8:26, 28-29)

Xwedê her bûyer û ceribandina jiyana gelê xwe ji bo “vegerîne xuyanga Kurê xwe” bi kar tîne.

Beşa pêşîn a pirtûka Xwedê, dide zanîn ku mêr û jina pêşîn “di xuyanga Xwedê de” hatine afirandin. Mirov ku li hemberî Xwedê gunehkirinê pejirandin, vê xuyanga ji binî de xira kir. Lê dîsa jî dema wext hat, Xwedê Kurê xwe yê nuwaze û esmanî şand dinyayê.

Jiyan, mirin û vejîna bêguneh a Îsa, di asta pêşîn a bernameya Xwedê de cih digirt ku zerara ku ji ber gunehê çêbûye bê sererastkirin. Lê dîsa jî çawa ku me di vê beşê de dît, di plana Wî de ji vê re zêdetir cih hatiye dayîn.

Gunehkarên neçar ên wekî we û wekî me, dema ji agahiya baş a der heqê rizgariyê de bawer dikin, Xwedê ji me re Ruhê Pîroz dide; Ruhê Pîroz, di fikra me de, motîfên me de, gotinên me de û çalakiyên me de pêvajoyê dide destpêkirin ku em dîsa vegerin xuyanga Wî. Ev pêvajo asta duyemîn a bernameya Xwedê ye ku laneta gunehê berevajî bike.

Xwedê dixwaze ku zarokên Wî karakter û tevgera Mesîh bidin hisandin. Wateya ku divê biwêja “xirîstiyan” bide diyarkirin, ev e. Lê dîsa jî çalakiya Ruhê Pîroz ê ku me vegerîne Mesîh, pêvajoyeke wisa ye ku dema em Wî rû bi rû bibînin dê pêk bê. 14

Binêrin, Bav ji me ew qas hez dike ku, ji me re zarokên Xwedê tê gotin! Bi rastî jî em wisa ne. Ji ber ku dinya Bav nas nake, me jî nas nake.

Birayên min ên delal, em ji niha de zarokên Xwedê ne, lê ji me re nehat nîşandan ku em ê bibin çi. Tenê dema Mesîh xuya be, em dizanin ku em ê di xuyanga Wî de bin. Lewre em ê Wî çawa ye wisa bibînin.” (Yuhannayê 1., 3:1-2)

Ji bo her kesî ku ji Wî re îman dikin, çalakiya rizgarkirina Kurê Xwedê û ji bo çalakiya transformasyonê ya ku Ruhê Xwedê di nav kesên ku sitûyê xwe li ber xwar dikin, pêk tîne, hêza Şeytên tê têkbirin û di nav her kesê ku îman dikin de serweriya rastiya ku ji hezkirin, kêfxweşî û selametiyê pêk tê, tê nûkirin.

Em bi jiyaneke ku bi armanc hatiye dagirtin û bi hêvî û bendewariyeke bixîret li benda asta dawî ya bernameya Xwedê ne ku dê Şeytan, guneh û mirinê heta hetayê ji holê rake.

Îsa vedigere!


1. Tişta ku bala gelek kesan nakişîne, dema rêbazên wisa bi kar tînin ji bo xwe parastinê, bi dijmin re di heman refê de cih digirin. Dubareya Zagonê 18:10-14; Yeşaya 47:13; Karên Qasidan 19:19; Galatyayî 5:19-21.

2. Yuhannayê 1., 2:1; Yuhanna 14-16

3. Di beşa 1. de me posteyeke elektronîk a ku me ji Ehmed girtibû ragihandibû, Ehmed ev nivîsîbû: “Di orîjînala Pirtûka we ya Pîroz de û di Peymana Kevn de der heqê hatina Mihemed de pêşagahî hene, niha jî… qalkirina madeya xirabe ne hewce ye..”

4. Wateya peyva pentikostê pênciyem e. Pentikost, pîrozkirina Peymana Kevn a Îsraîliyan e ku ji Xwedê re ji bo bereketên Wî spasî dikin (Leviyî 23:16). Xwedê ji serî de sêwirand ku bereketa nîhaî di vê Roja Pentikostê de bişîne rûzemînê: Ruhê xwe yê Pîroz!

5. Korîntiyên 1., 12:27; Efesî 4:21; 5:25-32; Wehî 19:7-9; 22:17; Yuhanna 3:29

6. Yuhannayê 1., 1:8-10; 2:1-2; Romayî 6-8

7. Dema hûn ji fikrên xwe yên şaş tobe bikin û ji Reb Îsa Mesîhê ku ji bo gunehên we miriye û piştre dîsa vejiyaye bawer bikin, “hûn ji Mesîh Îsa re tên îmadkirin” (Romayî 6:3). Ev îmada we bi avê nabe (îmada avê piştre tê), lê hûn bi Ruhê Pîroz re îmad dibin (Romayî 6:1-5; Karên Qasidan 1:5; Korîntiyên 1., 12:13). “Ji tiştekî re hatin îmadkirin” tê wateya “bi tiştekî re yekbûn, wekhevbûn.” Dema hûn îman dikin, hûn dibin parçeyeke mala Xwedê ya ku ji “yên ku bi kurê Wî yê bêguneh hatine yekbûn” pêk hatiye (Romayî 6:5). Rewşa we ya nû, bêdawî di Mesîh de ye.

8. Karên Qasidan 24:15; Lûka 14:14; Yuhanna 5:28-29; Daniel 12:2; Wehî 20:6,11-15; Wehî 22:12

9. Korîntiyên 2., 5:10. Di Nivîsên Pîroz de ji herî kêm pênc tacên ku dê yên bi îman bigirin tê qalkirin (kûpa/xelat): Korîntiyên 1., 9:25; Petrûsê 1., 5:4; Yaqûb 1:12; Selanîkiyên 1., 2:19-20; Timoteosê 2., 4:8. Ev tac ne ji bo bilindahiya me, dê ji bo bilindahiya Wî (Wehî 4:10) bibe. Reb dê karên kesên rizgarkirî ku ji bo navê Wî û ji bo bilindahiya Wî kirine, ji bîr neke (Matta 10:41-42; Îbranî 6:10).

10. Şêx, Belqis. I Dared to Call Him Father. New York: Fleming H. Revell Company, 1978; rûpel 53.

11. Yuhannayê 1., 2:27; Yuhanna 4:14; 14:26; 16:13; Yeremya 31:33-34; Efesî 4:21

12. Di navbera duaxwendina wekî mekanîk û temaskirina bi Xwedê re û ji duayê me re bersiv stendin, cudahiyeke mezin heye. Romayî 8:26-27; Efesî 6:18; Yuhannayê 1., 5:14-15; Yuhanna 14:13-14; 15:7; Fîlîpînî 4:6-9

13. Romayî 12; Korîntiyên 1., 12; Efesî 4

14. Korîntiyên 2., 3:18; Fîlîpînî 1:6; 3:20-21