7
BINGEH
“Mirovekî biaqil…
mala xwe li ser zinêr ava dike.”
Matta 7:24

Îsayê Nasirayî, Weaza xwe ya li ser Çiyê bi van gotinan bi dawî anî:

Va kesên ku van peyvên min dibihîzin û dipeyikînin, dişibin mirovê biaqil ê ku mala xwe li ser zinêr ava dike. Baran dibare, lehî radibe, ba dibe, êrîşî malê dike, lê mal hilnaweşe. Lewre li ser zinêr hatiye avakirin. Kesên ku van peyvên min dibihîzin lê napeyikînin, dişibin wî kesî xêtik ku mala xwe li ser qûmê ava dike. Baran dibare, lehî radibe, malê dilerizîne. Mal hildiweşe; hilweşîna wê jî ecêb dibe.” (Matta 7:24-27)

Cudahiya di navbera van her du malan ku yek li hemberî bahozê li ser piyan ma û ya din hilweşiya çi bû?

Bingeh.

Mirovê biaqil mala xwe li ser zinêr ava kir; mirovê xêtik jî mala xwe li ser qûma ku cihê xwe diguherîne, ava kir.

Xwedê di Nivîsên Pîroz de, ji bo ku her kes Peyama wî ya dixwaze bibêje fam bike, bingeheke qewî ya wekî zinêr ava kir. Ev bingeh, Tewrat e. (di heman demê de Zagona Mûsa wekî pênc pirtûkên pêşîn ên Peymana Kevn tê zanîn).

PIRTÛKA DESTPÊKAN

Tewrata Mûsa pênc pirtûkên pêşîn ên Nivîsên Pîroz dihewîne. Navê pirtûka yekemîn Afirîn (Genesis) e. Wateya wê ‘destpêk’ e. Afirîn PirtûkaDestpêka Xwedê ye ku binyata rûzemîn, jiyan, mirov, zewac, malbat, civak, netewe û zimanan dide zanîn. Afirîn ji sirên herî mezin ên jiyanê re dibe bersiv. Xwedê çawa ye? Mirov ji ku hat? Em çima li vir in? Çavkaniya xirabiyê çi ye? Mirov çima tengasiyê dikişîne? Xwedayekî nuwaze çawa dikare mirovên biqusûr qebûl bike?

Di Nivîsên Pîroz de ji van re û ji pirsên din ên girîng re piştre bersivên zelaltir bê dayîn jî, Afirîner bingeha Bersivên ku dabû di pirtûka Afirînê de avêtiye. Yekemîn pirtûka Pirtûka Pîroz, bingeha hemû pirtûkên paşiniyê ye.

ÇÎROKA XWEDÊ

Di Pirtûka Pîroz de bi sedan çîrok hene ku di hezar salê de pêk hatine. Ev çîrok, ji van çirokên ku nav hev de heya niha hatine qalkirin çîroka baştirînpêk tînin. Xwedê peyameke bingehtenêxistiye nav vê çîrokê –ev peyam, nûçeya herî baş a heya niha hatiye dayîn, dihewîne di hundirê xwe de.

Di çîroka dramatîk a Xwedê de, gelek nuqteyên sertar hene. Gava em di rêwîtiya xwe ya Nivîsên Pîroz de dimeşin, em ê di qeydên Mizgînîde rastî tapikeke (zîrwe) bilind bên. Tapikeke din a balkêş ku dê di pirtûka dawî ya Pirtûka Pîroz de ku bi navê “Rakirina Perdeyan” tê zanîn û tê wateya Wehî de derkeve pêşiya me.

Digel rastiya Xwedê ku plana xwe rave kiriye, ev plan dê pirî caran ji bo mirovan bibe sir.

MIJARÊN PÊŞDETIR DI SERÎ DE NE

Pirtûka Afirînerê 50 beşa 1.,189 beşa Pirtûka Pîroz dihewîne. 1 Ku we di carekê de tevahiya Pirtûka Pîroz ji serî heya binî bixwenda, ji bo qedandinê divabû we sê roj û sê şev bixwenda.

Di rêwîtiya me ya ku berdewam dike de, em ê mecbûr ji cem gelek çîrokên ku di Pirtûka Pîroz de ne, derbas bibin; em difikirin ku çîroka mifte ya gelek klasîkên ku “wêneya mezin” a plana metelhişt a ku Xwedê sêwirandiye, rave dike ziyaret bikin. Wextekî me yê mezin ku me ji bo rêwîtiyê veqetandiye, dê di çar beşên pêşîn a Pirtûka Pîroz de derbas bibe, lewre ev rûpelên destpêkê rastiyên mezin ên ku ji xeynî Peyva Xwedê, li tu derê nayê dîtin, rave dike.

Girîngiya çend beşên pêşîn ên Pirtûka Pîroz, tu car têra xwe nayê diyarkirin.

Gava em ji zarokekê/î re çîrokek vedibêjin an jî dixwînin, em ji ku dest pê dikin? Em ji nîvê çîrokê dest pê dikin û piştre yek-du rêz dixwînin û piştre derbasî dawiya çîrokê dibin? Na, em ji serî de dest bi çîrokê dikin. Lê em dibînin ku piraniya xwendevanan destpêka Nivîsên Pîroz ên ku em qal dikin naxwînin. Gelo çîroka Xwedê ji bo ku rûpelên serî tên îhmalkirin e ku ji bo wan wekî sirekê dimîne? Rewşeke metelhişt e ku gelek kes di posteya xwe ya elektronîk de, bi hevoka Ehmed “ev mijara der heqê gunehkaran de ji bo min tu tişt îfade nake” ku nivîsiye re di heman fikrê de ne? (Beşa 1)

Ger ku der heqê destpêka çîroka Xwedê de qet fikrekê me tune be, nirxandina dawiya çîrokê dê zor be ji bo me. Lê carek, ku em çend beşên pêşîn fam bikin, dê wateya beşa dawî mezin bibe. 2

AXA TOVEKÎ

Em tovekî genimê wekî mînak bigirin. Dibe ku tovê genimê girîng xuya neke, lê di nav vî tovê ku hêsan xuya dike de koda kompleks û hêza ku nayê xuyakirin hewce ye ku nebateke gihayî ya bi tov re hatiye dorpêçkirin,hilberînin. Di Nivîsên Pîroz de, pêvajo wiha tê sêwirandin:

Ax bixwe zad dide… ewil zîl dide, piştre serî dide, di dawiye de jî libên ku seriyê wî dadigirin dide.”  (Markos 4:28)

Xwedê tov, fêkî û sebzeyan wisa nesêwirand ku zû bi zû bigihin, bi heman awayî çîrok û peyama xwe jî wisa plan nekir ku ji nişka ve rave bike. Xwedê çawa ku ji bedenên mirov re xwarinên ku bi rêya nebatên ku di demê de mezin dibin, peyda dike, xwarina ku ji bo canê mirov jî hewce ye mîna vê, bi rêya rastiya ku di demê de tê ravekirin pejirandiye.

Hemû gotinên wî ferman li ser fermanê, ferman li ser fermanê, distûr li ser distûrê, distûr li ser distûrê, hinek ji vir, hinek ji wir.”  (Yeşaya 28:10)

Pirtûka Afirînê, wekî axeke berdar e ku Xwedê “tovên” xwe yên rast biîhtimam diçîne. Peyama Wî bi van rastiyan tov dide û di pirtûkên din ên Nivîsên Pîroz de, bi raberkirina jiyan û tezetiyê digihîje. 

EMBRIYOYEK

Bi saya teknolojiya modern, tiştên ku wextekî veşartîbûn, niha tên dîtin. Mînak, îro em dikarin embrîyoyeke mirovekî bi awayekî zelal temaşe bikin. Fewqalade! Bizrê zarokê ku di malzaroka dayîkê de ber digire, di nav heşt hefteyan de bi qasî mezînayî zirfistiqê dibe bebek; ev bebek bi çav, guh, poz, dev, mil, dest, ling û piyên xwe tam e. Şûna tiliya wî/wê jî heye. Tevî ku bi temamî şekla xwe negîrtiye, xwedî hemû parçeyên bedena xwe ye.

Bi heman awayî, em jî îro dizanin ku hemû rastiya elzem a Afirînerê me ya der heqê plana Xwe û mirovahiyê de ku rave kiriye, di pirtûka Afirînê de wekî embriyonîk cih digire. Lê belê dîsa jî bipêşveçûna “Pêşnûma Xwedê ya nepenî” (Wehî 10:7) di tevahiya Nivîsên Pîroz de pêk tê.  

Heya îro kesayetî û armancên Xwedê ji bo gelek kesan wekî sir maye, lê ne hewce ye ku wisa be, lewre “sira (nepenî) ku ji dem û nifşên berê hatiye veşartin… niha hatiye diyarkirin.(Koloseyî 1:26)

Xwedê dixwaze ku em sira WÎ fam bikin. Lê divê em jî bixwazin Wî fam bikin.

PARÇEYÊN BİÇÛK

Pirtûka Pîroz hinek dişibe mamika (tiştonek) ku perçeyên wê yên texte bi bireka qewar hatiye birîn.

Hin perçe diyar in wê çawa bên cem hev, lê kesê ku mamikê çêdike ji ber hin perçeyên ku ne diyar in ka dê çawa bên cem hev, dibe ku zehmetiyê bikişînin. Ji bo temamkirina mamikê divê mirov sebir bike û li ber xwe de. Bi heman awayî, çûyîna tevliheviya mêjî û pêkhatina plana Xwedê ya lihevhatî, tenê dikare bi wext veqetandina ji bo ku li ser Peyva Xwedê bifikire, pêk tê.

Di demên dawiyê de, ez xwedî wê îmtiyazê bûm ku, min bi nûçevanekî ku li Lûbnanê dijî û hedefa wî bilind e re têkiliya xwe danî. Tevî ku me hê hev û du nedîtiye, em bûn heval. Di postaya xwe ya elektronîk de ku cara yekem şand ev nivîsî bû:

Posteya Elektronîk

Ez der heqê rastiya dawînî de bawer dikim ku ne mimkun e mirov bigihîje encama delîlekî yeqîn.

Min hevalê xwe yê Lûbnanî teşwîq kir ku bila hemû pêşdaraziyên xwe bihêle li hêlekê û bila Pirtûka Pîroz ji bo xwe bixwîne. Min jê re got, bila bihêle ku Pirtûka Pîroz li ser navê xwe biaxive. Wekî ku di peyama elektronîk a jêrê jî xuya dibe, hevalê min dest bi xwendina Pirtûka Pîroz kir:

Posteya Elektronîk

Min Peymana Nû bi erebî xwend û niyeta min ew e ku ez dest bi Peymana Kevn   bikim. Min berê ji Pirtûka Pîroz tenê perçeyên biçûk xwendibûn. Niha min bersivên pirsên xwe di van rûpelan de dîtin… Min bi vê xwendinê çi bi dest xist? Ez ji bo peyama Pirtûka Pîroz rêzeke kûrtir digirim. Ez vê pêyamê wekî ku dikare jiyana kesekî biguherîne, dibînim. Ev peyam dikare di her mirovî de guherînek çêke. Bi rastî peywirên ku ji qaydeyên hişk tên, nikarin mirovan biguherînin. Belkî jî ji bo ku em jê bawer bin ku di destê me de ye, min ferq kir ku ji bo vê divê rêyeke me hebe.

Çend roj berê gava ji min re nivîsî, nêrînên xwe şandin:

Posteya Elektronîk

Min gavek avêt ku divabû min beriya demeke dirêj biavêta. Min fam kir ku ne bes e mirov bibêje “Min Pirtûka Pîroz xwend”; ew pirtûkeke wisa ye ku divê mirov her tim bixwîne. Pir ecêb e ku gelek pirsên min di bin siya vê pirtûkê de wenda bû.

Peyama Xwedê ji bo vê kesê derdikeve holê.

Rêwîtiya ku em ê di Nivîsên Pîroz de bikin, dê parçeyên herî girîng ên mamika mezin a dîrokê bîne cem hev û dê çîrok û peyama Xwedê ya metelhişt zelal bibe û bê famkirin.

Ku em Nivîsên Pîroz “hertim” bixwînin ji bo xwe, em ê bibînin ka “perçeyên” din tebayî ku tên.

NAMEYÊN HEZDARIYÊ

Çîroka leşkerekî ku evîndarê xanimekê ye tê qalkirin. Leşker ji bo xanimê hezkirineke kûr dihewîne, lê ne diyar e ka xanim çi hîs dikir. Gava wext hat, leşker hate şandin li welatekî dûr. Tevî ku bersiv nedistend, leşker bidilsozî berdewamî nivîsîna nameyên xwe kir.

Di dawiyê de ew roja ku leşker vegeriya hat. Gava gihişt, karê wî yê yekemîn ziyareta wê kesê ku jê hez dikir bû. Gava çû mala xanimê, ew li malê dît. Xanima ciwan wisa dida nîşan ku ji bo dîtina leşkerî kêfxweş e, lê qutiya tozgirtiya ku li quncikê odê bû, hestên rastî yên dilê wê dida nîşan.

Qutî bi nameyên nevekirî yên ku wî leşkerî şandibû re dagirtîbû.

JI ESMÊN HEYA RÛZEMÎNÊ

Nivîsên Pîroz dişibin wan nameyên Xwedê ku ji we re nivîsîbûn. Afirîner û Xwedayê esman û rûzemînê, di Nivîsên xwe de, Xwe bi we dide naskirin, Hezkirina xwe îfade dike, û ji we re rave dike ka hûn ê çawa, li mala Wî bi Wî re bi îhtişam û kêfxweşî bijîn.

Em li jêrê parçeyek ji “nameya” Xwedê ku 2700 sal berê şandibû, pêşkêşî we dikin:

“Ya ew kesên ku tî bûne, werin avê;
Yên ku perê wan tune ye, werin, bistînin, bixwin…
Werin bistînin bêbedêl, şîr û şerabê.
Hûn çima didin perê xwe, ji yê ku nanê wî tune
Çima didin ji yê ku keda we têr nake re?
Baş gundarî min bikin ku, ya baş bixwin.
Û ku li kêfa zêdeyiyê binêrin!
guhbidine min, werin.
Guh bidin ku hûn bijîn.
Ez jî bi we re peymaneke bêdawî çêkim…
“Lewre, çawa ku esman bilind e ji erd,
Riyên min jî ji riyên we,
Ramanên min jî ji ramanên we bilindtir e.”
(Yeşaya 55:1-3,9)

Hezkirin
Afirînerê we

We nameyên ku Xwedê ji we re nivîsî, vekirin? We ew xwendin? We bersiva wan da?

Bila rêwîtî dest pê bike.


1. Di Pirtûka Pîroz de 66 pirtûkên takekesî hene – 39ê van pirtûkan di Peymana Kevn de, 27 jî di Peymana Nû de ye. Dêra Katolîk a Romayê (wekî gelek dêrên Prostestanan, kevneşopên dêrê derdixe ser Peyva Xwedê) di dîrokê de piştre biryar da ku 11 pirtûkên pêvek têxe navbera Peymanên Kevn û Nû. Apokrifa an jî Deuterkanonikal (Ji ber ku girêdayî Peymana Kevn e lê belê metnên wê yên Îbrankî tune ne, herkes tevlî metnên Pirtûka Pîroz nake û ji hêla hin dêran wekî pîroz têne qebûlkirin), esas di dema navbera Peymanên Kevn û Nû de hatin nivîsîn. Di van pirtûkan de melzemeyên ecêb ên dîrokî û efsanewî hene û Biîmanên Îbranî tu car qebûl nekirin ku ev nivîs ji hêla Xwedê hatine wergirtin û nivîsîn. piraniya Tomarên Deryaya Mirî yên ku di 1947an de hatine dîtin, şîrove ne. lê dîsa jî ev tomar tenê der heqê 39 pirtûkên Peymana Kevn de şîrove dikin, der heqê Apokrifayê de şîrove nakin. Dema Mesîh li serzemînê bû, tim ji Peymana Kevn jê girt, lê der heqê pirtûkên Apokrifayê de tu şîrove nehatin dîtin. Di Peymana Nû de tu jêgir tune ye der heqê Apokrifayê de. 39 pirtûkên Peymana Kevn, ji hêla pêxemberên ku rasterast bi wan re axivî û yên ku Peyva Wî pejirandin, hatin nivîsîn; “Xwedê jî bi nîşane, mucîze, tiştên cihêreng û bi diyariyên Ruhê Pîroz ên ku Bixwe xwest belav bike re şahidî kir ji vê re” (Îbranî 2:4). Ku em li Peymana Nû binêrin, biÎmanên ku di dema Mesîh hati serzemînê dijiyan, rayeya elçiyan qebûl kirin û pejirandin ku Nivîsên Peymana Nû bi Nivîs û pêxemberên Peymana Kevn wekhev in. Heman tişt nedikarî ji bo Apokrifa bihata gotin.

2. Ayetên Lûka 24:25-48; Yuhanna 5:39-47 bixwînin. Ku hûn bixwazin li çavkaniyên cihêreng ên ku peyama Xwedê wekî kronolojîk pêşkêş dike, li malpera www.goodseed.com binêrin.